Quran translation in kurdi language

Chapter 1 (Sura 1)
1Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn.
2Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne.
3Ê mihrîban î dilovan.
4Xudanê roja xelat û celatê.
5Em her te dihebînin û em tenê ji te alîkarî dixwazin.
6Tu me bide ser rêya rastîn.
7Rêya ên ku te qencî bi wan kiriye; ne ên xeşim li wan bûye û ne ên rê şaş kirine.
Chapter 2 (Sura 2)
1E.L.M. (Ji van tîpne di serê ferkeran da hatêne, tîpne ji hevçûyî tê gotine:Arşa wan e rastî hey Yezdan dizane).
2Eva pirtûka hanê, tu dudilî têda tune ye, ku ji Yezdan hatîye hinartinê. Bi xweber jî bê dudilî beled e ji bona xudaparisan.
3Xudaparis ew in, ku bi heyîne ne berçavî bawer dikin (Ça mafê hebona wan bi xwaberê jî). Û xudaparis, nimêja xwe dikin û ji wan tiştne, ku me ji wan ra xistîye rûzînî li hewcan disixurînin.
4Û ew in (Muhemmed!) ku bi wan biryarne li bal te da hatine hînartin û bi wan pirtûk û biryame, ku di berya te da jî hatine hînartinê bawer dikin û ewan (xudaparis in) ku di nêzîk da bi ro (û danê dawyê da) bi xweber bawer dikin.
5Ewa beledîya, ku ji Xudayê wan ji bona wan ra hatîye, evan li ser wê beledîyê ne û ewanê (ji aşîtan) fereste bûne (û gehîjtine armançne xwe) hey evanan in.
6Bi rastî ewanê bûne filehene! Tu çi ewan (bi şapatan) bidî tirsandinê û çi (ewan bi şapatan) nedî tirsandinê, li bal wan yek e: hey ewan bawer nakin.
7Yezdan li ser dilê wan û bîhîtina wan duruf kirîye û li ser dîtina wan bi xweber jî xêlî heye û ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
8Û ji kesan hinek hene, ku dibêjin: Me bi Yezdan û bi ro û danê dawyê bawer kiriye. Ewan bi xweber jî qe bawer ne kirine.
9Ewanan, Yezdan û ewanê ku bawer kirine dixapînin; (gotina wan nîne) lê ewanan hey xwe, bi xweber dixapînin û ewan bi xapandina xwe jî aga nabin.
10Di dilê wan da nexweşî heye, îdî Yezdan nexweşîya wan bi nexwaşî pir kirîye. Û ji bona wan ra bi sedema wan derewne, ku ewan dikiribûne; şapatek e dilsoz heye.
11Û di gava ji wan : hatîye gotinê; “Hûn di zemîn da tevdanî nekin.” Ewan gotinê;” Bi rastî em bi xweber aştîkar in.”
12Hûn hişyar bin! Bi ­rastî hey tevdanok ewan bi xweber in, lê ewan bi tevdanokîya xwe jî agah nabin.
13Û di gava ji wan ra hatîye gotinê; “Hûn jî bawer bikin, ça (misilmanan) bawer kirine.” Ewan gotinê: “Qey emê jî wekî evsanan bawer bikin? “Hûn hişyarbin! Bi rastî hey evsene ewan bi xweber in, lê ewan bi evseniya xwe nizanin.
14Û di gava ewan rastî wanê bawer kirine tên, ewan ji bawergeran ra gotine; “Em bawer dikin.” Û di gava bi tenê bi pelîdne xwe va dimînin, ji pelînde xwe ra gotine: “Bi rastî em bi we ra nin, bi rastî hey em bi wan bawergeran tinaza dikin.”
15Yezdan bi wan tinazan dike û ji bo ku ewan di koraya xwe da bi quretî bijîn ji wan ra dan dide.
16Ewan in, ku rê wundabonî, bi beledîyê kirîne. Îdî kirîn û firotana wan kar ne kirîye û ewan bi xweber jî ne hatine li ser rêya rast.
17Hecwekîya wan, wekî vê temtêla hanê; (ku yek di çola tarî da ji bona ronahîyê) agirekî hil bike (dora xwe dibîne). Îdî gava agir dora wî ronahî kirîye, heman Yezdan ronaya wan birîye û Yezdan ewan di tarîtîyê da hîştîye, îdî ewan nabînin.
18Ewan (durûyan) ker in, lal in, kûr in. Îdî ewan ji temtêla xwe, li bal rastîyê da jî nafetilin.
19Û ya jî hecwekîya wan wekî temtêla wan kesne, ku ji jor da tavya şilya ewrê reşê tarî, ku têda deng, reqereqa ewr û berqetavê hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan têlîne xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber jî filehildane binê zanîna xwe.
20Nêzîk dibe, ku berqetav dîtina wan behere. Çi qa ji bona wan ra ronahî çê dibe, ewan di ronahî da diçin û di gava tarîtî li ser wan çê dibe, ewan radibin li pîya dimînin. Û şixwa heke Yezdan bivê, wê bihîstin û dîtina wan behere. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
21Gelî kesan! hûn perestîya wî Xudayê xweyê, ku hûn û ewan heyîne berya we da heyî afirandîye, bikin. Bi vî awayî bi rastî hêvî heye ku hûn xudaparisî bikin.
22Yezdan ew e; ku zemîn ji bona we ra xistîye binrax û ez­man jî xistîye avayî. Û Yezdan ji ezman, avêk e wusa hînartîye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi wê avê ber dane derxistine. Îdî hûn jî ji bona Yezdan rêhevrêyan negirin, Loma hûn bi xweber jî dizanin, ku hevrînê wî tune ne.
23Û heke hûn dudil dibin, di wan biryarne ku me li ser bendê xweyê (Muhemmed) da hi-nartîye, hûn ji pêştirê Yezdan, gazî hemû arîkarê xwe jî bikin (heke hûn dikarin, ka) hûn jî ferkerek e wekî ferkerê wê bînin; heke hûn di doza xwe da rastin.
24Îdî heke hûn ferkerkî wusa neynin û hûn nikarin jî bînin, îdî hûn xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amede kirinê ardûkê wî, kes û kevir in, biparisînin.
25Û (Muhemmed!) ewanê bawer kirine û ka­rê aştî kirine hene! tu mizgîna bide wan, ku bi rastî ji bona wan ra bihiştne dibinê (darê wan da) çemne avê dikişin, hene. Çi qa berêkî ji wan bihiştan ji wan ra tê dayînê (ji bihiştîyan ra) dibêjin: “Ewan berne me hêj di berê da xweribûn, evan in û hûn ji xwarin û berne cure cure ji me ra bînin.” Û ji bona wan ra di bihiştan da zone paqij hene. Û ewan bi xweber jî di bihiştan da hermanok in.
26Bi rastî Yezdan fedî nake, ku mixmixkê bi hecwekî (ji bona derxistina mafê) bide nîşan kirinê û hej tiştne ji mixmixkê wêdatir jî. Îdî ewanê bawer kirine hene! şixwa ewan dizanin, ku ewa hecwekîya mafekî reste ji Xudayê wan e. Lê ewanê bûne file jî dibêjin: “ Ka Yezdan bi wan hecwekîyan çi vaye?” Yez­dan bi wan hecwekîyan pir kesan ji rêya rast dûr dixe û pir kesan jî bi wan tîne rêya rast. Bi wan hecwekîyan, hey ewanê ji rêya rast derketî wunda dibin.
27Ewanê rêderketî he­ne! ew in, ku ji piştî peymana dane Yezdan, (ji bona baweri û perestîyê) Peymana xwe dişkênin. Û tişta Yezdan ferman kirîye, ku bi hev ra bin ewan ewe hevratîyî dibirin (sertêdana da û bav û pismanan). Û ewan di zemîn da jî têkilîyî di­kin. Evanan in hey ziyan dikin.
28Hûn ça dibine file (û bi Yezdan bawer nakin)? Hûn mirî bûn, îdî ewî hûn zinde kirin. Paşê (Yezdanê) we bimirîne û paşê wê we dîsa zinde bike û hûnê paşê li bal wî da bizivirin.
29Ewê ku hemûşk tiştne di zemîn da heyî ji bona we ra afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Paşê ewa li bal ezman da fetilîye, îdî ewî ezman xistîye heft balokne jor da. Û ewa bi xweber jî bi hemûşk tiştan pir dizane.
30Û gavekî Xudayê te (Muhemmed!) ji bona fereştan ra gotîye: “ Bi rastî ezê di zemîn da şûnmayekî bi afirîni.” (fereştan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tuê di zemîn da ça ewan kesne, ku tevdanî dikin û xûnê dirêjin, biafirînî? Û em bi xweber jî te ji kemasîyan paqij dikin û sipazî (bi perestî) ji bona te ra dikin. “(Xudayê te ji wan ra) gotîye: “Bi restî ez bi tişta, ku hûn pe nizannn çêtir dizanim.”
31Û (Xudayê te) bi nişa kesan hemûşk nav (û navdan) daye hînkirinê, paşê ewan tiştan ber fereştan ra avitîye, îdî (ji fereştan ra aha) gotîye: “Ka, heke hûn di doza xwe da rast in, navê van tiştan ji min ra bejin.”
32(Fereştan, ji Xuda ra) gotine: “Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kiri­nê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî.”
33(Yezdan ji bona nişa ke­san ra) gotîye: “Adem! tu ji bona fereştan ra navê wan tiştan bêje.” Îdî gava Adem navê wan tiştan ji fereştan ra gotîye (ewan bêzar mane). Yezdan ji wan ra gotîye: “Min ji bona we ra ne got. Ku bi rastî ez bi veşartinê tiştne di ezman û zemîn da hene dizanim û ez bi wan tiştne ku hûn vedişêrin û diyar dikin jî dizanim?
34Û di gava me ji bona fe­reştan ra gotîye: “Hûn ji bona Adam ra kunde beherin.” Îdî ji pêştirê pelîd, hemûşkan kunde bi­rin. Pelîd ji kunde birine para çû, ewî quretî kir. Û (pelîd bi xweber jî) bûye file.
35Û me (ji bona Adem ra) gotîye: “Adem! Tu û bi tevê jina xwe va di bihiştê da bihewin hûn ji kêdera bihiştê divên, hûn di wura da (ji berê wê) bixun. Lê hûn herduk jî nêzîkê vê dara (da nîşana tiştan Şeceretul me´rifet) nebin. Îdî heke hûn nêzîkên wê darê bibin (ji berê wê bixun) hûnê bibine jiwanê cewrkar.”
36Îdî pelîd ewan herduk jî ji bihiştê şimitandin û ewan herduk ji wan xweşîne, ku ewan berê têda bûn, derxistin. Me jî (ji bona wan ra) got: “Hûn ji bihiştê berjêr bibin, hinekî ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hûnê heya danekî di zemîn da bi vê temtêlê bijîn.
37(Paşê) Adem ji Xudayê xwe çend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kirîye) Xuda jî lavaya wî litê kirîye. Bi rastî baxişgerê dilovîn hey Xuda ye.
38Me ji bona (nişa kesan ra) gotîye: “Hûn hemûşk jî ji wi ra berjêr bin. Kîngê ji min, ji bona we ra beledîyek hatêbe; îdî kîjan ji we bibe peyrewê wê beledîya min, ji bona wî ra tu murûzîya ji (kêm xelat) û tirsa (ji şapatan) tune ye.”
39Û ewanê bûne file û beratenê me didine derew dêrandinê hene! Hevrînê agir hey ewan in. Di agir da hey ewan in tim (gavan) dimînin.
40Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin. Û hûn ewê peymana min daye we pêk bînin, ku ez jî ewê peymana we pêk bînim. Îdî hûn hey ji min bitirsin.
41Û (gelî zarne cihû­yan!) ewa (Qur’an) a min hinartîye heye! rastdarya wan (biryar û pirtûka) bi we ra he­ye dike. Hûn bi wê bavêr bikin. Û ewanê di cara yekem da bi wê filetî kirine hene! hûn nebine ji wan û hûn beratenê min bi perekî hindik nefîroşin. Îdi hûn hey parisîya min bikin.
42Hûn bizanin, ji bona ku mafê veşêrin; maf û pûçîyê teve hev nekin.
43Û hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi wanê, ku xwe (ji bona Yezdan ra) kûz dikin, xwe kûz bikin.
44Hûn ça fermana kesan bi qencîyan dikin, hûn xwe jî bîrva di­kin û hûn bi xweber jî pirtûkê di xunin? Îdî qe hûn hiş hilnadin?
45Û hûn ji Yezdan bi hewdana li ser perestîyê û bi nimêj kirinê, arikarî bixwazin. Eva xwastina bi vî awayî ji xêncî xudatirsan li ser merivan pir mezin e.
46Ewanê guman dikin, ku ewanê rastî Xudayê xwe werin û bi rastî ewanê li bal Xudayê xwe da bizivirin, hene! Xudatirs ewan in.
47Gelî zarne cihûyan! hûn ewan qencîne mi­n e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin û bi rastî min hûn li ser (rûnîştîne) cihanê rûmetdartir kirine.
48Û ji wê roya, ku di wê roye da bi tu cureyî can ji ber canekî mayî ra nayê şapat kirinê û ji bona wî canê nûsitemkar tu mehderî nayê litê kirinê û ji bona ferestîya wî tu berberya bi tiştan jî nayê hildanê û ewan bi xweber jî nayêne arîkar kirinê, hûn xwe biparîsînin.
49Û hûn (gelî zarne cihûyan!) gava min hûn ji hevrîne Fir’ewn fereste kiribûn, ku (ewan hevrîne Fir’ewn jî) bi şikê şapatan hûn didane şapat kirinê. Ewan serê zarne we ne kur in jê dikirin (keç) û jinê we para da didane jînandinê (bîra xwe bînin). Bi rastî di van şapatan da ji Xudayê we ji bona we ra ceribandineke pir mezin heye.
50Û hûn ewê gava, ku me derya ji bona (ferestîya we) ji hev çırand, me hûn fereste kirin û hevrîne Fir’ewn jî me di avê da fetisandin we bi xweber jî li wan mêze diki­rin (bîra xwe bînin).
51Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra peymana bi çil şevê dabû; (ji bona hinartina pirtûka bin av Tewrat li çîyayê Tûrusînayê) we bi xwe­ber jî li dûv Mûsa da ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, bi wê girtêna golikê bi perestî we bi xweber li xwe cewr kiribûn.
52Me paşê ji wan nûsitemkarîyan, hûn baxişandin (bîra xwe bînin) dibe ku hûn sipazî bikin.
53Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) û berewanîya di nîveka maf û pûçîtîyê dabû (bîra xwe bînin). Bi rastî hêvî heye, ku hûn werne rêya rast.
54Û hûn ewê gava, ku Mûsa ji bona kûmalê xwe ra gotibû: “Gelî komalê min! Bi rastî, ji ber ku we ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, we li xwe cewr kiribûye, hûn ji wan kirine xwe para da li bal Xudayê xwe da bizivirin û hûn (dil xwazine) xwe bikujin (bi gotina wî nekin). Eva şîreta hanê li bal Xudayê we, ji bona we ra çêtir e. Îdî (ji piştî poşmanîya we Xudayê we) hûn baxişandin (bîra xwe bînin). Bi rastî hey Xuda bi xweber pir baxişkarê dilovîn e.
55Û hûn ewê gava, ku we ji bona Mûsa ra gotibû: “Bi rastî heya ku em Yezdan ber çavî ne bînin, em bi te bawer nakin. Îdî dengê birûska bê hişî hûn girtîbûn, we bi xweber jî bi bê zarî mêze dikirin (bîra xwe bînin).
56Dibe ku hûn sipazî bikin, paşê me hûn ji we xwava çûnê bi hişyarî rakirin.
57Û me ewr li ser we da xistine sîwan û me li ser we da qarût û gezo hinartîye (me ji wan ra aha gotîye): “Hûn ji qencê wan rozîne, ku me bi rozîtî daye we, bi xwun” Ewan li me cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne.
58Û gava me (ji wan zarne cihûyan ra) gotibû: “Hûn bikebine vî gundî (Qudis); îdî hûn ji xwarinne wî ça hez dikin. li kêderê bivên, wusa bixun. û we bi givivire û hûn bi kundetî di derî da bikebine hundur û hûn lava bikin, (aha) be­jin: Xuda! Tu gunehne me bibaxişîne, ji me dayne (di şûna peyva Hitetê. Hintetên di gotibanê).” Emê jî ji bona we ra gunehne we bibaxişînin û hêj emê ji bona wanê qencî kar ra, qencîyan pirtir bikin.
59Îdî ewanê cewr kiribûne hene! Ewan; van şîreta hanê, bi wan şîretne, ku qe ji wan ra ne hatibûye getinê, guhurandine. Me jî li ser wanê cewr kiribûne ji ezmanan bi sedema ji rê derketina wan, şapatek hinartîye.
60Û gavekî Mûsa ji bona komalê xwe ra li avê digerîya, îdî me jî ji Mûsa ra got: “Tu gopalê xwe li kevir bixe.” Ji piştî ku Mûsa bi gopal li ke­vir da, ji kevir danzdeh kanî zan. Bi sond! Hemûşk kesan şûna av vexwarina xwe, dizanîyan. Hûn ji wan xwerin û vexwirinê, ku Yezdan ji bona we ra xistîye rozînî bixun û vexun û hûn di zemîn da bi tevdanî negerin (ji rêya rast dernekebin).
61Û hûn (gelî zarne cihûyan! Evan qencîne me ne borî bîra xwe binin). Di gava we ji bona Mûsa ra gotibû;” Mûsa! Bi rastî em li ser xwarineke bi tenê nanivin. Îdî tu ji bona me ra bi lavatî gazî Xudayê xwe bike, ji bo, ku Xuda ji bona me ra tiştne zemin hêşîn dike ji zêrzewadan; kundur û xîyar û sîr û nisk û pîvazne ji zemin derdikebin bide me.” (Mûsa) Ji bona wan ra gotîye: “Qey hûn divên, ku ewan xwarinne qenc, bi wan xwarinne ne qenc bi guhurin? Hûn hemûşk îdî berjêrê bajar bin, bi rastî di bajara da ji bona we ra, hûn çi bixwazin heye.” Û li ser wan evsenetî û belengazî hatîye vegirtinê û ewan rastê xeşmeke ji Yezdan hatine. Evan şapatan, bi sedema ku ewan bi beratenê Yezdan dibûne file (bawer ne dikirin) Pêxemberne Yezdan bê mafî dikuştin, loma bi wan da hatîye. Erê! Eva şapata bi sedema gu-nehkarya wan û bi sedema ji re derketina wan e bi cewrkarî, bi wan da hatîye.
62Bi rastî ewanê bawer kirine; (Misilman) û ewanê Cihû û ewanê Merinî (Îsawî) û ewanê sterk paris, hene! Ji wan kê bi Yezdan û bi dan û gavê paşîyî bawer bike û karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra li bal Xudayê wan, xelata wan heye û ji bona wan tirsa ji (şapatdan) û murû-zîya ji (kêm xelatîyê) tune ye.
63(Gelî zarae cihûyan!) ewê gava, ku me ji we peyman stand û me çîyayê Tûr li ser we da bilin kiribû, me ji we ra gotibû: “Hûn bi hêz ewan biryarne ku me ji we ra daye, bigirin û hûn ewan şîretne ku di wan biryaran da hene (bîra xwe bînin). Bi rastî di be ku hûn parisî biken.” (Ji ber, ku çîyayê Tûr şûnwar bûye ji bona niqandina pirtûka bi nav Tewrat, eva pirtûka jî ji bona jîyana wan bi komalî û rêna tekoşîna wan têda hebûye, îdî çîy ali bal wan bi rûmet û pîroz û bilind û bi abûr bûye).
64Paşê we dîsa pişta xwe daye peymanê, rûyê xwe fetilandine. Îdî heke rûmet û dilovanîya Yezdan e ku li ser we heye tune bûya, bi rastî hûnê bibûnan ji wanê ziyan kirine.
65Bi sond! Hûn ewanê, ku di roya şemîyê da (neçîra masîyan kirine) ji biryaran borîne, dizanin; ka ewan kêne. Îdî me jî ji bona wan ra gotîye: “Hûn bibine meymûnê pê kenî û pintî.”(Ji piştî vê fermanê, ewan li kûdi xwûyan, komal bi wan dikenîyan; wusa bûn, îdî ji mala xwe derneketin, hinek ji wan di mala xwe da ji kovanan mirin).
66Îdî me ewa şapata, ji bona wan merivne di gava wan da dijîtên û ji bona wan merivne, ku di pey wan da mane, xistîye beratek e sodretî û ji bona xudaparisan jî xistîye şîret.
67Di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra gotîye: “Gelê min! Bi rastî Yezdan fermana we kirîye, ku hûn çêlekekî ser jê bikin.” Ewan ji Mûsa ra gotine: “Qey tu bi me tinazan dikî?” Mûsa gotîye: “Ez xwe davêjime Yezdan, ku min ji nezanan biparisîne.”
68Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “Ka (Mûsa!) tu ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike; ewa dewarek e çane?” (Mûsa ji bona wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje; ku ewa dewarek e wusa ne; ne pîr e û ne jî ciwan e, nîvwarî ye: îdî hûn bi tişta hatine ferman kirinê pêk bînin.”
69Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “(Mûsa!) tu ji bona me ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike, ka rengê wê çane?” (Mûsa ji wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje rengê wê zerekî wusa ne, di gava yek li mêze bike ewa mêzegreêê xwe şa dike.”
70Ewan ji (Mûsa ra) gotine: (Mûsa!) tu ji bona me, ji Xudayê xwe lava bike, bira Xuda ji bona me ra diyar bike, ka ewa dewaıek e çane? Bi rastî bi van salixan çêlek li bal me tevê hevbûn e (Em nizanin ka kîjan e?) û bi hezkirina Yezdan emê ewê pêk bînin.
71(Mûsa ji bona wan ra) gotîye: “Bi rastî Xu­dê dibêje: “Ewa dewarek e wusa ne, sernerm nîne, ku bi wê çandinî bêne çandinê û bi wê (zevî jî) nayêne avdanê (hêj ne ketîye binê nîr) tu kêmaya wê tune ye.” Ewan ji (Mûsa ra) gotine: “Te hêj salixê rastî ji bona me ra anî.” Ewan îdî xwe ne dane para da û ewan serê wê dewarê jê kirin.
72Kanê, we di gavekî da merivek kuştibû, îdî we ewa kuştîya diavête stîyê hev (ji ber ku kujrawê wî xûya ne bûye) û Yezdan bi xweber jî, tişta hûn vedişêrin derdixe.
73Îdî (ji piştî şer kirina çêlekê) me ji wan ra gotîye: “Hûn hinekî ji gewdê çêlekê û hinek jî ji gewdê kuştî li hev bixin. (Ji piştî li hev xistina gewdan, kujraw hate di­yar kirinê). Bi vî awayî Yezdan mirya jî zinde dike û Yezdan beratenê xwe dide nîşanê we. Bi rastî hêvî heye, ku hûn ji wan hiş hildin.
74Paşê dilê we dîsa ji pey (vê bûyerê da) wekî keviran hişk bûye, hêj ji keviran jî hişktir bûye. Çima, bi rastî hinek kevir hene, ku ji wan çemne avê bi sodretî dizên û hinek jî ji wan keviran hene! Di gava ji hev diçirin kanîyê avê ji wan bi sodretî dizên. Û hinek jî ji wan keviran he­ne! Ji heybeta Yezdan, wusa jorda tot dibin (Dilê we qe wusa nabe). Û Yezdan bi xweber jî ji wan tiştne, ku hûn dikin bê (agah) nîne.
75Qey hûm (gelî bawergeran!) guman dikin ku ewan (zarne cihû û filan) ji bona we bawer bikin, bibne hevalê we? Sond! Di nava wan bi xweber da jî destek ji wan heye, peyvne Yezdan dibêhên, ji piştî ku ponîjîn ka peyvan çi armanç kirine; bi zanîn peyvan ji şûna wan diheşivînin.
76Û ewan di gava rastî wanê bawerger tên, ji bawergeran ra gotine: “Bi rastî em bawer dikin.” Û di gava ku ewan bi tenê li bal hev dimînin, ji hev ra dibêjin: “Hûn ça li bal wan dipeyvin, ku ewan bawergeran, bi wan tiştan li bal Xudayê we nihrewanan bigirin. Îdî qe hûn naponijin?
77Qey ewan nizanin, ku bi rastî Yezdan bi wan tiştne ewan vedişêrin û bi wan tiştne ewan diyar dikin jî dizane?
78Ji wan hinek hene ne xwandine (wekî wanê ku hêj nûzane, ji dîya xwe ra bûne) ewan ji pirtûkê hey dil xwazîyan dizanin û ewan bi xweber jî hey gumanan dikin.
79Îdî ewanê ku pirtûkê bi deste xwe dinivîsin, paşê ji bo ku bi perekî hindik bifiroşin dibêjin: “Eva pirtûka hanê ji bal Yezdan hatîye; xwelî li van be! Ji ber ku destê wan ewa nivîsîye xwelî li wan be! Û ji bona keda ku ewan dikin, sed korayê xwelî li wan be!
80Û ewan gotinê: “Ji pêştirê çend rone hijmarî, bi rastî qe agir bi me nagire.” Tu ji wan ra bêje: “Qey we ji bal Yezdan peyman hildaye? Îdî bi rastî Yezdan jî ji peymana xwe para naçe û ya jî tişta hûn pê nizanin, di mafê Yezdan da dibêjin?”
81Gotina wan nîne! Bi rastî kê gunahan bike û gunehne wî, ewî som bike, îdî hevrînê agir ewan in. Ewanê ku di agir da her dimînin ewan bi xweber in.
82Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine, hene! Ewan hevrînê bihiştê ne. Ewanê ku di bihiştê da her dimînin ewan bi xweber in.
83Û di gavekî da dîsa me ji zarne cihûyan peyman hildabû. Hûn (geli zarne cihûyan!) ji pêştirê Yezdan perestîya tu tiştî nekin û hûn ji bona da û bavê xwe ra hey qencî bikin û hûn ji bona bira û pismamne xwe û sewîyan û xezan û belengazan qencîkar bin û hûn ji bona merivan hey şîretê qencî bêjin û hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin. Ji pêştirê hindikan, we paşê dîsa rû ji peymanê fetilandin û hûn bi xwe, hêj jî rû difetilînin.
84Û me dîsa carekî jî ji we peyman hildabû ku hûn bi kuştin xûna hevdû nerêjin û hûn hevdû ji welatê xwe, nedne derxistinê û we bi xweber jî dîdevanîya peymanê dikirin; paşê we “erê” jî gotin.
85Dîsa paş da hûn bi xweber in, hevdû dikujin û hûn bi xweber in, ku hûn destek e ji xwe ji welatê wan derdixin û hûn bi xweber in, bi vir û neyartî pişta hevdû di hemberê wan da dikin, ji welat derdixin, eva derxistên bi xweber jî li ser we qedexe bûye. Heke yek ji wan zebûn bibe, were bal we, hûn bi mal, ewan ji zebûnîyê fereste dikin. Îdî qey hûn bi hinek biryarne pirtûkê bawer dikin û hûn bi hineka jî bawer nakin? Ji piştî naha da, kê ji we aha bike, îdî bi rastî celata wî di jîna cihanê da riswabûn e û di rûya rabûna hemûtîda jî, ewan li bal şapata zor da têne avêtinê. Û Yezdan bi xweber jî ji wan tiştne ku hûn dikin bê agah nîne.
86Ewanê ku jîna cihanê, bi jîna dan û gavê para da kirîne, evan in. îdî şapat ji wan sivik nabe û arîkarya wan qe nayê kirinê.
87Û bi sond! Me ji Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me li pey wî da pêxember xistine peyrewê wî û me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratene daveker dane û me Îsa bi cane pîroz de­ye hez kirinê. Îdî qey kê gavê pêxemberek hati­be bal we; bi wan beratenê ku can we ne xwestibe, hûn doza mezinayê nakin? Îdî hûn; destekî ji wan pêxemberan didine derewdêrandinê û hûn destekî jî nakujin?
88Ewan ji bawergeran ra gotinê: “Dilê me da xêlî heye (ji ber wî em rastîyê nabînin; bawer nakin). Gotina wan nîne, lê Yezdan bi sedema filetîya wan, ewan deherandine. Îdî çi qa hindik ji wan bawer dikin!
89Û gava ji bal Yezdan ji wan (cihûyan ra) pirtûk (Qur’an) hatîye, ku ewê (Qur’an) ê bi xweber jî rastdarya we (pirtûka) li bal wan heyî dikir ji bona serva hatina xwe. Îdi gava ewa pêxembera bi pirtûka xwe va hatîye bal wan ewan (pirtûk û pêxember) nas nekirin (ewan cihûyan bi wan bawer ne kirine, bûne file). Îdî deherandina Yezdan li ser filan e.
90Çi qa sike! Ku ewan, ji dexesîya di nava wan da heye, xwe firotine; ji ber ku ewan, bi wan biryarne Yezdan bi rûmeta xwe li ser bendekî xwe hinartîye, bawer nakin. Îdi ewan xeşma Yezdan bi peywestî ked kirine. Û ji bona filan ra şapatekê riswayî, heye.
91Û di gava ji bona wan ra te gotinê: “Hûn bi wan biryarne, ku Yezdan hinartîye, bawer bikin.” Ewan gotinê: “Em hey bi wan bir­yarne, ku li bal me da hatine hinartinê bawer dikin.” Û ewan ji pêştirê wî bi tu tiştî bawer nakin. Û ewa (pirtûka Qur’an) bi xweber jî, rastdarê ji bona we pirtûka (Tewrat) ku li bal wan heyî. Îdî (Muhemmed tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn bi rastî bi wê pirtûka li bal we heyî, bawer dikin, we çima hêj di berê da pêxemberne Yezdan di kuştin?
92Û bi sond! (gelî cihûyan!) Mûsa bi beratenê daveker va hatibû bal we paşê we di pey wî da (gava ji bona niqandina Tewratê çûbû çiyayê Tûrusînayê) ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn û we bi xweber li xwe jî cewr kiribûn.
93Û di gava, ku me ji we peyman standibû; me çîyayê Tûr bi dîdevanî li ser we, bilind kir, ku hûn biryarne Tewratê bi hêz bigirin. Me ji bona we ra got: “Hûn (gelî zarne cihûyan!) ewan biryarne me ji we ra anîne bi hêz bigirin û guhdarî bikin.” Ewan gotibû: "Me bihîst û lê em bi gotina wî nakin." Û bi sedema filetîya wan, hezkirina golikê di dilê wan da nermojekî bûye. (Muhammed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn (bi golikê) bawer bikin, fermana bawerya we, ji bona we ra çi qa tiştekî sike!
94(Muhammed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke bi rastî li bal Yezdan (bihişt) xwurî ji bona we ra ne ji tu kesî ra nîne, heke hûn di doza xwe da rast in, îdî hûn xwazîya mirinê bikin.”
95Û lê bi sedema wan kedne, ku ewan hêj pêş da kirine tu carî ewan xwazîya mirinê nakin. Û Yezdan bi xweber jî pir rind bi cewrkaran dizane.
96Û tu rastê wan têyî, ku ewan ji hemû kesan pirtir ji jînê hez dikin û ewan hêj ji hevrî çêkeran pirtir jî ji jînê hez dikin; her yek ji wan hez dikin, ku hezar salî bijîn. Ewa jîna wan bi xweber jî, ewan ji şapatan nade paradanê û Yezdan bi xweber jî dibîne, ka ewan çi dikin.
97(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Kîjan ji bona Cibraîl ra neyartîyê dike, îdî (bira ewa bizane!) bi rastî (Cibraîl) ewa (Qur’ana) rastdara (wan biryarne berya xwe dike) ji bo ku ewa bibe beled û şîret, ji bona bawergeran ra li ser dilê te da hinartîye.”
98Û kê bibe neyarê Yezdan û fereştene wî û pêxemberne wî û Cibraîl û Mîkaîl, bira bizane! Bi rastî Yezdan bi xweber jî neyarê filan e.
99Û bi sond! Me li bal te da beratenê daveker hinartine. Û ji pêştirê wanê ji rê derketî, tu kes nankorya wan nake.
100Qey çi qa ewan peymanek dabin, destekî ji wan ewa peymana para da ne avêtîye? Şixwa pirne ji wan bawer nakin.
101Û çi qa pêxemberekî ji alyê Yez­dan, li bal wan da hatibe, ewa pirtûka, ku li bal wan heye jî rastdêran dibe, dîsa des­tekî ji wan komalê xweyê pirtûk, pirtûka Yezdan avêtine pişta guhê xwe, te digo qey ewan bi wê pirtûkê nizanbûne?
102Ewan (cihûyan) bûne peyrewê wan tiştne ku pelîdan dixwendin, ji bona ku maldarî û seroktîya Sû­leyman ji destê w derxin. Sûleyman ne bibû file, lê ewan pelîdan bibûne file. Çima ewan meriv hînê ançê dikirin û ewan meriv hînê wan tiştne, ku li ser wan herduk serokne (welatê) Babîlê hatibûye hinartinê jî dikirin. Ewan herduk serokne (bi nav) Harût (Xwerût) Marût (Mêrat) gava yek hînê wan tiştne, ku li ser wan da hatîye hinartinê, bi kirnan, ji wan ra digotin: “Îdî tu bi wan tiştne me hînê te kirîye nebe file, loma bi rastî em hey ceribandokin.” Îdî meriv ji wan (herdu serokan) ewan tişne, ku mêr û jin, bi zanîna wan tiştan ji hev ra tiqetîyan, hîn bûne. Lê heya destûra Yezdan ne bûya (ewan serokan) zîayana tu kesî bi wan kirine xwe ne dikirin. Ewan merivan ji wan (serokan) ewan tişne, ku zîya­na merivan dikirin, hîn dibûne, hînê wan tiştne bi kerhatî, ne dibûne. Û bi sond! Ewan dizanin, ku kê ewa zanîna kiribe, di danê para da ji bona wî ra tu par tune ye. Û heke ewan bizanîyan, ka eva firotina hanê, ku ewan xwe pê firotine, çi qa sike, ewan eva firotin, ne dikirin.
103Û heke ewan bawer kiribûnan û Xuda parisî bikirnan, bi rastî xelata li bal Yezdan ji bona wan ra qenctir dibû. Xwezîka bizanîyan!
104Gelî bawergeran! Hûn (wekî cihûyan, ça ji Mûsa ra digotin: “Gohdarya me bike.”) Ji bona (Muhemmed ra) ne bêjin: “Tu guhdarya me bike.” Û hûn bêjin: “Tu li me mêze bike û hûn guhdarî bikin.” Ji bona fi­lan ra şapatek e dilsoz heye.
105Ewan filene xweyê pirtûk û ewanê hevrî perest hez nakin, ku ji Xudayê we, ji bona we ra qencîyek bê hinartinê. Û Yezdan bi xweber jî evîne xwe ji dilovanîya xwe ra xwurî dike. Û Yezdan bi rastî xweyê rûmeta mezin e.
106Heya me hê genctir û ya jî wekî wê, beratan neynin, em tu beratan û biryaran ji şûna wan ranakin. Qey tu nizanî ku Yezdan bi rastî li ser hemû tiştan bi hêz e?
107Ma qey tu nizanî, ku maldarya ezman û zemîn hey jı bona Yezdan ra ne? Û ji bona we ra ji pêştirê Yezdan tu serkar û arîkar tune ye.
108Qey hûn jî (gelî musilmanan!) divên ku hûn jî ji pêxeberê xwe pirsan bikin, ça hêj berê da ji Mûsa pirs hatine kirinê? Û bi sond! Îdî kê baweryê bi filetiyê biguhure, ew wunda kirîye.
109Pir kes ji xweyê pirtûkan hene, ji dexesîyan ji piştî maf ji wan ra bûye jî hez dikin, ku we ji bawerya we bifetilînin, bixne file. Îdî heya fermana Yezdan ku bê, hûn ewan bibaxişînin; ji wan bibore. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e.
110Û hûn nimêj bikin, û baca malê xwe bidin. Hûn ji bona xwe ra qencîyan çi pêş da verêkin, hûnê ewê gencîyê li bal Yezdan bibînin. Bi rastî Yezdan, dîdevanê hemû kirinê we ye.
111Û ewan (cihû û mexînan) gotine: “Ji pêştirê cihû û mexînan tu kes naçe bihiştê.” Eva gotina dilxwazîya wan e. Tu (ji wan ra) bêje: “Heke hûn digotina xwe da rastin, ka nîşana xwe bînin.”
112Na, wekî gotina wan nîne; lê kê xwe hispartibe Yezdan, bi xweber jî qencîkarbe, îdî ji bona wî ra li bal Xudayê wî, xelata wî heye. Ji bona wan ra tu tirs û murûzaya (ji kêm xwelat danê) jî tune ye.
113Û Cihûyan gotinê: “Tu ola mexînan tune ye.” Mexînan jî gotinê: “Tu ola cihûyan tune ye.” Ewan (herduk) jî pirtûkê dixûnin. Wekî van herdukan ewanê ne xwendî jî, wekî gotina wan gotinê. Îdî di roya rabûna hemûtî da Yezdanê di wan tiştne, ku ewan têda ne wekhev dibin, berewanî bike.
114Gelo ji wan kesne; ku nahêlin di mizgevtne Yezdan da, navê Yezdan bi perestî bê hildanê û dixebitin, ku ewan mizgevtan hilşînin, cewrkartir kê hene? Evanan hey bi tirs dikarin bikebine mizgevtan. Di cihanê da ji bona wan ra riswatî heye û di danê para da jî ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
115Û rojhilat û rojava ji bona Yezdan ra nin. Îdî (ji bona perestîyê) hûn kîjan alî bizivirin, bardana Yezdan di wura dane. Bi rastî (dilovanîya) Yezdan pir fîre ye û ewa pir zan e.
116Ewan (filan) gotinê: “Yezdan ji xwe ra zar hildane.” Yezdan ji zar girtinê berî ye. Lê şixwa hemû tiştne di ezman û zemîn da heyî, ji bona Yezdan ra ne. Hemû jî ji bona Yezdan ra bi tirs serî berjêr dikin.
117Ji tunebûnê (Yez­dan) ezman û zemîn afirandiye. Û gava ewa bivê, ku bûyerek bibe; îdî ji wê bûyerê ra dibêje: “Bibe.” Ewa bûyara jî heman dibe.
118Û ewanê nezan (ji bona pêxeberîya te) gotine: “Gotî Yezdan bi me ra biaxifta, ya jî ji bona me ra beratek ne anîbûya?” Ewanê berya wan da jî wekî gotina wan gotine, dilê wan di gotinê da wekî hev bûye. Bi sond! Me berate ji bona wî komalî ku di nêzîk da bawer dikin, vekirine.
119Bi rastî me tu bi mafî şandîyî, ji bo ku tu mizgînvan û tirsvan bî û tu ji hevrîne doje nayê pirs kirinê.
120Û bi rastî cihû û mexînî hene! Heya tu nebî peyrewê komal û ola wan, ewan bi te qayîl nabin. Tu (ji wan ra) bêje: “Bi rastî rîya rast hey rêya Yezdan e.” Û heke ji piştî ku ewan zanîna ji te ra hatîye, tu bibî peyrewê hewasa wan, îdî ji bona te ra li bal Yezdan tu serkarî û arîkarî tune ye.
121Ewanî ku me ji wan ra pirtûk anîye hene! Ewan pirtûkê bi babetîya pirtûkê dixûnin. Şixwa ewanê bi pirtûkê bawer dikin evan in. Û kê (bi pirtûkê bawer neke) bibe file, îdî evan in hey zîyan kirine.
122Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencînê minê, ku li ser we hene bîra xwe bînin. Kanê min hûn bi rastî li ser hemû komalne cîhanê rûmetdar kiribûn.
123Û hûn, ji wê roya, ku di wê royê da, tu canek ji ber canekî mayî ra nayê celat kirinê û ji wî canê celat kirî, tu bertîl û xelat jî nayêne girtinê, (ku ewa ji celat kirinê fereste be) û tu mehderî jî havil nake û ewan canan nayêne arîkar kirinê jî, xwe biparisînin.
124Û di gavekî da, Xudayê Îbrahîm, bi çend peyvan Îbrahîm ceribandîye, îdî Îbrahîm jî ewan peyvan pêk anîne. Xudê ji bona Îbrahîm ra gotîye: “Bi rastî ezê te ji bona merivan bixme pêşrewan.” Îbrahîm (ji Xudê ra) gotîye: “Ji ûrta min jî pêşrewanan çê bike.” Xudê gotîye: “(Îbrahîm) ji ûrta te ewanê cewrkar nagihêjîne peymana min.”
125Di wan gava da jî me xaxistibû şûna civîn û qencî û ewlwtîyê. Hûn jî di bingeha Îbrahîm da ji xwe ra şûna nimêjkirinê bigirin. Û me li bal Îbrahîm û Îsmaîl peyman daye, ku ewan herduk xanîyê min, ji bona sertêdanne wî û ji bona rûniştîne wî (bi perestî) û ji bona ewanê ku di wê da bi kûzayî û bi kundetî nimêj dikin, paqij bikin.
126Û di wê gavê da Îbrahîm ji Xudê lava kirîye, gotîye: “Xuda! Tû evê derê ji bona kesan ra bixe bajarekî wusa, ku bibe şûna ewletîyê û tu şûna rûniştîne wî ra, ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, ber û zêr û zewadne xweş bibe. (Xudê gotîye:) “Kîjan ji wan bibe file, îdî ezê ewî bi berxudarî hindik bidime jînandinê, paşê ezê ewî li bal şapata agir da stûxar bikim. Û şapata agirê çi qa sikê şûnan e.
127Û di wê gavê da Îbrahîm û Îsmaîl xîme xanî ji zemin bilind kirine, (aha) gotine: “Xudayê me! Tu evan kirinê me, ji me litê bike. Bi rastî tu bi xweber dibêhê û dizanî.”
128Xudayê me! Tu me herduka jî, bi gerînî ji wanê ku xwe hispartine te. Û tu ji ûrta me jî, komne, ku ji bona te ra xwe hispartine bi (afirînî û) bi gihinî û tu rê û biryarê perestîya me, bi me bide hînkirinê û tu nosîtemne me bibaxişîne. Birastî tu pir baxişgerê dilovin î.”
129Xudayê me! Tu di nava ûrta me da, ji wan, pêxemberan bişîne, ku ewan ji wan ûrtê me ra beratenê te bixûnin û ewan bi wan ûrtê me, xwendina pirtûk û zanîna retkokî hîn bikin û ewan ûrtê me ji sikatîyan paqij bikin. Bi rastî tu bi xweber jî servahatê bijejkeyî.
130Û bi rastî ji pêştirê wanê evsene tu kes ji ola Îb­rahîm, rû nafetilîne. Bi sond! Me (Îbrahîm) di cihanê da hêlbijartîye û Îbrahîm di dan û gavê para da jî ji aştîkaran e.
131Di gava Xudayê (Îb­rahîm,) ji bona wî ra gotîye: “Tu xwe hispere.” (Îbrahîm) gotîye: “Min xwe hispartîye Xudayê gerdûne”.
132Û Îb­rahîm eva şîreta hanê ji bona zarne xwe ra bi olitî şîret kiriye û Yaqûb jî şîret kirîye (û gotîye): “Gelî zarne min! Bi rastî Yezdan ji bona we ra eva ola hêlbijartîye. Îdî hûn jî hey bihispar û misilmanî bimirin.”
133Qey (gelî cihûyan!) di gava Yaqûb ketibû ber mirinê, hûn amede bûn? Di wê gavê da Yaqûb ji bona zarne xwe ra gotibû: “Gelî zarne min! Hûnê di pey min da ji bona çira perestî bikin?” Zaran ji bona Yaqûb ra gotine: “Emê ji bona Xudayê te û ji bona Xudayê bav û bapîrne te ra; Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq, ku Xudakî bi têne ye, perestî bikin. Û em bi xweber jî ji bona wî ra xwe hisparokin.”
134Evan (zarne Îbrahîm û Yaqûb) komne wusa nin bi rastî hatine û çûne. Ewan çiked kiri-bin, keda wan ji bona wan ra ne û hûn jî çiked bikin, keda we jî ji bona we ra ne û hûn ji kirine wan nayêne pirs kirinê.
135Ewan ji bona we ra gotinê: “Hûn bibne cihû û ya bibne mexînî, ku hûn werne rêya rast.” (Muhammed! Tu ji wan ra bêje:) “Gotina we nîne, lê em di ola Îbrahim e ku ji xaryê dûr e, rast danîn. Îbrahîm bi xweber jî qe ne bûye ji hevrî çêkeran.
136(Gava ewan wusa ji bona we ra bêjin) hûn jî bêjin: “Me bi Yezdan û bi wê pirtûk û bir-yarne li bal me da hatine hinartin bi wan biryarne li bal Îbrahîn û Îsmail û Îshaq û Yaqûb nevîne wan hatine hinartin û bi wan pirtûne, ku ji Mûsa û ji Îsa ra hatine û bi wan pirtûne û biryarne ku ji hemû pêxemberan ra, ji Xudeyê wan hatine, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu veqetandinê çê nakin û me bi xweber jî ji bona Yezdan ra xwe hispartîye.”
137Îdî heke ewanan wekî we ça bawer kirîye, bawer bikin, bi rastî ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe bidine bawerya bi vî awayî, bi rastî îdî ewan di dudilyê danin. Di hemberê wan da Yez­dan besî te ye. Yezdan bihîstekê pir zan e.
138(Hûn bibne peyrewê) rengê, ku Yezdan (ji bona we ra daye). gelo rengê (ola kê) ji rengê (ola) Yez­dan rindtire? Û em bi xweber jî hey ji bona Yezdan ra perestî dikin.
139Tu ji bona filan ra bêje: “Ka hûn ça di ola Yezdan da bi me ra tekoşîn dikin? Yezdan bi xweber jî Xudayê me herdu destan e, keda me ji bona me ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û em bi xweber ji bona Yezdan ra hey perestî dikin.”
140Qey hûn dibêjin: “Ku bi rastî Îbrahim û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîne wan, cihû ya jî mexînî ne?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Gelo hûn çêtir dizanin, ya jî Yezdan çêtir dizane? Û gelo ji wî kesê, ku Yezdan ji wî ra rastî dabe hîn kirinê, ewa jî rastîyê veşêre, cewrkartir kê heye?” Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê we bê agah nîne.
141Evan komek in hatine û çûne, keda wan ji bona wan ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û hûn ji wan kirinê, ku ewan dikin, nayêne pirs kirinê.
142Di nêzîk da ewan evsenene ji kesan wê bêjin: “Gelo berê wan (misilmanan) ji berdana wan e, ku berê da ewan berê xwe didane, çidaye fetilandinê?” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Rojhilat û rojava, herduk jî ji bona Yezdan ra ne. Yezdan ji kê ra bivê, ewî tîne rêya rast.
143Û her wusa me hûn xistine kemek e nîvwarî, ji bo ku hûn li ser kesan bibne (nemûş û) nihrevan û ji bo ku pêxember jî li ser we bibe (nemûş û) nihrevan û ji bo ku em evanê peyrewê te û ewanê ji peyrewîya te para da çûne, bi zanîn ji hev raqetînin, me ewa berdana te ye hêj berê da te (di perestîyê da) berê xwe didaye ji we ra xistîye berdan. Û eva berdana jî ji pêştirê ser wanê, ku Yezdan ewan anîne rêya rast çi qa li ser kesan mezine! Û Yezdan (bi van fermanan) bawerî (û perestîya) we wunda nake. Bi rastî Yezdan ji boma kesan ra dilsozê di-lovîn e.
144Bi sond! Em rûyê te (Muhemmed!) ku tu li ezmanan mêze dikî (ji bona niqandinan) dibînin. Îdî bi rastî emê berê te (Muhemmed!) bizivirîne li bal berdanek e wu­sa, ku tu bi wê berdanê qayil bibî. Îdî (Muhemmed!) tu rûyê xwe bi fetilîne bide alîyê mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram. Û hûn (gelî bawergeran!) li kur bi çi awayî dibin bibin (di perestîyê da) îdî hûn jî berê xwe bidine alîyê wê mizgevtê. Û bi rastî ewanê ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ewan dizanin, ku eva fermana mafekî rast e ji Xudayê wan hatîye. Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê wan bê guman nîne.
145Û heke (Muhemmed!) tu ji bona wanê pirtûk ji wan ra hatîye hemû beratan jî bînî, dîsa ewan nabine peyrewê berdana te û tu bi xweber jî nabî peyrewê berdana wan. Ewanan jî nabine peyrewê berdana hev. Û bi sond! Heke tu ji piştî, ku ji te ra zanîn hatîye bibî pey­rewê xweşîya wan, bi rastî îdî tu di wê gavê da dibî ji wanê cewrkar.
146Bi rastî ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewan (bi Muhemmed û bi pêxemberî-ya wî) nîyasin ça zarne xwe nas dikin; û bi rastî destekî ji wan hene mafê vedişêrin, ewan bi xweber jî bi mafîtîya wî dizanin.
147Îdî tu nebe ji wanê du dil; rastî ji Xudayê te ye.
148Û ji bona her yekê ra berdanek heye, ewa berê xwe dide wî alî. Îdî hûn (gelî bawerge-ran!) di qencîyan da bidine ber hev. Hûn li kur dibin bibin hey Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e.
149Û tu kengê li kude­rê derkebî rê, îdî tu berê xwe bide alîyê mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê. Û (eva fermana) bi ber dana alîyê miz­gevta (bi nav) Mescid el-Haramê rastîyek e ji Xudayê te ­ye. Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê we bê agah nîne.
150Û tu kengê li kuderê derkebî rê, îdî tu berê xwe bide alîyê mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê. Û hûn (gelî bawergeran!) kengê li kuderê bin, ji bo ku tu kes ji we ra rexne çê nekin. Îdî hûn jî berê xwe bidine alîyê wê mizfevtê, ji pêştirê wanê cewrkarêne ji wan (dexesan, şix-wa) tu kes (ji we ra rexnan çê nake). Îdî hûn ji wan netirsin û hûn ji min bitirsin, ku ez (ewan) qencîne min e, ku li ser we hene pêk bînim û hêvî heye ku hûn werne rêya rast.
151Loma me di nava we da ji we pêxemberekî (wusa) şandîye ji bo ku ewa (pêxembera) ji bona we ra beratenê me bixûne û we ji sikatîyan paqij bike û xwendina pirtûk û zanînê retkokî hînê we bike Û ewa (pêxembera) zanîna wan tiştne, qe we di berê da pê nizanbûye hînê we bike.
152Îdî hûn min (bi perestî) bîra xwe bînin, ku ez jî ji bona we ra (baxişandinê) bîra xwe bî­nim û hûn sipazîya min bikin û hûn nankorya min nekin.
153Gelî bawergeran! hûn bi hewandin û bi nimêj kirinê (ji Yezdan) arîkarî bixwazin. Bi rastî Yezdan bi hew keranrane.
154Û hûn ji bona wan kesne di rêya Yezdan da hatine kuştin, nebejin: “Ewan mirîne.” Na, ewan ne mirî ne lê ewan dijîn haya we (bi jîna) wan tune ye.
155Û (gelî bawergeran!) bi rastî emê we bi hinekî ji tirs û birçîbûnê û bi kemasîya di mal û can û beran da biceribînin. Û (Muhemmed!) tu mizgînê bide hewkeran.
156Ewanê di gava bi wan da aşîtek hatibe, (aha) gotine: “Bi rastî em bendenê Yezdan in û bi rastî emê li bal Yezdan da bizivirin hene! hewker ew in.
157(Ewanê) ku ji bona wan ra ji Xudayê wan baxişandin û dilovînî heye, evan in û (ewanê) hatine rêya rast jî evan in.
158Bi rastî “Sefa û “Merve” herduk jî ji nişanê Yez­dan in. Îdî kîjan li dora xanîyê (Kabe) bigere û ya jî senedana (bi nav) Umre bike, tu zîyan li ser wî tune ye, ku ewa di nîveka wan herdu girikanda jî bigere. Û kîjan ji ber xwe qencîyekî bike bira (bizane, bi rastî Yezdan hember ya qenciya wî) dide wî. Îdî bi rastî Yezdan sipazkarê pir zan e.
159Bi rastî ewanê ku ji piştî me ewan (biryarne xwene ji salixê rêya rast e) me bi huzwartî hinartîye, ji piştî me ewan (biryaran) di pirtûkê da ji bona merivan ra daye vekirinê, vedişê-rin, hene! Yezdan ewanan ji dilovanîya xwe didehirîne û ewanê, ku hatine dehrandinê jî evanan dideherînin.
160Ji pêştirê wanê, ku (ji kirinê xwe) poşman bûne û aştî kirine û tiştne veşartî, derxistine derva. Îdî ez jî evan dibaxişînim. Û bi rastî ez bi xweber pir baxişkarê dilovîn im.
161Bi rastî ewanê, ku bûne file û di ga­va mirin e, bi filetî jî mirin e, hene! Evan in, ku deherandina Yezdan û firiştan û merivan bi hemûtî li ser wan in.
162Ewanan di deherandinê da her dimînin. Şapat liwan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê jî (ku şapata wan para bikebe).
163Û (gelî bawergeran!) Xudayê we Yezdanekî bi têne ye, ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewa ye dilovanê dilovîn.
164Bi rastî di afirandina ezman û zemîn da û di newek hevbûna şev û royan da û di ki-şandina wan kelekne, ku di deryayê da bi barê xwe va bi wan tiştne ku havilin ji bona merivan ra, di gera wan da û di wê ava ku Yezdan ji ezmanan hinartîye. Îdî yezdan bi wê avê zemîn ji piştî mirina wî zinde kirîye da û di belav kirina Yezdan, ya hemû candaran di zemîn da û di hatina bayê da û di wî ewrê amedeyê di nîveka ezman û ze­mîn da ku li hev dizivirin, beratenê (hêca ji bona hebûna afirandokê wan) ji bona komalekî (ku bi ponijandin hiş hildidin) heye.
165Û (bi vî ra jî) hinek meriv hene, ku ji pêştirê Yez­danê (babetê perestîyê) ji xwe ra hinek manendan digirin (ji wan ra perestî dikin) ça ji Yezdan hez dikin wusa jî ji wan manendan hez dikin. Ewanê bawer kirine hene! Ewan pir ji Yezdan hez dikin. Xwezîka ewanê ku li xwe cewrkirine di gava şapatê dibînin, bi zanîyan ku bi rastî hemû hez ji bona Yezdan ra ne! Û Yez­dan bi xweber jî bi rastî zor şapat e.
166Di gava ewan şapa­tê dibînin, bi rastî ewanê peyrewî ji wanê pêşrewne xwe para da diçin û di nava wan bi xweber da jî bendê gêrêdanê pizirîye.
167Û ewanê peyrew he­ne! (Aha) gotine: “Heke careke dinê jî ji bona me ra hatina (cihanê hebe) îdî emê ji wan peşrewanan xwe bişon, ça ewan dest ji me berdabûn e. Bi vî awayî Yezdan kirinê wan bi wan dide dîtinê, ji bo ku ji wan ra bibe kovan. Ewan ji agir jî der-nakebin.
168Gelî kesan! Hûn ji wan tiştne di ze­mîn da heyî bi duristî û bi paqijî bixun, Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xûya ye.
169Pelîd hey fermane we bi kirina sikatîyan û bê fedî û maştûqiyan dike (û pelîd fermana we dike) ku hûn tişta pê nizanin, di mafê Yezdan da bêjin.
170Û di gava ji bona wan ra hatîye gotinê: “Hûn bibine peyrewê wan biryarne ku Yez­dan hinartine.” Ewan gotine: “Na, em nabine peyrewê wan, lê ewan tiştne, ku bav û kalê me hogirî daye wan emê hey bibne peyrewê wan. Ere! Lê heke bav û kalê wan qe hişê wan negi-hîje tu tiştî û di rêya rast da nebin jî, ewanê dîsa bibine peyrewê hogirîya wan?
171Û hecwekîya wanê file hene! Wekî hecwekîya wî şivanê tarişan, ku di gava qîrê tarişan dike, tariş ji pêştirê deng tu tiştî ji wî şivanî nabihê (evan filan jî ji pêxemberan hey deng dibêhên tu arşan, ji gazî kirina wan nabihên. Ewan filan) ker in û lal in û kor in, îdî ewan (ji gazî kirina pêxemberan) tu hişî hilnadin.
172Geli bawergeran! Hûn ji qencê wan rozîne me dane we bixun û hûn ji bona Yezdan ra sipazî bikin, heke hûn bi rastî ji bona Yez­dan ra perestî dikin.
173Bi rastî ji bona we ra hey mirar û xûn û goştê berazan û goştê wan tarişne, ku ne ji bona qayîl bona Yez­dan hatine ser jêkirinê, ne durist in. Îdî heke yek bêçar bibe ji bona xwarina wan ra; heke ji wan xwarinek e (wusa nîvwarî) ne jî û ne mirî bixun ji bo xwarina ji wan tu guneh li ser wî tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
174Bi rastî ewanê, ku beratenê Yezdan ji pirtûkê hinartinê vedişêrin, ji bo ku ewan (beratenê di pirtûkê da) bi perekî hindik bifiroşin, hene! Evanan zikê xwe hey bi agir tijî kirine. (Ewan tiştne ku ewan bi beratan kirine, xurina ewa agir e). Di roya rabûna hemûtî da Yezdan bi wan ra napeyîve û ewan ji gunehan paqij nake. Ji bona wan bi xweber jî şapatek e dilsoz heye.
175Ewanê rêya rast bi rêya xar û baxişandin bi şapatê kirîne, hene! Evan bi xweber in. Îdî gelo ewan li ser agir ça hew dikin?
176Ji bo, ku Yezdan bi mafî pirtûk hinartibû, ewan (bawer ne dikir eva şapat bi wan da ha­tîye). Ewanê di pirtûkê da ne wekhevbûn e hene! Bi rastî ewan di ne wekhevbûnek e dûr danin.
177Bi rastî berdana we ye ku hûn berê xwe didine alîyê rojhilat û rojava ji qencîyan nîne, lê qencîya rast (qencîya wî kesê) ku ewa bi Yezdan û bi dan û gavê para da û bi firiştan û bi pirtûkan û bi pêxemberan bawer kirîye û (qenciya wî kesê) ji bona hez kirina (Yezdan) mal, ji bona pismam û sêwîyan û xezanan û rêwîyên rêyan û xwustevanan û ji bona azadîya bende û zebûnan, dabe. Û (qencîya wî kesê) nimêj kiribe û baca malê xwe da­be û (qencîya wan kesne) di gava peyman ji bona hev ra dabin, peymana xwe pêk tînin, Û (gencîya wî kesê) di tirs û tengayî û di gava tirsê da jî hew hewdanok in. Evanê bi van salixan in, rast in û evan bi xweber in hey Yezdan parisî dikin.
178Gelî bawergeran! Tûl hildan di kuştinê da, li ser we bi vê nevê bûye. (Kuştin hemberîye; kîjan meriv ku merivekî bikuje, ewa kujraw jî tê kuştinê). Merivê azad bi azadekî mayî û merivekî bende bi bendekî mayî û jinek bi jinek e maî bihemberîne. Û heke kujraw ji alîye bira (û xwayîn e) kuştî da hate baxişandinê, îdî (divê ku kujraw) bibne peyrewê (xwûyê ku di nava wan da heyî) û ji bona (mîrat xurne kuştî ra xûnê) bidin. Eva (baxişandin û xûndana) bi vî awayî (ji bona we ra) ji Xudayê we sivikatî û dilovanîyek e (daye we). Îdî ji piştê (van biryaran) kîjan (evan biryaran rake û disa ne yartî bike) ji bona wî ra şapatek e dilsoz heye.
179Gelî xweyê hişan! Ji bona we ra di vê tûl hildanê da jîn heye. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parizî bikin.
180(Gelî merivan!) Di gava yek ji we amedeyê mirinê bibe; heke (ewî) li pey xwe malek hîştibe, bi vê nevê ye, ku ewa meriva ji bona da û bav û pismamne xwe ji wî malî şiretê bi qencîyan bike. (Evan şîretan) li ser (Xuda) parisan mafek e.
181Îdî kîjan ewan (şîretan) ji piştî bihîstînê biguhure, gunehê şîret guhurandinê li ser ewê ku şîretan diguhure ye. Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zan e.
182Îdî kê ji şîretvanê bitirse, ku şîret­vanê di şîretne xwe da bixelite û ya jî gunehkar be; îdî bira di nava wan (mîrat xuran û şîretvanan da) aştî bike, tu gunehkarî ji bona (aştîvanê) tune ye. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
183Gelî bawergeran! Rojî li ser we bi ­vê nevê hatîye nivîsandinê, ça li ser wan merivne berya we da jî bi vê nevê hatîye nivîsandinê. Bi rastî dibe ku hûn (Xuda) parisî bikin.
184(Ewa rone rojî girtinê) rone bi hijmar in, îdî kîjan ji we di wan ronê rojî girtinê da nexwaş be û ya jî rêwîyê rêyan be bira wekî hijmara wan rojîyê borî di royê mayî da rojî bigire. Û ewanê ku hêza wan tune ye (ji bona rojî girtinê) hene! Ji ber her royekî rojîyê da li ser wan xurek (dana) belengazekî bi vê nevê heye. Îdî kîjan ji bona qencîyan xurek pir bide, şixwa ji bona wî ra çêtir e. Û heke hûn bizanin şix­wa rojî girtin ji bona we ra qenctir e.
185Di wê meha rojîyê danê, ku ewa Qur’ana ji bona merivan bi beledî (pûç û rastîyê ji hev derdixe) ha­tîye hinartinê. Îdî kijan ji we bigihêje wê mehê bira di wê (mehê da) rojî bigire; û kî­jan ne xweş be, ya jî rêwîyê rêyan be bira wekî hijmara wan rojînê xwerî, di royê mayî da rojî bigire. Ji bo ku hûn hijmara rojîyan hemû pêk bînin û ji bo ku hûn bi payan Yezdan ji gote gotan paqij bikin, Yezdan ji bona we ra firetî di vê ji bona we ra tengasî navê. Ji ber ku ewî hûn anîne rêya rast, bi rastî dibe ku hûn sipazîya wî bikin.
186Û di gava bendene min pirsa min ji te kirin, (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ez li bal wan da nezîk im.” Gava yek gazî min bike, ezê pisyara wî bidim. Îdî bira ewan jî ji bona min ra pisyar bidin û bira ewan bi min bawer bikin. Bi rastî heke ewan (aha) bikin, dibe ku ewan di rêya rast da herin.
187Ji bona we ra di şewê meha rojîyê da çûna we li bal (nivîna) jina we, durist bûye, ewan jinan ji bona we ra kinc in, ça hûn jî ji bona wan jinan ra kinc in. (Hûn ji hev ra kinc in, ji ber ku hûn hev ji sikariyan diparisînin). Yezdan dizanîya ku hûn bi xwe nikarin ji ber vî qasî Yezdan hûn baxişandin û poşmanîya we ji gunehan litê kirîye. Îdî di naha da hûn dikarin herne nivîna wan jinne xwe (di şevê meha rojîyê da) û hûn ji Yezdan ewa tişta, ku Yezdan ji bona we ra bi pîvayî nivîsîye bixwazin. Û hûn heya tayê sipî ji tayê reş (ku jê ra segura sibê dibêjin) ji bona we ra diyar be bixun û vexun û hûn ji piştî vî danî, rojîya xwe heya şevê pêk bînin. Û heke hûn di mizgevtan da ji bona perestîyê rawestîyabin, îdî hûn neçine nivîna wan jinan. (Di meha rojîye da, nemaze di dehê rojîyê para da di mizgev­tan da bi rojî meriv rûtênin, perestî dikin). Evanan biryarne Yezdan in, îdî hûn nêzîkê wan nebin. Bi vî awayî Yezdan biryarne xwe ji bona merivan ra vedike. Bi rastî dibe ku ewan merivan parisî bikin.
188Û hûn (gelî kesan!) malê hev di nava hev da bi sedemne pûç nexun û hûn bi zanîn malê hevdu nevêjine bal berewanan, ku ewan berewanan jî bi gunehkarî hinekî ma­lê kesan bixun (hûn malê hevdu bi bertîl nedine xwerinê).
189(Muhemmed!) Ewan ji te hîvan di pir­sin. (Tu ji bona wan ra) bêje: “Ewan hîvan ku nû dibin, ji bona meriv û hec kirinê, danin (me­riv danê xwe û danê hecê bi wan hîvan dizanin). Û ji qencîyan nîne, ku hûn di pişta xanîyan da herne xanîyan û lê xudaparisîya kesan ji qencî-yan e û hûn di derê xanîyan da herne xanîyan û hûn Yezdan parisî bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
190Û hûn (gelî bawergeran!) Bi wanê ku bi we re qirînê dikin, di rêya Yezdan da bi wan ra qirînê bikin û hûn bi cewrkarî pêş va neçin. Bi rastî Yezdan ji wanê, ku bi cewrkarî pêş va di çin hez nake.
191Û hûn (gelî misilmanan!) li kêderê, bi çi awayî rastê wan (qirînkerne, ku bi we ra qirîn dikin) hatin, bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan (qirînkarne, qureyşîyan) ji wî cîyê (Mekke) ku ewan hûn ji wura derxistibûn, derxin; bi rastî tevdanî ji kuştinê zortir e. Û hûn (geli misilmanan!) li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram da, bi wan (filan ra) qirînê nekin, heya ku ewan di wura da bi we ra qirînê nekin. Îdî heke ewan di wura da bi we ra qirîn bikin, hûn jî di wura da bi wan ra qirîn bikin. Celata filan ahan e.
192Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin, hûn ewan bibaxişînin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
193Û hûn (gelî misilmanan!) heya tu tevdanî nemîne û heya ol jî ji bona Yezdan ra bi tenê bimîne, bi wan (filan ra) qirînê bikin. Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin hûn ewan bibaxişînin. Neyartî hey ji bona wanê cewrkar e.
194Mehne bi rûmet hemberîne. (Heke ewan di wan mehan da bi we ra qirînê bikin, hûn jî di wan mehan da bi wan ra qirînê bikin.) Şixwa rûmetdarî bi hemberîye. Îdî heke yekê êriş anî ser we hûn jî wekî êrişa wî êriş bikin û hûn Yezdan parisî bikin, hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi wanê yez­danparis ra ne.
195Û hûn di rêya Yezdan da, ji bona hewcan ra xwarin û xwakirina bidin, hûn bi destê xwe, xwe nevêjine taşqelê û hûn qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike.
196Û hûn (gelî misilmanan!) ji bona Yezdan, hec û umra xwe pêk bînin. Îdî heke hûn hatine para xistine, ji bona we ra ji tarişê heyranê kîjan hêsayî be, hûn ewê bi şîne şûna heyran jê kirinan û hûn serê xwe kur nekin heya heyran negêhêjne şûna heyran jê kirinan. Heke ji we yek nexwaş be û ya jî di serê wî de cefadan hebe (keçeli, ya birîndarî). Li ser wî, di şûna ser kurkirinê da, hemberî ji van hersêkan yek heye; rojî girtin, ya jî ji bona hewcan ra mal dayîn û ya jî heyran jê kirin. Îdî he­ke hûn ewlebûn, kîjan kesê, ku bivê di gava hecê da umre jî pêk bîne (kîjan heyran ji tarişan ji bona wî ra hêsayî be) bira ewî jê bike. Îdî ewanê ku nikarin (heyranan jê bikin) ya jî gorî bi destê wan neket, dive ku ewan sê royan rojî, di gavê hecê da û heft royan jî gava hûn para da hatine mala xwe bigirin. Deh royê pêkhatî eva ye. Evan biryaran ji bona wan kesne, ku mala wan di bajarê mizgevta (bi nav) Mesdd el-Heramê da nebe, heye. Û hûn parisaya Yezdan bikin, hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e.
197Hec, mehne diyar û zanene, îdî kîjan di wan mehan da ketibe hecê (yanî îhram hilgirtibe) bira bizane! Di hecê da çûna bal nivîna jinan û sikatî û dujmîndayîn û tekoşîn tune ye. Hûn ji qencîyan çi bikin, Yezdan bi wê qencîyê dizane. Û hûn ji xwe ra rozinan bikin, îdî bi rastî rozina qenc, parisîya Yezdan e. Û gelî xwêyî hişan! Hûn parisîya min bikin.
198Ji ber ku we ji aborya Xudayê xwe, berxwudarî di danê hecê da dixwast, tu sikatî li ser we tune ye (di danê hecê de hûn dikarin, kirîn û fırotinê bikin), îdî di gava hûn ji şûnwarê bi nav (Erefat) ê rabûn, ber bi muzdelîfê herîkin hatin, hûn li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê bi perestî Yezdan bîra xwe bînin. Û hûn Yez­dan bi perestî bira xwe bînin, wekî ewî ça hûn anîne rêya rast. Hûn di berya naha da hêj ji wanê rê wunda û rê wundanok bûne.
199Paşê hûn jî di wan cîne, ku meriv têda bi hev ra diçin, bi hev ra herin. Hûn ji Yezdan baxişandina gunehne xwe bixwazin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
200Îdî di gava, ku we perestîya heca xwe pêk anî, hûn Yezdan bi perestî bîra xwe bînin wekî ku hûn ça bavê xwe bîra xwe tînin. Hêj ji bîranina bavê xwe pirtir jî Yezdan bi perestî bîra xwe bînin. Îdî hinek ji merivan hene (aha) daxwazî dikin: “Xudayê me! Tu di cihanê da ji bona me ra (qencîyan) bide.” Û ji bona wî ra di dan û gavê para da tu par tune ye.
201Û hinek ji merivan hene jî (aha) dax­wazî dikin, dibêjin: “Xudayê me! Tu ji bona me ra di cihanê da û di dan û gavê para da ji qencîyan bide û tu me ji şapata agir biparisîne.
202Îdî ewanê, ku ji bona wan ra ji keda ku ewa kirîye par heye, evanan in. Yezdan bi xweber jî (kirinan) zû dihijmire.
203Û hûn di rone hijmarî da Yezdan bi perestî bîra xwe bînin (Ellahu ekber bejin) îdî (ji bona wanê ku xudaparisî dikin) heke ewan perestîne xwene (Mina) ê di durûyan da pêk bînin ya jî di durûyan da pêk neynin para dikebin, tu gunehkarî tune ye. Û hûn parisîya Yezdan bikin, hûn bizanin bi rastî hûnê hemûşk jî li bal Yezdan da bicivin.
204Ji merivan hinek hene! Ku mijûlya wî di jîna vê cihanê de te sodret dike, ewa Yezdan ji bona tiş­ta dilê xwe da dixe şahid (ku rastbêj e). Lê ewa bi xweber jî dijwarê ne yaran e.
205Û di gava ku ewa dibe (serokê merivan) ji bona ku di zemîn da tevdanî derxe ku çan dinî û ûrtan hemûşkan teşqele bike, li bal heval û piştevanne xwe ra diçe. Yezdan bi xweber jî ji tevdanokan hez nake.
206Di gava ji bona wî ra bê gotinê: “Tu Yezdan parisî bike (dest ji van xebatan berde.)” Quretî bi wî digire, hêj ji bona wan xebatan pêşvatir diçe. Îdî ji bona wî ra doj bes e û doj jî çi qa şûnek e sike!
207Û hinek ji merivan jî hene, ku canê xwe di rêya Yezdan da difiroşe (xwe dide kuştinê) ji bo ku qayîlbûna Yezdan bikire. Bi rastî Yezdan bi xweber jî ji bona bendenê xwe ra henûn e.
208Gelî bawergeran! Hûn bi hemûtî bikebine ola bi nav Îslamê (ya jî bi hemûtî bi aştî bijîn, li hev werin.) Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xwûya ye.
209(Gelî bawergeran!) Heke hûn ji piştî, ku ewan biryarne huzwartî ji we ra hatibe bişimitên, îdî hûn bizanin! Bi rastî Yezdan servahetê bijejke ye.
210Qey ewan hêvî ne, ku Yezdan bi tevê firiştan va di nava sîne ji ewran da (bi ser wan da şapatan) bî­nin û paşîya bûyera wan pêk hatibe, guman dikin? Hemû bûyer hey li bal Yezdan da dizivirin.
211(Muhemmed!) tu ji zarne cihûyan bipirse; ka me ji bona wan ra çi qa beratenê daveker daye? Û kê qencîne Yezdan ji piştî ku ji wî ra hatibe, biguhure, bira bizane! Bi rastî Yezdan zor şapat e.
212Jîna cihanê ji bona wanê file hatîye xemlandinê û ewanê file bi wanê bawer kirine tinazan dikin. Di roya rabûna hemû da jî ewanê Xuda parisî dikin, li sitû wanê file da nin. Yezdan ji bona evînê xwe ra bê hijmar rozînan dide.
213Di cara yekem da hemûşk meriv komeke bi tenê bûne, Yezdan li bal wan da bi mizgînvanî û bi tirs darokî pêxember şandine û (Yezdan) bi wan (pêxemberan ra) pirtûk bi mafî hinartîye, ji bo ku ewan (pêxemberan) bi wan (pirtûkan) di nava (merivan da) di wan tiştne ku (meriv) têda ne wek hev bûne, berewanî bikin. Ji pêştirê wan kesne ku ji wan ra berate hatine, paşê ewan di (ramanê xwe da) ji dexesîya di nava wan da heyî ne wek hev bûne, tu kesî (di wan biryaran da) ne wekhevbûnî nekirine. Îdî Yezdan ewanê, ku bawer kirine bi dustûra xwe ewan ji ne wekhevbûna wanan, kîjan rêya rast e li bal wî da anîye. Bi rastî Yezdan evînê xwe li bal rêya rast da tîne.
214Qey (gelî koma Mu­hemmed!) hûn guman dikin, ku hûn herne bihiştê, wekî wan cefane, ku bi serê wan komne berya we da hatibû, bi serê we da neyê? (Cefa danne wusa hatibû serê wan) ji tirs û tengasî û zemîn hejî, ewanê bawer kiribûn bi tevê pêxemberê xwe va aha lava di kiribûne: “Gelo îdî arîkarya Yezdan ji bona me ra we kengê be?” Hûn bizanin! Bi rastî arîkarya Yezdan nêzîk e.
215(Muhemmed!) ewan ji te dipirsin: “Ka ewanê di rêya Xuda da çi bidin?” Tu ji bona wan ra bêje: “Hûn ji qencîyan çi bikin, îdî ewa qencîya ji bona da û bav û pismam û sêwîyan û belengaz û rêwîne rêyan bikin.” Hûn çi qa qencîyekî bikin, şixwa Yezdan bi wî dizane.
216Qirîn li ser we bi vê nevê hatîye nivîsandinê û qirîn kirin bi xweber jî ji bona we ra miçîzî tê. Guman e, ku tişta hûn jê mîçîzê xwe tînin, ewa ji bona we ra qencî be û guman e, tişta ku hûn jê hez kin, ewa bi xweber jî ji bona we ra qencî nebe. Û Yezdan dizane, hûn bi xwber pê nizanin.
217(Muhemmed!) Ewan ji te qirîna di wan mehne, ku qirîn di wan da qedexe ne, dipirsin. Tu ji wan ra bêje: “Bi rastî di wan mehan da qirîn pir gunehekî mezin e, lê fetilandina (berê merivan) ji rêya Yezdan û filetîya bi Yezdan û para dana merivan ji mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê û derxistina komalê wî (bajarî) ji wura, li bal Yez­dan bi gunehî hêj ji qirîna di wan da meztir e û bi rastî şey­tanî û tevdanî, ji kuştinê mez­tir e. Heke ewan (filan) bikaribin haya ku ewan we ji ola we nezivirînin wê bi we ra qirînê bikin, û ji we kîjan ji ola xwe derkebe dîsa bibe file, îdî paşê ewa bi filetî jî miribe, evan in ku keda wanê di cihanê da kirî, di cihan û di dan û gavê para da jî şewîtîye. Û hevrînê agir, evan in evan bi xweber jî di agir da hey dimînin.
218Bi rastî ewanê bawer kirine û di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç kirine derketine û ji bona qayîlbûna di rêya Yezdan da tekoşîn dikin hene! Ewanê dilovanîya Yez­dan guman dikin evan in. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
219(Muhemmed!) Ewan ji te ra durist bûn û qedexenê mey û xumarê dipirsin. Tu (ji bona wan ra) bêje: “Di wan herdukan da jî ji bona merivan gunehne mezin û kêrhatin hene. Lê gunehne wan herdukan jî ji kêrhatina wan herdukan meztir e.” Ewan ji te dipirsin: “Ka ewanê ji bona hewcan ra çi bidin?” Tu ji bona wan ra bêje: “Baxişandin (yanî malê ji ber hewcene we mane ya jî malê durist û paqij bidine wan)”. Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra beratenê xwe vedike. Bi rastî dibe ku hûn di beratenê Xuda da ramanî bikin.
220Ka Yezdan di cihan û di dan û gavê para da çi armanc kirîye? Ewan ji te mafê sêwîyan dipirsin. Tu (ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn ji bona wan ra bi aştî (malê wanji wan ra bihêvîşînin) çêtir e û heke hûn tevê wan bibin (malê wan tevê malê xwe bikin, bi hev ra di cîyekî da bijîn) şixwa îdi ewan sêwîyan biranê we ne (bi hev ra bijîn). Û Yezdan bi xweber jî bi tevdanok û bi aştîkaran dizane. Û heke Yezdan biva wê hûn bixistina tengasî û cefadanê. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
221Û hûn bi wan jinne hevrî çêker ra heya ewan bawer nekin, kevîn nebin. Bi rastî jinek e bawergerê bende, ji wê jinika hevrî çêker qenctir e, çi qa bedewî û zarewayê wê jinika hevrî çêker xweşa we he­re û we sodret bike jî. Û hûn jinê bawerger, bi mêrne hevrî çêker ra kevîn nekin heya ewan mêran bawer nekin. Û bi rastî bendeki bawerger ji wî mêrikê hevrî çêker qenctir e çi qa bedewî û zarê wî (zar şîrînîya wî û maldarya wî) xweşa wê here û wê sodret jî bike. Evan hevrî çêkeran we gazî li bal agir da dikin û Yez­dan bi xweber ji we bi dustûra xwe gazî li bal behişt û baxişandinê dike û ji bona merivan jî beratenê xwe vedike. Bi rastî hêvî heye, ku ewan ji wan beratan bi ramanî hiş hildin.
222Û (Muhemmed!) Ewan ji te kirasê jinan dipirsin, tu (ji bona wan ra) bêje: “Ewa kirasê jinan cefakî bi qirêje, îdî hûn di kirasan da dûrê jinan bikebin, heya ku ewan jinan ji kirasan paqij bibin. Gava ewan jinan ji kirasan paqij bûn, îdî Yezdan ça, di kur da fermana we, ji bona nivîna wan kiribe, hûn jî wusa herne bal wan. Bi rastî Yezdan ji wanê, ku ji sikatine xwe poşman dibin û ji wanê paqij, hez dike.
223Jinne we, ji bona we ra zevînin; îdî hûn ça hez dikin, wusa herne zevînê xwe û hûn ji bona xwe ra hêj di berê da hêza xwe amade bikin û hûn Yezdan parizî bikin û hûn bizanin! Ku bi rastî hûnê herin rastê Yezdan bên. Tu (evê) bi mizginî ji bona bawergeran ra (bêje).
224Û hûn (gelîb awergeran!) ji bo ku hûn ewanê di hemberê xwe da, bi xwe bidne bawer kirinê û ji bona parisîya xwe ji gunehan û ji bo ku hûn di nava merivan da aştî dikin (ewan bi xwe bidne ba­wer kirinê) Yezdan nexne armanc di sondne xwe da. Şixwa Yezdan dibêhê û dizane.
225Yezdan we di wan sondne we ne, ku hûn têda dixelitin gunehkar nake, lêYezdan we bi wan kedne, ku dilê we dike we gunehkar dike. Yezdan bi xweber jî baxişkarê muahîm e.
226Ji bona wan mêrne, ku sond dixun neçine nivîna jinê xwe, heya çar mehan danê hêvî mabûnê heye, heke ewan mêran di wî danî da dîsa çûne nivîna wan jinne xwe, îdî bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
227Û heke (ewan mêrne sond xwar) hey berdana wan jinan van, îdî bira bizanin! Ku bi rastî Yezdan dibêhê û dizane.
228Û ewan jinne hatine berdanê hene! Heya sê kirasan, bi xweber xwe ji mêr kirinê digirin. Heke ewan jinan bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, ne durist e ji bona wan ra, ku ewan, ewa tişta Yezdan di zikê wan da afêrandîye veşêrin (yanî zara di zikê xwe da veşêrin, bejin: “Em bi zar nînin”). He­ke ewan hevhatinî bivên, di wê gavê da (yanî di wî danê jinik xwe ji mêr kirinê dide para da, merivne aştîkar bikebine nîveka wan, ewan li hev bînin) mêrê wan, ji bona wan jinan ra çêtir e, ku ewan ji­nan dîsa hildne binê kevîn bûne xwe da û ji bona jinan ra mafê wan, wekî xûyê (adetê) jinê wan dera pêşk û xebat he­ye (ewan jinan di kar û xebatan da wekî hev in). Û ji bona mêran ra li ser jinan payek heye. Û Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye.
229Berdana jinan du cure ne; îdî di wî danê xwe girtî da, ya ewan jinan bi qencî dîsa hildne bine kevîn kirina xwe, ya jî bi wan qencî bikin ewan berdin. Ji bona we mêran ra durist nîne, ku hûn tiştekî ji mara wan jinan, ku we daye wana, para da bigirin, xêncî heke herduk tirsîyan, ku ewan herduk jî (mêr û jin) di nava xwe da biryarne Yezdan pêk naynin. Heke hûn tirsîyan, ku ewan herduk biryarne Yezdan e, ku di nava wan da heyî pêk naynin, îdî tu zîyan li ser wan herdukan jî tune ye, ku jinik ji bona berdana xwe hinekî ji mara xwe, ji bona mêrik ra bibaxişîne. Evan (biryarne di nava mêr û jinan da hatine bi cî danê) biryarne Yezdan in. Îdî hûn ji wan biryaran neborin û kîjan ji biryarne Yezdan bibore, bi rastî îdî cewrkar hey evên bi xweber in.
230Îdî heke ji piştî (kevîn kirina cara duduyan) mêrik dîsa jinik berda, ji bona wî mêrikî ra dîsa kevînbûna bi wê jinikê ra ne durist e, heya ewa jinika bi mêrikî mayî ra kevîn nebe. Îdî ji piştî ku ewî mêrê mayî jî ewa jinika berda, tu zîyan ji bona wî mêrikê cara yekem û jinika berdayî ra tune ye, ku dîsa bi hev ra kevîn bibin. Heke ewan herduk jî (jinik û mêrik) goman bikin, ku wê ewan bir­yarne Yezdan e (di nava mêr û jinan da danîye) pêk bînin. Yez­dan evan biryaran, ji bona komalê zana ra vedike.
231Di gava ku hûn jinan berdin, îdî ewan jinan jî gehîştine dawîya dacê hêvî mayînê, hûn îdî di wê gavê da ya ewan bi xweşî bigirin(bi wan ra dîsa kevîn bibin) ya jî ewan bi qencî berdin, ji bo ku hûn li wan cewrê bikin, hûn ewan jinan (di mala wan da) negirin (ewan jinan negirin, bira ewan bi xweşî herin bigîhêjne armanca xwe). Kîjan ewan jinan xwurî ji bona cewr kirinê bigire, bi sond! Ewî îdî li xwe cewr kirîye. Hûn biryarne Yezdan bi tinazî negirin û hûn qencîne Yezdan ne, ku li ser we hene bîra xwe bînin. (Û ewan qencîne Yezdan) ku pirtûk û zanîna retkokî li ser we da hinartîye, bi wan li we şîretan dike (bixne sere xwe). Hûn Yezdan parisî bikin û hûn bizanin! Bi rastî Yez­dan bi hemû tiştan dizane.
232Û di gava, ku hûn jinan berdin, îdî heke mêrne wan van, dîsa ewan jinne xwe hildine binê kevînîya xwe, di gava ku ewan herdukan jî (mêrê berdanok û jina berdayî) bi kevîn kirine qayîl bibin, hûn (gelî serkarne jinan!) ewan jinan ji kevîn kirina bi wan mêran ra nedine para danê. Bi van (biryaran Yez­dan) ewan merivne ji we ne, ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, şîretan hildidin. (Evan biryarne) hanê heke hûn wusa pêk bînin, ji bona we ra temîz û paqijtir e. Û Yezdan dizane (ku evan bir­yaran ji bona we ra çêtir e) lê hûn bi xweber jî nizanin.
233Dayîk; heke bavê zaran bivê, ji bona zara xwe ra du salan bi hemûtî bi vê nevê şîr dide, xwarin û xweyî kirina wan jinan wekî adetê wan deran, li ser bavê wan zara ne. (Ewa jinika hatîye berdanê, heke za­ra wê hebe, divê ku ewa jinika şîr bide wê zarokû heya du salan, heke bavê wê zarokê bivê; wê gavê, xwarin û xweyî kirina wê jinikê li ser bavê zarokê ye). Her yek dikare wekî burha xwe xwarin û xweyî kirina bide, qe tu kes ji burha xwe pirtir nade. Dayîk; bi zaroka xwe nayê zîyan kirinê û bavê wê zarokê jî bi wê zaroka xwe, nayê zîyan dayînê û li ser mîrat xurn wan jî evan mafan hene. Îdî heke ewan da û bavan, herduk jî qayîl bûn, ku ewê zarokê şîre vekin, tu zî­yan li ser herduka jî tune ye. Û heke hûn bivên, ku hûn zarne xwe,bi wan jinne mayî bidne şîr dayînê, heke hûn we­kî adetê wan deran bi wan jinan ra qencîyan bikin (xwa­rin, xweyî kirina wan bidin) tu zîyan ji bona we ra tune ye. Hûn Yezdan parisî bikin û hûn bizanin jî ku Yezdan bi rastî tişta hûn dikin dibîne.
234Û ewan mêrne ji we ne, ku dimirin, li pey xwe da jinan dihêlin, evan jinne (mêr mirî hene!) wê bi xweber heya çar mehan û deh royan ji mêr kirinê xwe para da bigirin (yanî ewan jinne, ku mêrê wan mirine, ewan jinan bi xweber wê xwe ji merkirin û ji xemlandinê heya çar mehan û deh royan bigirin, naçine mêr. Di vî dana hêvîtî da, ji bona mêr kirinê qe tu tiştî nakin). Îdî gava ewan jinan, gehîjtine dawîya danê hêvî mayîyê, ewan jinan ji bona qencîya bi xwe ra, çi ji xwe ra bikin (ji xemilandin û mêrkirinê wekî adetê wan deran) li ser we tu zîyan tune ye. Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e.
235Û tu zîyan ji bona we mêran ra tune ye, ku hûn, li ber wan jinne dawîya danê wanê hê­vî mayî hatibe bavêjin; ji bona ku hûn bi wan ra kevîn bibin, ya jî ku hûn kevîn bûna, bi wan ra di dilê xwe da veşerin (hûn di dilê xwe da bi sêwirînin; heke paşya danê hêvî mayîya wan were, emê bi wan ra kevîn bibin). Yez­dan dizanîya ku hûnê bi rastî ji wan ra di nêzîk da bêjin: “(Ka hûn bi me ra kevîn nabin?) Lê hûn bi wan jinan ra, di dizîka da peymanne qencîyê pêş­tir nedin (yanî hey hûn ji bona wan ra bi qînatî peymanê bi şîretne qencîyan bikin, di nava hev da ewan tiştne, ku dibine sedemne ji bona sikatî û gunehan, nedine hev). Û hûn (gelî mêran!) heya ewan jinan negîhêjne dawîya da­nê xwe girtinê, bi wan jinan ra kevîn kirina wan nekin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi tişta di dilê we da heyî dizane. Îdî hûn xwe ji Yezdan biparisînin û hûn bizanin! Ku bi rastî Yez­dan baxişgerê mulahîm e.
236(Gelî mêran!) Heke hûn ewan jinne ku hêj hûn têkilê wan jinan bi jinanî nebûbin, ya jî hêj we ji bona wan ra marek diyar ne kiribe, berdin. Tu gunehkarî ji bona we ra tune ye. Hûn ji wan jinan ra; zengin wekî , zenginan û xezan jî wekî xezanan, bi qencî mal bidne wan. Eva temtêla hanê mafekî babet e, li temtêla qencîkaran tê.
237Û heke (gelî mêran!) we ewan jinan berdan, hêj hûn têkilê wan bi jinanî nebûbin lê we ji bona wan ra marek diyar kiribe, nîvê wê mara diyar kirî divê ku hûn bidne wan jinan. Ji xêncî heke ewa jinika, ya jî ewa serkarê jinikê, ku birîna mare di destê wî da bûye, mare ji bona (zavê ra) bibaxişînin. Heke hûn bibaxişandin (gelî mêran!) marê hemûşk bidne wan jinan, şixwa ji bona xudaparizan nêzîktir e. Û hûn (gelî mêran!) ewa rûmet û babetîya, ku di nîveka we da heye (nîveka mêr û jinan da heye) bîrva nekin. Bi rastî Yezdan tişta ku hûn dikin dibîne.
238Hûn (gelî bavergeran!) parisîya li ser nimêj kirinê, nemaze nimêja nîvwarî bikin û hûn ji bona Yezden ra, bi dil rabin perestî bikin.
239Îdî heke hûn ji (aşîtan) tirsîyan, hûn (ça dikarin wusa bikin). Îdî bi peyatî û bi siwartî (hûn ça dikarin wusa bikin). Îdî gava hûn ewlebûn Yezdan ça kirina we ji bona we ra hîn kirîye hûn perestîya Yezdan wusa bikin, loma we bi xweber jî di berya niha da nizan bûye.
240Ewan merivne ji wê gava dimirin, li pey xwe da jinan dihêlin hene! Divê ku ewan mêran ji bona wan jinne xwe ra, li wan mîratxurnê xwe ra şîratan bikin, ku ewan mî­ratxuran, jina wî ji xanîyê wî heya salekî dernexin û xwarin û xweyî kirina wê jî bidin. Îdî heke ewan jinan ji berxwe ji wan xanîyan bi xweşî derkebin, tu gunehkarî li ser we tune ye. Û servahatê bijejke Yezdan e.
241Dayîna xwarin û xweyî kirinê, ji bona wan jin­ne berdayî li ser xudaparisan mafek e.
242Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra biryarne xwe vedike. Bi rastî dibe, ku hûn ji wan hiş hildin.
243Ma qey tu li bal wan merivne ku bi hezaran, ji tirsa (merga) mirinê ji welatê xwe derketine mêze nakî ? Îdî Yezdan ji bona wan ra gotîye: “Hûn bimirin.” (Ewan mirine) Paşê (Yezdan) ewanan zinde kirine. Bi rastî rûmeta Yezdan li ser kesan heye û lê pirne kesan jî sipazîya Yezdan nakin.
244Û hûn (gelî bawergeran!) di rêya Yez­dan da qirînê bikin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan dibêhê û dizane.
245Kîjan ji bona qayîlbûna Yezdan deynekî bi qencî bide, îdî Yezdan jî ji bona wî ra hemberya wî deynî (bi peywestî pir dike) û Yezdan bi xweber e, şixwa mal dide û distîne. Bi rastî hûnê li bal wî da bizivirin.
246Ma qey tu li bal wan serokne, ji zananê cihûyan, ku ji piştî Mûsa da hatine, mê­ze nakî? Di gava ewan ji bona pêxemberne xwe ra gotibûne: “Ka (pêxember!) tu ji bona me ra serokekî bişîne, ku em di binê seroktîya wî da di rêya Yezdan da qirînê bikin.” Û (pêxember ji wan ra) gotîye: “Heke qirîn li ser we bivê nevê bê nivîsandinê. Îjar hûn jî qirînê nekin? (Ewan ji bona pêxember ra) gotine: “Emê ça di rêya Yezdan da bi wan ne yaran ra qirînê nekin û em bi xweber jî ji welatê xwe û di nava zarne xwe da hatine derxistinê (dûre wan ketine)?” Îdî di gava qirînkirin, li ser wan (bi vê nevê) hate nivîsandinê ji pêştirê hindikne ji wan, hemûşka jî berê xwe ji qirînê fetilandin. Û Yezdan bi cewrkaran pir dizane.
247Û pêxemberê wan, ji bona wan ra gotîbûye: “Bi rastî Yezdan ji bona we ra (Talût) bi seroktî şandîye.” Ewan ji bona pêxemberê xwe ra gotine: “Ka seroktîya wî li ser me ça çê dibe û em bi xweber jî ji wî çêtir babetê seroktîyêne û ji bona wî bi xweber jî maldaryek e mezin nehatîye dayînê?” Pêxemberê wen ji wan ra gotibûye: “Bi rastî Yezdan ewa ji bona we ra hêlbijartîye û Yezdan ewa bi gewde û bi zanîn pir kirîye. Yezdan seroktî û maldarya xwe ji bona evîne xwe ra dide.” Û Yezdan bi xeber jî maldarê pir zana ye.
248Û ji bona wan ra pêxemberê wan gotibûye: “Bi rastî berata seroktîya wî ev e; wê ji bona we ra sursûmekê were, ku di wî sursûmî da hawdana dilan ji Xudayê we heye (ça jî di wî sursûmî da) biryarne ji bermeyîne binamala Mûsa û Harûn mane jî hene. Firiştan ewî (sursûmî) hildigirin (digerînin). Bi rastî heke we bawer kiribe, ji bona we ra divê (bûyerê da,) beratekî mezin heye.
249Îdî di gava “Talût” bi leşkerê xwe va ji bona qirînê derket (Talût ji bona leşkerê xwe ra) gotîye: “(Gelî leşker) bi rastî Yezdanê we bi çemekî (ji avê) biceribîne, îdî kîjan ji (ava wî) çemî vexwe, bi rastî ewa îdî ji heval û leşkerê min nîne û kîjan ji (ava wî) çemî qe tam neke, ya jî kîjan ji (ava wî) çemî qemçekî bi destê xwe vexwe, ewa ji heval û leşkerê mi­n e.” Îdî ji pêştirê hindikne ji wan, hemûşka jî (av) ji wî çemî vexwarin. Îdî di gava (Talût) bi xweber û ewanê ku (bi Talût) bawer kirine, ji çem borine, ewan ji hev ra gotine: “Di îro da tu hêza me tune ye, ku em (bi Calût-Galût) û bi leşkerê wî ra qirîn bikin.” Ewanê goman kirine, ku wê ewanê herin bigîhêjne Yezdan ji wan hevalne xwe ra gotine: “Çi qa komne piçûk hebûne, ku bi dustûra Yezdan li ser wan komne mezin servahatine!” Û Yezdan bi xweber jî bi hawkeran ra ne.
250Û di gava (Talût bi hevalê xwe va) derketine ji bona qirîna bi Calût (Galût-Çalût-Jalût) û leşkerê wî bi hemberî bikin (aha bi lavatî) gotine: “Xudayê me! Tu li ser me da hewdanê vala bike û tu di hemberê wan da pê me bi cîh bike (ku ji şûna xwe nehejin).” Û tu arîkarya me li ser komalê file bike.
251Îdî ewan (Talûtîyan) bi dustûra Yez­dan berê Calût (Galût-Çalût-Jalût û leşkerê) wî dan, û Dawûd (Dawîd) jî Calût kuştîye. Û Yezdan ji bona Dawûd ra seroktî û zanîna retkokî daye û Dawûd çi vaye, Yezdan ewa tişta ji bona Dawûd ra hîn kiriye. Û heke parizaya Yezdan, ji bona marivan ra tune bûya wê zemînê ji lêdana hinekne wan li hinekî wan, tevê hev bûya û lê Yezdan li ser hemû gerdûnê xweyê abure.
252(Muhammed!) Evan beratenê Yezdan in, em bi rastî ji te ra dixûnin.Û bi rastî tu ji pêxemberanî.
253Evan pêxemberan in, ku me hinekne ji wan li ser hinekî wan paydar kirine. Ji wan, (pêxemberan) hinekne wan hene, ku Yezdan bi wan ra axiftin kirîye û hinekne wan jî (Yezdan) ewan bi payan bilind kirine. Me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratenê daveker şandiye û me Îsa bi canê pîroz daye hêz kirinê. Ewan komne li pey, (pêxemberan) mane hene! Ji piştî ku ji wan ra beratenê daveker hatibûn heke Yezdan bi va, îdî ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê ewan li pey (pêxemberan) di wan beratan da ne wekhev bûne, îdî hinek ji wan bi wan biryaran bawer kirine û hinek ji wan jî bûne file (bi wan bawer ne kirine). Heke Yezdan bi va ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê Yezdan çi bivê ewî dike.
254Geli bawergeran! Di berya wê roya, ku tu firotin û dostî û yarî û menderî qe têda tune ye, hêj ne hatîye; ji wan rojîne, ku me ji bona we ra daye,hûn jî ji bona hewcan ra bidin (loma ewanê) nankorî dikin hene! Ewanan bi xweber cewrkar in.
255Yezdan ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîye) tune ye. Ewa zindeyê bi hêz e. Hênijandin û xew bi wî nagire. Çi qa tiştne di ezman û zemîn da hene! hemûşk ji bona wî ra ne. Bê dustûra wî tu kes li bal wî mehderî nake (gelo ji pêştirê dustûra wî kê dikare, ku mehderî bike?) Yezdan bi wê (keda) ewan kirine û bi wê (keda) ewan dikin dizane. Û ewan tu tiştekî ji zanîna wî, hilnedane binê zanîna xwe, ji pêştirê, ewê zanîna ku ewî va ye (ewan bizanin). Û hêz û zanîna wî ezman û zemîn hildaye nava xwe da. Û parisvanîya wan herdukan jî, Yezdan (ji parisvanîya wan) bê zar nake. Û bilindê mezin hey ewa ye!
256Di (litê kirina) ola (misilmanîyê da) tu kotekî tune ye. Bi rastî îdî mafitî û pûçatî rind ji hev xûya bûye. Îdî kîjan bi pelîd bawer neke û bi Yezdan bawer bike, bi sond! Ewî bi çemilê bê qetyayê girtîye, ku tu pizirandin ji bona wî çemîlî ra tune ye. Û Yezdan bi xweber jî bîhîstekê pir zan e.
257Ewanê bawer kirine hene! Serkarê wan Yezdan e. Yezdan ewan ji tarîtîyê li bal ronahîyê da derdixe. Lê ewanê bûne file ser­karê wan jî pelîd e. Pelîd jî ewanan ji ronahîyê li bal tarîtîyê da derdixe, hevrînê agir evan in. Ewanê ku di agir da dimînin evan bi xweber in.
258Ma qey tu li bal wî kesê, ku di mafê Xudayê Îbrahîm da, bi Îbrahîm ra tekoşîn kiribûye mêze nakî? Ji ber ku Yezdan ji wî ra seroktî û maldarî dabûye, gava Îbrahîm ji wî ra gotibûye: “Ewe zindetî û mirinê çê dike heye! Ewa Xudayê min e.” Ewî jî (ji bona Îbrahîm ra) gotibûye: “Ez bi xweber jî zindetî û mirinê çê dikim.” Îbrahîm (ji wî ra) gotîye: “Bi rastî Yezdan rojê ji rojhilatê tîne, (ka îdî tu jî rojê ji rojava bîne.” Îdî ewa nankora (di hemberê) Îbrahîm da li pîya bêzar maye. Û Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
259Û ma qey bûyera wî kesê, ku di nava gundekî da borîye: Ewa gunda jî wusa wêran bibû (tiştekî wî li ser tiştekî ne maye, te ne bihîstîye)” Ewî merivê gotibûye: “Ka wê Yezdanê evî gundî ji piştî mirina wî, we ça zinde bike?” Îdî Yezdan ewa meriva sed salî mirandîye, paşê (Yezdan ewa meri­va) rakirîye. (Yezdan) ji wî pirs kirîye: “Ka tu çi qas mayî?” Ewî (ji Yezdan ra) gotîbûye: “Ez royekî mabûme, ya jî danekî ji royê mabûme.” (Yezdan ji wî ra) gotibûye: “(Na, gotinê te nîne) lê tu sed salî mabûyî. Îdî tu li bal xwarin û vexwarinê xwe ra mêze bike, ku hêj ewan baborî ne bûne û tu li bal kera xwe da jî mêze bike. Û ji bo ku em te ji bona merivan ra bixne beratenê sodret; tu li bal hestîyan da mêze bike, ka em ça ewanan rast dikin, paşê em ka ça (wekî kincan) goşt li wan dikin. Îdî di gava ji bona wî ra xûya bû, ku eva bûyera bi serê wî da borîye (ewî aha) gotîbûye: “Bi rastî ez dizanim, ku Yezdan bi rastî li ser hemû tiştan bi hêz e”.
260Û tu (ewê gava, ku Îbrahîm ji Xudayê lava kirîye, bîra xwe bîne. Îbrahîm) gotibûye: “Xudayê min! Tu bi min bide xûyandinê, ka tu ça mirya zinde dikî? (Xweda ji Îbrahîm ra) gotîye: “Qey tu bawer nakî?” )(Îbrahîm ji Xweda ra) gotîye: “Çima (ez bawer dikim) lê ji bona dilê min bi nîve (bi min bide xûyandinê)”. (Xweda ji bona Îbrahîm ra) gotîye: “Tu ji çûçikan çar liban bigire, îdî tu ewan çûçikan li bal xwe kerî bike, paşê tu ewan çûçikan, heryekê dayne serê çîyayekî û paşê tu gazî wan çûçikan bike; ewan çûçikanê bi lez werne bal te. Û tu bizane! Ku bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan servahatê bijejke ye”.
261Hewcekîya wanne, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin, hene! Wekî, ku libek heft weşîyan bigire, di her weşîyekî da jî sed lib hebin, wusa dibe. Û Yezdan ji bona evînê xwe ra hêj carbicar pir dike. Û Yezdan zengînê zana ye.
262Ewanê, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin û paşê jî li pey sixurandinê da gote gotin û cefadan jî ne kirîbûn hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, kirya wan heye. Û li ser wan tirsa (ji agir) û mirûzîya (kêm xelatdanê) jî tune ye.
263Gotinek e bi qencî û baxişandin ji wê qencîya, ku li pey wê da cefadan û gote got hatibe kirinê çêtir e. Û Yezdan ne hewceyê mulahîm e.
264Gelî merivne ku we bawer kirîye! Hûn qencîne xwene, ku we bi hewcan ra kirîye, bi gote got û bi cefadanê pûç nekin, wekî wî merivê ku malê xwe ji bona dîtina kesan disixurîne, qe bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nake, nekin. Îdî hewcekîya wî, wekî (zevîya) ku li ser tatekîye; îjar ku barşit lêdixe, îdî ewa barişta xalyê dibe, ewa tata hilû dimîne, nikarin ku ji keda xwe tiştekî hildin. (Evan jî disixurandina xwe da tu qencîyê nikarin hildin). Û Yezdan komalê file nayne rêya rast.
265Ewan merivne, ku malê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan û nivandina dilê xwe, disixurînin hene! Hecwekîya wan wekî karêzê, ku li ser sûrmilekî avê be, îjar baranê jî lê xistibe, îdî rêça wî dûcarî xwe hatibe, dibe. Heke baranê lê nexistibe, îdî şixwa avîya avê lê dixe. Û tişta hûn dikin Yezdan dibîne.
266Yek ji we, ku ji bona wî ra, ji xurme û tiryan rêzekî wî hebe, di binê darê wî da çemne avê bikişin û di nava rêz da hemû berhebin, ewa bi xweber jî kal bibe û ji bona wî ra jî ûrtek e jar û bê hêz mabe: Ewa bivê temtêlê be, şexte jî îdî li wî bostan û rêzê wî bixe bişewitîne qe hez dike? (Yekê ji we heke kal be û zarne wî piçûk hebin, ewan zaran bi xweber jî hewcenê paris û parsivana bin, baxekî wanê di binê darê wî da çemne ji avê bikişe, hebe; qe hez dike, ku şexte li wî baxê wî xe, hemûşk bi şewîtîne, ewa bi xweber jî divê temtêlê da be?) Yezdan bi vî awayî ji bona we ra beratenê xwe vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn ramanê bikin.
267Gelî ewan merivne ku we bawer kirîye! Hûn ji tişta ked dikin, paqijê wê û paqijê wan tiştne ku em ji bona we ra ji zemîn derdixin, bisixurînin û hûn ji wan malê xweyê, heke hûn di şûna xezanan da bûnan, we ewa mala di şûna (bac) û qencîyan da nedigirt, ji pêştirê heke we çavê, xwe ji bona girtinê, bigirta, paşê hûnê bi wan qayîl bibûna, nesixurînin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ne hewceyî pesinvan e.
268Pelîd we bi xezanîyê dide tirsandinê û fermana we bi sikatî û maştoqîyê dike û Yez­dan jî baxişandina ji xwe û abora pir ji bona we ra, peyman dide. Û Yezdan zengîn e pir zan e.
269Yezdan ji bona evînê xwe ra zanîna retkokî dide. Û zanîna retkokî ji bona kê ra ha­tibe dayîne, îdî bi sond! Ji bona wî ra qencîne pir hatine dayînê. Evî hey ewanê xweyê hiş, diponijin.
270Û hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bisixurînin, ya jî hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bi peymanî heyran bikin, , îdî bi rastî Yezdan bi wî dizane. Û ji bona . cewrkaran jî tu arîkarî tune ye.
271Û heke hûn qencîne xwe (xêrê xwe) bi diyarî bikin, îdî çi qa rind e! Û heke hûn ewan qencîne xwe veşêrin, hûn ewan bi dizîka da bidine xezanan, şixwa ji bona we ra çêtir e. Û bi wan, hinekî ji gunehê we radibe. Û Yezdan bi xweber jî bi wan tiştne ku hûn dikin, agahdar e.
272(Muhemmed!) Hatina wan li bal rêya rast da li ser te bi vê nevê nîne. Û lêYezdan kîjanî bivê, ewî tîne rêya rast. Û hûn ji qencîyan çi bikin, îdî hûn ewê qencîyê ji bona xwe ra di­kin. Şixwa hûn hey ji bona qayîlbûna Yezdan disixu­rînin. Û hûn ji qencîya çi bisixurînin, ewa li bal we da bê kemayî tê dayînê û li we jî nayê cewr kirinê.
273(Hûn qencîne xwe) ji bona wan xezanne, ku di rêya Yezdan da ji xebata xwe qopmane, îdî nikarin di zemîn da ji bona aboraya xwe bigerin; ji fedîtîya xwe, ewan ji merivan qe tu tiştî bi lavayî naxwazin, tu ewan bi rû û rûçikê wan nas dikî, nezan dibêjin: “Qey ewan zengîn in” (ji ber wî, ewan ji bona aborya xwa, xwestinê nakin) bidin. Û hûn ji qencîyan (xêran) çi bisixurînin, îdî Yezdan, hey bi wî dizane.
274Ewan merivne, ku di şev û royan da û bi dizî û xwûyayî, malê xwe (ji bona qayîlbûna Yezdan) disixurînin, hene! Ji bona wan ra li bal Xudayê wan kiryek e mezin heye. Li ser wan tirsa şabat danê û mirûzîya (ji kêm xelatê jî) tune ye.
275Ewan merivne serparan (riba) dixun, hene! Ewan radibin, tu dibê qey tepa dikebin, wekî ça merivê ji ber lêdana pelîdan radibin û dikebin, ewan jî wusa di­bin. Eva (şapata hanê) ji ber ku ewan digotibûne: “Serpar jî wekî kirîn û firotinê ye (herduk jî ji bona merivan ra durist e). Lê Yezdan, kirîn û firotin durist kirîye û guhartina (malan) bi serdaparî durist ne kirîye.” Îdî kîjan merivê, ku ji Xudayê ku ji bona wî ra şîretek hatibe, ewa jî ji guhartina bi serdaparitî poşman bibe, îdî ewan kirinê wîyê hêj di berya vê biryara hanê da kiribûne, ji bona wî ra ne (ewan para da nayêne dayînê, ji bona wî ra dimînin). Û temtêla wî di vê bûyerê da li bal Yezdan e: (Bivê, ewî dibaxişîne, heke bivê, ewî şapat dike). Û kîjan meriv (ji piştî hatina şîretê) dîsa guhartina bi serdapartî bike, îdî bi rastî hevrînê agir evan in. Evan bi xweber jî di agir da her dimînin.
276Yezdan serdaparitîye kêm dike û qencîyan jî (xêran) pir dike. Û Yezdan ji tu fileyî (ku ji bona firotina serdaparitî lec dike) gunehkar hez nake.
277Bi rastî ewan merivne bawer kirine û karê aştî kirine û nimêja xwe kirine û baca malê xwe dane, hene! Ji bona wan ra li bal Xudayê wan kirya wan heye û tirsa (ji şapatan) û murîzaya (ji kêm xelatdanê) li ser wan tune ye.
278Gelî ewan merivne, ku we bawer kirîye! Heke we bi rastî bawer kiribe hûn parizaya Yezdan bikin û hûn dest ji fırotina bi serdaparitîya, ku we kirîye (hêj we serpar hil ne daye) berdin.
279Îdî heke hûn wusa nekin, hûn bizanin! Bi rastî eva di hemberê! Yezdan û Pêxemberê wîda qirînek e hûn dikin. Û heke hûn ji wê kirinê poşman bibin, îdî ji bona we ra hey sermayeyê we heye. Bi vî awayî hûn cewr nakin û li we jî neyê cewr kirinê.
280Û heke deyndar destteng be, îdî hûn ji wî ra heya desteê wî firebe, dan bidinê. Şixwa heke hûn deynê wî ji wî ra bi qencî bibaxişînin, heke hûn bizanin bi rastî eva ji bona we ra çêtir e.
281Û hûn ji wê roya, ku hûnê di wê royê da li bal Yezdan da bizivirin, paşê ji bona her candarekî ra, tişta ewî ked kirîye (di wê royê da tê dayînê) qe li wan jî nayê cewr kirinê biparisî (bitirsin).
282Gelî ewan merivne ku we bawer kirîye! Gava hûn ji hev ra heya danekî navdayî deyn bidin, îdî hûn ewî (dan û deynî) binivîsin. Û bira ewî, nivîsdarekî dadvan, di nîveka we da, bi dadvanî binivîse. Û bira nivîsdar, ça Yezdan bi wî daye hîn kirinê, wusa binivîse (ji wî para da neçe) îdî bira ewî binivîse. Ewê deyndar jî deynê xwe bira binivîse. Û bira ewê ku li ser wî deyn heye, ji Xudayê xwe bitirse, tu tiştekî ji deynê xwe kêm neke. Îdî heke ewê deyndar merivekî evsene be, ya jî merivekî bê wecb e, ya jî merivekî wusan be. ku nikare bi xweber deynê xwe bi­de nivîsandinê, bira serkarne wî, deynî wî bi dadvanî bidne nivîsandinê. Hûn (ji bona deyn nivîsandinê) du mêrne ji xwe, nehrîvan bigirin. Îdî heke du mêr tunebûn, hûn mêrekî bi du jinan va nehrîvan bigirin (Jinne wusa bin) ku hûn bi şahidîya wan jinan qayîl bibin. Ewan jinan jî, heke yek ji wan şahidî bîrva bike, bira ewa mayî bîra wê bixe. Û di gava şahit hatne gazî kirinê ji bona şahidîyê, bira ji şahid ya xwe, tu tiştî veneşêrin. Û hûn ji nivîsandina deynê piçûk û mezin ne kerixin (ewan, di gavê wî û hijmara wî da binivîsin). Eva nivîsandina we bi vî awayî li bal Yezdan ji bona şahidîyê ra rasttir e û dadvantir e û nêzîktir e jî, ku hûn (di dan û hijmara) wî da dudil nebin. Ji xêncî heke kirîn û firotin herduk jî (baha û pere, bahanok-mal) amade bin, ku hûn ewan (bi dest bidne hev, ji hev bistînin). Di wê gavê da heke hûn nenivîsin, tu zîyan li ser we tune ye. Di gava ku hûn kirîn û firotinê bikin, hûn şahidan bigirin. Ji bona nivîsarok û şahidan ra bira zirar neyê dayînê. Û heke hûn ji wan herdukan ra zirarê bidin, şixwa eva ji bona we ra, îdî ji rê derketi ne. Û hûn parisaya Yezdan bikin. Yezdan bixweber evan rê û rêzikan hînê we dike. Û Yez­dan bi hemû tiştan dizane.
283Û heke hûn li ser rê bin û hûn rastê nivîsandaran ne hatin, îdî ewa tişta ku we di şûna deyn da, ji deyndarê bi gerewî sitandîye, bes e (nivîsandin navê). Heke hûn (hinekne we bi hinekne we) ewle dibin îdî bira ewê bi wî hatîye ewledanê, ewî anemetî ku li bal wî da hatîye sipartinê, bê kemayî li bal xûyê wî da bide û bira parizîya Xudayê xwe bike. Û hûn şahidiya xwe veneşerin. Û kîjan şahidîyê veşêre, îdî bi rastî dilê wî gunehkar e. Û Yez­dan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin dizane.
284Çi tiştne di ezman û di zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Û heke hûn ewan tiştne di dilê we da heyî, derxin; bidine diyar kirinê, ya jî hûn ewan tiştan veşêrin, hey Yezdanê we bi wan bide (xelat û celat kiri­nê). Îdî (Yezdan) kîjanî bivê ewî dibaxişîne û ji kîjanî ra jî bivê ewî şapat dike. Û li ser hemû tiştan bi hêz, hey Yezdan e
285Pêxember bi wan biryarne ku ji Xudayê wî li bal wî da hatîye hinartinê bi bawergeran va, bawer kirîye. Hemûşkan jî bi Yezdan û bi firiştenê wî û bi pirtûkne wî û bi pêxemberne wî bawer kirine. (Ewan gotine:) “Bi rastî em, di nîveka yekê ji peygemberne wî da qe tu serda çêtirî û nîvwarî çê nakin. Me gotina te bihîstîye, em bûne pewrewê gotina te”. Tu gunehne me ji bona me ra bibaxişîne, û hey para ziviradin li bal te dane.
286Yezdan ji bona her candarekî ra, wekî hêza wî, bar li wî dike (Yezdan ji bona her merivekî ra, wekî hêza wî, fermana perestîya wî dike, qe ji tu kesî ra ji hêza wî pirtir fer­man neke). Îdî ewan candaran ji (qencî û xirabîyan) çi bikin hey ji xwe ra dikin. (Merivne qenc aha lava dikin): “Xudayê me! Tu me bi wan sikatîne, ku me ewan bi bîrva kirî, ya jî bi xeletî kirîye, gunehkar ne­ke. Xudayê me! Te ça ewan merivne berya me da borî barne giran li wan kirîye, wusa li me jî neke. Xudayê me! Ewa barê ku hêza me nagihîje, li me neke. Û (Xuda!) tu sikatîne me ji bona me ra li ser me rake û tu me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike. Serkarê me hey tu î. Îdî tu li ser komalê file, arîkarya me bike.”
Chapter 3 (Sura 3)
1E.L.M. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên di serê ferkeran da hatîye, dizane.)
2Yezdanê (babetê perestîyê) ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdan tune ne; zindeyê bi xwe ye, pir şîye.
3(Yezdan) bi mafêtî ewa pirtûka, ku rastdar e ji bona wan pirtûkên di berya xwe da ne, li ser te da hînartîye. Û (hêj di berya naha da), ewî (pirtûkên bi nav) Tewrat, Encîl jî hînartîye.
4Ji bo ku ewan pirtûkan bibne beled ji bona merivan. Û ewî ewa pirtûka, ku pûçatî û mafê ji hev derdixe jî, hinartîye. Bi rastî ewanên ku bi beratenê Yezdan dibine file, hene! Ji bona wan ra şapatek e zor heye. Û Yezdan servahatê xwayî tûl e.
5Bi rastî li ser Yezdan qe tu tiştê di zemîn û ezman da heyî, veşartî nîne.
6Yezdan ew e, ku ça bivê, we wusa di malberxan da dide rûçik kirinê. Ji pêştirê wî tu Yezdanê (ba­betê perestîyê tune ye). Servahatê bijejke hey ewa bi xweber e.
7Yezdan ew e, ku pirtûk bi ser te da hinartîye, hinek beratenê wê pirtûkê hene, ku ewan beratan xîmê wê pirtûkê ne (loma ewan be­ratan, bûyeran bi rûçikê wan va vedikin). Û hinek beratên mayî jî hene! Ewan ji bona çend arşan, wekî hev in (yani ewan ji bona çend ar­şan bi hev ra tên). Îdî ewan merivên ku di dilê wan da xarî heye, dibine peyrewê wan berate ne (ku ji bona çend arşan hatine). Wekî armancên xwe arşan didine wan beratan, ji bo ku tevdanê derxin, lê arşa wanê rastî jî hey Yezdan dizane. Ewan zana ne, ku di zanîn da rehdayî, dibêjin: “Me bi wê bawer kirîye, loma hemûşk jî li bal Xwedayê me ye. Evê jî hey hişdar bîra xwe tînin.”
8Xwedayê me! Tu dilê me ji piştî, ku te em anîne rêya rast, îdî xar neke û tu ji bal xwe, ji bona me ra dilovanîyekî bide. Bi rastî hey tu yî, ku bê baha pir dayînê dikî.
9Xwedayê me! Bi rastî di wê roya ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, hey tu merivan dicivînê. Bi rastî Yezdan ji peymana dayî naşipite.
10Bi rastî ewanê bûne file hene! Mal û zarê wan, bi tu tiştî ewan ji Yezdan nadine parisandinê. Û ardûkê agir hey evan bi xweber in.
11Ewanê beratên me didane derewdêrandinê hene! Temtêla wan wekî temtêla wan komalên ku di berya Fir’ewn da (hatibûne) û wekî temtêla malyê Fir’ewn in. Îdî Yezdan jî bi sedema gunehê wan, ewan (bi şapan) girtin. Yezdan bi rastî zor şapata.
12(Muhemmed! Tu ji bona wanê bû­ne file ra) Bêje: “Bi rastî hûnê di nêzîk da sernegûn bibin û hûnê li bal dojê da bêne civandinê.” Doj bi xweber jî çi qa sikê çîncîla ne!
13Bi sond! Ji bona we ra, di wan her du destên, ku ji bona qirînê, têne hemberê hev, beratên hişhildanî hene. Destek ji wan di rêya Yezdan da qirînê dike, desta mayî jî file ne. Ewa desta bawer dikin, evê desta file li ber çavan ducarê xwe dibînin. Yezdan jî evînê xwe bi arîkarêya xwe bi hêz dike. Divê bûyerê da ji bona wanê xweyî dîtinê ra hişhildan heye (yanî ewan bivê servahatinê bi ponijandin hiş hil didin).
14Ji bona merivan hezkirina jinan û zaran û komên ji zer û zîvan û revonê hespan û kerî û sûrîne tarişan û çandinî bi dil xwestin, hatîye xemilandinê. Evanan xişrê jîna cihanî ne. Û li bal Yezdan bi xweber da jî qencê şûnwaran heye, loma qencê zivirandina li bal wî da ne.
15(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra, hêj ji van hezkirinê we, çêtir bêjim? Ewa­nê Xweda parizî dikin, hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, behiştên ku di bine darê wan da çem dikişin heye. Ewanan di behiştê da hey dimînin. Û ji bona wan ra zone paqij û qayîlbûna ji Yezdan heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
16Ewan xwedaparizan in, ku dibêjin: “Xwedayê me! Bi rastî me bi te bawer kirîye, îdî tu ji bona me ra gunehên me bibaxişîne û tu me ji şapata agir biparisîne.”
17Ewan xwedaparizan in, ku li ser aşît û teşqelan hew dikin û rast in û bi dil perestî dikin û malê xwe ji bona hewcan ra, di rêya Xwedê da, disixurînin û di sewgura sibehê da, ji bona baxişandina gunehên xwe, lavan dikin.
18Bi rastî Yezdan û firiştan û ewan zane ne, ku bi dadvanî radibin, daditîyî bi cîh tînin şahidî dane, ku tu yez­dan ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tune ne, hey servahatê bijejke ewa ye.
19Bi rastî “ol”a ras­tî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piştî ku ji wan ra zanîn hatîye, paşê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e.
20Îdî heke ewan (Muhemmed) bi te ra di mafê (ol) ê da tekoşînê bikin, tu ji bona wan ra bêje: “Min xwe û bi wanê peyrewê xwe va ji bona Yezdan ra hispartîye.” Û tu ji bona wanê, ku pir­tûk ji bona wan ra hatîye û ji bona wanê ne xwandî ra bêje: “Hûn jî misilman bûne?” Îdî heke ewan misilman bên, şixwa ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe dane te (misilman ne bûn) li ser te hey gotina (biryarên Yezdan ji wan ra) heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
21Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bo­na dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi şapata dilsoz bide mizgîndanê.
22Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine şewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye.
23(Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paşê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy.
24Eva (rû fetilandina wan) ji bo ku ewan gotibûne: “Bi rastî agir ji pêştirê çend rojên, hijmarî, bi me nagire.” Ewan bi van virên xwe, di “ol” a xwe da hatine xapandinê.
25Îdî di gava, ku em ewan ji bona wê roja ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, bicivînin û ji bona her yekê ra jî, keda ku ewan kirîye tê dayînê, li wan bi xweber jî qe cewr nayê kirinê, gelo temtêla wanê, wê ça be?
26(Muhemmed! Tu) bêje: “Xwedayê min e serokê, serekên bi hêzên maldarê berewan! Tu bi xweber î, hêz û berewanî bi serektî ji bona evînê xwe ra didî û tu kîjanî bivê, ji wî hêz û berewanî, bi serektî rût dikî û tu evînê xwe serfiraz dikî û tu kîjanî bivê, tu ewî sernegûn dikî. Hey çêtir bûyîn di destê te da ne. Bi rastî tu bi hemû tiştan dişî.
27(Xwedayê min!) Tu î, şevan dixî royan û royan dixî şevan (bi van xistinê di nava hev da, şev û royan bi hev didî dirêj kirinê). Û tu zindîyan ji mirêyan û mirêyan jî ji zindîyan, derdixî û tu ji bona evînê xwe ra, bê hijmar rozînan didî.
28Bawerger, filan ji xwe ra naxine serkar (ewan hey bawergeran ji xwe ra dixne serkar). Îdî kîjan bawergerê ji pêştirê bawergeran, filan ji xwe ra bixe serkar, li bal Yezdan tu dostîya wî tune ye. Ji pêştirê heke hûn xwe, bivê serkaryî ji wan biparisînin (ji bo ku ji wan, ji bona we ra tu teşqele çê nabe, hûn dikarin bi xûyayî wan ra bibine dost). Û Yezdan jî we ji xwe dide tirsandinê. Bi rastî fetilandin hey li bal Yezdan da ne.
29(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) Bêje: “Hûn di dilê xwe da çi tiştî veşêrin û ya jî derxin (bidine xûya kirinê) hey Yezdan bi wî dizane. Û ewa bi tiştên di ezman û zemîn da heye jî dizane. Yezdan bi rastî bi hemû tiştan dişî.”
30(Hûn gelî merivan!) Ewê roya, ku hemû kes di wê royî da rastî qencînê xweyên kirî tên, ku amade ne û hemû sikatîne wî jî amade ne, ewa kesa hez dike, ku di nîveka wî û kirinê wî da danekî dûr hebûya (bi ponijandin bîra xwe bînin). Û Yezdan we (ji hatina di hemberya fermanê) xwe da, bi tirsdayî dide parisandinê. Yezdan ji bona benda ra mêhrivan e.
31(Muhemmed! Tu ji wan ra) Bêje; “Heke hûn bi rastî ji Yezdan hez dikin, îdî hûn bibine peyrewê min, ku Yezdan jî ji we hez bike, û ji bona we ra gunehên we bibaxişîne.” Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
32(Muhemmd tu ji wa ra) bêje: “Hûn bi gotina Yezdan û pêxemberê wî bikin.” Îdî heke ewan berê xwe fetilandin, bira ewan bi rastî bizanin! Yezdan ji filan hez nake.
33Bi rastî Yezdan Adem û Nûh û binamala Îbrahim û binamala δmran (ku her yekê ji wan, ji nişa hev in) li ser heyîne cihanê hêlbijartîye.
34Evan ûrtek e wusa nin, ji hev hatine. Û Yezdan bîhîstekê pir zan e.
35Di gavekî da, jina Î’mran bi lavatî gotibû: “Xwedayê min! Bi rastî min eva (zaroka) di zikê xwe da, hey ji bo, ku ji te tenê ra xebat bike, bi gorîtî xumale kirîye. Îdî tu jî ewê ji min litê bike. Bi rastî hey tu î bîhîstekê pir zan.”
36Îdî di gava jina Î’mran razaye Yezdan zanîbûye, ku çi ji wê ra bûye jî, ewê dîsa gotîye: ‘Xwedayê min! Bi rastî ji min ra keçikek bûye. Û zarên kurîn (ji bona xebatê) wekî zarên keç nabin, bi rastî min navê wê, “Meryem” danî û bi rastî ez ewê bi tevê ûrta wê va ji sikatîne pelîdê deherandî di hêspêrime, parisandina te.”
37Îdî Xwedayê wê ewa gorya wê bi rindê qencîyan litê kirîye û Xweda ewa gorya wekî hêşnayan rind gîhandîye û Zekerêya jî xistîye daman ji bona gîhîjtina wê. Zekerya çi qa diçû (wê Babû-Çelîpa ya ku Meryem têda bûye) li bal Meryemê da rastê xarinan hatîye. Zekerêya, ji Meyre ra gotîye: “Ka evan xarinê hanênan ji kur ji bona te ra hatine?” Meryem ji bona Zekerêya ra gotîye: “Ewan xurekan ji bal Yezdan ji min ra tên.” Bi rastî Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar dilikan dide.
38Di wura da Zekerêya bi lavatî gazî Xwedayê xwe kirîye. (Zekerêya) Gotîye: “Xwedayê min! Tu ji bona min r ali bal xwe ûrtek e paqij bide. Bi rastî tu gazîkirinan dibihê.
39Îdî gava (Zekerêya) di (babû-çelepa) ê da nimej dikir, firiştan gazî wî kirine (gotine):“Bi rastî Yezdan tu bi kurekî bin av “Yehya” daî mizgîn danê.Yehya ewî merivê ku bi fermana Yezdan bûye,dide rast dêrandinê û ewa bi xweber jî serok û dawpaqij û pêxember û ji aştîkaran e.
40Zekerêya bi lavatî ji Xweda ra gotîye: “Xweda! Ka, we ça ji bona min ra kurekê bibe? Îdî ez kal bûme û jina min jî “eremûk” e. (Yezdan) Gotîye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa dike.”
41(Zekerêya ji Xweda lava kirîye) Gotîye: “Xweda! Ka tu ji bona min ra (ku wê ji bona min ra kurekî bibe) beratekî bide.” Xweda ji bona Zekerêya ra gotî­ye: “Berata te ev e; ku tu di sê royan da bi tu kesî ra mijûl nebî, ji xêncî bi niqandin (bi peyivî). Û tu pir perestîya Xwedayê xwe bikî. Û tu di sibe û êvaran da Xwedayê xwe ji kêmasîyan bi sipazî paqij bikî.”
42Û di gavekî da firiştan (aha)gotine: “Meryem! Bi ras­tî Yezdan tu hêlbijartî û paqij kiriye û ewî te li ser hemû jinên cîhanê bi paydarî hêlbijartî.”
43Meryem! Tu bi dil ji bona Xwedayê xwe ra (biperestî) stûyê xwe xar bike û tu ji bona Xwedayê xwe ra kunde behere û tu bi wanê ku (xwe ji bona Xweda ra) kûz dikin, xwe kûz bike.
44(Muhemmed!) Evanan hemûşk ji axiftinê dizîka da nin, em li bal te da diniqînin. Di gava ewan peşk diavêtin, ka kîjanê ji wan bibe damin, ji bona xwayî kirina Meryemê û di gava ku ewan tekoşîn dikirin (ji bona daminya Meryemê) tu li bal wan nebû î!
45Di gavekî da firiştan (aha) gotibûne: “Meryem! Bi rastî Yezdan te bi peyvek e ji xwe dide mizgîndanê. Navê wî Îsa Mesîhê kurê Meryemê ye. Ewa di cihan û di dan û gavê pa­ra da jî, pir bi rû ye. Ewa ji wanê nezîkê (Yez­dan) e.
46Û ewa bi merivan ra, di çincîl û di kalitîya xwe da jî, axiftinê dike, ewa ji aştîkaran e.
47Meryemê, bi lavatî gotîye: “Xwedayê min! Ka, wê ça ji bona min ra zarê bibe? Ji merivan destê tu kesekî bi min ne ketîye.” (Yezdan ji bo­na Meryemê ra) gotiye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa diafirîne.” Di gava (Yezdan bûyerekî) biqedîne ji bona we ra dibêje: “Bibe." Îdî ewa jî dibe.
48Û Yezdan ewî hînê nivîsandin û zanîna retkokî û (hînê) xwendina Tewrat û Încîlê jî dike.
49Û Yezdan ewa bi pêxemberî li bal zarên cihûyan da şandîye, ji bo ku ji wan cihûyan ra (aha) bêje: “Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Ez bi beratenê ji Xwedayê we li bal we da bi pêxemberî hatime şandinê. Ezê ji bo­na we ra ji heryê tokelêkî wekî tokela çûkan çê bikim, îdî ezê pufê wê tokelê bikim, ewayê bi destûra Yezdan bibe çûk. Û ez korên zikmakî û belekan bi mafêtî qenc dikim û ez mirêya bi destûra Yezdan, zinde dikim. Û hûn di mala xwe da çi bixun û çizimhêr bikin, ezê ji bona we ra bêjim. Bi rastî heke hûn bawer dikin,di van da berateyên mezin ji bo­na we ra hene.
50Û ji bo ku ez ewê pirtûka ku di berya min da hatîye, rast bidêrînim û ez hinek, ewan tiştên ku we li xwe ne durist kirîye, durist bikim, hatime şandinê. Min ji Xwedayê we, ji bona we ra beratên daveger anîne. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin.
51Bi rastî Yezdan, Xwedayê min e û Xwedayê we ye jî. Îdî hûn ji wî ra perestî bikin. Rêya rast eva ye.
52Di gava Îsa, ji wan cihûyan filetî seh kirîye, îdî (Îsa aha) gotîye: “Gelo di rêya Yezdan da, kê heye, ku arîkarêya min bike?” Suxtene wî (aha) gotine: “Em arîkarên Yezdan in (em di rê­ya Yezdan da arîkarîyê didine wanê, ku di rêya Yezdan da xebatê dikin). Me bi Yezdan bawer ki-riye û tu jî şahidî bike, ku em bi rastî misilman bûne (Me xwe hispartîye Yezdan)”
53Xwedayê me! Bi rastî me bi wan biryarên ku te hinartîye bawer kirîye û em bûne peyrewê pêxember, îdî tu me bi şahidan ra binivîse (ji wanên ku bi te û bi pirtûk û bi pêxemberan bewer kirine, di rêya wan da diçin).
54Lê (ewan cihûyan ji bona kuştina) Îsa xax (endeze) kirine û Yezdan jî (endeze) xax kirîye (ewan bi wî xaxê xwe nikaryan îsa bikuştanan, lê ewan bi xweber xwe kuştine, xaxê wan bi wan da hatîye). Û Yezdan bi xweber jî qencê xax çêkeran e.
55Di gavekî da Yezdan ji bona Îsa ra (aha) gotiye: “Îsa! Bi rastî ezê canê te bistînim û ezê te li bal xwe da bilind bikim, û ezê te ji wanê ku filetî dikin paqij bikin û ezê ewanê peyrewîya te dikin li ser wanê ku fileti dikin, heya roya rabûna hemûtî serfiraz bikim, fetilandina weya paşyî hey li bal min dane. Îdî ezê berewanîya we di wan tiştên, ku hûn di wan da ne wekhevbûn e, bikin."
56Îdî ewanê bûne file hene! Bi rastî ezê ewan di cihan û di dan û gavê para da bi şapatek e zor bidime şapatkirinê. Û ji bona wan bi xwer jî tu arîkar tune ye.
57Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî kirya wanê wê bê kemasî ji wan ra bê dayînê. Û Yezdan bi xweber jî ji cewrkaran hez nake.
58(Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan ku em ewan ji te ra dixûnin, ji beratan û ji (Qur’ana) bijejke ne.
59Bi rastî temtêla Îsa li bal Yezdan wekî temtêla Adem e. (Yezdan, Adem) ji xwelîyê afirandîye, Paşê ji wê ra gotîye: “Bibe” îdî ewa jî bûye.
60Bi rastî daditî (û rastî) ji Xwedayê te ye, îdî ewanê ku (di dabaşa Îsa da) dudilî dikin hene! Tu nebe ji wana.
61(Muhemmed!) Îdî ji piştî ku ji te ra zanîn divê dabaşê da hatîye, heke yek (dîsa) bi te ra tekoşîn bike, tu (ji bona wan ra) bêje: “Hûn werin (bicivin) ku em gazî zarê xwe û gazî zarê we û em gazî jinên xwe û gazî jinên we bikin û em û hûn bi xwer jî bi civin; paşê em bi hev ra qîr bikin (bêjin); îdî ewanê virek hene! Em bi hev ra deherandina Yez­dan li ser wan (bixûnin).”
62Bi rastî ewa (bûyera di mafê Îsa da hatiye gotinê heye) bûyera rast eva bi xweber e. Û ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tu yezdan tune ne. Bi rastî Yezdan bi xweber jî serfirazê bijejke ye.
63Îdî heke ewan rû bifetilînin, bi rastî Yez­dan bi tevdanokan dizane.
64(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Ka hûn werin bal wê peyva, ku di nîveka me û di nîveka we da bi wekitî yek e; em hey ji Yezdan ra perestî bikin û em tu tiştî ji bona Yezdan ra nexine hevrî û hinekên me, hinekî meyî maî ji xwe ra ji pêştirê Yezdan bi xwedatî negirin.” Îdî heke ewan rû bizivirînin tu (ji wan ra aha) bêje: “Hûn şahid bin, ku bi rastî em misilman bûne.”
65Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima di mafê Îbrahîm da tekoşînê dikin? Tewrat û Încîl di pey Îbrahim da hatine hinartinê. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
66(Em bêjin): “Hûn dikarin di wan tiştên, ku hûn bi wan dizanin, di wan da tekoşînê dikin, lê hûn çima di wan tiştên, qe tu zanîna we bi wan tune ye tekoşînê dikin?" Yez­dan bi xweber jî bi wan diza­ne lê hûn nizanin.
67Îbrahîm, cihû jî nîne û mexinî jî nîne û lê Îbrahim bi rastî henîfekî misilman bûye. Û Îbrahîm putperest jî ne bûye (Îbrahîm di "ol"a bi nav (henîf) da bûye ar­şa peyva "henîf" ji pûçitîyê dest berda ye li bal mafê da hatîye. Eva jî misilmanî bûye, putperestî nîne).
68Bi rastî ji kesan ewanê babet in ji bona Îb­rahîm ra hene! Peyrewê (Îbrahîm) û ewa (Muham-med) pêxember û ewanê bawer kirine (bi xweber in). Û serkarê bawergeran şixwe Yezdan e.
69Destekî ji xweyî pirtûkan hez kirine, ku we ji rêya rast bişipitînin (bixine file). Ewanan hey xwe ji rêya rast dişipitînin û bi xweber jî agah nakin.
70Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Û hûn bi xweber jî (bi zanîn) ewan dibînin.
71Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima rastî û pûçîtiyê tevê hev dikin û hûn bi zanîn jî mafê vedişêrin?
72Û destekî ji xweyê pirtûkan (aha) gotine: “Hûn (gelî hevalên meyên xweyê pirtûk) bi wan biryarên ku li ser bawerkaran da (misilmanan) hatine hinartinê; di serê royê da bawer bikin û hûn di dawîya royê da bi wan bibin file, dibe ku ewan (bi van kirinê weyên tinazî) ji bawerya xwe bizivirin.”
73Û hûn (gelî xweyê pirtûkan!) Ji pêştirê wanê ku bûne peyrewê "ol" a (dîn) we bi tu kesî bawer nekin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî rêya rast, rêya Yezdan e.” Qey gava ku ji bona yekê ra wekî wan biryarên, ku ji bona we ra hatine bê dayînê, ya jî ewa meriva bi wan biryaran li bal Xwedayê we, bi we ra tekoşînê bike, hûnê dîsa bêjin: “Bi wan bawer ne­kin?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Bi rastî rûmet di destê Yez­dan da ne, ji kê ra bivê ji bona wî ra dide. Û Yezdan bi aborî bê perwayê pir zan e.”
74Yezdan evînê xwe, bi dilovîna xwe ra xwurî dike. Û xweyê rûmeta mezin Yezdan e.
75Û ji xweyê pirtûkan hinek hene! Heke tu bi barê devan mal daynî bal wan tu bi wan ewle dibî, ku ewan ewî malî dîsa li bal te da bidin. Û hinek jî ji wan hene! Heke tu bi wan ewle bî, polekî bidî bal wan, ewan ewî polî para da nadine te, heya tu li ser wan pê nebirî (ewan ji xastinê bê zar nekî). Eva ne dana wan ji ber ku ewan di gotibûne: “(Ji bona xwarine me, ji malê nexwendîyan û nezanan) tu gunehkarî û ne duristî ji me ra tune ye.” Û ewan (cihûyan) li ser navê Yezdan vir dikirin (digotin: “Şixwa di pirtûka me da jî heye, xwarina malê nezan, û malê bîyanê cihûyan, ji bona cihûyan ra durist e). Ewan bi zanîn evan viran li ser navê Yezdan dikirin.
76Gotina wan nîne lê kîjan peymana xwe pêk bîne û xwedaparisî bike (bira bizane) îdî Yezdan jî ji xwedaparisan hez dike.
77Bi rastî ewanê, ku bi perekî hindik peymana Yez­dan û sondên xwe difiroşin hene! Ji bona van ra di dan û gavê para da tu par tune ye. Evan in, ku Yezdan bi wan ra axiftin nake û Yezdan di roya rabûna hemûtî da jî li wan mêze nake û ewan ji gunehan paqij nake. Û şapateke dilsoz ji bona wan ra heye.
78Û destek jî ji wan hene (di gava xwendina pirtûkê da) zimanê xwe, xaromaro dikin, ji bo ku hûn goman bikin ewa tişta, ku ewan dixûnin, ji pirtûkên (lê qe giza pirtûkê jî bi wan tune ye) ewan ji pirtûkê nînin. Û ewan dibêjin: “Evan xwundinên me, ji bal Yezdan hatîne.” Û ewa xwendina wan bi xweber jî qe li bal Yezdan ne hatine. Û ewan bi zanîn viran li ser navê Yez­dan dikin.
79Babet nîne ji bona tu kesî ra; heke Yez­dan ji bona wî ra pirtûk û zanîna retkokî û pêxemberî dabe, paşê ewa jî ji bona merivan ra bêje: “Hûn ji yezda ra perestî nekin, ji min bi tenê ra perestî bikin.” Lê ji bona wî ra babet ev e, ku ewa ji bona me­rivan ra bêje: “Bi wan biryarên ku hûn ji pirtûkê hîn bûne û bi wan biryarên ku hûn ders didin ji bona Yezdan ra hûn bibin bendeyên xwumal e.”
80Û ewa, fermana we nake, ku hûn firiştan û pêxemberan ji pêştirê wî, ji xwe ra bi xwedatî bigirin. Ji piştî ku hûn misilman bûne, ewa ça fermana we, bi filetîyê dike?.
81Di gavekî da Yezdan ji pêxemberan peymanek e (aha) sitandibû; bi sond! Min ji we ra ji pirtûk û ji za­nîna retkokî daye, paşê gava ewa pêxemberê ku vê (pirtûka) bi we ra heyî dide rast dêrandinê hat, hûnê bi wî bawer bikin û hûnê arîkarêya wî bikin; hûn evê peyman litê dikin û hûn dibêjin erê; ku hûnê li ser wê paymana min e hanê herin? (Pêxemberan) gotine: “Erê (em ewê peymanê litê dikin emê li ser wê herin). Yezdan (ji wan ra aha) got: “Îdî hûn nehrevan bin, bi rastî ez jî bi we ra ji nehrevanan im.”
82Îdî ji piştî vê peymanê, kîjan rû bizivirîne (peymanê pêk neyîne) ewan bi xweber in, ku bi rastî ji rêya rast derketine.
83Qey ewan ji pêştirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweşî û nexweşî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin.
84(Muhemmed!) Tu bêje: “Me bi Yezdan û bi wan biryarên, ku li ser me da hatine hinartinê û bi wan biryarên. ku li ser Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevyê wan da hatine hinartinê bi wan pirnûkên, ku ji bona Mûsa û Îsa û pêxemberan ji Xwedayê wan hatîye, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu dutîretî nakên. Û me bi xweber ji, xwe ji bona (Yezdan ra) hispaniye.”
85Û kijan ji pêştirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xwe­ber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e.
86Ça Yezdanê ewî komalî, ku ji wan ra beratên daveker hatibin, ewan bi wan beratan bawer kiribin û ewan şahidî dabin, ku pêxember rast in, îdî paşê ewan bi vî ra jî bibine file, bîne rêya rast? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayîne rêya rast.
87Celata wan, ev e: “Deherandina Yezdan û firiştan û kesan, hemûşk bi rastî li ser wan e.”
88Ewan di nava deherandinê da hey dimînin. Şapat li wan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê (ku şapata wan bê para danê).
89Xêncî wan merivên, ku ji piştî gunehan poşman bibin û aştî kiribin, îdî bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
90Bi rastî ewanê ji piştî bawerêya xwe bûne file û paşê di filetîyê da jî pêş da çûne hene! Poşmanîya wan qe nayê litê kirinê û ewan bi xweber in, ku rêya rast wunda kirine.
91Bi rastî ewanê bûne file û gava mirinê jî bi filetî mirine hene! Ji tu kesekî ji wan, wekî tijîbûna cihanê zêr jî bidin, ji bo ku ji şapatan fereste bibin, dayîna wan nayê litê kirinê (ewan cihanê tijî zêr bikin, ji bona ferestîya xwe ji agir, bidin, dîsa ewan ji şapat û ji agir feres­te nabin). Evan in. ku ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye û ji bona wen ra qe tu arîkarî jî tune ye.
92Bi rastî heya hûn ji wan tiştên, ku hûn ji wan hez dikin (di rêya Yezdan da) nesixurînin hûn nagehêjên qenciyan û hûn (di rêya Yezdan da) çi bisixurînin bi rastî îdî Yezdan bi wî dizane.
93Hêj di berya ku pirtûka (bi nav) Tewrat ne hatibû hinartinê hemû xurek ji bona zarên Îsrail ra dirustbûye, ji pêştirê wan xurekên, ku Îsrail ji xwe ra li ser xwe ne dirust kirîye. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in ka pirtûka Tewratê bînin û hûn Tewratê bixunin. (Ewan dozên we ne, ku hûn dikin, ka Tewratê di mafê wan da çi gotîye?)”
94Îdî ji piştî van kîjan li ser navê Yezdan viran bike, bi rastî ewanê cewr kirine evan bi xweber in.
95(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Yezdan rast gotiye.” Ka îdî ewa ola (dîn) Îbrahîmê ku ji xarîye li bal rastîyê da hatîye paldanê heye! Hûn bibin peyrewê wê. Û Îbrahîm bi xweber jî ji putperestan ne bûye.
96Bi rastî xanîyê ku ji bona (sertêdana) merivan (bi perestî) di cara yekem da (ji bona beledîya kesên li ser zemîn) hatîye danînê, ewa xanîyê bi nav (Kabe) di Mekkê da ne. (Ewa xanîya) ji bona hemûşk (kesê) cihanê ra pîroz û belede.
97Di wura da beratên xûyayî hene, şûngeha Îbrahîm he­ye. Û kîjan bikebe wura, îdî ewa ewle dibe. Û li ser wan kesên bi hêz, ku dikarin herin wura, ji bona Yezdan sertêdana (heca) wî xanîyê bi vê nevê ye. Û kîjan xwe ji sertêdana wî bide para da (ya jî bibe file neçe wura) bira ewa îdî bizane; bi rastî Yezdan ji hemûşk gerdûnê bê perwa yê zengîn e.
98(Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Bi rastî Yezdan ewan tiştên ka hûn dikin dibîne.”
99(Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima rêya Yezdan ji ber wanê bawer kirine digirin ku hûn ewan bixin rêya çewt, hûn bi xweber jî dibînin (ku rêya bawergeran rast e)? Û Yezdan ji wan kirinên we bê agah nîne.”
100Gelî ewanê bawer kirine! Heke hûn bi gotina destekî ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatîye bikin, ewanê we ji piştî bawerêya we, bifetilînin bixne file.
101Û beratên Yezdan li ser we da tê­ne xwendinê û pêxemberê Yezdan jî di nava we da ne, hûnê ça dibine file?. Û kijan xwe bi Yezdan bigire, îdî bi rastî ewa li bal rêya rast da hatîye.
102Gelî ewanê bawer kirine! Hûn wekî babetîya Yezdan, paristîya Yezdan bikin, û hûn hey li ser ola (dînê) Îslamê bimirin.
103Û hûn hemûşk xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin, ji hev belav nebin, hûn ewan qencên Yezdan e, ku li ser we heye bîra xwe bînin; hûn di gavekî da neyarê hev bûn, îdî Yezdan di dilê we da hogirî çê kir, hûn bi qencîya wî bûne birayê hev. Hûn li ser devê kortikekî agir dabûn, îdî Yezdan hûn ji wura fereste kirin (hûn file bûn, Yez­dan hûn misliman kirin). Yezdan ji bona we ra bera­tên xwe bi vî awayî vedike, hêvî heye ku hûn bi ras­tî werne rêya rast.
104Û bira ji we komekî, ku gazî li bal kirina qencîyan û fermana bi hatina li bal rêya rast da û xwe parisandina ji sikatîyan bike, hebe. Û ewanê ferestbûyî evan bi xweber in.
105Û hûn wekî wa­nê ku ji wan ra beratên hûzwartî hatibûye, paşê ewan ji hev belav bûne, di nava xwe da ne wekhevbûn çê kirine, nebin. Bi rastî ji bona wanê ku aha kirine şapatek e mezin heye.
106Di wê roya ku hinek rû, sipî dibin û hinek rû jî reş dibin; ji bona wanê rûreş ra (aha) tê gotine: “Erê hûn bûn! Piştî baweryê bûne file?” De îjar îdî bi sedema filetîya xwe şapatê tam bikin.
107Û ewanê ku di wê royê da rûyê wan si­pî bûye, îdî ewan di dilovanîya Yezdan da nin. Ewan di wê dilovanîyê da jî hey dimînin.
108(Muhemmed!) Evanan beratên Yezdan in, ku em ewanan bi rastî ji te ra dixûnin. Yez­dan ji bona tu kesekî ra cewrê navê.
109Û çi tiştên di ezman û di zemîn da hene hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Hemû bûyer li bal Yezdan da difetilin.
110Hûn (gelî misilman!) qençtirê koman in, ku ji bona merivan ra hatine derxistinê, hûn fermana (bikirina) qencîyan û (bi xwe parisandina) ji sikatîyan dikin û hûn bi Yezdan jî bawer dikin. Û heke xweyê pirtûkan bawer kiribûnan wê ji bona wan ra çêtir bûya. Ji xweyê pirtûkan hinekî bawer kirine hene, lê pirê wan ji rêya rast derketine.
111Ewan ji pêştirê cefadanê tu zîyanê nadine we. Heke ewan bi we ra qirîn bikin jî dîsa pişta xwa didine we, para da direvin. Paşê ewan nayêne arîkarkirinê jî.
112Ewan li ku dibin bi­ra bibin hey li ser wanan riswatî û pintîtî hatîye vegirtinê. Ji xêncî heke ewan xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin û ewletîya ji kesan (bi dana, bac û bi sixwurandina malê xwe di rêya Yezdan da ji bona hewcan ra) hildin û ewan bi rastî babetê xeşma Yezdan bûne, ku li ser wan riswatî û pintîtî hatiye vegirtinê. Evan şapatan bi sedema ku ewanan bi beratên Yezdan bûne file û bi se­dema ku ewanan bê mafî pêxember dikuştin, bi wan da hatîye. Evan şapatan bi se­dema gunahkarêya wan bi wan da hatîye. Û ewan şixwa ji tuxûbê xwe diborî bûne.
113Ewan (xweyê pirtûkan hemûşk) wek hev nînin; ji wanan hinek hene, ku di şevê da radibin (perestîya Yezdan dikin) bi kundetî beratên Yezdan dixûnin (hew dikin).
114Ewanan bi Yezdan û bi ro û danê pa­ra da bawer dikin û ewanan fermana (kesan) bi qencîyan û (xwe parisdana wan) ji sikatîyan dikin. Ewanan ji bona kirina qencîyan lez di­kin û şixwa ewane bi van salixan in, ku bûne ji aştîkaran.
115Û ewan ji qencîyan çi bikin bi rastî îdî ewan ji wê qencîyê bê par nabin. Yezdan bi xweber jî bi rastî bi parisvanan dizane.
116Ewanê bûne file hene! Bi rastî mal û zarê wan, ewan (ji şapata) Yezdan bi tu awayî nadine paradanê û hevrînê agir evan in. Evanan di agir da heymanok in.
117Temtêla wan (merivê), ku malê xwe di jîna vê cihanê da disixurînin wekî temtêla wî bayê qerimanok e, ça ewî li çandinîyê wî komalê ku li xwe cewr kirine xistîye. Îdî (ewî bayî ewa çandinîya şexte kirîye) hemûşk şewitandîye. (Tiştek ne maye, ji wî ra jî di danê para da tu qencî namîne.) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
118Gelî bawergeran! Hûn ji pêştirê xwe ne (bawerger) ji xwe ra yaran negirin, ji bo ku ewan we di armancê we da çewt nekin. Ewanan ji bona cefadan û tevhevkirina we, qe xwe nadine para da. Ewan ji wan tiştên ku tengasî û kêmayî ji bona we ra çê bikin, hez dikin. Bi sond! Di devê wan (file û putperest, û du rûyan da) xeşm xûya bûye û ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da di singê xwe da vedişerin, hêj meztir in. Bi rastî heke hûn (bi ponijandin) hiş hildin me ji bona we ra berate vekirine.
119Hûn (gelî bawergeran!) ew meriv in, ku hûn ji wan (merivên ji pêştirê xwe jî) hez dikin, lê ewan ji we hez nakin û hûn bi hemûşk pirtûkan bawer dikin, lê ewan di gava rastî we hatine, gotine: “Em bawer dikin” û ewan di gava bi tenê dibin, ewan ji hêrsan tilîyên xwe ji ser wê digezin; (gelo emê çawa ji van fereste bin? diponijin û ji hev ra dibêjen. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Hûn ji hêrsa xwe bimirin.” Bi rastî Yezdan bi wan tiştên di singa da verşartî dizane.
120Heke qencîyek bi we da hatibe, hatina wê qencîyê ewan sik dike û heke şixwa sikatîyek bi we da hatibe ewan bi hatina wî şa dibin. Û heke hûn di hem­berê wan da hew bikin û hûn xwedaparizî bikin, xaxê wan bi tu tiştî ji we ra zîyan nake. Bi rastî Yezdan ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da dikin, hildaye binê zanîna xwe.
121Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye.
122Di wê gavê da du destan ji we van, ku ji hev belav bibin (bi sedema ku ewan çav dabûne wan durûyê revoker). Yezdan bi xweber jî serokê wan herdu des­tan bû. Gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan.
123Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin.
124Di wê gavê da (te) ji bona wanê bawer kirine, digot: “Qey kû Yezdan bi sê hezar firiştên xuroşokên hinartî, arîkarêya we bike hêj têra we nake?”
125Erê! Bi rastî heke hûn (di kozîkê xwe da) hew bikin û hûn xwedaparizî bikin û ewan neyaran jî bi vê hêza xwe, êrişê bînin li ser we da, Xwedayê weyê bi pênc hezar firiştên bi nav û deng arîkarêya we bike.
126Û Yezdan eva arîkarêya hanê hey ji bona ku bibe mizgîn ji bona we ra, ku hûnê di hembere neyarê xwe da serfirazbin û ji bo ku dilê we jî bi wê arîkarîyê bi cî bibe, kirîye. Û arîkarkirin bi xwe ber jî hey ji Yezdanê servehatê bijejke ye.
127(Û Yezdan eva arîkarî kiriye) Ji bo ku ewan (firiştan) alîyekî wan filan jê bikin, ya jî ewan (firiştan) van filan şepirze bikin, îdî (ku ewan filan) para da bizivirin (sernegûn bibin).
128Heke Yezdan ewan şapat bike, ya jî poşmanîya wan ji kirina wan litê bike, ji bona te ra (di vê bûyerê da) tu pişk tune ye. Bi rastî îdî ewan cewrkar in.
129Hemûşk tiştên di ezman û zemîn da heyî ji bona Yezdan ra nin. Yezdan kîjanî bivê ewî dibaxişîne û (ji bona kî ra jî şapatê bivê) ewî şapat dike. Yezdan baxişkarê dilovîn e.
130Gelî ewanê bawer kirine! Hûn (malê hev di nava hev da) bi serdapayî (ribatî) bi peyweste nexun. (Hûn serdapatî bi peywestî nexun, bi vî awayî îdî ji yekê, ya jî di cara yekem da heya care bê paşî hemûşk nexun). Û hûn yezdanparisî bikin bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
131Û hûn (gelî bawergeran!) xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amadekirinê biparisîninin.
132Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxember bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovîn kirinê.
133Û hûn (gelî bawergeran!) li bal baxişandina ji Xwedayê xwe da û li bal wê bihişta, ku firetiya wê wekî ezman û zemîn e, ku ewa jî ji bona xwedaparisan hatiye amadekirinê, lez bikin.
134Ewan (xwedaparis) ew in, ku di tengasî û firaqetîyê da malê xwe ji bona hewcan ra disixurînin û di gava hêrs hatinê da jî hêrsa xwe digirin û sikatîyên merivan dibaxişînin. Û Yezdan jî şixwa ji qencîkaran hez dike.
135Ewan xwedaparisan di gava kirinek e maştoqî kiribin û ya jî li xwe cevr kiribin, îdî hema Yezdan bîra xwe tînin û lavaya baxişandina gunehên xwe dikin. Û ji pêştirê Yezdan kîjan gunehan dibaxişîne? Ewan li ser wan kirinê xwe jî bi zanîn înçê bi peywestî nakin.
136(Ji bona) vanan, xelata wan ji Xwedayê wan baxişandin û bihiştên, ku dibinê wan da çem dikişin heye. Ewanan di wan bihiştan da jî hermanok in. Çi qa qence, xelata karkerê qencîyan!
137(Gelî bawerge­ran!) Bi sond! Di berya we da hinek rê û rêçik û biryar hatine, borîne. Îdî hûn di zemîn da bigerin, ka paşîya wanê vir dikiribûne, ça bûye?
138Eva (Qur’ana bi wan beratên borî va) ji bo­na hemû merivan huzwartine û ji bona xwedaparisan beled û şîretek e.
139Û hûn (gelî bawergeran!) sist ne bin û murûzê xwe nekin, heke we bi rastî bawer kiribe bi rastî hûnê bi serfirazî ewan sernegûn bikin.
140Heke birîndaryek (di qirîna Uhudê da) bi we girtibe, bi rastî birîndaryek e wekî wê (di qirîna Bedrê da) bi wî komalî girtibû. Û evan royanin em di nava merivan da dixne dor, ji bo ku Yezdan ewanê bi rastî bawer kiribin bizane û ji we şahidan bigire. Bi rastî Yezdan ji cevrkaran hez nake.
141Û ji bo ku Yezdan ewanê bawer kirine (ji gunehan) bi malîne û (Yezdan) ewanê file jî (bi gunehên wan va) biherçiqine.
142Qey hûn goman dikin, ku hûnê herne bihiştê Yezdan jî qe bi wan merivên ji we ne, ku di rêya Yezdan da tekoşîn kiribin û bi wan me­rivên ji we ne, ku di hembere aşîtan da hew kiribin, nizanbe?
143Û bi sond! Di gava hêj hûn rastî mirine ne hatibûn, we dilxwazîya mirinê dikirin. Îdî bi rastî we mirin dît hûn zoq mane lê mêze dikin.
144Û Muhemmed! Hey pêxemberêk e, di berêya wî da pêxember hatine çûne. Qey di gava (Mu­hemmed) bimire, ya jî bê kuştine, hûnê para da bizivirin? Îdî kîjan para da bizivire ewa tu zîyanê nade Yezdan. Bi ras­tî Yazdanê sipaskaran xelat bike.
145Bê destûra Yezdan tu kes namire! Û kî­jan qencên cîhanê bivê, emê ji wan qencên cîhanê bidine wî û kîjan jî qencên dan û gavê para da bivê, emê ji wan qencên danê para da bidine wî. Û bi rastî emê sipaskaran xelat bikin.
146Çi qas pêxember hebûne, ku pir zanan jî bi wan (pêxemberan va) di hemberê neyaran da qirîn kirine. Ewanan (bi sedema wan tiştên, ku di rêya Yezdan da hatiye serê wan), îdî sist ne bêne bê hêz û pintî û stûxwarî nekirine. Şixwa Yezdan bi xweber jî ji hevkeran hez dike.
147Axiftina wan zanan hey eva bûye û gotine: “Xwedayê me! Tu ji bona me ra gunehên me û ewan dest belavînê me bibaxişîne û (Xweda! Tu) pê me di hemberê neyaran da bi cî bike û tu arîkarêya me li ser komalê file bike.”
148Îdî Yezdan ji wan ra qencên cîhanî û tîtalê qencên dan û gavê para da daye. Şix­wa Yezdan bi xweber jî ji qencîkaran hez dike.
149Gelî bawergeran! Heke hûn bi gotinên wanê file bikin, ewan filanê wê we para da bizivirînin, îdî hûnê bibine ji wanê zîyankar.
150Na, (hûn bi gotina wan nekin) lê hûn bi gotina Yezdanê serkarê xwe bikin. Ewa Yezdana qencê arîkara ne.
151Bi rastî emî bi sedema wan tiştên, ku filan ewan tiştan dixistine hevrî ji bona Yezdan ra, qe tu hêz û berate ji bona hevrîtîya wan ra ne hatibûye hinartinê jî, tirsê bavêjine dilê wan (filan) û êwra wan (filan) agir e. Şûnwarê cevrkaran çi qasik e!
152Bi sond! Di gava we neyarên xwe bi destûra Yezdan (xistibûne pêşîya xwe) dişkênandin, hûr dikirin. Yezdan ewa peymana xweyê, ku (bi servahatina we) dabû, pêk aniye. Lê ji piştî ku Yezdan ewa servehatine we ji hezdikirin bi we dabû xûyandinê, divê gavê da hûn rabûn ji hev belav bûn; we di mafê bûyerê da bi hev ra tekoşîn dikirin û we (guhdarêya fermana kesî nekir) hûn di hemberê wan fermana da dihatin; hineka ji we cîhan divan û hinekên ji we jî dan û gavê para divan. Paşê Yezdan hûn ji wan neyaran dane zivirandinê (hûn ji ber neya­ran para da revîyan). ji bo ku Yezdan we biceribîne eva bûyera hanê bi serê we da anîye. Û bi sond! (ji piştî poşmanîya we, ji wan kirine we) Yezdan hûn baxişandine. Şixwa Yezdan ji bona bawergeran xweyê rûmeta tîtal e.
153Di wê gava, ku hûn para da direvîyan hûn ne dizivirîn we li tu kesî mêze ne dikir û pêxember jî gazî we dikir, ji bo ku hûn li pey xwe da bizivirin, îdî ji bo ku hûn li ser wan tiştên borî û ji bona wî tişta bi serê we da hatiye, murûz nebin Yezdan kovan bi ser kovanan bi we da anî. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi wan tiştên ku hûn dikin agahdar e.
154Paşê Yezdan li ser we da ji piştî kovanan, ewletîyek e wusa hinartiye, ku destekî ji we dihênijîn; haja wan (îdî ji qirînê ne mabûye) û destek jî îdî ketibûne derdê xwe; ewanan bê mafî wekî gomana nezanan ji Yezdan goman dikirin, digotin: “Qe ji bona me ra jî di vê bûyera (qirînê da) ramanek heye?” (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Şixwa bûyera qirîne hemûşk jî ramana Yezdan e.” Ewanan ji bona te ra ewê tişta ku di singe xwe da vedişêrin venakin, ewanan dibêjin: “Heke ji bona me ra (ji qirînê) ramanek hebûya, em di vira da ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “He­ke hûn di xanîyên xwe da bûna jî, dîsa ewanê ku kuştina wan hatiye nivîsandinê, wê ji xanîyê xwe derketina bihatina şûna welgerandina xweyên hanê, bi hatina kuştine.” Yezdan ji bo ku ewê tişta di sîngê we da heyî biceribîne û ji bo ku dilê we parzin bike, tişta di dilê we da heyî derxe, eva aşîta bi we da aniye. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi tişta di singa da heyî dizane.
155Bi rastî ewanê ku di roya herdu komên neyar rastî hev hatine, hûn hîştine para da revîyane, hene! Bi sedema hinek kedên ku ewan kiribûne, pelîd pê wan şimitandiye, ewan ji rêya rast derxistiye. (Îdî ji piştî poşmanîya wan) bi rastî Yezdan ewan baxişandine. Bi rastî Yez­dan baxişkarê mulahîm e.
156Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn jî wekî wan fileyên, ku ji bona birayên xweyên; gava di rêkî da çûbûnan, ya jî çûbûna qirînê, bi hatina kuştinê, ya jî bimiranan (aha) gotine: “Heke ewan li bal me bûnan, îdî ewan ne dimirîn û ne jî dihatin kuştinê” nebêjin. Yezdan ji bona ku di dilê wan da bixe kul û kovan, evê gotine hanê ewan dibêjin. Bi rastî Yezdan bi xweber e; dijît û dimirîne. Şix­wa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin, dibîne.
157Û bi rastî heke hûn di rêya Yezdan da bêne kuştinê, ya jî bimirin (ji bona we ra) ewa baxişandina ji Yezdan û dilovanîye wî, ji wan tiştên (ku ewan di jîna cîhanê da) dicivînin, çêtir e.
158Bi sond! Heke hûn bimirin, ya jî bêne kuştinê hûnê hey li bal Yezdan da bêne civandinê.
159Bi sedema dilovanîya ji Yezdan (ku dabû te) îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan ra nerm bûyî. Û heke (Muhemmed! Tu merivekî dil) hişk bibûyaî, ewanê ji dora te biherikîyan (biçûnan). Îdî tu ewan (sikatîne wan) bibaxişîne û tu ji bona (baxişandina) gunehên wan lava bike. Û tu di bûyeran da, bi wan ra biponije (muşawere bike). Lê di gava te cada tiştekî kir, îdî tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî Yezdan ji histpêrekan hez dike.
160Heke Yezdan arîkarîya we bike, îdî tu sernegûnî ji bona we ra tune ye. Û heke Yezdan we sernegûn bike, gelo ji piştî Yezdan, ke­sê arîkarîya we bike, heye? Gelî bawergeran! Îdî hûn xwe hispêrên Yezdan.
161Babetê tu pêxemberî nîne, ku bi dexelî (malê şorê veşêre û di ewletîya xwe da dexelî bi­ke) û kîjan dexelîyan bike (malê şorê veşêre) di roya rabûna hemûtî da ewa meriva bi dexelîya xwe va tê civînê. Paşê ji bona hemûşkan ra jî keda ewan kiriye bê cevrkirin ji wan ra tê dayînê.
162Qe ewanê dibine peyrewê qayilbûna Yezdan wekî wanê, ku rastê xeşma Yezdan hatine, dibin? Şûna evê ku rastê xeşma Yezdan hatîye, doj e. Doj çi qa şûnek e sike!
163(Na, ewan wekî hev nabin) ewanan li bal Yezdan parpar in. Şixwa Yezdan bi xwaber jî tişta ewan dikin, dibîne.
164Bi sond! Ji ber ku Yez­dan di (nava bawergeran da) ji wan pêxemberek şandiye ewa (pêxembera jî ji bona wan bawergeran) beratên Yez­dan dixune û, ewan ji gunehan paqij dike û ewan hînê xwendina pirtuk û zanîna retkokî dike, bi wan bawerge­ran qencî kiriye. Û lê ewan (bawergeran) di berê da di rê wundabûnek e xûya da bûne!
165Qey, di gava ku bi we da (di qirîna Uhûdê da heftê meriv ji we hatiye kuştinê) aşîtek hatiye, we bi xweber jî ducarî wê aşîta bi we da hatî, bi wan da aşît anîye (di qirîna Bedrê da we heftê mêrê wan kuştibû ê heftê jî ze­bûn kiribûn) hûn dibêjin: “(gava Xweda û Pêxember bi me ra nin) ka eva aşîta hanê ji kur da bi serê me da hat?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ewa aşîta ji we, bi we da hatiye.” Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e.
166Û çi tişta di roya herdu deste rastî hev hatine, li serê we da hatiye: ewa hey bi destûra Yezdan bûye. Ji bona ewa bi bawergeran bizane (ku temtêla wan hey hewdan e).
167Û ji bo ku ewa bi wanê durû jî bizane (ka temtêla wan çiye). Ji bona wanê durûtî dikin, tê goti­nê: “Hûn werin di rêya Yezdan da qirîn bikin, ya jî parisvanî bikin.” Ewan (aha) gotine: “Heke me bi qirînê bizaniya, ya jî me bizaniya we qirînekî çê be, bi rastî emê bibûna peyrewên we.” Ewan di wê royê da ji bawerîyê pirtir, nêzîkê bal filetîyê bûne. Ewan bi devê xwe, tişta qe di dilê wan da tune ye dibêjin. Yezdan bi tişta ku ewan vedişerin, ji wan çêtir dizane.
168Ewan rûniştine û ji bona biranê xwe ra jî (aha) gotine: “He­ke ewan biranê me bi gotina me bikirinan, ewan ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî hûn mirinê ji xwe bidin paradanê.”
169Û hûn goman nekin, ku ewan merivên di rêya Yezdan da hatine kuştinê, mirîne, 1ê ewan dijîn, li bal Xwedayê xwe jî têne rozî dayînê.
170Ewanan bi wan qencên, ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan şadoke ne. Ewanan ji bona wanê ku li pey wan mane hêj ne gihîştine wan, mizgînî didin, ku bi rastî li ser wan tu tirsa (şapatdanê) û murûzîya (ji kêm xelatîyê) tune ye.
171Ewanan bi wan qencî û rûmetê ji Yezdan, ku ji wan ra hatîye şa dibin û mizgînê didin, ku bi rastî Yezdan kirya bawergeran wunda nake.
172Ewan (bawergeran ew kesên) ku ji piştî (di qirînê da) birîndar bûne jî, ji bona Yezdan û pêxember ra pisyar dane (gava pêxember ewan gazî li bal peyçûna Qureyşîyan kirine, ewan heftê hevalên birîndar, rabûne bi Pêxember ra dane pey Qureyşîyan, ji piştî qirîna bi nav Uhûdê, navê vê qirînê Hamray Esed bûye). Hêj ji bona wan kesên ji wan, ku qencî kirine û xwedaparizî kirine kirênên mezin hene.
173Ewan (bawergeran ew kesên) ku gawa merivan ji bona wan ra gotine: “Bi rastî merivên (neyarên we) civiyane ji bona, bi we ra qirîn bikin, îdî hûn jî ji wan bitir­sin.” Evê mijûlîya hanê, bawerîya wan pir kirîye, ewan (aha jî) gotine: “Yezdan besî me ye û Yezdan çi serkarekî qenc e!
174Îdî ewanê bawer kirine para da bi qencî û bi rûmeta ji Yezdan fetilîne qe tu sikatî jî bi wan da ne hatîye (ewanan hêj di kirîn û firotanan da kar kirine). Ewan bûne peyrewê qayîlbûna ji Yezdan. Şixwa Yezdan bi xweber jî xweyê rûmetek e mezin e.
175Bi rastî evan tirsdanê hanênan ji pelîd in. Pelîd we bi dostên xwe, dide tirsandinê. Îdî heke we bi rastî bawer kiribe hûn ji wan netirsin, hey ji min bitirsin.
176Û bira ewa berhevdana wan ji bona filetîyê (ka kîjan ji wan ji bona filetîyê zûtir xebatê dike) te nede mirûz kirinê. Bi rastî ewana qe bi tu tiştî zîyanê nadine Yezdan. Yezdan divê ku ji bona wan ra di dan û gavê para da tu paran nede û ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
177Bi rastî ewanê filetî, bi baweryê kirîne hene! Ewanên bi tu tiştî zîyana Yezdan nakin û ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye.
178Û bira ewanê bûne fi­le goman nekin, ku me ji bona wan ra bên daye (şapatdana wan hinekî para daye) eva bêndana hanê ji bona wan ra qenc e. Em ji bona wan ra bên didin, ji bo ku ewan hêj gunehan pir bikin û ji bona wan ra şapatek e sernegûnî heye.
179(Muhemmed!) Yez­dan bawergeran li ser vê temtêla hûn têda nin, nahêle. Ji bona ku qencan ji xiraban parzin bike (Yezdan sedemên wusa diafirîne qe haja we pê tune ye).Û Yezdan we hemûşkan agahdarî li ser wan tiştên ne berçavî, nake. Lê Yezdan ji pêxemberên xwe ji bona kîjanî ra bivê ewî agahdarê li ser wan tiştên ne berçavî, dike. Îdîm hûn bi Yezdan û bi pêxemberên wî bawer bikin. Û hûn heke bawer bikin û xwe parisandina (ji gunehan bikin) îdî ji bona we ra karek e mezin heye.
180Û bira ewanê di wan tiştên, ku Yezdan ji rûmeta xwe ji bona wan ra daye timatîye dikin, goman nekin ku eva malê (mîratê) ji bona wan ra qencî ye, lê ewa mala ji bona wan ra xirabî ye. Di roya rabûna hemû da ewanê bi wê tişta, ku ewan bi wî dexesî dikirin wê bêne xelêfkirinê. Û şixwe mîrata ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin agahdar e.
181Bi sond! Yezdan gotina wanê, ku gotibûne: “Bi rastî Yezdan xezan e û em bi xweber jî zengîn in,” bihîstîye. Bi rastî ewa tişta ku wan gotibûye û kuştina pêxemberan, ku ewan bê mafî pêxember dikuştin, emê binivîsin û emê ji wan ra bejin: “Ka îdî hûn şapata şewitok çeşne bikin.”
182Eva (şapata hanê) bi sedema wan tiştên ku destê we di berê da kiribûye (ji bona xwe ra bi pêşkoçî şandiye, bi serê we da hatiye.” Heke wusa nebe) şixwa bi rastî Yezdan ji bona bendan ra cevrkar nîne.
183Ewan ew meriv in, ku gotine: “Bi rastî Yezdan ji bona me ra peyman daye, ku em bi tu pêxemberi bawer nekin, heya ewa pêxembera ji bona me ra ewê gorîya (qurban) ku agir ewê bixwe, neyne.” (Muhemmed! tu ji wan ra) beje: “Bi sond! Ewan pêxemberên berya min da, beratên daveker û eva go­tina waye hanê ji bona we ra anîbûn, heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî we çima ewan pêxemberan kuştibûn?”
184Îdî heke ewan (Mu­hemmed! Te bi van dozên hanêvan) bidnie derewdêrandinê, bi sond! Ewan pêxemberên berya te da jî ku bi beratên daveker va û bi wan rûperên retkokî û bi wan pirtûkên ronahîger va hatibûne, dîsa hatine derewdêrandinê.
185Hemû candarê we mirinê çeşne bikin. Û bi rastî kirya weyê di roya rabûna hemûtî da bê kemayî wê ji bona we ra bê dayînê. Îdî kîjan ji agir bê dûrxistinê di bihiştê da bê xistinê, bi sond! Îdî ewa fereste bûye. Û jîna cîhanê şixwa ji pêştirî xemla xapanokan tu tişt nîne.
186Bi sond! Hûnê di mal û canê xwe da bêne ceribandinê û hûnê ji wan merivên berîya xwe da, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê û ji wan merivên, ku hevrîyan çê dikin, pir axiftine rexne bibihên. Heke hûn di hemberê wan da hew bi­kin, û hûn xwe parisîya ji gunehan bikin, îdî hûn (bizanin!) bi rastî ewan bûyerên (ku kirina wan) hêca ne hene! Evan ji wan in.
187Û di gavekî da Yezdan ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê peyman hildabûye; bi rasti hûnê ewê pirtûkê ji bona merivan ra bi vekirî bêjin û hûn ewê pirtûkê venaşêrin. (Lê ewan ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne) ewan, ewa peymana avêtibûne pişta xwe. Îdî ewan, ewa peymana bi pereki hindik firotine. Çika sike tişta ewan firotine!
188Ewan merivên, ku bi mal û bi wan tiştên ji wan ra hatîye dayînê dilşa dibin û ewan hez dikin ku pesnê wan, bi wan tiştên qe ewan ne kiribin jî bê dayînê, hene! (Muhemmed) tu goman neke ku ewanê, wê ji şapatan fereste bibin: Ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye!
189Û seroktî û maldarîya ezman û zemîn ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
190Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bo­na xweyê hişan berate hene.
191Xweyê hiş ew in, ku li pîya û li rûniştî û li ser kêlekê xwe dirêj kirî, Yezdan tînine bîra xwe û ewan xweyê hişan di aferandina ezman û zemîn da, bi ramanî diponijin (dibêjin): “Xwedayê me! Te evan bi pûçî ne aferandîne. Em te ji kêmaîyan û (ji aferandina pûç) paqij dikin, îdî tu me ji şapata agir biparisîne”
192Xwedayê me! Bi rastî tu kîjanî bixî agir, îdî bi sond! Te ewa ruswa kiriye. Û ji bona cevrkaran ra qe tu arîkarî tune ye.
193Xwedayê me! Bi rastî me bihîstiye, ku yek ji bona bawerkirinê gazî dike (û dibêje): “Hûn bi Xwedayê xwe bawer bikin.” Îdî me jî heman bawer kiriye. Xwedayê me! Îdî tu ji bona me ra gunehên me bibexişîne û tu sikatîne me, ji me rake û tu can û (xelatên me bi) wanên qencîkar ra bide û bistîne.”
194Xwedayê me! Te çi ji bona me ra, li pêxemberên xwe da peyman daye, îdî tu ewî ji bo­na me ra bide û tu di roya rabûna hemûtî da me ruswa neke. Bi rastî tu ji peymana xweye dayî poşman nabî.
195Îdî Xwedayê wan ji bona wan ra pisyar daye (gotiye): “Bi rastî ez keda tu kesê kedkarên ji we, çi mêr û çi jin be, wunda nakim. Hûn (gelî kesan! Hemû jî) ji hev in.” Îdî ewan merivên ku koç kirine û ji welatê wan ewan hatine derxistinê û ewanê di rêya min da hatine cefadanê û qirîn kirine û bi wan ra qirîn hatiye kirinê, hene! Bi rastî ezê ji wan, sikatîne wan rakim û ezê ewanan bixime wan bihiştên, ku di binê wan da çem dikişin. (Eva xelata hanê) hey qencîyek e ji Yezdanê (ji wan ra tê dayîne). Şixwe li bal Yezdan bi xweber jî rindê qencîyan heye.
196Gera wan filan bi xweşî, di welat û bajaran da bira te nexapîne.
197Eva benga wan, jînek e hindik e. Êwra wanê paşîyê doj e. (Ewa doja) çi qa hêlanek e sike!
198Lê ewanê parîsîya Xwedayê xwe kirine, hene! Ji bona wan ra ewa bihişta, ku di binê wê da çem dikişin heye. Ewanan di wê bihiştê da hermanok in. Ewanan li bal Yezdan têne mexzûvan kirinê. Û çi tişta li bal Yezdan heye, ewa ji bona qencîkaran ra çêtir e.
199Û bi rastî destekî ji xweyê pirtûkan hene, ku bi Yezdan bawer dikin û bi wê (pirtûka) li bal we da hatiye hinartinê û bi wan (biryarên) li bal wan da hatine hinartinê, bawer dikin. Ewanan ji bona Yezdan xwe bi tirs nişîv dikin, ewanan beratên Yezdan bi perekî bindik nafiroşin. Eva desta bi van salixan hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan xelat û kirêya wan heye. Bi rastî Yezdan hijmaran zû dike.
200Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn hew bikin û hûn ji neyarên xwe pirtir hew bikin û hûn di hemberê neyaran da bi hevra bin û hûn Yezdan parisî bikin. Bi rastî hêvî heye ku hûn bi vî awayî fereste bin.
Chapter 4 (Sura 4)
1Gelî kesan! Hûn parisaya wî Xudayî xweyî ku ewî hûn ji canekî bi tenê aferandine, bikin. (Ewî Xudayê ji wî canî) zoya wî jî afirandiye û ji wan herdukan pir mêr û jin zayandîye. Û hûn parisaya wî Yezdanê ku hûn li ser navê wî tiştan ji hev dixazin (û hûn bi fermana wî) bendê pismamîyê di nava hev da napezirinin, bikin. Bi rastî Yezdan li ser we da dîdevan e.
2Û hûn malê sêwîyan ji bona wan ra bidin û hûn (ji malê wan sêwîyan) ewareyê xwe, di şûna qencê wan da neguhurin. Û hûn malê wan di nava malê xwe da nexun. Bi rastî ewa gonehekî mezin e.
3Û heke hûn tirsîyan (ku hûn heke bi wan keçên sêwî ne, hûn serkarya wan dikin kevîn bibin) hûn di mafê wan da dadvanî nakin (îdî hûn bi wan ra kevîn nebin). Lê hûn bi wan jinên xweşa we diçin, ji bona we ra tîtal in bi wan ra kevîn bibin; du libî û sê libî û çar libî (kevîn bibin). Heke hûn tirsyan, ku hûn (di nava wan da) dadvanî nakin, îdî hûn bi yek jineke bi tenê ra kevîn bibin, ya ji hûn bi wan qerewaşên bendenê xweyên, ku îdî ewan bi bendetî ketine destê we, kevîn bibin. Ji bo ku hûn ji rêya rast dernekebin, eva kevînbûna we bi vî awayî ji bona we ra çêtir e.
4Û hûn mara jinan bi xwaşî bidine wan. Heke ewan jinan ji wê mara xwe, bi xweşî ji ber xwe da ji bona we ra bibaxişînin, îdî hûn ewê mara baxişandî bi givirî bixun.
5Û hûn ewê malê xweyê, ku Yez­dan sixurandina wê daye destê we, nedin efsanan. Hûn (bi kara) wê malî ewan efsanan bi xarin û vexarin xweyî bikin û hûn kincan li wan bikin û hûn ji bona wan ra mijûlinên qencî bejin.
6Û hûn sêwîyan, ka ku gihîştine dane kavînbûnê. Ya hêj negihîştine, biceribînin. Îdî heke we, di wê gavê da ji wan "gihijtin" goman kir, hûn heman malê wan ji wan ra bidin. Hûn malê wan ji tirsa wê, ewanê mezin bin, wê malê xwe ji me bistînin. He­man bi lez, bi dest belavî nexun. Û kîjan (serkar) zengîn be, îdî bila ewa di malê wan da tu sixurandinê neke. Û kîjan (serkar) xezan be, îdî bila ji wî malî wekî xûyê waletê ku têda dijî, bixwe. Îdî di gava we malê wan sêwîyan dane wan hûn ji bona, ku we malê wan sêwîyan daye wan, şahidan bigirin. Şixwa (ka we malê wan sêwîyan bi hemûtî daye yan jî ne daye) Yezdan ji bona hêjmara we, bi malê wan sêwîyan bes e.
7Ji bona mêran ra ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Û ji bona jinan ra jî ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Eva (para hanê) hindik û piraya wê, parek e hijmarî (û) bi vê nevê ye.
8Di gava parkirina mîratê da heke (ji pêştirê mîratxwaran) lêzimên mayî û sêwî û xezan, amade ye parkirinê bûn, îdî hûn ji wê mîratê ji bona van ra jî (bidin) bi wan bidine xwarinê û hûn ji bona wan ra mijûlînên qenc bêjin.
9Û ewanê, ku ditirsin heke li pey xwe da ûrtên bêwec bihêlin, wê li wê ûrta wan cewrê bê kirinê; (mafê wîyê wun­da bibe) bira (ji mafê sêwîyan bi­tirse, destê xwe nede malê wan). Îdî bira ewan Yezdan parizî bikin û bira ewan gotinê rast (ji bona sêwîyan ra) bêjin (ça ewan ji bo­na zarên xwe ra dibêjin).
10Bi rastî ewanê ku malê sêwîyan bi cewrê dixun, hene! Ewanan hey zikê xwe tijî agir di­kin. Şixwa ewananê di nêzîk da li bal doja hilopîtik da bêne kişandinê.
11Yezdan, ji bona zarên weyên kurîn, di mafê mîrat parkirinê da; li we (aha) şîret dike: ji bona kuran wekî du parê jinan, par heye. Îdî heke mîratxur, xwurî jin bin û ewan ji dudu yan jî pirtir bin, ji bona wan jinan ra ji sê parê mîratê du par hene. Heke ewa jina mîratxur yek bi tenê be, îdî nîvê malê mîratê mayî para wê jinikê ye. Heke mirî li pey xwe da bi tevê zarên xwe va da û bavê xwe jî hîştibe; ji şeş parê mîratê, ji bona her yekê ji da û bavê mirî ra par heye. Heke ji bona mirî ra zar tune bin; mîratxurê wî hey da û ba­vê wî ma bin, ji bona dayîka wî ra, ji malê mîratê ji sê paran, parek heye. Îdî heke xûşk û birayê mirî hebin, wê gavê ji bona dayîka mirî ra, ji malê mîratê şeş paran parek heye. Eva parên hanênan, ji piştî wan parên, ku mirî bi dayîna wan şîret kiriye û ji piştî deynê mirî ji malê mîratê derdikebe, paşê têne dayînê. Hûn nizanin, ka ji da û bavê we û ji zarên we, ji bona we ra kîjan bi qencî çêtir e. Evan parkirinên hanênan, parkirinê bi vê nevê ne, ji Yezdan e. Bi rastî Yezdan pir zanê bijejke ye.
12Û ji bona we (mêran ra) nîvê wî malê, ku jina weye mirî li pey xwe da mîrat hîştîye heye, heke ji bona wan jinan ra zarên wan tu nebim heke zarên wan jinan hebin; îdî ji bona we ra ji wî malê mîratê, ji çar paran parak heye, ji piştî wan parên, ku ewan bi dayîna wan şîret kirine û ji piştî wan deynê, ku li ser we hebûye bê dayînê. Û ji bona wan jinên, ku ewan li pey we da mane, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji çar paran parek heye, heke ji piştî mirina we da, zarên we ne mabin. Îdî heke ji piştî mirina we da, ji bona we ra zarên we mabin, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji piştî wan şîretên we ne, ku we bi dana wan kirîye û ji piştî deynê we, ji bona wan jinan ra ji heşt paran, parek heye. Û heke mirî mêr be û ya jin be (bê dûmda bin, ji wan ra ji bav û dîya wan, tu ûrta wan ne mabe, ewan bi xweber jî bê dûmda bin ûrta wanê mayî ji dîya wan) bira, ya jî xûşka wan hebe, îdî ji bona van her yekê ra, ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî, ji wî malê mîrata mayî derkebe; ji şeş pa­ran parek heye. Îdî heke ewan (bira û xûşkên we ne ji dîya we) ji duduyan pirtir bin ewanan hemûşk jî ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî ji wî malê mî­rata ma; derkebe, ji sê paran, parekî da hempar in. Eva parkirina hanê rast e. Heke şîret û deynê wî zîyanê nede para wan. Eva (parkirina) şîretek e bi vê nevê ye ji Yezdan hatîye kirinê. Û Yezdan zanakî mulahîm e.
13Evan parkirin û şîretên hanênan biryarên Yezdan in.Û kîjan jî bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bike, îdî Yezdanê ewî bixe wê bihişta, ku di binê (darê wê da) çem dikişin. Ewanê di w bihiştê da hemû gavan bimînin. Serfirazîya mezin eva ye.
14Û kîjan bê gotina Yezdan û Pêxemberê wî û neyartîya biryarên wî bike (ji wan bibore) îdî Yezdanê ewî bixe agirekî wusa, ewayî di wî agirî da hemû gava bimîne. Û ji bona wî ra şapatek e riswabûyî heye.
15Û ewan jinên weyên, ku maştoqî kirine hene! (divê ku hûn ji bona kirina wan) çar şahidan ji xwe bînin (ku ewan jinan maş­toqî kirine, bidine rast kirinê). Îdî heke ewan şahidan, şahîdî dan (ku ewan jinan maştoqî kirine) hûn ewan jinan îdî di xanîyan da bigirin, heya ku ewan jinan bimirin ya jî haya Yezdan ji bona wan jinan ra rêyek e mayî derxe.
16Û ewan herduk (mêrikên) ji we (ku bi hev ra) qûndayî kirine hene! Heya ewan ji wê kirinê poşman bibin û aştîkarî bikin, hûn ji wan ra cefa bidin. Îdî heke ewan ji wê kirina xwe poşman bûn, hûn jî ji cefadana wan xwe bidine para da. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e.
17Bi rastî Yezdan poşmanîya wan merivên ku bi nezanî karên sikî kirine, paşê di nezîk da, ji wan ki­rinê xwe poşman bûne, (baxişandina) wan hildaye ser xwe. Şixwa îdî evan in, ku Yezdan poşmanîya wan litê dike. Û Yezdan zanakî bijejke ye.
18Û ji bona wanê, ku karên sikatî dikin heya, ku gava yek ji wan amadeyî mirinê dibe; di wê gavê da gotîye: “A, di naha da ez ji wan kirinan poşman bûme.” Û ji bona wanê, ku bi filetî dimirin poşmanîya wan ji gunehan tune ye (yanî poşmanîya wanên di wê gavê da nayê litê kirinê). Şixwa evan in, ku me ji bona wan ra şapatek e dilsoz amade kirîye.
19Gelî ewanê bawer kirine! Ne durist e ji bo­na we ra ku hûn bi kotekî bibin mîratxurên ji­nan. Heya ewan jinan tolîtîya ber çavî nekin, ji bo ku hûn hinekî ji wî (malê mara wê) ji bona wan ra daye, (ewan jinan hinekî ji wî malî ji bona berdana xwe, ji bona we ra bibaxişînin), di para da bistînin hûn li wan zor nekin. Û hûn bi wan jinan ra bi qencî derbasîyî bikin. Îdî heke rikê we ji wan jinan tê (hûn hew bikin bi wan ra derbasîyî bikin) dibe ku ewa tişta rikê we jê tê, Yezdan ji bona we ra di wan da qencên pir çê bike.
20Heke hûn bivên, ku hûn di şûna jina xwe da bi jinekê mayî ra kevîn bibin (yanî hûn jina xweye heyî berdin bi jineke mayî ra kevîn bibin) we ji bona wê jina xweya cara yekem da bi barê (devan) mal dabe wan, hûn ji wî malî qe tu tiştî para da ji wan nestînin. Hûnê ewî malî ça (ji wan jinan) bi vir û bi gunehkarya ber çavî bistînin?
21Ka hûnê ça ewî malî ji wan bistî­nin hûn bi xewber (bi jîn û bi mirin) tavê hev bûne? Ewan jinan jî (di gava kevîn bûne da) ji we peymaneke bi hez sitandibûne.
22Û hûn bi wan jinên, ku bav û (bapîrên we) bi van ra kevîn bûne, ke­vîn nebin. Ewan kevînbûnên borî, şixwa borîne. Bi rastî eva kevînbûna (bi ji­na bav û bapîran ra) maştoqî û tiştekî pir sik e. Eva sikê rêya ne.
23Li ser we (kevînbûna we) bi dayîkên we ra û bi keçên we ra û bi xûşkên we ra û bi metê­n we ra û bi xatîyên we ra û bi keçên birayên we ra û bi keçên xûşkên we ra û bi wan dayên weyên, ku şîr dabine we û bi xûşkên weyên ji şîr û bi dayên jinên we ra û bi wan mozîkên weyên di mala we da nin, ji wê jina weya ku hûn bi jinanî tevê we razabin, heke hûn bi jinanî tevê dîya wan mozîkên xwe ranezabin şixwa îdî ji bona we ra tu qedexe tune ye, ku hûn bi wan mozîkên xwe ra kevîn bibin û bi jina kurên xweyên, heke ewan kuran ji dola we bin, hatine qedexekirinê. Û kevînbûna we bi du xûşkan bi hev ra jî (qedexe ye), ji pêştirê wan (kevînbûnê weyên borî) şixwa borîne. Bi rastî Yez­dan baxişkarê dilovîn e.
24Û ewan jinên bi mêr hene! (kevînbûna bi wan jinan ra jî li ser we hatîye qedexekirinê) Ji pêştirê wan jinên (di gava qirînê da hatine zebunkirinê) ku ewan ketibin binê ewletîya we da mabin. (Evan qedexe û biryarên borî) biryarên Yezdan in, li ser we bi vê nevê hatine nivîsandinê. Ji pêştirê vanê borî; heke hûn malê xwa bidin bi wan ra kevîn bibin, ji bo ku xwe ji tulîyê biparîsînin, ji bona we ra durist bûye. Îdî kîjan ji we bi malê xwe bi wan jinan ra heke (bi xweşî) kevîn bibe, hûn ji bona wan jinên (ku hûn bi malê xwe bi wan ra kevîn bûne) kirya wan (mara wan e) ku we di nava xwe da diyar kirîye, bidine wan (jinan). Ji piştî, ku we ewa mala di nava xwe da bi qayîlî diyar kiribe, îdî hûn (ji wî malê diyar kirî bi qayîlbûna we herdukan, heke) kêm bidine wan (jinan) ya jî li wî malî pirtir bidin wan jinan) tu zîyan li ser we tune ye. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
25Û kîjan ji we heke nikaribe bi malê xwe, bi jineke dawparês e rizgar e bawerger ra kevîn bibe, îdî bi­ra ewa bi wan koleyên jinên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ketine bine ewletîya we da mane, ku ji wan keçên weyên (bende ne) bawerger in, kevîn bibe. Û Yezdan bi bawerêya we çêtir dizane. Şixwa hûn bi xweber jî ji hev in (ji yek nişakîne hemûşk meriv in; îdî hûn çi kole bin, çi rizgar bin, di merivatîyê da yek in.) Îdî heke ewan (jinan) xwe ji tulîtîyê biparisînin, hûn bi dustûra serkare wan jinên kole, bi wan ra kevîn bibin. Û hûn (ewî malê, ku we di nava hev da ji bona kirya wan, bi qayîlîya ji wan biryar kirîye) bi qencî bidin wan jinan. Heke ewan (jinan bi dizîka da) ji xwe ra bi destê tu kesekî negirin (ku bi wan ra tulîtî bikin). Îdî heke ewan jinan ji piştê (vê mêrkirinê) dîsa tûlîtî kirin, celata wan nîvê celata jinên rizgar in. Eva duristbûna kevîna bi wan jinên bende ra, ji bona wan mêrên rizgarên ji we ne ku ditirsin, heke bi wan ra kevîn nebin, wê maştoqîyê bikin, durist e. Û şixwa heke hûn (gelî mêrên bê malê xezan!) hew bikin (qe bi wan koleyên jin ra jî kavîn ne­bin) ji bona we ra ne kevînbûn çêtir e. Û Yezdan baxişkarê dilovîn e.
26Yezdan (bi van biryar û rezikan) divê, ku ji bona we ra tişta hûn pê nizanin, hîn bike û rêya wan (komelên) berya we da borîne, bide nîşanê we û sikatîne we ji bona we ra bibaxişîne. Û Yezdan zana ye bijejke ye.
27Û Yezdan (bi van biryaran) divê, ku gunehên we ji bona we ra bibaxişîne lê ewanê, ku dibin peyrewê hewasa xwe hene! Ewan divên, ku we bi xarîyeke mezin alîyê gunehan da xar bikin.
28Ji ber ku meriv bêwec hatîye afirandinê; Yezdan divê (ku barê weyê ji biryaran heye) sivik bike.
29Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn malê hevdu di nava hev da bi sedemên pûç nexun. Lê hûn (malê hev di nava hev da) bi kirîn û firotina bi qayîlbûna ji herdu , alîyên ji we (bixun). Û hûn bi xweber xwe bi ne duristî nekujin. Bi rastî Yezdan ji bona we ra dilovîn e.
30Û kîjan (evan qedexan) bi neyartî û bi cewrî bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî emê ewî li bal agir da bikişînin. Û şapatdana hanê şixwa li ser Yezdan hesanî ye.
31Heke hûn xwe ji gunehên mezinên, ku hûn ji bona ne kirina wan hatine fermankirinê biparisînin, emî sikatîyên we veşerin û emê we bixin şûneke dilxweş (ku di wura da hunê bêne mexzûvankirinê).
32Û hûn dilxwazîya wî tiştê, ku Yezdan hinekên we li ser hinekên ji we, bi wan aborî kirîye, nekin (yanî xwezîka malê wî, ya jî para wî ji bona min ra bûya bi dilxwazî ne bêjin). Ji bona mêran ra ji keda ewan kirîye par heye û ji bona jinan ra jî ji keda ewan kirîye par heye. Û hûn ji Yezdan dilxwazîya (tiştan) ji abora wî bi­kin. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane.
33Û ji bona hemûşkan ra jî, me ji wî malê ku da û bav û pismaman li pey xwe da bi mîratî hîştine (parên ji mîratê) çê kirîye. Îdî hûn ji bona wanê, ku bi sondan we ji wan ra peymana maldayînê daye para wan bidine wan. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan nêhrevan e.
34Bi sedema ku Yezdan bi abora xwe, hinekên merivan li ser hinekên wan rûmetdar kirîye û bi sedema ku (mêr) ji malê xwe sixurandinê dikin, mêr li ser jinan bûne serkar. Îdî ewan jinên aştîkar ew in, ku bi gotina (mêrên xwe dikin) bi dilê xwe va bi mêran ra girêdayîne û ewan jinan, parisya wan tiştên ku Yezdan fermana parisya wan kirîye (di ne amedina mêrên xwe da jî, parisaya wan) dikin . Lê ewan jinên, ku hûn ditirsin ewanê b gotina mêran bikin hene! Îdî hûn li wan şîretan bikin (ji bo ku ewan bi gotina mêran bikin) û hûn di razana tevê wan da, ji wan raqetinê bikin (heke ewan bi van kirinê we ne hatine rê) îdî hûn li wan bixin (ji bo ku ewan werên rêya rast.) Îdî heke ewan jinan bi gotina we kirin, hûn ji bona cefadayîna wan li mana negerin. Bi rastî Yezdan bilindê mezin e.
35Û heke hûn tirsîyan, ku we nîveka wan (jin û mêran) herdukan vebe (îdî ewan li hev nayên) hûn berewanekî ji malînê mêrikê û berewanekî jî ji malînê jinikê bişîne (civînê). Heke bi rastî ewan herdu berewanan bivên, ku di nîveka wan herdu (jinik û mêrikê) aştî bikin, Yezdanê aştîya wan herdukan pêk bîne. Bi rastî Yezdan zanayê agahdar e.
36Û hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn ji bona Yez­dan ra (di perestî û perestevanîyê da) tu tiştî hevrî çê nekin. Hûn ji bona da û bavên xwe, qencîyan bikin, hûn ji bona pismaman û sêwîyan û xezanan û ji bona cînarên pisman û cînarên, ku mala wan li kêleka mala we dane û ji bona hevalê ku li kêleka we dane (ya jî ji bo­na zoya xwe; heke mêr be ji bona jinikê, heke jinik be ji bona mêrê xwe) û ji bona rêwîyên rêyan û ji bona wan bendeyên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ewan îdî ketine binê ewletîya we da mane, qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji wanê xwe mezin zanên pesinvan hez nake.
37Ewanê qure ne xwe mezinzan hene! Ewanan dexesî dikin û ewan fermana kesan dikin, ku ewan kesan jî dexesî bikin (qe tu tişti ji bona tu merivî ra nedin). Ewan dexesan ewî tişta ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan vedişêrin. Me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye.
38Ewanê ku malê xwe bi rûmetî, ji bona merivan ra disixurînin hene! Ewan malê xwe disixurînin ji bona ku meriv bibînin, ewan bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nakin. (Yezdan ji van hez nake ewan hevalê pelîd in) û pelîd ji bona kêra bibe heval, îdî ewa çiqa sikê hevala ne!
39Û heke ewanan bi Yezdan bi dan û gavê para da bawer bikirinan û ewnan ji wê dilika ku me ji bona wan ra daye, di rêya (Yezdan) da bisixurandinan, gelo wê ji bona wan ra çi bibûya? Şixwe Yezdan bi wan dizanîbû.
40Bi rastî Yezdan li tu kesî, wekî çirûskekî jî cewrê nake. Heke (meriv) wekî çirûskekî qencî kiribe (ji xwe Yezdan) ji wî ra ewê qencîya wî car bi car pir dike û Yezdan li bal xwe da ji wî ra xelateke mezin tîne.
41Îdî di gava em ji bona her komekî ra dîdevanekî tînin û em te jî li ser vanan bi dîdevanî tînin, ge­lo wê temtêla wanê ça bibe?
42Di wê royê da ewanê bûne file û ewanê di hemberê pêxemberan da serî bilind kirine, hene! ewan hez dikin ku zemîn ewanan dabi ilîne. Ewan bi xwerber jî qe tu axiftinê ji Yezdan penha nakin.
43Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn heya nizan bin ka hûn çi dibêjin, di gava nimêjê da, hûn bi mestî nimêj nekin û heke hûn serên pak bin û pêştirê di gava rêwîtîyê da, heya hûn xwe neşon, hên nimêj nekın. Û heke hûn nexweş bin (ku hûn nikarbin avê bixebitînin) ya jî hûn rêwîyê rêya bin (hûn rastê avê ne hatin) ya jî yek ji we ji qedemgehê ha­tibe (hûn çûbûne qedemgehê we destmêja xwe şikênandibe) ya jî ji yekê ji wan herduk qulukên we, ji peş û paşîya we da tiştek ha­tibe (destnimêja we hatibe şikênandinê) ya jî dest (we li bedena) jinan ketibe (di wan temtêlên borî da) hûn rastî avê ne hatibin, îdî hûn di şûna destnimêja bi avê, bi xwelyeke temîzê paqij destnimêj bigirin. Hûn bi wê xwelîyê, rûyê xwe û destê xwe mes bikin (xwelyê li wan bixin). Bi rastî Yezdan baxişkar û veşartakê sikatîya ne.
44Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wan kesên ku ji bona wan ra pareke (ji zanîna pirtûkê) hatîye dayînê, mêze nakî? Ewanan rê wundabûnî dikirin Û ewanan divên ku hûn jî rê wunda bikin.
45Û Yezdan bi neyarên we çêtir dizane. Şixw Yez­dan ji bona serkarya we, besê we ye. Û Yezdan bi arîkarî jî şixwe bes e.
46Ji wanê cihû (hinek hene aha dikin); Ewanan (rewşa te ye ku di pirtûka li bal wan da heyî) ji şûna wan peyvan diheşivînin û (aha jî) dibêjin: “Em (gotina te) dibihîsin lê em (bi gotina te) nakin”, (ji hevra jî aha dibê­jin:) “Tu gohdarya wî bike lê ji wî tu tiştî seh neke.” Û ewanan ji bona tinaza bi "ol"a te bikin; zimanê xwe ji devê xwe derdixin, xaromaro dikin (dibêjin: "Tu) dêna xwe bi­de me.” Û heke ewan bi rastî (aha) gotibûnan: “Me gotina te bihîst û em bi gotina te dikin, tu gohdarî bike û tu li me mêze bike.” Wê ji bona wan ra çê­tir bibûya û wê eva gotina bi hêztir bibûya. Lê Yezdan bi sedema filetîya wan li wan deherandin kirîye, îdî ji pêştirê hindikên wan. tu kes ji wan bawer nakin.
47Gelî ewan kesên ku ji we ra pirtûk hatîye! Ewa (pirtûka) me hînartîye, ku ewa (pirtûka) bi xweber jî rastdarê ji bona we (pirtûka) bi we ra heyî, hêj di berya ku me rûyên we şop ne kirîye, îdî ewan rûyan di para da em dizivirînin wekî pişta stûyê wan rast dibin, û hêj bi berya ku emê ewan ji (derê xwe) bideherînin, ça me ewan (merivên) hevrîne Roya Şemîyê deherandine hûn bi wê bawer bikin. Û bi rastî fermanên Yezdan şixwe hatine kirinê.
48Bi rastî Yezdan (gunehên) hevrîtîya (ku ji wî ra çê dikin) nabaxişîne û ewa ji bona evînê xwe ra, ji pêştirê vî gunehî hemûşk gunehên mayî dibaxişîne. Û bi rastî kîjan ji Yez­dan ra hevrêyan bigıre, bi sond! Ewî bi gunehekî mezin, vireke mezin kirîye.
49Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wanê ku bi xweber xwe (ji gunehan) paqij dikin mêze nakî? (Ewan ça xwe paqij di­kin! Gotina wan nîne). Lê Yezdan kîjanî bivê ewî ji gunehan paqij dike, qe li wan wekî taki jî cewr nayê kirinê.
50(Muhemmed!) Tu li wan mêze bike û binhêre; ka ewan ça bi derewan viran li ser (navê) Yezdan dikin! Şixwa eva vira hene xuyayî, bi gunehî bes e.
51Ma qey (Muhemmed!) tu nabînî? Ewan merivên ku ji bona wan ra pareke (ji zanîna) pirtûkê hatiye, ewanan bi sernegûnîyê (put) û bi kotekîya (pelidan) bawer dikin. Ewan ji bona wanê bûne file ra jî dibêjin: “Evan (pût û sernegûnî û kotekê pelîd) ji wanê ku bawer kirine; çêtir di rêya rast danin.”
52Evanan in, ku Yezdan li wan deherandin kirîye û Yezdan li kîjanî deherandinê bike, îdî tu ji bona wî ra rastî tu arîkarî nayê.
53Ya jî qey ji bona wan ra pareke ji seroktîyê heye? (Ewanan xwe bi wê qure dikin). Heke ji bo­na wan ra parek ji seroktîyê hebûya, îdî ewan di wê gavê da ji bona kesan ra qe takî jî nadin.
54Ya jî qey ewan, ji ber ku Yezdan ji abora xwe ji bona kesan ra qencî kirîye, dexesî dikin? Bi sond! Me ji bona binemala Îbrahim ra pirtûk û (zanîna) retkokî dabûye, îdî me ji bona wan ra maldarî û seroktîyeke mezin dabûye.
55Îdî hinekan ji wan bi wî bawer kirine û hinekan ji wan jî ji wî rû fetilandine. Ji bona (celatdana wan) doja ku agirê wê hilopîtke besê wan e.
56Ewanê ku bi beratên me filetî dikin hene! Bi rastî emê ewanan bixne agir. Çiqa çermê wan (ji şewatê) dipizire, ji bona ku ewan şapatê tam bikin, em ewî çermî bi hinek çermê mayî diguhurin. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
57Û ewanê ku bawer kirine û kare aştî kirine hene! Emê ewan jî bixne wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan bihiştan da tim bimînin. Ji bona wan ra di wan bihiştan da zonên paqij hene. Û erê! Emê ewanan bixne binê) sîhên sîhwanok.
58(Hûn bi zanin) bi rastî Yez­dan fermana we dike, ku hûn ewan tiştên bi ewletî li bal we hatine danînê, bidne xweyê wan û hûn di gava berewanî di nava kesan da bikin hûn bi dadvanî berewanî bikin. Bi rastî Yezdan bi şîretên qenc çiqa şîretan li we dike! Bi rastî Yezdan bihîstkarê dîtoke ye.
59Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan bikin û hûn bi gotina pêxember û ewan (serokên) ji we ne, ku xweyê fermana we ne, bikin îdî heke hûn bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin di gava hûn ku di tiştekî da tekoşinê bikin (hûn nizan bin ku ewa mafê kê ye) hûn temtêla wî tiştî (ji bona berewanîyê) li bal (biryarên) Yezdan û pêxember da beherin. Eva kirina we (ku hûn ewan bûyerên xwe ne, hûn pê nizanin, di binê bal biryarên Yezdan û pêxember) ji bona we ra çêtir e û paşîya wî jî qenc e biryar û berewana ne.
60Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wan merivên ku viran dikin mêze nakî? Ewan (dibêjin): “Ku bi rastî ewanan bi wan biryarên (Qur’an)a li bal te da hatîye hinartînê bawer kirine û bi wan biryarên di berya te da jî hatiye hinartinê bawer kirine” û bi vî ra jî ewan divên, ku di bûyerên xwe da ji bona berewanîyê herin bal pelîd, ewan bi xweber jî hatibûne fermankirinê, ku ewan bi pelîd bawer nekin. Bi rastî pelîd divê ku ewan di wundabûneke dûr da wunda bike.
61Û di gava ji wan ra bê gotinê: “Hûn (di gavê tekoşînan da ji bona berewanîyê) li bal wan biryarên, ku Yezdan hinartîye û li bal pêxember da werin.” Tu ewanê durû dibînî, ku ewan ji te bi hemûtî dûr dikebin (ji te direvin).
62Îdî di gava bi sedema wan kirinê wanê borî, aşîtek bi wan da tê, ewan paşê têne bal te, bi Yezdan sond dixun û dibêjin: “Me hey qencî û aştîya di nava wan da va ye.” Gelo temtêla wan (wê gavê) ça dibe?
63Evanê bi van salixan in; ku Yezdan bi tişta di dilê wan da heyî dizane. Îdî tu giza xwe ji wan bibire û tu li wan şîretan bike û tu ji bona wan ra mijûlîyên nermne, ku (pozê wan) bi wê bişewite, bêje.
64Me çiqa pêxemberek şandîye, hey ji bona ku bi dustûra Yezdan bi gotina wî bê kirinê, me şandîbûye. Heke ewanan di gava bi xweber li xwe cewr kiribûne (paşê) hatibûna bal te, ji bo ku îdî ji Yezdan baxişandina (gunehên) xwe ra lava bikin û pêxember jî ji bona wan ra ji Yez­dan ji bona baxişandina (gunehên) wan lava biki­ra, bi rastî ewanê rast bihatinan, ku Yezdan baxişkarê dilovîn e.
65Wusa nîne; bi Xudayê te sond dixum! Heya ewanan di wan tekoşînên, ku di nava wan da reh daye, ji bona berewanîya te neynên li bal te, ku tu di nava wan da (bi dadî) berewanî bikî, paşê ewan ji wê berewanîya te kiri, di dilê xwe da jî qe tu xeyîdîn û du dilî jî xweyî nekin û heya ewan bi hemûtî xwe ne hisperên te, ewan nabine bawerger.
66Û heke bi rastî me li ser wan binivîsîya, ku hûnê bi xweber xwe bikujin, ya jî hûnê ji welatê xwe derkebin, ji pêştirê hindikên ji wan, tu kesî ji wan ewan fermanên me pêk ne dianînan. Û heke ewan, evan şîretên ku li wan hatîye kirinê pêk bianînan, wê ji bona wan ra çêtir bibûya û wê ji bona paydarya wan zor binecî bibûya.
67Di wê gavê da bi rastî meyê li bal xwe da ji bona wan ra xelateke mezin bianîya.
68Û bi rastî meyê ewanan bianînan rêya rast.
69(Şixwa wusa ne); kê bi gotina Yezdan û Pêxember bike, îdî ewa dibe hevalê wanê ku Yezdan bi wan qencî kirîye ji Pêxember û yaran û şehîd (kuştîyê rêyarast) û aştî karan. Evanan çiqa hevalên qenc in!
70Evan qencên (ku ji bona qencîkaran ra hatîye dayînê) ji Yezdan in. Û şixwa (heke) Yezdan bi wan qencîyan bizane bes e. (Bira ewanê mayî qe jî nizanbin)
71Gelî ewanê ku we bawer kirîye hûn di hemberê neyaran da xwe amede bikin (civîn û tedarika qirîna bi neyaran ra pêk bînin). Îdî hûn bi nijdewanî (deste û deste) ya jî hûn hemûşk bi hev ra êrişê beherin ser neyaran.
72Û bi rastî ji we hinek hene, ku ewan dereng dikebin (çekê xwe dereng weldigerin, para dikebin). Îdî ewa (mêze dikin) heke bi we da aşîtek hatibe, ewa aha dibêje: “Bi sond! Yezdan bi min qencî kirîye, loma di qirînê da ez bi wan ra amade ne bûm.”
73Û heke ji rûmeta Yezdan qencîyek bi we da hati­be, tu dibê qe di nîveka we û wî da tu hogirî tune bûye. Ewa aha dibêje: “Xwezîka ez jî (di parkirina vê şorê da) bi wan ra bûma, îdî ezê jî bi serfirazîyeke mezin va serfiraz bibûma.”
74Îdî ewanê, ku jîna dan û gavê para da bi jîna cihanê kirîne hene! Bira ewanan di rêya Yezdan da, qirîn bikin. Û kîjan di rêya Yezdan da qirînê bike; heke ewa îdî bê kuştinê, ya jî ewa bi servahatî serfiraz be (neyarê xwe sernegûn bike) emê ji bûna wî ra bi rastî kirê û xelatên mezin bînin.
75Û ji bona we ra çi bûye; ku hûn di rêya Yez­dan da ji bona ferestîya wan kesên hatine bê hêzkirinê (zebûn bûne) ji mêr û jin û zarên ku (aha) lava dikin: “Xudayê me! Tu me ji vî gundê, ku gundînê wî cewrkar in derxe û tu ji bona me ra serkarekî ji bal xwe bişîne û tu ji bona me ra li bal xwe arîkarekî bişîne” qirînê nakin?
76Ewanê bawer kirine hene! Ewanan di rêya Yezdan da qirînê dikin û ewanê bûne file jî; ewanan di rêya palîd da qirînê dikin. Îdî (gelî bawergeran!) hûn bi serkarên pelîd ra qirînê bikin. Bi rastî xaxê pelîd bê hêz bûye.
77Ma qey te ewanê, ku ji wan ra hatîye gotine: “Hûn des­tê xwe (ji qirînê) bidin para û hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin” (bi vî ra jî dîsa ewan dest ji qirînê bernedidan) nedîtine? Îdî di gava qirîn li ser wan bi nivîsarî bi vê nevê bûye di wê gavê da destekî ji wan, ku ewa desta wekî tirsa ji Yezdan, ji merivan ditirsîyan û hêj ji merivan pirtir ditirsîyan, aha gotine: “Xudayê me! Te ji bona çi qirîn li ser me bi vê nevê nivîsîye? Ma qey çi dibû ku te can sitandina me heya gaveke nêzîk para bida?” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Jîna berxudarya cihanî hindik e û (Jîna berxudarya) di gav û danê para da, ji bona xudaparisan çêtir e. Li wan wekî takî dendikê jî nayê cewrkirinê.”
78Hûn li kur dibin bibin, heke hûn di bedenên girtî da bin jî, wê hey mirinê bigihîje we û heke qencîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva qencîya ji Yezdan e.” Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva sikatîya ji bal te (ji bê awîkîya te ye) bi me da hatîye.” (Mu­hemmed! tu ji wan ra) bêje: “Hemûşk jî (qencî û sikatî) ji bal Yezdan in.” Îdî gelo ji bona vî komalî ra çi bûye, ku navên şîretan bibêhên?
79Çi tişta ji qencîyan bi te da were, ewa (qen­cîya) ji Yezdan e û çi tişt ji sikatîyan bi serê te da hatibe, îdî ewa (bi sedema gunehên te kirî) bi te da hatîye. Û ji bona, ku me (Muhemmed!) tu bi pêxemberî ji bona kesan ra şandiyî, Yezdan besê şahîdîyî ye.
80Kîjan bi gotina pêxember bike, îdî (bira ewa bizane) ku ewî bi gotina Yezdan jî kirîye û kîjan ji pêxember rû bifetilîne, îdî (bira ewa jî bizane!) ku me (Muhem­med!) te li ser wan da parisvan ne şandîyî.
81Ewanan (ji bona te ra) dibêjin: "Fermana te (li ser çevê me) emê bi gotina te bikin." Îdî di gava ku ewan ji bal te derdikebin, destekî ji wan di şevê da ji pêştirê wan gotine, ku te ji wan ra gotîne (di nava xwe da) hinek gotinê mayî dihûnin. (Qe tiştek nabe!) Yezdan ewan tiştê ku ewan dihûnin, dinivîse. Îdî (Muhemmed!) tu dest ji wan berde û tu xwe hêspire Yezdan û şixwa Yezdan bi serkarî bes e.
82(Gelo) qe ewan (di arş û peyvê) Qur’anê da naponijin? Heke Qur’an ji bal pêştirê Yezdan (hatibûya) wê ewanê di Qur’anê da rastê pir tiştê ne wekhev hatibûnan.
83Û di gava ku ji wan ra bûyerek, ji ewletîyê (ku bawerger serva hatine, file para da revîne) ya jî ji tirsê (ku file bi serva hatine, ba­werger para da revîyane) hatibe, heman ewan (durûyan) ewê bûyerê belav dikin. Û heke ewan, ewa bûyera bi birana li bal Pêxember (ji wî pirs bikirinan) ya jî ewan ewa bûyera bibirina li bal wan serokên xweyên, ku fermandarê wan in (ji wan bipirsîyan) wê ewê, ku ewanan jî wî rastîya bûyeran hîn dibin, rastîya wê bûyerê bizanîya. Û heke rûmet û dilovanîya Yezdan e, ku li ser we heye ne bûya, ji pêştirê hindikên ji we, hûnê hemûşk bibûna peyrewê pelîd.
84Îdî (Muhemmed!) tu di rêya Yezdan da qirînê bike, tu hey (ji kirinê xwe) têyî pirs kirine. Û tu helana bide bawergeran, bi rastî goman heye, ku Yezdan tirsa wanê bûne file, ji we bide paradanê. Û Yezdan bi xweber jî zor êrişê û zor sernegûnvan e.
85Û kîjan mehderyeke qencî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da pareke wî heye û kîjan mehderyeke sikîtî bike, ji bona wî ra di wê meh­deryê da gerewa wî heye. Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan dîdevan e (hemberya wan dide).
86Û di gava hûn (bi jîn danan) hatine se­lam danê; îdî hûn bi rindê (jîn danan) selaman bidin, ya jî hûn jî wekî wê selamê, selamê bidin. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan hêjmarkarvan e.
87Yezdan ew e, ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babatê perestîyê) tune ye. Di wê roya rabûna hemû da, ku tu dudilî têda tune ye, ewa Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Û gelo ji Yezdan kê rast goyîtir heye?
88Îdî ka hûn ji bo çi di mafê durûyan da bûne dû deste? Şixwa Yezdan ewan bi sedama keda ewan kirî, paşopê kirine. Qey hûn divên, ku hûn ewan kesên Yezdan ewan ji rêya rast wunda kirine dîsa bîne rêya rast? Û Yez­dan kîjanî ji rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra qe tu rêyan nabînî.
89Ewan hez kiribûn, ku hûn jî filetî bikini ça ewan filetî kiribûne, îdî ku hûn bibin wekî hev. Heya ewan di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç nekin, îdî hûn ji wan ji xwe ra serkar û dostan negirin. Heke ewan ji koçkirinê rû fetilandin (ji welat derneketin) hûn bi çi awayî li kur, ça rastî wan hatin, îdî hûn ewan bigirin û hûn bi wan ra qirînê (bi kuştinê ve jî bikin). Û hûn ji wan qe tu serkar û dostan û qe tu arîkarekî jî negirin.
90Jî pêştirê wan kesên, ku xwe avêtine ber bextê wî komalê, ku di nîveka we û wan da peyman hebe (hûn dest nedine van). Û (pêştirê) wan kesên ku hatine xwe avêti­ne ber bextê we, ji qirîna bi we ra ya jî qirîna bi komalê xwe ra bê zar bûne, singê wan teng bûye (hûn dest nedine van jî). Heke Yezdan bi va, wê Yezdanê ewanan bi ser we da bi hêz bikirinan, îdî ewanê bikariyan bi we ra qirînê bikin. Heke ewa­nan (ji qirîna bi we ra) dest berdan (îdî ewan bi we ra qirîn ne kirin) û ewan hevhatin ji bona we ra şandin (deste dostîyê dirêjê bal we da kirin); îdî Yezdan ji bona we ra, ku hûn bi wan ra qirînê bikin, tu rê nade.
91Hûnê rastî desta mayî jî werin, ku ewa desta divên ji we û ji komalê xwe jî ewle bin. (Lê) ewanan çiqa ji bona tevdanê têne gazîkirinê, ewa­nan di nava tevdanîyê da qulopanî davêjin. Îdî heke ewanan bi rastî dest (ji qirîna bi we ra) bernedin û ku ewan hevhatinê ji bona we ra neşînin û destê xwe ji we nedine para da, hûn li kur bi çi awayê, ça we bi wan qedandin, îdî hûn ewanan bigirin; bi wan ra (bi tekoşînî) qirînê bikin. Û evan in, me ji bona we ra dustûra xûyayê daye; ku hûn êrişê beherin ser wan.
92Û ji bona bawergerekî ji xêncî xeletîyê, kuştina bawergerekî mayî qe durist nîne. Û kîjan (bawerger) bawergerekî mayî bi xeletî bikuje, îdî (celata wî ev e:) Gotî bendekî bawerger azad bike û gotî ji bona mîratxurên kuştî ra xûn bide, ji xêncî heke mîratxurên kuştî ewê xûnê bibaxişîne kujraw. Û heke ewa (kuştîyê bawer­ger) ji komalekî wusa be, ku ewa komala ji bona we ra neyar be îdî (celata kujrawê eva ye:) Gotî bendekî bawerger azad bike. Û heke ewa (kuştîyê bawerger) ji komalekî wusa be, ku di nîveka we û wan da peyman hebe, îdî (celata kujraw ev e:) , Gotî ji bona mîratxurê kuştî ra xûnekî bide û bendekî bawerger jî azad bike. Kesê ku hêza wî tune bû (evan celatan pêk bîne) ji bona ku poşmanîya wî li bal Yezdan litê bibe, divê ku ewa du mehan li peyhev rojîyan bigire. Û Yezdan zanakî bijejke ye.
93Û kîjan jî merivekî bawerger bê armanc bikuje, îdî celata wî doj e, ewayê di wê dojê da hey bimîne. Û Yezdan bi xweber jî li wî xeşim kirîye ewa (ji dilovanîya xwe) deherandîye, Yezdan ji bona wî ra şapateke mezin amade kirîye.
94Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava hûn di rêya Yezdan da (çûne qirînan) îdî hûn (file û bawergeran rind) ji hev derxin; ji bo ku hûn bi jîna vê cihanê hinek kêrhatîyên wê ji xwe ra dest bixin hûn (di gava qirînê da) ku ye­kê li we selam kir ji bona wî ra nebêjin: “Tu bawerger nînî.” Bi rastî li bal Yezdan şoreyên pir hene. Hûn jî di berya naha da wusa bûn. Îdî Yezdan bi we qencî kirîye (hûn bi wê qencîya Yezdan hatine, we bawer kirîye). Îdî hûn rind biponijin (paşê biryara xwe bidin). Bi rastî Yezdan bi tişta ku hûn dikin agahdar e.
95Ji bawergeran: ewan bawergerên, ku di mala xwe da bê kul rûniştine, wekî wan bawergerên, ku bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê di­kin, nabin. Yezdan ewanê bi mal û canê xwe va (di rêya wî da) tekoşînê dikin, bi payan li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine, rûmetdar kirîye. Û çiqa Yezdan ji bo hemûşkan ra rindayî (û qencî) peyman kirîbe jî. (Erê!) Yezdan bi xelateke mezin ewanê tekoşînvan, li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine rûmetdar kirîye.
96Yezdan (ji bona tekoşînvanan) li bal xwe da, paydarî û baxişandin û dilovîn (daye). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
97Bi rastî ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Di gava firiştan canê wan distî­nin, firiştan ji wan ra gotine: “Hûn li ser çi temtêlê û hûn heya naha li kêderê bûn?” (Ewan pisyara firiştan dane aha) gotine: “Em di zemîn da hinek belengaz bûn (me nikaribû xwe tevda).” (Firiştan ji wan ra) gotine: “Qey zemînê Yezdan fire nebû, ku we di vî zemînê da kêderê bivan, we li bal wura da koç bikira?” Îdî êwra van doj e û doj jî çiqa sikê şûna ne!
98Ji pêştirê wan (bawergerên) ku bi rastî belengaz bûne; nikarin ji bona xwe ra ku xaxekî bikin, ji destê cewrkaran fereste bibin, îdî ewan belengazan çi mêr bin û çi jin bin û çi zar bin, yek e.
99Îdî evanan in, tê gomankirinê ku Yezdanê ji wan kêmasîyên wan bibore. Şixwa Yezdan bi xweber jî borîkarê baxişvan e.
100Û kîjan di rêya Yezdan da (ji nava welatê file) koç bike, ewayê bi rastî di zemîn da rastê penagehên pir û maldarîyên zengîn were. Û kîjan li bal Yezdan û Pêxemberê wî da bi koçî ji xanîyê xwe derkebe, paşê mirin bi wî bigire ewa bimire, îdî kirya (xelatdana wê dikebe) ser Yezdan. Û Yezdan baxişkarê di­lovîn e.
101Û di gava hûn derketin rê, heke hûn (di rêya xwe da) tirsîyan, ku ewanê file wê ji bo­na we ra zîyanê bidin îdî heke hûn nimêja xwe kurt bikin, tu zîyan û gunehkarî li ser we tune ye. Bi rastî file ji bona we ra neyarên xûya ne.
102Û di gava (Muhemmed!) tu di nava wan da bî; îdî tu ji bona wan ra nimêja wan (bi komatî) bikî, îdî bira des­tek ji wan bi te ra nimêj bikin û bira awan hemûşk çekên xwe jî hildin. Di gava (kom bi te ra) kunde birin, îdî bira ewan (rabin nimêja xwe hemû bikin) para da herin li pey we da (dîdevanî bikin) û bira ewa desta mayînê, ku hêj nimêj ne kiribûne (di cara yekem da dîdevanî dikiribûne) werin, îdî bira ewan bi we ra nimêja xwe bikin. Û bira ewan bi hemûtî tedbîra xwe bibînin û çekê xwe bigirin. Ewanê bûne file hene! Ewan hez kiribûne, heke hûn ji çekê xwe û ji dilikê xwe bê goman bibin, îdî ewan nişkê va bi hev ra (wekî êraşa merivekî bi tenê) li ser we da êrişê bînin. He­ke barişt bibare ya jî hûn nexweş bin (hûn bizanin! heke hûn çekê­n xwe hildin) hûnê ji hildana wan çekan cefayî bibînin, qe hûn çekan hilnedin jî tu zîyan ji bona we ra tune ye. Lê hûn dîsa tedbîra xwe hildin. Bi rastî Yezdan ji bo­na filan ra şapateke sernegûnî amade kirîye.
103Îdî di gava we nimêja xwe (bi vî awayî pêk anî) hûn perestîya Yezdan li ser pîyan û rûniştî û li ser kêlekan dirêjkirî, bi bîranînî bikin. Îdî di gava hûn (ji tirsa êrişa filan û neyaran) ewlebûn hûn nimêja xwe (weki ça Yez­dan ferman kirîye) dîsa wusa pêk bînin. Bi rastî nimêj li ser bawergeran bi danitî nivîsarîyeke (wusa ne, kirina wê bi vê nevê bûye) hatîye nivîsandinê.
104Û hûn (gelî bawergeran!) ji bona daçûna li pey neyaran da sistayî nekin. Heke hûn (ji daçûna li pey neyaran da) cefa dikişînin, bi rastî ewan neyaran jî cefa kişandine ça hûn cefayî diki­şînin û hêj (pirtir jî). Hûn ji Yezdan tiştên wusa daxwazî dikin, ku qe ewan neyaran, ewê daxwazîya we nakin. Bi rastî Yezdan zanayê bijejke ye.
105Bi rastî me pirtûk li bal te da (Muhem­med) bi mafitî hinartîye, ji bo ku tu di nava kesan da bi wan biryarên ku Yezdan bi te daye diyarkirinê, berewanî bikî. Û tu ji bona qelpan ra nebe parisvanê dozdar.
106Û (Muhemmed! tu ji bona) baxişandina (gunehan) ji Yezdan baxişandanê daxwazî bike. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
107Û tu ji ber wanê, ku bi xweber li xwe qelpî kirine tekoşînê neke. Bi rastî kîjan qelpî û gunehkarî bike, Yezdan ji wî hez nake.
108Ewan durûyan (sikatîyên xwe) ji merivan vedişêrin, lê ji Yezdan venaşerin. Di dana şe­vê da jî ewanan; ewan peyvên Yezdan pê qayîl nabe dihûnin, Yezdan bi xweber jî bi wan ra ne. Bi rastî Yezdan ewê tişta ku ewan dikin, hildaye binê hêzê xwe.
109(Em bêjin: Muhem­med! tu) di jîna cihanê da ji bona vana tekoşînê bikî, îdî gelo di roya rabûna hemûşkî da, kîjanê ji ber wan da bi Yezdan ra tekoşînê bike? Ya jî kîjanê serkarya wan hilde ser xwe (ku ewan ji şapatan fereste bike)?
110Û kîjan merivekî ku karekî sik bike, ya jî bi xweber li xwe cewr bike, paşê (ku zanî ewî gunehek kirîye) ji bona baxişandina wî gunehê kirî, heke ji Yezdan lava bike, ewayî rastê Yezdan were, ku Yezdan bi rastî baxişkarê dilovîn e.
111Û kîjan meriv gunehekî ked bike, ewî îdî ewa guneha ji xwe ra kirîye. Û şixwa Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
112Û kîjan meriv nûsîtemekî, ya jî gunehekî ked bike, paşê bavêje sitûyî yekê bê gur û bê goman, bi sond! Îdî ewî ber çavî, vir û gunehekî mezin hildaye ser xwe.
113(Muhemmed!) heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser te tune bûya; ji bo ku ewan te ji rêya rast derxin, we destekî ji wanê (du­rû) xebat bikirinan (ku te ji rêya Yezdan derxistinan). Lê ewan ji pêştirê xwe bi tenê, tu kesî ji rêya rast dernaxin. Û ewan (bi wan xebatê xwe jî) qe bi tu tiştî zîyana te nakin. Şixwa Yezdan jî bi ser te da pirtûk hinartîye û bi te zanîna retkokî daye hînkirinê û tişta qe te be­rê da pê nizan bûye daye zanînê. Û bi rastî rûmeta Yezdan li ser te mezin e.
114Ji pêştirê (mijûlya wî) kesê (ku bi dizîka) fermana bi dana mal, ji bona arîkarya merivan, ya jî bi qencîyan, ya jî bi aşîtîya di nava kesan da bike, qe tu qencî di wan piste piste wan da tune ye. Û kîjan evan (piste û pist û civînê bi dizî) ji bona qayîlbûna Yezdan bi­ke, îdî bi rastî emê ji bona wî ra xelatên mezin bînin.
115Û kîjan merivê, ji piştî ku rêya rast jê ra diyar bibe, paşê ewa di hemberê pêxember da dutîretî bike û bi xweber jî bi peyrewê wê rêya ku ewa pêştirê rêya bawergera ne; emê jî ewî bizivirîne wê rêya ku ewa li bal da zivirêya ye û emê ewî bixin dojê. Ewa doja çiqa sikê êwran e!
116Bi rastî Yezdan (gunehê) ku jê ra hevrî bê çêkirinê nabaxişîne, ji pêştirê vî (gunehî, Yezdan) ji bona kêra bivê (gunehê wî) dibaxişîne û kîjan meriv ji bona Yezdan ra hevrîyan bigire, bi sond! Îdî ewa bi wundabûneke dûr wunda bûye.
117Ewan (hevrîçêkeran) ji pêştirê Yezdan hey gazî (hinek xudayên) mê dikin û ewan (bi vê gazîkirina xwe) hey gazî pelidê hînckar dikin.
118Yezdan ewa pelîda deherandîye. Û pelîd (ji bona Yez­dan ra) gotîye: “Bi rastî ezê ji benddeyên te pareke hatîye diyarkirinê. hildim."
119Û ezê ewan bendeyên te ne (ku para min ketine) ji rêya ­rast wunda bikim û ezê bi wan minî minyan bidime pevxistinê (ku ewan jîna xwe wusa pêş va beherin) û ezê fermana wan bikim, ku ewan îdî guhê tarişan biqelêşin (ji bona pûtan ra duruf bikin) û ezê fermana wana bikim, ku ewan; ewî rûçikê Yez­dan afirandîye biguhurin (ji bona bedewî û rindaya xwe, ru û rûçik, heya bi mêyîtî û nêritî jî xwe biguhu­rin.) Û kîjan meriv bi rastî ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar bigire; îdî bi sond! Ewî zîyaneke ber çavî kirîye.
120Pelîd (ji bona wan ra) pey mana (pir tiştan) dide û minî mîniyan ji bona wan ra pevdixe. Pelîd ji pêştirê xapandinê, qe tu tiştî ji wan ra peyman nade.
121Êwra vanaya paşîyê hey doj e. Ewan ji dojê qe tu rêya ferestîyê jî nabînin.
122Û ewanê ku bawer kirine û ka­rê aştî kirine hene! Bi rastî emê ewan bixne wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan bihiştan da hey bimînin. Eva peymaneke rast e ji Yezdan e. Û gelo ji Yezdan bi gotin; rastgotî, kê heye?
123(Gelî bawergeran! Evan xelat û celatên hanênan) ne bi mînî mînîya we di­be, ne jî bi mînî mînîya xweyê pirtûkan di­be. Kîjan meriv sikatîyan bike, ewayî bi wê sikatîyî bê celatkirinê û ji bona wî ra ji pêştirê Yezdan rastê tu serkar û arîkarekî nayê.
124Û çi mêr û çi jin bi bawergerî, kîjan kesê ji karên aştîkaran bike, îdî ewanê bikevine bihiştê û wekî çirûskekî jî li wan cewr nayê kirinê.
125Û gelo ji "OL" a wî kesê, ku bi qencî xwe hispartîye Yezdan û bûye peyrewe "OL" a Îbrahîm e, ku ji xwarîye li bal rastîyê da derketîye, "OL"a kîjanan rast e? Û Yezdan jî Îbrahîm ji xwe ra dost girtibû.
126Û çi tişta di ez­man da heye û çi tişta di zemîn da heye, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan ewan tiştan hemû jî (bi zanîn) hildaye binê hêza xwe.
127(Muhemmed!) Ewan (di mefê) jinan da (ku para wan ji malê mîratê çiqas e) ji te dipirsin. (Tu ji bona wan ra aha) beje: “Şixwa Yezdan (di mafê) wan da ji bona we ra (rê) dayê (nişankirinê): Ewa malê mîrata ku ji bona wan jinên sêwî ra hatine dîyarkirinê, hûn bi xweber jî divên ku bi wan ra kevîn bibin û (mafê wan) kurên bê wec û (mafê) sêwîyan ku hûn bi (dadvanî) mafê wan ragirin, di pirtûkê da ji bona we ra hatîye xwendinê.” Û hûn ji qencîyan çi bikin, bi rastî îdî Yezdan bi wan dizane.
128Û heke jinek tirsîya ku bi mêre xwe ra derbasî nake, ya jî tirsîya ku mêrê wêyî dest ji wê berde, ji bona aştîya di nava xwe da heke xebatê bikin, tuzîyan û gunehkarî li ser wan tune ye. Şixwa hevhatin (ji bona wan ra) çêtir e. Û can bi xweber jî ji bona kumreşîye ra hatîye amadakirinê. Û heke hûn qencîyan bikin (bi hev ra darbasî bi­kin) û hûn xwe ji bê mafîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin îdî agahdar e.
129Hûn çiqa ced dikin, bikin, bi rastî dîsa hûn nikarin di nava jinan da dadvanî bikin. Barî îdî hûn bi hemûtî li bal yekê (ji wan jinên xwe da) hogirî nekin, ku hûn ewa mayî jî wekî wanê darda mayî bihelin. Û heke hûn aştî bikin (bi wan ra derbasîyê bikin) û hûn xwe ji bê mafîtîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan îdî baxişkarê dilovîn e.
130Û heke ewan herduk (jin û mêr) ji hev raqetin, Yez­danê ewan herdukan jî ji maldarya xwe zengîn bike (ewanan hewciyê hevdu nake). Şixwa Yezdan zengînê bijejke ye.
131Û çi tiştên di ezmana da heye û çi tiştên di zemîn da, heye hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Bi sond! Me li wanê ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatibûye, şîret kirîye û me li we jî şîret kirîye, ku hûn parizaya Yezdan bikin û heke hûn filetîya Yezdan bikin, hûn bi rastî (bizanin)! Îdî çi tiştên di ezmana da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şix­wa Yezdan bi xweber jî bê perwayî pesinvan e.
132Û çi tiştên di ezmanan da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Û şixwa Yezdan bi serkarî bes e.
133Gelî kesan! Heke Yezdan bivê, wê we behere (tune bike) û wê (di şûna we da) hinekî mayî (ne ji we) bîne. Û bi rastî Yezdan bi vê kirinê dişî (hêza wî li ser wê kirine heye).
134Kîjan merivê qencên cihanê bivê, îdî (bira ewa bizane) qencên cihanî û qencên gav û danê para da jî hemûşk li bal Yezdan heye. Bi rastî Yez­dan bihîstokê dîdevan e.
135Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bibin arîkarê dadvanîyê. Hûn ji bo Yezdan, li ser we bi xweber be jî ya jî li ser da û bav û pismamê we, ku zengin û xezan bin jî (qe raqetandinê) nekin, nihrevanîyê (şahîdîyê) bidin. Loma Yezdan ji wan (zengin û xezanan) babettir e (ku hûn rûmeta wî bigirin). Îdî ji bona ku hûn dadvanî nekin, nebine peyrewê dilxwestina xwe. Û heke hûn , (di nava wan da durûtî bikin, zimanê xwe) xaro maro bikin (ku nihrewanî ji bona wan ra bi kêr were ji bona ewan bêne parisandinê) ya jî ji (nihrewanîyê) dest berdin (rastîyê nebêjin) îdî (hûn bizanin) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e.
136Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi Yezdan û bi Pêxemberê wî û bi wê pirtûka, ku ewî li ser Pêxemberê xwe da hinartîye û bi wê pirtûka ku ewî hêj berê da hinartîye, bawer bikin. Û kîjan merivê ku bi Yezdan û bi firişteyên wî û bi pirtûkên wî û bi pêxemberên wî û bi dan û gavê para da filetî bike, îdî bi sond! Ewa di wundabûneke dûr da wunda bûye.
137Bi rastî ewanê bawer kirine, paşê bûne file, paşê dîsa bawer kirine, li pey wî da dîsa bûne file, paşê filetî pir kirine hene! Yezdan ji bona wan ra baxişandinê nake û ewan li bal tu rêya rast da jî nayne.
138(Muhemmed!) Tu mizgînê bide durûyan, ku bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
139Ewan (durûyan) ji xêncî bawergeran, filan ji xwe ra serkar digirin. Gelo qey ewan li bal wan filan ji xwe ra rûmetê divên? Îdî bi rastî serfirazî û rûmet hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne.
140Û bi sond! (Yezdan) di pirtûkê da li ser we da hinartibû, gava we bihîst ku ewan (du­rûyan) bi beratên Yezdan dibine file, ya jî bi wan beratan tinazan dikin, heya ewan (durûyan) noqê mijûlîyên mayî nebin, hûn bi wan ra rûnenên, Heke hûn di wê gavê da bi wan ra rûnên, hûn jî îdî dibine wekî wan. Bi rastî Yezdan durû û filan bi hev ra di dojê da dicivîne.
141Ewan (durûyan) dîdarya temtêla we di­kin. Îdî heke ji bona we ra ji Yezdan ferestîyek hatibe (aha) gotine: “Ma qey em jî bi we ra ne bûn?” Û heke (di qirînê da) ji bona filan ra parek hebe; (ewan filan di qirînê da serfiraz bibin) ji bona filan ra jî (aha) gotine: “Ma qay me di dizîka da arîkarya we ne dikir? Û me hûn ji bawerkaran ne didane parizandine? (Di van her du kirinê xwe da jî ewan durûyan divên, ji we her du des­tan jî ku pareke ji şorê ji xwe ra hildin). Îdî bi rastî Yezdanê di roya rabûna hemû da, berewenîya di nîveka we da bike. Bi rastî Yezdan ji bo­na filan ra tu rêya servahatîyên wan, li ser bawergeran çê nake.
142Bi rastî durû (divên) ku Yezdan bixapînin û Yezdan bi xweber jî; ka xapandin çî ye, wê bide nîşanê wan. Û di gava (ewan durûyan ji bona) nimêjjkirinê radibin, ewan bi sistayî rabûne (nimej kirine). Ewan (nimêja xwe) ji bona ku meriv bejin: “(evan nimêj dikin)” loma dikin. Ewan Yezdan hey bi hindik bîra xwe tînin.
143Ewanan (di nava bawergeran û filan da mane) ne ji (bawergeran in) û ne jî ji (filan in). Û bi rastî Yezdan kîjan merivî ji rêya rast derxe, îdî tu ji bona wî ra raste tu rêyan nayê.
144Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn ji xêncî wanê bawer kirine, filan ji xwe ra serkar negirin. Qey hûn divên ku hûn ji bona Yezdan ra li ser xwe da, beratên bi hêz bidin, (ku Yezdan jî we bi wan beratên bi hêzên ber çavî şapat bike?)
145Bi rastî ewanê durû di maxê agirê jêr da nin. Û tu ji bona wan ra rastê tu arîkarî nayê.
146Ji pêştirê wanê ku ji kirine xwe poşman bûne û karê aştî kirine û xwe (bi pirtûka) Yezdan girtine û "OL"a xwe hey ji bona Yezdan ra xurî kirine. Îdî evanê (bi van salixan) bi bawergeran ra nin. Yezdanê bi rastî ji bona bawergeran ra xaletên mezin bîne.
147Heke hûn sipazîya (Yezdan bikin) û hûn bi wî bawer bikin, Yezdanê bi şapatdana we çi bike? Û Yezdan bi xweber jî sipazvanê zana ye.
148Yezdan ji pêştirê wî merivê, ku li wî hatîye cewrkirinê, ji mijîliyên sikên bi eşkere bêne gotinê hez nake (yani Yezdan sikati, axiftin ve jî jê hez nake, hemberya wî bi celatî dide). Û Yez­dan bîhistokê zana ye.
149Heke hûn qencîyekî eşkera bikin, ya jî hûn veşerin, ya jî hûn ji sikatên (hatine kirinî) biborin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan daborîyê bi hêz e.
150Bi rastî ewanê bi Yezdan û bi Pêxemberê wî dibine file (bawer nakin) û ewan divên, ku dutîreti di nava Yezdan û Pêxemberên wî da çê bikin û ewan dibejin: “Em bi hinekî (pêxemberan) bawer dikin û em bi hinek (pêxemberan jî) dibine file (bi wan ba­wer nakin).” Û ewan divên, ku (di nava filetî û bawerîyê da) ji xwe ra rêyeke nîvwarî bigirin, hene!
151Bi rastî evan in, ku bi rastî file ne. Û me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye.
152Û ewanê, ku bi Yez­dan û bi Pêxemberên wî bawer kirine û di nava yekê ji wan da jî qe dutiretî nakin, hene! Bi rastî (Yezdan) ê di nêzîk da xelata wan bide wan. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
153Ewanê wayê pirtûk hene! Ewan (Muhemmed!) ji te dipirsin; ku tu ji ezmana bi ser wan da pirtûkekî bidî hinartinê. Bi sond! Ewan ji Mûsa, hêj ji vê meztir pirsîne. Ewan ji Mûsa ra (aha) gotine: “Ka îdî (Mûsa!) tu Yezdan bi eşkere bi me bide dîtinê.” Bi sedema cewra ewan kirî, îdî birûska bêhişî bi van girtîye. Ji piştî ku ji wan ra beratên daveker jî hatibûn, ewan dîsa golik ji xwe ra girtin hebandin, îdi me ewan ji wan sikatên wan (ji piştî poşmanîya wan) baxişandin û me ji Mûsa ra jî beratên bi hêzên daveker anîne.
154Û bi sedema peymana wan (ku bi hêz be) me (çîyayê bi nav) Tûr rakire ser wan û me ji bona wan ra (aha) gotiye: “Hûn bi kundetî di derî da bikebin (wî bajarî). Û me (ji bona wan ra aha jî) gotîye: “Hûn ji bona (nêçîra masîyan) di roya şemîyê da (ji qedexeme xwe) neborin.” Û me ji wan (li ser van biryaran) peymaneke bi hêz sitandiye.
155Îdî bi sedema, ku ewan peymana xwe şikênandibûn û ewan bi beratên Yezdan bûne file (bi wan bawer nekiribûne) û ewan pêxember bê mafî kuştibûne û bi wê gotina wanê, ku ewan (gotibûne): “Dilê me bi xêlî ye” (bi serê wan da me aşît anî). Na! Gotina wan nîne (dilê wan bi xêlî nîne) lê Yezdan bi sedema fıletîya wan, li ser dilê wan duruf kirîye. Ji pêştirê hindikên ji wan, îdî tu kes ji wan bawer nakin.
156Û bi sedema filetîya wan e (bi Îsa) û bi wê gotina wan e; ku ewan bi wan gotinê xwe, vir û pizeke mezin avêtibûne Meryemê.
157Û bi sedema wê gotina wan e; ku ewan gotibûne: “Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê ku pêxemberê Yezdan e, me kuştîye” (me bi wan da teşqele anîye). Ewan bi xweber jî Îsa ne kuştîbûne û ewan Îsa li çarmixê jî nexistîbûne, lê ji bona wan ra Îsa manendebûye. Û bi rastî ewan merivên (ku di mafê kuştina Îsa da du tîrebûne hene!) ewan bi xweber jî (di mafê kuştinê da) du dil in. Ji pêştirê peyrewîya gomanan ji bona wan ra (bi kuştina Îsa) qe tu zanîn tune ye. Bi rastî ewan Îsa ne kuştine.
158Lê Yezdan Îsa (ji diliqê merivtayî derxistîye) ewa li bal xwe da bilind kirîye. Û bi rastî Yezdan serfirazê bijejke ye.
159Û bi rastî ewanê xwayê pir­tûk hemûşk jî, wê hêj di berya mirina xwe da, bi Îsa bawer bikin û di roya rabûna hemûtî da jî Îsa li ser wan nêhrevanî (şahidî) bide.
160Îdî bi sedema wê cewra, ku ewanê cihû dikirin û ewan cihûyan pir meriv ji rêya Yezdan difetilandin, me jî ewan tiştên paqijên, ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye.
161Û bi sedema, ewan hatibûne fermankirinê, ku ewan malê kesan bi serdaparîtî hilnedin, lê dîsa ewan serdaparî hildidan û ewan malê merivan di nava xwe da bi pûçîtî xwaribûne (me jî ewan tiştên paqijên ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye). Û bi rastî me ji bona fileyan ji wan şapateke dilsoz amede kirîye.
162Lê ji wan; ewan zanayên, ku di zanînê da rehdane hene! Ewanan û ewanê bi rastî bi wan biryar û pirtûka, ku li bal te da (Muhemmed) hatîye hinartinê û bi wan pirtûkên ku di berya te da hatine hinartinê, bawer dikin û ewa­nê ku nimêja xwe dikin û ewanê ku baca xwe didin û ewanê bi rastî bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin hene! Bi rastî emê ji bona van ra (xelat) û kiryeke mezin bidine wan.
163Bi rastî (Muhemmed!) me ça li bal Nûh û li bal wan pêxemberên li pey Nûh da hatine, niqandîye û me li bal Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan û Îsa û Eyûb û Yûnis û Harûn û Suleyman da, niqandîye; me wusa jî li bal te da niqandîye û me ji bona Dawûd ra jî pirtûka (bi nav) Zebûr anîye.
164Wekî me ça li bal wan pêxemberên, ku me hêj di berê da (serdaborya wan) ji te ra gotîye û ewan pêxemberên, ku me ji te ra (serdaborya wan) ne gotîye niqandîye (me li bal te da jî niqandîye). Û bi rastî Yezdan bi Mûsa ra jî axiftin kirîye.
165Ji bo ku meriv di pey hatina pêxemberan da ji bona xwe ra di hemberê Yez­dan da îdî tu mana nebinin, me ewan pêxemberan bi mizgînvan û datirsvan li bal kesan da bi pêxemberî şandine. Bi rastî Yezdan serfirazekî bijejke ye.
166Lê Yezdan ewan biryarên, ku li bal te da bizanîna xwe hinartîye, şahîdîya wan dide, ku ewî ewan biryaran hinartîne û firiştan jî şahîdî didin (ku Yezdan ewan hinartine). Û şixwe Yezdan (ji bona) şahîdîyê bes e.
167Ewanê bûne file û merivan jî ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi rastî ewan di rêyeke dûr da wunda bûne.
168Ewanê bûne file û cewr jî kirine hene! Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu baxişandinê nake û ji bona wan ra jî qe tu rêyî nade diyarkirinê.
169Ji peştirê rêya dojê, ewanê di wê dojê da hey bimînin. Û eva (celatdana hanê) bi rastî li ser Yezdan hesanî ye.
170Gelî kesan! Bi rastî (bizanin) ku pêxember ji Xudayê we bi maf va hatîye, îdî hûn (bi wî) bawer bikin. Ji bona we ra bawerî çêtir e. Heke hûn (bi wî bawer nekin) hûn bibine file, îdî bi ras­tî (bizanin)! Çi tiştên di ezman û zemînda hene! Hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
171Geli xweyê pirûkan! Hûn di "OL"a xwe da pêş va neçin (OL´a we çî ye, wusa bawer bikin. Îsa Pêxember e. kûrê Yezdan nîne). Û hûn di mafê Yezdan da ji pêştirê rastîyê tu tiştî nebêjin. Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê pêxemberê Yezdan e (kurê wî nine). Ewa Îsa peyveke (fermaneke) Yez­dan e, ewî ewa peyva li bal Meryemê da avêtîye û ewa canekî ji Yezdan e, îdî hûn bi Yezdan bawer bikin û hûn bi pêxemberên Yezdan jî bawer bikin û hûn (di mafê Yezdan da) nebêjin: “Ku ewa sisê ne.” Heke hûn xwe (ji van gotinan biparisînin) bidine para da, ji bona we ra eva paradana çêtir e. Bi rastî Yez­danê (babetê) perestîyî, Yezdanekî bi tenê ye. Ewa ji hebûna zaran (hûn ça dibêjin) paqij e (ji wî ra qe tu zar tune ye). Çi tiştên di ezmanan da hene û çi tiştên di zemîn da hene, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi serkarî bes e.
172Û bi rastî (Îsa)yê Mesîh ji bendetîya Yezdan serî bilind ne kirîye û ne gotîye: “(Ez nabime bende ji bona Yezdan ra)” û ewan firişteyên (ku nêzîkê Yezdan dibin) jî, ji bendetî­ya wî serî bilind ne kirine. Û kîjan merivê ku ji bendetîya wî se­rî bilind bike û xwe mezin bizane; (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yezdanê ewan hemûşkan li bal xwe da bicîvîne.
173Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî wê kirya wanê bê kêmayî ji bona wan ra bê dayînê (û ewa) ji rûmeta xwe ji bona wan ra (hêj kirya wan pir dike). Û ewanê ji bendetîyî serî bilind kirine û xwe mezin kirine hene! Îdî (Yez­danê) ewanan bi şapateke dilsoz, şapat bike. Ewanan ji bona xwe ra ji pêştirê Yezdan qe rastî tu serkar û arîkarekî jî nayên.
174Gelî kesan! Bi sond, ji Xudayê we, ji bona we ra berata rastî hatîye. Û me li bal we da ronahîyake (Qur’an) bi xûyayê hinartîye.
175Îdî ewanê ku bi Yezdan bewer kirine û xwe bi wê bawerîyê jî girtine hene! Yezdanê ewan bigîhîne dilovanî û rûmeta xwe û wê ewan bîne bal wê rêya rastê, ku ewa rêya li bal wî da diçe.
176(Muhemmed!) Ewan ji te (mîrata wan mirîne, ku ji pêştirê xûşka wî ye ji da û bavê ya jî ji bavê, tu kesê wî ne mabe) dipirsin. Tu jî ji bona wan ra bêje: “Şixwe Yezdan ji bona we ra (di mafê mîrata) mîratxurên dûr da aha gotîye: “Heke mêrikek miribe, qe tu zarê wî tune be, hey mîratxurê wî xûşka wî mabe, îdî nîvê mîrata wî, para xûşka wî ye. Heke mirî xûşk be qe tu zarê xûşkê jî tune be, mîrata xûşkê hemûşk para birayê wê ye (yanî malê mîratê hemûşk ji bona birayê wê ra ne, di herdu cûran da jî, heke ji bona mirî ra bav û zar û ya jî mîratxurên nêzîk tune bin). Heke mîratxur, du xûşk bin îdî ji bona wan herduk xûşkan ra ji malê mîratê birayê wan, ji sisyan, dûv par para wan e. Û heke mîratxurên mirî, xûşk û bira bin, îdî parkirina mîrata aha ne; ji bona her mêrekî mîratxur ra wekî du parê jineke mîratxur ra ji malê mîratê, mîrat heye. Ji bo ku hûn (mafan) wunda nekin, Yezdan ewan parkirinan ji bona we ra vedike. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi hemû tiştan dizane.
Chapter 5 (Sura 5)
1Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! (We çi peyman dabe) hûn ewan peymana pêk bînin. Ji pêştirê van tarişên ku we ji bona we ra bêne xwendinê, (qoştê) hemû tarişan ji bona we ra durist bûye, ji xencî nêçîrkirina wan, heke hûn di ihrama (Hecê da bin). Bi rastî Yezdan çi bivê, berewanîya wî dike.
2Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Hûn ewan biryar û (beratên) Yezdan, ku ji bona rûmeta xwe danîye, bi duristî ne hetikînin û hûn ewan rûmetê wan mehên (ku di wan da qirîn hatine qedexe kirinê û hûn rûmeta (wan tarişên gorîne xwe) û hûn rûmeta wan tarişên, ku bi guharî (hatine diyar kirinê) û hûn ewan merivên, ku xwe avêtine xanîyê qedexe (qirîn têda hatine qedexe kirinê) ewan jî di wî xanî da ji Xudayê xwe, rûmet û qayîlbûnî dixwazin, bi duristî ne hetikînin. Û di gava hûn ji (ihrama Hecê) derketin, îdî hûn nêçîra xwe bikin. Û bira fetilandina wî komalê, ku ewan hûn ji hecê fetilandine, nebe mane ji bona we ra, ku hûn jî êrişê bibin ser wan. Û hûn li ser qencîyan û li ser xwe parisandina ji gonehan arîkarîya hev bikin. Û hûn li ser gonehkarî û cewrîtî arîkarîya hevdu nekin û hûn yezdanparizî bikin. Bi ratî Yezdan zor şapat e.
3(Goştê) miraran û xwîn û goştê berazan û (goştê) wê tarişa, ku ji bona navê wan tiştên; ji pêştirê navê Yez­dan ra hatina (jê kirine) û (goştê) wê (tarişa) hatîye fetisandinê û (goşte) wê tarişa, bi dar, ya jî bi tiştekî mayî hatîye kuştinê û (goşte) wê tarişa, ku ketîye mirîye û (goştê) wan tarişên, ku tarişên mayî li wan xistîye mirîye û (goştê) wê tarişa, ku cenaweran xaribe, ji pêştirê heke hûn bigehijên wan, ewan bi can bin, hûn jî serê wan jê kin û (goştê) wê tarişa, ku li ser (kevirên çikandi) têne jê kirinê (wekî pût û dar û kevirên berate) û (goştê) wan tarişên, ku ji bona fal avêtin û xumarê têne jê kirinê, hemûşk ji bona we ra ne durist bûye. Evan hemûşk jî derketina ji rêya rast e. Îdî di îro da ewanê file, ji bo ku we ji ola we derxin, bê hêvî bûne (ewan nikarin we ji ola we derxin). Îdî hûn ji wan filan netirsin û hûn ji min bitirsin. Di îro da min ji bona we ra, ola we pêk anîye (kêmaya wî nemaye). Û min ewan qencên xwe ji bona we ra paşî anî û min ji bona we ra ola bi nav (islam) bi olîtî lite kirîye. Îdî kîjan meriv heke ji birçîya bikeve tengasîyê, heke ji bona gonehkarîyê nexwe dikare (ji goştê van tarişên borî wekî xwarineke nejî û nemir bixwe). Bi rastî îdî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
4(Muhemmed)! Ewan ji te dipirsin: “Ka ji bona wan ra çi tişt ha­tîye durist kirine.” Tu ji bona wan ra bêje: “Ji bona we ra tişta paqij durist bûye û ewa nêçîra wan sene, ku hûn ewan hînê wan zanîn e, Yez­dan bi we daye hînkirinê, dikin. Evan sene nêçîrvan çinêçîrê bigirin, îdî hûn ewê nêçîrê bixun û hûn li ser wan nêçîran, navê Yezdan bixûnin û hûn yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan zû hijmar e.
5Di îro da ji bona we ra paqij durist bûye. Û xwurekên wanê xweyê pirtûk jî ji bona we ra durist bûye. Û xwurekên we jî ji bona wan ra durist e. Û ewan jinên ji bawergeran, ku tolitî ne kiribin û ewan jinên ji wê desta, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye danê, xwe ji to-litîye diparisînin; di gava hûn kirya wan (mara wan) bidne wan, hûn bi wan ra tolitî nekin û hûn ewan bi dizîka da ji xwe ra nexne dost, hey ji bo ku hûn xwe ji tolitîyê biparisînin û bi wan ra kevîn bibin. Kevînbûna evan jinan jî ji bona we ra durist bûye. Û kîjan meriv ji piştî baweryê dîsa bibe file bi sond! Xebata wî îdî şewitîye. Û ewa di gav û danê para da jî dibe ji wanê ziyanger.
6Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn bivên rabin nimêj bikin, îdî hûn rûyê xwe û destê xwe jî heya enîşkan bişon û hûn serê xwe mes bikin û pê xwe jî heya gûzekan. (Paşê nimêja xwe bikin). Û heke hûn ser ne pak bin, îdî hûn xwe bişon û paqij bikin. Û heke hûn nexweş bin ya jî hûn li ser rê bin, ya jî yek ji we ji qendegehê hatibe, ya jî we dest dabe jinan îdî hûn rastê avê jî ne hatibin, hûn bi xwelîyeke paqije temîz îdî teyemmum bikin (destnimêja bi xwelyê bigirin). Hûn biwê xwelyê destê xwe û rûyê xwe mes bikin. Yezdan navê ku ji bona we ra zoratîyê çêke, lê Yezdan divê ku we paqij bike û Yezdan devê ku qencên xwe ne li ser we hene, bê kêmayî pêk bîne. Dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin.
7Û hûn (gelî bawergeran!) ewan qencên Yez­dan e ku li ser we hene û hûn ewê peymana ku we dabûye wî, di wê gava ku we gotibûye: “Me biryarên (te) bihîst û me bi gotina wan kirîye.” Hûn bi wê peymanê jî hatibûne girêdanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparizî bikin. (Hûn bizanin!) Bi rastî Yezdan bi wan tiştên veşartîyê di singa da heyî dizane.
8Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bo ku dadî li pîya bimîne, hûn ji bona Yezdan ra, bibin şahidê bi hêz. Bira kirina wî komalê, ku di hemberê we da neyartî kirine, ji bo ku hûn di hemberê wan da dadvanî nekin, we nede helan danê, ku hûn dadvanî nekin. Hûn dadvanî bikin, loma dadvanî ji parizîyê ra nêzîktir e. Û hûn yez­danparizî bikin. Bi rastî Yezdan bi wan tiştên ku hûn dikin, dizane.
9Yezdan ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine, peyman daye ku ji bona wan ra baxişandin û kirêke mezin heye.
10Û ewanê ku bûne file û ewanê bi beratên me derew kirine, hene! Hevrînê dojê evan in.
11Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ewê qencîya Yezdan e, ku di gavêkî da komalekî (êriş anîbûne ser we) destê xwe (ji bona kuştina we) dirêj kirin, îdî Yezdan jî destê wan li ser we daye paradanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparisî bikin. Îdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan.
12Û bi sond! Yezdan ji zarên cihûyan peyman hildaye û me ji wan dazne dîdevan (di nava wan da) şandibûye. Yezdan ji wan ra (aha) gotîye: “Bi rastî ez bi we ra me. Heke hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi pêxemberên min bawer bi­kin û hûn arîkarya wan bikin û heke hûn ji bona qayîlbûna Yezdan ji hev ra deyn bi qencî bidne hev, bi rastî ezê jî sikatîyên we li ser we rakim (ezê we bibaxişînim). Û ezê we bixme wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin, îdî ji virha kîjan merivekî ji we bibe file (evan şîret û qencîyan bîrva bike) bi sond! Îdî ewî rêya rast wunda kirîye.”
13Îdî ji ber ku ewan peymana xweye dayî şikênandine, me jî ewanan deherandine û me dilê wan hişk kirîye. Ewan zarên (cihûyan) peyvên (biryaran) ji şûna wan dihêjînin (ji bo ku binek arşan wekî armancê xwe derxin). Ewan pareke, ku ji wan ra hatibûye gotinê (ji biryaran) bîrva kirine. Ji pêştirê hindikên ji wan, tûyî rastî qalpîya wan hemûşkan werî. Îdî tu ji wan kêmasîyên wan bibore û tu kirinê wan belaş bide. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike.
14Û me ji wanê ku gotine: “Bi rastî em mexînîne (em arikarên Îsa ne) jî peymanan hildaye. Îdî ewan mexînan pareke (ji wan biryarên) ku ji wan ra hatibûye gotine bîrva kirine. Îdî me jî di nava wan da heya roya rabûna hemû da, neyartî û xerez xistîye (helan). Yezdanê ji bona wan ra ewê kirina wan e, ku ewan ji xwe ra xistibûye pêş e, bêje.
15Gelî ewanê xweyê pirtûk! Bi rastî li bal we da pêxemberê me hatine. Ewan (biryarên) ku di pirtûkê da hebûn, we penha dikir, ji bona we ra ewa (pêxembera) pirê wan (biryaran) vedike û ji pirê wan (biryaran) jî dibore (qe ji wan axiftin nake). Bi sond! Ji Yezdan bona we ra ruhnayek û pirtûkeke daveger hatîye.
16Yezdan bi wê pirtûkê, ewan merivên ku di binê peyrewê qayîlbûna wî, digihîne rêne parisvan û ewa ewan merivan (bi wê pirtûkê) ji tarîtîyê li bal ruhnayê da derdixe. Erê! Ewa, ewan tîne rêya rast.
17Bi sond! Ewan merivên, ku gotine: “Yez­dan Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê bi xweber e. (bi wê gotina xwe) bûne file.” (Muhemmed tu ji wan ra) bêje: “Heke Yezdan bivê, ku Me­sîhê kûrê Meryemê û dîya Mesîh û hemû kesên di zemîn da hene jî teşqele bike, gelo kê dikare, ku ewan ji teşqelekirina wî bi tiştekî bide para?” Û seroktîya ezman û zemîn û çi tişta di nava wan herdukan da heye, hey ji bona Yezdan ra ne. Ewa çi tiş­ta bivê ewî diafirîne. Şixwe Yezdan li ser hemû tiştan dişî.
18Cihû û Mexînan gotine: “Bi rastî em kurên Yezdan in û em hezgerên wî ne.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “(Heke hûn kur û hezgerên wî ne) îdî ewa çima we bi gonehên we şapak dike? Na,! (gotina we nîne) lê ewan kesên ku (Yezdan ) afirandine hene! Hûn jî ji wan in. Ewa ji kîjanî ra bivê dibaxişîne û kîjanî ra jî bivê, ewî şapat dike. Û seroktîya ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan da heyî, hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa zivirandina (para da) bi xweber jî li bal wî da ne.
19Gelî xweyê pirtûkan! Ji bona ku hûn (nebêjin): “Di gava sistaya hatina pêxemberan da, qe tu kesekê mizgînvanê (bi bihiştê) û tirsdayê (bi dojê) li bal me da ne hatibû heya ku me jî (bi wî bawer bikira, bi hatina rêya rast). Di wê gava hatina pêxemberan sist bibû, bi rastî pêxemberê meyê (Muhammed) li bal we da hatîye. Bi sond! Ewî rastîya (dînan-olan) bi huzwartî ji bo­na we ra vedikir, û mizginîya (bi bi­hiştê) û tirsa (ji dojê) daye we (ji bo­na pêkanîna biryaran hemû şîret gotine, îdî tu mana ji bona gonehkarya we ra ne maye. Ku hûn dibêjin em bi nezanî gonehan dikin). Û Yezdan li ser hemû tiştan dişî.
20Û (hûn ewê gava) ku Mû­sa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: “Gelî min! Hûn ewan qencên Yezdan e ku li ser we heye bîra xwe bînin; ewî di nava we da pêxember çê kirine û ewî hûn xistine serok û ewî di cîhanê da qencên wusa bi we kiriye qe li tu kesekî li cîhanê ne kirîye, bîra xwe bînin.
21Gelî min! Hûn bikebine wî bajarê pîrozê ku Yezdan ji bo­na we ra bi vê nevê nivîsîye û hûn di para da nezivirin. Heke hûn îdî di para da bizvirin, bi rastî hûnê zîyan bikin.
22Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî di wî (welatê me da) komalekî kotekkar heye. Heya ewa (komala) bi rastî ji welat dernekebin em bi xweber nakabine wî welatî. Îdî heke ewan ji welat derkebin, emê bi xweber herin bikebine welat.
23Du merên ji wanê tirsonek ne (ku ji Yezdan ditirsîyan) Yezdan (bi xwerber jî) li ser wan qencî kiribûye (aha) gotibûne: “Hûn di derî da li ser wan da (êrîşê) beherin, îdî gava hûn bikebine hundur, bi rastî hûnê serfiraz bibin (heke hûn li ber xwe bidin). Heke hûn bi rastî bi Yezdan ewle dibin, îdî hûn xwe hispêrne wî.”
24Ewan (ji Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî heya ewan (neyaran) di bajar da bin qe tucarî em nakebine bajar. Îdî (Mûsa!) tu bi Xudayê xwe va herin, bi wan ra qirînê bikin (ewan ji welat derxin) emê jî li vira rûnen.”
25(Mûsa ji Xuda aha lava) kirîye: “Xudayê min! Ez ji pêştirê xwe û birayê xwe, xayîtîya tu kesî nakim, îdî tu nîveka me û evî komalê ji rê derketî raqetîne.”
26Ewî (ji Mûsa ra aha) gotîye: “Îdî (ewa zemînê pîroz) heya çil salî, li ser wan qedexe bûye (ewanê he­ya çû salî li wê deştî bimînin, naçine bajarê Qudsê). Ewanê di wê (berya bi nav Tîyehê da) bi sergerdanî bigerin. Îdî (Mûsa) tu li ser komalê ji rê derketî kovanan neke.”
27Û (Muhemmed!) tu ji bona wan ra, serda borya herdu kurên Adem bi rastî bixûne. Ewan herdukan; heryekê ji wan goryek dabûn. Gorya yekê ji wan herdukan, hatibû litê kirinê û gorya ewê mayî ne hatibûye litê kirinê. (Ewê ku gorya wî ne hatibûye litê kirinê, ji bona wîyî gorya wî hatibûye litê kirinê ra) gotîye: “(Ji ber ku gorya te hatîye litê kirinê) bi sond! Ezê te bikujim.” (Birayê wî ji wî ra aha) gotîye: “Bi rastî Yezdan hey (perestîya) wanê yez­danparizî dikin, litê dike.”
28Heke tu ji bona kuştina min, destê xwe li bal min da dirêj bikî, ez ji bona kuştina te destê xwe li bal te da dirêj nakim. Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê ditirsim.
29Ez divêm, ku bi rastî tu gonehê min û gonehê xwe bi hev ra hildî, ji bo ku tu bibî ji wanê hevrine agir. Şixwa celata cewrkaran jî eva ye.
30Îdî canê wî kuştina birayê wî xwest. Birayê xwe kuşt. Ewa bi xweber jî bûye ji wanê zîyankar.
31Îdî Yezdan (ji bo ku ka ewayî ça termê birayî xwe hilde) qijikek şandîye. Ewê qijikê ze-mîn kolaye (bi kujraw) daye xûyandinê (ka ça termê bireyê xwe çal kirîye. Ewî kujrawî aha) gotibûye: “Xwelî li min be! Ez wusa bêzar bûme, ku ez nikarim wekî ve qijikê jî termê birayê xwe veşêrim.” Îdî ewanê ji kirinê xwe poşman dibin hene! Ewa bûye ji wan.
32Ji bona vî qasî me (di pirtûkê da) li ser zarên cihûyan nivîsîye: “Bi rastî kîjanê ku me-rivekî, ne ji bona (tûlhildanê) ne jî ji bona, ku ewa di zemîn da tevdanî dike, bikuje; îdî tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê kuştine û kîjanê merivekî jî bide jînandinê tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê daye jînandinê.” Bi sond! Li bal wan da pêxemberên me bi beratan va hatibûne. Paşê jî dîsa ji piştî hatina pêxemberan, ewan (zarên cihûyan) di zemîn da dest feşartî kirine.
33Bi rastî celata wanê, ku bi Yezdan û bi Pêxemberê wî ra qirînê dikin û digerin, ku di zemîn da tevdanîyî derxin ev e. Ji bo ku ewan di cîhanê da sernegûn bibin, ya ewanê bêne kuştinê, ya jî ewanê bêne dardaki­rinê, ya jî dest û pêyê wa­nê bi çîloçepî bê jêkirinê, ya jî ewanê ji welatê wan bêne derxistinê. (Eva cela­ta hanê) ji bona wan ra di cîhanê da sernegûnî ye û ji bona wan ra di danê para da jî şapatekê mezin he­ye.
34Ji pêştirê wan merivên, di berya ku hêj we ewan ne xistibûne binê hêza xwe, ji wan kirinê xwe poşman bibin (eva celatdana bori ji bona van ra tune ye). Hûn bizanin! Ku bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
35Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn parizîya Yezdan bikin, hûn ji bona gihîjtina li bal wî da li rêyan bigerin û hûn di rêya wî da bi tekoşînî xebatê bikin. Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
36Bi rastî ewanê fîletî dikin hene! Çi tiştên di zemîn da hene, heke wekî wan jî bi wan tiştan ra hebin, (hemûşk ji bona wan yekê rabe) ji bo ku ji şapata roya rabûna hemû fereste bibe ewa jî (ewan mal û tiştan) hemûşkan di gerewa xwe da bi­de, dîsa ji wan ewa gerewa nayî litê kirinê (ewan jî ji wê şapate fereste nabin). Û ji bo­na wan ra şapateke dilsoz heye.
37Ewanan divên, ku ji agir derkebin, lê ewan ji agir dernakebin û ji bona wan ra şapateke peyweste heye.
38Û dizê mêr û diza jin, celeta wan eva ye, ber keda ewan kirîye, hûn îdî destê wan jê bikin, ji bo ku eva celata ji Yezdan, ji wan ra bibe sernegûnî (îdî tiştekî wusa neyê kirinê). Yezdan bi rastî serfîraz e bijejke ye.
39Îdî kîjan (diz) ji pêştî (dizîya xwe ye, ku bi wê dizîyê cewr kirîye (malê yekê mayî bê qayîlbûna wî, bi dizîka da hildaye) ji kirina xwe poşman bibe û aştîkarî kiribe (malê dizî, para da dabe) bira ewa (bizane) bi rastî Yezdan jî poşmanîya wî litê kirîye (ewa ji celatdanê, daye baxişandinê). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
40Ma qey tu nizanî, ku bi rastî seroktîya ezman û zemin ji bona Yezdan ra ne? Ji bona kê ra bivê ku şapat bike, ewî şapat dike û ji bona kîjanî ra jî baxişandinê bivê, ewî dibaxişîne. Û Yezdan 1i ser hemû tiştan dişî.
41Pêxember! Çi ji wan fileyên ku bi devê xwe dibêjin: “Me bawer kirîye (ku doza te rast e) qe dilê wan bawer ne kirîye û ji cihûyan, ewanê ku ji bona filetîyê didine ber hev, bira ewa kirina wan te nede mirûz kiri­nê. Ewanan gohdaryî ji bona derewan dikin û ewan gohdar­yî ji bona (îyartîya) komalekî mayî dikin. Ewan (ji bona baweryî) ne hatine bal te. Ewanan, ewan peyvên biryarîyên bi cî hatî, ji piştî ku ewan peyvan (bi biryarî şûna xwe digirin) bi zanîn ji şûna wan diheşivînin. Ewanan (ji komalê xwe ra aha dibejin): “Heke (bawerger û bi pêxemberê xwe va) ji bona we ra, evan (biryaran) neynin, hûn xwe ji wan biryaran biparisînin (bi wan bawer nekin).” Û Yezdan ji bona kêra aşît kirina bivê, îdî tu ji bo­na ne aşîtkirina wî tu tiştekî ji Yezdan hilnadî. Ewanê ku Yezdan navaye dilê wan paqij bike, evan in. Ji bona wan ra di cîhanê da sernegûnî heye û di para ­da jî ji bona wan ra şapateke mezin heye.
42Ewanan hey ji bona derewan gohdarî di­kin, ewanan hey (tiştên) ne durist dixun. Îdî heke ewan (ji bo ku tu di nava wan da berewanî bikî) hatibine bal te, îdî tu hez dikî di nava wan da berewanî bike û heke tu hez dikî rûyê xwe ji wan bizivirîne (qe berewanîya wan neke). Heke tu ji wan rûyê xwe bifetilînî, ewanan qe nikarin bi tu tiştî zîyanê bidine te. Û heke te di nava wan da berewanî kir, îdî tu di nava wan da bi dadvanî berewanîyî bike. Bi rastî Yezdan ji dadvanan hez dike.
43Û li bal wan bi xweber pirtûka (bi nav) Tewrat heye, di wê pirtûkê da jî biryarên Yezdan hene. Ewan ji bona berewanîyê ça têne bal te û paşê jî ji piştî hatina xwe ye li bal te, rû (ji berewanîya te) dizivirînin? Û bi rastî evan bawer ne kirine.
44Bi rastî me Tewrat hinartîye. Di wê Tewratê da beledî û ruhnaya (biryarên min heye) bi wan (biryaran) ewan pêxemberên xwe hisparokên (Yezdan) ji bona cihûyan ra berewanî dikin. Û ewan zana û rêberan jî û ewanê ku pirtûk di destê wan da bi parisî maye, berewanî dikirin û ewan bi xweber jî şahidîya wan (biryarên) di Tewratê da heyî kiribûne. Îdî hûn ji merivan netirsin (ji bona he­ke hûn ewan biryaran bi rastî bêjin, wê ji bona we ra merivê zîyan bidin). Lê (gelî zana û rêberan û parisvanan!) hûn ji min bitirsin û hûn biryarên min, bi tu bahayê nefiroşin. Û kîjan merivê, ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye, berewanî neke, îdî evanan hey file ne.
45Û me di (pirtûka Tewratê da, biryarên tûl hildane aha) li ser wan nivîsandîye. Canê merivan, bi canê kujrawê û çav, bi çav e û poz, bi poz e û goh jî bi goh e û diran bi diran e. (Evan ji ber hev da têne tûlkirinê. Û birîndarîjî, bi hemberî ne. Îdî kîjan merivê (ji mafê xwe bibore, gonehkarê, ji kirina wî bibaxişîne; ji wî tûl hilnede) ewa baxişandina wî ji bona wî ra dibe sedema rakirina sikatîyên wî. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye berewanî neke, îdî bi rastî cewrkar evan bi xweber in.
46Û me di pêş da, li ser şopa wan (pêxemberan) Îsayê kurê Meryemê, ku rastdarya wê (pirtûka bi wan ra heyî bi nav) Tewrat dikir (bi pêxemberî) şandîye û me ji Îsa ra (pirtûka bi nav) Încîl daye. Di wê da beledî û ruhnaya (biryaran) heye û ewa rastdarya (wê pirtûka berya xwe da bi nav) Tewrat dike.Me ewa (Încîl ji bona Îsa ra daye) ji bo ku ji bona (xudaparizan bibe) beled û şîret.
47Û (gelî peyrewên Încîlê!) hûn jî bi wan biryarên ku Yezdan (di Încîlê da) hinartîye berewanî bikin. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinar­tîye berewanî neke, îdî bi rastî evanê ji rê derketî ewan bi xweber in.
48Û (Muhemmed!) me li bal te da jî pirtûk (Qur’an) ji bo­na ku rastdarya (wan biryarên) di berya xwe da bike û bibe ewle û dîdevan li ser wan pirtûkan, bi rastî hinartîye. Îdî tu di nava wan da, bi wan biryarên ku Yezdan li bal te da hinartîye, berewanîyê bi­ke û tu ji wan biryarên rastê, ku li bal te da hatine (rûyê xwe nefitilîne) nebe peyrevê dilxwastina wan. Ji bona her yekê ji we (pêxemberan ra) me rê û rêzikeke wî danîye. Û heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bi xistina komeke bi tenê, lê ji bo ku em we biceribînin ka kîjanê ji we ewan (biryarê­n me dane we digire) me hûn xistine deste deste, îdî hûn (gelî bawergeran!) ji bona (kirina) qencîyan bidine ber hev. Şûna fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne. (Di wê gavê da) ewan biryarên ku hûn têda ne wek hev dibûn, wê ji we ra bêje.
49Û me (eva fermana jî li bal te da hinartîye), ji bo ku tu di nava wan da bi wan biryarên, ku Yezdan hinartîye berewanîyê bikî û tu nebe peyrewê dilxwas­tina wan û tu xwe ji wan biparisîne. Ewan xebatê dikin, ji bo ku te ji hinek biryarên Yezdan hinartîye para bidin (poşman bikin). Heke ewan (bawer nekin) pa­ra da bizvirin, îdî tu bizane! Bi rastî Yezdan divê, ku bi hinekî ji gonehê wan, ewan şapat bike. Û bi rastî şixwa pirê merivan (ji rêya rast) derketine.
50Qey hêj ewan berewanîya (dane) nezanîyê divên? Gelo ji bona wî komalê ku di nêzîk da dizanin, ji Yezdan çêtir, yekê rindtir berewanî bike, heye?
51Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn, cihû û mexînan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi xweber, hinekên wan serkarê hinekê wan in. Û kîjan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar, îdî ewa jî bi rastî ji wan (cihû û mexînan) e. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
52Îdî tuyî ewanê ku di dilê wan da nexwaşî heye bibînî, ku ewan di nava (cihû û mexînan da) direvin (diçine bal wan). gava ji wan ra tê gotinê: “Hûn ji bona çi direvine bal wan filan” Ewan (aha) gotine: “Em ditirsin ku royekî rewşa bawergeran welgere, evan filan me hildine nava xwe, me biherçiqînin.” Îdî dibe ku Yezdan (ji bona bawergeran ra) ferestîyekî bîne, ya jî li bal xwe da fermanekî bîne, ji bo ku ewan li ser we tişta ku di zikê xwe da vedişartin, poşman bibin.
53Û ewanê bawer kirine (ji hev ra aha) dibejin: “Ewanê ku bi Yezdan, bi hêz sond dixwerin (digotin): “em bi we ra nin”, qey evan in?” Kirinê wan şewitîne. Îdî ewan zîyan kirine.
54Gelî ewanê ku we ba­wer kirîye! Kîjan ji we, ji ola xwe ye islamê derkebe, bira ewa (bizane!) bi rasrî Yezdanê komalekî wusa di nêzîk da bîne; (Yez­dan) ji wan hez dike, ewan jî ewî hez dikin. (Ewa komala) di hemberê bawergeran da melûl in û di hembere filan da jî pozbilindê serfiraz in (wê ewa komalê dîsa we bizivirîne li bal ola we ye misilmantîyê. Ewan qe ji tu sîtemên sîtemkaran natirsin. (Loma) di rêya Yezdan da tekoşînê dikin. Eva anîna hanê rûmeta Yezdan e, ji bona kêra bivê, ewê rûmetê ji wî ra dide. Şixwe Yez­dan bi xweber jî (bi rûmetî) fire û zana ye.
55Bi rastî serkarê we hey Yezdan û Pêxemberê wî û ewan bawergerên, ku nimêja xwe dikin û (di halê rukû da) baca malê xwe didin û xwe ji bona wî ra kûz û rast dikin, bi xweber in.
56Û kîjan merivê ku Yezdan û Pêxemberê wî û ewanê bawer kirine, ji xwe ra bixne serkar, îdî (bira ewa bizane!) ku parta servahatî parta Yezdan bi xweber e.
57Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji wanê, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye û filane, ku bi ola we bi tinazî dileyîzin, ji xwe ra serkar negirin. Û heke hûn bi rastî bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin.
58Û di gava hûn ji bona nimêjkirinê (bang didin) hevdu gazî nimêjkirinê dikin, ewan bi wê gazîkirina we tinazan dikin û dileyîzin, eva ririna wan, ji ber ku ewan komalekî wusa bûne, hişê wan ne digihişte tiştan, loma tinaz dikirin.
59(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn hey ji ber ku me bi Yezdan û bi wê (pirtûka) li bal me da hatîye hinartinê û me bi wan (pirtûkên) hêj berê da hatine hinartinê bawer kirîye, loma rikê xwe ji me tînin (heke ji bona wî nebe) qe hûn rikê xwe ji me naynin. Şixwa bi rastî pirê we ji rêya rast derketine.”
60(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ez ji bona we ra li bal Yezdan, di hemberê van (kirinê we da) hêj (beterê şapatan) heye, bêjim?” Yezdan kîjan deherandi be û li wî xeşim kiribe û ji wan meymûn (perest) û beraz (perest) û bendeyên pelîd çê kiribe, şûna van (bi şapatî) beterê şûna ne û evanan in, ku hêj pirtir rêya rast wunda kirine.
61Û di gavêkî da ewan hatine bal we (ji we ra) gotine: “Me bawer kirîye.” (Gotina wan nîne).Bi sond! Ewan bi filetî hatine û bi filetî jî ewan derketine (çûne). Şixwa Yez­dan bi xweber jî çêtir bi wan tiştên ku ewan veşartibûne dizane.
62Û tu dibînî, ku pirê ji wan ji bona (kirina) gonehan û neyartîya (bi we ra) û ji bona ku tiştên ne durist bixun, bi lez didine ber hevdu. Bi rastî çiqa sike tiştê ewan dikiribûne!
63Qey heke zanan û rêberan, ewan ji wan gotinê wanê gonehkarî û ji xurina ne duristî bidana para da çi dibû? Bi rastî çiqa sike tişta ewan ji xwe ra xistibûne pêş e!
64Û cihûyan gotine! Destê Yezdan girêdaye (ji bo wî dayînê nake). Bi sedema wê gotina wan, destê wanê bê giredanê û li wan deherandinê bê kirine. Gotinê wan nîne! Lê herdu destê wî jî vekirîne ewa ça bivê, wusa disixurîne. Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan, di gavê biryarek ji Xudayê te, li bal te da hatîbe hinartinê, pir dibe. Û me di nava wan da heya roya rabûnê hemûtî, neyartî û xerez avêtîye (îdî ewan nabine destêkî). Ewan çiqa gavêkî ji bona qirînê ra, agirek hilkiribin, Yezdan ewa agira temirandîye. Ewan di zemîn da digerin, ku tevdanîyekî derxin û Yezdan bir xweber jî ji tevdanokan hez nake.
65Û heke xweyê pirtûkan bawer kîribûnan û (ewan Yezdan) parizî kiribûnan, bi rastî meyê jî sikatîyên wan ji ser wan rakira û meyê ewanan bixistina bihişta qencî û xwarin û xakirinan.
66Û heke ewanan, weki ça pirtûkên (bi nav Tewrat û Încîl û ewan biryarên (ji pêştirê van herdu pirtûkan) ji Xudayê wan, li bal wan da hatîye hinartine, ferman kirine, fermana wan pêk anîbûnan, ewanê di her alyê xwe da bi gihîjtina qencîyan, wê ji wan bixarinan. Ji wan desteke bi sexbêr heye (nîv warî ne). Lê pirên ji wan çiqa tiştên sik dikin!
67Pêxember! Çi biryarên ji Xudayê te li bal te da hatine hinartinê, tu ewan ji kesan ra bêje û heke tu ewan ji kesan ra nebêjî, îdî bi rastî te pêxemberîya Xudayê xwe pêk ne anîye. Û Yezdan te ji kesan diparisîne. Birastî Yez­dan komale File nayne rêya rast.
68(Muhammed! tu ji bana wan ra aha) bêje: “Heya hûn (fermana) Tewrat û Încîl û ewan fermanên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîne hinartinê, pêk neynin, hûn li ser tu tiştê ji "ol" a nînin. Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan. Di gava biryarek ji Xudayê te, li bal te da hatîye hinartinê, pir dibe. Îdî tu ji bona (teşqela ku wê bi wan da were) li ser, komalê file ko-vanî neke.
69Bi rastî ewanê ku bawer kirine û ewanê ku bûne cihû û ewanê sterk perest û ewanê mexînî hene! Ji wan, kîjan bi Yez­dan û bi dan û gavê para da bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî tu tirsa (ji şapatdanê) li ser wan tune ye û ewan bi xweber jî (ji kêm xelatdanê) mirûz nabin.
70Bi sond! me ji zarên cihûyan peyman sitandiye û me li bal wan (zarên cihû­yan da) pêxember şandine. Çiqa li bal wan da, pêxembereki bi wan (biryarên) ku dilê wan nexwastîye hatibe, destekî ji wan (pêxemberan) didine derewdêrandinê û desteki jî dikujin.
71Û ewan goman kiribûn, ku eva kirina wan (bi serê pêxemberan ji bona wan ra) nabe teşqele, îdî ewan kor û ker bûne, paşê (ewan ji kirinê xwe poşman bûne) îdî Yez­dan jî poşmanîya wan litê kirîye. Paşê (dîsa) pirê ji wan kor û ker bûne. Yezdan bi xweber jî tişta ewan dikin, dibîne.
72Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan, Mesîhê kurê Meryemê bi xweber e,” hene! Evan bûne file. Û Mesîh bi xweber jî (ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelî zarên cihûyan! Hûn perestîya Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Rastî eva ye: Kîjan meriv, ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bike, îdî bi sond Yezdan li ser wî (çûna) bihiştê qedexe kirîye û ewra wî hey agir e. Şixwa ji bo­na cewrkaran ra qe tu arîkar tune ye.
73Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan yekê ji sisîyene” hene! Ewan bûne file. Şixwa Yez­dan, hey Yezdanekî bi tenê ye û heke ewan xwe ji wan tiştên ku dibêjin, neparisî-nin, bi rastî wê bi wanê, ji wanên ku bûne file şapateke dilsoz bigire.
74Îdî qey ewan, ji wan (gotinê xwe) poşman nabin û lavaya baxişandina gonehê xwe ji Yezdan nakin? Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
75Mesîhê kûrê Meryemê hey pêxembereke (ji pêştirê wî tu tişt nîne). Di berya wî da pêxember hatine çûne. Û dîya (Mesîh jî) jineke rast bûye. Herdukan jî xwarin dixwarin. (Muhemmed! tu mêze bi­ke, ka em ji bona wan ra beratan ça vedikin. Tu paşê mêze bike ewan ça ji (doza me) rû difetilînin.
76(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Hûn ça ji bona wan tiştên pêştirê Yezdan ku qe (ewan tiştan ji bona we ra) tu zîyan û karê nadin perestî dikin?” Şixwa gohdarê zana hey Yezdan bi xweber e!
77Tu (ji bona wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn di “ol”a xwe da bê mafî tengayê çê nekin û hûn nebine peyrewê dilxwastina wî komalê, ku hêj berê da ji rêya rast derketibûne û ewan pir (meriv jî) ji rêya rast derxistibûne. (Erê!) ewan ji rêya rast derketibûne.”
78Ewanê ji zarên cihûyan, ku bûne file hene! Ewanan li ser zimanê Dawûd û li ser zimanê Îsayê kûrê Meryemê hatine deherandinê. Ji ber ku ewan serî bilind kiribûn (ewan biryarên di pirtûkê da hebûn, pêk ne anîbûn) û ji tuxubê xwe derbas dibûn, evan (deherandin li wan hati-bûye kirinê).
79Ewan (zarên cihû­yan) qe hevdu ji wan tiştên kerixokên ku ewan dikiribûne, ne didane parisandinê. Bi rastî tişta ewan dikirin, çiqa sik bûye!
80(Muhemmed!) tu pirên (wan zarên cihûyan) dibînî, ku ewan (ji rikê bawergeran da) ji xwe ra ewanê bû­ne file dixne serkar. Bi rastî tişta dilê wan bixastin pêş va xistîye, çiqa sik e! ji bona wî şixwa Yezdan li wan xeşim kirîye û ewanê di şapatê da jî her bimînin.
81Û heke ewan bi Yez­dan û bi pêxember û bi wan biryarên ku li bal (pêxember da) hatine hinartine, bawar bikirinan, ewan (file) ji xwe ra ne dixistine serkar. Lê pirên ji wan ji (rêya baweryê) derketine.
82(Muhemmed!) Tuyê rast werî, ku ji merivan, neyarên mezin, ji bona bawergeran ra cihû û ewanê hevrîyan (ji bona Yezdan ra) çêker in. Û tuyê rast weri jî, ku ji bona bawergeran ra ji merivan, ewanê bi hezkirin nêzîkê wan in, ewan merivên, ku gotine: “Bi rastî em arîkarok in (mexînîyan bi xweber in).” Ji ber ku ji wan (mexînan) zana û ji cîhanê damen berdane wan hebûne, (eva hezkirina hanê ji bona bawergeran ra, kirine). Û evan (mexînan jî di gava ji bona wan ra biryarên Yazdan dihatine gotin ji litêkirinê) xwe qure ne dikirin. (Eva pêxembera ji pêxemberê me piçûktir e, ya jî tiştên mayî ne digotin).
83Û di gava, ku ewan gohdarya wan (biryarên) li bal pêxember da hatine hinartinê, dikin, tu dibînî ji ber ku ewan maf bi salixdana rast zanîne, çave wan hêstiran dirêje, ewan dibêjin: “Xudayê me! Me bawer kirîye, îdî tu jî me bi wanê (ku bawer kirine) ra bi şahidî binivîse.”
84Û em bi xweber (ji Yezdan) daxwazî dikin, ku Xudayê me, me bixe nava komalê aştîkar. (Îja) emê ça bi Yezdan û bi wan (hemû) tiştên, ku ji wî li bal me da bi mafî hatîye, bawer nekin?
85Îdî Yezdan jî bi sedema wan (dilxwazîyên) ku ewan gotibûne, ewan bi qencî xistibûye wan bihiştên (ku di binê darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan (bihiştan da) her bimînin. Şixwa xelata qencîkaran eva ye.
86Û ewanê, ku bi beratên me bûne file, derew kirine hene! Hevrîyên dojê ewan bi xweber in.
87Gelî ewanê ku we bawer kirine! Ewan tiştên paqijên, ku Yez­dan ji bona we ra durist kirîye, hûn li xwe ne durist nekin û hûn ji tixûbê (biryarên Yezdan neborin). Bi rastî Yezdan ji wanê tixûbborî hez nake.
88Û hûn (gelî bawergeran!) ji wan tiştên ku Yezdan bi dilikî ji bona we ra bi duristî û tîtalî daye, bixun. Û hûn parizaya wî Yezdanê ku we bi wî bawer kirîye, bikin.
89Yezdan we bi wan sondên we ne, ku hûn ne ji bona armancekî dixwûnin (lê hûn hema ça radibin, rûdinên, hûn dibêjin: “Wellahî eva aha ye)” gonehkar nake. Lê (Yez­dan) we bi wan sondên we ne, ku hûn bi wan sondan, kirîn û birîn û peymanê dixwe, ji hev ra didin (paşê pêk jî naynin) gonehkar dike. Celata vê sonda hanê eva ye: Divê (ku ewê sondxandî) ji wê xwarina nîvwarî ye, ku hûn ji bo­na malîyên xwe ra didine xwarinê, deh kesê xezan ra xwarinê bide, ya jî (sondxandî) li wan deh xezanan kincan bike, ya jî (sondxandî) bendekî (kole) azad bike. Îdî kîjan (sondxandî; heke ji bê burhîyî û ji tunebûnê) rastî van (celatên borî) nehat, divê îdî ku ewa sê royan rojî bigire. Di gava hûn sond bixun, evan (celatên borî) dibine sedema rakirina gonehê sonda we. Û hûn sondê xwe biparisînin (di gava we sond xand, hûn ewan sondên ku we xandîye pêk bînin) Yezdan ji bona we ra berateyên xwe aha vedike, dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin.
90Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewan tiştên ku bi wan sermestî çê dibe û xumar û kevirên çikandî (pût, yi jî ji bona litê kirina dilxwazîyan bi perestî li ser gorî têne jêkirinê) û destegul (li ser wan, navan dinivîsin; navê kîjanî derkebe destegulya wî ye) hemûşk jî sik in; ji karê pelîd in. Îdî hûn xwe ji wan (karan) biparisînin. Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
91Bi rastî pelîd divê ku bi wan tiştên sermestok û bi xumarê di nava we da neyartî û xeşmê çê dike, û we bîr aîna Yezdan û ji nimêjkirinê bide para da. Îdî hûnê ji van biparisînin, wusa nîne?
92Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û bi gotina pêxember bikin û hûn xwe ji bê gotina wan biparisînin. Îdî heke hûn ji gotina wan derkebin, hûn bizanin! Bi rastî li ser pêxemberê me, hey ragihandina van biryaran bi vekirî heye (ji pêştirê wî qe tu pirsa wî tune ye).
93Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Di gava ewan xwe (ji hemberya Yezdan hatinê da) parisandibin û bi wî bawer kiribin û karê aştî jî kiribin, paşê li pey (vê kirina xwe da, dîsa xwe ji kirini qedexan) parisandibin û bi wan (qedexan jî) bawer kiribin (ku ewan qedexe ne) û pasê (li pey vî da jî dîsa xwe ji kirina xirabîyan) parisandibin û qencî kiribin, ji bo ku ewan, ji wan (qedexeyên borî) çeşne kirine, qe tu gonehkarî li ser wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî şixwa ji qencîkaran hez dike.
94Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi sond! Yezdan we (di gava ihramê da) bi wan nêçîrên, ku dest û rimên we digihêjîne wan (ji bo ku hûn ewan bigirin) diceribîne, ji bo ku Yezdan bi wanê di penhatîyê da ji wî ditirsin, bizane (ka kîjan ji we di wê gavê da xwe ji qedexeyên wî diparisîne. Îdî kîjan ji virha (ji wan biryarên, ku Yezdan ji bona qedexeyên ihrama hecê ra danîye) bibore, bira ewa bizane, ku bi rastî ji bona wî ra şapateke dilsoz heye.
95Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava heke hûn di ihramê da bin (heya ku hûn ji ihramê dernekebin) hûn nêçîran nekujin. Û kîjanî ji we (nêçîrekî) bi qestî bikuje, îdî celata wî ev e: Di­bê ku ewa (kujrawa) tarişeke wekî wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, ji wan tarişên kedî, bi gorî jêke. Dibê ku du merivên dadvanên ji we jî berewanî bikin, ku ewa tarişa (we gorî kirîye, di goşt û di bahayê xwe da) wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, dibe. Dibê ku ewa (tarişa tê gorîkirinê) di bajarê (mizgefta bi nav) Kabe, têda ne (bê gorîkirinê) ya jî di şûna (goryan da, wekî bahayê goryan) xwurek bi xezanan bide xwarinê ya jî di şûna (xwurek da, wekî her pîvaneke ku bi bahayê goryan hatine kirinê) rojî bigire. Eva celatdana hanê, ji bo ku kujraw çeşne bike (ka kuştina nêçîran ça ne!) Ewan (nêçîrên borî) Yezdan sikatîyên wan baxişandîye û kîjan dîsa (ji piştî van celatan) nêçîran bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yez­danê ji wî tûlê hilde. Şixwa Yezdan bi xweber jî serva hatê xweyî tûl e.
96Ji bona jîyana we, ku bi hêsanî dom bike, ji bona we û ji bona rewîyan ra nêçîra deryayê bi tevê xwarina ji wan durist bûye. Û heya hûn di ihrama (hecê da bin) nêçîra reşaîyî ji bona we ra hatîye qedexekirinê û hûn parizaya wî Yezdanê ku hûnê li bal wî da bicivin, bikin.
97Ji bona ku hûn bizanin, Yezdan bi tiştên di ezman û di zemîn da heyî dizane û bi rastî jî Yezdan bi hemû tişt dizane;Yezdan Kabe (bi nav) Beyt il-Heram ji bona kesan ra xistîye şûnwarê (pêkanîna mafan û ewletîyî). Her wusa jî Yezdan mehên dane (heckirinê) û gorîyên bi guhar û bê guhar (ji bona kesan ra) xistine (sedemên) ewletîyî.
98Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e. Û bi rastî Yez­dan baxişkarê dilovîn e.
99Li ser pêxemberan ji pêştirê ragihandina (biryarên Yezdan) ji bona ke­san ra (qe tu pirsa wan tune ye). şixwa Yezdan bi xweber jî bi wan tiştên ku hûn vedişêrin, ya jî hûn bi xûyayî derdixin, dizane.
100(Muhemmed!) Tu bêje: “Piratîya mirar û sikan, çiqa te sodret bike, dîsa jî mirar û paqij (durist ne duristî) wekî hev nabin. Îdî gelî xweyê hişan! Hûn parizaya Yezdan bikin.” Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
101Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji wan tiştên, heke arşa wan ji bona we ra bê vekirine, hûnê bi wan sik bibin, pirsa wan (ji pêxember) nekin. Û heke hûn ji wan tiştan didanê hinartina Qur’anê da (ji pêxember) pirs bikin, ewan tiştê ji bona we ra bêne vekirinê. Yezdan (evan) ji bona we ra baxişandîne. Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e.
102Bi sond! Komalekî di berya we da (evan tiştên hanêna ji pêxemberan) pirs kiribûne; paşê (ji rika da) bi wan (pirsan) bûne file.
103Yezdan ji bona (tu kesekî ra fermana gorîdana) bi tarişa (ku pênç salan zaye, îdî gohê wê hatîye qelişandinê; sitewr serbest hatîye berdanê) û bi wê tarişa (ku hatîye peymankirinê, heke ewa meriva ji merg û nexweşîya xwe mefa bibe, wê ewê tarişê li ser pûtan jêke) û bi wê tarişa (ku bi çêwî nêr û mê zaye, dibêjin: “Eva mê gehîjte birayê xweyê nêr.” Îdî herduk jî têne berdanê) û bi wê tarişa (tove, ku deh salan tovdaî kiribe, îdî ii pişta wî pûrt hildane; aha gotine: “Pişta vî hişk bûye ji wî tov çê nabe,” serbest berdane) ne kirîye. Lê ewanê bûne file hene! ewana (evan gotinan) bi vir li ser navê Yezdan derewan dikin. Şixwa pirê wan bi xweber jî (ji van tiştan) hişê wan nabirin.
104Û di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotinê; ewan, biryarên Yezdan hinartine hene! Werin bibin (peyrewê wan) û bibin peyrewê pêxember. Ewan (aha) gotine: “Ewan biryarên ku em rast hatin, bav û bapîrên me li ser diçûn, besê me ye.” Gelo heke bav û bapîrên wan qe tu tiştekî nizanbin û ne hatibine rêya rast jî (dîsa rêya wan, bav û kalan besê wan e).”
105Gelî ewanê ku we bawer kirîye! (Hûn bi xweber li xwe mêze bikin). Di gava hûn di rêya rast da bin (hûn hatibne rêya rast) ewanê ku ji rêya rast derketine, qe bi tu awayî nikarin zîyana we bikin. Şixwa fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne; îdî (Yezdanê di wê gavê da) ewan tiştên, ku we dikirin wê ji bona we ra bêje.
106Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku yek ji we ketibe ber mirinê, bira ewa du merivên (pismamê) we ne, ku davdan in ji bo­na şîretên xwe ra şahid bigire. Û he­ke hûn di rêwîtîyê da bin, teşqela mirinê (di wê gavê da) bi serê we da hatibe, hûn du merivan ji wanê ku ne (pismamê) we ne ji xwe ra ji bo­na şîretên xwe şahidan bigirin. Heke hûn di mafê van herduk şahidên ku ne ji we ne, dudil bin (ewanê dîtin û bihîstinê xwe veşerin) hûn ewan herduk şahidan di piştî nimêjê bigirin; bira ewan herduk şahid (aha) sond bixun: “Bi Yezdan! Em bi tu cureyê (ditin û bihîstina xwe) venaşêrin û em (ewê dîtin û bihîstina xwe jî) ji bona pismamên me bi xweber be jî, bi tu tiştî nafiroşin. Şixwa he­ke em ewî (dîtin û bihîstina xwe veşêrin, ya jî bifroşin) di wê gavê da em dibine ji wanê gonehkar.”
107Îdî heke derket, ku ewan herdu şahid jî babetê gonehkaryê bûne (şahidîya xwe rast ne gotine) bira du mîratxurên ji pismamê mirî (ku ewan herduk jî ji wan pismamên, di mîratê da xwayê par in) di şûna van herdu şahidan da, rabin şahidî bidin (aha jî) sond bixun: “BiYezdan! Şahidîya wan herdukan, ji şahidîya wan herdukan jî rastir e û bi sond! Em ji rastîyê para ne çûne. (Şixwa heke em rastîyê veşêrin) di wê gavê da em dibine ji wanê cewrkar.”
108Eva şahidîya bi vî awayî, ji bona ku şahid, şahidşya xwe rast bidin, ya jî şahid bitirsin (heke şahidîya wan di para da rast dernekebe) wê sonda wanê bi hinek sondê (şahidên mayî) para da derew derkebe, rêyeke çêtir e. Û hûn yezdanparizî bikin, hûn gohdarya (biryarên Yezdan bikin). Bi rastî Yezdan komalê ku ji rêya rast derkene nayne rê.
109Di roya ku Yezdan, pêxemberan dicivîne (ji wan aha di pirse): “Di gava, ku we biryarên min ji bona koma xwe ra digotin ji bona we ra çi pisyar hate danê?” (Pêxemberan) gotine:”Bi rastî tu zanîn ji bona me ra (bi pisyara wan) tune ye, hey tu bi tenê bi wan tiştên penha çêtir dizanî.”
110Di gavêkî da Yezdan ji bona Îsayê kûrê Meryemê ra (aha) gotîye: “Îsa! Tu ewan qencîyên min e, ku li ser te û li ser dîya te hene, bîra xwe bîne. (Tu dizanî) ku min piştevanîya te bi canê pîroz kiribû. (Îdî) tu di çincîlê da û di gavê lawîtî û di kalîya xwe da bi kesan ra diaxivî, kanê! Min bi te nivîsandin û zanîna retkokî û Tewrat û Încîl, daye hînkirnê. (Û bîra xwe bî­ne) kanê! Te ji heryê tokela çûkan bi destûra min, çê dikirin, îdî te di wan tokelan da puf di­kir, ewan tokelan jî bi destûra min, îdî dibûne çûk. Û te bi des­tûra min kurên zikmakî û kotî mefa dikirin. Kanê! Te bi destûra min mirî (bi zindî) derdixistin. Û (bîra xwe bîne) kane! Di gava ku tu (li bal zarên cihûyan da) bi beratên daveker va hatibûyî, îdî ewanê file ne, ku ji wan zarên cihûyan bûn (aha) digotin: “Bi ras­tî evan (berateyên ku tu ji bona me ra tînî) hey ançên xûyayî ne.” Me jî tu di wê gavê da ji wan parisandî.
111Û (bîra xwe bîne) gava me li bal suxtan da niqandibû; ku ewan suxtan bi min û bi pêxemberê min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) goti­ne: “Me bawer kirîye û tu şahid be, ku em bi rastî misilman in.”
112Di gava suxtan ji bona (Îsa ra aha) go­tine: “Îsayê kurê Meryemê! Gelo Xudayê te dikare, ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan) bihênirîne?” (Îsa ji wan ra aha pis­yar daye) gotîye: “Heke hûn bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin (ji van gotin û kirinan dest berdin).”
113Ewan (suxtan aha) gotine: “Em divên, ku em ji wê (xewanê) xwurekan bixun ji bo ku dilê me hêsanî be û em bizanin, ku tu bi rastî ji bona me ra rastîyê dibêjî, û em jî li ser wan bibne şahid.”
114Îsayê kûrê Meryemê jî (bi lavatî aha) gotîye: “Xudayê me! Tu li ezmanan bi ser me da xewaneke (xwarinan) bihênirîne, ji bo ku ewa (xewana) ji bona me û ji bona wanê pêşrewan û paşrewanê me ra bibe cejnekî û derheozeke ji te be. Û tu (ewan xurekan) bi me bide sixurandinê. Şixwa tu bi xweber jî çêtirê sixurandokanî.”
115Yezdan jî (aha) gotîye: “Bi rastî ezê ewê (xewa­nê) bi ser we da bihênirînim. Îdî kîjan ji we ji piştî hinartina (xewanê) bibe file, ezê ewî bi şapateke wusa şapat bikim, ku ez wekî wî di gerdûnê da, tu kesekî şapat nakim.”
116Di gavekî da Yezdan (ji bona Îsayê kûrê Merye­mê ra aha) gotîye: "Îsayê kûrê Meryemê! Qey te ji bona kesan ra (aha) gotîye.” Hûn (gelî kesan!) ji bal Yezdan, min û dîya min jî ji xwe ra bixne du Yezdan? (Îsa aha) gotîye: “Ez (te ji wan gotinê wan) paqij dikim, tu maf ji bona min ra tune ye, ku ez ewê tişta qe tu mafê hûn têda tune be, bêjim. Heke min wusa gotibe şixwa tu pê dizanî. Tu bi tişta ku hundurê min da heye dizanî, lê ez bi tişta di hundurê te da heyî nizanim. Bi rastî hey tu bi tiştên penha dizani.”
117Min ji bona wan ra, ji pêştirê wan (biryarên) ku te fermana min kirîye; ez ewan ji wan ra bêjim, qe tu tişt ji wan ra ne gotîye. (Min ji bona wan ra aha) gotîye: “Hûn perestîya wî Yezdanê, ku Xu­dayê min û Xudayê we ye, bikin. Heya ku ez di nava wan da bim, ez şahidê li ser wan im, îdî di gava ku te ez ji nava wan derxistim (canê min sitand) tu bi xweber dibî dîdevanê li ser wan. Şixwa tu bi xwer jî şahidê li ser hemû tiştanî.”
118Heke tu ewan şapat bikî, bi rastî ewan bendeyên te ne (tu kes têkil nabe). Şixwa heke tu ewan bibaxişînî, bi rastî servahatê bijejke hey tu bi xweberî (dîsa tu kes nikare têkil bibe).
119Yezdan gotîye: “Eva roya hane royake wusa ne, ku di wê roye da rastîya rastgoyan ji bona (wan rastgoyan) bi kêr tê. Ji bona wan ra bihiştên, ku di binê (darê) wan da çem di­kişin, hene. Ewanê di wan bihiştan da tum carîn bimînin. Yezdan bi wan qayîl bûye, ewan bi xweber jî (bi dana) Yez­dan qayîl bûne. Serfirazîya mezin eva ye.”
120Seroktîya ezman û zemin û seroktîya wan tiştên (di ezman û zemin da) heyî hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
Chapter 6 (Sura 6)
1Ew Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û taritî ûrohnayî (şev û ro) çê kirîye; çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona wî ra ne. Bi vî ra jî dîsa ewanê ku bûne file ji piştî (vê zanînê) ji bona perestîya Xudayê xwe ra (pûtan di perestîyê da) yek digirin.
2Yezdan ew e; ku hûn ji heryê afirandine û paşê ji bona we ra danê (jîn û mirinê qedandîye. Û danekî navdayê li bal (Yezdan) heye. Û paşê hûn bi xweber jî di wan danan da dudil dibin.
3Di ezman û di zemîn da ewa Yezdanekî (bi tenê ye). Ewa bi dizî û bi xûyayên we dizane û bi tişta hûn dikin jî dizane.
4Û çiqa beratekî ji berateyên Xudayê wan ji wan ra hatibe, ewan ji wê beratê hey rû fetilandine.
5Îdî bi sond! Di gava ji wan ra maf (Qur´an) hatîye, dîsa ewan, ewa mafa jî dane derewdêrandinê. (Qe tiştek nabe!) Wê di nêzîk da axiftina wan tiştên, ku ewan (bi hatina wan tiştan) tinaz dikiribûne, ji bo­na wan ra were.
6Qey ewan nabînin, ka me çi­qa komal di berya wan da teşqele kirine? Me ewan komalan wusa di zemîn da bi cîh kiribû, qe me ji bona we ra wusa (di zemîn da) bi cîhkirin ne dabûye û me bi vî ra jî bi ser wan da (ewrên) jorê, ku şilyê dirêjin, şandîye û me di nava (dar û çandinîyên wan da) çemê (avê) dane kişandinê (ewan dîsa evan qencên me bîrva kiribûne) me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirîye û me ji piştî (teşqelekirina wan di şûna wan da) hinek nişanên (çaxnên) mayî bi gehijandin afirandine.
7(Muhemmed!) Heke me bi ser te da pirtûkeke wu­sa, ku ewa pirtûka di kaxizan da hatibûya nivîsandinê, îdî ewan bi xweber jî destê xwe dabûna wê (pirtûka nivîsarî) hinartibûya, wê ewanê ku bûne file hene! Dîsa jî bigotinan: "Eva (pirtûka) hey ançeke ber çevîye."
8Ewan (aha) gotibûne: "(Gotî) li ser (Muhemmed) da firiştek ne hatibûya hinartinê (ku me jî bi wî bawer bikira)? Û heke me firiştek hinartibûya, şixwa bûyera (bi şapata wan) pêk hatibû, îdî me ne dihîşt ku ewan çavê xwe vekin.
9Û heke me (pêxember) bixista firişte jî, dîsa meyê ewa (firişta) bixista mêrekî wusa, meyê ewan kincên, ku hûn li xwe dikin li wan jî bikira.
10(Muhemmed!) Bi sond! Ewan pêxemberên di berya te da hatibûne hene! Bi wan jî hatibûye tinaz kirinê. Lê îdî (ewa şapata) ku ewan bi hatina wê tinaz dikiribûne (ewan tinazkarên) ji wan hildabûye nava xwe da (ewan bi wê şewitî bûne).
11(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn di zemîn da bigerin, paşê hûn li bal (temtêla) wan kesên, ku ewan (bi beratên Yezdan) derew dikiribûne mêze bikin, ka ça bûye!"
12(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hemû tiştên di ezman û di zemîn da heye ji bona kê ra nin?" (Ewan bêzar di­bin nikarin pisyara te bidin, tu ji wan ra aha) bêje: "Ewan (heyan hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewî (Yezdanî) li ser xwe bi vê nevê dilovînî nivîsîye. Bi sond! Ewê wê we di wê roya, ku di hatina we da qe tu dudilî tune ye, bicivîne. Ewanê ku bawer nakin hene! Îdî ewan bi xweber xwe xistine zîyanê."
13Û çiqa tiştên di şev û royan da di êwirin hene! Hemûşk jî ji bona wî ra nin). Û bihîstokê zana ewa bi xweber e.
14(Muhemmed! Tu aha) bê­je: "Ka ezê ji pêştirê wî Yezdanê, ku ezman û zemîn afirandîye û dide xarinê û qe jî naxwe, ça ji xwe ra serkaran bigirim?" (Muhem­med! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez aha hatime fermankirinê; ku ez bibime misilmanê cara yekem û (ji min ra hatîye fermankirinê) ku ez nebime ji wanê hevrîçêker."
15(Muhemmed! Tu aha) bêje."Bi rastî ez ditirsim, heke ez bê gotina Yezdan bikim ku ewa di wê roya mezin da li min şapateke mezin bike."
16Ewa (royeke wusa ne) heke di wê royê da (Yezdan) merivêkî ji şapatê bizivirîne, bi rastî ewî li wî dilovînî kirîye. Û serfirazîya xûyayî eva ye.
17Û heke Yezdan bi te da aşîtekî bîne, îdî ji pêştirê wî tu kes nikare ewe aşîtê rake. Û heke ewa qencîyekî bi te bike, bi rastî îdî ewa li ser hemû tiştan bi hêz e.
18Û hey ewa bi xweber e (ku wekî gotina xwe bi tenê) li hemû bendeyên xwe dişî. Ewa bi xweber e (ku ji bona hemûşk derdan ra) bijejk e û zana ye.
19(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ji bona şahidîyê çi tişt meztir e?" (Ewan ji pisyarê bêzar dimînin. Tu ji bona wan ra bi pisyarî aha) bêje: "Yezdan di nava min û we da şahid be, ku eva Qur´ana hanê 1i bal min da hatîye niqandinê; ji bo ku ez we bi wê Qur´anê (bi hatina şapatên para da) bidime tirsandinê, wusa jî ewanê, ku Qur´an gehîjtîye li bal wan. Qey hûn bi rastî şahidî didin, ku bi Yezdanê (babatê perestîyê ra) hinek yezdanên mayî jî hene?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez bi xweber şahidî nadim." Tu bêje: "Bi rastî (Yezdanê babetê perestîyê) Yezdanekî bi tenê ye û ez bi xweber jî ji wan tiştên, ku hûn (ji Yezdan ra dixne) hevrî bê gur û bê goman im."
20Ewanê ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Ewanan (bi wan salixên di pirtûkê da hebûne) ça kurên xwe nas dikin, wusa jî (pêxemberîya Muhemmed) nas dikin. Ewanê îdî bawer nakin hene! Ewan bi xweber xwe xistine zîyanê.
21Gelo ji wanê ku bi vir li ser (navê) Yezdan (dipeyivin) ya jî bi berateyên (Yezdan) viran dikin, cewrkar kê heye? Bi rastî ewanê cewrkar serfıraz nabin.
22Di wê roya, ku emê ewan hemûşkan bicivînin û paşê (emê ji bona wanê hevrîçêker ra aha) bêjin: "Kanê ewan hevrîyên we ne, ku we bi derew digirtin, li kêderê ne? (Bira ewan di îro da we fereste bikin)."
23Paşê çara wan (di wê royê da) hey eva dimîne. Bi wî Yezdanê ku Xudayê me ye, em sond dixun ku em ji wanê hevrîçêker nînin.
24Tu li wan mêze bike; ka ewan ça derawan li xwe dikin! Û ewan hevrîyên, ku ewan bi vir digirtin, ka ça ji wan wunda bûne!
25Û ji wan hinek hene, ku (tên) gohdarya te dikin, lê ji bo ku ewan (ji Our´anê) tu tiştî bi zanîn ji hev dernexin, me li ser dilê wan da perda muemayê û di gohê wan da jî keratî, danî. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa bawer nakin. Gava ewan têne bal te, ewan bi te ra tekoşîn dikin. Ewanê bûne file hene! Ewan (aha) dibêjin: "Eva (Qur´ana hanê) ji xêncî çîrokên wanê berê pêştir tu tişt nîne."
26Ewanan, merivan ji Qur´anê didine dûrxistinê û bi xweber jî ji Qur´anê dûr dikebin. Ewan hey bi xweber xwe teşqele dikin, ewan bi teşqelebûna xwe jî bê agah in.
27Û heke te ewanan di gava, ku di hemberê agir da di hatina sekinandinê bidîtan, ka ewan çi digotin! Ewa­nan (di wê gavê da aha) digotin: "Qey çi dibûya xwezîka em (dîsa) para da (li bal cîhanê da) bizivîranan û me bi berateyên Xudayê xwe derew ne kiribûya û em bibûna ji wanê bawerger."
28Wekî dilxwazîya wan nîne, ji ber ku ji bona wan ra hêj di beryê da ewan tiştên ku ewan veşartibûn xûya bûye, wusa dibêjin (heke kirinên wan ji wan ra nehata xûyandinê ewan wusa ne digotin). Û heke ewan di para da (li bal cîhanê da) bihatina fetlandinê, ewanê (dîsa) bizivirîyan li bal wan kirine (ku kirina wan tiştan ji bona wan ra hatibûya qedqxekirinê) bikirinan. Bi rastî ewan derewkar in.
29Û (ewan, aha) gotibûn: "Ji pêştirê jîna meya cîhanê tu jîn tune ye û bi rastî em bi xweber îdî (nayne zindekirinê, li bal tu civînan da jî) nayne şandinê.
30Û heke di gava ku ewan di hemberê Xudayê xwe da (ji bona xelat û celatkirinê bi sitûxarî) hew kiribûn, te ewan bidîtanan (ka ewan bi çi awayî lava dikirin! Yezdan ji wan ra) gotîye: "Qey eva (danê hanê) bi rastî maf nebû? (Ewan aha pisyara Yezdan dane û) gotine: "Erê! bi Xudayê me, eva mafakî rast e." (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "De îjar îdî hûn jî bi sedema filetîya xwe şapatê çeşne (tam) bikin."
31Bi sond! Ewanê ku rasthatina Yezdan didine derawdêrandinê zîyan ki­rine. Gava danê rabûna hemûtî ku ji wan ra nişke va hatîye, ewan barên xwe ne (ji gonehan) dan eli ser pişta xwe (aha) gotine: "Ji ber ku di cîhanê da kirina hinek tiştan ji destê me dihat (me jî ewan nekirîye, îdî kirina ewan tiştan ji destê me çûye, sed) kovan ji me ra be." Hûn hiûyar bin! Çiqa sike tişta ewan hildaye!
32Bi rastî jîna cîhanê hey leyîztik û dilxwazî ne. Û ji bona wanê xudaparizî dikin, êwirên para da qenctir in. Îdî qe hûn bi hişî naponijin?
33Bi sond! Em dizanin ku ewan peyvên wan (Muhemmed!) te bi rastî didine mirûzkirinê. Evan îdî te nadine derewdêrandinê, lê ewanê cewrkar hene! Ewanan bi hinçî berateyên Yezdan nepenî dikin.
34Û bi rastî ewan pêxemberên di berya te da (Muhemmed) hene! Ewanan jî bi viran hatine derewdêrandinê. Îdî ewan (pêxemberan) li ser wan cefa û derewdêrandinên xwe, hew kiribûne, heya ji wan (pêxemberan ra) arîkaraya me hatîye. Û ji bona peyvên (peymanîyên) Yezdan ra tu guhurandin tune ye. Û bi sond! Ji te ra, ji wan serdaborîyên pêxemberan hatîye.
35Û heke rûfetilandina wan (ji vê olê) li ser te mezin bibe, heke hêza te tê, ku tu bi serê xwe dikarî; ku di zemîn da qulîkan çêkî, ya jî pêpelîkan di ezmana da daynî herî, ji wan ra beratan bînî, here (ji wan ra bera­tan bîne, qe jî li ser cefadana wan hew neke). Şixwa heke Yezdan biva, wê ewan hemûşkan li ser rastîyê bicivandinan. Îdî (hişyar be) nebe ji wanê ne zan.
36Bi rastî pisyara (pirsa te) hey ewanê dibêhên, didin. Ewanê (dilê wan) mirî jî Yezdan ewanan radike (di Qarsê da) dicivîne, paşê ewanan li bal (Yezdan da) têne zivirandinê.
37Û ewan (aha) gotibûne: "Kanê, wê li ser (Muhemmed) da, ji Xudayê wî berate ne hatibûna hinartinê? (Ku me jî bawer bikira). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan dikare ku beratan bihênirîne, lê bi rastî pirên ji wan (gava berateyên wekî xwastine wan ji wan ra were; wê ewan beratan ji wan ra bibin teşqele) pê nizanin."
38Û çiqa rêwar ne di zemîn da digerin û çiqa melên (teyr ne) ku bi du baskên xwe difirin hene! Ewan hemûşk jî (di temtêl û jîn û mirina xwe da) komên wekî we ne. Bi rastî me di nivîsandina (we hemûşkada jî) tu tişt (ji temtêla we) bernedaye. Paşê ewanê li bal Xudayê xwe da bêne civandinê.
39Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Ewanan di tarîtîyê da ker û lal mane. Yezdan kîjanî bivê, ewê (ji rêya rast) wunda dike û kîjanî jî bivê ewî datîne li ser rêya rast.
40(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Ka qe hûn bi xweber ponijîne? Golo hûn dikarin bi min bidin zanînê; heke şapata Yezdan bi we da were, ya jî heke danê rabûna (hemû) ji we ra hatibe, qey hûnê ji pêştirê Yez­dan, gazî hinekî mayî bikin (ku ewan di wê gavê da we fereste bikin)? Ka he­ke hûn di doza xwe da rast in (ji min ra bêjin)."
41Na! Hûn ji pêştirê wî gazî tu kesî nakin. Heke ewa bivê, wê ewê (aşîta bi we da hatî) ku hûn ji bona rakirina wê lava dikin, ji we rake û hû­nê jî, ewan tiştên, ku we ewan tiştan ji bona wî ra dixistne hevrî, bîrva bikin.
42Bi sond! Me li bal wan komê­n berya te da jî (pêxember) şandine. (Ji ber ku ewan koman bi gotina wan pêxemberan nekiribûn) îdî me jî ewan bi tirs û tengasîyan girtin (dane şapatkiri-nê) ji bo ku dibe ewan koman (dîsa ji kirinê xwe poşman binin; ji bona baxişandina xwe) lava bikin.
43Îdî qey çi dibû ku ewan koman, di gava tirsa (şapata) me ji wan ra hatibû, lava bikirinan? Lê dile wan hişk bûye (ewan di wê gavê da jî lava ne kirine) pelîd ji bona wan ra kiri­nê wan xemlandine (ji ber wî, ewan lava nakin).
44Îdî gava ewan koman ewan tiştên ku bi wan dihatine hişyarkirinê, bîrva kirine me jî derê hemûşk tiştan li ser wan da vekir (ji bo ku ewan koman, bi wan xweşî û qencîyan şa bi­bin, rind ewan hişyarokan bîrva bikin). Dema ku ewan ko­man, bi wan xweşîyên me ji wan ra dabû şa dibûn, me jî nişkêva ewan girtin (dane şapatkirinê). Qe îdî haja wan bi wan tunebû, ewan bê daremde jî mabûne.
45Û çiqa sipazî hene, hemûşk ji Xudayê cîhanê ra be. Îdî bi vî komalê, ku cewr dikiribûne hatîye birînê.
46(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidne nişanê min; heke Yezdan bihîstin û dîtina we hilde û li ser dilê we jî duruf bike, qey ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) xudayên mayî hene, ku dîsa (bihîstin û dîtina we) ji we ra bînin?" Tu mêze bike, ka em beratan bi çi awayî (ji wan ra) vedikin! Paşê ewan (dîsa ) ji wan beratan rû difetilînin.
47(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn dikarin, ku bidine nişanê min, heke şapata Yezdan nişkêva, ya jî bi xûyayî bi we da hatibe, ji pêştirê komalê cewrkar (ji ber cewra kirine) têne taşqelekirinê (qe tu komalê mayê hene)?"
48Û me çiqa (pêxemberek) şandibe, hey ji bona mizgîna (qencîkaran bi bihiştê û tirsdana (gonehkaran jî bi dojê) bide me şandîye. Îdî kîjan marivê ku bawer bike û aştîkari bike, qe tu tirsa (ji aşîtan) û mirûzîya (ji kêm xelatan) li ser wan tune ye.
49Û ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Bi sedema ku ewan ji rêya rast derdikebûne, aşîtê bi wan bigire.
50(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona we ra nabêjim xezîne û defîneyên Yezdan li bal min hene û ez bi xweber jî bi penhanîya nizanim." Û nabêjim: "Ku ez firişte me." Ewan (biryarên) ku li bal min da hatine hinartinê he­ne! Ez hey dibime peyrewê wan. Tu (ji wan ra aha jî) bêje: "Qe (merivê) kor û (merivê) bi çav wekî hev dibin? Gelo hûn îdî qe raman nakin?"
51Û tu ewanê ku ditirsin, wê ewanê li bal Xwedayê xwe da bicivin (bi vê Qur´anê) bide hişyarkirinê, ku ji pêştirê (Yezdan) ji bona wan ra qe tu serkar û mehder tune ye. Bi rastî hêvî heye ku ewan yez­danparizî bikin.
52(Muhemmed tu) ewanê ku di sibah û evaran da (bi perestî) gazî Xudayê xwe dikin, ewanan (bi vî perestîya xwe) hey qayîlbûna Xudayê xwe divên (bi gotina zengîn û serokan) ji bal xwe dernexe. Tu dayîn û sitandina wan li ser te tune ye, ça jî tu dayîn û sitandina te jî li ser wan tune ye. Heke tu ewan (ji bona dayîn û sitandinê) ji bal xwe bixî der, îdî tu jî dibi ji wanê cewrkar.
53Û bi vî awayî me hinekên ji wan, bi hinekî wan daye caribandinê, ji bo ku (serokên wan aha) bêjin: "Qey ewanê ku Yezdan di nava me da bi wan qencî kirîye, evan in?" Ma qey Yezdan bi wanê sipazî dikin, çêtir nizane?
54Û ewanê ku bi berateyên me bawer kirine hene! Gava ewan hatine bal te (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Selam li ser we be, Xudayê we li ser xwe dilovînî nivîsîye, ku bi rastî kîjan (merivê) ji we bi nezanî sikatîyekî bike, paşê ji piştî kirina we (sikatîyê) poşman bibe û aştî bike, wê Xudayê ewî bibaxişîne." Bi rastî (Xuda) baxişkarê dilovîn e.
55Û bi vî awayî em beratan vedikin, ji bona ku rêya wanê gonehkar xûya be.
56(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji perestîya wan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin ha­time paradanê (ku ez ji wan ra pe­restî nekim)." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha jî) bêje: "Bi rastî ez nabime peyrewê hewasa we. Bi sond! Heke ez bibime peyrewê he­wasa we, îdî di wê gavê da min rêya rast wunda kirîye û ewanê hatine rêya rast hene! Ez bi xweber nabime ji wan jî."
57(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ew rêya rast e, ku ji Xudayê min ji min ra hatîye, ez li ser wê rê me û we bi xweber jî ewa rêya daye derewdêrandinê. (Ewa şapata) ku hûn bi lez dixwezin jî, li bal min nîne. Hey berewanî ji bona Yezdan ra ne. Ewa rastî dibêje û ewa bi xwerber jî qenctirê berewana ne."
58(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "He­ke ewa (şapata) ku hûn leza hatina wê dikin, li bal min bûya wêa di naha da ewa bûyera, ku hûn doza lezhatina wê dikin pêk hatibûya (tekoşîna di nava min û we da heyî, wê bihata qedandinê). Şixwa Yez­dan bi xweber jî bi cewrkeran çêtir dizane."
59Û zimanê (zanîna) bi tiştên penha hey li bal (Yezdan in) ji pêştirê wî qe tu kes bi wan nizane û ewa bi hemû bi tiştên di reşayî û deryayê da hene, dizane. Û çiqa belgekî, ji şûna xwe bikebe hey ewa bi wî dizane. Şixwa çiqa lubeke di tarîtîya zemîn da hebe û çiqa ter û hişk hebe, hemûşk jî (temtêla wan) di nivîsandineke xûya da ne (Yezdan bi wan dizane).
60Û ewê ku di şevê da (ewan tiştên ku we di royê da hildane gewdê xwe) dimrîne (ji gewdê we derdixe) şixwa ewa bi tişta ku hûn di royê da birîn dikin jî dizane, paşê ji bona ku ewadanê navdayî bê qedandinê, we bi vî jîna hanê (ku di şevê da, mirina wan tiştên we di royê da hildane bedena xwe pêk tîne: tijî û vala dike, îdî mirin û zindetîya we dom dike. Gava danê dawyê tê mirina we diqedîne) heye! (Ewa Yezdan e). Şixwa paşê zivirandina we hemûşka jî li bal wî da ne. Paşê ewê ewan tiştên ku we dikiribûne ji bona we ra bêje.
61Ewa (Yezdana ye) hey li ser bendeyên xwe servehatî bi hêz e (jîn û mirina wan, hebûn û tunebûna wan hey bi wî ye) û ewa li ser we da parisvanan dişîne (hûn bi wan parisvanan têne parisandinê û dijîn). Heya danê mirina yekê ji we hatibe, ewan saîne me ne, ku qe tu kemasî nakin, ewî dimrînin.
62Paşê ewan (candaran ji piştî mirinê) li bal serkarê xweyê rastê, ku Yezdan e têne zivirandinê. Hûn hişyar bin! Hey berewanîya biryaran, ji bona (Yezdan ra ne). Şix­wa ewa bi xweber jî zû hijmartirê, hijmarvana ne.
63(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo gava ku we dizîka da bi zarîn gazî wî dikir, we (aha) digot: "Bi sond! Heke tu me ji wan teşqelan fereste bikî emê bibne ji wanê sipazkar, kê hûn ji taritîya reşayî û deryayê fereste kirin?"
64(Muhemmed! Tu ji wan ra (aha) bêje: "Yezdan, we ji wê (tarîtîyê) û ji hemû kovanan fereste di­ke, paşê hûn bi xweber jî ji bona wî ra hevrîyan çê dikin."
65Muhammed! tu ji wan ra (aha) bêje." (Yezdan) dişî, ku di jora we da li ser we da şapatekî bişîne ya jî di binê pê we da (ji bona we ra şapatekî bişîne) ya jî (Yez­dan dişî) ku we bixe hinek komên deste û deste, bi hinek desteyên ji we tirsa hinekî mayî bide çeşnekirinê." Tu mêze bike! Ji bo ku ewan bi rastî biryaran ji hev derxin ka em ça beratan vedikin?
66(Bi vî ra jî dîsa) komalê te ewa (Qur´an) a ku maf e dane derewdêrandinê. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje. "Bi rastî ez serkarê we nînim (Yezdan çi bike dişî)."
67Ji bona her bûyerekî ra danê wê heye, û hûnê bi xweber jî di nêzîk da bizanin.
68Û gava te ewanê ku noqê di nava berateyên me bûne dîtin, tu îdî ji wan rû bifetilîne, heya ku ewan noqê hinek mijûlîyên mayî ne (pêştirê berateyên me) bibin. Û heke pelîd (rû fatilandina ji wan) bi te da bê bîrvakirinê, ji piştî ku hate bîra te, îdî tu li bal komalê cewrkar rûnenê.
69Û li ser wanê xudaparizî dikin, qe tu pirsa ji kirina (wan filan) tune ye. Lê (eva şîreta hanê ji bona xudaparizan ra) bîrxistineke, dibe ku ewan (filan jî bi vê bîrxistina hanê) xwe ji (ti-nazê bi Qur´an) ê biparisînin.
70Ewanê ku "ol"a xwe ji xwe ra xistine leyîztik û dilxwazî hene! (Muhemmed!) tu dest ji wan berde jîna cêhanê ewan xapandine tu (li wan) bi Qur´anê şîretan bike. Heke (merivek) bi keda xwe, bikebe nava teşqele da bimîne, îdî ji bona wî ra ji pêştirê Yezdan, qe tu serkar û mehder tune ne. Û heke ewa ji bo (ku ji teşqele fereste bibe) çiqa mal ji bona gerewa xwe da jî bide, dîsa ji wî (ewa gerewa) nayê litê ki­rinê. Ewanê ku bi keda xwe hatine teşqele kirine hene! Evanan in. Bi sedema ewa filetîya, ku ewan dikiribûne, ji bona wan ra vexwarineke ji kêm û xûnê û şapateke dilsoz heye.
71(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje. "Ka emê ça bi perestî ji pêştirê Yez­dan, gazî wan tiştên ku qe tu kar û zîyana me nakin, bikin? Qey emê jî, ji piştî gava ku Yezdan em anîbine rêya rast, dîsa li pey xwe da para da bizvirin; wekî wî (merivê) ku pelîd ewa ji rê­ya rast derxistibe, hinek he­valê wî hebin, gazî wî bikin: "Werê bal me, ku tu bikebî rêya rast," bikin? (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî beledîya rast, hey beledîya Yezdan e û em bi xweber jî hatine fermankirinê, ku em xwe hispêrne Xudayê cîhanê."
72Û em (hatine fermankirinê) ku em nimêj bikin û em parizaya (Yezdan) bikin. Û ewê ku hûnê li bal wî da bicivin, ewa (Yez­dan) bi xweber e.
73Ewî ezman û zemîn bi rastî afirandîye. Di danê ku ewa ji bona (heyan ra) dibêje: "Bibin." Îdî awîl ewan dibin. Gotina wî rast e. Di roya, ku di sturî da (sûr) tê pufkirinê, seroktî hey ji bona wî ra ne. Ewa zanayê bi penha û xûyaya ne. Ewa bi xweber jî bijejkeyê agahdar e.
74Û di gavekî da Îbrahîm ji bona bavê xwe ra (aha) gotibû: "Bavo! (eva) Agir e!" Tu ça ewî ji bona xwe ra bi pûtî dixî Xuda? Bi rastî ez te û komalê te jî di rê wundabûneke xûyayî da dibînim."
75Me bi vî awayî bi Îbrahîm (ewan tiştên mezin û sodretne) di ezman û zemîn da heyî daye dîtinê, ji bo ku (Îbrahîm, bibe ji wanê ku bê dudilî bawer dikin.
76Îdî di gava, ku şev li ser Îbrahîm tarî bûye, ewî sitêrkek dît; ewî ji bona we (sitêrkê ra aha) gotîye: "Eva Xudayê min e." Gava ewa (sitêrka) çûye ava (Îbrahîm aha) gotîye. "Bi rastî ez ji wanê, ku diçine ava hez nakim."
77(Piştî) gava, ku ewî dît hîv bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye." Ji piştî ku (hîv jî) çûye ava ewî (aha) gotîye: "Heke Xudayê min, min neyne rêya rast bi sond! ew komalê rêya rast wunda kirine hene! Ezê bibme ji wan."
78Ji piştî ku ewî dît roj bi ruhnayî derket ewî (aha) gotîye: "Xudayê min eva ye: Eva ji hemûşkan) meztir e." Ji piştî, ku roj jî çûye ava (Îbrahîm aha) go­tîye: "Gelî komalê min! Bi rastî ez bi xweber ji wan tiştên, ku hûn ewan ji bona Xuda ra dixne hevrî. bê gur û bê goman im."
79Bi rastî ewê ku ezman û zemîn afirandîye, heye! Min be­rê xwe daye wî. Ez bi xweber jî ji bona rastîyê ra sitûxar im û bi rastî ez ji wanê hevrî çêker nînim.
80Komalê wî bi wî ra (di mafê Xuda da) tekoşîn kirin. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Hûn ça (di mafê) Yezdanê ku ez anîme rêya rast, bi min ra tekoşînê dikin? Û ez bi xweber jî ji wan tiştên ku hûn ewan dixne hevrî ji bona wî ra, natirsim. (Ewan qe tu zîyanê nikarin bidne hûn) ji pêştirê heke Xudayê min bivê. Xuda min hemû tişt bi zanîn hildane binê hêza xwe. Îdî gelo hûn qe şîretan hilnadin?"
81Û ezê ça ji wan tiştên, ku hûn ji bona (Yezdan) ra dixne hevrî bitirsim? Û hûn bi xweber jî ji bona Yezdan ra, ewan tiştên ku qe tu beratek ji bona hevrîtîya wan li ser we da ne hatîye hinartinê, dixne hevrî (ji Yezdan) natirsin. Gelo ji (me) herdu destan, kîjan deste babete ku (ji tirsê) ewle be? Heke hûn dizanin (ka bejin)!
82Ewanê ku bawer kirine û qe cewr jî li bawerîya wan neketîye hene! Ewanan babet in ji bona ewlebûnê ra. Û ewê hatine rêya rast jî ewan bi xweber in.
83Evan berateyên me ne, me dane Îbrahîm, ji bo ku ewa di hembere komalê xwe da, ji bona servahatina xwe bixebitîne. Em ji kîjanî ra bivên, em ewî bi payan bilind dikin. Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zane ye.
84Û me ji bona (Îbrahîm ra) Îshaq û (kûrê Îshaq) Yaqûb bexşiş daye û me (ewan hemûşk jî bi pêxemberî) anîne rêya rast. Û me hêj di berê da Nûh jî (bi pêxemberî) anîbû rêya rast. Ça ewan (pêxemberên) ji ûrta Nûh; Dawûd û Suleyman û Eyûb û Yûsuf û Mûsa û Ha­rûn jî (me ewan bi pêxemberî anîbûne rêya rast) û em bi vî awayî qencîkaran xelat dikin.
85Û (me bi pêxemberî) Zekerîya û Yehya û Îsa û Ilyas (anîne rêya rast). Ewan he­mûşk jî ji aştîkaran bûne.
86Û (me bi pêxemberî) Îsmaîl û Elyese û Yûnus û Lût (anîne rêya rast). Me ewan he­mûşk jî bi aborî (li ser heyîne) cîhanê aborîdar kirine.
87Û me hinek ji bav û kal û ûrt û birayên wan hêlbijart, me ewan jî anîne rêya rast.
88Eva beledîya hanê beledîya Yezdan e (ewa bi wê beledîyê) ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast. Heke (ewan ji Yezdan ra) hevrî çê kiribûnan, wê ewa keda, ku ewan dikiribûne, hemûşkê jî bi şewitîya biçûya.
89Evanê (ku serdaborîyên wan borîne) hene! Ewan in, ku me ji bona wan ra pirtûk û seroktî û pêxemberî daye. Îdî heke (ewan kesan bi van pêxemberan) fıletî bikin; bi sond! Îdî emê di şûna van (filan da) komalê wusa bînin, ku ewan komalan bi wan (pêxemberan) qe fıletî nekin.
90Evan (pêxemberan) hene! Ewan kesên, ku Yezdan anîne rêya rast ev in. Îdî tu jî bibe peyrewê rêya wan. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ez ji bona (van biryarên pêxamberya xwe) tu kirêkî ji we naxwazim, bi rastî (evan gotinê min) ji bona cîhanê ra hey şîreteke bîrvaxistîye."
91Di wê gava ku ewan (aha) digotin: "Yezdan li ser merivan tu tişt ne hînartîye." Ewan rûmeta Yezdan wekî babetîya wî ne girtine. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Lê gelo ewa pirtûka, ku Mûsa ji bona ruhnayî û beledîya kesan anîbû, ku hûn jî (ewê pirtûkê) di kaxizan da parparî dikin, çi xweşa we here, hûn ewê ji bona kesan ra vedikin û çi xweşa we neçe, hûn ewê vedişêrin, kê hinartîye? Û hûn bi xweber jî bi wê pirtûkê hînê wan tiştên, ku ne bav û kalê we bi xweber jî qe bi wan tiştan, tu nizan bûne. (Ewan ji pirsa te ye, ku tu ji wan dikî bêzar dibin, nikarin pisyara te bidin). Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan (ewa pirtûka hinartîye)." Tu paşê dest ji wan berde, bira ewan di noqbûna xwe da bileyîzin.
92Û eva (Qur´ana hanê) ku me bi pîrozayê hinartîye û rastdar e ji bona wan (pirtûkên) di berya xwe da hatî, heye! Ji bo ku tu (merivê di Mekkê da heyî) û ewan merivên li dora bajarê Mekkê da heyî (bi şapata Yezdan bidî tirsandinê) me (li ser te da) hinar­tîye. Ewanê (ku dibêjin): "Me bawer kiriye," hene! Ewan bi dan û gavê pa­ra da û (bi vê Qur´anê jî) bawer dikin. Û ewan nimêjkirina xwe jî tum carî diparisînin.
93Gelo ji wîyê ku li ser navê Yezdan bi vir derewan dike, ya jî bêje: "Bi rastî li bal min da (dî alîyê Yez­dan dal hatîye niqandinê û qe tu tişt jî li bal wî da ne hatîye niqandinê, ya jî dibêje: "Ezê jî wekî (wan biryarên) Yezdan hinartî, bihênirînim," cewrkartir hene? Heke te temtêla wan cewrkaran, di gava ku ewan dikebine ber mirinê, bidîta; firiştan ka çi ji wan ra digotin! Di gava firiştan ji bona cansitandina wan destê xwe dirêj dikiribûne (aha ji wan ra) digotibûne: "Ka hûn canê xwe (ji destê me fereste bikin)." Bi sedema wan tiştên, ku we bê mafî li ser navê Yezdan digotin, hûnê di îro da bi şapata sernegûnî bêne şapatkirinê û we bi xweber jî ji (bawerya) bi berateyên (Yezdan) quretî dikiribûn.
94Û bi sond! Me hûn ça di cara yekem da bi yekîtî afirandine, hûnê wusa jî bi yekîtî li bal me da bên û hûnê bi xwe­ber jî dest (ji wan mal û saman û dilxwazîyên xweyên cîhanê jî) berdin (ewanê li pey we da bimînin, hûnê werin). Û ka ewan mehderên we ne, ku we bi vir digotin: "Ewan (mehderan) hevrîyên we ne di keda we da nin, em ewan (di îro da) bi we ra nabînin! Bi sond! Ewa (bendê di nava we da hebû) ewa ji hev çûye û ewan (mehderên we ne) ku we derew dikirin (ewanê mehderya we bikin). Ewan jî ji we wunda bûne.
95Bi rastî çîldana lud û dendikan hey Yezdan dike. Ewa ji mirya, zindîyan derdixe û ji zindîyan jî miryan derdixe. (Yez­dan gene û hêkokê mê û nêr ji hev diçirîne: Bi nêr û mêyîtî digihîne hev, ji wan mirî û zindîyan diafirîne, di berya vê pevxwistina hanê da jî ewan heyan bi serê xwe, candarî û ne candarya wan ne dihate dîyar kirinê). Ewê evan xebatan (ji bona we ra dike) ewa Yezdan e. Îdî hûn ça ji wî rû difetilînin?
96Ewê ku sewgurê (ji tarîya şevê diçirîne) û şev xistîye şûna êwirandinê û roj û hîv jî ewî ji bona hijmara danan afirandîye heye! Ewa (Yezdan e). Evan (kirin)ê hanênan pîvanê wîyê servahatê zana ye.
97Û ewê ku ji bona we ra siterk di tarîtîya reşayî û deryayê da xistîye berate, ji bo ku hûn bi wan sitêrkan rêya xwe bibînin, ewa (Yezdan) e. Bi sond! Me ji bona wî komalê (ku tiştan dizanin berate bi vekirî (gotine).
98Û ewê ku hûn ji yek nişakî bi tenê dane afirandinê (ewa Yezdan) e. Îdi ji bona we ra duşûn hene: (Yek ji wan, hûn di pişta bavê xwe da bi cîh bûn. Du­du: Hûn li bal malberxka dîya xwe da hatine anemetkirinê, paşê hûn di wura da jî li bal cîhanê ra hatine anemetkirinê, paşê hûn di cîhanê da jî li bal zêrzemîn da hatine anemet kirine, paşê hûn ji zêr­zemîn da jî li bal jîna para da têne ane­met kirine, bi vî awayî jîna we dirêj dibe diçe). Bi sond! Me ji bona komalê pispor ra berate bi vekirî (gotine).
99Û ewê ku ji ezmana avek hinartîye heye! (Ewa Yezdan e). Û me, bi wê avê çêra hemûşk tiştan derxistîye, îdî me ji wê (çêrê) hêşnayî derxistîye ku em ji wê (hêşnayîyê jî) hinek lubên li hev sîyarî derdixin. Û (em bi vê avê) darê xurma jî derdixin, ku (çiqilê wan darê xurma nêzîkê hev in, di wan çiqilan da guşîyan nêzîkê hev bi dardanin û (me bi vê avê) bostan û rez jî (derxistîne). Di wan rezan da ji tirî û zeytûn û hinar hene; (evanan) hinekî wan wekî hinekî wan in û hinekî wan jî qe wekî hev nabin. Û hûn di gava ku ewan beran derdikebin û digehîjin; li wan beran mêze bikin (ku ewan bi serê xwe nagehîjin). Bi rastî di van (kirinan da) ji bona komalê ku bawer dikin, berate hene.
100Û (bi van salixan jî) ewan (dîsa) ji bona Yezdan ra, ewan meçêtirên ku Yezdan ewan afirandine, xistine hevrî û ewan (filan) ji bona (Yezdan) ra bê zanîn kur û keç aloze kirine û (Yezdan bi xweber jî) ji wan (salixê) wan bê gur û bê goman bilind e.
101Ezman û zemîn, Yezdan afirandîye. Ka we ça ji bona wî ra qe tu jin tune jî, zarê hebin? Û ewî bi xwe­ber jî hemû tişt afirandine. Yezdan bi hemû tiştan dizane.
102Ewê bi van (salixan hatîye salixdanê) heye! Ewa Yezdanê Xudayê we ye. Ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. Ewî hemû tişta afirandîye, hûn îdî ji bona wî ra perestî bikin, Ewa serkarê li ser hemûşk tişta ne.
103Qe tu dîtin nagihêje (hebûna) wî ye rastî. Lê ewî bi xweber jî (hebûna hemû dîtinan) hildaye binê zanîna xwe. Ewa bi xweber agahdarê bi hemû tiştê hûrê ne xûya ne.
104Bi sond! Ji bona we ra ji Xudayê we (babetîya) dîtinê hatîye (hûn bi wê dîtinê rastîyê dibînin). Îdî kîjan (bi pisporî rastîyê) bibîne ewa ji bona xwe ra şixwa dibîne û kîjan ji dîtina rastîyê kor be; nebîne şixwa koraya bona wî ra ne û ez bi xweber jî dîdevanê li ser we nînim.
105Ji bo ku ewan (filan) bê­jin: "Te evan beratan xwendine, li cîyekî ders hildane" û ji bona ku em ewan beratan ji bona komalekî zana ra vekin (ka mêze bike) me ça ewan beratan car bi car vekirine!
106(Muhammed!) ewan (biryarên) ku ji Xudayê te li bal te da hatine niqandinê hene! Tu bibe peyrewê wan. Ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîyê) tune ye. (Muhemmed! Tu) ji vanê hevrîçêker rû bifetilîne.
107Û heke Yezdan vabûya, ewan hevrî (ji bona wî ra çê ne dikirin. Û me tu bi xweber jî serkarê li ser wan nînî.
108Û (gelî bawergeran!) Ewanê ji pêştirê Yezdan perestîya (pûtan) dikin hene! Hûn çêrê wan nekin, ku îdî ewan jî bi nezanî û neyartî çêrê Yezdan nekin. Bi vî awayî me ji bona hemû koman ra (bawerî) û kirina wan xemilandîye. (Herkes ji ki­rin û bawerîya xwe hez dike). Paşê fetla wan (hemûşkan jî) li bal Xudayê wan da ne, îdî (Xudayê wanê ji piştî fetla wan) ewan kirinê wan wê ji wan ra bêje.
109Û ewan (filan) bi sonda xweyên zexm sond xwarine, heke ji bona wan ra berateke sodret hatibe, ewanê îdî bi wê beratê bawer bikin. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî berateyên sodretî li bal Yezdan in." Qey hûn (gelî bawergeran!) goman nakin heke gava ji bona wan ra ewan beratan hatibin jî dîsa ewan bawer nakin?
110Û em dil û çavê wan werdigerînin ewan ça di cara yekem da bawer ne dikirin (wusa dimînin) û em ewan di quretî, û koraya wan da dihêlin.
111Û heke me li bal wan da firiştan hinartîbûyan û mirîyan jî bi van ra axiftin kiribûyan û me hemûşk tişt jî (bi beratî) bi anîya ber çavê wan, ji pêştirê wanê, Yezdan vaye ku bawer bikin, qe tukes ji wan bawer nakin. Lê pirên ji wan bi xalyazî xwe davêjine nezanîyê.
112Û bi vî awayî, me ji bona her pêxemberekî ra pelîdên ji meriv û meçêtiran neyar çê kirine. (Ji bo ku ewan) xapandinê bikin hinekê wan li bal hinekên wan da mijûlîyên alozî li bal hev da diniqînin. Heke Xudayê te biva, ewan (pelîdan) wusa ne dikirin. Îdî tu bi virê wan va dest ji wan berde.
113(Ewan pelîdan, ewan mijûlîyan li bal hev da diniqînin) ji bona, ku ewan bi gohdarî dilê wanê bi roya pa­ra da bawer nakin, li bal wan peyvan da bi xwarî bidne goh­darî kirinê û ku ewan (filan) bi wan kirinên xwe qayîl bin û ku ewan (filan jî) ewan tiştên ku (ewan pelîdan) dikirin, bikin.
114Ezê ça ji pêştirê wî Yezdanê, ku pirtûk li bal we da bi vekirî hinartîye, li berewanên mayî bigerim? Ewanê ku me ji wan ra pirtûk anîye, hene! Ewan bi xweber jî dizanin, ku (eva Qur´ana) bi rastî ji Xudayê te hatîye hinartînê. Îdî (Muhemmed!) tu nebe ji wanê hînckarê dudil.
115Û bi rastî paşya peyvên Xudayê te, bi rastî û dadvanî hatine, ji bona guhurandina peyvên (Xudayê te) qe tu guhurandin tune ne û ewa bi xweber jî bihîstekê zana ye.
116Û heke tu peyrewîya piraya kesên di zemîn da hene bikî, ewanê te ji rêya Yezdan derxin, wunda bikin. Ewan hey peyrewîya gomanan dikin û ewan hey derewan li hev tînin.
117Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine, çêtir dizane û şixwa bi wanê ku hatine rêya rast jî çêtir dizane.
118Îdî heke hûn bi rastî bi berateyên (Yez­dan) bawer dikin, hûn (ji goştê wan tarişên) ku navê Yezdan (di gava jêkirina wan da) li ser wan hatîye xwendinê, bixun.
119Hûn ji bona çi (ji goştê wan tarişên) ku navê Yez­dan li ser wan hatîye xwendinê, naxun? Û bi sond! (Yezdan bi xweber jî goştê wan tiştên, ku ji bona we ra ne durist e, ji pêştirê (wî goştê) ku hûn bi jîna nemir û nejî divê bixun, hemû ji bona we ra yek bi yek vekiriye. Û bi rastî pirên ji kesan bê zanîn dibinê peyrewê xweşîya xwe, merivan ji rêya rast derdixin. Şixwa bi rastî jî Xudayê te bi wanê ji tixûbê xwe diborin çêtir dizane.
120Û hûn dest di gonehên xûyayî û penhayî jî berdin (ya jî dest ji penhayî û xûyayên gonehan berdin). Bi rastî ewanê ku keda gonehan dikin hene! Wê ewanê bi wan (gonehên) ku ewan di bijartibûne, bêne celatkirinê.
121Û hûn (ji goştê) wê tarişa, ku di gava (serjêkirinê da) navê Yezdan li ser ne hatibe xundinê, nexun. Bi rastî (xwarina ji gostê wan tarişan) ji rê derketine. Û bi rastî ji bo, ku hevalên pelîdan bi we ra tekoşînan bikin, pelîd li bal hevalên xwe (xwarina ji wan goştan) diniqînin. Û heke hûn bi xweber jî, ji wan (goştan, bi gotina wan bixun) hûn jî dibine hevrîçêker.
122Qe hecwêkîya wîyê, ku (dilê wî bi filetî) mirî bûye, îdî me ewa (bi bawerî) zinde kiribe û me ji bona wî ra ruhnayeke wusa (dadvan) dabe; (ewa kesa) di nava me­rivan da (bi wê ruhnayê bi dadvanî) digere, wekî hecwêkîya wî (merivê) ku di taritîya (filetîyê da be) qe ji tarîtîyê jî dernekebe, (wekî hev nabin) dibe? Herwuha ji bona filan ra, keda ewan dikiribûne hatîye xemilandinê.
123Û bi vî awayî em di hemûşk gundan da gonahkarên wanên mezin di şûna wan da dihêlin, ji bo ku ewan (mezinên gonehkar) di wan gundan da xaxan bikin. Û ewan gonehkaran bi xweber hey ji xwe ra xaxan dikin. Şixwa ewan bi kirina (xaxên xwe, ku ji bona wan ra ne)jî bê agah in.
124Û di gava beratek ji bona (wan serokên gundên gonehkar) hatibe (ewan aha) gotine: "Heya ji bona me ra jî wekî (wan berateyên) ku ji bona pêxemberên Yezdan ra hatine, neyê, em (bi tucarî) bawer nakin." Yezdan bi xweber ka wê qasidya xwe ji bona kê ra bide, çêtir dizane. Ewanê gone­han dikin hene! Li bal Yezdan ji bona wan ra bi sedema wê keda, ku ewan dikiribûne (sernegûna) piçûktay û zor şapatek heye.
125Îdî Yezdan ji kîjanî ra bivê, ku ewî bîne rêya rast singê wî ji bona misilmanîyê vedike ji kîjanî ra bivê, ku ewî ji rêya rast wunda bike singê wî wusa teng dike (gava ji wî ra bê gotinê: "Bibe misilman" tu divêqey) hevraz diçe ezmanan! Bi vî awayî li ser wanê ku bawer nakin (şapata sikatîye) dihêle.
126Rêya Xudayê te, eva ye û rast e. Bi sond! Me ji bona komalê bîranok berate (û biryar) vekirine.
127Li bal Xudayê wan, ji bona wan ra (bihişta) ewlebûnê heye û (Xudayê) wan bi sedema wan kedên, ku ewan dikirîbûne serkarê wan bi xweber e.
128Û di roya ku ewan hemûşkan dicivîne (aha ji wan ra) dibêje: "Gelî koma meçêtiran! Hûn pir bi kesan ra xebitîn (we pirê wan ji rêya rast derxistin)." Ewan merivên, ku bûne hevalên meçêtiran (aha) dibêjin: "Xudayê me! Me ji bona hev ra bi zibarî arîkarya kirîye û em gehîştinw wî danê, ku te ji bona me ra dîyar kirîye. (Yezdan ji bona wan ra aha) dibêje: "Şûna we (îdî) agir e, hûnê di agir da tum bimînin ji pêştirê wî danê ku Yezdan (derketina we) bivê." Bi rastî Xudayê te bijejkeyê zana ye.
129Û me bi vî awayî (ça pelîd û meçêtir ji heva ra xistine serkar, wusa jî) me serokên cewrkar jî bi sedema ewê keda ku ewan dikiribûne, ji hev ra xistîye serkar.
130Gelî komên meçêtir û kesan! Gelo ji we pêxember li bal we da ne hatibûn, ku ewan (pêxemberan) berateyên min bi ser we da bixwendinan û hûn ji rast hatina vê roya we ye hanê bi dana tirsandinê? (Ewan pisyara Yezdan aha dane) û gotine: "Erê! Em şahidî li ser xwe didin (ku pêxember hatibûne)." Lê jîna cîhanê ewan xapandibûn û ewan li ser xwe şahidî dane, ku ewan bi rastî (di cîhanê da) file bûne.
131(Eva hatina pêxemberan li bal wan da) Ji bo ku Xudayê te binecîne tu gundî bi sedema cewrê teşqele nake, heya binecêne wan gundan (ji hatina teşqelê) bê agah bin.
132Û ji bona hemûşkan ra jî ji wê keda, ku ewan kirîye payen hene. Xudayê te bi xweber jî ji kirina wan tiştên ku ewan dikin bê goman nîne.
133Û Xudayê te zengîn û xweyê dilovîn e. Heke ewa bivê, ça hûn ji ûrta komalekî mayî afirandine, wê we jî behere (tune bike) ji piştî we, di şûna we da tişta bivê bixe şûnmayî ji bona we ra.
134Bi rastî tişta hûn bi hatina wî hatine peymandanê, wê ewayê (bi serê we da) were û hûn bi xweber jî nikarin ewê bêzar bikin (ku ewa bi serê we da neyê).
135(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje; "Gelî min! hûn çi dikarin ewî bikin, bi rastî ez bi xweber jî tişta, ku ez bikarim bikim ezê ewî bikim. Îdî hûnê bi rastî bizanin ka paşya vê cîhanê (ku bihişt e) wê ji bona kê ra be. Bi rastî cewrkar serfiraz nabin.
136Ewan (filan) ji wan tiştên (ku Yezdan) afirandibûne (wekî bawerya xwe par kirine); ji bona Yez­dan ra jî di çandinî û tarişan da, par çê kirine (ji piştî parkirinê) bi virê xwe (aha) gotine: "Evanan parên Yezdan in; evanan jî parên hevalê me ne." Îdî çi para hevalê wan heye, ewa para di para da (gava pir bibe) ji bona Yezdan ra nayê sixurandinê, lê ewa para ku ji bona Yezdan ra ne (di gava para da pir bibe, evan ewî) ji bona hevalê xwe ra disixurînin. Çiqa sike tişta ku ewan berewanî dikin!
137Û bi vî awayî ewan hevrîyên wan, ji bona wan hevrîçêkeran ra kuştina zarên wan (bi destê wan) xemilandine, ji bo ku ewan bi xweber xwe ji (ola xwe) derxin û ji bona ku "ol"a wan li ser wan aloze be (îdî rastî û ne rastî ji hev dernexin. Ya jî ji bo ku ewan bi xweber xwe bikujin, îdî "ol"a wan li ser wan bê alozekirinê; rastî û ne rastî ji hev dernekeve). Heke Yezdan bixwesta ewan (wusa) ne dikirin, îdî tu dest ji wan û ji wan tiştên ku ewan bi vir dikin berde.
138Û ewan (filan aha) gotine: "Evan tariş û çandinîyên hanênan (bisixurandin) dest li wan nakebe, ji pêştirê wanê ku bivên, tu kes ewan naxwe; di gomana wan da (wusa ne) û hinek tariş jî (lê sîyarbûna wan) ne durist bûye û hinek tarişan jî (di gava serjêkirinê) navê Yezdan li ser naxûnin, bi vir (Evan: "Gorînê Yezdan in," dibêjin). Wê (Yezdanê) bi sedema wan virên ku ewan dikiribûne, ewan celat bike.
139Û ewan (filan aha jî) gotine: "Çi tişta di zikê van tarişan da heye, ewa xurî ji bona mêrên me ra ne û ewan ji bona jinên me ra ne durist e. Heke ewa (sexela di zikê tarişan da) mirî zabe; şixwa îdî (mêr û jin herduk jî) di wê (se­xela mirî zayî da) hempar in." Di nêzîk da (Yezdan) ê ewan, bi wan salixê wan celat bike. Bi rastî (Yezdan) bijejkeyê zane ye.
140Bi sond! Ewanê, ku zarên xwe bi fafikî, bê zanîn dikujin û tişta, ku Yezdan ji bona wan ra bi dilikî daye, ji xwe ra bi vir li ser navê Yezdan ne durist dikin, hene! Ewan ji rêya rast wunda bûne û ewan naynên rêya rast jî, Ewan zîyan kirine.
141Û ewe, ku bostanê çiqile darên wan bi çardaxî û bi arzêlî çê kirîye û xurme û çandinîyên ku xwarina wan cure û cure ne û zeytûn û hinarên (ku di xwarinê da çeşna) wan wekî hev e û (ewanê ku di xwarin û rengan da) wekî hev nînin (gehîjandîye) hey ewa Yezdan e. Di gava ewan (daran) berdan, hûn ji berê wan bixun û di gava çinandina wan (beran da jî) hûn (baca wî ye) maf bidin. Û hûn dest belavbûnî nekin. Bi rastî (Yezdan) ji dest belavan hez nake.
142Û (Yezdan) tariş jî cure û cure afirandîye; (hinek) tariş, ji bona barkirinê û hinek jî ji bona (ku hûn ji pûrta wan) binraxan çê kin. Hûn ji wan tiştên, ku Yezdan ji bona we ra (bi duristî) dilik daye bixun û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra neyarekî xûya ye.
143(Yezdan ji tarişan) heşt zo (afirandine); ji mêşinan du zo û ji bizinan jî du zo; (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan nedurist kirîye? Ka bêjin! Gelo herdu zoyên nêr, ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist kirîye, ya jî ewa tişta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene, ne durist kirîye? Heke hûn (di doza xwe da) rast in ka ji min ra bi zanîn bêjin".
144Û ji devan du zo û ji dewaran jî du zo (afirandîye. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (Yezdan) ji wan herdu zoyan, kîjan ne durist kirîye? Ka bêjin, gelo herdu zoyên nêr ne durist kirîye ya jî herdu zoyên mê ne durist ki­rîye, ya jî ewa tişta di malberxa wan herdu zoyên mê da hene ne durist kirîye, ya jî di gava ku Yezdan bi van li we şîret dikir, hûn amede bûn? Gelo ji wî ke­sê ku (xebatê dike) ji bona, ku merivan ji rêya rast bê zanîn derxe, îdî cewrkar kê heye? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast."
145(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê, ez ji pêştirê mirar û ya jî xûneke kêşokar û ya jî goştê berazan, rastî tu xwarineke, ku ne durist be ji bo­na merivekî xureger ra ne hatime. Şixwa (goştê beranzan jî) pîs e û ji pêştirê (goştê wê tarişa) ku bi wê gorî hatîye kirine, ne ji bona (qayîlbûna) Yezdan (hatibe jêki­rinê) şixwa eva jî rêderketina ji rê­ya rast e, nayêm. Îdî kîjan merivê ku bi vê nevê hewce be, ku ji wan tiştên qedexe bixwe, dikare (ji wan tiştan) xarineke nemir û nejî bixwe." Bi rastî Xudayê te baxişkarê dilovîn e.
146Û me li ser zarên cihûyan, hemû (candarên) bi pence (ji mel û çûk û tarişên hov û kedî) ne durist kirîye. Û dewar û mêşînîyan jî ji pêştirê donê serda pişta û donê hestîyan ya jî donê bi hundurê wan (tarişan va) zeliqî, hemû donê mayî ne durist kirîye. Bi sedema ji ava rû derketina wan me wan ne duristîyên hanê ji bona wan ra çê kirîye. Û bi rastî em di van kirin û gotinên xwe da jî rast in.
147Îdî heke ewan te (bi wan biryaran jî) bidne derawdêrandinê, tu (ji wan ra aha) bêje: "Xudayê we xweyê dilovanîyeke fire ye. Û tirs û şapata wî ji komalê gonehkar nayê fetilandine."
148Ewanê ku hevrîyan digirin hene! Di nêzîk da (ewan aha) dibêjin: "Heke Yezdan biva, me û bav û kalê me jî hevrî ne digirtin û qe me tu tişt jî ne durist nedikir." Bi vî awayî, ewanê di berya wan da jî (ku pêxemberên xwe) dane derewdêrandinê (wekî wan gotine). Heya ku tirs û şapata me (ji wan ra hatîye) ewan çeşna şapata me kirine. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Gelo li bal we (ji wan biryaran) zanîneke we heye, ku hûn ewê zanînê îdî ji bona me ra derxin (bid­ne nîşanê me)? Bi rastî hey hûn dibine peyrewê gomanan û hûn hey derewan ji ber xwe aloze dikin."
149Tu (ji wan ra aha) bêje: "Şixwa berata bê dudil, hey ji bona Yezdan ra ne. Îdî heke (Yezdan) biva, wê ewî hûn hemûşk jî anîbûna rêya rast."
150Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn bi lez ewan şahidên xweyên, ku şahidî didin (dibejin: "Bi rastî Yezdan) ewan tiştên hanênan (ji bona merivan) ne durist kirîye bînin." Heke ewan şahidî dan, îdî tu jî bi wan ra şahidî nede û tu nebe peyrewê wan kesên, ku ewan bi berateyên me derew kirine (û nebe peyrewê wan kesên) ku bi roya para da jî bawer nakin. (Tuyê ça bibî peyrewê xweşîya wan) ewan bi xweber jî ji Xudayê xwe ra (pûtan) hempar digirin?
151Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn werin ezê ji bona we ra tişta ku Xudayê we li ser we ne durist kirîye bixûnim. Hûn qe tu tiştî (ji bo­na Yezdan ra) nexin hevrî û hûn ji bona da û bavên xwe ra qencîyan bikin û hûn ji tirsa xezanîyê, zarên xwe nekujin. Xarin û xakirin û dilika we û wanan em didin û hûn bi dîyarî û penhayî qe nêzîkê maştoqîyê nebin û hûn ewî canê, ku Yezdan kuştina wî qedexe kirîye, be mafî nekujin. Ji bo ku hûn hiş hildin ewî ewan ji bona we ra şîret kirine.
152Û hûn nêzîkê malê sêwîyan nebin, ji pêştirê heya ewan gehîjtine wî danê ku ewan bi xweber dikarin îdî malê xwe biparisînin. Hûn di vê gavê da bi qencî dikarin rnalê wan bisixurînin (ya jî hûn ji pêştirê qencîyan, heya sewî negihîjin, hûn nêzîkê malê wan nebin). Û hûn pîvan û kêşanê bi dadvanî pêk bînin. Em ji bona heryekê wekî hêza wî fermanan dikin (ji hêza tu kesî pirtir em fermanan nakin). Û di gava ku hûn mijûl bin hûn îdî dadî bikin, heke ewan pismamê we bi xweber bin jî û pêka peymana ku we daye Yezdan, bînin." Ewa bi van qedexan li we şîretan dike dibe ku hûn ji wan şîretan hildin.
153Û bi rastî rêya mina rast eva ye, îdî hûn bibne peyrewê rê û hûn nebine peyrewê wan ryên mayî, ji bo ku hûn ji rêya Yezdan dernekebin, ku ji hev belav bibin. (Yezdan) bi van qedexan li we şîretan dike, ji bo ku hûn bi wan biryaran parisî bikin.
154Û me paşê ji bona pêkanîna qencîya, qencîkaran û ji bona vekirina hemû bûyeran û ji bona beledî û dilovanîyê, ji Mûsa ra pirtûk daye, dibe ku ewan bi rasthatina Xudayê xwe bawer bikin.
155Û eva (Qur´ana hanê) jî pirtûkeke pîroz e me hinartîye, îdî hûn bibne peyrewê (Qur´anê) û hûn (xuda) parizî bikin, hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê.
156(Me eva pirtûka li ser we da hinartîye) ji bo ku hûn nebêjin: "Pirtûk li ser wan herdu desteyên di berya me da borîne (cihû û mexînan) hatîye hinartînê û em bi xweber jî ji xwendin û ji dersa wan bê agah bûne (ji ber wî me bi wan bawer ne dikir)."
157Ya jî ji bo ku hûn nebêjin: "Bi rastî heke pir­tûk li ser me da hatibûya hinartînê, emê ji wan (herdu destan jî çêtir hatibûna rêya rast." Îdî bi sond! (Ewa Qur´ana) bi biryarên xweya vekerî va, ji Xudayê we ji bona we ra hatîye (ewa Qur´ana bi xweber jî ji bona kesan ra) beled û dilovînî (hatîye). Îdî gelo ji wî merivê ku biryarên Yezdan derew didêrîne û ji wan birya­ran rû difetilîne cewrkar kê heye? Ewanê ku rû ji bir­yarên me difetilînin hene! Emê ewan, bi sedema rû fetilandina wan bi sikê şapatan, şapat bikin.
158Qey ewan hêvî dikin, ku ji bona wan ra firişte werin, ya jî ewan hêvîya hatina Xudayê te dikin, ya jî ewan hêvîya hatina hinek berateyên Xudayê te di­kin? (Ji piştî hatina wan, paşê ewanê bawêr bikin?) Di gava hinek berateyên Xudeyê te werin, îdî bawerîya tu kesî kêrê wî nayê. Heke ewî hêj di berya hatina (wan beratan da) bawer ne kiribe, ya jî ewî di bawerya xwe da keda qencîyekî ne kiribe. Tu (ji wan ra aha) bêje. "Hûn hêvîya hatina (wan beratan) bikin. Bi rastî em bi xweber jî hêvîya hatina wan dikin."
159Bi rastî ewanê ku "ol"a xwe par dikin (bi hinek! Pêxemberan bawer dikin û bi hinek pêgemberan jî bawer nakin) hene! Ewan di bêre da jî deste deste bûne. Tu giza te bi wan tune ye, bûyer û temtêla wan hey li bal Yezdan e, paşê ewan çi kiribûne wê ji wan ra bêje.
160Kîjan bi qencîyan va hatibe, îdî ji bona wî ra deh carî wekî wan (qencîyê anî) qencî he­ne û kîjan bi sikatîyan va hatibe, îdî ewa hey wekî wan (sikatîyan anî) tê celatkirinê û li wan nayê cewrkirinê.
161Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min ez anîme rêya rast (ewa rêya) oleke rast e (qe tu xarîya wî tune ye). Ewa "ol"a komalê Îbrahîm e ku xarê li bal yekatîyêvan e û (Îb­rahîm bi xweber jî) qe tu carî ne bûye ji wanê hevrîçêker."
162Tu (aha) bêje: "Bi ras­tî nimêja min û perestîya min û zindetîya min û mirina min, hemûşk ji bona Yezdanê Xudayê cîhanê ra ne."
163Qe ji bona wî ra tu hevrî tune ye û ez bi vî awayî hatime fermankirinê û ez bi xweber jî misilmanê yekem e."
164Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ezê ça ji pêştirê Yez­danê, ku Xudayê hemû tişta ne, ji xwe ra xudakî bigirim? Û meriv çi ked bike, keda wî hey ji bona wî ra ne û tu bardar ji pêştirê barê xwe, barê tu kesê mayî hilnade. Paşê hey fetla we li bal Xudayê we da ne, îdî tişta ku hûn têda ne wekhev dibûne (Yezdan) ê ewî ji bona we ra bêje."
165Û ewê ku hûn xistine şûnmayî di zemîn da, heye! Ewa (Yezdan) e. Ewî hinekên ji we li ser hinekan bi payan bilind kirîye, ji bona ku ewa di wan tiştên dane we, we biceribîne. Bi rastî Xudayê te zû şapatger e û bi rastî ewa baxişkarekî dilovîn e.
Chapter 7 (Sura 7)
1E. L. M. S. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane).
2Eva pirtûkeke li bal te da hatîye hînartinê. Îdî ji bo ku tu bi wê (pirtûkê merivan) bidî hişyarki­rinê û ji bona ku tu bawergeran (bi qencîyan) şîret bikî, bira qe tu tengasî di singê te da çê nebe.
3(Gelî bawergeran!) Hûn bibne peyrewê wan biryarên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîye hînartinê û hûn ji pêştirê peyrewîya (wan biryaran) peyrawîya tu dostî nekin. Hûn çiqa hindik şîretan hil didin!
4Û çiqa niştiman, me teşqele kirine! Îdî gava şapata me bi wan da hatîye; ya ewan di şevê da razabûne, ya jî ewan di (nava royê da) di mijûlbûn û razanê da bûne (haja wan bi hatina teşqele tune bûye).
5Îdî di gava ku şapata me bi wan da hatîye (hey ewan aha gazî kirine û) gotine: "Bi rastî em cewrkar bûne!."
6Bi sond! Îdî emê ji wî komalê ku (pêxember) li bal wan da hatine şandinê pirs bikin û emê ji wan pêxemberan jî bipirsin (ka ewan koma wan bi gotina wan kirine, ya ne kirine)?
7Îdî bi sond! Emê ji wan ra (bûyerên borî) bi zanîn bêjin û em bi xweber jî (ji kirina wan) penha nînin.
8Di wê roya (rabûna hemû da) kêş rast e (qe tu kêmayê wê tune ye). Îdî kêşa kîjanî giran be, ewanê fereste bûyî îdî evan bi xweber in.
9Û kêşa kîjanî jî sivik be, îdî ewanê ku bi rastî bi sedema berateyên me, li xwe cewr kirine û zîyana xwe kirine, evan in.
10Û bi sond! Me hûn di zemîn da êwirandine û me ji bona we ra di zemîn da dilik û xwarin, pêk anîne. Hûn çiqa hindik sipazî dikin!
11Û bi sond! Me hûn afirandine. Me paşê ji bo­na we ra rûçik û temtêl daye, me paşê (ji bona firitan ra aha) gotîye: "Gelî firiştan! Hûn ji bona (nişa kesan ra) kunde beherin." Îdî ji pêştirê pelîd (firiştan hemûşk jî) ji bona (nişa kesan ra) kunde birin. Bi rastî pelîd ne bûye ji wanê kundeke.
12(Yezdan ji bo na pelîd ra aha) gotîye: "Gava min fermana te kirîye, ka ji bona çi te kunde (ji bona nişa kesan ra) ne bir? (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ez ji wî çêtir im; Te ez ji agir afirandime û ewa jî ji heryê afirandîye."
13(Yezdan aha) gotîye: "Îdî, di naha da ji wura berjêr be, di wura da ji bona te ra qe tu maf tune ye, ku tu xwe qure bikî (bi gotina min nekî). Îdî tu (ji wura) derkebe, bi rastî tu ji wanê piçûk û riswayî."
14(Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, barî tu heya danê (meriv) radibin; têne civînê ji bona min ra firsetê bide, gav bihêle."
15(Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê ku ji wan ra dan hatîye dayînê hene! Tu ji wan î."
16(Pelîd aha) gotîye: "Bi sond! Ji ber ku te ez bi sedema wan qewirandim, ezê ji bona wan ra rêya te ya rast daynim."
17Paşê ezê di pêşya wan da û di paşîya wan da û di rast u çepê wan da, êrişê bînim wan û tu îdî rast nayê, ku pirê wan ji (bona te ra) sipazkar bin."
18(Yezdan ji bona wî ra aha) go­tîye: "Ka, tu bi riswayî û deherandî ji wu­ra derkebe. Bi sond! (Ji merivan kîjan) bibe peyrewê te (bira ewan bizanin!) ezê ji we hemûşkan dojê tijî bikim."
19Adem! Tu û bi jina xwe va di bihiştê da biêwirin, îdî hûn herduk ça li kêderê, bi çi awayî hez dikin, wusa bixun û hûn herduk jî nêzîkê vê dara hanê nebin, îdî heke hûn (nêzîkê vê darê bibin) hûnê herduk jî bibne ji wanê cewrkar.
20Îdî pelîd ji bona wan herdukan awurte çê kirîye; ji bo ku ji wan herdu­kan ra, ji gewdê wan ewan cîyê sikê ku veşartina wî, ji wan herdukan ra hatibû fermankirinê, xûya be; ji wan ra (aha) gotîye: "Xudayê we ji bo ku hûn herduk nebine du firişte, ya jî hûn herduk (di bihiştê da) tum carî nemînin, hûn ji xarina vê darê dane pa­ra da (ji pêştirê vî tu sedemên ma! Tune ne.)"
21Û (pelîd) ji wan herdukan ra jî sond xwarîye; bi rastî ez ji bona we herdukan ra jî şîretan dikim.
22Îdî (pelîd) ewan herduk jî, bi xapandin ji şûna wan dane şimitandinê, di gava ewan herdukan ji darê çeşne kirine, ji herdukan ra şûna sikatîya wan xûya bûye. Ewan herdukan ji bona veşartina wan herdu cîyên sikên ji gewdê xwe, belg ji darê bihişti berev kirin, dane ser wan herdu qulên gewdê xwe. Û Xudayê wan (aha) gazî wan kirîye: "Qey min hûn ji xwarina berê wê darê ne dabûne paradanê û min ji bona we herdukan ra ne gotibû; bi rastî pelîd ji bona we her­dukan ra jî neyarekî xûya ye?"
23Ewan herdukan (aha) gotine: "Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxişandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar."
24(Xuda ji wan ra aha) gotîye: "Hûn hemûşk jî (ji bihiştê) berjêr bin; hinekên we ji bona hinekên we ra (di cîhanê da) neyar in û ji bona we ra di zemîn da heya danekî, jîn û êwir heye."
25(Xuda) gotîye: "Hûnê (di zemîn da) bijîn û hûnê di wî da bimirin û hûnê ji wî (paşê zinde bin) derkebin."
26Gelî zarên Adem! Bi rastî me li ser we da kincên wusa hinartîne; ewan kincan sikatîyên we vedişerin û we dixemilînin jî û kinca (Xuda) parisî ji van çêtir e. Ewan (kincan) ji berateyên Yezdan in, dibe ku ewan ji wan berateyên wî şîret hildin.
27Gelî zarên Adem! (Bira haja we ji we hebe) ça pelid, da û bav û kalên we (xapandin) ewan ji bihiştê derxistine wî ji wan (da û bavê we) kincê wan rût kirîye, ji bo ku ji wan herdukan ra sikatîyên wan bêne xûyandinê, bira pelîd we jî wu­sa neke. Loma cîyên qe hûn pelîd nabînin, pelîd bi tevê komalê xwe va, we di wura da dibînin. Bi rastî me pelîd ji bona wanê, ku bawer nakin xistîye serkar.
28(Ewanê bawer nakin he­ne!) Ewanan di gava tiştekî maştoqî kiribin (aha) dibêjin: "Em rastê bav û kalê xwe hatin (ewan jî ewan kirinên hanênan) dikirin û şixwa Yezdan bi xweber jî fermana me ki­rîye (ku emê wan kirinan bikin)." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan fermana (bi kirina) sikatîyan nake. Hûn ça tişta qe tu zanîna we pê tune ye (li ser navê) Yezdan dibêjin?"
29Tu bêje: "Xudayê min fermana bi dadvanîyê ki­rîye. Û hûn berê xwe di hemûşk mizgevtan da li bal wî bi tenê da bizvirînin (ji wî bi tenê ra perestî bikin) û hûn hey xwurî gazî wî bi tenê bikin, "ol"a rastî hey ji bona wî ra ne. Ewî ça di cara yekem da hûn afirandine, hûnê (dîsa) di para da li bal wî da bizivirin."
30(Ewî) destek anîye rêya rast û li ser destekî jî rêya wundabûnê maf kirîye. Loma (ewî desta rê wundabûyî) ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar girtibûne û ewan goman dikirin jî, ku ewanê di rêya rast da, ewan bi xweber in.
31Gelî zarên Adem! Hûn li bal hemû mizgevtan da xemla xwe li xwe bikin û hûn bixun û vexun û hûn dest belavbûnê nekin. Bi rastî (Yezdan) ji destbelavan hez nake.
32(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ewê ku ewan rozîyên tîtalên xweş û xemla Yezdan ji bona bendeyên xwe ra derxistîye ne durist dike, kê ye?" (Ewan ji pisyarê bêzar dibin) tu (ji wan ra aha) bêje: "(Ewanê ewle) û bawer kirine hene! (Evan xwarin û xakirin û xemla) cîhanî ji bona wan ra ne. Lê di roya Qarsê da jî hey xurî ji bona bawergera ra ne." Em bi vî awayî beratan ji bona komalê zana ra vedikin.
33Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min hey (evanê hanênan) ne durist kiriye. Hemûşk maştoqî; çi xûyayî û çi penhayî û gonehkarî û cewrên bê maf û ewa hevrîtîya, ku qe tu tişt bi hevrîtîya wan ne hatîye hinartin jî hûn dîsa ji bona Yezdan ra hevrêyan çê dikin û ewan tiştên ku hûn li ser (navê) Yezdan dibêjin, qe tu zanîna we jî bi wan tune ye."
34Û ji bona her komekî ra danê wî heye. Îdî gava danê wan hatibe, ewan qe qat hijmarekî jî para nakebin û pê ra jî nakebin; (di gava xwe da diçin).
35Gelî zarên Adem! Di ga­va ji we pêxemberên, ku biryarên min ji we ra bixûnin hatibin bal we, îdî kîjan xudaparisî bike û aştîkarî bike, li ser wan qe tu tirsa (şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) tune ye.
36Û ewanê ku biryarên me dane derewdêrandinê û quretî kirine (bawer ne kirine) hene! Evan in ku hevalên agir in û ewan di agirda jî hey dimînin.
37Îdî gelo ji wanê ku (li ser navê) Yezdan viran dikin û ya jî biryarên wî dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê hene? Ewanê ku para wanê ji pirtûkê digihîje wan, evan in. (Ewan bi wan xarin û xakirinan bi xweşî dijîn) heya gava Saîyên me ne (can sitandanok) hatibine bal wan, canê wan distînin (ji wan ra aha) gotine: "Ka ewan tiştên ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin, kêderê ne?" Ewan (aha pisyar dane) gotine: "Ewan em (hîştin) wunda bûne." Ewanan bi xweber li ser xwe şahidî dane, ku ewanan bi rastî file bûne.
38(Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di nava wan komên; ku di berya we da ji meçêtir û kesan borîne, bikebine nava agir." Çiqa komek ketibe (agir, ewê komê) li wê koma xûşka xweya (borî), deherandin kirîye. Di gava ku hemûşk (di dojê da) dicivin, ewanê paş hatîye wan ji bona ser koçên xwe ra (aha) gotine: "Xudayê me! Evanê hanê nabûn bi rastî ewan em ji rêya rast derxistibûn, îdî tu ji bona wan ra ji agir şapateke ducarî bide." (Yezdan aha) dibêje: "Ji bona hemûşkan ra jî (ji şapata agir) ducarî heye, lê hûn pê nizanin."
39Û serkoçên wan jî, ji bona paş (koçên wan ra aha) gotine: "Bi rastî ji bo­na we ra li ser me tu mezinayî û rûmet tune ye, îdî hûn jî ji bona wê keda we kirî şapatê çeşne bikin (ka çane?)"
40Bi rastî ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê û ji bawerya bi wan poz bilind kirine (bi wan beratan bawer ne kirine) hene! Ji bona wan ra derê ezmanan venabe heya pîlete-coban di qulika derzîyê da derbas nebe ewan nakebine bihiştê. Û em bi vî awayî gonehkaran celat dikin.
41Ji bona wan ra ji doja hilopîtik da çincil û li ser wan da jî (ji agir) perde hene. Em bi vî awayî cewrkaran celat dikin.
42Û ewanê bawer kiri­ne û karê aştî kirine hene! Şixwa hevrîyên bihiştê evan in, evan in ku di bihiştê da her dimînin. Em ji bona her canekî ra ji pêştirê hêza wî fermana wî bikirina qencîyan nakin.
43Û me ji dilê wan hemû tiştên, ku kovanî dikin rakirîye, di binê (ewra wan da) çem dikişin. Ewan (bihiştîyan di wê gavê da aha) gotine: "Ew Yezdanê, ku em li bal van qencîyan da anîne heye! Çiqa sipazî hene, hemî ji bona wî ra ne, heke Yezdan em li bal (van qencîyan) ne anîbûnan şixwa em bi xweber li bal (van qencîyan da) ne dihatin. Bi sond! Pêxemberên Xudayê me, bi maf û bi rastî hatine (gotinê wan rast bûye). Û (ji bona wan ra aha tê) gazîkirinê: "Ewa bihişta ku we bi kirinê xwe ji bona xwe ra xistîye mîrat, eva ye."
44Û havalên bihiştê li bal hevalên agir da (aha) gazî kirine: "Gelî dojewîyan! Bi rastî çi tişta ku Xudayê me ji bona me ra peyman dabû, em bi mafî rast hatin, îdî gelo hûn jî rastê wê (şapata) ku Xudayê we ji bona we ra peyman kiribû bi mafî rast hatin?" (Ewan hevalên agir aha) gotine: "Erê! (Em rast hatin; peymana wî bi mafî rast e)." Îdî di nava wan herdu desteyên (hevalên bihiştî û agir da aha) tê bangdanê: "Deherandina Yezdan li ser wanê cewrkar be."
45Ewanan, ew kes in ku merivan ji rêya Yezdan didane para da û divan, ku ewê rê li ber merivan xar bikin. Şixwa ewan bi xweber bi dan û gavê para da jî bawer nakin.
46Û di nava wan herdu (hevalên bihiştî û dojê da) perdek heye; li ser pisporêyayê (di nava wan herdukan da) mêrên wusa hene! Ewan (bihiştî û dojewîyan) hemûşkan jî bi rûçikê wan nas dikin (ewan mêran aha) gazî hevrîyên bihiştê kirine: "Selam li we be (xwazîyên xweş ji bona we ra be). Evan (meran) hêj ne ketibûne (bihiştê) lê ewan divan, ku îdî herne bihiştê.
47Û di gava ku berê wan me­ran li alîyê hevalên dojê da hatîye fetilandinê (ewan dîtine aha) goti­ne: "Xudayê me! Tume bi wan komalê cewrkar ra negerîne."
48Û hevalên li ser pisporêya (ku di nava bihişt û dojê da hene) gazî hinek mêrên dojewî kirine; (ewan hevalan evan mêran bi rûçikê wan nas dikin, aha ji wan ra) gotine: "(Hûn dibînin) ku qe ko­ma we û quretîya we, hûn ji şapatan nedane paradanê."
49(Mezinê filan ewan bihiştîyan dane nîşanê hev, ji hev ra aha gotine:" Ewanê, we sond dixwar ku ji bona van ra ji Yezdan qe tu dilovînî nagîhije wan, evan bihiştîyan nînin?" Îdî hûn bikebine bihiştê tu tirsa (ji şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatda­nê) li ser we tune ye.
50Û hevrîyên agirî gazî hevrîyên bihiştî kirine (aha ji wan dilxwazî kirine): "Hûn (gelî hevrîyên bihiştê) hinekî ji ava xwe, ya jî hûn hine ji wan rozîyên, ku Yezdan bi dilikî daye we li ser me da biherikînin." Hevrîyên bihiştê (ji wan hevrîyênê agirê bawarkar ra aha) gotine: "Bi rastî Yezdan ewan herduk jî li ser filan ne durist kirine."
51Ewan filan "ol"a xwe xistine dilxwazî û leyîztik. Bi rastî jîna cîhanê ewan xapandibûne. Îdî ewan ça rasthatina van royên xweyên hanênan bîrva kiribûn di îro da jî emê ewan bîrva bikin; ewan bi zanîn bi berateyên me bawer ne dikiribûn.
52Û bi sond! Me ji wan ra pirtûkeke wusa li ser zanînû daveker anîye, ewa pirtûka ji bona komalê ku bawer dikin, beled û dilovîn e.
53Qey ewan (filan) hey hêvîya paşî gotina wê pirtûkê dikin (ka gelo peymanên wê pirtûkê ji xelat û celatan rast e ya ne rast e)? Di gava ku ewa roya (xe­lat û celatan) tê, ewanê ku hêj berê da eva roya hanê bîrva kiribûne (aha) dibêjin: "Bi sond! Li bal me da pêxemberên Xudayê me bi mafî hatibûne (maf anîbûne). Îdî gelo ji bona me ra tu mehder tune ne, ku ji bona me ra mehderî bikin? Ya jî gelo ji bona me ra pa­raçûn tune ye, ku em karên ji pêştirê van karên me kirî, bikin (yanî bawer bikin û qencîyan bikin)? "Bi sond! ewan zîyana xwe kirine û ewan tiştên ku ewan (goman dikirin; evan tiştan wê mehderya wan bikin) li ber (çavê wan) wunda bûne.
54Bi rastî Yezdanê ku ez­man û zemîn di şeş danan da afirandîye, paşê jî arş (mana) hildaye binê hêza xwe, ewa Xudayê we ye û ewa Yezdana royê bi şevê dide tarî kirinê; Ewa şeva ku qe nahewe, bi lez royê (digire tarî dike; herduk qe ji hev venabin) û ewî roj û hîv û sitêrk hemûşk bi ser nermî hildaye binê burha xwe. Hûn hişyarbin! Bi rastî afirandin û ferman bi xweber jî hey ji bona wî ra ne. Yezdanê Xudayê cîhanê pîroz e!
55Hûn bi zarî û bi dizî lava ji Xudayê xwe bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku Yezdan ji wanê ji tixûbê xwe diborin hez nake.
56Û hûn ji piştî aştîya di zemîn da heyî, di zemîn da tevdanî nekin, hûn bi tirsî û bi dilxwazî perestîya wî bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku dilovanîya Yezdan nêzîkê qencîkara ne.
57Ewê di berya dilovanîya xwe da "ba" yê bi mizgînvanî dişîne heye! (Ewa Yezdan e). Di gava ku ewan ewran hêdî hêdî bi bariştan giran dibin (emê wan ewran li bal wî welatê) mirî da dişînin, îdî em bi wan ewran avê dihênirînin, emê wî welatê (ku ji bê avî mirîye) zinde dikin û em bi wê (avê) ji hemû ber û hêşnayan derdixin. Herwuha em miryan jî zinde dikin (derdixin) dibe, ku hûn bi rastî evan şîretan bîra xwe bînin (ji wan hiş hildin).
58Û ewa welatê, ku xwelîya wî tîtal e bi destûra Xudayê wî hêşînayên wî derdikebin û ewa welatê, ku welîya wî tirlêçe hêşnaya wî hey bê wec derdikebe. Em bi vî awayî beratan ji bona wî komalê, ku sipazî dikin vedikin.
59Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdanê (bi tenê ra) perestî bikin, ji pêştirê wî ji bona we ra tu yezdan tune ne. Bi rastî ez ji bona we ji şapata roya mezin ditirsim (ku bi we da were)."
60Destekî ji mezinanê komalê wî (aha) gotine: "Bi rastî (Nûh)! Em te di rê wundabûneke xûyayî da dibînin."
61(Nûh aha pisyara wan daye) gotîye: "Gelî komalê min! Bi min ra tu rê wundabûn tune ye, lê ez ji Xudayê cîhanê (li bal we da bi pêxemberî) hatime şandinê."
62Ez ji bona we ra niqandinên Xudayê xwe dibêjim û ez ji bo­na we ra şîretan dikim û tişta ku hûn li bal Yezdan pê nizanin, ez ji we çêtir dizanim.
63Qey ku mêrekî ji we ji bo­na ku we (bi şapatdana) Yezdan, bi wan biryarên ku ji Xudayê we hatîye bide hişyarkirinê, ji bo ku hûn xwe ji kirina gonehan biparisînin, hûn sodret dibin? (Heke hûn xwe ji gonehan biparisînin) bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê.
64Îdî ewan (komalê Nûh) Nûh dane derewdêrandinê, me jî Nûh û hevalên wî di keştîyê da fereste kirin û me ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê (di avê da) dane fetisandinê. Bi rastî ewan komalekî kor bûne.
65Û (me) li bal (komalê) Ad da jî birayê wanê Hûd (bi pêxemberî şandîye. Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêştirê (Yezdanê babetê perestîyê) tu yezdanên mayî tune ne. Qey hêj hûn îdî xwe di hatina hemberya (Yezdan) da naparisînin?"
66Destekî ji mezinanê fileyên ji komala (Hûd aha pis­yara Hûd dane): "Bi rastî em te dibînin, ku tu dîwaneyî û bi rastî em goman dikin, ku tu ji wanê derewgerî."
67(Hûd pisyara wan aha daye) û gotîye: "Gelê min! Bi rastî bi min ra tu dîwanetî tune ye, lê ez pêxember im, ji Xudayê cîhanê (li bal we da hatime şandinê)."
68Ez biryarên Xudayê xwe ji bona we ra radigîhim û ez bi xweber jî ji bona we ra şîretvanekî ewle me.
69Qey ji bona ku biryarên ji Xudayê we, li ser mêrekî ji we, ji we ra hatîye, ku ewa (mêrika jî) wê bi wan biryaran hişyar bike (ku hûn xwe ji gonehan biparisînin) hûn sodret dibin? Û hûn biponijin: Ewê gava ku (Yezdan) ji piştî komalê Nûh, hûn xistibûne şûnmayî ya (wan) û di afirandinê da hêj hûn ji wan bi hêz û meztir (afirandine). Îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin, bi rastî hêvî heye ku hûn (ji şapatan) fereste bibin.
70(Ewî komalî ji Hûd ra aha) gotine: "Qey (Hûd) tu hatîyî bal me da ji bo ku em ji Yez­dan bi tenê ra perestî bikin û em dest ji wan tiştên ku bav û bapîrên me ji wan ra perestî diki­rin, berdin? Îdî heke tu di doza xwe da rastî, ka ewa şapata ku tu ji bona me ra peyman dikî, bîne."
71(Hûd ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî ji Xudayê we bi ser we da şapateke sik û xeşim ketîye. Hûn ça bi min ra tekoşînê di mafê wan navên, ku we û bav û bapîrên xwe hildane, dikin? Qe Yezdan bi xweber ji bo­na wan tu berateyên bi hêz jî ne hinartine. Îdî hûn hêvîya hatina (wan şapatan) bikin, bi rastî ezê jî bi we ra bibme ji wanê hêvîdar."
72Îdî (gava ku şapat bi wan da hatîye) me jî (Hûd) û ewan nedîmên (bi Hûd ra hebûne ji wan aşîtan) bi dilovanîke ji me, fereste kirin, me dû va wanên, ku berateyên me didane derewdêrandinê birîye û şixwa ewan bawer ne dikiribûne.
73Û (me) li bal (komalê) Semûd da, birayê wanê Salih (bi pêxemberî şandîye, Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn (hey) perestîya Yezdan (bi tenê) bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Bi rastî ji Xudayê we li bal we da berateyên xûyayî hatine. Eva deva hanê deva Yezdan e, ji bona we ra beratek e, îdî hûn dest ji wê devê berdin, ji bo ku ewa deva di zemînê Yezdan da biçêre û hûn tu sikatîyê bi wê devê nekin, ji bo ku şapateke dilsoz bi we da neyê (we negire nava xwe da)."
74Û hûn (gelê min!) Ewê gava ku (Yez­dan) hûn ji piştî (komalê) Ad (di zemîn da xistibûne) şûnmayî û ewî hûn di zemîn da êwirandine, bîra xwe bînin. Hûn (ji bona êwra xweya zivistanê) di destê zemîn da koşkan (ava dikin) û (ji bona êwra xweya havînê jî) çîyan dikolin xanîyan çê dikin, îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin û hûn ji bona, ku di ze­mîn da tevdanî bikin li bal hev da nerevin.
75Ewê desta ji komalê (Salih) e ku bi mezinayî xwe qure dikirin, ji bona wanê bê hêzên xweyên ku (bi Salîh bawer kirine aha) gotine: "Qey hûn dizanin, ku Salih ji Xudayê xwe (bi pêxemberî) hatîye şandinê?" (Ewan bê hêzan aha) gotine: "(Erê wusa ne!), Ewanê ku (bi wan berateyên bi Salih ra) hatine şandinê bawer di­kin hene! Bi rasti em ji wan in."
76Ewanê quretî dikiribûne (ji bona bawergeran ra aha) gotine: "Bi rastî em bi wê tişta, ku we bi wê bawer kirîye, bawer nakin."
77Îdî Ewan serê deva mê jê kirin û ewan ji fermana Xudayê xwe derketin û (ewan ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Ka heke tu bi rastî ji pêxemberanî, îdî tu ewê (şapata) ku ji bona me ra hatina wê peyman dikî, ji me ra bîne."
78(Ji vê xwastina wan) ewê hejê bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyê xwe da li ser çokan ketine mane.
79Îdî (Salih) berê xwe ji wan fetiland (aha) gotîye: "Gelê min, bi sond! Min biryarên Xudayê xwe ragihandine we û min ji bona we ra şîret kirin û lê hûn ji şîretvanan hez na­kin."
80Û me (Lût jî li bal koma wî da bi pêxemberî şandîye, Lût) di gavekî da ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye:" Gelê min! Hûn ça ewê tolîya, ku tu kesekî ji cîhanê ne kirîye, dikin?" .
81Hûn bi rastî jinan dihêlin, li bal mêran da bi dilxwezî tûş dibin. Bi rastî hûn komalekî destbela ne."
82Û pisyara komalê (Lût) hey eva bûye; (ji hev ra aha) gotine: "Hûn (Lût û desta wî) ji gundê xwe derxin, loma bi rastî ewan kesan paqij in"
83Îdî me jî (Lût) û malînê wî ji pêştirê jina wî (ji şapatê) fereste kirin. Ewa (jinika) ji wanê para da mayî bûye.
84Û me li ser wan da barişteke wusa barand. Îdî tu mêze bike ka encama wanê nûsîtemkar ça bûye!
85Û me li bal (komalê welatê bi nav) Medyenê ra jî birayê wanê Şu´eyb (bi pêxemberî şandîye. Şu´eyb ji wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji Yezdan (bi tenê ra) perestî bikin. Bi rastî ji bona we ra ji pêştirê wî, tu yezdanê (babetê) perestîyê tune ne. Bi rastî berateyên xûyayî ji Xudayê we, bal we da hatîye, îdî hûn pîvan û kêşnê xwe (bi rastî) pêk bînin û hûn (di pîvandin û kêşan da) di tiştê merivan da zîyana wan nekin û hûn ji piştî aştîya ku di zemîn da bi cîh hatîye, dîsa (komalê zemîn) bi tevdanî tev hev nekin. Heke hûn bi rastî merivên bawerger bin, evan (şîretan) ji bona we ra çêtir in."
86Û hûn (gelê min!) ji bo ku hûn bi tirsdanan û peymanan bidne merivan, ewan ji rêya Yezdan xar bi­kin, ewanê bi Yezdan bawer kirine (rêya Yezdan ji wan ra bi xarî bidne nîşanê wan) li serê hemûşk rêyan rûnenên. Û hûn (gelê min!) ewî danê ku hûn hindik bûn (hêza we tune bû) îdî Yezdan hûn pir kirin (hûn hêzdar kirin) bîra xwa bînin. Û hûn (gelê min!) mêze bikin: ka encama wanê tevdanok ça bûye!
87Heke (gelê min!) destekî ji we bi wan biryarên, ku ez bi wan (biryaran bi pêxemberî) hatime şandinê, bawer kiribin û destekî jî ji we bi wan bawer ne kiribin, îdî hûn binivin, heya ku Yezdan di nava me da berawanî bike. Şixwa (Yezdan) bi xweber jî qenctirê berewana ne.
88Ewê desta mezinanê ji komalê (Şu´eyb) ku xwe qure dikirin (pisyara Şu´eyb aha dane û) gotine: "Şu´eyb! Bi rastî emê te û ewanê bi te ra bawer kirine, ji gundê xwe derxin, ya jî hûnê dîsa werne "ol" a me (dîn)." (Şu´eyb) gotîye: "Heke em ji "ol" a we bêzar bin jî (hûnê dîsa têkilê me bibin?)"
89Bi sond! Heke ji piştî ku Yezdan em ji "ol" a we fereste kiribin, dîsa em bifetiline "ol" a we, di wê gavê da em bi vir derewan davêjine Yezdan. Heke Yezdanê Xudayê me para zivirandina li bal "ol" a we da nevê, ji bona me ra para zivirandin qe çê nabe. (Zanîna) Xudayê me hemû tişt hildaye nava xwe me hey xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu di nava me û di na­va komalê me da (di wî tişta ku em têda tekoşînê bi hev ra dikin) rastîya wî derxe û tu bi xweber jî qenctirê ferestekaranî.
90Û ewê desta mezinanê ji ko­malê (Şu´eyb) ku file bûne (aha) go­tine: "Bi sond (gelê me!) heke hûn bibne peyrewê Şu´eyb, hûn di wê gavê da zîyan dikin."
91Îdî ji piştî (van şîretan) ewa şapata lerzandinê bi wan girt, ewanan bi qerefîzikî li ser çokan di xanîyê xwe da mane.
92Ewanê ku Şu´eyb dabûne derewdêrandinê hebûn! Te digo qey ewan (di xanîyên) xwe da şahî û geşî ne dîtine. Ewanê ku Şu´eyb da­bûne derewdêrandinê hebûne! Ewan bi xweber zîyan kirine.
93Îdî (Şu´eyb) pişta xwe daye wana (aha) gotîye: "Gelê min! Bi sond; min ewan biryarên ku Xudayê min şandibûn, ragihandîye we (ji bona we ra gotîye) û min ji bona we ra şîret kiribûn, îdî (ji piştî van kirinan) gelo ezê ça li ser komalekî file kovanê bikim?"
94Û me çiqa pêxemberek şandibe (welatekî) hey me (ewa welat û komalê wî) bi tirs û xelayanên (ku me bi wan da anîye) girtîye, ji bo dibe ku ewan (komalan) lava bikin (ji wan kirinên xwe poşman bibin).
95Paşê me (temtêla wan) guhurand; me di şûna sikatîyan qencî dane wan, heya ewan (ji wan tengayan) fe­reste bûne û (aha) gotine: "Bi sond! Bi bav û bapîrên me da jî tengasî û firetî (mirûz û şayî) hatibûye (ewan jî evan royên hanênan dîtine)." Îdî (ewan bi van dilxwazîyan ma­ne, hemû tişt bîrva kirine) haja wan qe ji wan ne maye, me ewan nişkê va (bi şapatan) girtin.
96Û heke (komalê wan welatan) bawer kiribûnan û (xuda)parizî kiribûnan, meyê jî bi rastî li ser wan da (deêe) pir kirina ji ezman û zemîn vekira û lê ewan (di şûna bawerîyê da) derewdêrandin ji xwe ra girtin, îdî me jî bi sedema keda ku ewan kiribûn, ewanan bi (şapatan) girtin.
97Îdî qey (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku şapata me di şev da ewan raketibin bi wan da neyê?
98Ya jî (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku ewan di danê taştê da bi xweber bileyîzin (haja wan bi wan ne mîne) şapata me bi wan da neyê?
99Îdî qey (ewan komalê wan welatan) ji xaxê Yezdan ewle bûne (ku îdî nakebine defika Yezdan)? Ji pêştirê wan komalê ku zîyana xwe kirine, qe tu kes ji xaxê Yezdan ewle nabe!
100Qey hêj (ewan şapatên ku bi serê wanê borî da hatibûne) ji bona vanê; ji piştî komalên (zemînê ku hatibûne şapatdanê) bûne ûrta zemîn (bûyera borî ji wan ra nebûye rêber)? (Hêj ewan nizanin) heke em bivên (ewan şapat bikin) em dişên, ku ewan bi gonehê wan (şapat bikin) û em dikarin li ser dilê wan duruf daynin, îdî ewan bi xweber ji qe ne bihên!
101Ewan welatên ku em hinekî ji bûyere wan ji te ra dibêjin hene! Evanan ew in. Bi sond! Pêxemberên wan bi berateyên xwûyayî va hatibûne bal wan, lê ji ber ku ewan (pêxember ne xwe) hêj di berê da dabûne derewdêrandinê, îdî ewan nikarbûne bi wan derewdêrandinê xwe bawer bikin. Bi vî awayî Yezdan li ser dilê filan duruf dike.
102Û em ji bona pirên (wan komên borî ra) rastê tu peyman girtekî ne hatin, lê em rastê (wan koman) hatin, ku pirê wan ji rêya rast derketibûne.
103Me paşê li pey wan da Mûsa bi berateyên xwe va, li bal Fir´ewn û koma wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (Fir´ewn û rûsipîyên wî) bi berateyên me cewr kirine, îdî tu mêze bike ka encama wanê tevdanokger û (re derketokan) ça bûye?
104Û Mûsa (aha) gotîye: "Fir´ewn! Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê bi pêxemberî (li bal we da) hatime şandinê."
105Babetê ku ez ji pêştirê maf û rastîyê qe tu tiştî li ser navê Yezdan nebêjim. Bi sond! Ez bi berateyên xwûyayî va ji Xudayê we (li bal we da bi pêxemberî) hatime, îdî tu zarên cihûyan bi min ra bişîne (welatê me, dest ji me berde).
106(Fir´ewn pisyara Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Heke tu bi beratekî va (li bal me da) hatîyî û tu bi rastî (dibejî), ka îdî ewê (beratê) bîne (tu ji bona çi nivyaîyî)?"
107Îdî (ji piştî van gotinên Fir´ewn, Mûsa) gopalê xwe ji destê xwe berdaye, îdî wê gavê da (gopal) bûye zîhakî xwûyayî (maye).
108Û (Mûsa) destê xwe (ji paxila xwe) derxistîye, di wê gavê da (destê Mûsa) ji bona mêzevanan, ji sipîtayîyê (diçirûsî).
109(Ewê desta) rûsipîyên ji komalê (Fir´ewn aha) gotine: "Bi rastî eva (Mûsayê hanê) ançkerekî pir zana ye."
110Ewa divê ku we ji welatê we derxe. Hûn îdî di hemberê wî da çi fer­man dikin?
111(Civata Fir´ewn bi pisyarî aha) gotine: "Tu Mûsa û bi birayê wî va bi hêvîdarî bide hewdanê û tu di welat da civînkaran bişîne."
112Bira ewan (civînkaran) hemûşk ançkarên pirzan ji bona te ra bînin.
113Gava ançkar hatine bal Fi­r´ewn (aha ji Fir´ewn pirsîne û) gotine: "Heke bi rastî em (di hemberê Mûsa da) ser va hatin; bi rastî ji bona me ra xelat hene: (wusa nîne)?
114(Fir´ewn ji wan ra bi pisyarî aha gotîye: "Erê! (Ji bona we ra xelat hene) û hûn bi xweber jî (di wê gavê da dibine) ji wanê nêzikê (min)."
115Ewan (ançkaran ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Îdî (di cara yekem da) tuyê (beratan) bavêjî, ya jî (di cara ye­kem da) em bi xweber in (pêşeyên xwe) davêjin?"
116Mûsa (bi pisyarî ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn (pêşeyên) xwe bavêjin." Îdî (ji piştî) ku ewan pêşeyên xwe avêtine, ewan çavê kesan jî dane ançkirinê, ewan meriv dane tirsandinê û ewan ançên mezin anîne.
117Û me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu jî gopalê xwe bavêje." Îdî (ji piştî gava Mûsa ku gopalê xwe avêtîye) go­palê (Mûsa) ewa (pêşeyên ançkaran) digirt, (ya jî ewan mêze kirin, ku gopalê Mêsa ewan tiştên ewan aloze kiribûne, li ser wan da xwe bi lez davêje, ewan ançên) wan kirî, heman wunda dibin).
118Îdî rastî derket (xûya bû) û ewan (ançên ku ewan aloze kiribûne pûç bûne.
119Îdî ewan di wura da ser berjêr bûne (bi vî awayî) ewan piçûk ketine.
120Û ewan xwe bi kundetî berdane xwarê.
121Û (ewan ançkaran aha) gotine: "Xudayê rastî me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye."
122Ewa Xudayê Mûsa û Harûn e.
123Fir´ewn (di pisyara swan da aha) gotîye: "Hê di berya ku min ji bona we ra destûra (bawerîyê)ne dabû, we bi wî bawer kirîye! Bi rastî eva endezeke, ji bo ku hûn merivên welat ji welat derxin, we di bajar da kirîye. Îdî hûnê ji virha bizanin (ka bi serê we da ê çi were).
124Bi rastî ezê dest û pê we (çilo çep) bi rast û çep jê bikim û peşê ezê we li serê çiqilan da darda bikim.
125Ewan (di pisyara Fir´ewn da aha) gotine: "Bi rastî şixwa emê li bal Xudayê xwe da bizivirin."
126Û tu bi xweber jî, ji bo ku gava biryarên Xudayê me hatine bal me, em bi wan bawer dikin, ji me tûl hildî. Xudayê me! Tu li ser me da di hemberê van (aşîtan da) hewdanî vala bike û tu me bi misilmanî bimirîne.
127Û desta rûsipîyên ji komalê, Fir´ewn (ji bona wî ra aha) gotine: "Qey tu dest ji Mûsa û ji komalê wî berdidê; ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî derxn û dest ji te û ji Xu­dayê te berdin?" (Fir´ewn bi pisyarî aha) gotîye: "Emê bi rastî (wekî berya naha da dîsa) zarên wanê kurîn bikujin û emê jinên wan bi zindetî para da bihêlin (ji bona ku em ji wan jinan zarên diliqyê xebatkar hildin) û em bi xweber jî (li ser wan da) herçiqokerên bi hêz in."
128Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn (gelo min! Ji bona hildana van aşîtan) ji Yezdan arîkarî bixwazin û hûn (di hemberê cefa wan da) hew bikin. Bi rastî zemîn ji bona Yezdan ra ne, Yezdan ji bendeyên xwe ji kê ra bivê; ewî dixe mîratxurê zemîn. Û encam bi xweber jî ji bona yezdanpariza ne.
129(Komalê Mûsa bi pisyarî ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Ewan (Fir´ewnîyan) hêj berya tu li bal me da ne hatibûyî, cefa didane me û ji piştî ku tu hatîyî jî dîsa cefa didine me." (Mûsa ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Goman heye ku Xudayê we, neyarê we teşqele bike û (Xudayê we) we bixe şûnma, di zemîn da, îdî Xudayê we li we me­ze bike, ka hûn ça xebatê dikin?"
130Û bi sond! Ji bona ku Fir´ewn û hevalên wî evan qencîyên me bîra xwe bînin (ji wan kirinên xwe para da bizivirin) me bi salan ewan birçî kirin û me bi kemasîya rêça genim û berên daran ewan di xelayîyan da girtin.
131Îdî di gava ku ji wan ra qencîyek hatibe; ewan (aha) gotine: "Evan (qencîyan di rûyê me da) ji bona me ra hatine." Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan (aha) gotine: "Evan ji nutûfa Mûsa û hevrîyên bi wî ra ne (loma bi me da hatîye)." Hûn hişyar bin! Bi rastî nu­tûfa wan li bal Yezdan e, lê pirê wan bi vê (nutûfê) nizanin.
132Û (ewan ji bona Mûsa ra aha jî) gotîne: "(Mûsa!) Ji bona ku tu me ançk bikî, tu çiqas û kîngê ji bona me ra beratan bînî, hey îdî em bi te bawer nakin."
133Îdî (ji piştî van şîretan ewan bi Mûsa bawer ne kirin) me jî li ser wan da berateyên cure û cureyên daveker: lê mişt û kûlî û sipî û beq û awxûn şandine. (Ji piştî hatina van bera­tan jî dîsa) ewan pozbilindî kirin (bi Mûsa bawer ne kirine) û bi rastî ewan komalekî gonehkar bûne.
134Îdî di gava ku şapat bi ser wan da hat, ewan (ji Mûsa aha lava kirine) û gotine: "Mûsa! Tu ji bona me ra ji Xudayê xwe bi qedrê wan peymanên, ku ewî daye te lava bike, heke tu (evan) şapatan li ser me rakî bi rastî emê bi te bawer bikin û emê zarên cihûyan bi te ra (bi azadî) bişînin (welatê we).
135Îdî gava ku me li ser wan şapat, heya wî danê ku ewanê bi xweber bigîhêjin şapatê, rakirîye, ewanan heman ji peymana xwe para çûne.
136Îdî (ji piştî ku ewan ji peyman xwe para çûne) me jî ji wan tûl hildaye. Ji bo ku bi rastî ewan biryarên me dabûne derewdêrandinê û ewan ji berateyên me bê agah bûn, me ewan di ro da fetisandin.
137Û me ewa komalê (ku komalê Fir´ewn) ewan bê hêz kiribûne (ji xwa ra dane xebatê) di rojhilat û rojava wî zemînê ku me dora wî bi pîrozî xemilandîye û (xwarin u vexwarinê wî pir kirîye) xistine mîratxur û bi sedema hewa zarên cihûyan (di hemberê teşqeleyên Fir´ewnîyan da) peyva (peymana) Xudayê te bi qencî li ser zarên cihûyan pêk hatîye. Û me çi tişta Fir´ewn û ko­malê wî (ji koşk û avayên bilind ava kirine) hemûşk jî dêriz kirîye.
138Û me zarên cihûyan ji deryayê borandin. Ewan (zarên cihûyanê heya hatine çûne bal wî komalê, ku ji bona wan ra hinek pût hebûne, ewî komalî li ser perestîya ji bona wan pûtan ra hew dikiribûne. (Komalê Mûsa ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! (Ka binhêre, gelo çi dibe) ku tu jî ji bona me ra hinek yezdanan bigrî, ça ji bona wan ra yezdanên (Lap) hene." Mûsa (di pisyara komalê xwe da aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî wusa nin, bi xweber xwe davêjine nezanîyê."
139Evan tiştên ku ewa komala ji wan ra (perestî dikin) hene! (Bi "ol" a xwe va) dêriz bûne û tişta ku ewan, dikin ewa bi xweber jî pûç e.
140(Mûsa ji wan ra aha jî) gotîye: "Ka, ezê bi çi awayî ji pêştirê wî Yezdanê, ku ewî hûn li ser hemû cîhanê paydar kirine, ji bona we ra yezdanekî mayî bivêm?"
141Û (gelî zarên cihûyan! Hûn ewan) gavê ku me hûn ji ko­malê Fir´ewnê, ewanan hûn bi sikê şapatan, şapat dikirin, fereste kirîye, bîra xwe bînin. Ewan (komalan) zarên weyên kurîn dikuştin û jinên we para da bi zindî dhîştin. (Hûn dizanin, ka evan kirinan çiqa zor in?) Û di vî da jî ji bona we ra ji Xudayê we aşîteke mezin hebûye.
142Û me (ji bona perestîya xwe) ji Mûsa ra sî şev peyman daye û (ji bona pêkanîna biryaran) me deh şevê dinê jî, peyweste kirîye. Îdî rawen da Xudayê te ji bona Mûsa ra çil şev pêk hatîye. (Ji piştî ku wê Mûsayê biçûya bal Xudayê xwe, Mûsa) ji bona birayê xweyê Harûn ra(aha) gotîye: "Tu! Li pey min da di şûna min da di nava komalê min da bibe şûnmayî min û tu (di nava wan da) aştîkarî bi cîh bîne û tu nebe peyrewê wanê tevdanok in.
143Îdî di gava ku Mûsa (di wî danê radewanî da) hatiye bal me û Xudayê wî bi wî ra mijûl bûye. Mûsa (aha) gotîye: "Xudayê min! Xwe bide nîşanê min; ji bo ku ez li bal te da mêze bikim." Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu min nabînî; lê tu li bal çîyê da mêze bike, heke çîya di şûna xwe da hewya, îdî dibe ku tu min bibînî. Ji piştî ku Xudayê wî xwe daye nîşanê çîya, îdî çîya wusa belav bu (te digot qey) hirya jenîye, maye û Mûsa bi xweber jî bi xwe va çûye. Îdî gava ewa bi xwe va hatîye ewî (aha) gotîye: "Bi rastî (Xuda)! Ez te ji hemû kemayan paqij dikim, ez (ji wan gotine xwe) li bal te da poşman bûme û ewanê ku di cara yekem da bi te bawer kirine hene! Ez ji wan im."
144(Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Bi rastî min bi pêxemberêya xwe (ku min ji bona te ra Tewrat daye) û bi axiftina xwe ye bi te ra, tu li ser kesan hêlbijartîyî. Îdî tu (ewan biryarên) ku min daye te hilde û tu bibe ji wanê sipaskar."
145Û me ji bona (Mûsa ra) di rûperê (Tewratê da) hemû tişt bi şîretî û vekirina hemûşk (biryaran) nivîsîye (me ji bona wî ra aha) gotîye: "(Mûsa! Tu ewan biryar û şîretan) bi hêz bigire û (tu) fermana komalê xwe jî bike; ji bo ku ewan qencê wan birya­ran bigirin (wekî wan fermanan perestî bikin. Bi ras­tî ezê di nêzîk da xanî (û welatê) wanê ji rê derketî bidime nîşanê we (ka min ça welatê wan dêriz kiriye),"
146Di nêzîk da ezê ewanê ku di zemîn da bê mafî quretî dikirin (zanîna) biryarên xwe ji wan bifetilînim. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa ewan bi wan beratan bawer nakin. Heke ewan rêya rast bibînin jî, dîsa ewan ewê rêya rast ji xwe ra bi rêtî nagirin. Heke ewan rêya (pelîd) bibînin, heman ewan ewê rêya (pelîd) ji xwe ra bi rêtî digirin. Bi sedema ku ewan, evan berateyên me ne (ji wan ra hatibûn) dabûne derewdêrandinê û ewan bi xweber jî (ji wan beratan) bê agah bûne evan aha ji rê derketine.
147Ewanê ku berateyên me û rasthatina di danê para da dane derewdêrandinê hene! Kirinê wan şewitîye. Ewanan hey bi keda kirinê têne aşîtkirinê.
148Û komalê Mûsa ji piştî (gava Mûsa çûye ji bona wî danê radewanîya Xudayê xwe ) ji xişrê xwe tokela golikekî (bi xudatî ji xwe ra girtine) ji bona tokela wê (golikê ra) dengek hebûye. Qey ewan nabînin, ku ewa (golika) bi wan ra naaxive û ji wan ra qe tu rêkî jî nade nîşandanê? Ewanan, ewa (golika ji xwe ra) bi xudatî girtine, ewanan cewr kirine.
149Û di gava (ji poşmanîya wan, ewan armancê wan pelişî) kete destê wan û ewan dîtin, ku bi rastî ewan rêya rast wunda kirine. Ewanan (aha) gotine: "Bi sond! Heke Xudayê me li me dilovanî neke û nûsîtemên me ji bona me ra nebaxişîne, bi rastî emê bibne ji wanê zîyan kirine."
150Û di gava ku Mûsa (ji wî radewana xweya bi Xuda ra) fetilya hatîye bal komalê xwe, bi hêrs û kovanî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "We ji piştî min çiqa şûnmayeke sik kirîye! We lez kir; (hêvîya) ku ez bi fermanê Xu­dayê we va (li bal we da bizivirim) neman. Û Mûsa (rûperên Tewratê) avêt bi serê (birayê xweyê Harûn) girtîye li bal xwe da (bi hincirandin) kişandîye. (Birayê wî; Harûn ji bona wî ra bi pisyarî aha) gotîye: "Kurê dîya min! Bi rastî komal ez bê hêz kirim û nêzîk bûn ku min bikujin, îdî tu neyaran bi min nede kenandinê û tu min ji vî komalê cewrkar nehijmire."
151(Mûsa ji Xuda aha lava kirîye û) Gotîye: "Xudayê min! Tu min û birayê min bibaxişîne û tu me herdukan bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî her tu î dilovanê dilovînan."
152Bi rastî ewanê ku golik (ji xwe ra bi xudatî) girtine hene! Wê di nêzîk da ji Xudayê wan, bi wan da xeşmekî were û wê riswabûneke di jîna cîhanê da bi wan bigi­re. Bi vî awayî em virekan celat dikin.
153Û ewanê ku karê sikatî kirine, paşê ji piştî (sikatîyê) poşman bibin û bawer bikin hene! Bi rastî Xudayê te ji piştî van (kirin û poşmanîyan, ji bona wan ra) baxişkarê dilovîn e.
154Û di gava hêrsa Mûsa danîye, îdî Mûsa (rûperên Tewratê) hildaye di nivisandina (rûperan da eva) hebûye; (evan rûperan) ji bona wanê ku ewan hey ji bona Xudayê xwe (xwe ji kirina gonehan) diparisînin, rênîşan û dilovînek e.
155Û Mûsa ji komalê xwe (ji bona wî danê radewanî, ku Xuda ji bona baxişandina gonehê wan peyman dabûye) heftê mêr, hêlbijartîbûye. (Îdî gava ewan hatibûne, ewan ji mijûlya Mûsa û Xuda hêj pirtir aha gotine: "Heya em Yezdan berçavî nebînin, em bawer nakin.") Ji piştê vê hejeke bi tirse wusa ewan girti­ne (ewan ji tirsa ji xwe va çûne. Mûsa aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Heke te biva, teyê hêj di berya naha da ewan bi tevê min va teşqele bikirinan; qey tuyê me bi wan kirinê evsenên ji me teşqele bikî? Eva (teşqela hanê) hey ceribandina te ye. Tu bi wê ceribandina xwe ji ber hinekan rêya xwe wunda dikî û tu evînê xwe jî bi wê ceribandinê tînî rêya rast. Serkarê me hey tu î, îdî tu (evan sikatîyên me) ji bona me ra bibaxişîne û tu li me dilovanî bike û tu bi xweber jî qenctirê baxişkaranî.
156Û tu di vê cîhanê da ji bona me ra qencîyan binivîse û di danê parada jî (qencîyan binivîse) bi rastî em (di rêya rast da) li bal te da hatine." (Xuda di pisyara Mûsa da aha) gotîye: "Ez kîjanî bivêm, ewî rastê şapata xwe tînim û dilovanîya min bi xweber jî hemû tişt hildaye nava xwe da. Ez ji bona wanê ku xudaparizî dikin û baca (malê xwe) didin û ewanê ku (bi van salixan) bi berateyên me bawer dikin, îdî (dilovanî­ya xwe) dinivîsim.
157(Ewanê ku ezê dilovanîya xwe ji bo­na wan ra binivîsim hene!) Ewan di Tewrat û Încîla li bal xwe da rastê (salaxê) wî pêxemberê (ku di cara yekem da ji wî komalê hatîye şandinê) hatine ku nivîsandîye awil bûne peyrewê wî pêxemberî. Loma ewa (pêxembera fermana wan bi qencîyan û parisandina wan ji sikatîyan dike û ji bona wan ra tiştên paqij durist di­ke û tiştên qirêj jî li ser wan ne durist dike û barê wanê giran li ser wan radike û ewan bend û zincîrên ku ewan pê hatibûne girêdanê jî (yanî ewan xwarin û vexwrinên, ku ewan cihûyan bi xweber li ser xwe qedexe kiribûne; ewa ewan qedexan li ser wan radike). Îdî ewanê ku bi wî (pêxemberî) bawer kirine û ewanê ewa ji xwe ra mezin girtine û arîkarya wî kirine û bûne peyrewê wê ruhnaya ku bi wî (pêxemberî ra) hatîye hinartinê hene! Evan bi xweber in, hey fereste bûne.
158Tu (Muhemmed! Ji bona wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî ez ji wî Yezdanê, ku maldarya ezman û zemîn hey ji bona wî ra ne, li bal we hemûşka da jî bi pêxemberî hatime şandinê. Ji pêştirê wî tu yezdanên mayîyê (babetê perestîyê) tune ne. Hey ewa dijît û dimirîne. Îdî hûn bi Yezdan û bi wî pêxemberê wîyî yekemî bawer bikin, ewa (pêxemra bi xweber jî) bi Yezdan û bi peyvên (Yezdan) bawer dike û hûn (gelî kesan!) bibne peyrewê wî (pêxemberî) dibe ku hûn werin rêya rast."
159Û ji komalê Mûsa desteke wusa hebûne; (meriv) li bal rastîyê da dibirin û bi rastîyê jî dadvanî dikirine.
160Me ewan (nevîyên Yaqûb, ku ji danz deh kurê wî) hebûne; her yekê xistîye lêzim û komake nevî. Îdî di gava komalê (Mûsa) ji Mûsa av xwestine; me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) tu gopalê xwe li kevir bixe." Îdî (ji piştî ku Mûsa gopalê xwe li kevir xistîye) ji ke­vir danz deh kanî zaye. Bi sond! Her komekî cîyê av vexwarina xwe zanîbûye. Û me li ser wan (di kêşa bi nav Tîyehê da) bi ewran sîwan kiriye û me (ji bona xwarina wan) li ser wan da gezo û (goştê) qarûtkê hinartîye. (Me ji wan ra aha got: "Îdî) hûn ji wan rojîyên tîtalên ku me daye we bixun." Lê ewan (ji wan cewrên xwe) li me tu cewr ne kirine, ewanan bi xweber li xwe cewr dikirin.
161Di gava ku ji wan ra (aha) hatibûye gotinê: "Hûn di vî bajarî da bê êwir in û hûn ça hez dikin, wusa ji xwarinê wî bajarî bixun û hûn (aha ji Xuda lava bikin û) bêjin: "(Xuda! Tu) me bibaxişîne (gonehên me ji me dayne) û hûn di derê bajar da bi kundetî bikebine (hundurê) bajar; emê ji bona we ra gonehên we bibaxişînin. Û emê ji bona qencîkaran ra hêj qencîyan pir bikin."
162(Ji piştî van fermanan) îdî ewanê cewrkarên ji wan (ewa gotina me ji wan ra) gotibû; bi wan gotinê qe ji wan ra ne hatibûye gotinê, guhurandine, me jî (ji piştî guhurandina wan) ji ezmanan li ser wan da, bi sedema ewê cewra ku ewan dikiribûne şapatek şandîye.
163Û tu (Muhemmed! Ji wan cihûyên cewrkar) pirsa (temtêla) wan gundîyên, wî gundê ku derê deryayê dabûne, bike. Ewan gundîyan di roya şemîyê da dest ji biryaran berdidan (nêçîra masîyan dikirin). Di roya wê şemîya, ku ewan (ewa şemîya ji bona perestîya Yezdan hêlbijartine) masîyê wan (ji deryayê) li bal wan da diherîkin dihatin û di roya wê şemîya, ku ewan (di wê şemîyê da perestî ne dikirin; lê ewan ewa şemêya ji bona nêçîra masîyan hilbijartine) masîyên wan (ji der­yayê) li bal wan da ne dihatin. Me bi vî awayî bi se­dema ku ewan ji rêya (rast) derdiketin, diceribandin.
164Û di gava destekî ji wan ra (aha) gotibûne: "Hûn ji bona çi li ewî komalê ku Yezdanê ya ewan teşqele bike, ya jî ewan bi şapateke zor, şapat bike, şîretan dikin?" (Ewan şîretvanan di pisyara wan da aha) gotine: "Evan şîretên me, dibe ku li bal Xudayê we ji bona me ra (gava ji wan bê pirsînê; ka we ji bona çi ewan qedexeyên roya şemîyê di nava xwe da rakirine, dîsa we nêçîra masîyan kirîye? Ewan pisyara xwe aha bidin: "Ka tu kesekî ji bona me ra ne gotibû, nêçîrê nekin." Bibe tatî û dibe ku ewan xwe ji wan kirinan biparisînin (bi gotina Xuda bikin.)
165Îdî (ji piştî şîretan) gava ewan ew şîretên li wan hatibûye kirinê bîrva kirine, me jî ewanê ku xwe ji sikatîyan diparisandin fereste kirine û me ewanê ku cewr kiribûne jî bisedema ji rêya (rast) derdiketibûne, bi şapate­ke zor girtine.
166Îdî (ji piştî wan şîretan) ga­va ewan (ji şîretvanan) hêrs bûne ewan (dîsa ji rêya rast derketine nêçîra ma­sîyan di roya şemîyê da, kirine) me jî ji bona wan ra (aha) gotiye: "Hûn (gelî cewrkaran! Ji diliq û qencîyên merivatîyê derkebin bikebine diliqê) meymûnê pêkenî."
167Di wê qavê da Xudayê te li wan (aha) qîr kirîye û (ji wan ra gotîye): "Xudayê te li ser wan da merivên wusa bişîne, ku ewan merivan van (cewrkaran) heya roya rabûna hemû da bi sikê şapatan, şapat bikin. Bi rastî Xudayê te bi lez celatvan e! Û Xudayê te bi rastî baxişkarê dilovîn e.
168Û me ewan (cihûyan) di ze­mîn da xistine çend komên wusa: Ji wan aştîkar hebûn û ji wan xêncî aştîkaran jî hebûne û ji bo ku ewan li bal (rêya rast da) bizivirin me ewan bi qencî û xirabîyan ceribandin.
169Îdî li pey wan da şûnmanên wusa (kotî) mane, ewan bûne mîratxurên pirtûka (Tewratê) ewan (aha) digotin: "Şixwa (ça dibe bira bibe) emê hey bêne baxişandinê." (Ji ber vî qasî) ewan (biryarên pirtûkê) di hemberê hinekî ji malê ve cîhana hanê riswa da, diguhurandin û heke wekî wî malî jî ji bona wan ra mal bê dayînê, ewanê ewî malî jî bigirin. Gelo qey ji wan, peyman li ser pirtûkê ne hatibû sitandinê, ku ewan ji pêştirê rastîyê li ser navê Yezdan qe tu tiştî nebêjin? Û çi tişta di pirtûkû da heye, ewî (ji merivan ra bi şîretî) bêjin? Bi rasrî ji bona wanê xu­daparisî dikin, şûnwarê para da çêtir e. Îdî qey hûn bi hişî naponijin?
170(Xudaparis) ew in ku xwe (bi fermanê) pirtûkê digirin û nimêja xwe (ça hatine fermankirinê) wusa dikin. Bi rastî em kirya wanê aştîkar wunda nakin.
171Û di gava me çîya ya (bi nav) Tûr bi ser wan da wekî sîwanekî rakiribû, ewan goman dikirin ku ewa çîya bi ser wan da bikebe (wusa bêzar mane. Me ji wan ra di wê gavê da aha gotîye): "Hûn (gelî kesan!) bi hîz bi wan (biryarên pirtûka) me daye we bigirin û hûn ewan biryaran bîra xwe bînin. Ji bo ku hûn bibne ji wanê xudaparis."
172Û di gavekî da Xudayê te ji ûrta Adem, dûmda wan girtîye û (Xudayê te ewan) bi xweber, li ser wan bi xweber xistîye nihrevan (şahid. Di wê gavê da Xudayê te ji wan aha pirsîye): "Ma qey ez Xudayê we nînim?" Ewana jî (di pisyara Xudayê te da aha) gotibûne: "Erê! Em şahidîyê didin (ku tu Xudayê meyî)." Ji bo ku hûn di roya rabûna hemû da nebêjin: "Haja me bi vê peymanê tu ne bûye," me eva peymana ji we girtîye.
173Ya jî ji bo ku hûn (aha jî) nebêjin: "(Em ça bikin!) hêj di berya naha da, bav û kalê me (ji bona Yezdan ra) hevrî çê kiribûn û em bi xweber jî li pey wan (bav û kalan da) ûrteke bê wecbûn (loma me jî hev­rî çê kirin). Qey tuyê îdî me bikirinê wanê (ku rastîyê) pûç dikin, teşqele bikî?"
174Ji bo ku ewan bifetilîne bal (rêya rast da) em beratan bi vekirî (rêz dikin).
175(Muhemmed! Tu ji bona wan ra bûyera) wî merivê (ku ji zarên cihûya bûye) bixûne; di cara ye­kem da me ji bona wî ra (zanîna) berateyên xwe dabû. Paşê ewa ji (zanîna) wan beratan rût bûye (ewan bîrva kirine). Îdî pelîdên ji (cihûyan) ketine pey wî, ewa bi vî awayî bûye ji wanê devbixûn.
176Heke me biva meyê ewa bi van beratan paydar bikira (nav û nîşanê wîyê bilind bibûya) û lê (me ewa ne­va, nav û dengê wî) di zemîn da (bi rezîlî) hey maye û ew bi xweber jî bûye peyrewê xweşîya xwe. Îdî temtêla wî wekî temtêla sa ne (kûçik). Heke tu êrişê jî beherî ser, ya jî pa­ra da ji wî birevî; ewa hey zimanê xwe derdixe li navê dixe. Temtêla wan komalê ku berateyên me derew didirîn jî aha ne. Îdî (Muhemmed!) tu evê çîrokê ji bona (wan ra bêje) dibe ku ewan (bi vê bûyerê) ramanî bikin.
177Temtêla wî komalê ku bi berateyên me derewan dikin çiqa sike! Ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne.
178Ewê ku Yezdan, ewa anîbe (rêya rast) şixwa ewa (di rêya rast dane) û (Yezdan) kîjanî ji (rêya rast) derxe, ewanê zîyan kirine, bi rastî îdî evan bi xweber in.
179Bi sond! Me ji bona dojê ra ji meçêtir û kesan (weki çandina) pir (afirandine). Ji bona van (dojeyan ra) dilê wan heye, lê ewan bi wî dilî pisporêya (tu tiştî) nakin, ji bona wan ra çav hene, ewan bi wî çavî (tiştan) nabînin û ji bona wan ra goh hene, ewan bi wan gohan (tu tiştî) nabihên. Evanan wekî tarişan in, ji tarişan pirtir jî hêj (rêya xwe) wunda kirine. Ewanê ku haja wan ji wan tune ye; evan bi xweber in.
180Çiqa navên rind hene! Ewan ji bona Yezdan ra nin, îdî hûn bi qencê navan gazî wî bikin û hûn dest ji wanê, ku ewan (bi we ra) di navê wî da tekoşînê dikin berdin. Ewananê di nêzîk da bi wan kirinê xwe bêne celatkirinê.
181Û ji wan kesên ku me afirandine (destek) heye, ewan bi ma­lî têne (rêya rast) û ewan hey bi mafî jî dadî dikin.
182Ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Emê ewan di cîyekî wusa da hêdî hêdî şapat bikin, ku qe ewan pê nizan bin.
183Û ez ji bona wan ra nemaze (xusûsî) dan didim. Bi rastî xaxê min pir zexm e.
184Ma qey ewan qe raman nakin, ku tu tepaketin bi hevalê wanê (Muhemmed ra) tune ye? Ewa hevalê wan hey hişyardarê (ji şapatan) bi xûyayî ye.
185Qey ewan (bi ramanî) di maldarya ezman û zemîn da û di çi tiştên ku Yezdan afirandine û dibe ku danê can sitandina wan nêzîk be, naponijin? Ewanê ji piştî vê (Qur´anê) gelo we îdî bi kîjan axiftinê bawer bikin?
186Îdî Yezdan kîjanî (ji rêya rast) derxe, ji bona wî ra tu beled tune ye û (Yez­dan) ewanan di quretî (û devxûnîya wan da) kor dihêle.
187Ewanan ji te (Muhemmed!) pirs dikin; ka gavê danê şandina rabûna hemûtî (Qîyametê) kînge ye? Tu (di pisyara wan da aha) bêje: "Bi ras­tî zanîna wî danî hey li bal Xudayê min e. Ji pêştirê wî tu kes gava wî danî nade qûyandinê (hey ewa di gava wî da derdixe). Ewa dana wusa girane ku ezman û zemîn jî nikarin hildin. Wê nişkê va bi we da were. Ewan pirsa wî danî ji te dikin, tu dibe qey te (hêj berê da) ewa dana pirsîyaye pê zanîye. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Yezdan e, lê pirên kesan (bi vî rastîyê) nizanin."
188(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêştirê tişta Yezdan va ye; ez ji bona xwe ra jî tu kar û zîyanê nikarim bikim. Heke hûn bi tiştên ne xûyayî bizanîya, minê bi rastî qencê pir bikirinan! Û ji min qe tu sikatî jî nedihat (ça bi serê min da jî ne dihat). Ez bi xweber jî ji bona komalê bawer dikin, tirsdanê (bi celat) û mizgînvanê (bi xelata) nim."
189Evê ku hûn ji yek nişake bi tenê afirandine heye! Ewa Yezdan e, ji bo ku hogirya xwe bidne hev ewî ji wê nişa zoya wê jî afirandîye. Îdî gava (zoya nêr li bal zoya mê da bi jinanî çûya) zoya mê bi barekî sivik avis bûye. Ji piştî (vê bûyerê, li ser avisbûnê da dan û dem) borîne, avisbûna we giran bûye; Her du zoyan bi hev ra ji Yezdan (aha) lava kirine: "Xudayê me! Heke tu ji bona me ra zarekî aştîkar bidî, bi sond! Emê bibne ji vanê sipazkar."
190Îdî gava ku ewî ji bona wan ra (zareke) aştîkarê bê kemasî daye; ewan herdukan di afirandina (zarokê da) hevrî ji bona wî ra girtine. Yezdan bi xweber jî ji wan hevrîyên ewan girtine bê gur e.
191Ewanan ça ewan tiştên ku hatine afirandinê; qe tu tişt jî ne afirandine ji bona wî ra dixne hevrî?
192Ewan hevrîyan bi xweber jî ne ji bona (wan perestvananên xwe ra) û ne jî ji bona xwe ra bi xwe­ber nikarin tu arîkarî bikin.
193Heke hûn ewan (havrîçêkeran) gazî li bal rêya rast bikin ewan dîsa nabin peyrewê we. Hûn çi gazî wan bikin û hûn çi xwe ker bikin (qe gazî wan nekin) li bal wan yek e.
194Bi rastî ewan (perestvanên) ku hûn ji pêştirê Yezdan (bi perestî) gazî wan dikin hene! Ewan jî hinek bendeyên wekî we ne; (me ewan afirandine). Heke hûn di doza (xudatîya wan da rast in): ka îdî hûn (bi perestî) gazî wan bikin, bi ra ewan jî pisyara we bidin.
195Qey ji bona wan ra pê heye, ku ewan bi wî digerin? Ya jî ji bona wan ra dest heye, ku ewan bi wî dayînê dikin? Ya jî ji bona wan ra qey çav he­ne, ku ewan bi wî çavî dîtinê bikin? Ya jî ji bona wan ra qey gonehên, ku ewan bi wî gohî bihîstinê bikin? Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Ka hûn ga­zî wan perestvanên xwe bikin; pasê hûn (bi hev ra) ji bona min ra endezan bikin, îdî hûn qe li min mêze nekin (bira dilê we bi min neşewite!)"
196Bi rastî ewa Yezdanê ku (bi ser min da) pirtûk hinartîye heye! Serkarê min bi xweber ewa ye. Ewa serkarya hemû aştîkaran jî dike.
197Û ewan (perestvanên, ku hûn bi perestî) ji pêştirê (Yezdan) gazî wan dikin hene! Ewan nikarin arîkarya we bikin û ewan arîkarya xwe bi xweber jî nikarin bikin.
198Û heke hûn gazî wan (perestîyên xwe ji bona aştîkarya xwe, ya jî ji bona ku ewan rêya rast bidne nîşanê we) bikin; ewan (dengê we) nabihên. Gava tu ewan dibînî; tu dibê qey ewan li te mêze dikin, ewan bi xweber jî qe nabînin.
199Tu (rêya) baxişandinê bigire û tu fermana bi qencîyan bike û tu ji nezanan dest berde.
200Heke pelîd xidîka te anî (ji bo ku tu ji wan ra biryaran ne bêjî) heman tu xwe bavêje Yez­dan. Bi rastî Yezdan bihîstekî pir zana ye! (Ya jî heke ji pelîd da bîrvakirinek ji te ra hat, te jî bîrva kir biryarên Yezdan ji wan ra ne got, gava kete bîra te heman tu ji bona wan ra ewan biryaran bêje û tu ji bona vê bîrvakirinê ji Yezdan lavaya baxişandina xwe bike.)Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zana ye.
201Bi rastî ewanê ku xudaparisî dikin hene! Gava ji pelîd sêwrandinek bi wan bigire; ewan heman lavaya baxişandina xwe, ji Yezdan tînine bîra xwe). Îdî di wê gavê da ewan (rêya rast jî) dibînin.
202Û birayên (pelîdan; file jî) hene! (Gava ji pelîdan sêwradinek bi wan bigire) îdî pelîd ewan (birayên xwe) di demên dirêj da, di xapandina xwe da dihêle, pasê ewan (ji wan kirinê xwe jî dest) kurtayî nakin.
203Û di gava ku tu ji wan ra beratekî neynî, ewan (di pisyara te da aha) dibêjin: "Hêj te xwe berev ne kirîye (heya tu beratan jî ji bona me ra binî)?" Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez hey dibime peyrewê wan berateyên, ku ji Xudayê min li bal min da hatîye niqandinê. Eva (Qur´ana bi xweber jî) ji Xudayê we, ji bo­na wî komalê bawer dikin, beled û dilovînek e.
204Û di gava ku Qur´an hate xwendinê, îdî hûn ji bona (xwendina Qur´anê) gohdarî bikin û hûnê xwe ker bikin; dibe ku hûn (bi vî awayî bêne dilovînkirinê.
205Û tu di dilê xwe da bi zarîn û bi dizî Xudayê xwe bîra xwe bîne; di sibe û evaran da (ji wî lavaya baxişandina xwe bike) bê qirîn (û hewar). Û tu nebe ji wanê (ji bîranînê) bê goman in.
206Bi rastî ewanê li bal Xudayê te, hene! Ewanan ji perestîya Xuda, xwe qure nakin; ewanan (di hemû caran da jî Xuda ji kêmasîyan) paqij dikin, ewan hey (ji bo­na Yezdan ra) kunde dibin.
Chapter 8 (Sura 8)
1(Muhemmed!) Ewan ji te pirsa (parkirina malê) şorê dikin. Tu (di bersiva wan da aha) bêje: "Malê şorê; ji bona Yezdan û Pêxember e (ewan ça bivên wusa par dikin). Heke hûn Bı rastî bawer bikin, îdî hûn Yez­dan parisî bikin û hûn di nava xwe da aştîkarî bikin, hûn bi gotina Yezdan û Pêxemberê bikin."
2Bi rastî bawerger hey evan in: Di gava ji Yezdan tê mijûlkirinê, dilê wan ji tirsa davêje û di gava ku beratên wî ji wan ra tê xundinê, bawerya wan hêj pirtir dibe, ewan (bawergeran bi xweber jî) xwe hispartine Xudayê xwe.
3Ewan (bawergerên ku salixê wan borîne) ev in: Nimêja xwe dikin û ji wan rojînên (rizq) ku me daye wan (bi xezanan) didine xurinê.
4Bi rastî bawergerên rast evan in. Li bal Xudayê wan ji bo­na wan ra paye û baxişandin û rojînên xweş hene.
5Ça, gava ku Xudayê te, tu (ji bona qirîna bi filan ra) ji mala te derxistibû (xweşa wan ne diçû, wusa jî par kirine şorê jî xweşa wan naçe). Bi rastî destekî ji bawergeran, rikê xwe ji çiyûna qirînê dianîn.
6Ji piştî ku rastî jî ji wan ra xûya bûye (ku we ewanê herne qirînê) ewan dîsa ji bo ku neçine qirînê bi te ra tekoşîn dikirin. Tu dibê qey ewan li bal mirinê da têne şandinê; ewan jî bêzar mane li çûna xwe mêze dikin.
7Û hûn (bîrva nekin) di wê gavê da Yezdan yek ji wan her du destan (desta ji Mekkê derketibû ji bona qirîna bi we ra û desta karwan vanên ku ji Şamê fetilîbûne) ji bona we ra peyman dabû (ku yek ji wan hey ji bona we ra ne). We bi xweber jî diva ku ewa desta (ji wanê para we ye); ewa desta bê hêz e (çekê wan tune ye, bê sturîbin, ku tu zîyana ji wan çê nebe) lê Yezdan bi xweber jî diva ku rastîyê bi peyvên xwe derxe û poçika filan jî îdî bibire.
8Û (file û gunehkar) çiqa rikê xwe bînin jî ji bona ku rastîyê maf bike û pûçatîyê jî pûç bike, Yezdan evan kirinan divê.
9Di wî gavê da we bi lava ji Xudayê xwe arîkarî dixwest. Îdî (Xudayê we) ji bona we ra (aha) bersiv daye, "Bi rastî ez ê bi hezar firişteyên li pey hev arîkarya we bikim."
10Yezdan ji bona ku dilê we bi arîkarine wan (fe­reştan ji tirsa wan neyaran) bi nive û ji bo ku (eva servahatin) bibe mizgîn (ji bona we ra, ku hûn îdi paş da jî servahatî bin) eva arîkarina hanê bi we kirîye û bi rastî arîkar in (û servahat in) hey li bal Yezdan e. Bi rastî Yez­dan servahatê bijejke ye.
11Di wê gavê da (ji bona ku hûn di qirîna Bedrê da ji tirsa neyaran) ewle bibin, Yezdan li bal .xwe hênijandinek bi we da anîye, ji bo ku ewa we paqij bike û sikatîyên ku pelîd (didane we, ji bona we ra aha digot: "Heke hûn li ser rêya rast bûnan, hûn di vê qirînê da bê av ne diman." Evan sêvirandinan) ji we behere û ji bo ku dilê we (bi servahatina li ser wan da) girê de û pê we jî (di hemberê wan neyaran da) bi cîh bîne, ew; ji ezmanan di ser we da avêk hinartîye.
12Di wê gavê da Xudayê te li bal firiştan da (aha) niqandiye: "Bi ras­tî (gelî firiştan!) ez bi we ra nim, hûn îdî (dilê) bawergeran (bi qinyatan) bidne nivandinê ez e jî di dilê wan ê file da tirsê berdim. Hûn (gelî firiş­tan!) Li ser stûyê wan filan bixin hûn li hemû tilî û pêçîyê wan bixin (ji bo ku ewan nikar bin şûran hildin pêş va herin).
13We (celata wan ê aha be;) loma ewan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derketibûne. Kîjan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derkebe, îdî bira (ewa bizane!) bi rastî Yezdan (ji bona wan ra) zor şapat e.
14Îdî hûn (gelî filan!) ewê şapata (hanê di vê cîhanê da) çeşne (tam) bikin û bi rastî ji bona filan ra (di para da jî) şapata agir heye.
15Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn (ji bona qirînê derketin çûn, hûn) rastê filan hatin (we dêna xwedayê, ku ewan) filan pir in, îdî heman hûn pişta xwe nedine wan para da nerevin.
16Û kîjan di wî danî da pişta xwe bide wan (para da here) bi rastî îdî ewa rastî xeşmeke Yezdan e wusa hatîye, êwra wî hey doj e, ewa doja çika sikê êwran e! Ji pêş­tirê; heke paraçûna wî, ji bo ku ewa (ji bona neyaran ra xaxan darxe; bi awayekî dinê qirîn bike) ya jî para da here bal desteke mayî (ji hevalê xwe) ku di tevê wan da (bi filan ra qirînê bike.)
17We ewan (di wî danî da bi hêza xwe) ne dikuştin! Lê îdî Yezdan ewan dikuştin. Û di gava ku te (çekê qirînê) diavête wan, te ewan (çekan) ne diavêt, lê Yezdan ewan (çekan) diavête wan (ewan çekan jî bi zanîna ji Yezdan digihîjtine armancên xwe). Ji bo ku (Yezdan) bi vî arîkarîkirinê bawergeran (bi qencîyên) rind qencîyan bike; eva arîkarkirina hanê bi we kirîye. Bi rastîYezdan bihîstekê pir zan e.
18Bi van (arîkarîkirin û qencîyên hanênan we dît) bi rastî Yez­dan xaxê filan sist dike.
19(Gelî filan!) Heke hûn servahatinê dixwazin, îdî ji bona we ra servahatin, hat, (bi servahatina bawergeran, hûn sernegûn bûn). Û heke hûn ji neyartîya (Pêxember û hevalê wî) xwe bidine para da, şixwa eva paradana hanê ji bo­na we ra çêtir e. (Na!) Heke dîsa para da bizivirin (ji bona qirîn û neyartîya Pêxember û hevalê wî) şixwa emê jî (ji bo­na arîkarkirina Pêxember û hevalê wî) para bizivirin (hûnê dîsa sernegûn bibin). Û koma we çiqa ji pir dibe bira bibe, dîsa ewa koma we, we ji şapata (sernegûnî ye) nade para da. Û Yezdan bi xweber jî bi rastî bi bawergeran ra ne.
20Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bikin û hûn (fermanên Yezdan) dibêhin (bi zanîn) pişta xwe nedine (wan fermanan).
21Û hûn jî wekî wan komalên ku (aha) gotine: "Me bihîst", nebin. Lê qe ewan ne bihîstibûne (çima qe ewan wekî fermanên Yezdan xebat ne dikiribûne.)
22Bi rastî 1i bal Yezdan beterê reweran; ewan rewerên, ku ker in û lal in qe ji tu tiştî hiş hilnadin hene! (Evan reweran) bi xweber in.
23Û heke Yezdan zanîbûya ku di nava wan da qencîyek heye, wê Yezdanê (biryarên xwe) bi wan bida bihîstînê. Û heke Yezdan (biryarên xwe) bi wan bida bihîstinê jî. şixwa dîsa ewanê pişta xwe bidana wan (biryaran) para da biçûnan.
24Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Gava Yezdan û Pêxem­ber hûn li bal wan (biryarên) ku ewan ji bona we ra jîna (hebûnê) didin, gazî kirin; hûn ji bona wan ra bersiva (litê kirin) bidin. Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn bizanin, bi rastî Yezdan dikebe nava meriv û (mirazê) dilê wî da û (hûn bizanin) ku hûnê bi rastî li bal (Yezdan da) bêne kom kirinê.
25Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn ji wê aşîta, ku ewa xurî ji bona wanê ji we ne cewr kirine nîne, xwe biparisînin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e.
26Û hûn ewê gava, ku hûn hindik bûn, hûn di zemîn da dihatine herçi qandinê, hûn ditirsîyan, ku (neyarên we) wê nişkê va bi ser we da bigirin, we bifetisînin, bîra xwe bînin: Di wê gavê da îdî ewî hûn (bi nivandin) êwirandin û ewî hûn bi arîkarkirina xwe bi hêz kirin û bi paqijê rojîyan hûn dane rojî kirinê, divê ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin.
27Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn qelpîya Yezdan û Pêxember nekin, ji bo ku hûn bi zanîn di wan tiştên bi ewletî (li bal we da hatîye danînê) qelpî nekin.
28Û hûn (bizanin!) ku bi rastî mal û zarên we (ji bona we ra sedemên) ceribandina (gonehan in) û (hûn biza­nin!) bi rastî li bal Yezdan kirêne mezin hene.
29Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke hûn parisîya Yezdan bikin bi rastî ewê ji bona we ra pûçî û rastîyê ji hev derxe û bi rastî ewê sikatîyên we li ser we rake û ji bo­na we ra baxişandinê bike. Bi rastî Yezdan bi xweber jî xweyê rûmeta mezin e.
30Kanê! Di gavêkî da ewanê file ji bo ku te (Muhemmed!) bigirin girebidin, ya jî te bikujin, ya jî te (ji welat) derxin; divan ku ji te ra xexan darxin. Ewan tevdîra xaxan dikirin û Yezdan jî (ji bona wan ra) tevdîra xaxan dibîne. Û Yezdan bi xweber jî qenctirê ji wanê tevdîra xaxan dibîneye.
31Û di gava ku beratên me ji wan ra tê xwandinê ewan (aha) gotine: "Bi sond! Me bihîst (îdî bes e) heke me biva, meyê jî wekî van (peyvan) bigotinan. Bi rastî evan (gotinan) hey çîrokên berê ne."
32Û di gavêkî da jî ewan (ji Xuda lava kirine aha)gotibûne: "Yezdan! Heke bi rastî eva (pirtûka hanê) maf e, bi rastî ji bal te hatîye; îdî tu li ser me da ji ezmanan keviran bibarîne, ya jî tu ji bona me ra şapateke dilsoz bîne."
33Û Yezdan bi xweber jî; ji bo ku tu di nava wan da î ewan şapat nake, Yezdan ewan şapat nake, heke ewan ji kirinê xwa poşman bibin.
34Û îdî (gava tu ji nava wan derketî) ji bo ku Yezdan şapat neke çi maye? Ewan bi ewan bi xweber jî (merivan ji sertêdana) mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram didine para da, ewan qe ji bona wê mizgevtê ra jî serkar ne bûne. Serkarê wê mizgevtê hey xudapariz in. Lê pirên wan bivê (serkaryî) nizanin.
35Û nimêja wan di mizgevtê da ji pêştirê fitandin û çepik li hev xistinê, tu tişt nîne. Îdî (gelî filan!) ji bo ku hûn fileti dikin; hûn şapartê çeşne (tam) bikin.
36Bi rastî ewanê ku fîletî dikin hene; ewanan malê xwe didine xwarinê, ji bo ku ewan rêya Yezdan li ber merivan bigirin. Îdî ewanê di nêzîk da jî dîsa ewî malê xwe bidin, paşê wê ewa mal sixurandina wanê ji bona wan ra bibe kovan paşê ewanê sernegûn jî bibin. Û bi rastî ewanê bûne File hene! Ewanê li bal dojê da kom bibin.
37(Ewan kom dibin) ji bo ku Yezdan sikan, ji tîtalan raqetîne û, ewan sikan dicivîne li ser hev datîne, îdî ewan sikan hemûşkan tevê hev dike paşê ewan sikan dixe dojê. Îdî ewanê zîyan kirine he­ne! Evan filan in.
38Tu (Muhemmed! Ji bona wanê bûne file ra aha) beje: "Heke ewan (filan ji neyartîya Pêxember û ji qirîna bi wî ra) xwe bidine para da, we ji bona wan ra, ewan kiri­nê wanên berê bêne baxişandinê û heke ewan (filan) dîsa li bal (neyartî û qirîna bi Pêxember ra) bizivirin: îdî bi sond! Rêya (şapatdana wan komalên di berya wan da borîne heye!) We ji bona van ra jî (bêt pêkanînê)."
39Û (Gelî bawergeran!) Hûn bi wanê (file ra) qirînê bikin heya (di cîhanê da) tevdanî nemîne û heya ku ol hemûşk jî ji bona Yezdan ra bimîne. Heke ewan (filan dest ji qirîn û tevdanê) berdan (bira ewan bizanin!) ku bi rastî Yezdan, ewan tiştên ku ewan dikin, dibîne.
40Û heke ewan ji wan kirinan (dest ber nedan); pişta xwe dane we, îdî hûn bizanin! Ku bi rastî Yez­dan serkarê we ye. Çiqa serkarekî qenc e û çiqa arîkarekî qenc e!.
41Û hûn (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) bizanin: We di roya, ku her du destan (di qirîna Bedrê da) rastî hev hatine, we çi mal şor kirîye; ji wî malî penca yek, ji bona Yezdan ra ne: Ewa ji bona Pêxember û lezimên wî û sewîyan û xêzan û rêwîyan (te sixurandinê). Heke we bi Yez­dan û bi wan biryarên, ku me di roya her du deste tevê hev bibûn, ji bona rastî û pûçîtî ji hev raqetîne li ser bendê xwe da hinartîye, bawer kiribin (parkirin wusa ne). Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan dişî.
42Di wê gava hûn di rûbarê newalê (nezîkê Medînê da) bûn, ewan (neyaran jî) di rûbarê newalê alîyê dûrê (Medinê da) bûn û karwanê wan jî di jêra wê da (li derê deryayê di terazina avê da hewya bûne).Ya jî (di wê gava, ku we ji bo­na jîna cêhanî, kelepûr divan: ku hûn li talanê wan xin, ewan jî ji bo­na armancên dûr, divan, ku Muhemmed bikujin paşya we bînin û sîyarîyên wan jî di alîyê deryayê da li jêra we da diterezina avê da hewya bûn; dîdeyanîya we bi hêsanî diki­rin.) Heke we (gelî bawergeran!) peymana danê radewanî (ji bona qirîna Bedrê bida wan neyarên xwe) weyê di wî danî da tekoşînî bi hev ra bikirinan, hûnê para biketinan. Lê ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqela wan) pek hatîye bîne cî, ewanê têne teşqelekirinê, li ber çavî bêne teşqelekirinê û ewanê tîne jînê jî li ber çavî bijîn, ewa bû­yera pêk anî. Bi rastî Yezdan bi xweber jî bihîstekê pir zana ye.
43Di wê gavê de Yezdan ewan (neyaran) di xewna te da bi hindika î dane nişanê te. Û heke (Yezdan) ewan (neyaran) bi piratî bidana nîşanê te hûnê bêzar bibûnan, weyê bi hev ra (ji bona bûyerê) tetoşîn bikirinan, hûnê ji hev biçûnan. Lê Yezdan hûn (ji vê bûyera hanê) ferestandin. Bi rastî Yezdan bi tişta di singan da heye dizane.
44Di wê gava (ku hûn rastê hev hatin) ji bo ku Yez­dan ewa bûyera (ji bona teşqeledana wan) pêk hatîye, bî­ne cî; ewan (neyaran) di çavê we da hindik dida xûyandin û hûn jî di çavê wan da hindik dikirin, şixwa hemûşk bûyer jî li bal Yezdan da dizivirin.
45Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn rastî koma (neyaran) hatin, îdî hûn di hemberê wan da ji bona qirînê) bi cî hew bikin, ji bona ku hûn bi servahatî fereste bibin, hûn Yezdan pir bîra xwe bînin.
46Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî hûn (bi hev ra) tekoşînê nekin. (Heke hûn bi hev ra xir bikin) wê, îdî hûnê ji hev bêzar bibin û wê bêna (vê bêzarbûna we) here (neyarên) we û hûn (li hemberê wan neyaran) xwe da hew bikin. Bi rastî Yezdan bi hewgeran ra ne.
47Û (gelî bawergeran!) hûn jî wekî (wan alotîyên fi­lan, ku ji bona qirînê) bi pesnan û ji bona ku nav û dengê wan li pey wan da bê gotinê ji welatê xwe derketine, nebin. Ewan (filan hene!) ewan rêya Yezdan li ber merivan dibirin; ewan durûtî dikin. Û tişta ku ewan dikin Yezdan hildaye binê zanîna xwe.
48Û di wê gavê da pelîd kirinên wan ji bona wan ra xemilandî bûye û pelîd ji bona wan ra (aha) gotîye: "Di îro da servahatina tu kesî bi ser we da çê nabe û bi rastî ez bi xweber jî ji bona we ra heval im." Îdî gava ku her du deste (ji bo­na qirînê hatin) ji hev ra xûya bûn (pelîd) di para da li ser her du gûzekê xwe teisî (ji wan revîya) û ji wan ra jî (aha) gotîye: "Bi rastî qe tu gur û gumana min bi we tune ye: Loma tişta ku hûn nabînin, ez dibî­nim, bi rasti ez ji Yezdan ditirsim. Bi rastî Yezdan bi xweber jî zor şapat e."
49Di wê gavê da (ewanê) durû û ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (dexesî û filetîyê) heye (aha) digotin: "Ola van, evan ji avarû derxistine." (Gotina wan nîne, lê) kîjan xwe hispêre Yezdanê servahatê bijejk e, îdî ewa serfiraz e.
50Xwezîya di gava can sitandina wan da; ku firişte li ber û pişta wan (filan) dixin, ji wan ra (aha) dibêjin: "Û hûn (gelî fi­lan!) ka îdî şapata şewatê çeşne (tam) bikin", te temtêla wan bidîta, ka çabû!.
51Eva (şapata hanê ku bi we da hatîye) bi sedema wan kedên we ne, ku hêj di berê da (we ji bona xwe ra pêşkoçî şandîye) bi cî tê. (Heke ji bona wan nebe) bi rastî Yezdan ji bona bendan ra qe cewrkar nîne.
52Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne: Ewan jî Beratên Yezdan dabûne derewdêrandinê, îdî Yezdan ewanan bi gonehên wan şapat kirine (ewan tune kirine), Bi rastî Yez­dan bi hêzê zor şapat e.
53Eva (aha) ye; bi rastî Yezdan gava ku qencîyekî bi komalekî bike, heya ewa komala bi xweber ewê qencîyê neguhure, ewa jî qencîya xwe ji wan naguhure. Bi rastî Yezdan bihîstokê pirzane ye.
54Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komalên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne; ewan jî beratên Xudayê xwe dabûne derewdêrandinê, îdî me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirine û me hevrîyên Fir’ewn (di avê da) fetisandin. Û bi rastî ewan hemûşk jî cewrkar bûne.
55Bi rastî ewanê file hene! Ewanan li bal Yezdan beterê reweran in, îdî ewan qe bawer nakin.
56(Muhemmed!) Ewan kesên (ji wan filan) ku te peymana (aştîyê) dabûye wan he­ne! Ewan di her carê da paşê peymana xwe şikênandine û qe ewan bi xweber jî parisvanîya wê peymanê nakin.
57Tu (Muhemmed!) ewan kînge di qirînê da bigrî, îdî tu wusa bînî serê wan; ji bo ku ewan, ji bona wanê ku li peywan da tê bibne sodret (îdî peymana xwe neşikênin). Bi rastî dibe ku ewan, evan kirinan bîra xwe bînin.
58Û kînge tu tirsîya î, ji wî komalê ku te bi wan ra peymana (aştîyê) daye: ku we ewanê qelpî bikin (peymana xwe bişikênin) îdî tu jî bi vekirî (hêj di berya qirînê da) ji wan ra (aha beje: "Ji vir ha, di nava me û we da qe tu peyman tune ­ye; ça hûn dikarin wusa bikin)." Bi rastî Yezdan ji qelpan hez nake.
59Û bira ewanê (ku di qirî­nê da) pêş va çûne (fereste bûne) goman nekin (ku wê ewanê ji şapatan jî pêş va herin fereste bibin). Bi rastî ewanan qe me bêzar nakin (ku hûn bidne pey wan ewan bigirin û em ewan şapat bikin).
60Û hûn jî (gelî bawergeran!) çi dikarin; di hemberê wan (neyaran da bikin) ji bona ku hûn (bi wê hêza we ye heyî) neyarên Yezdan û neyarên xwe û ewan neyarên mayîne ku hûn bi wan nizanin, lê Yezdan bi wan dizane: bidine tirsandinê, Hespên xweyên (Xamê da) û çekên xwe ji bona (qirîna bi wan neyaran ra) amade bikin. Û hûn di rêya Yezdan da çi bisixurînin ewa ewê li bal we da (paş da) bê kemaî bê dayînê û qe tu cewr jî li we nayê kirinê.
61Û heke ewan (neyaran) ji bona aştîyê nezîkê we bûn, îdî tu jî (ji bona aştîyê ra) nêzîk bibe û tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî hey (Yezdan bi tenê ye) ku bihîstokê pirzane ye.
62Û heke ewan (neyaran) bivên, ku te (ji bona aştîyê) bixapînin, (haja te bi wan nemîne, dîsa ewan qirînê bikin) qe (tu kovanan neke!). Loma Yezdan besê te ye. Ewî (Yezdanî) tu bi arîkarîya xwe û (bi arîkarîya) bawergeran (serfiraz kirî).
63Û ewî di nava dilê (bawergeran da) hogirî çê kiriye. Heke te (hemû heyîne) di cîhanê da hene, bida jî dîsa te di nava dilê wan da hogirî çê ne dikir, lê Yezdan di nava wan da hogirî çê kir. Bi rastî ewa servahatê bijejke ye.
64Pêxember! Ewan bawergerên ku bûne peyrewê te hene! Yezdan besê te û wa ne.
65Pêxember! Tu ji bona qirînê helana bide bawergeran. Heke ji we (bawergeran) bîst merivên hewdaî hebin; Ewanê li du sed (merivê neyar) servahatinê bikin. Û heke ji we sed merivên hewdaî hebin; wê ewanê li hezar (merivên fileyên neyar) servehatinê bikin. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin; qe qencî û xirabîyan ji hev dernaxin.
66A, di naha da! Yezdan barê we sivik kirîye, loma bi ras­tî Yezdan zanîye ku di nava we da (merivên) bê wec hene. Îdî heke ji we sed (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê li du sed (merivên file) servahatinê bikin, û heke ji we hezar (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê bi dustûra Yezdan li du hezar (merivên fileyên neyar) servahatinê bikin. Loma bi rastî Yezdan bi hewdaran ra ne.
67Heya neyar di zemîn da rind sernegûn nebin, qe ji bona tu pêxember (û hevalê wî ra) durist nîne, ku (ewan neyaran bigrin) ze­bûn bibin (di hemberê wan da mal bistînin ewan azad bikin). Hûn (geli bawergeran! Malê wan talan û tajan dikin dest ji qirînê berdidin) jîna cîhan û xişrê wê di­vên. Yezdan bi xweber jî (ji bona wa ra jîna) paş da divê. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
68Heke hêj berê da ji Yezdan (ji bona we ra peymana bi servehatina we) ne borî bûya, we bi sedema van (mal hildan û zebûn girtina we) şapateke mezin bi we bigirta.
69Îdî (gelî bawergeran!) hûn ji wan (malên) ku we (ji neyarên xwe) şorî kirine, bi duristî û bi tîtalî bixun û hûn yezdanparisî bikin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
70Pêxember! Tu ji bona wanê ku di destê we da zebûn in (aha) bêje: "Heke Yezdan bizane ku di dilê we da qencî heye, we ji wan (gerewên) ku ji we tê sitandinê; çêtirên wan bide we u we ji bona we ra gonehên we bibaxişîne." Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
71Heke ewan (zebûnan) qelptîya bi te ra bivên (bi­ra ewan bizanin!) ku ewan hêj di berê da qelptî bi Yezdan ra kiribûne, îdî ewî ji bona ku tu bi wan bikarî) çare daya te, ku tu ewan (biherçiqinî). Bi rastî Yezdan bi xweber jî pirzan e bijejke ye.
72Bi rastî ewanê ku bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welat xwe) koç kirine û bi mal û canê xwe di rêya Yezdan da tekoşîn kirine û ewan ê, ku ewan (koçer û tekoşîngeran) di mala xwe da di êwirînin û arîkarîya wan dikin, hene! Evanan; hinekê wan sarkarê hinekê wan in (ewan miratxurên hev in). Lê ewanê ku bawer kirine (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç ne kirine, hene! Ewanan heya (ji welatê xwe) koç nekin, qe tu serkarîya we ji bona wan ra bi tu tiştî çê nabe (hûn ji bona hev ra jî nabine mîratxur). Lê heke (ewanê ku ji welatê xwe ji bona qayîlbû­na Yezdan koç ne kirine) ji we, di mafê olê da arîkarî xwastin; îdî (di wê gavê da) arîkarîya wan, li ser we bi vê nevê ye, ji pêştirê heke ewan arîkarî di hemberê wî komalê, ku di nava we û wan da peymana (aştîyê) hebe (hûn nikarin arîkarîya wan bawergeran bikin). Şixwa Yez­dan bi xweber jî tişta hûn dikin dibîne.
73Û ewanê bûne file hene! Ewan jî hinekî wan serkarê hinekî wan in (ewan mîratxurên hev in). Heke (hûn ça hatine fer­mankirinê, wusa arîkarîya hev nekin) we di zemîn da tevdan û ji rêderketinên mezinê çê bin (hêza filanê we pir bibe, hûn Misilmanê be hêz bin).
74Û ewanê ku bawer kirine û di rêya Yezdan da (ji welatê xwe) koç kirine û tekoşîn kirine û ewanê (ku koçgeran di mala xwe da) bi cî kirine û arîkarîya wan kirine hene! Evanan in, ku bi rastî bawer kirine. Ji bona van ra baxişandin û xarin ne xweş hene.
75Û ewanê ku di paş da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç kirine û bi we ra jî (bi neyaran ra) tekoşîn kirine hene! Îdî evan jî ji we ne. (Gelî bawergeran!) Şixwa di pirtûka Yezdan da; ewanê ku ji bona hev ra lêzimin, babettirin ku ji bona hev ra bibne mî­ratxur û ûrt. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane.
Chapter 9 (Sura 9)
1Eva ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal hevrîçêkerên, ku we ji bona wan ra peymana (aştîyê) dabûye, (ewan jî ewa peyman şikênandine, ji bona gizbirîna we) bi rastî belavok û destûrek e.
2Îdî hûn (gelî filan!) di zemîn da çar mehan (bê tirs) bigerin û hûn evî jî bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî Yezdan nikaribe şapatê bide we) û hûn (bizanin!) bi rastî Yezdanê filan riswa bike.
3Û eva di roya meztirê hecê da ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal kesan da belavanokeke, ku bi rastî ewan herduk jî ji hevrîçêker û ji peymana bi wan ra daî dest berdane (ji wan bê gur û bê goman in). Îdî heke hûn (gelî kesan! Ji filetî û ji peyman şikênandinên xwe) poşman bibin, şixwa (poşmanîya we ji wan kirinê we) ji bona we ra çêtir e û heke hûn (ji poşmanîya xwe) rû bifetilînin (dîsa hevrîçêkirinê bikin û peymanên xwe bişikênin) hûn bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî ewa nikaribe şapatê bide we). Û (Muhemmed!) ewanê ku bûne file hene! Tu mizginîya wanan bi şapateke dilsoz bide.
4Ji pêştirê (peymana) wan hev­rîçêkerên, ku we bi wan ra peymana (aştîyê) daye hev û paşê ewan hevrîçêkeran jî qe ji wê peymanê tu tiştek kêm nekiribin û ewan piştvanîya tu kesekî jî li hemberê we da ne kiribin,hûn jî heya danê paşya peymanê hat, ewa peymana ku we daye hev pêk bînin. Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ji parisvanan hez dike.
5Îdî di gava ku paşya wan mehên (qirîn di wan da hatîye qedexe kirinê) hat, hûn li kederê rastî wan (hevrîçêkeran) hatin; hûn ça dikarin wusa bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan bigirin; di xanî û di duzan da (kelan da) bixne zîndanan û hûn li hemû ciyan da ji bona wan ra didegehan daynin (didarya wan bikin û hemû rêyan li wan bigirin). Îdî heke ewan (ji wan kirinên xwe) poşman bûn û nimêja xwe kirin û baca malê xwe jî dan, hûn îdî rêya wan valakin (dest nedine wan). Bi rastî Yezdan ji penhûgerê kemasîyan û dilovîn e.
6(Muhemmed!) Heke yek ji hevrîçêkeran xwe avête ber bextê te, îdî tu jî ewî bi ewletî hilde berbextê xwe, heya ku ewa peyvên Yezdan bibêhê, paşê tu ewî bi ewletî bigihîne wî cîyê ku ewa di wura da ewle dibe (ji bo ku tu kes dest nede wî). Ji ber ku ewan komalekî bi tiştan nizanin (tu evan xebatan bi wan ra dikî.)
7Ji pêştirê wan (fileyên) ku we li bal mizgevta (bi nan Mescid ul-Heram peyman daye hev, we ji bona wanê ku hevrîçêker in (pût perestin) li bal Yezdan û li bal Pêxemberê wî ça peymanê çê be? Îdî ji wan (filan) kîjan ji bona we ra rast bin, hûn jî ji bona wan ra rast bin. Bi rastî Yezdan (ji wanê ku di peymana xwe da) parisvan in hez dike.
8Wê ça (peymanê) çê be? Heke ewan (filan) li ser we da bi serbestî servahatî bibûnan, ewan (filan) qe di nav we da li tu kesekî pismam û li tu sond û peymanên ku we dabûye hevdu mêze ne dikirin. Ewan (filan) divên ku we devê xwe, bi xwe bidine qayîlkirinê û lê dilê wan qe bi tu cureî qayîl nabe. Şixwa pirên wan bi xweber jî ji rêya rast derketî bûne.
9Ewan (filan) beratên Yez­dan bi perekî hindik firotine, îdî ewan rêya Yezdan ji ber merivan giredane. Bi rastî tişta ewan dikin çiqa sik e!
10Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu kesekî pisman û li tu sond û peymanekî mêze ne dikirin. Şixwa ewanê ku ji tuxûbê xwe borîne; (qe li tu tiştî mêze nakin) evan bi xweber in.
11Îdî heke evan (filan ji wan kirinên xwe) poşman bûn; nimêja xwe kirin û baca xwe dan, ewan di olê da îdî birayên we ne. Em (evan) beratan ji bona wî komalê ku dizanin vedikin.
12Û heke ewan (filan) ji piştî peymana xwe, sonda xwe şikênandin û ewan ziman xwe dirêjî ola we kirin (bi we tinaz kirin) îdî hûn jî (gelî bawergeran!) bi wan pêşrewanê wanên ku di filetîyê da pêşrewanî dikin ra qirîn bikin, bi rastî ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vî awayî) dibe ku ewan (filan) ji wan kirinê xwe, xwe bidine paş da.
13Qey hûn (gelî bawergeran!) bi wî komalê ku ewan sonda xwe şikênandine û ewan ji bo­na ku Pêxember (ji bajarê Mekkê) derxin, biryar hildane (evan kirinên hanênan) di cara yekem da jî ewan bi xweber dest avêtibûne xebata wan kiribûne, qirînê nakin? Qey hûn (gelî bawergeran!) ji wî (komalê) ditirsin? Heke hûn bi rastî bi Yezdan bawer dikin, îdî babettir e ku hûn ji Yezdan bitirsin.
14Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we şapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (şifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin.
15Û ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dilê bawergeran da heye) behere. Şixwa Yezdan bi xweber jî, ji bona kîjanî ra bivê, poşmanîya wî ye ji gonehan litê dike. Û bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
16Qey hûn goman dikin, heya ku Yezdan; ewan merivên ji we ne, ku ji bo­na rêya Yezdan tekoşîn dikin û ewan merivan bi xweber jî ji pêştirê Yezdan û ji pêştirê Pêxemberê wî û ji pêştirê bawergeran ji xwe ra qe tu kesekî serkar û bextîyar nagirin, bi wê temtêla wan nizanbe, wê Yezdanê li ser vê temtêla we, dest ji we berde? Şixwa hûn çi bikin, Yezdan bi xweber jî bi wî dizane.
17Ewan hevrîçêkerên, ku ji bona filetîya xwe ra li ser xwe, bi xweber şahidî didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeftên Yezdan ava bikin. Ewan kirinê wan hemûşk şewitîne û ewanê di agir da jî tum carî bimînin.
18Bi rastî mizgeftên Yez­dan hey ewan kesên ku bi Yez­dan û bi ro (danê) para da bawer kirine û nimêja xwe kirine û baca xwe dane û ji pêştirê Yezdan ji tu kesî jî natirsin, ava dikin. îdî dibe ku evan bibine ji wan kes­ên ku hatine rêya rast.
19Qey hûn (gelî kesan!) av dana hecîyan û ava kirina mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram û ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da tekoşîn ki­rine; wekî hev digirin? Na, ewan li bal Yezdan wekî hev nabin. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
20Ewanê ku bawer kirine û (ji welatê xwe) koç kirine û ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da bi mal û bi canê xwe tekoşîn kirine, hene! Ewan li bal Yez­dan bi payetî meztir in. Ewanê serfıraz jî evan bi xweber in.
21Xudayê wan li bal xwe ji bona wan ra mizgîna dilovanîyeke ji xwe û qayîlbûna xwe bi wan dide, ku ji bona wan ra bihişt hene, xarina wan bê paşî ne.
22Ewan bi xweber jî di wê bihiştê da hey manok in. Bi rastî li bal Yezdan xelatên mezin hene.
23Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke bav û kal û birayên we, ji bawerîyê pirtir ji filetîyê hez bikin, hûn jî ewan ji xwe ra serkar û mezin negirin. Û kîjan ji we, ewan bav û kal û biran ji bona xwe ra serkar û mezin bigire; îdî bi rastî ewan bi xweber cewr kirine.
24(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "He­ke li bal we bav û kalên we û zarên we û birayên we û zone we û pismam û lêzimên we û ewa malê ku hûn keda wî dikin û ewa kirîn û fîrotina ku hûn ditirsin, ji bona ku hûn di wî da karê nekin û ewan xan û malên ku hûn bi wan qayîl bûne, ji Yezdan û ji Pêxemberê wî û ji wê tekoşîna ku ji bona rêya wî tê kirinê, heztir be, îdî hûn dîdarî bikin, heya ku fer­mana Yezdan (bi teşqeleda­na we) were." Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîye nayne rê.
25Bi sond! Yezdan di pir cîyan da arîkarîya we ki­rîye û di roya (qirîna) Huneynê da jî (arîkarîya we kirîye): Di wê royê da; piranîya we hûn bi sodretî qure kirine, îdî ewê (piratîyê jî) qe tu tiştek ji we ne daye para danê û zemîn bi firetîya xûya jî li ser we teng bûye û paşê jî we pişta xwe daye qirînê hûn para da revîyane.
26Pasşê (ji piştî ku hûn revîyane) Yezdan hewdana xwe (bi ber dilî) li ser pêxemberê xwe û li ser bawergeran da hinartîye û ewî leşkerekî wusa hinartîye ku qe we ewa (leşkeran) ne didîtin. (Ewî bi wan leşkeran) ewanê ku filetî dikiribûne şapat kirîye. Û şixwa celata filan bi xwe­ber jî eva ye.
27Ji piştî vî jî Yezdan poşmanîya evînên xwe litê dike. Û bi rastî Yezdan baxişgerekî dilovîn e.
28Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewanê hevrîçêker hene! Ewanan (bi bawerî) pîs in, îdî bira ewanan ji piştî vê sala wane hanê nêzîkê mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram nebin û heke hûn (ji ne hatina wan li bal mizgevtê da) bitirsin, ku hûnê xezan bibin; îdî heke Yezdan bivê şixwa ewê we ji rûmeta xwe zengîn bike. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
29Hûn (gelî bawergeran!) bi wanê ku ji bona wan ra pirtûk hatîye, ku ewan hêj bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û ewan ku Yezdan û Pêxemberê Wî ne durist kirine, ne durist nakin (ji wan bi duristî dixun) û ola rast jî (ji bona xwe ra) bi olî litê nakin, qirînê bikin; heya ku ewan xeraca xwe bi destê xerac kûsanan bidin, ku ewan bi xweber jî stûxar bin.
30Û cihûyan (aha) gotine: "Bi rastî Uzeyr kurê Yezdan e." Û Mexînan jî (aha) gotine: "Bi rastî Îsa kurê Yezdan e." Eva gotina hanê, gotina wan e, bi devê xwe dibê­jin. (Gotina wan) wekî gotina wan fileyên ku hêj di berya wan da (borîna) gotina: (Ewan jî di devê xwe da wekî gotina wan filan digerînin.) Yezdan ewan bikuje! Ewan di kuda evan viran dikin?
31Ewan (filan) Yezdan hîştine, zanayên xwe û sofîyên xwe û Mesîhê kur ê Mer­yemê ji xwe ra xistine Xuda. Ewan bi xweber jî hatibûne ferman kirinê; ku ewan hey ji bona yek Yezdanê bi tenê ra perestî bikin, ji pêştirê wî (qe tu yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Bi rastî ewa ji wan sa-lixê hevrîçêkeran paqij e.
32Ewan (filan) divên, ku ronahîya (fermanên Yezdan) bi devê xwe bitemirînin. Bi rastî file rikê xwe bînin jî wê Yez­danê ewan filan ji vîna wan bide para da, wê hey ronahîya (fermanên xwe) pêk bîne.
33Û hevrîçêker çiqa rikê xwe bînin jî, hey ewê ku pêxemberê xwe bi rêya rast û bi ola maf (haq) şandîye, ji bona ku ola xwe li ser hemûşk olan servahatî bike ewa hey (Yezdan) e.
34Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî pir kesên ji zanan û sofîyên wan (filan) malê merivan bi pûçî dixun û ewan (za­nan û sofîyan) merivan ji rêya Yezdan didine para da. Û ewanê ku zêr û zîvan çal dikin: di rêya Yezdan da nasixurînin hene! Îdî (Muhemmed!) tu mizgîna wan bi şapateke dilsoz bide.
35Di roya ku ewan (malên çalkirî) di agirê dojê da têne sor kirinê, îdî bi wî (malî sorkirî) netik û kêlek û pişta wan tê deqandinê, ji wan ra (aha tê gotinê): "Ewa malê ku we ji bona xwe ra veşartibû eva ye, îdî hûn ewî (malê xwe yê) ku we veşartibûye (tam) bikin.
36Di roya Yezdan ku ezman û zemîn afirandîye; bi rastê hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hanê di nivîsara Yezdan da heye. Ji wan mehan: çar mehê wî bi rûmet in (di wan da qirîn û sikatî û tekoşînî qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar û qedexan) ola wî ye rast e bi hêz e, îdî hûn (gelî bawergeran!) di wan me­han da bi xweber li xwe cewr nekin, ça file bi hemûtî bi we ra girînê dikin, hûn jî bi hemûtî bi wan ra qirînê bikin. Û hûn bizanin! ku bi rastî Yezdan bi xudaparizan ra ne.
37Bi rasrî şûn guhurandina wan mehan (meha bi nav Muherrem para didan, di şûna wê da meha bi nav Sefer datînin, ji bona ku danê qirînê pir bikin, ya jî danê qirînê kêm bikin) pirkirina di filetîyê da ne wundabûna ji rêya rast e. Ewanê file hene! Ewanan ewê meha qedexerok di salekî da ji wan mehên qedexerok dihijmirînin û di salekî da jî qe ji wan mehên qedexerok nahijmirînin. ji bona ku ewan (filan) ewê hijmara ku Yezdan hijmartîye pêpes bikin (qe bi tu tiştî nehijmêrin). Îdî ewan bi vê hijmara xwe (ewan mehên qedexe ne) ku Yezdan hijmartîye; qedexetîya wan radikin, ji bona wan ra ewa kirina wane sik hatîye xemilandinê (xweşa wan diçe). Şixwa Yezdan bi xweber jî komalê fi­le nayne rêya rast.
38Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bona we ra çi bûye? Di gava ji bona we ra tê gotine: "Hûn hemûşk bi hev ra di rêya Yezdan da herin qirîne, hûn li bal zemîn da giran dibin dimînin. Qey hûn ji jîna para da pirtir bi jîna cihanê qayîl dibin? Bi rastî Xemla jîna cihanê di dan û gavê para da hey hindike.
39Heke hûn (gelî bawergeran! Ça hatine ferman kirinê wusa) bi hev ra neçine qirînê, wê (Yezdanê) bi şapateke dilsoz we şapak bike û wê ewê) we bi komalekî mayî yê pêştirê we, biguhure, qe hûn nikarin tu ziyana wî jî bikin. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemûşk tiştan bi hêz e.
40Hek hûn (gelî bawergeran!) arîkarîya (wî pêxemberê min ê Muhemmed) nekin, îdî bi sond! (hûn bizanin) Yezdan arîkarîya wî kirîye. Kanê di gava ku ewanê file, ewa (pêxembera) yekê ji wan duduyan bi tenê bû, ji (welat) derxistibûn; di gava ku ewan herdukan di şikevtê da bûn (aha) digote hevalê xwe: "Qe murûzê xwe neke bi rastî Yezdan bi me ra ne." (A, di wê gavê da) Yezdan arîkarî kir, îdî Yezdan hewdana xwe li ser dilê wî da hinartîye û (Yezdan) ta ê wî bi leşkerekî ku hûn nabînin, kirîye û mijûlîya wanê ku fîletî dikiribûne berjêr kirîye. Û şixwa hey mijûlîya Yezdan bi tenê bilind e. Û Yezdan servahatê bijejke ye.
41Hûn (gelî bawergeran bi dil xwazî) û bi sivikaî (û bi dil nxwazî) û bi giranî bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekoşîn bikin. Bi rastî heke hûn bizanin (eva tekoşîna bi vî awayî) ji bona we ra çêtir e.
42Heke (eva gazîkirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirîna bi filan ra, ji bona qirînê ne bûya) lê ji bona karekê nêzîk bûye, ya jî ji bona rêya miraza bûya, bi rastî ewanê bibûna peyrewê te, lê bi rastî zehmet û westandinê ewan (bawergeran; ji gazîkirina te li bal qirîna bi filan ra) dûr xistine. Ewan (bawergeran) di nêzîk da bi Yezdan sond dixun û (aha) dibêjin: "Heke me bikarya (ku em herne qirînê) emê bi we ra derketibûna (qirînê). Ewan bi wî awayî xwe teşqele dikin. Şixwa Yezdan bi xweber jî dizane ku ewan bi rastî derewan dikin.
43Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewanê ku rastgone xûya bibûnan û ji bona, ku te bi wanê derew dikiribûne bizanîya, te ji bona çi destûra wan (ji bona qirînê) daye?
44Ewanê ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kirine hene! Ji ber ku ewan bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê dikin (ewan nayên ji bona para ke­tinê, ji te Muhemmed destûra pa­ra ketinê naxwezin). Û şixwa Yezdan bi xweber jî bi xudaparizan dizane.
45Lê ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û dilê wan (di bawerîyê da) du dilî kirîye, hene! Hey ewan ji bona para ketina (ji qirînê) ji te destûra xwe dixwazin. Îdî ewan bi xweber jî di du dilîya xwe ye (bawer kirinê da) du dil dibin.
46Û heke (ewanî bawer ne dikirin) çûbûna qirînê bi van, wê ewanê ji bona (qirînê) tedarikeke xwe bikirinan. Lê Yezdan ji wan kirinê wan rikê xwe anî, îdî ewî ewanê (bê bawer di mala wan da) hîşt, (ji wan ra aha hate) gotinê: "Hûn jî (di mala xwe da) bi wanê (bêzar va) rûnên."
47Heke ewanê (bê bawer) di nava we da derketina (qirînê) ewan ji pêştirê tevdanîyê qe ji bona we ra tu tiştek, pir ne dikirin û ewanê di nava we da hey têkilkirin danînan (ji bona ku hûn para da birevin). Şixwa di nava we da jî, ewanê ku gohdarêya (vanê bê bawer) bikirinan hebûn. Û Yezdan bi wanê cewrkar dizane.
48Bi sond! Ewan hêj di berê da tevdanî va bûne û ewan ji bona te ra pir bûyerên şoresîsaz kiribûne, heya rastî hatîye û fermanên Yezdan bi serfirazî servahatî ye, ewan bi xweber jî ji vê servahatina hanê rikê xwe anîbûne.
49Û ji wan hinek jî hene (aha) dibêjin: "Ka (Muhemmed!) tu ji bona min ra destûr bi­de; (ji bona ku ez neçime qirînê) dawekû serê min nekebe xax û lorê giran." (Muhemmed!) tu hişyar be! Bi rastî ewan noqê derdan bûne û bi rastî dojê (cehenem) file hildane nava xwe da jî.
50Û heke qencîyek bi te da were, hatina wê qencîyê ewan sik dike. Lê he­ke aşîtek bi te da were ewan (aha) dibêjin: "Bi sond! Me hêj di berê da tedarika xwe kiribû." Ewan bi şahitî pişta xwe dane, para çûne.
51(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi sond! Yezdan ji bona me ra çi nivîsîye hey ewa tê serê me. Serkarê me hey Yezdan e. Ûdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrin Yezdan."
52Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn (geli durûyan!) ji pêştirê van her du qencîyan; (ya servahatin û pozbilindî, ya jî şehîd û ji gonehan baxişandinê) hêvîya tiştekî mayî ji bona me ra dikin? Û bi rastî em bi xweber jî ji bona we ra hey hêvîya vî di­kin; Yezdanê ya li bal xwe ji bona we ra şapatekî bide, ya ­jî wê we bi destê me şapat bike. Îdî hûn hêvîdarî bikin, bi rastî em bi xweber jî bi we ra hêvîdar in."
53(Muhemmed!) tu ji wan ra aha bêje: "Hûn (gelî durûyan!) bi xweşî ya jî bi rikê xwe (malê xwe) bisixurînin; hey ewa sixurandina ji we nayê litê kirinê. Bi rastî hûn komalekî ji rêderketî ne."
54Û tişta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweşî û rikê xwe anîne (paşê) da­ne."
55Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide şapat kirine. Û (Yez­dan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin.
56Ewan (durûyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, lê qe ji we nînin jî. Bi rastî ewan komalekî wusa nin ziravê wan ji tirsa diçire.
57Heke ewa rastê darendekî, ya jî rastê şikevtan bihatinan, ya jî quleke ku têda bihewyan, bi dîtanan, ewanên para da li bal wî da serê xwe hildana biçûnan.
58Û hinek ji wan hene; ku ji bona (parkirina malê şorê) bê te (ji bona te ra Muhemmed!) ezmanê xwe dirêj dikin (aha dibêjin: "Eva parkirina hanê bi daditî nîne.)" Îdî heke ji wan ra ji wî malî hatibe dayînê, ewan şixwa qayîl dibin, heke ji wan ra ji wî malî ne hatibe dayînê şixwa ewan heman dixeyîdin.
59Heke ewan bi tişta ku Yezdan û Pêxeemberê Wî dabûne wan qayîl bibûnan (û aha jî) gotibûnan: "Bi rastî Yezdan ji bona me ra bes e û wê Yezdanê ji rûmeta xwe û pêxemberê xwe ji virha dîsa ji bona me ra bide, bi rastî me dilê xwe li bal Yezdan da giredaye." (Wê ji wan ra çêtir bibûya.)
60Bi rastî malê (şorê û malê) bacê, hey ji bona xezanan û ji bona belengazan û ji bona wan şanene, ku li ser wî malî xebat dikin û ji bona wan merivên ku hatine misilman bûne; hêj dilê wan bi rastî bi misilmanîyê germ ne bûye (ya ­jî ewan fileyên zor be; ji bo ku herçiqandina wan li ser misilmanan bidine para da ka ewan jî misilman nabin) û ji bona azadîya benda û zebûnan û ji bona deyndarên (ku malê wanê heyî têra deynê wan nake) û ji bona wan kesên ku di rêya Yezdan da tekoşînê dikin û ji bona wan rêwîyên ku di rêyan da mane (tê dayînê). Eva parkirina hanê parkirineke wusa ne; ku Yezdan bi vê nevê kirîye. Yez­dan zanayê bijejke ye.
61Û ji wan (durûyan) ewanê ku cafayê didine pêxember hene! (Ji bona cefadana pêxember aha) dibêjin: "Ewa (pêxembera wusa dibêhê) bûye goh (ji hemû tiştan ra gohdarî dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje:"Ewa goha gohekî wusa ne; ji bona we ra qencîyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ça jî bi bawergeran jî bawer dike, ewa (goha) ji bona wanê, ku ji we ne (bi rastî) bawer kirine dilovanîyek e (ji Yezdan e). Û ewanê ku cefayê didine pêxemberê Yezdan hene! Bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
62Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayîl kirinê, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rastî ewan bawer kiribin; Yezdan û Pêxemberê Wî babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayîl kirinê.
63Ma qey ewan nizanin? Kîjan di hemberê biryarên Yezdan û Pêxemberê (Wî da, biryaran bihûne) îdî bi rastî ji bona wî ra agirê dojê bê paşî heye. Ewa ê bi xweber jî di wê dojê da hey bimîne. Riswaya mezin eva ye.
64Ewanê durû hene! Ewan ditirsin, ku li ser wan da ferkereke wusa bê hinartinê, di dilê wan da çi hebe ji wan ra bêje (bi vî awayî jî tinaz dikirin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî durûyan) tinazan bikin! Bi rastî tişta ku hûn jê ditirsin, Yezdanê ewî derxe (rohnayî ye)."
65Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsî (ka hûn çi mijûl dibin?) Ewanê (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tiştî mijûl nabin) lê em di nava xwe da tinazan dikin û bi hev dileyîzin diçin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Qey hûn bi Yezdan û bi beratên wî û bi Pêxemberê Wî tinazan di­kin?”
66Hûn (gelî durûyan!) baxişandina xwe ji wan kirinê xwe nexwezin. Bi sond! Hûn ji piştî bawerîya xwe, bûne fi­le. Heke em destekî ji we bibaxişînin, emê desta mayî jî bi sedema, ku ewan gonehkar bûne şapat bikin.
67Ewanê durû hene! Mêr û jinê wan jî ji hev in. Ewanan fermana bi kirina sikatîyan û bi xwe para dana ji qencîyan dikin. Ewan destê xwe (ji kirina qencîyan) digirin; Ewan Yezdan (bi vî awayî) ji bîrva kirine. Îdî ji ber vî qasî Yezdan jî ewan bîrva kirine. Bi rastî ewanê ji rêya rast derketine, ewan durû bi xweber in.
68Yezdan ji bona durûyên mêr û durûyên jin û ji bona filan ra, agirê dojê peyman kirîye, ewa ne di dojê da hey bimînin. Ewa şapata hanê besê wan e û Yezdan ewan (ji dilovanîya xwe) deherandine. Û ji bona wan ra şapateke bê paşî heye.
69(Gelî durûyan!) Hûn jî wekî wanê berya xweyên: hêj ewanê berya we da; hêza wan ji hêza we zortir bûye û mal û zarê wan ji mal û zarê we pirtir bûye. Îdî ewanê (berya we, di cîhanê da) bi para xwe benga (kayf) û xweşîya xwe kirine, we jî bi para xwe (di cîhanê da) beng û xweşîya xwe kirine, ça ewanê di berya we da jî bi para xwe (di cîhanê da) benga xwe kirine û ça ewan noqê pûçatîyan bibûn, hûn jî wekî wan noqê pûçatîyan bûne. Ewanê ku kirinê wan di cîhan û di dan û gavê para da şewîtîne hene! Evan in û ewanê ku zîyan kiri­ne, evan bi xweber in.
70Qey mijûlîya (ji temtêla) wan komalên, ku di berya wan da (borine) ji komalê Nûh û komalê A´d û Semûd û ji komalê Îbrahîm û rûniştîyên (bajar) ê Medyenê û ji komalê (Lût) ku (bajarên wan bi serê wan da dêriz bûye) ji bona wan ra ne hatibû? Pêxemberên wan li bal wan da bi beratên ber çavî va hatibûne. (Lê ewan bi wan pêxemberan bawer ne kiribûne, ji ber vîqasî rastê xeşma Yez­dan hatine). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
71Û ewanê bawer kirine hene! Mêr û jinê wan ji hev in: Hinekê wan serkarê hinekê wan in. Ewanan fermana (bi kirina) qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewan nimêja xwe dikin û baca (malê xwe) didin û ewan bi gotina Yezdan û Pêxemberê Wî dikin:Yezdanê di nêzîk da li wan dilovanî bike. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
72Yezdan ji bona bawergeran; çi mêr û çi jin, peymana wê bihişta ku di binê wê da çem dikişin û di bihişta xurinanê (bi nav) Adinê da jî êwirên tîtal daye, ewanê di wura da hey bimînin. Û şixwa qayîlbûneke ji Yezdan ji bona wan ra ji vê (peymana hanê) hêj pirtir û mezintir heye. Serfirazîya mezin eva ye.
73Pêxember! Tu bi filan û bi durûyan ra tekoşîn bike û tu li ser wan da giranî bike: Bi rastî êwra wan doj e. Ewa doja çiqa sikê êwran e!.
74Bi sond! Ji piştî ku ewan (durûyan) misilman bûne, paşê dîsa bûne file û peyvên filetî jî gotine. Paşê dîsa bi Yezdan sond dixun û dibêjin: "Qe me ewan peyvan ne gotine." Û ewan miraz kirin, ku ewê tişta (kuştina pêxember) qe nikarin bikin ji bona wî ra xebat kirin. Xurî ji bona ku Yezdan û Pêxemberê Wî, ewanê (durûyan) ji rûmeta xwe zengîn kirine, ewan radibin ji dexesîyan tûl hildidin (di hemberê qencîyên Yezdan ne ku li ser wan hen, ewan jî radibin sikatî dikin, qe eva kirina wan dibe karê merivan?). Heke ewan ji wê kirina xwe poşman bibin, wê poşmanîya wanê ji bona wan ra çêtir bibe. Û heke ewan rû bifetîlînin (di filetîya xwe da hinc bikin) Yezdanê ewan di cîhan û di dan û gavê para da jî bi şapateke dilsoz şapat bike û ji bo­na wan bi xweber jî di zemîn da tu serkar û arîkar tune ye.
75Û ji wan (durûyan) ewanê (aha) peymanê didin hene: Heke Yez­dan ji rûmeta xwe ji bona me ra (mal biqencî) bide, bi sond! Emê jî ji wî bacê bidin û emê bibine ji wanê arîtîkar.
76Îdî gava (Yezdan) ji rûmeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (durûyan) bi wî malî dexesî kirine (qe ji tu xezanekî ra bi wî malî qenci ne kirine) pişta xwe dane (pevmana dayî). Şixwa ewan bi xweber jî piştanokê maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine).
77Îdî ji ber ku ewan, ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne û ji ber ku ewan derew dikiribûne,Yezdan jî (ji piştî peyman şikênandina wan) di dilê wan da heya roya ku ewanê rastê Yezdan bên, dexesî danîye.
78Qey ewan (durûyan) nizanin, ku bi rastî Yezdan bi dizîyên wan û bi wan piste pistê wan dizane? Û bi rastî Yez­dan bi xweber jî pirzan e bi tiştên ne xûya ne.
79Ewanê (durû ne) ku tinaza bi wanê bawergerên baca xwe bi dilê xwe hêj pirtir dane, dikin (ji wan ra aha gotine:"Ewan baca xwe hêj pirtir didin, ji bona qayîlbûna Yezdan nadin, lê ji bona ku navê wan bê gotinê: Ewî jî hewqas bac daye.") Û bi wanê ku bawer kirine baca xwe wekî hêza xwe dane, bi awakî dinê tinaz kirine (ji wan ra jî aha gotine: "Xuda ji van zengîntir e, bira Xuda ji bona xezanan ra mal bide, ka hûn gelî bawergerên xezan! Ji bo çi hûn ji bona xezan ne mayî ra malê xwe didin?) Îdî Yezdan ewan hildane tinazan û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
80(Muhammed! Tu hez dikî) ji bona wan (durûyên bi van salixên borî ji min) baxişandina gonehên wan lava bikî, ya jî qe ji bona baxişandina gonehên wan lava nekî (hey wekî hev e). Heke tu ji bona baxişandina wan hevtê carî jî lava bikî, dîsa bi rastî Yezdan qe ewan nabaxişîne. Ji ber ku ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî filetî di kiribûne eva (ne baxişandina wan çê nabe). Şixwa Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîbûne, nayne riêya rast.
81Ewanê bê gotina pêxemberê Yezdan kirine hene! ewan bi rûniştina xweyê (di mala xwe da mane, neçûne qirînê) şabûne, ewan rikê xwe anîne, ku bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê bikin û ji hev ra (aha) gotine: "Hûn di germê da neçine qirînê." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje : "Bi rastî agirê dojê germtir e." Xwezîya ewan pisporî bikirinan.
82Îdî ji bona ewê keda ku ewan dikiribûne, bira ji virha ewan hindik bikenin û pir bigirîn. Eva celata wan e.
83Îdî heke Yezdan (Muhem­med! Tu ji qirîna Tebûkê) para da zivirandî, li bal destekî ji wanê (ku bi te ra ne hatibûne qirînê) û ewa desta jî (ji bona ku bi we ra derkebine qirînê) ji te destûr xwestin, tu ji wan ra (aha) bêje: "Qe di tucarî da hûn bi min ra dernakebine qirî­nê û hûn bi min re qe bi tu neyarî ra qirînê nakin." Bi rastî hûn şix­wa di cara yekem da bi rûniştinê qayîl bibûn, îdî hûn jî bi wanê para da mane, bi wanê dijê me ra rûnên.
84Û (Muhemmed!) tu li ser tu kesekî ji wan, gava bimire nimêj neke û tu (di gava çalkirinê da), neçe ser gora wî jî. Bi rastî ewan filetîya Yezdan û Pêxemberê Wî kirine û ewan ji rêya rast bi derketî mirin e.
85Û (Muhemmed! bira piranîya) mal û zarên wan te sodret neke. Hey Yezdan divê ku ewan di cîhanê da bi wan (mel û zaran) bide şapatkirinê û (gava) canê wan derkebe jî, ewan şixwa file bin.
86(Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartinê, di wê ferkerê da jî eva fermana hebe: "Hûn bi Yez­dan bawer bikin û hûn bi Pêxemberê Wî ra herin tekoşîn bikin." Ji wan ewanê zengîn hene! (Ewan aha ji te ra) dibêjin: "Ka tu destûra me bide û dest ji me berde, ku em jî bi wanê ne çûne qirînê (di mala xwe da mane) rûnên.
87Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî şixwa ewan ji hev dernaxin.
88Lê pêxember bi tevê ewanê ku bi pêxembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal û bi canê xwe va (di rêya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekoşîn kirine. Îdî ji bona van ra qencî hene. Û evan bi xweber in, ku fereste bûne.
89Yezdan ji bona van ra ewan bihiştên ku di binê wan da çem dikişin amade kirîye, ewanan (di wan bihiştan da) di hemû gavan da dimînin. Serfirazîya mezin, a, eva ye.
90Û ji koçerên ereban (ewa desta ku ne çûbûne qirîna Tebûkê) ji bona ku ji wan ra destûr bê danê (ewan jî di mala xwe da wekî wanê para da mane, rûnên) hinek sedem ji bona xwe ra (hûnandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxişinî). Lê ewanê ku Yezdan û Pêxemberê Wî dabûne derewdêrandinê hene! Ewan rûniştibûne, qe (ji bona baxişandina xwe) ne hatibûne, ewanê file ne ji wan hene! Wê di nêzîk da şapateke dilsoz bi wan da were.
91Li ser bêwec û nexweşan û li ser xezanên rastî tu malî nayên ku ji (bona qirîna bi wanê file ra di rêya Yezdan da bisixurînin), heke ewan ji bona Yezdan û Pêxemberê Wî şîreta (qencîyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan neçine qirînê). Şixwa li ser qenckaran qe tu rêneda­na wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
92Ewanê di gava (tu derketî herî qirînê) ha­tibûne bal te, ji bo ku tu ewan sîyar bi kî (beheri qirînê) te jî ji wan ra (aha) gotibûye: "Qe li bal min tu tiştekî ku hûn li wan sîyar bin werne qirînê tune ­ye." Ji ber ku di destê wan da tu malê ewan (di rêya Yezdan) bisixurînin tune ye, ewan para zivirîne; çavê wan ji kovanan histêr dibarandin hene! Qe tu sikatî li ser wan jî tune ye.
93Lê sikatî bi rastî li ser wan zengînên ku ji te destûr dixwestin (ku neçine qirînê) heye. Ewa­nan qayîl bûn (ku di mala xwe da bi wanê para da mane, rûnên) ji ber ku Yezdan li ser dilê wan duruf kirîye; îdî ewan (bi temtêla) xwe qe nizanin.
94Di gava ku hûn (ji qirînê) para da li bal wan da zivirî bûne, ewan (durûyan hatibûne) ji we baxişandina xwe bi hinek (sedeman xwestine). (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn qe baxişandina xwe ji me nexazin, bi rastî em ji we bawer nakin; loma Yezdan hemû temtêla bûyera we ji bona me ra gotîye. Û wê Yezdan û Pêxemberê Wî kirinê we bibînin, paşê wî ewê ku bi der û hûnduran dizane, hûnê herne bal îdî ka we çi kirîye, wê hemûşkî ji bona we ra bêje."
95Di gava ku hûn (ji qirînê) li bal wan bizivirin, ji bona ku hûn rûyê xwe ji wan nezivirinin, ewanê bi Yez­dan ji bona we ra sond bixun; ku ewan ji bona hinek se­deman bi we ra ne hatine (qirînê)." Îdî hûn rûyê xwe ji wan bifetilînin. Bi rastî ewan sikin û bi sedema wan kedên ku ewan kirine, êwra wan doj e.
96Ewanan ji bona we ra sond dixun; ji bona ku hûn bi wan qayîl bibin. Heke hûn bi rastî bi wan qa­yîl bibin jî, îdî Yezdan dîsa bi wan komalê ku ji rêya rast derketine qa­yîl nabe.
97Ewan erebên koçer hene! Ewanan (ji hemûşkan) pirtir file û durû ne, şixwa ewanan ji bona ku ji wan biryarên Yezdan, ku li ser pêxemberê xwe da hinartîye nizanbin, babettir in. Bi rastî Yezdan zaneyê bijejke ye.
98Û ji koçeran hinek hene, ku bawer dikin; ewan malên di rêya Yezdan da hatine sixurandinê ji bo­na wan ra zîyan e, ewanan hêvî di­kin (ku ji bona we ra royên şoreşî werin; di wan royan da ewanê tûla xwe ji we hildin). Ewan royên şoreşî ku ewan hêvî dikin, li ser wan bi xweber e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bîhisteke pirzan e.
99Û ji erebên koçer hinek jî hene, ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin û ewan koçeran (dizanin) ku ewa malê te xebitandine (ji bona tekoşîna) rêya Yezdan, sedeme ji bona nêîkaya wan li bal Yezdan da û ji bona dilxwezîyên Pêxemberê wî, ji wan- ra ne. Bi rastî tu hişyar be! Eva kirina wan sedemeke ji bona nêzîkaya wan li bal Yezdan dane. Yezdanê ewanan di nêzîk da bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
100Û (Yezdan) ji wan koçer û arîkarên (misilmanê) ku di cara yekem da (misilman bûne) û ewanê ku bi qencî bûne peyrewê van, qayîl bûye û ewan jî (bi wan tiştên ku Yezdan daye wan) qayîl bûne û ewî ji bona wan ra ewan bihiştên ku dibinê (darê wan da) çem dikişin amade kirîye, ewanan di bihiştê da hey dimînin. Serfirazîya mezin eva ye.
101Û hinek ji wan koçerên li dora we da durû hene û hinek jî ji wan binecî ne (bajarê) Medînê hene, li ser durûya xwe lec dikin. Hûn bi wan nizanin, xurî em bi xweber bi wan dizanin. Emê ewan du caran şapat bikin, paşê ewanê li bal şapateke mezin da bêne zivirandinê.
102Û Destek jî (ji wan kesên ku bi te ra nehatibûne qirînê) hene! ewan (hatine) ji gonehkarîya xwe ra erê gotine; Ewanan karên xweyên aştî û sikatî tevê hev kirine. Dibe ku Yezdan poşmanîya wan litê bike (ewan bibaxişîne). Bi rastî Yezdan baxişkerê dilovîn e.
103(Muhemmed!) ji bo ku tu ewan (bi hildana) wî malî paqij û ewan pîroz û pir bikî, tu ji malê (vanê rastbêj) hinekî bac hilde. (Muhammed!) Tu ji bona wan ra (ji Yezdan) dilxwezîyên rind bixwaze. Bi rastî dilxwezîyên te ji bo­na wan ra hewdana dil e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstekê pirzan e.
104Ma qey ewan nizanin ku hey Yezdan bi xweber e ji bendeyên xwe poşmanîya wan ji gonehan litê dike û bacan (ji maldaran) digire? Û bi rastî poşmanîya ji gonehan hey Yezdan bi xweber e litê dike û dilovîn e.
105Û (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (çi dikarin bikin) hûn ewî bikin, îdî wê Yezdan û Pêxemberê Wî û bawerkar, ewî ka­rê we bibînin. Hûnê hemûşk jî bi rastî li bal wî (Yezdanê) ku bi der û hûnduran dizane bêne zivirandinê, îdî ewa ê di wê gavê da ewî karê ku we kirîye ji bona we ra bêje."
106Û destek jî ji wanê (ku çûne qirînê) temtêla wan li bal fermana Yezdan da hatîye hispartinê; (Yezdanê) ya ewan şapat bike, ya jî we ewan bibaxişîne. Şixwa Yez­dan bi xweber jî zanayê bijejke ye.
107Û ewanê (ji qirînê para da mane) hene! Ewan ji bona zirarê bidin û (mafê nîyas nekin) û ji bona ku di nava bawergeran da dutîretî çê bikin û ji bona, ku ewanê di cara yekem da bi Yezdan û bi Pêxembere Wî ra ceng kirine (ka wû kînge werin) bixne şûna çavnêrvanan, ewan ji xwe ra mizgevtek ava kirine. Ewanê sond bixun: "Ku (armanca me ji avakirina wê mizgevtê) ji pêştirê qencîyê qe tu tişt nîne." Û bi rastî Yezdan bi xweber jî nêhrîwanî dide, ku ewan bi rastî derewan dikin.
108(Muhemmed!) Tu qe di tu gavê da di wê (mizgevtê da nimêj) neke. (Nimêj kirina te) di wê mizgevta ku di cara yekem da li ser xudaparizîyê hatîye avakirinê, babettir e. Di wê (mizgevtê da) hinek mêr hene hez dikin, ku (ji gonehan) paqij bibin. Şixwa Yezdan bi xweber jî (ji wanê ku divên ji gonehan) paqij bibin, hez dike.
109Îdî qey ewê ku xîmê (avayî yê xwe) li ser xudaparizî û qayîlbûna wî ava kirîye qenc e, ya jî ewê ku (xîmê avayî yê xwe) li ser lêvê kendalekî herikî danîye, ku ewa bi xweber jî (bi wî avayîyê xwe va) biherike here (bikebe) agirê dojê, qenc e? Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê cewrkar nayne rêya rast.
110Ewa avayîyê wanê ku ewan ava kirîye heye! Heya ku dilê wan (bi mirinê) ker be, wê di dilê wan da hey dudilî bihêle. Bi rastî Yez­dan zanayê bijejke ye.
111Bi rastî Yezdan ji wanê bawer kirine, can û malê wan kirîye. Ewanan di rêya , Yezdan da qirînê dikin, îdî ewanan (filan) dikujin û têne kujtinê jî; Yezdan ji bona wan ra bi mafê di (pirtûkên bi nav) Tewret û fincîl û Qur’anê da peyman daye, ku ji bo­na wan ra bihişt heye. Û gelo ji Yezdan çêtir kî heye, ku peymana xwe pêk tîne? (Gelî bawergeran!) îdî hûn bi wê kirîna xwe ye ku hûn bi wê hatine firotinê şa bibin. Şixwa serfirazîya mezin jî eva bi xweber e.
112Û (Muhemmed!) ewanê ku ji (gonehan) poşman bûne, perestîya (Yezdan û) sipazkarya wî dikin di rêya wî da digerin (ji bona wî ra xwe) kuz dikin û kunde dibin, ewanan fermana bi qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewanê parisîya biryarên Yezdan dikin û bawer kirine (hene!) mizginîya (wanê bi van salixan têne naskirinê, bi bihiştê) bide.
113Ji piştî ku ji bona pêxember û bawergeran ra diyar bû, ku ewan kesên (pêxember û bawerger ji wan hez dikin); bi rastî (ewan) hevrîyên dojê ne, îdî maf tune ye, ku pêxember û bawerger ji bona wan ra ji Yezdan baxişandina gonehên wan bixwazin. Evan hevrîçêkeran çiqa pismamên (pêxember û bawergeran) nêzîk bin jî.
114Xwaztina Îbrahîm, ji bo­na baxişandina gonehên bavê xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Îbrahîm (hêj di berê da) ji bona bavê xwe ra peyman dabû (ku ezê ji bona baxşandina gonehên te ji Yezdan lava bikim) loma kirîye. Îdî gava ji bo­na Îbrahîm ra xûya bû (ku bavê wî) ji bona Yezdan ra neyar e, Îbra­hîm dest ji baxişxwastinê berda. Bi rastî Îbrahîm pir dilsozê mulahîm e.
115Yezdan ji piştî komalek anî rêya rast, heya ji wî (komalî ra) xûya nebe, ka wê xwe ji çi biparisînin (qencî û xirabîyan ji hev dernexin) ewî komalê jî rêya rast dernexe. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane.
116Bi rastî seroktî û maldarya ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Jînandin û mirandin hey ewa dike. Û ji bona we bi xweber jî ji pêştirê Yezdan qe tu serkar û arîkar tune ye.
117Bi sond! Yezdan, pêxember û hevalên wî ne ji koçer û arîkaran ku di danê tenk da bûne peyrewê wî baxişandîye, ji piştî ku di nava van da jî destekî (wusa hebûn) nêzîk bu, ku dilê wan (li bal rêya wanê kevin da) welgere paşê dîsa Yezdan poşmanîya wan litê kirîye. Bi rastî ewa li ser wan (pêxember û peyrewê wî) pir henûn û dilovîn e.
118Û Yezdan ewan her sê (merivên ku ji qirîna Tebûkê) para da mabûn (baxişandine); loma ewan (wusa lava dikiribûne, ji ne çûna xwe wusa poşman bibûn) zemîn bi firetîya xwe va li wan teng dihat û bêhna wan wusa teng bibû (te digot qey canê wan derdikebe) û ewan bi gomanî dizanîyan ku ji pêştirê Yezdan, ji bona wan ra tu darende tune ye. Ji bo ku ewan (ji kirina xwe) poşman bibûn, paşe Yezdan jî ewan baxişandin. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e.
119Gelî bawergeran! Hûn yezdanparizî bikin û hûn bi rast (û rastbêjan ra) rabin (rûnên).
120Ji bona binecîne (bajarê) Medînê û ji bona wan koçerên Erebanê li dora (bajarê) Medînê da nin, ku ji Pêxemberê Yezdan para da bimînin (û bi gotina wî nekin) û canê xwe ji canê pêxember pirtir hez bikin qe babet nîne. Çima, çiqas ewanan di rêya Yezdan da tî bibin û biwestin û birçî bibin û ewan çiqas ji bona ku filan bibeicînin, pê li kîjan zemînî bikin û ewan çiqa servehatinekî di hemberê neyaran da pêk bînin, hey ji bona wan ra bi sedema wan kirinê wan, karekî aştî tê nivîsandinê. Bi rastî Yezdan kirya qencîkaran wunda nake.
121Ewan çiqa (di rêyaYezdan da) rozîyeke piçûk û ya jî mezin bidin û ewan çiqa ji newalekî li bal newalekî mayî da (ji bona tekoşîna qayîlbûna Yezdan) biborin, hey ji bona wan ra qencî têne nivîsandinê. Ji bona ku Yezdan ji wan kirinê wan çêtir xelata wan bide (ewan qencîyan ji wan ra dinivîse).
122O babet nîne ku hemûşk bawerger bi hev ra herne qirînê; heke ji her destekî hinek ji wan di nava pismamên xwe da bimînin: ji bona ku ewanê mayî, olê (ji bona jin û zaran ra) hîn bikin û ji bona ku ewan, evan (pismamên wanê ku çûne qirînê) gava pa­ra da hatin; ewan (bi aşîta Yezdan) bidine tirsandinê, gelo çêtir nîne? (Ya jî; heke ji her desteki hinek li bal pêxember bimînin, gava ewanê çûne qirînê para da hatin, ewa niqandina ji pêxember ra hatîye hinê wan bikin gelo çêtir nîne?) Bi vî avayî dibe ku ewan xwe ji karên ne rastî biparisînin.
123Gelî bawergeran! Hûn bi wan fileyên, ku nêzîkê we ne, qirînê bikin, ji bona ku ewan filan we di hemberê xwe da bi hêz bibînin. Û hûn bizanin bi rastî Yezdan digel xudaparisan e.
124Û di gava ku ferkerek hatibe hi­nartinê; hinek ji wan durûyan (ji hev ra aha dibêjin): "Ka evê ferkera hanê, bawerya kîjanî ji we pir kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewanê ku bi rastî bawer kirine hene! Çiqa ferkerek hatibe hinartinê, îdî ewê ba­werîya wan pir kirîye; ewan ji hev ra mizgîna hatina ferkerê didin."
125Lê ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin."
126Ma qey ewan (durû û filan) ku di salê da carekî ya du caran têne şapat kirinê nabînin? Dîsa ewan ji kirina xwe poşman nabin û ji wan (şapatan jî) hiş hilnadin.
127Û di gava ku fer­kerek hatibe hinartinê, hinekên wan (file û durûyan) li bal hinekên wan da mêze kirine (aha ji hev pirsîne:) “Gelo kesekî hûn dîtin?” (Çav ji hev ra diniqînin) paşê para da dizivirin diçin. Bi sedema ku ewan komalekî wusa nin; rastî û ne rastîyê ji hev dernaxin, Yezdan dilê wan ji bawerîyê fetilandîye.
128Bi sond! Li bal we da pêxemberekî wusa ji we hatîye, cefa û tengasîya we ewî diêşîne, ji bona we ra bi hezkirinî pir haloke ye û ji bona bawergeran ra henûnekî dilovîn e.
129Îdî heke (Muhemmed!) ewan ji te û (ji bawerya bi te) rû fetilandin, tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ew Yezdanê ku ji pêştirê wî (tu yezdanê babet û perestîyê) tune ye, besê min e. Bi rastî min xwe hispartîye wî, ewa bi xweber jî xweyê arşê (mana) mezin e.
Chapter 10 (Sura 10)
1E. L. R. (Arşa wan tîpên ji hev çûyî hey Yezdan dizane). Ewanan beratên pirtûka bijejke ye.
2Qey ji bo ku me li bal mêrekî ji kesan da niqandîye (me ji wî ra aha gotibû:) "Tu kesan (bi şapatan) bide tirsandinê û mizgînê bide wanê bawer kirine, ku ji bona wan ra li bal Xudayê wan cîyên dostî û paye hene," ji bona merifan ra eva bûye sodret? Ji xwe ewanê file (aha) gotine: "Eva (mêrika) hey ançkarek; xûya ye."
3(Gelî kesan!) Bi rastî ev, Yezdanê ku ezman û zemîn di şeş rojên êwirgahî da afirandîye û paşê arş jî (mana) hildaye binê hêza xwe da heye: Ewa Xudayê we ye. Ewa (Xuda naye) tedarika hemû bûyeran dike. Ji pêştirê destûra wî tu mehdervan tune ye (hemû mehder ji bona wî ra ne.) Ewa Yezdanê bi van salixan (tê salixkirinê) Xudayê we ye. Îdî hûn (ji bona wî ra) perestî bikin. Qey hûn (ji van sa­lixan) hiş hilnadin?
4Zivirandina we hemûşkan hey li bal wî (Yezdan)î da ne. (Eva) bi rastî peymana Yez­dan e, maf e. Bi rastî (Yezdan bi xweber e) ku di cara yekem da dest bi afirandinê dike. Ji bo­na ku ewanê bawer kirine û ka­rê aştî kirine bi dadvanî xelat bike (ewan ji piştî mirinê) dîsa diafirîne. Ewanê bûne file hene! Ji bona wan ra bi sedema filetîya wan vexarineke ji ava herîkelkê heye û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
5Ewê ku roj xistîye tav û hîv jî xistîye rohnayî û (ji bona hîvê ra) êwirgehên (pîvayî) gerandîye, ji bona ku hûn bi hijmara salan û bi hijmara (gavê xwe) bizanin, ewa Yezdan e. (Yezdan evan hey) bi dadvanî afirandine (ji bo ku hûn ji wan hiş bildin. Yezdan beratan ji bona komalê zana vedike.
6Bi rastî ji bona wî komalê ku xudaparisî dikin; di ne wekhevbûna şev û royan da û di afirandina Yezdan, tiştên di ezman û zemîn da heyî beratên (hişdarî) hene.
7Bi rastî ewanê ku naxwazin bi bervahatin bigêhijne me, hene! Ewanan bi jîna cîhanê qayîl bûne û bi wê jînê jî qinyat anîne. Û ewan bi xweber jî ji beratên (hebûna me) bê goman in.
8Ji ber ewê keda ku ewan dikiribûne, şûna ewra wan agir e.
9Bi rastî ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi sedema bawerîya wan wê Xudayê wan, ewan li bal wê bihişta xwarinan e, ku di binê (darê) wan da çem dikişin (behere).
10Dilxwezîya wan (di bihiştê da ahane):"Xuda! Em te ji kemayan dadiweşînin." (Ji hev ra di bihiştê da gava serhevdanê da aha) dibêjin: "Selam hûn bijîn" û paşîya dilxwazîya wan eva ye; bi rastî çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona Xudayê cîhanê ra ne.
11Heke Yezdan ji bona kesan ra, ça meriv ji bona qencîyan lez dikin, wusa leza sikatîya wan bikira, wê a, di naha da canê wan hatibûya standinê. Lê emê ewanê ku goman nakin (bi berva hatin) wê bigihêjne me. Di raşihetina wan da bi korayî bihêlin.
12Û di gava bi merivan nexweşîyek girtibe (îdî ewa meriva) dirêjkirî û rûniştî û li pîya, me gazî hewara xwe dike. Di gava ku em ji wî (merivî) ewê nexweşîya wî radikin, wusa diçe (ji bîrva dike) tu divê qe ewî (merivî) ji bona rakirina wê nexweşîya bi wî girtîbû, lava ji me ne dikiribû. Bi vî awayî ji bona wanê dest vala, karên ewan di kiribûne hatîye xemilandinê.
13Û bi sond! Di berya we da çiqa komel hebûne, geva pêxemberên wan li bal wan da bi beratên vekirî va hatibûne bal van ji bo ku ewan bi wî pêxemberî bawer bikin, ewî (komalê bawer ne kiribûne) li xwe cewr kiribûne, me jî ewan teşqele ki­rine. Bi vî awayî em komalê nûsîtemkar celat dikin.
14Paşê ji bo ku em mêze bikin ka hûn çi dikin, me hûn li pey wan da xistine şûnmaîyên wan di zemîn da hîştin.
15Û di gava ku (ji bona wan ra ewan pêxemberan) beratên me bi vekirî dixunin, ewanê ku gomana (bi ber va hatina) gihîjtina me nakin (aha) gotine: "Ka, tu Qur’aneke ji pêştirê vê (Qur’anê) bîne, ya jî tu ewê (Qur’anê) biguhure." Tu (ji wan ra aha) beje:" Ez nikarim ewê (Qur’anê) ji ber xwe, bi xweber biguhurim. Loma ez hey dibime peyrewê wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê. Bi rastî heke ez bê gotina Xudayê xwe bikim ez ji şapata ro ya mezin ditirsim."
16Tu ji (wan ra aha jî) bêje: "Heke Yezdan biva (şixwa) min ewa (Qur’ana) ji bona we ra ne dixwend û min hûn (bi xwendina wê Qur’anê jî) bi xwe ra ne dixistine tekoşînê. (Hûn dizanin ku ez di nava) we da hêj di be­rê da çend salan mabûm (qe tiştekî aha min gotibû?) îdî qe hûn naponijin?"
17Îdî gelo ji wî kesê ku bi vi­ran, derewan (li ser navê) Yezdan bike, ya jî beratên Yezdan bide derewdêrandinê cewrkartir kî heye? Bi rastî nûsîtemkar fereste nabin.
18Ewanan ji pêştirê Yez­dan, perestîya wan tiştên ku qe ji bona wan ra tu kar û zîyanê nakin, dikin û (aha jî) dibêjin: "Evan perestvanan li bal Yez­dan mehderên me ne." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn ji wan tiştên, ku Yez­dan di ezman û zemîn da pê nizane, agahdarya Yezdan bi wan dikin?" Bi rastî (Yezdan) ji wan tiştên, ku ewan ji wî ra dixne hevrî bê gur û goman e.
19Meriv (hemûşk di cara yekem da) desteke bi tenê bûne, îdî paşê ji ber wan ne wekhevbûnê di nava xwe da ji hev çûne. Heke peymana (ji bona wî danê para da) ji Xudayê te ne borîbûya, wê a di naha da berewanîya wan, di wan tiştên ku ewan têda ne wekhev dibûne, pêk bihata.
20Û ewan (aha) dibêjin: "Heke (ji pêştirê vê Qur’anê) li ser wî (Muhemmed) beratek ji Xudayê wî bihata hinartinê wê çi bûya? (Meyê jî bi wî bawer kiribûya)" îdî (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Zanîna bi ne xûyanan hey ji bona Yezdan ra ne, îdî hûn bi hêvî mêze bikin. Bi rastî ez bi xweber jî bi we ra hêvîdar im (ka em bihewin wê ça be).
21Û ji piştî wê gava ku bi kesan tengasîyek girtibe, em bi wan kesên dilovanî û xweşîyê bidine tam kirinê (ewan ji wê tengasîyê derkebin) ewan heman di beratên me da defikan datînin; ziman dirêj dikin.(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî Yezdan hêj zûtir endezan dike (ewan defikê wan dibîne.)” Bi rastî ewan çi endeze bikin, saîyên me (firiştan) ewan endezeyên wan dinivîsin.
22Ewê ku we di reşayî û di deryayê da dide gerandinê heye! Ewa Yezdan e. (Ewa wusa we di­de gerandinê) heya gava ku hûn di kelekê da bûne, hûn bi wan (rêwîyên di kelekê da) bi bakî tîtal va (li ser deryayê) diçûn û ewan (rêwîyan) bi wê şa bibûne, di vê (gavê da) bobelîzkek (li wan û li keleka wan rabûye) û pêlên der­yayê li hemû ciyî da li wan hatîye, ewan goman kiribûne (ku ewanê di gava pêlan da bimînin, wê bifetisin) îdî ewan bi dilekî xwurî (aha) gazî Yezdan kiribûne: "Hey ola xwurîye rast ji bona te ra ne. (Yez­dan!) heke tu me ji vê teşgelê fereste bikî, bi sond! Îdî emê bibine ji wanê sipazkarên (te).”
23Îdî gava ku me ewan (ji wê teşqelê) fereste kirin, ewan (dîsa) bê mafî di zemîn da cewr dikiribûne. Gelî merivan! Bi rastî cewra we hey ji bona we ra ne. (Eva jîna hanê) jîna cîhanê ye (qe tu bahayê wê tune ye) û hûnê paşê li bal me da bizivirin, îdî emê jî ewa tişta ku we (di cîhanê da) dikiribûne ji bona we ra bêjin.
24Bi rastî jîna cîhanê jî hecwekî avek e, ku me ewa ji ezmana hinartîye, îdî bi wê avê, ewa hêşênaîyên zemînê ku meriv û tariş ji wan dixun, bi tevê hev hêşîn dibin (wusa hêşînayê çê dibe) zemîn bi wan hêşnayîyan xemla xwe digire û zemîn tê xemilandinê (di wê gavê da îdî) kesên zemîn goman kirine, ku dikarin (xurinên xwe ji wan heşînayan) hildin. (Di wê gavê da) fermana me di şev û royan da (bi teşqeledana) wan hêşînayan hatîye, îdî me ewan hêşînayan bi rehê wan va durût, te digo qey zemîn (hêj berya naha da bi wan hêşînayan nehatibû) xemilandinê (qe tu tişt li ser zemîn nemaye). Em beratan ji bona komalê ramankar ra vedikin.
25Yezdan gazî bal xanîyî (û jîna ewletîyê) dike. Û evînê xwe tîne rêya rast.
26Ji bona wanê qencîyan dikin, qencîyên hêj çêtir û pirtir hene. Û bi rûyê wan, rûreşî û riswabûn nagire. Evanê bi van salixan têne salixandinê hevrîyên bihiştê ne. Ewanan di bihiştê da jî hey dimînin.
27Û ewanê ku keda sikatîyan kirine hene; celata sikatîyan, wekî wan (sikatîyên) û rûreşî û riswabûn li rûyê wan digire. Ji bona wan ra, ku ewan ji (şapata) Yezdan bide parisandinê tu parisvan tune ye. (Gava tu li wan mêze dikî tu di­bê) qey rûyê wan kerekî ji şeva reş e. Ewanê bi van salixan têne salixdanê hevrîyên agir in, Ewanan di agir da jî hey dimînin.
28Di roya ku em ewan hemûşkan (bi hev ra) dicivînin paşê em ji bona wanê hevrî çê kirine (aha) dibêjin: “Gelî hevrîçêkeran!) Hûn bi wan (pûtên) hevrîyên xwe va (herne) şûna xwe ye (ku babet e ji bona we ra)." Îdî me di nava wan û hevrîyên wan da (bi hemûtî bendê hevaltîyê) pizirandibû (ça di cîhanê da di nava wan da bend hebû, îdî ne maye) û hevrîyên wan ji bona wan ra (aha) gotine: "(Gelî hevrîyên me!) we ji bona me ra perestî ne di­kir (lê hûn li pey gomanên xwe diçûn)."
29Îdî a di naha da, Yezdan di nava me û we da bi şahidî besê me ye. Bi sond! Ji wê perestîya we ye, ku we ji bona me ra dikiribûne, qe tu gomana me tune ye.
30(Di wê royê da) hemû candar ki­rinê xwe diceribînin (kar û zîyana wan kirinê xwe dibînin) û ewanan li bal serkarê xweyê maf; ku Yezdanê têne zivirandinê, îdî ewan (peresteyên wanên, ku ewan ji bona wan ra) bi vir (perestî dikiribûne) ji wan wunda bûne.
31(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: " (Gelo hûn qe diponijin!) ka ji ezman û ji zemîn ji bona we ra rojîyan (rizq) kî dide? (gelo) bîhîstinê û dîtinê kî (dikare) bixe binê hêza xwe? Û (gelo) zindîyan ji hirîyan û mirîyan ji zindîyan, kî ye derdixe? Û (gelo ewê) ku tedarika hemûşk bûyeran dike, kî ye? Îdî ewanê (di bersiva te da aha) bêjin: "Ewê van bûyeran hemûşk dike) ewa Yezdan e." Îdî (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn qey îdî (xwe ji şapata Yezdan) naparisînin?”
32Ewê bi wan salixan tê salixdanê, ewa Xudayê me yê rast e. Îdî şixwa ji piştî rastîyê, ji pêştirê (rê) wundabûnê qe tu tişt tune ye. Îdî (gelo) hûn ça ji rastîyê têne zivirandinê?
33Bi vî awayî li ser wanê ku (bi hînçkarî) ji rêya rast derketine, peyva Xudayê te (bi peymanî) pêk hatîye, ku ewan bi rastî bawer nakin.
34Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn ji wan ra (perestî dikin) hene! Ku di cara yekem da tiştan biafirîne, paşê (ewan afirndokênxwe ji piştî mirinê) dîsa bikaribe biafirîne? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin). Muhemmed tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî hey Yezdan eku di cara yekem da tiştan diafirîn, paşê (ewan afirandokên xwe ji piştî mirinê) dîsa dikare biafirîne, îdî (gelo) hûn bi çi awayî li kuda (bi viran) dizivirînin?”
35(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “(Gelo) qe ji wan hevrîyên ku hûn (ji wan ra perestî dikin) hene! Ku beledîya li bal rêya rast da bike? (Ewan ji bersivdanê bêzar dibin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Hey Yezdan beledîya li bal rêya rast da dike. (Îdî qey hûn naponijin; gelo) ewê beledîya li bal rêya rast da dike: Ewa babet e ku (ji bona wî ra perestî bê kirinê) li pey wî çûyîn çî be, ya jî ewê ku qe ji pêştirê beledîya heyî tu beledî nake, ewa babet e (ku ji wî ra perestî bê kirinê) çûyîn li pey wî çêbe? Îdî (gelo) ji bona we ra çi bûye? Hûn ça û bi çi awayî berewanî dikin?
36Û pirên ji wan hey di binê peyrewê gomanan da nin. Bi rastî goman jî bi tu cureyî (merivan) ji mafê (heqê) nade parisandinê. Bi rastî Yezdan bi tişta, ku ewan dikin dizane.
37Û eva Qur’ana hey li bal Yez­dan (hatîye hinartinê). Qe tu maf tune ye; ku eva Qur’ana li bal wanê pêştirê Yezdan in, bi vir hatibe hînartinê. Lê ewa (Qur’ana) heye! Ewa hey rastdarya (wan pirtûkên di berya we da borîne) di­ke û ewê (pirtûkê bi biryarî) vedike. Qe tu dudilî tune ye, ku ewa (Qur’ana) hey ji Xudayê cîhan ê hatîye (hînartinê).
38(Muhemmed!) qey ewan (ji bo­na te ra dibêjin): “Eva Qur’ana hanê (Muhemmed) bi vir aloze kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî heke hûn di doza xwe da rast in; ji pêştirê Yezdan, hûn çi dikarin gazî wî bikin (arîkarya hev bikin) îdî hûn jî ferkerekî wekî wê (Qur’anê) bînin."
39Na, (gotina wan nîne) ewan ew tiştên ku hêj zanîna bi wan tiştan ji wan ra ne hatibû ewan bi xweber jî bi wan nizan bûne, dane derewdêrandinê (hêj ji bona wan ra zanîna bi Qur’anê ne hatibûye, ewan Qur’an dane derewdêrandinê) ewanê berya van da jî wekî van (pirtûkan ji wan ra hatibûye) dane derewdêrandinê. Îdî tu mêze bike ka ser encama cewrkaran ça bûye?
40Û ji wan hinek hene, ku (bi Qur’anê) bawer dikin, û hi­nek jî hene, bi we bawer nakin û Xudayê te bi xweber jî bi wanê tevdanok çêtir dizane.
41Heke ewan (filan Muhemmed! te) bidine derewdêrandinê (tu ji wan ra aha) bêje: "Kirinê min ji bona min ra ne û kirine we jî ji bona we ra ne, hûn ji kirine min, bê gur in û ez bi xweber jî ji ki­rinê we bê gur û goman in."
42(Muhemmed!) ji wan hinek hene, ku li bal te da gohdarî dikin, îdî heke ewan bi ponijî hişdarî nekin, qey tu bi keran dikari bidî bîhistinê?
43Û ji wan hinek hene (bi bawerî) li bal te da mêze dikin, îdî heke ewan nebînin, qey tu dikarî bi koran bidî dîtinê?
44Bi rastî Yezdan bi tu tiştî li merivan cewrê nake, lê meriv bi xweber li xwe cewrê dikin.
45Di roya ku (Yezdan) ewan dicivîne; tu dibê qey ewan kat hijmareki bi tenê di nava royê da mane wusa hev nas dikin (ya jî tu dibê qey danekî ji royê bal hev bûne wusa di nêzîk da hev nas dikin). Bi sond! Ewanê bawer nakin; ku we herne bal Yezdan (hêjmara kirinê xwe bidin) hene! Ewan zîyan kirine û ewanan nehatibûne rêya rast da jî.
46Û heke em hinekî (ji wê şapata) ku me ji wan ra peyman daye, bi te bidine diyar kirinê, ya jî (hêj şapat bi wan da ne hatibe) em canê te bistînin (çi diguhurîne)? Loma fetla wan hey bal me da ne. Paşê şixwa Yezdan ewan kirinên, ku ewan dikin, bi amedî dibîne.
47Ji bona her komekî ra pêxemberekî wî heye. Îdî gava pêxemberê wan hatîye bal wan (ewan bi gotina pêxemberê xwe ne kirine) di nîveka (wan û pêxemberê wan da bi dadvanî bûyer) pêk hatîye li wan bi xweber jî cewr nayê kirinê.
48Ewan ji te dipirsin (aha dibê­jin): “Heke hûn di doza xwe da rast in, ka danê (hatîye peymandanê ku wê şapatê di wî da ji bona me ra bê danê) kengê ye?"
49Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ez ji bona xwe ra jî ji pêştirê wî tişta, ku Yez­dan ji bona min ra va ye, qe nîkarim tu zîyan û karê bikim. Ji bona her komekî ra danê teşqele û (canstandina) wan heye. Gava ku ewa dana bê, îdî ewa da­na demekî pêş û paş nakebe."
50Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka bi min bidine diyarkirinê, heke şapata (Yez­dan) di şevê da (hûn raza bin) ya jî hûn di royê da (xebat bikin) bi we da were, hûnê ça bikin? Gelo ewan îdî (ku nikarin qe tu tiştî bikin, ka ji bona çi) leza hatina wî danî dikin?"
51Qey ji piştî, ku gava şapat hat hûnê paşê bi wî (Yezdan) ê bawer bikin? (Ji wan ra aha tê gotinê): “Hûn di naha da bawer dikin? We bi xweber jî (hêj di berê da) leza hatina wê (şapatê) dikir? (Ka ewa xwastina we çabû)?”
52Paşê ji bona wanê ku cewr kirine hene! (Aha) tê gotinê: "Hûn ewê şapata her heyî çeşne (tam) bikin. Hûn hey bi keda xwe têne celatkirinê."
53Ewan divên, ku ji te hîn bibin (aha ji te dipirsin): "Bi rastî ewan (peymanên, ku tu ji bona me ra dibêjî) rast in?" (Muhemmed! tu bersiva wan aha bide): "Bi Xudayê min, ewan rast in. Hûn nikarin (ewan) para da jî bidin (ya jî şapatdanê bêzar bikin, ku îdî şapatê nede)."
54Ewan kesên ku cewr kirine hene! heke (di wê royê da) hemû heyîyên di zemîn da heyî ji bona yekê wan rabe, wê ewan heyan hemûşkan di gerewa xwe da bide ku bi xweber fereste be. Ewan gava ku şapatê dibînin, poşmanîya xwe vedişêrin. Û di nava wan bi xweber da jî berewanî bi dadvanî hahatîye pêk anînê. Li wan jî qe cewr ne hatîye kirinê.
55(Hûn) hişyar bin! Bi rastî çiqa tişt di ezman û di zemîn da hene, hemûşk ji bona Yezdan ra ne. (Hûn) hişyar bin! Bi rastî peymana Yezdan rast e û bi rastî pirên wan pê nizanin.
56Ewa (Yezdan aye) jîn û mirinê dike û hûnê bi rastî 1i bal wî da bêne zivirandinê.
57Gelî kesan! Bi rastî ji Xudayê we ji bona we ra şîretek (Qur’anek) ê wusa hatîye: Ewa ji bona (nexweşîyên) di singan da mefa (şi­fa) ye û ji bona bawergeran ra dilovanî û rêberîyek e.
58(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Evan (jîn û mirin û xweşî û nexweşîyên me) bi rûmet û dilovîna Yezdan e.” Îdî bira ewan bi vê şa bin. Eva (qinyata) bi vî awayî, ji wan tiştên ku ewan dicivînin çêtir e.
59(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “M a qey hûn nabînin; Yezdan ji bona we ra çiqa rojî (rizq) hînartîye? Îdî we ewa rojîya, hinekî wî durist kirîye û hinekî wî jî ne durist kirîye: (ka we eva kirina ji ku anîbû)? (Mu­hemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey Yezdan ji bona we ra (eva) destûra (hanê) dabû? Ya jî hûn li ser (navê) Yezdan viran dikin?”
60Û gelo (hûn dizanin ka) gomana wanê, ku viran (li ser navê) Yezdan dikin, di roya rabûna he­mû da çî ye? Bi rastî Yezdan ji bona kesan ra xweyê rûmeteke mezin e û lê pirên (kesan jî) sipazîya wî nakin.
61Û (Muhemmed!) tu di çi temtêla da dibî bibe û tu (bi koma xwe va ji bona wê dabaşê) ji Qur’anê çi dixûnin bixûnin û hûn (ji bona xwe ra) çi dikin bikin di vê gava ku hûn noqê wan kirinan dibin, em we dibînin. Û di zemîn û ezmana da, ji çurûskan, piçûk û meztir qe tu tişt (ji zanîna) Xudayê te wunda nabe, evan hemûşk jî) di pirtûk (û nivîsarekê) vekirî da nin.
62(Hûn bizanin) û hişyar bin! Bi rastî li ser wanê ku Yezdan serkarê wan e, tu tirsa (şapatdan) û murûzaya (ji kêm xelat kirinê) tune ye.
63Ewanê (ku Yezdan serkarîya wan kirîye) hene! Ewanan (bi Yezdan) bawer kirine û (ewan xuda) parisî jî dikiribûne.
64Ji bona wanê (bi van salixan, ku têne neskirin) di jîna cîhan û di (jîna) parada jî mizgînî hene. Qe tu guhurandin ji bona peymana Yezdan ra tune ye. Serfirazîya mezin hey eva bi xweber e.
65Bira gotinê (wanê, ku bawer ne kirine) te nedine murûzkirinê. Bi rastî servahatin hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Ewa bihîstoke pir zana ye.
66Hûn (bi zanîn) hişyarbin! Bi rastî di ezman û di zemîn da çi hene (hemûşk) ji bona Yezdan ra nin. Ewanê ku (dest ji Yezdan ber didin) di binê peyrewê wan tiştên, ku ji pêştirê Yezdan in, hene! Ewanan bi rastî hey di binê peyrewê gomanan û ewan bi rastî hey sêwrne bi vir dikin.
67Ewê, ku ji bona we ra şev çê kirîye ji bona ku hûn di şevê da bihewin û ro jî bi rohnayî çê kirîye (ji bo ku hûn di royê da rojîyên (rizq) xwe pêk bînin) heye! Ewa Yezdan e. Ji bona komalê ku tiştan dibêhên, di van kirinan da berate hene.
68Ewan (filan aha) gotibûne: “Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Wusa nîne) Yezdan (ji wan gotinan) paqij e, şixwa Yez­dan ji hemû tiştan bê perwa ye; Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Li bal we (ji bona ku Yezdan ji xwe ra zar girtine) qe tu berate tune ye. Ka tişta, ku hûn pê nizanin, ça di mafê Yezdan da dibejin?
69(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ewanê, ku bi vir derewan li ser (navê Yezdan) dikin hene! Ewanan serfiraz nabin."
70(Ji bona wan ra) di cîhanê da jîneke hindik heye. Paşê wê ewanê li bal me da bizivirin, paşê bi sedema, ku ewan filetî dikiribûne, emê bi wan şapateke zor bidine çeşne (tam) kirinê.
71(Muhemmed! Tu ji wan kesan ra) serdaborya Nûh bixûne; di gavakî da (Nûh) ji bona komalê xwe (aha) gotibû: “Gelî komalê min! Heke şûn û şîretên minê, ku ez bi beratên Yezdan ji bona we ra dikim; li ser we giran û mezin tê, min bi xweber xwe hispartîye Yezdan, îdî ji bona ku para da (ewan biryarên hûnê ji bona min ra hildin) bira ji bona we ra nebe kovan. Hûn û bi wan hevrîyên xwe va gotina xwe bixne yek, paşê ew e biryara, ku we (bi hev ra hildaye) bi serê min da bînin û qe li bal min da mêze nekin (dilê xwe ji bona min neşewitînin).”
72(Ka îdî hûn ji bona çi rûyê xwe fetilî­nin?) Heke hûn rûyê xwe (ji şîretên min) difetilînin, min (ji bona şîretkirinê) ji we tu kirê ne xwastiye; kirya min hey li ser Yezdan e û ez bi xweber jî hatime fermanki­rinê, ku ez bibime ji Misilmanan.
73Bi vira jî dîsa ewan Nûh dane derewdêrandinê. Îdî me jî (Nûh) û ewan (hevalên wî ne) ku di kelekê da bi wî ra bûn fereste kirin û me ewan xistine şûnmaî (di zemîn da) hîştin û me ewanê, ku beratên me didane derew­dêrandinê fetisandin. Ka îdî tu mêze bike, ser encama wanê (ku hatibûne tirsandinê) ça bûye?
74Paşê me di pey (Nûh da) pir pêxember li bal komalê wan da şandine. Îdî ewan (pîxemberan) bi beratên xûyayî va hatine bal (komalê) xwe da, ji ber ku komalê wan hêj di berê da (ewan tiştên, ku ewan pêxemberan ji wan komalê xwe ra gotibûne) dabûne derewdêrandinê, îdî komalê wan bi wan (gotinê pêxemberên xwe) bawer ne dikiribûne. Bi vî awayî em li ser dilê wan komalê, ku ji hedê xwe borî bûne duruf dikin.
75Paşê me li pey (wan pêxemberan) da, Mûsa û Ha­rûn: bi beratên xwe va, li bal Fir’ewn û koma wî da şandîye. Îdî (ewê komalê) quretî kirine (bi Mûsa bawer ne kirine). Bi rastî ewan komalekî nûsîtemkar bûne.
76Îdî (gava) ji bal me da, ji wan ra (mafên rastî hatine, ewan aha) gotine: "Bi rastî eva ançeke (sihir) xûya ye."
77Mûsa (ji wan ra aha) gotîye:" Di gava ji bona we ra maf (heq) hetîye; hûn evê dibêjin? Ma qey eva anç e? Bi ras­tî ançkar serfiraz nabin."
78Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Qey tu hatîyî bal me da, ji bona ku em (ji wan rê û rêzikan) em rast hatin. Bav û bapîrê me li ser wan rêya bên, dest berdin û bira mezinayî di zemîn da ji bona we herdukan ra bimîne? Bi rastî em bi xweber bi we herdukan jî bawer nakin."
79Û Fir’ewn (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Hûn hemûşk ançkarê qanixê pir zan e, ji bona min ra bînin."
80Îdî gava ançkar hatine (bal Fir’ewn) Mûsa (ji bona wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn çi dikarin bavêjine (kêşê) bavêjin."
81Îdî gava, ku ewan (ançkaran, pêşeyên) xwe avêtine: Mûsa (ji bona wan ançkaran aha) gotîye: "Eva tişta, ku hûn ji bona wî hatine; we jî ewa anî (çê kir, ewa) bi rastî anç e. Bi rastî Yezdanê ewî pûç bike. Bi rastî Yezdan karê tevdanokan aştî nake."
82Û bi rastî Yezdanê mafê, bi peyvên xwe rast bike, çiqa nûsîtemkar pê xweş nebin jî.
83Ji tirsa Fir’evn û komalê wî, ku wê ji bona van ra aşîtan bidin; ji komalê Mûsa çend xunan pêştir tu kesî bi Mûsa bawer ne kirine. Bi rastî Fir’ewn di zemînê (wura da) mezinê bi hêz û (qure bûye). Û bi rastî (Fir’ewn) ji dest belabûya bûye.
84Û Mûsa (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Heke we bi rastî bi Yezdan bawer kirîye, îdî hûn xwe hispêrin wî û bikebine (ber bextê wî)."
85(Ewanê bawer kirine; bersiva Mûsa aha dane û) gotine: "Bi rastî me xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu me ji bona wî komalê cewrkar ra nexe ceribandin."
86Û tu bi dilovanîya xwe, me ji komalê file fereste bike.
87Û me jî li bal Mûsa û birayê wî da (aha) niqandîye: "Hûn herduk (di Misrê da) ji bona komalê xwe ra hinek xanîyan amade bikin; Hûn ewan xanîyan ji bona xwe ra bixne mêjgevt û hûn (bi vî awayî) nimêja xwe (di wan xanîyan da) bikin. Û Mûsa tu mizgînîya bawergeran (bi serfirazîya wan) bide.
88Û Mûsa (ji Xudayê xwe aha) dilxwezî xwestîye:" Xudayê me! Bi rastî te ji bona Fir’ewn û koma wî ra di jîna cîhanê da xişir û maldaryeke pir daye. Xudayê me! Qey evan (dayîne hanê, ku te daye wan) ji bona ku ewan ji rêya te derkebin û rêya te wunda bikin, te daye wan? Xudayê me! Tu malê wan raşihetîne û dêriz bike û tu dilê wan zor teng bike, îdî heya ewan şapata dilsoz nebînin, ewan bawer nakin."
89Yezdan (bersiva herdukan aha daye û) gotîye: “Bi rastî dil xwezîya we herdukan hatîye litê kirinê; îdî hûn herduk bi rastî xwe dadvan bikin û hûn herduk nebine, pewrewê rêya wanê (ku tiştan) nizanin."
90Û me zarê cihûyan ji deryayê borandin. Îdî Fir’ewn û bi leşkerê xwe va dane pey şopa wan ji bo ku (ewan zarê cihûyan) bi neyartî bi cewrî bigirin (wusa çûn) heya danê fetisandinê; di wî danî da (Fir’ewn aha) gotîye: “Bi rastî min bi wî Xudayê ku zarên cihûyan bi wî bawer kirine, bawer kirîye, ku ji pêştirê wî tu yezdanê babetê perestîyî tune ye ûp ewanê (xwe hispartine Yezdan hene!) ez bi xweber jî ji wan im.
91(Ji bona Fir’ewn ra aha tê gotinê): "A, di naha da (tu bawer dikî? Bi sond! te hêj di berê da (di hemberê Yezdan da) serî bilind kiribû û tu bibûyî ji wanê tevdanok."
92Ji bona ku tu ji bo wanê li pey xwe da bibî berate, emê îro xurî termê te yê bê can fereste bikin. Bi rastî pirên ji kesan ji beratên me ne (sodretî) bê goman in."
93Û bi sond! Me zarên cihûyan di warên qenc da bi cî ki­rin û me rojîyên (rizq) tîtal dane wan, îdî heya ji wan ra zanîna (bi tiştan) ne hatîye; Ewan di wan bûyerên (di nava wan da heyî) ne wekhevî ne dikirin. Îdî (gava ji bona wan ra zanîna bi tiştan ha­tîye, ewan jî wekî zanîna xwe ye bi wan tiştan ne wekhev bûne). Bi rastî Xudayê te yê we di roya rabûna hemûtî da, di nava wan da di wê tişta ku ewan têda ne wekhev bûne, berewanî bike.
94Heke (Muhemmed! Tu di wan serdaborîyên pêxemberên) ku me (serda borya wan) li bal te da hinartîye du dil dibî, îdî tu (serdaborya wan) ji wanê, ku hêj di berya te da pirtûk xundine bipirse (şixwa rastîya eva, ku me ji bona te ra hinartîye xûya dibe). Bi sond! Ji Xudayê te maf bi rastî li bal te da hatîye. Îdî (hişyar be) nebe ji wan du dilê hînçkar.
95Û tu nebe ji wanê, ku beratên Yezdan dane derewdêrandinê. (Heke tu jî wekî wan bikî) tuyê bibî ji wanê zîyan kar.
96Bi rastî ewanê, ku peymana Xudayê te (ji bona celatdana wan) maf bûye hene! ewanan îdî bawer nakin.
97Û heke hemûşk beratên (sodretî) ji wan ra hati­be jî, heya ewan şapata dilsoz nebînin (ewan bawer nakin).
98Îdî ji pêştirê komalê Yûnus, qe tu gundî û welatî; yên ji piştî hatina şapatan bawer kiribin, bawerîya wan kêrê wan hatibe, tune ne. Gava (komalê Yûnus ji piştî hatina şapatan) bawer kirine, îdî me jî li ser wan şapata riswabûnê di jîna cîhanê da rakir û me ewan di cîhanê da heya hinek gavan bi xweşî dane jînandinê.
99(Muhemmed!) Heke Xudayê te biva, wê hemûşk kesên di zemîn da heyî bawer kiribûnan, Îja qey tuyê li kesan zor bikî ji bo, ku ewan bawer bikin?
100Ji pêştirê wan kesên, ku Yezdan destûra bawerkirina wan daye, qe tu kes nikare ji ber xwe va bawer bike û (Yezdan) li wan kesên, ku hişê xwe naxebitînin riswabûn û şapatan dike.
101(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn (gelî filan!) li ezman û zemîn mêze bikin, di wan da çi heye?" (Lê çawa be!) berate û tirsdan ji bona wî komalê bawer nakin, qe bi tu awayî kêr nayê.
102Ewan qey hêvîya wan royên, ku di berya wan da (ewan komalên bawer ne kirine, di wan royan da hatibûne şapatkirinê) dikin, qey wusa ne? (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Îdî hûn (gelî filan!) hêvîya wan (royan) bikin, ez bi xweber jî bi we ra hêvîdarya wan (royan) dikim."
103Paşê (gava ji wan bê baweran ra şapat hatîye) me pêxemberê xwe û ewan merivên bawer kirine (ji wan şapatan) fereste kir. Bi vî awayî maf e li ser me, ku em ba­wergeran fereste bikin.
104(Muhemmed! tu aha) bêje: "Gelî kesan! Heke hûn di ola (dîn) min da du dil dibin: hûn bizanin! Îdî bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin, ez ji wan ra perestî nakim û lê hûn (bizanin!) ez hey perestîya wî Yezdanê, ku bi canstandin we dimrîne, dikim. Û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibme ji bawergeran."
105Û (ez hatime fermankirinê) ku ez berê xwe bidime ola rast e bi tenê û ez nebime ji wanê hevrîçêker."
106Û (ez bi vî awayî jî hatime fermankirin, Mu­hemmed! tu) ji pêştirê wî Yezdanê (ku babet e ji bona perestîyê ra) perestîya wan tiştên ku qe tu kar û zîyana te nakin, neke. Îdî (ji pêştirê van şîretan) heke tu (perestîya wan dîsa bikî) îdî (bizane!) tu di vê gavê da dibî ji wanê cewrkar.
107Û heke Yezdan ji bona te ra kulekî bide, îdî ji pêştirê wî tu kes nikare ewê kulê rake. Û heke Yezdan ji bona te ra qencîyekî bike, îdî tu kes nikare ewê rûmata wî bifetilîne. Ewa ji bendeyên xwe, ji kîjana ra bivê, ewê qencîyê ji rûmeta xwe ji bona wî ra dide. Bi rastî ewa bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
108(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî mafî ji Xudayê we ji bona we ra hatîye, îdî kîjan were rêya rast, ewa ji bona xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan jî ji rêya rast derkebe, îdî wundabûna ji rêya rast hey ji bona wî ra ne û ez bi xweber jî li ser we serkar nînin.”
109Û (Muhemmed!) tu hey bibe peyrewê wan biryarên) ku li bal te da hatine hinartinê û tu hew bike, ka heya Yezdan (di nava we da) berewanî bike. Ewa bi rastî qencê berewanan e.
Chapter 11 (Sura 11)
1E.L.R. (Hey Yezdan bi ar­şa van tîpan dizane). Eva pirtûka hanê (pirtûkeke wusa ne) ku ji bal Yezdanê bijejkeyî agahdar da, beratên wê hatine hêz kirin, paşê hatîne vekirinê.
2Ji bo ku hûn hey perestîya Yezdan bi tenê bikin. Bi rastî ez ji bal wî da ji bona we ra bi tirsdanok û mixgînvan (hatime şandinê).
3Û (ji bo ku hûn) baxişana xwe ji Xudayê xwe bixwezin. Û paşê, ku hûn ji kirinê xwe poşman bibin li bal Xudayê xwe da, bizivirin; ku Xuda jî heya wî danê navdaî we bi qencê jînan, bide jînandinê û ewa ji bona hemûşk rûmetdaran ji rûmeta xwe, wan rûmetdar bike. Û heke hûn (ji van şîret û gotinan) rû bifetilînin, îdî (hûn bizanin!) bi rastî ez ji wê şapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim.
4Hey şûna hewa we ye (ku hûnê li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. Û ewa bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
5Hûn hişyar bin! Bi rastî ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an û ji gotinê (Muhemmed) xwe veşerin; singe xwe duta dikirin (ji rastîyî vedişartin). Hişyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razanê) xwe di nava kincên xwe da dipêçin û vedişerin jî, Yezdan dîsa bi wan tiştên, ku ewan vedişerin û vedikin û diyar dikin, dizane. Bi rastî Yezdan bi tişta di singa da veşartî dizane.
6Û çiqa rewar di zemîn da hene! rozîya wan hemûşkan hey Yezdan dide û ewa bi şûna wan rewaran, di gava (dibine beden) di şûna xwe da diêwirin û ji şûna xwe derdikebin (bê beden dimînin) diçin, dizane. (Ya jî bi şûna wanê cîhanî û bi şûna wan e, ku hêj di tovê xwe da nin dizane). Evan bûyeran hemûşk jî di nivîsareke (hijmarî) û daveger da nin.
7Ewê, ku ezman û zemîn di şeş (êwirêndanî da) afirandîye heye! Ewa Yezdan e (gava Yezdan, evan diafirandin) hêj hêza wî yê arşî (mana) li ser avê bû (Yezdan eva gerdûna bi vî awayî afiran­dîye) ji bo ku, we biceribîne; ka kîjanê ji we kiryarên qenc dike. (Ji piştî van beratan jî) heke tu (ji wan ra aha) bêjî: "Bi sond! Hûnê ji piştî mirinê (rabin ji bona xelat û celatdanê) bi civandin bêne şandinê". Wê ewanê fiLê (aha ji bona te ra) bêjin: "Evan (gotin û şîretan ji pêştirê ançeke huzwartî, qe tu tişt nînin.”
8Û heke em şapatê heya danekî hijmarî ji wan bidine para da (ewan bûne fiLê hene! Wê aha) bêjin: "Ka, ewa şapata (ji me ra dihat) çi hatina wê daye para da?" Hûn hişyar bin! Di roya, ku şapat ji wan ra were, ewan nikarin ewê şapatê ji xwe bidine para da. Ewa şapata ku ewan bi hatina wê tinaz dikirin (haya wan qe tune ye) ewan hildane nava xwe da jî.
9Û heke em ji bal xwe da bi meriva dilovanîyekî ji xwe bidine tam kirin (ewa bi wê şa dibin) paşê heke em ewe dilovanîyê ji wî rakin derxin, ewa (meriva ji dilovanîya me) bi murûzî bê hêvî dibe. Bi rastî (ewa qencîyên me yên berê, ku me bi wî kirine) bîrva dike.
10Û heke em ji piştî wan kul û derdên bi meriva girtine; qenc û xweşîyek bidine tamkirinê, ewa (aha) dibêje: "Bi rastî îdî sikatî nexweşî ji min çûye.” (Ewan tengaîyên hêj berê da bi wî da hatine, bîr­va dike). Bi rastî ewa (meriv) dilşa û qure ye.
11Ji pêştirê wan merivên, (li ser wan herduk temtêlan da jî) hew kirine û karê aştî kirine. Ji bona van merivên (bi van salixên qenc hatine salixkirinê) baxişandin û kiryeke mezin heye.
12Ji ber, ku ewan (aha) dibêjin: "Gotî li ser wî da (pêxember), xezîne bihatina hînartinê, ya jî bi wî ra firişte hatibûnan (ku me bi wî bawer bikira)? Îdî ji bona van gotinan wusa singê te teng di­be, nezîk dibe, ku tu hinekî ji wan biryarên li bal te da hatine hinartinê ji (merivan ra nebêjî) dest ji wan berdî. (Muhemmed! Hişyar be) tu hey hişyarvan û gotîkarî. Yezdan li ser hemûşk tiştan serkar e.
13Qey ewan (aha) dibêjin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kirîye (ku tu jî ji wan bihêrs dibî?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ji pêştirê Yezdan hêza we digihêje çi, hûn gazî wan jî bikin, hûn jî deh ferkerên wekî (we Qur’anê) aloze bikin, bînin."
14Îdî (gelî filan!) heke ewan tiştên, ku hûn (bi wan bawer in) bi pisyarî (arîkarya we nekirin) hûn bizanin. ku bi rastî (ewa Qur’ana) bi zanîna Yezdan hatîye hînartinê û ji pêştirê wî jî (tu tiştî babetê perestîyê) tune ye. Îdî gelo hûnê teslîm bibin?
15Kesê jîn û xemla cîhanê bivê, emê ji bona wan ra (di cîhanê da bê kemasî) kirya wan bidine wan, ewan di cîhanê da jî qe tu kêmasî nabînin.
16Evanê ku bi van salixan hatine salixkirinê hene! Ji bona wan ra di para da hey agir heye. Ewan pêşeyên wan e, ku ewan kirine, di para da hemûşk şewitîne û ewan kirinê wan hemûşk pûç bûne.
17(Qe evanê, ku bi van sali­xan hatine salixdanê) wekî wanê, ku ji Xudayê wan ji wan ra rêya diyarî hatibe û ji Xudayê wan (beratên ji Qur’anê) bi şahidî (ji bona rêya rast) ji wan ra bê xundinê û hêj di berya (Qur’anê da jî) pirtûka Mûsa (Tewrat) ku pêşrevan û dilovîn bûye (eva rêya rast daye hêzkirine) wekî hev dibin? Evanê bi van (salixên) rast hatine salixkirinê he­ne! Ewan bi Qur’anê bawer dikin. Û kîjan part bi Qur’anê bibe fiLê, bi rastî şûna wî agir e, îdî bira ji bona te ra di mafê Qur’anê da qe tu dudilî çê nebe. Bi rastî ewa Qur’ana ji Xudayê te bi mafî (hatîye). Lê pirên ji kesan (bi Qur’anê) bawer nakin.
18Gelo ji wanê, ku bi vir derewan li ser (navê) Yez­dan dikin, cewrkartir hene? Evanan di hemberê Xudayê xwe da têne raberkirinê; şahid ji bona wan ra (aha) dibêjin: "Ewanê, ku li ser navê Xudayê xwe vir dikirin ev in". Hûn hişyar bin! Bi rastî deherandina Yezdan li ser cewrkaran e.
19Ewan (cewrkaran) wusa nin, rêya Yez­dan (li ber kesan) dibirin û divên, ku ewê xar bikin. Şixwa ewan bi xweber jî (bi jîna) danê para da bawer nakin.
20Evanê bi van (salixan hene!) ewanan (gava Yezdan ji bona wan ra di vê cîhanê da şapatê bide) nikarin ewî bêzar bikin, ku ewa ji bona wan ra di zemîn da şapatê nede. Ji bona wan ra şapat tê car carkirinê. Ewan nikaribûne, ku rastîyê bibêhên û nikaribûne, ku rastîyê bibînin jî.
21Evanan in, ku ji bona xwe ra zîyan kirine. Û ewan tiştên, ku ewan goman dikirin wê ji bona wan ra (di para da mehderya wan bikin) bi xweber wunda bûne.
22Qe tiştek nabe! Bi rastî di parada jî ewan bi xweber pir zîyan kirine.
23Bi rastî ewanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine û bi dilgermî li bal Xudayê xwe da bi perestî fetilîne, ewanan. hevrîyên bihiştê ne, ewan di bihiştê da heymanok in.
24Heçwekîya van her du destan; wekî (van her du destên hanênan in): Yek ji wan kor û ker be (desta mayî jî) bibîne û bibêhê, qe temtêla her du destan bi heçwekî wekî hev dibin? Îdî gelo qe hûn (ji bona temtêla van her du destan) naponijin?
25Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da şandîye (ji bo ku ewa ji bona wî komalê xwe ra aha bêje): "Bi rastî (gelê) min! Ez ji bona we ra bi pêxemberî li bal we da hatime, ku bi diyarî tirsa (ji şapatan bidim ji bo ku hûn gonehan nekin).
26Hûn hey ji bona Yezdanê bi tenê ra perestî bikin. Bi rastî ez ditirsim (heke hûn bawer nekin) şapata ro ya dilsoz bi we da were.
27Îdî (ji piştî van şîretên Nûh) ewê desta fileyên pêşrewanê ji komalê wî (aha) gotine: "Em te dibînin, ku tu jî kesekî wekî me yî. Û ewan di cara yekem da, bûne peyrewê te hene! Em dibînin, ku ewan riswayên me ne û em ji bona we ra tu rûmetekî jî li ser xwe nabînin, hêj (ji van jî pirtir) em goman dikin, ku hûn derewan dikin (ka emê ça bi te bawer bikin?)."
28(Nûh di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka ji min ra bêjin) heke ji Xudayê min rêyên xûyayî û biryarên rast li bal min da hatibin û Xudayê min li bal xwe da bi dilovanî (pêxemberî) dabe min, ewan (biryar û dilovanî) ji we hatibin veşartinê (hûn jî bi wan bawer nekin) hene! Qey gava hûn bi wan (bawer nekin) emê bi zor bi we bidine bawer kirinê?"
29Gelê min! Ez ji bona (vê pêxemberîya xwe jî) qe tu malekî ji we naxwezim, kirya min hey li ser Yezdan e (ji bona ku hûn ewan navên) ez nikarim ewanê ku bawer kiribin, bixme der. Bi rastî ewanê bigehêjne Xudayê xwe (ewanê fereste bin. ezê ça ewan derxime derva?) Û Lê bi rastî ez dibînim, ku hûn komalekî (wusa nin) xwe davêjine nezanîyê.
30Û gelê min! Îdî qe hûn naponijin heke ez ewan (bawergeran li bal xwe) derxime derva (gava şapata Yez­dan ji bona tûla wan bi min da were) gelo kî dikare arîkarîya min bike (ewê şapatê ji min bide para da)?
31(Gelê min!) Ez ji bona we ra nabêjim: "Xezînê Yez­dan li bal min hene (werin, ezê ji bona we ra bidim). Bi rastî ez ji tiştên ne ber çavî jî nizanim." Û ez nabêjim: "Ku bi rastî ez firişteme;" Û ez ji bona wanê, ku hûn ewan piçûk dibînin, aha jî nabêjim: "Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu qencî nade." Yezdan bi tişta di dilê wan da çêtir dizane. Bi rastî gava, ku ez evanê (borî bêjim) di wê gavê da ez dibime ji wanê cewrkar."
32Ewan (komalê pêşrewan ji bo­na wî ra aha) gotine: "Nûh bi sond! Te bi me ra tekoşîn kir û tu di tekoşîna bi me ra jî pir pêş va çûyî. Heke tu di doza xwe da rastî, ka îdî ewan şapatên, ku tu me bi wan ditirsînî, ji bona me ra bîne."
33(Nûh aha) gotîye: "Bi rastî he­ke Yezdan bivê wê ewê hey ewê şapatê ji bona we ra bîne û hûn bi xweber jî nikarin ewî şapatdanê bidine bêzarkirinê, ku şapatê nede we."
34Heke Yezdan teşqelêdana we bivê, qe şîretên min ji bona we ra bi kêr nayê. Ewa Xudayê we ye, hûnê hey li bal wî da bizivirin.
35Qey ewan (ji bona te ra Muhemmed! aha) dibêjin: "Eva, (serdaborya Nûh, Muhemmed) li bal xwe da bi vir aloze kirîye ji bona me ra bivan, şîretan dike." Tu ji bona wan ra (aha) bêje: "He­ke min ewan ji ber xwe da aloze kirine, îdî sikatîya min li ser min e û ez bi xweber jî ji wan sikatîyên, ku hûn dikin, bê gûr û bê goman im."
36Û li bal Nûh da hatîye niqandinê: "Bi rastî ji temtêla wan (hatîye zanînê) ku ji pêştirê wanê bawer kirine, îdî ji komalê te qe tu kes bawer nakin, îdî ji bona wan tiştên, ku ewan dikin qe tu kovanê nekişîne."
37Û (Nûh!) tu kelekê bi (dîdevanî û bi niqandina me çê bi­ke û tu ji bona wanê ku cewr kirine, ji min lava neke (ji bo ku ez ewan cewrkaran ji teşqelê fereste bikin). Bi rastî ewanê avê da bifetisin.
38Û (Nûh) kelek çê dikir, çiqa peşrewanekî ji komalê wî li bal wî da di borya ewî komalî bi Nûh, ji bona kelekê tinaz kiribûne. (Nûh ji bona wan ra aha) gotîbûye: "Heke hûn bi me (ji bona vê kelekê) tinazan dikin, îdî emê jî (di gava hatina şapatê da) ça hûn (bi me) tinazan dikin, wusa bi we tinazan bikin."
39Îdî hûnê di nêzîk da bizanin; ka şapata riswabûnê ji bona kê ra tê û ka şapata her heyî li ser kîjana da dikebe.
40Di gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û tendûre jî (stîla kelekê kelandîye, ya jî di jora çîyan da lehîya avê ser wan da herikîye) av herikandîye; me ji bona (Nûh ra aha) gotîye: "Nûh! Tu ji her zoyekî (ji nêr û mêyan) duduyan û bi malîyên xwe va jî, ji pêştirê wan malîyên têne, ku peymana me bi teşqeledana wan borîye,û ewanê bawer kirine jî hilde kelekê." Şixwa bi Nûh hindikan bawer kiribûne.
41Nûh (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "(Koma min!) hûn di hemû kişandin û şandina kelekê da bi nevê Yezdan li kelekê sîyar bin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovî ne (qe ne tirsin!)"
42Kelek bi wan va di nava wan pêlê avê ne, ku wekî çîyan dihatin; dikişîya diçû. Nûh (ji bona wî kûrê xwe yê) ku dest jê hatibû berdanê (di nava komal da mabûye, aha) gazî kirîye: "Kurê min! Tu jî bi me ra li kelekê sîyar be û tu bi fi­lan ra nemînî."
43Kurê wî (di bersiva wî da aha) gotîye: "Di nêzik da ezê xwe bavêjime çîyakî, ewa çîyayê wê min ji avê biparisîne." (Nûh jî ji bona wî ra aha) gotîye: “Di îro da ji pêştirê wanê, ku Yezdan li wan dilovanî kirîye, qe tu kes ji şapata Yezdan nayê parisandinê." (Bi vî awayî îdî) Pêlê avê kete nava wan da (kuruk jî) bûye ji wanê di avê da fetisî.
44Û ji bona zemîn û ezmanan ra (aha hatîye) gotinê: "Zemîn! Tu ava xwe biqurçîne û ezman! Tu jî ava xwe rake." Îdî av mirçîqî û fermana (Yezdan jî hate şûna xwe û kelek jî gihîjte li ser (çîya) ê Cûdî maye. (Paşê aha hatîye) gotinê: "Dûr (dilovanîya Yezdan) ji bona wî komalê cewrkar e!"
45Nûh (aha bi lavayî) gazî Xudayê xwe kirîye û gotîye: "Xu­dayê min! Bi rastî peymana te ye, ku te (bi ferestîya malîyên min dabû) bi mafî rast e (ka ça dibe?) kurê min jî ji malîyên min bû. Û tu bi xweber jî (bi dadvanî) berewantirê berewanan î."
46Yezdan (ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rasî ewa (kurika) ji malîyên te nîne, bi rastî (xûyê wî) ji karê aştî nebû. Îdî tişta, ku zanîna te pê tune be, tu ji min nepirse. Bi rastî ez şîreta li te dikim ji bona, ku tu nebî ji nezana."
47Nûh (bi lavayî aha) gotîye: "Xudayê min! Ji bona wan tiştên, ku ez pê nizanim ji te jî dipirsim, xwe davêjime ber bextê te. Naxwe, heke tu ji bona min ra baxişandin û dilovînîyê nekî, bi rastî ezê bibime ji wanê zîyan kirine."
48(Ji piştî van gotin û lava kirina, ji bona Nûh ra aha hatîye) gotinê: "Nûh! Parisvanî û pîrozaya me li ser te û li ser wan komên bi te ra ye. Tu îdî berjêr be (ji kelekê derkebe). Û hinek kom hene! (ewan komên wusa nin); emê ewan heya (hinek dana) bi jîneke xweşî bidine jînandinê, Lê paşê wê ewanê şapateke dilsoz ji me bigirin.”
49(Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan, ji wan bûyerên ne xûya ne, em ewan li bal te da diniqînin. Di berya naha da, ne te û ne jî komalê te bi wan bûyeran, nizanbûn. Îdî (Muhemmed! Tu li ser wan gotegotê wan) hew bike. Bi rastî (servahatina) para da, hey ji bona xudaparizan e.
50Û me li bal komalê Ad da birayê wan ê Hûd (bi pêxemberî) şandîye. (Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! hûn ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêştirê wî tu xuda tune ye. Hûn (evan pûtan ji bona wî ra dixine hevrî, hûn bi van kirinê xwe) hey viran dikin."
51Gelê min! Ez ji bona van (şîretên xwe) qe tu kirê ji we naxwezim. Bi rastî ewê ku ez afirandime heye! Kirya min hey li ser wî ye. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
52Û gelê min! Hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe (ji gonehan) bixwezin û paşê hûn li bal Yezdan da bifetilin, ji bo ku ewa ji ezmanan li ser we da baranê bibarîne û ji bona, ku ewa bi hêzî, hêza we pir bike (çandinîyê we pîroz bike) û hûn bi nûsîtemî para da (ji bawerîya xwe) nefetilin.
53Ewî (komalê Hûd, ji bona Hûd ra aha) gotine: "Hûd! Te ji bona me ra tu beratên xûyayî ne anîye (heya ku em jî bi te bawer bikin). Em ji bona gotinê te dest ji xudayên xwe bernadin û em bi te jî bawer nakin."
54Em hey (ji bona te ra aha) dihêjin: "Ji ber ku te (dijmînîya hinek xudayên me kirîye) ewan xudayên me xenîme te bûne (tu tepa xistine, îdî tu evan tiştan ji ber xwe dibêjî." Hûd di bersiva wan da aha) gotîye: "Bi rastî ez Yezdan dixime şahidê xwe û hûn jî şahid bin, ku bi rastî ez ji wan tiştên ku hûn ji bona Yezdan ra dixine hevrî bê goman im."
55“Ji pêştirê Yezdan, îdî hûn hemûşk jî ji bona min ra defikan bi xaxî daynin, paşê qe li min mêze nekin.”
56"Bi rastî min xwe hispartîye Yezdan, ewa Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Çiqa rewar hene! Yezdan bi tûncika wan hemûşkan girtîye (Ewan wekî gotina xwe digihîne). Bi rastî Xudayê min li ser rêya rast e (dadvan e)."
57Heke hûn (ji bawerîyê) para da herin, îdî hûn (bi zanin)! Ku bi rastî min ji bona we ra ewan (biryarên ku Yezdan) ez bi wan (biryaran) li bal we da (bi pêxemberî) şandime, bi gîhandî gotîye. Û Xudayê min dikare (we teşqele bike) di şûna we da jî komalekî mayî bixe şûnmayê. Û qe hûn nikarin bi tu tiştî ziyana wî bikin jî. Bi rastî Xudayê min li ser hemû tiştan parisvan e.
58Û di gava fermana me (bi teş­qeledana wan) hatîye; me Hûd û ewanê bi Hûd bawer kirine, bi dilovanîya xwe fereste kirîye. Bi rastî me ewan ji şapateke stûr fereste kirîye.
59Û evanê (bi van salixan hatine salixkirinê) hene! Ewan komalê bi nav Ad in. Ewan bi beratên Xudayê xwe bi hînçkarî bawer ne kirine û ewan bûne peyrewê fermanên hemûşk serokên zorên hînçkar.
60Di vê cîhanê da û di roya rabûna hemû da jî, deherandina (Yezdan) bûye peyrewê wan. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî (komalê) Ad filetîya Xudayê xwe kirine. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî dûr (dilovanî­ya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Ad ra ne,ewan jî ji komalê Hûd in.
61Û (me li bal komalê bi nav) Semûd ra, birayê wan ê Salih! (bi pêxemberî şandiye; Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî (Yezdanê, ku babetê ji bona perestîyê) qe tu perestvan tune ye. Ewî hûn ji zemîn afirandine û hûn di zemîn da dane jînandinê. Îdî hûn baxişandina xwe hey ji wî bixwazin û hûnê li bal wî da para da bizivirin. Bi rastî Xudayê min nêzîk e: bersiva (daxwazan) dide.
62(Ewî komalî ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Bi rastî di berya naha da tu di nava me da (merivekî pêşrewan bû î); Ji te hêvî dihatine kirinê. Tu ça me ji perestîya wan (tiştên) ku bav û kalên me ji wan ra perestî dikirin, didî para da? Bi rastî em bi xweber jî bi dudilî ji perestîya wî tişta ku tu me li bal (perestîya wî da) gazî dikî di şikê da nin.
63(Salih ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! (ka hûn çi dibêjin!) Heke bi rastî ez bi beratên ji Xudayê xwe (li bal we da bi pêxemberî hatibime şandinê) û Xudayê min bi dilovanîya ji xwe (pêxemberî) ji min ra dabe (bi vî ra jî ez rabim) bê gotina wî bikim, îdî gelo kî dikare (heke ewa ji min ra şapatê bide) ewê sapata wî ji min bide para da? Îdî (gelê min! “Hûn bi van gotinê xwe) hey ji min ra kovanan pir dikin."
64"Û gelê min! Eva deva Yezdan ê han e heye! Ewa ji bona we ra beratek e. Îdî hûn dest ji wê berdin. Ji bo ku ewa (deva) di zemînê Yezdan da (bi azadî) biçêre. Ji bo ku bi we da şapateke nêzîk neyê, hûn bi sikatî dest nedine (wê devê)."
65(Ji piştî van şîretan, ewan dîsa) ewa (deva) bi jêkirin, wergerandin. Îdî (Salih ji wan ra aha) go­tîye: "Hûn di xanîyên xwe da heya sê royan jî bi şahî bijîn (hûnê paşê dêriz bibin). Eva (dêrizbûna we) peymaneke wusa (rast e) qe nayê derewdêrandinê."
66Îdî gava fermana me (bi şapatdana) wan hatîye; me Salih û ewanê, ku bi wî bawer kiribûne (ji şapat) û ji riswabûna di wê royê da bi dilovanîke ji xwe fereste kiriye, Bi rastî Xudayê te zexmê servahatî ye.
67Ewanê cewrkar hene! (gava) Dengê (şapatê bi tirsdayî) bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyên xwe da li ser çokan (bê can) mane.
68(Şûna wan wusa dêriz bibû) Te digo qey di şûna wan da avayî tune bûne. Hûn hişyar bin! Bi rastî komalê (bi nav) Semûd, filetîya Xu­da yê xwe kirine.Hûn hişyar bin! Dûrî (ji dilovanîya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Semûd ra ne.
69Û bi sond! (firişteyên meyên) saî ji bona mizgînîyê hatine bal Îbrahîm. (Ewan firiştan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Selam." (Îbrahîm jî di bersiva wan da aha) gotîye: “Selam.” (Jîn) îdî îbrahîm qe ne hewya heya ji bona wan (firiştên saî ra) golikeke qelew e, qelandî anî.
70Gava Îbrahîm dît; ku ewan (saîyan ji bona xwarinê) destê xwe direjî li bal (wê golika qelandî) nakin, îdî (Îbrahim) ji wan (saîyan) vecinîqî, ji tirsa ji wan (saîyan) silikî. Ewan (saîyan, gava temtêla Îbrahîm dîtine; ji bona wî ra aha) gotine: "Îbra­him! Tu ji me netirse; bi rastî em li bal komalê Lût da hatine şandinê."
71Jina (Îbrahîm) li pîya (di xebata wan da, gava evan mijûlyan bihîst) bi wan kenîya, îdî me jî (di cara yekem da ewa jinika) bi lshaq û di pey lshaq da jî bi Yaqûb daye mizgîndanê.
72(Jinika Îbrahîm aha) gotîye: "Xwelî li minbe! Ez jineke pîr im, eva mêrê, min e: kalek e. Ezê ça zaran bînim? Bi rastî eva tiştekî sodret e!"
73Ewan (firiştên saî ji bona wê jinikê ra aha) gotine: "Malîyên (Îbrahîm!) dilovanî û pîrozaya Yezdan li ser we ye, bi vî ra jî hêj hûn ji fermana Yezdan sodret dimînin? Bi rastî ewa pesinvanê comerd e."
74Îdî gava ji (Îbrahîm tirs çûye û mizgînîya (za­ran ji Îbrahîm ra) hatîye (ji bona, ku şapatê li ser komalê Lût rake, bi saîyên) me ra tekoşîn kirîye.
75Bi rastî Îbrahîm yekî xûy nermê, pir lavakarê xwe hisparê (Yezdan e).
76(Saîyan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Îbra­hîm! Tu dest ji vê tekoşînê berde. Bi sond! Fermana Xudayê te (bi şapatdana) wan hatîye û bi rastî ewa şapata, ku para dayîna wê qe çê nabe, wê ji wan ra were.
77Û di gava (firiştên) meyên saî hatine bal Lût, Lût (bi hatina wan) bi kovanî mat maye û (tirsîya ye) ku komalê wî (ewan saîyan jî) bihetikînin. (Lût bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Eva royeke dijwar e."
78(Û di gava komalê Lût, hatina wan firiştên saî bihîstine) bi lêz hatine bal (Lût) hêj di berê da ewan (komalê Lût) tiştên sikatî dikiribûne. (Lût ji bona wan ra aha) got: "Gelê min! Îdî hûn ji Yezdan bitirsin, ji bona hetka mêvanê min, min li bal wan riswa nekin (rûmeta min bigirin) evan keçên minê hanênan (bi jinanî) ji bona we ra (ji van mevanan) paqijtirin. Di nava we da qe mêrekî xwezane tune ye?
79(Komalê Lût di bersiva wî da aha) gotine: "Bi sond! Tu dizan, ku ji bona me ra di keçên te da tu mafê (hewasî) tune ye. Û bi sond! Tu dizanî ka em çi dixwazin jî.”
80(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Xwezîka ji bona min ra hêzeke (parisvan) hebûya! Ya jî (komalekî di dizeke zor parisvan ji bona min ra) hebûya (weyê bidîta!).”
81(Ewan firiştên saî aha) gotine: "Lût! (qe tu netirse) Bi rastî em saîyên Xudayê te ne, bi sond! (deste wan) Nagihêje te, îdî tu bi malîyên xwe va di danekî şevê da (ji gundê xwe) derkebin ji pêştirê jina te. Bira tu kes para da nemîne (li para xwe mêze nekin). Bi rastî şapata bi wan da hatî, wê (bi jina te da jî) were. Danê (hatina şapatê) sibeh e; qey sibeh nêzîk nîne?
82Îdî gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, me ewan bi serobinî (zêr û zeber) kirin û me li ser wan da kevirên ji herya bi hev zeliqî barand (ya jî me li ser wan da rewarên ji herya kevirên bi hev girtî barandîye, ewan hemûşk bi wan rewaran nexweş ketin mirin.)
83(Evan herîyên bivan salixan) li bal Xudayê te berate ne (binav in). Ewa (şapata bivi awayî) dûrê cewrkaran nîne.
84Û me (li bal welatên) Medyenê da birayê wan ê (bi nav) Şu’eyb (bi pêxemberi şandîye. Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdan ra perestî bikin; ji bona we ra ji pêştirê wî qe tu perestvan tune ye. Û hûn pîvan û kêşan kêm nekin, bi rastî ez we berxudar û dewlemend dibînim. Bi rastî (heke hûn dest ji van xaxan bernedin) ez ditirsim, ku bi ser we da şapata wê roya, ku şapata wê hemûtî ye, were."
85“Û gelê min! Hûn bi dadvanî: pîvan û kêşanê (xwe) pêk bînin, hûn zîyana merivan, di tiştê wan da nekin û hûn ji bona têkilkirinê di zemîn da tevdanî nekin.”
86“Heke hûn bi rastî bawer dikin, ewan hîştine Yezdan (ji ka­ra; ku ji kirîn û firotinê dimîne) ji bona we ra çêtir e. Bi rastî es bi xweber jî bi parisvanî li ser we çavnêr nînim.”
87(Komalê Şu’eyb bi bersivî aha) gotine: "Şu’eyb! Qey nimêja te ye fermana te dike, ku em dest ji perestîya wan tiştên bav û kalê me ji wan ra perestî dikirin, berdin û sixurandina malê xwe wekî dilxwastina xwe nekin? Bi rastî (Şu’eyb!) tu xûynermê xuzan bûyî!"
88(Şu’eyb di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka bêjin; ku ez li we mêze bikim) hûn dibînin, heke (ji Xudayê min ji bona min ra berateke xûyayî hatibe) ez bi xweber jî li ser we beratê bim û Xudayê min ji bal xwe, dilik (rozîyên) xweş dabine min (hûn ji van dexesî bikin, bawer nekin) ka ez îdî çi dikarim bikim? Bi rastî min navê, ku ez ewan tiştên ji we ra dibêjim, nekin, ez bi xweber jî ewan tiştan bikim. Ez hey wekî hêza xwe dikarim aştî bikim û miraz bexşîya min hey bi Yez­dan e, min xwe hey hispartîye wî. Û ez hey ji wî dilxwazîyan dixwazim."
89“Û gelê min! (wusa bikin) bira ewa hemberî hatina we bi min ra nebe sedem ji bona şapatdana we, ça hember hatina komalê Nûh, ya jî komalê Hûd, ya jî komalê Salih (bûye sedema şapatdana wan). Komalê Lût ji we dûr nîne (ewan biponijin, ka çi hatîye serê wan).”
90“Û (gelê min!) hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe bixwazin, paşê (ji kirinê xwe) li bal (Xudayê) xwe da bizivirin. Bi rastî Xudayê min dilovînê hezger e.”
91(Ewî komalî di bersiva Şu’eyb da aha) gotine: “Em bi pire wan tiştên, ku tu dibêjî pispor nînin û em te di nava xwe da bê hêz dibînin û heke pismamên te nebûyan, bi rastî meyê te bi keviran (bi kuşta) û ji bona te bi xweber jî, qe tu servahatin li ser me da tune ye.”
92(Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey pismamên min bi ser we da ji Yezdan, pirtir bi servehatîyên (ku hûn hêza pismamên min didine ber çavê xwe, hêza Yezdan jî) davêjine pişta (gohê xwe)? Bi rastî Xudayê min, ewan tiştên ku hûn bi wan dizanin (hildaye nava zanîna xwe da)."
93"Gelê min! (qe tiştek nabe!) hûn di şûna xwe da çi dikarin, ewî bikin, bi rastî ezê jî (pêşê xwe) bikim. Hûnê bizanin ka ji bona kêra şapata riswabûnî tê û ka kîjan derewan dikin. Hûn temaşe bikin, bi ras­tî ez jî bi we ra temaşe dikim.”
94Û di gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, îdî me Şu’eyb û ewanê ku bi wî ra bawer kirine hene! Bi dilovanîyeke ji xwe (ji wê şapatê) fereste kir. Ewanê cewr kiribûne hene! (ewî dengê şapatê) bi wan girtibû, ewan (di xanîyên) xwe da li ser çokan bê can mabûne.
95(Wusa dêriz bn) te digo qey ewan qe di wan xanîyan da ne jîne. Bi zanîn hişyar bin! Ça komalê Semûd (bi şapatan) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne) wusa jî (komalê ku li bajarê Medyenê rûdiniştin) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne).
96Bi sond! Me Mûsa bi beratên bi hêzên xûyayî va şandîye.
97Li bal Fir’ewn û koma wî da, îdî ewa (ko­ma wî) bûne peyrewê fermanên Fir’ewn û fermanê Fir’ewn bi xweber jî xuzan û rêber ne bûne.
98Di roya rabûna hemûtî da (Fir’ewn) dibe pêşrewanê koma xwe, îdî (Fir’ewn, ewê koma xwe) dibe agir. Ewa şûna ku ewan çûnê, çi qa sikê şûnan e!
99Di vê (cîhanê da) û di roya rabûna hemûtî da jî, deherandina (ji dilovanîya Yezdan) bûye peyrewê wan. Eva çiqa bexşîşeke sik e!
100(Muhemmed!) Ewa mijûlîya serdaborya wan (gundîyên) ku hinek ji wan hêj şopa wan heye, hinek ji wan jî qe şopa wan ne maye (dêriz bûne) heye! Eva bûyera ku em ji te ra dipeyîvin bi xweber e.
101Û me li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine, îdî gava fermana Xuda yê te (bi şapatdana wan hatîye) ewan perestvanên, ku ewan ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Qe bi tu tiştî ewanan ji şapata Yezdan nedane paradanê (parisvanîya wanan ne ki­rine). Ewan (perestvanên wan) ji bona wan ra hey teşqela wan pir kirîye.
102Xudayê te gava merivên wan welatên cewrkar bigire, aha digire! Bi rastî girtina Xuda zor dilsoz e.
103Bi rastî di van serdaborîyên (wan welatên ku hatine teşqelekirinê hene!) ji bona wan kesên, ku şapata para da ditirsin, berateyên mezin hene (ji bo ku ewan ji wan beratan hiş hildin). Eva royeke wusa ne, ku hemû meriv ji bona wê dicivin û ewa royeke (ku hemû heyînên ezman û zemîn) di wê roye da xûya ne.
104Û em ewê (royî) hey ji bo­na wî dane hijmarî para da dihelin.
105Gava ewa roya hat, bê destûra Yezdan qe tu kes napeyîve. Îdî hinek (ji wanê civîne) bê bext in ji rêya rast derketine) û hinek ji wan jî bextîyar in.
106Îdî ewanê bê bext hene! Ewanan di agir da nin, di agir da ji bona wan ra navqutan, qîrîn heye.
107Ji pêştirê heke Xudayê te nevê, ku ewan derxe; ewanê di agir da heya ezman û zemîn hebin wê bimînin. Bi rastî Xudayê te çi bivê ewî bê (kemasî) bi cîh tîne.
108Lê ewanê bextîyar hene! ewanan di bihiştê da nin, ji pêştirê heke Xudayê te derxistina wan bivê (qe tu kes nikare ewan ji bihişte derxe) heya ezman û zemîn hebin (ewanê jî di wura da) bimînin. (Eva) xelateke bê paşî ye.
109(Muhemmed!) Îdî tu di pûçîya perestîya wan tiştên, ku ewan jê ra perestî dikin du dil nebe. Ça di berê da bav û kalê wan perestî (ji wan pûtan ra) dikirin evan jî wekî wan dikin. Û bi rastî emê para wan (ji şapatê) bê kemasî bidine wan.
110Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye, paşê (komalê wî di biryarên wê pirtûkê da) ne wekhev bûn çê kirin. Heke peymana (şapatdana wanê, wê para da bê danê) ji Xudayê te ne borya, wê a di naha da berewanîya nava wan da pêk bihata (xelat û celata wanê bihata danê). Û bi rastî ewan bi xweber jî (di mafê wê pirtûkê da) hey bi dudilî mane.
111Û bi rastî Xudayê te ê (xelat û celata) bê kemasî bide wan, ewan çi dikin (Xudayê te) bi kirinê wan zana û agahdar e.
112Îdî tu ça hatî fermankirinê wusa rast be, tu jî ewanê bi te ra jî (ku ji kirinê xwe yê berê para da zivirîne) hemûşk gava da (dadvanî bin). Û hûn ji rê dernekebin, loma hûn çi bikin bi rastî (Xuda) dibîne.
113Û (Muhemmed!) hûn xwe ne hisperên wanê ku cewr kirine (bi sedema cewrkirina wan) ku agir bi we jî negire, lo­ma ji pêştirê Yezdan ji bona we ra tu serkar tune ye. (Heke hûn bi gotina wan bikin) paşê (ji alîyê Yezdan da) arîkarîya we nayê kirine.
114Û (Muhemmed!) tu di her du kêlekê roya da: (sibeh û evarê da) û di şevê da jî nêzîkê (royê da) nimêj bike. Bi rastî qencî, sikatîyan dibin. Evan (şîretên) ji bona wanê ku şîretan litê dikin, bi rastî bîranînek e.
115(Muhemmed! Tu li ser wan cefadanê wan) hew bike, bi rastî Yezdan xelata wanê qencîyan dikin wunda nake.
116Îdî heke ewan merivên ku di berya we da borîne (hişdar bûn) fermana kesan bikirinan, ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî nekin, wê çi bûya? Ji wan hindikên, ku me ewan fereste kirine, ewan bi tenê (fermana kesan bi qencîyan) kirine. Û ewanê, ku cewr kiribûne (qe fermana kesan bi qencîyan ne kirine) ewan şixwa bûne peyrewê xweşîya ku têda bûne û ewan bi rastî sikatî kiribûne.
117Xudayê te gundekî, ku rûniştîyên wî aştîkar bin, ewan tu carî bi cewrê teşqele nake.
118(Muhemmed!) Heke Xudayê te biva, wê Xudayê te ê hemûşk kes bixista komeke bi tenê, lê ewan qe nahewin, hey (di armancan da) ne wekhev dibin.
119Ji pîştirê wanê, ku Xudayê te li wan dilovanî kirîye (ewan di armanca da xistîye komeke bi tenê). Şixwa (Yezdan) ewan kesan ji bona (ne wekhevbûn û hevçûn û belavbûnê) afirandîye. Û peyva Xudayê te pêk hatîye; ku wê dojê ji me çêtir û ji kesan hemûtî ti jî bike (eva ne wekhevbûn; ji bona pêşvaçûna kesan bi vê nevê ye, ji bona ku di cîhanê da ewa pêşvaçûna merivan ji bona xwe ra armanc kirine; ne wekhev in, hey xebatê dikin ji bo ku ji hev biborin; dizanin û pêş e, û maldarî, û ne mirin û nav û nişanan ji xwe ra bihêlin: Ça Ji dar û ber û tariş, rewar, genê wan jî ji bona hebûn û jîna xwe ra wekî meriva dikin, ne wek hev dibin).
120Ji bona ku em dilê te bidine hewkirinê, em ewan hemû serdaborîyên wan pêxemberên borî ji bona te ra dixûnin (ji bona ku tu ji komalê xwe, gava cewr û cefan bibînî dilê te jî hew bi­ke firşkê te fire be). Di van da ji bona te ra maf û ji bona bawergeran jî şîret û bîrxistineke mezin heye.
121(Muhemmed!) Tu ji bona wanê ku bawer nakin (aha) bêje: "Hûn li ser armanca xwe çi dikin bikin, bi rastî em jî wekî armanca xwe dikin."
122"Û hûn hêvîya (xelat û celatan, ji bona xwe ra bikin) bi rastî em jî hêvîdarin."
123Û çi ne xûyayên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra nin û hemûşk bûyer hey li bal wî da dizivirin, îdî (Muhem­med!) tu hey ji bona wî ra perestî bike û tu hey xwe hispêre wî. Bi rastî Xu­dayê te ji kirinê we bê goman nîne.
Chapter 12 (Sura 12)
1E. L. R. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane. Evan beratên ku em ji bona we ra dibêjin) hene! Bi rastî ewan berateyên wê pirtûka huzvartî ne.
2Bi rastî me ewa (Qur’ana) bi zimanê ‘erebî hinartîye, ji bo ku hûn ji wê (pirtûkê) bizanin; hêvî heye bi rastî hûn ji wê hiş hildin.
3(Muhemmed!) ji bo ku em evê Qur’anê li bal te da diniqînin, em qenctirê serdaboryan ji te ra ji te ra dibêjin. Loma tu di berê da jî ji van (serdaboryan) bê goman bû î.
4Gava (Yûsuf ji bona bavê xwe ra aha) gotibû: “Bavo! (min di xewna xwe da) dît, ku yanzded stêrkan û roj û hîvê ji min ra kunde dibirin.”
5(Bavê wî ji bona wî ra aha) gotîye: "Kurkê min! Xewna xwe ji bona birayên xwe ra nebêje. (Heke tu ji wan ra bejî) ewanê ji bona te ra xaxan bikin. Loma bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye."
6"Bi vî awayî, wê Xudayê, te, te hilbêjêre û wê (ça di xewnê da te dît) te hînê zanîna têgihandina xew­na bike û we qencîyên xwe li ser te da û li ser nişa Y’eqûb da peyweste bike, ça hêj di berê da li ser her du bavên te (qencîyên xwe) peyweste kiribû; (Ewan) Îbrahîm Ishaq in. Bi rastî Xudayê te pirzanê bijejke ye."
7Bi sond! Ji bona pirsîvanan. di serdaborya Yûsuf û birayên wî da berateyên (sodretî hene).
8(Birayên Yûsuf aha) gotine: "Em komeke bi hêz in (tivêka me yek e) bi vî ra jî Yûsuf û bi birayê xwe va li bal bavê me, ji me heztir in. Bi rastî bavê me di wundabûneke xûya da ne."
9"Ya hûn Yûsuf bikujin, ya jî hûn bavêjine zemînekî dûr, ji bo ku berê bavê we hey ji we ra bimîne û hûnê paşê (ji kiriê xwe poşman bibin, Xudayê we bibaxişîne) hûnê di peywî da bibine ji komalêkî aştîkar."
10(Yekî ji wan aha) gotîye: "Heke hûn bi rastî divên (ku tiştekî bi serê wî) bikin, hûn ewî nekujin, hûn ewî bavêjine tarîtîya bîr ê dibe, ku hinek kerwan rastî wî werin (ewî wekî malê wundabûyî ji xwe ra hildin, behe­rin)."
11(Dema xaxe xwe pêk anîne, fetilîne bal bavê xwe; ji bavê xwe ra aha) gotine: "Bavo! Çi bûye ji te ra ku tu ji bona Yûsuf bi me ewlê nabî û em bi xweber jî ji bona wî ra şîretvan in?"
12"(Bavo! Tu) ewî di sibehê da bi me ra bişîne, ji bo ku ewa bigere û bilêyîze. Bi rastî em ji wî ra parisvan in."
13(Bavê wan ji wan ra aha) gotîye: "He­ke hûn ewî beherin, bi rastî bêhna min dernakebe, ez mirûz dibim û ez ditirsim; ku haya we ji wî tune be, gur ewî bixun."
14Ewan gotine: "(Bavo!) Heke gur ewî bixun û em bi xweber jî komeke bi hêz in (li wura bin) bi rastî me îdî di wê gavê da zîyan kirîye."
15(Îdî bavê wan destûra Yûsuf daye). Dema ewan bi wî ra çûne, ewan li hev civîyane, ku ewan ewî bixne tarîya bîrê, (ewan Yûsuf avêtine bîrê). Me jî li bal wî da niqand: “(ne tirşe)”. Bi sond! Haja wan bi xweber qe tune be tuyê evê bûyara wan e hanê ji wan ra bêjî."
16Ewan di êvarê da bigirîn (ji bo xaxê kirine, xwe rast bidine diyarkirinê) hatine bal bavê xwe.
17(Ji bavê xwe ra) gotine: "Bavo! Em çiqa rastbêj bin jî dîsa tu ji me bawer nakî. Bi rastî dema em çûn (me li cîyekî danî) me Yûsuf hîşt li bal cirya xwe da, em çûne (lêyîztikê); me da berhev (dema em para da hatin me dêna xwe dayê, ku) guran ewî xwarine."
18"(Heke tu ji me bawer naki jî) eva me kirasê wî bi xûn ji te ra anîye (xûneke bi vir li kirasê wî dabûne." Bavê wan ji wan ra) gotîye: "Bi rastî gotina we nîne, lê canê we eva xaxa xwestîye we jî kirîye. Îdî (karê min li ser vê bûyerê) hey hewa bi qencî ye. Li ser van salixên we, hey arîkarê min Yezdan e."
19Kerwanekî hatîye li ser (wê bîrê danîye; Merivên xweyên bişkuri) şandine, ku ji wan ra (avê ji bîrê derxin). Dema bêdloka xwe avêtne bîrê (ji bo ku tijî av bikin, Yûsuf bi bêdloka wan re derket. Ewî qîr daye aha) gotîye: "Mizgîna min! Eva kureke (derket)." Ewan ji bona sermayeyê kirên û firotinê ewa veşartin û Yezdan bi xweber ji zanetirê bi kirina wan e.
20Ewî (kerwanî Yûsuf) bi bahakî hindikê ku dihatine hijmartinê firotine. Ewan di bahayê Yûsuf da, damen ji cîhanê berdabûn.
21Ewî misrîyî ku Yûsuf kirîbû, ji bona jina xwe ra (aha) gotibû: "Rûmeta wî rind bigire û şûna wî xweş bike, dibe ku ewa kêrê me bê, ya jî ku em ewî ji xwe ra bixne kur (bibe ûrta me, li pey me bimîne)." Bi vî awayî me ji bona Yûsuf ra di zemîn da, bingehek pêk anî û me Yûsuf hînê zanîna xewnan kirîye. Yezdan bi xweber jî servahatê bûyera Yûsuf e, lê pirê merivan pê nizanin.
22Û dema (Yûsuf) gihîjte sedra xwe, me ji wî ra berewanî û zanîn da. Bi vî awayî em qencîkaran xelat dikin.
23Lê ewa kevanîya mala ku (Yûsuf) di wura da bûye, diva ku ewa dest bavêje wê (serê xwe bi wî ra bixe yek): Derî hemû dadan (ji Yûsuf ra aha) got: "Ka îdî were nezik (çi bûye ji te ra? Nereve, were bikebe paxila min." Yûsuf) gotîye: "Ji bona Yezdan! Ka ezê ça gotina te pêk bînim? Bi rastî malxwê malê, xweyê min e; ewî qencî bi min kirî­ye. şûna min xweş kirîye. Loma bi rastî cewrkar fereste nabin."
24Bi sond! Heke ewî beratên Xudayê xwe nedîta, jinikê ça va ye, ku ewa dest bavêje, ewî jî va ye li bal jinikê da here. Bi vî awayî, ji bo ku em ji (Yûsuf) sikatî û tolîtî bidine paradanê (me beretên xwe dane nîşanê wî, ewa daye parisandinê). Bi rastî (Yûsuf) ji bendeyên min ê xwurîne.
25Û ewan (herdukan) dane berhev (heya ber) derî (revîyane. Ji­nikê para da bi kirasê wî girt) çirand û ewan herduk li bal derî rastê mezinê jinikê hatin. Jinikê (ji bona mezinê xwe ra aha) gotîye: "Celata wî kesê, ku bivê sikatî bi malîyên te ra bike, ji pêştirê ku bikebe zîndanê û ya jî bi şapateke dilsoz bê şapatkirinê, tu tişt nîne."
26(Yûsuf aha) gotîye: "Ewê diva, ku ez dest bavejime wê (ez ji ber wê reviyam, ku derkebime derva, rastî te hatim)." Yekî ji malîyan dîdevanî (şahidî) kirîye; (aha) gotîye: "Heke kirasê (Yûsuf) ji ber va çirya be (Yûsuf) vira dike (jinik) ji rastbêjan e."
27"Û heke kirasê (Yûsuf) ji para da çirya be (jinik) vira dike (Yûsuf) ji rastbêjan e (ka li bal wan da mêze bike."
28Îdî gava (mêrik mêze kir) dît, ku kirasê ewî para da çirya ye. (Mêrikî ji bona jinikê ra aha) gotîye: "Bi rastî eva kirina, ji xaxê we jinan in. Bi rastî xaxê we jinan pir mezin e."
29(Mêrik ji bona Yûsuf ra jî aha dibêje): Yûsuf! Tu ji van dest ber de (ji tu kesî ra nebêje)." Ji bona (jinêkê ra jî dibêje: “Tu ji bona (nûsîtemkarya xwe, ji Yezdan) baxişandina xwe bixwaze. Bi rastî tu bû î ji wanê xelêtkar."
30(Dema jinên bajar, eva bûyera bîhistine aha) gotine: "Jina serok bi rastî bûye bengîyê berdestê xwe; (xwestîye ku serê xwe bi berdestê xwe ra bixe yek.) Loma hezkirina berdestî (hişê we ji serê we hildaye). Bi rastî em dibînin, ku ewê hişê xwe wunda kirîye. Eva jî wundabûneke xûya ye."
31Îdî gava jinikê, gotinê wan (jinên bajarî, di mafê xwe da) bîhîstîye (ku ewan jinan li wê digazinin û qencîyan jê ra nabêjin; saîyên xwe) şandîye pey wan, ji wan ra xewaneke (sifreke) bi palge û raxistî amade kirîye, ji bona her jinekî ra kêrek anîye. (Pirî ku jin hatine rûniştine, jinikê ji Yûsuf ra aha) gotîye: "Derkebe hemberê wan. "Dema ewan (jinan Yûsuf) ditîne, ewan (jinan Yûsuf) mezin kirine û (haja ji wan nemaye, kêr avêtine destê xwe) destê xwe birîne û gotine: "Ji bona Yezdan! Eva meriv nîne. Eva hey firiştekî kirnas e."
32(Jinikê ji bo jinên bajarî aha) gotiye: "Eva ye, ku hûn ji bona wî gazinda li min dikin. Bi sond! Min ji wî, ji bona xwe ra nîyaza canê wî kiribû, ewî dawparisî kir û xwe para da. Heke ewa, ewê tişta ku ez fermana wî dikim (ku ew ewî tiştî bike) neke, wê ewa ê bekebe zîndanê û wê ewa ê bibe ji wanê ku hatine piçûkkirinê."
33(Yûsuf bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî zîndan li bal min, ji wî tişta, ku evan kirina wî ji min dixwazin, hezgertir e. (Xuda!) Heke tu xaxê wan ji min nedî zivirandinê, ezê li bal wan da meyl bidim û ezê bibime ji nezanan."
34Îdî ji bona wî ra Xudayê wî, bersiva wî daye û ji wî xaxê wan ji­nan daye zivirandinê. Bi rastî Xu­da bîhîstîyê pirzan e.
35Ji piştî dîtina van beratan (ji bona malîyên serok) xûya bûye, ku wê ewanê (Yûsuf) heya danekî bixne zîndanê.
36(Dema ewan Yûsuf avêtine zîndanê) bi Yûsuf ra du xort ketine zîndanê. (Ewan her du xortan xewneke aha dîtibûne; ji hev ra xewna xwe gotine çûne bal Yûsuf; ji bona ku hînê zanîna xewna xwe bibin, ji Yûsuf ra aha) gotine: "Yekê ji wan; min dît ku min tiryê meyî digivaşt (mey çê dikir)." Û ewê mayî. Min dît, ku min nan daye ser serê xwe, çûkan ji wî, nan dixwarin. Îdî tu ji van xewnan ji me ra bêje. Bi rastî em te di bînin ku tu ji qencîkaranî."
37(Yûsuf ji wan ra aha) gotîye: "Hêj xwarina ku hûn ji wî dixun, ji we ra ne hatibe, ez ewan xwarinan ji bona we ra dibêjim, ka çi ne, (wusa jî derdikebe). Ew zanîne ku Xudayê min hînê min kirîye hene! Eva jî ji wan in. Bi rastî hûn dest ji wî komalê ku Yezdan bawer nakin û bi roya para da bûne filê, ber daye.
38"Û ez bûme peyrewê (ola) komalê bavanê xwe, ku Îbrahîm û Ishaq û Ye’qûb e. Ji bo me yekê ra jî maf nîne ku ew tiştekî bixne hevrîyên Yezdan. Evan qencîyên hanênan ji rûmeta Yezdan in, li ser me û kesan kirîye, lê pirê kesan jî sipazî nakin."
39"Her du hevalên minê zîndanê! Gelo (bawerîya) bi xudayên cure cure qenc e, ya jî (bawerîya) bi Yezdanekî bi tenê, ku hêzdarê li ser hemû (tiştan e) qencî?"
40"Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan ji pêştirê wan navdêrên, ku we û bav û bapîrên xwe li wan nav danîne, tu tişt nînin. Yezdan (di mafê wan da) qe tu tişt ne hinartîye. Hey ferman û (peres­tî) ji bona Yezdan ra ne. Ewî (Yezdanî) ferman kirîye, ku hûn hey ji wî ra perestî bikin. Bi rastî ola, ku maf e ewa ye, lê pirê kesan jî nizanin."
41"Her du hevalên minê zîndanê! (rind gohdarya min bikin. Arşa van xewnên ku we dîtî eva ye): "Yekê ji we, wê dîsa meyê bide xweyê xwe, ewê mayî wê bê dardakirinê, wê (termê wîyê li derva bimîne) çûkê di serê wî da ewî bixun. Ewa bûyera ku we ar­şa wî ji min xwestîye; pêk hatîye (îdî qe ne qayîlbûna xwe, diyar nekin)."
42Û (Yûsuf) ji bona wî hevalê (xwe ê zîndanê) ku guman dikir, wê ji herdukan, ewê fereste be (aha) gotîye: "Tu dabaşa min li bal xweyê xwe bike (dibe ku li min dilovanî bike, min jî ji vira derxe)." Lê pelîd Xudayê wî ji bîra wî birîye, îdî qe (mijûlîya) Xudayê xwe ne kirîye. (Her wusa hevalê Yûsuf ji zindanê derket, dabaşa Yûsuf ji bîrva kir), îdî (Yûsuf) çend salan di zîndanê da maye.
43(Heya wê gava ku serokê misr ê aha) gotîye: "Gelî koma min! (Min di xewnê da) bi rastî dîtîye, ku hevt çêlekên qelêw hebûn, hevt çêlekên jar, ewan dixurin û min (dît) hevt weşîyên hêşîn, hevt weşîyên hişk, ewan hildane binê hêza xwe. Ka ji min ra ar­şa van bêjin, heke hûn bi rastî ji bona xewnan ra arşa dizanin.
44(Xewnzanan ji bona serok ra aha) gotine: "Eva xewna te dîtî, xewnerojk e û em bi xweber jî arşa xewnerojkan nizanin."
45Û (ewî xortê) ferestebûyê: Yek yê ji wan her du hevalê (Yûsuf ê zîndanê bû) ji piştî (ewle bû ji baxisandina serok, îdî serok bi rastî ji wî ra tu celatê nade, aha) gotîye: "Ezê arşa vê xewnê ji we ra bêjim, îdî hûn min bişîne (zîndanê).”
46(Gava ewa çûye zîndanê li bal Yûsuf, ji wî ra aha) gotîye: "Yûsuf! Dostê rastbêj: Tu ji me ra arşa vê xewna bêje; (serok aha dîtîye): Hevt çêlekê jar, hevt çêlekê qelew dixwarin hevt weşîyên hişk, hevt weşîyên hêşîn hildane binê heza xwe (hemû hişk kirine, tune kirine). Hêvî heye, ku ez para da herim bal ( wan kesên ku min destûr ji wan xwestibû ji bona hatina bal te) ewan îdî bi zanîna te, bizanin (rûmeta te bigirin, ku te ji zîndanê derxin)."
47(Yûsuf ji saî ra aha) Gotîye: "Hûn hevt salan li pey hev (weki çandina xwe yê berê) biçînin. Îdî (ji piştî xwarina we ye vayî, hûn ewê mayî) di gava dirûnê da, di nava weşîyên wî da bihêlin."
48"Wê paşê hevt salên werin, ewa çandina, ku we zimhêr kirîye para da (hiştîye) ji pêştirê tovê ku hûn diçînin, hemûşkan bixun."
49"Wê pasê pey wan da salêkê were (ku ji bona) kesan ra bariştê bibare (hemî tiştê heşîn bibin, dar û ber, wê beran bidin rêzê tirya bigirin, merivê ewan tiryan ji xwe ra) bigivêşin (dîsa mexzûvanî ji bona hev ra bikin; meyê vexun)."
50(Piştî ku saî eva arşa ji bona xwena serok ji bal Yûsuf anî, ji koma wan ra got, arşa xewnê hişê wan hildaye. Se­rok ji koma xwe ra aha) gotîye: "Hûn ewî ji bona min ra bînin." Îdî dema saî ji bona gazîkirina (Yûsuf çûye zîndanê; Yûsuf ji saî ra aha) gotîye: "Ka here bal xweyê xwe, îdî ji wî bipirse; ka temtêla wan jinên (li ser xwarinê) ku destê xwe jê kirinbûn, çi bûye? (Bira evê bûyerê bikole). Bi rastî Xudayê min bi xaxê (wan jinan) pir zana ye."
51(Serok gazî wan jinan kirîye, ji wan aha pirsîye): "Ka bêjin, di wê gava ku we dixwest Yûsuf nêzîkê we be, hûn di wê gavê da di çi temtêlê da bûn?" (Jinan bersiva serok dan, aha) gotin:" Ji bona Yezdan! Qe me tu sikatî ji wî nizanbûye." (Di wê gavê da jina serok rabûye aha) gotîye: "Îdî di naha da rastî derket; bi rastî min diva ku (Yûsuf) serê xwe bi min ra bixe yek û bi rastî (Yûsuf) ji rastbêjan e."
52(Dema saî para da çûye bal Yûsuf; gotina jinan jê ra gotîye; Yûsuf ji bona saî re aha) gotîye: "Min evan kirnan bi cî da anînê, ji bo ku serok bizane, ku min di dizîka da jî evîxanîya wî ne kirîye û Yezdan xaxê evîxanan bi rastî nagihîne qe tu armancan."
53Û bi rastî ez canê xwe (ji wan kirinan, ji ber xwe) denaxime paqijîyê, loma ji pêştirê wî canê, ku Xudayê min li min dilovanîyê kirîye, hemî hewasa canan fermana bi sikatîyan dikin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovîn e.
54Û serok ji bona koma xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji min ra Yûsuf bînin; Ezê ewî hey ji bona xwe bi tenê ra xurî bikim. Îdî (piştî ku ewan çûn, Yûsuf anîne bal serok; Serok bi wî ra) mijûl bûye (serok di mijûlîya xwe da, ji Yûsuf ra) gotîye: "Di îro da tu li bal me bi paydarî xweyê şûneke mezin î; (ji hemî xaxan jî) ewle yî."
55(Yûsuf ji serok ra) gotîye: "Tu (verihtina min) li ser xezîneyên zemîn bike. Bi rastî ez bi parisîyê rind dizanim."
56(Dema serok bersiva Yûsuf da, jê ra got: "Erê, me tu xistî serkarê xezîneyên zemîn, îdî tu çi divê, pêk bîne." Me litêkirina gotina Yûsuf, di dilê serok da bi cî anî) her wusa me ji bona Yûsuf ra di wê (welatî da ji pistî ferestîya wî ji zindanê) şûneke rûmetdarî pêk anîye. Ça diva wusa di ze­mîn da berewanî dikir (loma serok gustîl û gopal û taçê seroktîyê ji bona Yûsuf ra dabû). Em bi dilovanîya xwe (evan qencîyan) digihînên evînê xwe û em kirya qenckaran wunda nakin.
57Û ji bona wanê (bi Yezdan) bawer kirine, parisya (mafê) biryarên Yez­dan dikin, kirya para da çêtir e.
58Biranê Yûsuf (ji bona zimhêr) hatibûne bal Yûsuf, gava çûne bal Yûsuf. Îdî ewî birayên xwe nîyandin. Lê birayên wî ewî ne nîyasî bûn.
59Dema (Yûsuf ji wan pirsî, hûn kî ne? Ewan gotin: "Em kurê Ye´qûb Pêxember in; danzdeh bira ne, birakî me li çolê wunda bû, birakî me ji bavê me heye, li bal bavê me maye.") ji piştî tevdîra wan dît, barê wan dagirt, (Yûsuf) ji wan ra gotiye: "Heke hûn carekî dinê hatin) ewî birayê we yê ji bavê we ye, ji min ra bînin. Ma qey hûn nabînin va ez para wî jî dipîvim? Ez qencê mexzûvanan im."
60"Heke hûn ewî (birayê xwe) ji min ra neynin, îdî li bal min ji bona we ra tu (zimhêr) pivandin tune ye û nêzîkê min jî nebin."
61Ewan (birayên wî, ji wî ra) gotine: "Bi rastî emê ewî ji bavê wî bixwazin; (bawer ke) emê (evê dilxwazîya e) pêk bînin."
62Û (Yûsuf ji bona) xortên (paleyên) xwe ra gotîye: "Hûn pûlên wan bixne nava barê wan. Bi rastî hêvî heye dema ewan bifetiline bal malîyên xwe, bi van (pûlan) bizanin, dibe ku para da bizivirin.
63Dema (ewan) para da fetilîne bal bavê xwe (ji bavê xwe ra) gotine: "Bavo! Heke tu birayê me (bi me ra neşînî) wê pîvandina (zimhêr ji me ra) bê birînê. Îdî tu birayê me bi me ra bişîne ku em (zimhêr) bipîvin, bi rastî emê ji wî ra parisvan bin."
64(Ye´qûb) gotîye: "Ez ça hêj di berê da ji bo birayê wî li we ewle bûm (ku we bir, para da ne anî) wusa jî bi sond! Ji bona vî jî ezê li we ewle bim (ma qey wusa nîne?)" Bi rastî Yezdan qencê parisvanan e. Û ewa dilovîntirê dilovanan e.
65Dema ewan derê barê xwe vekirin. dêna xwe dane ku pûlê wan, para da li bal wan da hatîye fetilandinê, qîr dan (aha) gotin: "Bavo! Ka îdî em çi dixwazin, eva pûlû me li bal me da hatîye fetilandinê (destûra birayê me bide, emê bi hev ra herin) ji bona malîyên xwe ra emê zimhêr bipîvin û emê parisvanî ya birayê xwe bikin û emê barê devekî jî pir bikin. Eva zimhêrê (me anîye) pîvaneke hindik e.
66(Ye’qûb) gotîye: "Heya hûn peymanekî (sonda) bi Yez­dan, ji min ra nedin, ji pêştirê heke hûn hemî bi hev ra bêne girtinê, ku hûn ewî dîsa para da ji min ra bînin, ez ewî bi we ra naşînim. Îdî gava ewan (ji bona Ye’qûb ra bi Yezdan sond xwarin, ku ewanê para da) birayê xwe (bi van girîn da) bînin. (Ye´qûb aha) got: "Yezdan li ser van gotinê me cînîşte be (wekîl)."
67(Ya´qûb) gotîye, "Gelî kurên min! Hûn di deryekî bi te­nê da nekebine bajar, hûn di derîyên cure cure da bikebine bajar. Ewa şapata, ku Yezdan (peyman dabe, wê bi we da bîne) ez nikarim we ji wê (şapatê) biparisînim. Berewanî hey ji bona Yezdan ra ne. Min hey xwa hispartîye wî, xwe hisparvan jî, xwe dihêspêrên Yezdan."
68Dema ewan (bi birayê xwe va ji bona zimhêr çûne welatê Misr ê) ça bavê wan ferman kiribû; di derên cure cure da ketine ba­jar. Evê tedbîra hanê qe tu tiştekî ji wan neda para­danê. Loma tişta ku Yezdan bike, qe tu tişt pêşya wî nagire (eva gotina hanê, ku Ya´qûb ji bona kurên xwe ra şîret kiribû) sêwrandineke, di dilê wî da pêk hatibû, ewî jî avête derva. Bi rastî tişta me (bi Ye´qûb) dabû hînkirinê, dizanibû (ku tu tişt pêşya fermana Yezdan nagire). Lê pirê kesan pê nizanin.
69Dema (ewan) çûne bal Yûsuf (ji pişti hinek mijûlêya, Yûsuf) birayê xwe yê (Binyamîn) hildaye bal xwe, jê ra gotîye: "Bi rastî ez birayê te yê (ji dê û bavê me) îdî tu bi kirinê van (birayên me) dertdêr û kulkeş nebe."
70Îdî piştî ku (Yûsuf) zimhêrê wan dagirtîye tasa av vexwarinê xistîye nava barê birayê xwe yê (ji dê û bav e. Piştî karwan rabûye, li pey wan da) yekî gazî wan kirîye: "Gelî kerwan! Bi rastî hûn diz in.”
71(Birayên Yûsuf fetilîn) berê xwe dane wan, ji wan ra gotin: "We çi wunda kirîye (hûn li çi dige­rin)?"
72Ewan gotine: "Bi rastî me tasa av a serok wunda kirîye (em li wê digerin) û kê ewa (tasê) anîbe (bira bêje) emê ji wî ra barekî deva (zimhêr) bidin, ez bi xweber jî gerewa dayînê me."
73(Birayên Yûsuf ji wan ra) gotine: "Bi Yezdan em sond dixun! Ku hûn dizanin em ji bona tevdanê di zemin da derxin, ne hatine (vi ra) û em bi xweber jî diz nînin."
74(Ewan ji birayên Yûsuf ra) gotine: "Heke ev gotina we vir be; celata wî yê (ku tas dizî be) çî ye?"
75(Birayên Yûsuf bersiv dane) gotine: "Tas di barê kî da derkebe, ewa gerewa tasê ye. Li bal me celatdana dizan wulo ye."
76(Dema ewan para da çûne bal Yûsuf) îdî (Yûsuf) barê wan berya barê (birayê xwe yê ji dê û bav e) vekirîye (tiştek di barê wan da nedît). Paşê barê birayê xwe yê (Bunyamîn vekir, tas) ji nava barê wî da derxist. Her wuha me ji bona Yûsuf ra endeze kirîye (xax) ku birayê xwe hilde bal xwe. (Heke wuha nebûya) ji pêştirê vîna Yezdan qe bi tu awayî (Yûsuf nikari bû) di wan biryarên serok da (birayê xwe hilda bal xwe). Bi vî awayî em payên evînê xwe bilind dikin û li ser her zanakî ra zanakî bêhtir heye.
77(Birayên Yûsuf aha) gotine: "Heke evî dizî be, hêj berê da jî birakî wî hebû, ewî jî dizî kiribû. Û îdî Yûsuf eva gotina wan di hundurê xwe da veşartîye û gotina wan ji bona wan ra venekirîye (Yûsuf) gotîye: "Hûn bi rastî di sikê şûnandan in." Yezdan bi wan salixên we çêtir dizane."
78Ewan (ji Yûsuf ra aha) gotine: "Ezîz! Bi rastî bavekî wîyê kal ê pîr heye, îdî heke tu yekî ji me di şûna wî da bigirî (tu bi me ra qencî dikî). Bi rastî em dibînin ku tu ji qencîkaran î."
79(Yûsuf) gotîye: "Ji bo Yezdan! Ka ça dibe: Em di şûna wî yê ku me di nava barê wî da (tasa xwe) derxistîye, yekî mayî bigirin? Heke em wusa bikin di wê gavê da em cewrê dikin."
80Îdî gava ewan (ji bona berdana birayê xwe, ji Yûsuf) bê hêvî mane, di cîyekî da hevdu tenê kirine; (Birayê) wan ê mezin (ji bona wan ra aha) gotîye: "Qey hûn nizanin, ku bavê we bi sond ji we peyman standîye, hêj berê da jî, ji bona Yûsuf ji we standibû (we ki­rinê xwe bi serê Yûsuf da anî! Ka vê carê emê bi çi rûyî herne bal bavê xwe)? Îdî (hûn herin bi sond!) ez ji vî zemînî ranagetim; heya bavê min destûra min nede, ya jî Yezdan canê min nestîne. Û ewa qenctirê berewanan e."
81"Hûn para da herin bal bavê xwe, îdî jê ra bêjin: "Bavo! bi rastî kurê te dizî kir, me (bi çavê xwe dît, ku tas di nava barê wî derket, tiştê mayî em nizanin) û em bi xweber jî, ji bona tiştên, ne ber çavî parisvan nînin."
82"(Heke tu ji me bawer nekî, hez kî) ji wan gundîyên, ku me (barê xwe li wura, dagirtîye) û ji wî kerwanê ku em bi hev ra hatine, bipirse. Bi rastî em rast dibêjin."
83Dema (ewan para da hatine bal bavê xwe, gotina birayê xwe ji bavê xwe ra gotine, Ye’qûb aha) gotîye: "Bawer ke canê we ji bona we ra wusa xemilandîye, we jî eva bûyera (kirîye) îdî (ji bona min ra) hey hewa bi qencîya maye. Hêvî heye ku Yezdan ewan hemûşkan bi hev ra ji min ra bîne. Bi rastî hey zanayê bîjejke Yezdan e."
84Û (Ye’qûb) pişta xwe daye wan (aha) go­tîye: "Ax, kovan li ser Yûsuf (îro roya te ye, were ka Yûsuf tu li kêderê yî?)" Ji hesreta (Yûsuf) her du çavê wî sipî bûn û bi xweber jî kula xwe vedişart.
85Ewan (kuran ji Ye´qûb ra) gotine: "Bi Yez­dan! Tuyê Yûsuf bînî bîra xwe, bi bihatin jar bî, nexweş bikebî, ya jî bi serê te da teşqelake were."
86(Ye´qûb ji wan ra) gotîye: "Bi rastî ez gilî û kul û kovanê xwe hey ji Yezdan dikim, tişta ku hûn qe pê nizanbin, ez (bi sedema) Yezdan ji we çêtir dizanim!
87"Gelî kurên min! Hûn herne (bajarê Misr ê) îdî hûn di wura da (dizîka da) ji Yûsuf û ji birayê wî kolandina bikin û hûn ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nebin, ji pêştirê filan, tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabin."
88Îdî dema ewan (dîsa fetilîne Misrê) çûne ketine (xanîyê Yûsuf; jê ra) gotin: "Wezîr! Bi me û bi malîyên me da xelayî hatîye, em jî bi pûlekî hindik hatine, vê carê tu ji me ra zimhêr bi hemûtî pêk bîne û tu ji me ra qencî bike, bi rastî Yezdan qencîkaran xelat dike."
89(Yûsuf) ji wan ra dibêje: "Gelo hûn dizanin ka we çi bi serê Yûsuf û birayê wî kirîye? Bi rastî hûn di wan gavan da nezan bûn."
90(Ewan birayên wî) gotine: "Qey tu! Tu bi rastî Yûsuf nînî?" (Yûsuf) got: "Erê, ez Yûsuf im, eva jî bi­rayê min e. Bi sond! Yezdan bi me qencî kirîye (em parisandine û mezin kirine) bi rastî kî (ji Yezdan bitirse û li ser cefadana di rêya wî da) hew bike, îdî bê dudilî (Yezdan) kirya qencîkaran wunda nake."
91(Ewan birayên Yûsuf) gotine: "Bi Yezdan em sond dixun! Ku ewî tu li ser me, paydar kirîyî. Bi rastî em bi xweber jî nûsîtemkar bûne.”
92(Yûsuf ji wan ra) gotîye: "Di îro da ji alîyê min da, ji bona we ra qe tu (rexne û kemasî) tune ye. Yezdan we bibaxişîne. (Û ewa) dilovîntirê dilovanan e."
93"Hûn bi vî kirasê min ê hanê va herne (welatê xwe). Hûn ewî kirasî bavêjine li ser çavê bavê min, ku çavê wî vebin û hûn hemûşk malîyên xwe hildin bêne bal min."
94Dema ku karwanê wan ji MisrÊ raqetîyan, bavÊ wan gotîye: "Gelî (malîyên min!) heke hûn nebêjin: "te hişê xwe wunda kiriye" bi rastî bêhna Yûsuf hate min."
95(Ewan ji Ye´qûb ra) gotine: "Bi Yezdan! Hêj tu di wê wunda bûne berê da nî."
96Îdî gava mizgînvan hat; (kirasê Yûsuf avête) ser çavê (Ye´qûb) ‘ewîl çavê wî vebûye. (Ye´qûb ji malîyên xwe ra) gotîye: "(Hêj berê da) min ji bona we ra qey ne gotîbû: "Tişta hûn qe pê nizanin, ez ji Yezdan dizanim?"
97Kurên Ye´qûb, jê ra gotine: "Bavo! Bi rastî em nûsîtemkar in, îdî tu ji bona baxişandina me (ji Xudayê xwe) lava bike."
98(Ye´qûb ji wan ra) gotîye: "Ezê ji bona baxişandina we ji Xudayê xwe di nêzîk da lava bikim. Bi rastî Xudayê min bi xweber jî baxişkarê dilovîn e."
99Îdî gava (hemûşk) bi hev ra çûne (welatê misr ê): çûne bal Yûsuf. (Yûsuf) dê û bavê xwe dane ber hemêza xwe (ji wan ra) gotîye: "Bi vîna Yezdan, bi ewletî bikebine (bajar) ê misr ê."
100(Yûsuf) dê û bavê xwe bilind kirîye danîye li ser text, ewan ji Yûsuf ra kunde birine. (Yûsuf ji bona bavê xwe ra) gotîye: "Bavo! Arşa we xewna ku min berê da dîtibû, eva ye. Bi sond! Xudayê min ewa rast derxistîye û bi sond! Xudayê min bi min qencî kirîye. Loma ji piştî ku pelîd nava min û birayên min da tevdanî kiribû (ewan ez avêtime bîrê, paşê ez ketime zîndanê. Xudayê min) ez ji zîndanê derxistim û hûn ji beryê anîne bal min. Bi rastî Xudayê min çi bivê, ewî bi hûratî dike. Bi rastî Xudayê min pirzanê bijejke ye."
101"Xudayê min! Bi rastî te ji min ra pareke ji seroktî û maldan daye û te parek ji hînkirina arşa xewnan daye min. Afirandeyê ezman û zemîn hey tu î û serokê min ê di cî­hanê û para da hey tu tenê î. (Xuda!) Tu min bi misilmanî bimirîne û min bigîhîne aştîkaran."
102Ewan tiştên me li bal te da (di dabaşa vê bûyerê da) niqandîye, ji wan (axiftinê) ne xûya ne. Loma dema ewan civîyan, ku xaxan (bi serê Yûsuf) bikin, tu li bal wan ne bû yî.
103Tu çiqa bixwazî, hey pirên kesan bawer nakin.
104Tu (Muhemmed!) ji wan, ji bona (xundina biryaran) tu kiryê naxwazî. Ewan (biryaran hemî) ji bona hemî kesan ra (şîret) û bîrdaxistin in.
105Çiqa beratên (mezin) di ezman û zemîn da hene! Ewan li ser wan da diborin (qe bawer nakin) pişta xwe didine wan (ji wan hiş hilnadin, wê ça ji vê bûyerê hiş hildin?)
106Heya pirê ji wan, hevalan ji Yezdan ra çê nekin, bawer nakin.
107Îdî gelo heke bi ser wan da ji Yezdan şapateke, ku ewan (hemûşkan hilde nava xwe da) were, ya jî nişkê va danê (wêranbênê) bi wan da were, qe haja wan bi xweber jî (bi hatina wê) tune be: dikarin xwe biparisînin ewle bin?
108(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Eva rêya min e, ez (bi zanîn û) dîtin (komalan) gazî bal rêya Yezdan dikim. Ez û peyrewê xwe va, Yezdan ji hemî kemasîyan paqij dikin. Bi rastî ez ji wanê hevrîçê­ker nînim."
109(Muhemmed! Ewan çima ji pêxemberîya te sodret dimînin?) Me çiqa pêxember di berya te da şandine, ewan jî mêrên ji gund û (bajaran) bûne, me li bal wan da niqandîye. Îdî qey ewan di zemîn da nagerin, ku li paşya wan kesên ber­ya wan da borîne mêze bikin. Û bi rastî ji bona wan kesên (xudapariz) bingaha para da çêtir e, qe hûn hiş hilnadin?
110(Heya hinek danan ewan bi serê xwe mane, ji bona vê mayîna hanê bira nexapin. Ewanê ber­ya wan da jî wusa ji wan ra mecal hatibû dayînê, lê dema) ku pêxember ji (bawerîya) wan bê hêvî mane û goman kirine, ku ewa (koma wan) bi rastî ewan didine derewdêrandinê bawer kirine ku ji wan ra qe tu şapat nayê îdî ji bona pêxemberan û peyrewê wan ra cefa dane) paşê ji bona (pêxemberan ra) arîkarîya me hatîye. Îdî ewanê, ku me vaye fereste bin, fereste bûne. Bi rastî ji komalê nûsîtekar, hêza me ya sapatê nayê zivirandinê.
111Bi sond! Di serdaborya (pêxemberan da) ji bona xweyê hişan beratên sodret hene. Loma ewa (Qur’ana) mijûlyeke alozek e nîne. Û lê ewa rastdarê ji bona wan (pirtûkên) berya wê da borîne. Ça jî ewa ji bona hemû tiştan ra huzwartin û dave kirine. Û ji bona komalekî bawer dikin rêber û dilovînek e.
Chapter 13 (Sura 13)
1E.L.M.R. (Arşa van tîpên ji hev çûyî, bi rastî hey Yezdan dizane.) Ewan beratên pirtûkê (Qur’anê) ne. Û ewan (biryaran) ji Xudayê te 1i bal te da hatin hinartinê (hene!) ewan rast in. Lê pirên kesan bawer nakin.
2Ewê ku hûn ça dibînin, ezman bê stûn bilind kirîye, ewa Yezdan e û paşê ewî arş (mana) hildaye binê hêza xwe (hemî tişt hildaye binê heza xwe ça bivê wusa ewan dixebîtîne, her wusa) roj û hîv jî xwe ra ser nerm kirîye, hemûşk ji bona danê navdayî diherikin diçin. (Yezdan) bûyerên (afirandok) pêk tîne. (Ewa evan) beratan (ji bona we ra) vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn bi rast hatina Xudayê xwe bizanin.
3Û ewê zemîn raxistîye (ewa Yezdan e). Ewî di zemîn da çîyayên binecî û çem bi cî ki­rîye û di zemîn da ji hemî beran bi zotî û cotî ewî pêk anîye; (hemî tişt bi nêr û mêyîtî afirandîye) şev û ro li hev dide pêçandinê. Bi rastî ji bo­na komalê ramankar ra di wan kirinan da beratên (sodret) hene.
4Û (Yezdan) di zemîn da parên mezinên, ku nêzê hev in pêk anîye û rêzên ji tiryan û zevîyên çandî û darên xurman e bi heçî û be heçî bi cîh kirîye (ewan hemî jî) bi aveke tenê têne avdanê. (Lê) me dixwerin û rengê wan da; hinekê wan li ser hinekên wan dane çêtir kirinê. Bi rastî di van da ji bona komalê ku hişdarî dikin, beratên (sodret) hene.
5Heke (ji piştê gotina van beratan, ne bawerîya wan; Muhemmed!) te sodret bike, îdî gotina wanê, ku dibêjin: "Qey gava (em bimirin bibine) xwelî, qey dîsa emê carekê dinê bêne afirandinê? Sodrettir e.” Ewan kesên ku bi Xudayê xwe bûne filê hene! Ewan bi xweber in, ewanan ew in, ku di stûyê wan da zincîr hene. Ewan hevalê agir in û wê di agir da jî hey bimînin.
6Ewan (filan çiqa tu ji wan ra dibêjî: "Heke hûn ji van kirin û bawerîyên xwe para da neyên, wê Yezdanê ji bona we ra şapatan bîne, heke hûn poşman bibin, we Yez­danê qencîyan bi we bike" dîsa) ji te di berya qencîyan da, sikatîyan dixwazin. Bi sond! Di berya wan da pir hecwekî ji wan borîne (gelo çima ji wan hecwekîyan hiş bilnadin?) Bi rastî di hemberê cewra kesan da Xudayê te, ji bona kesan ra baxişkar e. Û bi rastî Xudayê te zor şapat e.
7Ewanê bûne file hene! (aha) dibêjin: "Heke ji Xu­dayê wî (wekî me ça diva) berate bihata hînartinê (meyê bi wî bawer bikira". Muhemmed!) tu hey (hatî şandinê) ji bo ku tu (ewan bi hatina şapatan) bide tirsandinê. Û ji bona her komalekî ra rêberek heye.
8Tişta ku hemî mê pê avis di­bin û tişta malberxa wan kêm û pir dike (ji bona mezinatî û jînê pir dike tişta bermaî jî davêje derva) hey Yezdan pê dizane. Û hemû tişt li ba (Yezdan) bi pîvan in.
9Ewa bi dizî û xûyanan dizane, mezinê bilind e.
10Li bal wî ku yek ji we (mijûlîyên xwe) dizîka da bike, ya jî eşkere mijûl be, yek e (hey dibihê). Û çi bi şev xwe veşêre, ya jî bi ro derkebine şûnên xwe (bêne xûyandinê yek e hemûşkan dibîne, di şûna wan da bi cî datîne).
11Ji bona van tiştan ra peyrewên pêşvaçûyî peywestî hene, ku ewan peyrewan ewan tiştan ji bûyerên Yezdan diparisînin. Bi rastî Yezdan heya komalek; tişta babetê xwe, bi xweber nede heşivandinê, ewê qencîya kirî ji wan nade heşivandinê. Û Yezdan bivê ku sikatîyê bi komalekî bike, tu kes îdî nikare ewê sikatîyê ji wan bide para danê. Şixwa ji pêştirê wî jî ji wan ra tu parisvan û serkar tune ye.
12Ewê ku berqtavê bi tirs û bi xwastin bi we dide dîtinê, heye! Ewa Yezdan e (gava hûn berqetavê dibînin; hinek ji we ditirsin, ji bona lêdana birûskê, hinek ji we jî divên, ku berqetav lêxe, ji bona ku şilî bibare) û ewan (berqetavan) ewran bi giranî tijî dikin diweşînin.
13Dengê ewran (Yezdan) bi sipasî ji kemasîyan paqij dikin û firiştan jî ji tirsan sipazîya (Yez­dan) dikin. Ewa teyrokê dişîne, îdî kîjanî (ewî lêxistina wî va ye) teyrok li wî dixe (bi vî ra jî ewan di mafê Yezdan da) hêj tekoşîn dikin. Bi rastî Yez­dan zor hembervan e.
14Bi rastî gazîkirina mafî (hey ji Yezdan ra ne). Ewanê gazî pêştirê (Yezdan dikin hene!) bi tu tiştî bersiva wan (ji alîyê gazîvanan) nayê danê. (Hecwekîya wan aha ne): Wekî wîyê ku mişta xwe vedike, ji bo ku av bigêhêjê devê wî, dirêjî avê dike, devê wî bi xweber jî (bi dirêjkirina mişta wî li bal avê da) nagihêje, (divê ku kulma xwe tijî ke bîne devê xwe, paşê bi lêvê xwe avê vebixwe). Û gazî kirin û perestîya filan hey rê wunda bûne.
15Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra kunde dibin.
16(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Gelo Xudayê ezman û zemîn kî ye? (Heke hûn dizanin ka ji min ra bê­jin.” Ewan ji bersivê bê hêvî dimînin,îdî tu ji wan ra aha) bêje: “Xudayê ezman û zemîn) Yezdan e." (Paş da tu ji wan ra aha) beje: "Îdî hûn ça ji pêştirê (Yezdan, perestevanên) ku ewan ji bona xwe ra jî kar û zîyanê nikarin bikin, ji xwera perestevan digirin? (Heke ewan ji doza xwe para da ne hatin, tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (merivên) kor û bi çav (di dîtinê da) wekî hev di­bin? Gelo qe tarî û ronahî wekî hev dibin? Ya jî ewan hinek hevrî ji Yez­dan ra çê kirine, ewan hevrîyan jî we­kî Yezdan (tiştan) diafirînin, îdî afirandina tiştan li bal wan wekî hev bûne (ji hev dernaxin: kîjan Yez­dan afirandine, kîjan hevrîyan afirandine. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Afirandokê hemû tiştan Yez­dan e. Lê ewa servahatê bi tenê ye.
17(Ji wan ra bêje: "Hecwekîya perestî ya Yezdan û perestîya pûçan aha ne; wekî ça) av ji azmanan dihinire, îdî leyî dikişe dike­be newalan, şirik çê dibin, paşê leyî bi belqoqî kef digire (av dimîne, kef diçe). Wekî (gava ku hûn ji xwe ra bivên) xişir û dezgahan çêkin, hûn li ser madenan agir pê dixin, madenan dibahitînin (helandin) li ser rûyê madenan to digire (dema xebatê) to diçe, Lê maden dimîne, perestîya Yezdan û pe­restîya pûçan bi vî awayî ye (perestîya Yezdan dimîne. Lê pe­restîya pûçan diçe kêr nayê.)” Her wusa Yezdan ji bona wan tiştên veşartî heçwektîyan vedike.
18Ji bona wanê, ku bbersiva Xudayê xwe dane, qencê xelatan heye. Ji bona wanê bersiva Xuda ne dane, heke hemî heyînên di zemîn da hene, wekî wan dîsa hebin jî ewanê (ji bo ku xwe ji şapata Yezdan fereste bikin) wê hemûşkî di şûna xwe da bidin. Hey ji bona wan ra sikê çelatan bi hijmarî heye û şûnwarê wan hey doj e. (Doj çiqa) sikê hêlanan e!
19Qe ewê dizane tişta ji Xudayê te li bal te da hatîye hinartinê rast e, wekî wî yê, ku kor e (dibêje: "Ewa ne rast e)" dibe? Evê hey xweyê hiş bîra xwe tînin.
20(Xweyê hiş) ew in, ku peymana dane (Yezdan, bi yekatîya wî) pêk tînîn û peyman dayî naşikênin.
21Û (ewanê xweyê hiş) tişta, ku Yezdan fermana gîhîjtin û gîhandina wî kirîye, pêk tînin û digihînin (ji bira û pismam û merivan, giza xwe nabirin, sertêdan û serdana wan ra diçin) û ji Xudayê xwe ditirsin û xwe ji sikê hijmaran diparisînin.
22Û (ewanê xweyê hiş) ji bona qayîlbûna Xudayê xwe (li ser perestîya wî) hew dikin (wekî ça hatine fermankirinê wusa) nimêj dikin û bi dizî û eşkere ji wan rojîyên me daye wan ji hewcan ra disixwurînin û ewan sikatîyan, bi qencîyan diborînin. Serfirazîya para da ji bona ra ne.
23(Serfirazîya para da ev e;) ku evan û tevê wan bav û da û zar û zonên xweyên aştîkar va dikebine bihişta xweşîyan, firişte jî di hemû deryan da dikebine bal wan.
24(Ji wan ra aha dibêjin): "Bi sedema hewa we ye (cîhanî, ka mêze bikin Yezdan dawya cîhanê ça ji we ra) qencî anî, îdî hûn bijîn."
25Ewanê ku (di cara yekem da peyman dane Yezdan, gotine: "Tişta me dayî, bê dudilî emê pêk bînin." Paşê) peymana xwe şikênandine û tişta Yezdan fermana gîhandina wî kirîye, ewan birîne (gîhandinê pêk naynin, di şûna wî da di nava bira û pismaman da) di zemîn da têkilkirinê çê dikin (ewan berê hev didin) hene! Ji bona wan ra deherandina ji (dilovanîya Yezdan) heye û ji bona wan ra sikê xanîyan heye.
26Ewê ku rojînan bi vîna xwe ji bona (heyan ra) kêm û pir dike, ewa Yezdan e. Ji ber piratîya rojînan) ewan bi jîna cîha­nê şa dibin, jîna cîhanê jî (li ber jîna para da) ji pêştirê pînan tu tişt nîne.
27Ewanê bûne file hene! Dibêjin: “Heke ji Xudayê (Muhemmed) wekî (ça em divên berate bihatinan, dibû ku me bi wî) bawer bikira, çi dibû ku berate bihatinan?" (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî Yezdan (rê) wundabûna kî bivê (rêya wî) wunda dike. Û ewanê bi dilê xwe li bal wî da fetilî bin, tîne rêya rast."
28(Ewanê hatine rêya rast, ew in ku bi Yezdan) bawer kirine û dilê wan bi bîranîna Yezdan hew dike. Hişyar be! Bi rastî dil, bi bîranîna Yezdan (li ser teşqelan) hew dike.
29Ewan kesên ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra (evan gotinê hanê hene!) "Xwezîya me bi wan hatî, ji wan ra êwirên qencî hene."
30(Me ça di berya te da pêxember şandibûn) wusa em te jî li bal komalekî ku filetîya (Yezdanê) dilovan di­kin, di berya wan da jî pir kom borîne, dişînin, ji bo tişta me li bal te da hinartîye tu ji wan ra bixûnî. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Ewa (Xudayê dilovan) Xudayê min e; ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Min xwe hispartîye wî, hey (para hatina ji sikatîyan) li bal wî da ne.
31Û ewan (filan aha gotine: "Heke Muhemmed! Ça Qur’an , anîbû) bi Qur’anê ra çîya (li dorê me) rabûnan (me ji xwe ra zevî biçandinan, cîhê me fire bibûya) ya jî ji me ra hinek zemîn biqetanda (di nava wî da çemê av ê bikişîyan me bireşanda) ya jî mirî (rakira bi me ra) mijûl bibûnan (meyê bawer bikira û ewa dibû Qur’an )." Lê fermana (van bûyeran) hemî jî ji bona Yezdan ra ne. Îdî qey ewanê bawer kirine negîhîjtinê, ku heke Yezdan biva, wê hamû kesê (ji alîyê Yezdan da) bihatina rêya rast. Ewanê bûne file hene! Ji piştî wan, heke nişkeva şapatek li wan kebe, ya jî nêzê welatê wan aşîtek bikebe, heya danê peymana hatina wê aşîtê neyê, ewa aşîta bi ser wan da nayê. Bi rastî Yezdan ji peymana daye para naçe.
32Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da borî jî hatîye tinazkirinê, îdî me jî ji bona wanê bûne file ra mecal daye, paşê ewan me bi şapatan girtin. Îdî (mêze bike) ka şapatê min (ji wan ra) çane!
33Îdî (mêze bike) qe ji bona wî (Yezdan)ê ku li ser hemî candaran bi kirina wan (dîdevan e, hevrî têne çêkirinê? Ewan (filan) ji bona Yezdan ra jî hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra bê­je): "Ka, navan li wan (perestvanên xwe bikin, ku em mêze bikin alyekî wanê babetê perestîyê heye?) ya jî gelo hûnê bêjin: "Tişt di zemîn da hene, Yezdan bi wan nizane?" Ya jî hûn hey peyvên belaş dibêjin? Gotina wan nîne. Bi rastî (pelîd) ji bona wanê file ra kirinê wan daye xemilandinê (endezeyên wan xweşik tîne xûyandinê) û ewan ji rêya wî hatine fetilandinê. Û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî ji wî ra qe tu beled tune ye.
34Di jîna cîhanê da ji bona (wanê rê derketî ra) şapatek heye û bi sond! Şapata para da hêj zortir e. Tu parisvanê ku ewana ji şapata Yezdan biparisîne, tune ye.
35Hecwekîya we bihişta, ku ji bona wanê xwe (ji bê fermanîya Yezdan) parisandine hatîye peymandanê (eva ye): "Di binê (darê) wê da çem dikişin, xwurek û sîhîyên wê her hene." Encama wanê xwe paris, eva ye. Encama filan jî agir e.
36Ewanê (ku me di berê da ji wan ra pirtûk şandîye) bi vê pirtûka me li bal te da niqandîye şa dibin. Lê ji partîyan hinek hene! Ku bi hinekî (Qur’anê) bawer nakin. Tu (ji wan ra) bêje: "Ez hatime fer­mankirinê, ku ez bi rastî perestîya Yezdan bikim û ez ji wî ra hevrîyan çê nekim, ez hey li bal (Yezdan da) gazî (we) dikim û êwra (para da) hey (li bal Yezdan da ne)."
37(Me di berya te da pirtûkên hizger bi ezmanê komal ê wan li ser wan da hinartîye) wusa jî me ser te da pirtûka (bi nav Qur’anê bi zimanê) Ereban hinartîye (ji bo ku tu bi wan biryarên wê, fermanê) berewanî bikî. Heke ji piştî, ku ji te ra zanîn hatibe, paşê tu bibî pewrewê (hewesa filan) îdî ji bona te re tu parisvan û serkarê, ku te (ji şapata) Yezdan fereste bike tune ye.
38Û bi sond! Di berya te da jî (ewan pêxemberên wekî te meriv bûn) me li bal (kesan da) şandine ji bona wan ra jî jin û zar û ûrt me dane. (Ewan filan çi dibêjin bila bêjin, tu nexeyîde). Tu pêxemberek nikare bê destûra Yezdan beratên, ku meriv bi (pêkanîna wan bêzar dibin) bîne. (Ewan danê şapatê dipirsin, heya danê wan şapatan neyê, şapat bi wan da nayê) loma ji bona her bûyerekî danê (hatina wê) heye.
39(Ku ewa bûyera di wî danî da tê û di wî danî da diçe). Yezdan bi vîna xwe, tişta ku bivê (di wan dana da) diheşîvîne û tişta bi mayîna wan bivê (ewan jî heya danê wan dihîle), Dayîka wan şixwa li bal Yezdan e: (di gewdê hemî heyan da genê pîvandayî hene. Yezdan ji wan genan kîjane pîr bûye, ya jî danê mirina wî hatîye, ewî di wî danî da dimirîne paşê hinek genên jîndarî, di şûna wan genên mirî da bi cîh dike. Her wusa ewan heya danê para da bi pîvayî tên û diçin. Lê dayîka wan genan di şûna xwe da dimîne).
40Heke em hinekî ji wê şapata ku me ji wan ra peyman daye (ji ber ku ewan bi te bawer nakin, bi wan da bînin); bi te bidine dîtinê, ya jî hêj te ewa şapata nedîtibe, em canê te bistînin, qe tu kovan tune ye, li ser te hey (eva heye), "Gelo te ewan biryarên me, ji wan ra gotîye ya ne gotîye?” Hijmara (xelat û celata wan jî) li ser me ye.
41Ma qey ewan nabînin, ku em zemîn tînin; li doranê wî em kêm dikin (ava ya em kavil dikin, ciwanan em kal dikin, dimirînin, zemînê wan ji destê wan derdixin, dixine destê hinekê mayî). Yezdan (bi van biryaran) berewanî dike. Tu kesê bikebe pey fermanê Yezdan bide pa­ra tune ye. Ewa zû hijmarê (van biryaran e).
42Bi sond! Ewan (fileyên) di berya wan da jî endeze kirine (ku pêxemberên xwe, bixapînin). Lê hemî endeze (di zanîna) Yezdan da nin. Can çi ked bike ew bi wî dizane. Wê fileyî jî bizanin ka dawya vê cîhanê ji bo kî re ne!
43Ewanê bûne file hene! (Muhemmed! Ji te ra) dibêjin: "Bi rastî tu (ji bal Yezdan da li bal me da bi pêxemberî) ne hatî şandıne." (Tu ji wan ra) bêje: "Di nîveka min û we da bi nêhrewanî (şahid) Yezdan û ewê zanîna pirtûkê li bal heye, bes e.
Chapter 14 (Sura 14)
1E.L.R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpan dizane). Me eva pirtûka li bal te da hînartîye, ji bo ku tu kesan bi destûra Xudayê wan, ji tarîtîya (ne zanîn û filetîyê) li bal ruhnaya (zanîn û bawerîyê da) derxî (ewa jî) rêya Xu­dayê servahat ê pesinvan e.
2Ewa Yezdana (Xu­dayekî wusa ne) ku hemû tiştên di ezman û zemîn da hene ji wî ra nin. Ji bona şapata (Yezdan e) zor, xwelî li wan filan be!
3(Ewan file yên wusa nin) jîna cîhanî, ji jîna dawyê pirtir hez kirine. (Ewan) divên, ku rêya Yezdan (li ber kesan xar bikin û) bigirin. Ewanan bi rastî di rê wundabûneke dûr da nin.
4Me çiqa pêxemberek şandibe, hey ewa bi zimanê komalê xwe hatîye şandinê, ji bo ku (bizane fermanê me) ji wî koma xwe ra veke (û bi zanîn ji wan ra bêje): “Îdî Yezdan ji kê ra bivê ewî ji rêya (rast) dûr dixe û ji kê ra jî bivê ewî tîne rêya rast.” Bi rastî (Yezdan) servahatê bijejke ye.
5Bi sond! Me Mûsa bi beratên xwe va (bi pêxemberî li bal koma wî da) şandîye. (Me ji Mûsa ra got: "Mûsa!) Tu komalê xwe ji tarîtîya (nezanî û koletîyê) li bal ruhnaya (zanîn û azadîyê da) derxe û tu ewan royên (ku di wan royan da, şapat bi wan komalê file da hatîye) bixe bîra, wan. Bi rastî di van da ji bona hemû kesê (ku li ser şapatan) hewdarî kirine û sipazîya (Yez­dan) kirine, beratên sodret hene."
6Û di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotibû: "Gelê komalê min! Dema Fir’ewn û bi komalê xwe va hûn bi sike şapatan didane cefadanê bîra xwe bînin. Loma ewan zarên we yên kurîn dikuştin û jinê we jî para da bi rindî dihîştin. Yezdan bi we qenc kir hûn ji wan fereste kirin. Bi rastî (di van şapatan da) ji Xudayê we, ji bona we ra ceribandineke mezin heye."
7Û (gelî cihûyan! Xudyê we gavekî ji bona we ra aha) gotîbû: "Heke hûn li ser wan (qencîyên ku min ji we ra kirîye) sipazî bikin, ezê ewan (qencîyan) ji bona we ra pir bikim û heke hûn nankorî bikin (bi rastî agaha we hebe) şapata min pir zor e."
8Mûsa (ji koma xwe ra aha) gotîye: "(Gelê min!) heke hûn hemû û bi wan heyînên di zemîn da hene, nankorî bikin jî (bizanin! Bi rastî) Yezdan ji hemû (heyînên cîhanê û ezmanî) bê perwa ye û pesinvan e."
9"Qey zanîna bi serdaborya wan (pêxemberên) berya we da bûn, ji bona we ra ne hatîye (ka ewan çi bi serê wan pêxemberên xwe kirine? Ewan komalan); Komalê Nûh û Ad û Semûd û ewan komalên pey wan da hatî, ji pêştirê Yezdan tu kes bi hijmara wan nizane. Pêxemberên wan (bi beratên) daveker va hatibûne bal wan (ji wan ra şîretên bi qencîyan dikirin). Îdî ewan ko­malê wan (pêxemberan ji hêrsa) destê xwe danîne ser devê xwe (Qîr dane wan pêxemberên xwe, ji wan ra gotine: "(Bes in, evan şîretan nekin, em bi wan şîretên we gêj bûn). Bi rastî em bi wê tişta ku hûn ji me ra dibêjin, bûne file (bi we bawer nakin) û bi rastî em bi wî yê ku hûn me, li bal wî da gazî dikin, di dudilyekî bê goman da nin."
10Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "Qe (di hebûna) Yezdan da dudilî çê dibe? Ewî ezman û zemîn afirandîye ewa, gazî we dike, ji bo ku ewa gonehên we ji bona we ra bibaxişîne û ewa heya danê navdayî we (di cîhanê da) dihêle.” Ewan (bersiva pêxemberan didin) dibêjin:"Hûn jî merivên wekî me ne. Hûn ji me dixwazin, ku em dest ji perestîya wan tiştên ku, bav û kalê me ji wan ra perestî kirine, berdin. Heke hûn (di van dozê xwe da rast in, ka) ji me ra beratên bi hêz û daveker bînin."
11Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "(Hûn rast in) em jî merivê wekî we ne, ji xencî wî tu tişt nînin. Lê Yezdan ji kîjan bendê xwe ra bivê, ji wî ra (pêxemberî) dide. Ji pêştirê destûra Yezdan ji me ra tu hêz tune ye, ku em beratên hêztir bînin. Îdî (gelî) bawergeran! Hûn xwe hispêrin Yezdan."
12"Ma qey çi bûye ji bona me ra, ku em xwe ne hispêrin Yezdan? Bi sond! ewî em anîne rêya me ya (rast). Bi rastî emê li ser van cefanên ku hûn didine me hew bikin, hisparok bi xweber jî xwe di hêspêrin Yezdan."
13Ewanê bûne file (hene! Ewan ji bona) pêxemberên xwe ra gotine: “(Ji van her du rêyan hûnê yekî ji xwe ra hilbijêrin); ya emê we ji welatê xwe derxin (îdî em gohdarya we nekin) ya hûnê (dîsa werin) ola komal ê me." (Dema pêxember ji bawerîya wan bê hêvî bûne) îdî Xudayê wan ji wan ra niqandîye: "(Gelî Pêxemberên min! Hûn bi mirûz nebin, bi rastî) emê cewrkaran teşqele bikin."
14"Û emê di pey wan da, we di zemîn da biêwirînin. Ewa (peymana hanê) ji bona wanê ku ji payen û celatên (minê peyman dayî) tirsîyane heye."
15Û (ewan pêxemberan) servahatina bi ser neyaran (ji Yezdan) xwestine, îdî hemû înckarên serdest bê hêvî mane.
16Di pey (bê hêvî manê) ji wan ra doj heye (di dojê da ewan) bi aveke kêm û xûnê têne avdanê.
17Ewa ewê avê diqurtîne, lê jê ra çê nabe, ku di qirika xwe da bixe xwarê û ji wî ra di hemû cihî da mirin hatîye (di xwarê ku bimire) lê namire. (Çavê wî wusa zoq dimîne). Di peyda jî (ji bona wî ra) şapateke peywestî heye.
18Hecwekîya wanê ku filetîya Xuda yê xwe di­kin hene! Kirinê wan wekî wanê ku di royeke bager da be, ariştê xwelîyê bide bayê (ça ewê arişt dide bayê, tu tişt destê wî da namîne, eva jî) çi ked kiribe, nikare qe tu tiştî ji keda xwe bigire. Rê wundabûna dûr, eva ye!
19Ma qey tu (li bal ezman û zemîn da) mêze nakî, bi rastî Yezdan ezman û zemîn bi mafîtî afirandîye? Heke (Yezdan) bivê wê we (bimirîne) behere, di (şûna we da) hinek afirandinên nû, bîne.
20Û ewa kirina (hanê jî) li ser Yezdan zor nîne (hesanî ye).
21(Di roya rabûna hemû da) ewan bi tevê (kirinê xwe va) di hemberê Yezdan da xûya dibin (ewan bi xweber jî digotibûne: "Evan kirinê me li bal Yezdan nayêne xûyandinê." Yezdan dema kirinê wan bi wan daye xûyandinû) îdî ewanê bê wec ji bona wan peyrewên xweyên (ku doza mezinatî kiribûne) gotine: "Bi rastî em ji bona we ra peyrewan bûn, îdî qe hûn nikarin ku me tiştekî ji şapata Yezdan bi parisînin?” Ewan pêşrewanan (bersiva bê wecan aha dane) gotine: "Heke Yezdan em anîbûna rêya rast, meyê jî hûn bianîna rêya rast. ji bona me ra qe tu ferestebûnî (ji aşîta Yezdan) tune ye, îdî em çi qîr û hewar bikin û em çi hew bikin, li ser me yek e (tu raqetana wan tune ye)."
22Ji piştî ku bûyera (wan) pêk hatîye, pelîd ji bona (wan fileyên ku çûne dojê aha) gotîye: "Bi rastî Yezdan ji bona we ra peymana xwe yê maf dabû, min jî ji bona we ra peyman dabû. Lê îdî ez ji peymana xwe poşman bûm (min peymana xwe pêk neanî) ji bona min ra li ser we (ji bo ku hûn bibine file) qe tu hêz tune bû, ji pêştirê min gazî we kiribû, îdî we jî bersiva min dabû (hûn li pey min hatin, bûne fi­le). Îdî hûn gazinan ji min nekin, û hûn hey gazinan ji xwe bikin. Ez nikarim we (ji şapatan) fereste bikim. Bi rastî hêj di berê da, ku we ez dixistime hevrî (ji bona Yezdan ra) min dest ji we berdabû (bi wê kirina we bawer ne dikir). Bi rastî ji bona cewrkaran ra şapateke dilsoz heye."
23Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine (hene!) ewanan dikebine bihişta ku di binê (darê wê da) çema av ê dikişin: (ewan) bi destûra Xudayê xwe (di wê bihiştê da) hey dimînin. Sertêdana wan (di bihiştê da) ji hev ra "Selam" dibêjin.
24Ma qey te ne dîtîye, Yezdan hecwekî ça dane çêkirinê? Peyveke paqij wekî dareke paqij e; ça çiqilê wê darê jor da ne, koka wê jî di zemîn da rehvedaye (ewa peyva jî ji merivan derdikebe, lê qencêyên wê jî bi jor da diçin).
25Di hemû gavan da berên ku ji wê darê têne xwarinê, bi destûra Xudayê (wê darê) tên. (Qencîyên ji wan peyvan jî di hemû gavan da têne goman kiri­nê). Yezdan evan hecwekîyan ji bona kesan ra tîne, hêvî heye ku bi rastî ewan kesan ji van hecwekîyan hiş hildin.
26Peyva sik jî wekî sik e, ewa dara a sik ça li ser zemîn bûye qurm maye (kêrê tu tiştî nayê: berê wê tune ye, ku meriv ji wê bixun, li wê mêze bikin, peyva sik jî wusa ne) qe ji wê darê ra tu hew tune ye.
27Yezdan ewanê bawer kirine; di cîhan û di para da jî dihewîne. Û Yezdan cewrkaran jî (wekî dara sikê ku tu hew jê ra tune ye) ji rêya rast wunda dike. Yezdan çi bivê ewî dike.
28Ma qey tu li wanê, ku qencîyên Yezdan bi nankorîyê (û xirabîyê) guhurandine û komalê xwe jî di xanîyê teşqelê da êwirandine, mêze nakî (ka temtêla wan ça ne)?
29Ewa xanîya doj e (ewanê) hemû li bal dojê da pal bidin. Ewa çiqa sikê ewra ne!
30Ji bona ku rêya Yezdan wunda bikin, ji bona Yezdan ra hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn di xweşîya xwe da dûm bikin, loma bi rastî hey zivirandina we li bal agir da ne."
31(Muhemmed! Tu ji bona wan bendeyên minê bawer kirine) bêje: "Me ça fermana wan kirîye) bira nimêja xwe wusa bikin û rozîyên me dane wan, hêj ewa roya tu kirîn û fırotin têda tune ye û yartî jî têda tune ye (ne hatîye) bi dizî û eşkere (ji bona hewcan ra) bidin."
32Ewê ku ezman û zemîn afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji ezmanan avek hinartîye, îdî (bi fermana wî) ji bona we ra, ji berên cure cure bi wê avê rozî derxistîye û ewî ji bona we ra kelek semerin kirîye, ji bo ku hûn bi fermana wî di zeryayê da bigerin. Û Yezdan çemên avê jî xistîye binê destê we.
33(Yezdan tûm caran) roj û hîv jî, ku yek ji yeka mayî dûr nekebe û ji hev neçin jî sernerm kirîye (xistîye binê fermanê, ji bona qencîya bi we ra). Ça şev û ro jî (ji bo­na qencîyan xistîye binê fermanê, ku hûn di wan gavan da ji xwe ra xebatê bikin.)
34Û we çi (ji Yezdan) xwesti be, ewî ewan hemû ji bona we ra anîye, daye. Heke hûn qencîyên Yez­dan e (ku bi we kirîye) bihijmirin, hûn nikarin ewan (qencîyan) bi deste deste jî bihejmirin. Bi rastî meriv (ji bona xwe ra) zor cewrkar û nankor e!
35Îbrahîm di gavekî da (aha) gotibû: "Xuda! Tu evî bajarê hanê ji hemû (sikatîyan) ewle bike. (Xuda!) tu min û zarên min ji perestîya pûtan biparisîne."
36"Xuda! Bi rastî ewan (pûtan) pirên ji kesan, ji rêya rast dane wundakirinê. Îdî (Xuda!) kîjan bibe peyrewê min, ewa ji min e û kîjan bê gotina min bike, bi rastî îdî hey tu î baxişgerê dilovîn."
37"Xudayê me! Bi rastî min ji ûrta xwe di newaleke bê çandin, 1i bal xanîyê te yê, ku li dora wî da kirina sikatîyan qedexe ne, daye hewandinê. Xu­da! (min wusa kirîye) ji bona ku ewan nimêj bikin; îdî (Xuda!) tu dilê hinek kesan jî û bal wan da xar bike (ji bo ku herne bal wan, ewan bi tenê nemînin. Xuda!) Tu ji beran, ji wan ra rozînî bide, bi rastî hêvî heye ku ewan sipazîya (te) bikin."
38"Xudayê me! Bi rastî tu bi kirinê me yê dizî û eşkere dizanî (em çi tiştî veşerin ya jî eşkere bikin, tu bi hemûyan dizanî) di ezman û zemîn da tu tişt li ser Yezdan veşartî nîne."
39“Ew Yezdanê ku di gavê kaltî ya min da Ismaîl û Ishaq, ji min ra raber kirîye, hemû sipazî ji wî ra be. Loma bi rastî Xu­dayê min gazî kirinan (bi litêkirin) dibêhê!"
40"Xudayê min! Tu ji bona min û hinekê ji ûrta min (xûyekî wusa bidî me) ku em bi peywestî, nimêj bikin. Xudayê me! Tu (van) xwastinê me litê bike."
41"Xudayê me! Di roya hijmara (ki­rinan) tu min û dê û bavê min û bawergeran bibaxişînî."
42(Muhemmed!) Tu goman neke ku Yezdan ji kirinê wan cewrkaran bê agah e. Lê Yezdan celata wan para da ji bona wê ro­ya çav têda zoq dibin, dihêle.
43(Di wê royê da) ewan serê xwe bilind dikin, direvin: Çavê wan (wusa zoq dimîne) li bal wan da nafetile, dilê wan (ji qencîyan) vala ye.
44(Muhemmed!) Tu merivan ji wê roya, ku şapat di wê royê da ji wan ra tê dayînê, bide tirsandinê, îdî ewanê cewr kirine hene! (aha) dibêjin: "Xudayê me! Tu ji bona me ra heya danekî nêzîk firsendê bide, emê ji bona gazîkirina te ra bersivê bidin (fermanê te li pêk bînin) û emê bibne peyrewê pêxemberan." Ma qey di berya naha da we sond nedixwar, ku ji bona we ra tu çûna ava tune ye?
45Hûn di şûna wanê, ku bi xweber li xwe cewr kiribûn êwirîne, ji bona we ra diyar bûye; ka me ça ewan (şapat) kirine û me ji bona we ra jî (ji temtêla wan) hecwekî anîbû (wusa nîne?).
46Bi sond! Ewan endezên xwe çê kirine, ji wan endezên wan çîya di şûna xwe da jî herin, hey Yezdanê celata wan bi endezan bide.
47(Muhemmed!) Tu goman neke, ku Yezdan ji wê peymana daye pêxemberên xwe, poşman bûye. Bi rastî Yezdan servahatê xwe yê tûl e!
48Di wê roya ku zemîn bê zemînî û ezman bê ezmanî têne guhurandinê, hemû (heyî) di hemberê Yezdanê servahatî yê bi tenê da, xûya dibin.
49Di wê royê da (Muhemmed!) tu dibînî, ku nûsîtemkar bi heva (deste deste) hatine tewldanê.
50Kirasê wan ji qîrên e, agir ser çavê wan diniximîne.
51Ji bo ku Yezdan her kesî bi keda wî bide celatkirinê (evan tiştan) dike. Bi rastî Yez­dan zor zû hijmare!
52Û ji bona ku kes bi wê tirsdanê bêne (hişyarkirinê) û ji bona ku ewan bizanin, hey babetê perestîyê Yezdanê bi tenê ye û ji bona xweyê hiş ji wê şîretan hildin, eva (Qur’ana) bûye (şîreteke) ragehînî.
Chapter 15 (Sura 15)
1E.L.R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in.
2Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bê­jin:) "Xwezîka em misilman bûna."
3(Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne?).
4Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane).
5Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî pa­ra da mayî be.
6Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qu­r’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî."
7"Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne."
8Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin).
9Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in.
10Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine.
11Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine.
12Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar.
13Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin.
14Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan).
15(Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî ça­vê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê."
16Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine.
17Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê.
18Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî.
19Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine.
20Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine.
21Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan).
22Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan.
23Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin).
24Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin.
25Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye.
26Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye.
27Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye.
28Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin.
29Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin.
30(Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin.
31Ji pêştirê pelîd; ewî ji bona kundebirinê, xwe da para.
32(Yezdan ji bona wî ra) gotîye: "Çi bûye ji te ra pelîd! Ku tu jî bi wanê kundebir ra ne bûyî?"
33(Pelîd di bersiva Yezdan da) gotîye: "Ezê ça ji bona wî kesê, ku te ewa ji heryekê bênketî qimitîye ji hevçûyî çê kirîye, kunde biherin?"
34(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "Îdî tu ji nava qencîyê min derkebe. Bi rastî tu ji dilovanîya min hatî deherandine."
35"Û heya roya xelat û celatan deherandin li ser te ye."
36(Pelîd beresiv daye) gotîye: "Xudayê min! Heya roya ku ewanê dîsa rabin (ji bona kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê, canê min nestîne) li min mêze bike (ka ez çi bi wan dikim!)"
37(Yezdan ji wî ra) dibêje: “Bi rastî ji te ra mecal hate dayînê.”
38"Heya wî danê roya diyarî."
39(Pelîd ji bona Yezdan ra) dibêje: "Xudayê min! Ji bo ku te ez (bi sedema wan) aziran dime, ezê ji bona wan ra di zemîn da (sikatîyan) bixemilînim û ezê ewan hemûşkan bi azirinim (ewan ji rêya te derxim)."
40"Ji pêştirê wan kesên ji wan, ku xurî bendeyên te ne."
41(Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "(Eva gotina te ye ku tu dibêjî. Ez nikarim bendeyên te yên xurî ji rêya rast derxim." Şixwe ewa) rêya min a rast e."
42"Bi rastî li ser wan bendeyê­n minê xurî tu hêz ji bona te ra tune ye. Ji pêştirê wanê azirî ku bûne peyrewê te."
43Bi rastî doj, şûna radawa wan aziryan hemûşkan e.
44Ji bona dojê ra heft derî hene. Ji bona her yekî ji wan derîyan, pareke ku ji wan hatîye parkirinê, heye.
45(Ewanê ku xwe ji pelîd parisandine) hene! Ewan di bihişt û kanya da nin.
46Hûn bi xêlne û bi ewletî bikebine behîştan.
47Me dexesîya di singê wan da heyî, rakirîye. Ewan bi biratî li ser textan hemberî hewyane.
48Di wura da westandin bi wan nagire, û ewan ji bihiştê jî nayêne derxistine.
49(Muhemmed!) Tu ji bendeyên min ra agahdarî bide; "Bi rastî ez baxişgerî dilovîn im."
50"Bi rastî şapata min jî şapata dilsoz e!"
51(Muhemmed!) Tu ji wan ra agahdarî ji mêvanê Îbrahîm bide.
52Gava (ewan mêvanan) ketine bal (Îbrahîm, jê ra aha)gotine: "Selam" (Îbrahîm ji wan ra) gotîye:"Bi rastî em ji we vecinîqîn."
53(Ewa mêvanan ji bona Îbrahîm ra) gotine: "Tu ji me veneciniqe, bi rastî (em hatine) te bi kurekî zana didine mizgîndanê."
54(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pişkî kaltî bi min da hatîye, hûnê bi çi îdî mizginî bidine min?"
55(Ewan ji Îbrahîm ra) dibêjin: “Em mizgînî didine te bi rastî tu nebe ji wanê bê hêvî.
56(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pêştirê wanê rê derketî tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabe."
57(Ji piştî ku Îbrahîm zanî, ewanê hatî firişte ne; ji wan pirsî) got: "Gelî saîyan! Xwastina we çî ye?"
58(Ewan saîyan) gotine: "Em li bal komalekî nûsîtemkar da hatine şandinê."
59Ji pêştirê malîyên Lût. Bi rastî emê ewan (malîyên Lût) hemûşkan fereste bikin.
60Ji pêştirê jina (Lût) me bi rastî (ewa jinika ji wanê ku di nava teşqalan da dimînin hijmartîye). Bi rastî ewa jinika di teşqele da maye.
61Îdî gava ewan saîyan hatine bal malîyên Lût.
62(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî (wusa ne nîyas in) meriv ji we vediciniqin."
63(Ewan saîyan) gotine: "(Hûn ji me netirsin) me ewa (şapata) ku komalê te, di hatina wê da du dil in, ji te ra anîye."
64"Û me bi rastî ewa şapata anîye û em di gotina xwe da jî rast in."
65Îdî tu di danekî şevê da ma­lîyên xwe derxe rê û tu jî li pey wan da here, bira tu kes ji we para da mêze neke, cîyê hûn hatine fermandanê, ji bona çûna wêderê, herin wura."
66Û me (li bal Lût da) pêkanîna vê fermanê niqandîye, "Bi rastî poçika wanê di sibehê da hatibe birînê (qe tu kes ji wan namîne)."
67Û rûniştîyên bajar bi hev ra mizgîna (hatina saîyan) didane hev (direvîyan hatibûne bal mêvanan).
68(Lût ji bajarîyên xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evan mêvanê min in; hûn min bi wan nehetikînin."
69"(Çi dibe!) Ji Yezdan bitirsin, hûn min riswa nekin."
70(Bajarîyên Lût jê ra) gotine: "Ma qey me tu ji ka­rê bîyanan ne dabû paradanê (hêj tu têkilê karê wan jî dibî)?"
71(Lût ji bona bajarîyan aha) gotîye: "Heke hûnê tiştekî bikin, evan keçên (minê jinê we ne) havanên."
72(Lût!) Bi jîna te ewan (komalê te yê file) di mestîya xwe da kor mane.
73Îdî di gava roj derketînê da, dengê hêja zemîn bi wan girt.
74Îdî me ewan ser û binê hev kirin û me li ser wan da jana bi nav (xwuryê keviran) barand (ya jî di zemînê wan da me agir da hilkirinê, wusa teqya di hundurê xwe da herya xweye wekî agir avête hewa, ewan wekî çurûskê agir bi ser wan da barîne).
75Bi rastî (di vî da) ji bona wanê xwe nîyas ra beratên (sodretî) hene.
76Û bi rastî ewa (bajarê wan komalê Lût) li ser rêyeke berê da heyî da ne.
77Bi rastî ji bona bawergeran ra di vê (bûyerê da) beratên hişhildayî hene.
78Û bi rastî hevrîyên (Eyketê) zor cewrkar bûne.
79Îdî me ji wan jî tol hildane. Ewan herduk (bajarê Lût û bajarê Eyketîyan li ser rê) li ber çavan xûya ne.
80Bi sond! Hevrîyên hicrê (şikeft û keviran) jî (pêxember) dane derewdêrandinê.
81Û me ji wan beratên xwe anîne, îdî ewan ji wan beratan rû fetilandine.
82Ewan di wan çîyan da ji xwe ra xanî bi ewletî dikolan.
83Îdî di danê sibe da dengê (hêja zemîn) bi wan girtîye.
84Ewa (xebata wan e, ku ewan di berê da ji bona ewletîya xwe di çîyan da xanî kola bûn) ewan (ji şapatê) nedane parizandinê.
85Me ezman û zemîn û tişta nîveka wan da heyî, hey bi mafî afirandîye (ne ji bona ku ewan rêzikê min hilşînin. Ewanê di hemberê te da derdikebin hene! Emê ji wan tolê hildin) wê ewa roya (rabûna hemûtîyê) were, îdî tu bi wan ra bi qencî derbasî bike.
86Bi rastî Xudayê te pir afirandok û pir zane ye.
87Û bi sond! Me ji zoyan heft parên zo (Fatihe) û bi Qur’ana mezin va, ji te ra anîne.
88(Muhemmed!) Tu çavê xwe li bal hinek cotên (ji wan) ku me ewan di cîhanê da (bi zenginî û xweşî dane jînandinê) zoq neke. (Ji bona ku ewan bi te bawer nakin) tu murûz nebe û tu ji bona wanê bawer kirine baskê xwe ber jêr bike (di hemberê wan da mulahîm be).
89Û (Muhemmed!) tu ji wan ra bêje: "Bi rastî ez hey (ji bona we ra hişyarekî) tirsdanê ber çavî me."
90(Hûn dizanin, heke hûn bawer nekin, wê şapata Yezdanê bi ser we da were) wekî me ça li ser wan (fileyên) parkar da hinartîye.
91Ewan (filan in) ku Qur’an parpar kirine (hinekî wê, ku wekî Tewrat û Încîlê ye; litê kirine, ewa para ku wekî Tewrat û Încîlê ne bûye, bi wê bawer ne kirine).
92Îdî bi Xudayê te emê ji hemû (keda) wan pirs bikin.
93Ka ewan çi ked kiribûn?
94Îdî tu ça hatî fermankirinê (bê perwa) ewan wusa pêk bîne û tu rû ji wanê hevrîçêker bifetilîne.
95Bi rastî di hemberê wanê bi te tinazan dikin, em besî te ne.
96Ewanê (tinazan bi te dikin hene!) ewanan ji Yezdan ra hinek xudayên (xweyê) mayî dixne hevrî. Îdî ewanê di nêzîk da bizanin.
97Bi sond! Em dizanin, ku dilê te bi gotinê wan teng dibe.
98Îdî tu bi pesindayîna Xudayê xwe, ewî ji kêmasîyan paqij bike û ewanê kunde (ji Xuda ra) dibin hene! Tu bibe ji wan.
99Û heya mirina te bê, tu perestîya Xudayê xwe bike.
Chapter 16 (Sura 16)
1Fermana Yezdan hat! Îdî hûn (ji bona hatina fermanê) lez nekin. Bi rastî (Yezdan ji gotinê wan filan; ku tiştan jê ra dixne hevrî paqij û bilind e.
2Yezdan ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê, bi fermana xwe firişte (Cibrîl) bi niqandinê va li ser wan bendeyên xwe dihênirîne, ji bo (ewan pêxemberên bendeyên me, ku merivan hişyar bikin û ji bona wan ra evê gotina min a hanê bêjin): "Ji pêştirê min tu tişte babetê (perestîyê) tune ye, îdî hûn parisaya min bikin.
3Ewê ku ezman û zemîn bi mafî afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Ji wî tiştê, ku (ewan fi­lan) jê ra dixne hevrî (paqij) û bilind e.
4(Yezdan) meriv ji dilopeke (ava genokî ye) xwe avîtî afirandîye. Hema (ewa meriva) piştî (gava afirandina xwe da) bûye tekoşîngerekî xwûyayî.
5Û (Yezdan) tariş jî afirandîye. Di wan (tarişan da) ji bona we ra tiştê germê (pêk) tînin hene û pir karên (mayî jî) hene û hûn ji hinekî (wan tarişan jî) dixun.
6Û (hêj) gava (ku hûn ewan tarişan) di sibehê da berdidine çêre û di êvarê da jî (hûn ewan ji çêre) tînin û dadikin, ji bona we ra (xweşî û) rindayî heye.
7Û (ewan tarişan) giranîyên we hildidin dibine bajarên (wusa dûr) heya nîvê canê we derneketa hûn nikar bûn bigihîjtina (wan bajaran). Bi rastî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e.
8Ji bona sîyarîya we û xişran; (Yez­dan) hesp û hêstir û ker (afirandîye). Û tiştin qe hûn pê nizanin ewa ewan jî diafirîne.
9Ewê rêya xwe (rast dike û bendeyên xwe li bal rêya rast da) tîne, ewa hey Yezdan e. Lê hinek rêyên xaromaro hene hinek meriv di wan da diçin. Heke ewî biva, we hûn hemûşk bianîna rê­ya rast.
10Ewê av ji ezmanan hinartîye, ewa Yez­dan e. Di we avê da ji bona we ra vexurin heye, ji wê avê (gîha û dar û ber jî) çê dibin, hûn (tarişên xwe) bi wan diçêrînin.
11Ji bona we ra bi we avê, çandinî zeytûn û xurme û tirî û ji hemûşk beran hêşîn dike. Ji bona komalê ramankar ra di van kirinan da beratên (hişdarî) hene.
12(Yezdan) ji bona we ra şev û roj û tav û hîv (di xebata ji bona we ra, di rêzekî da) bi sernermî danîye. Sterk jî şixwa di fermana Yezdan da sernerm in. Di van kirinan da ji bona komelê hişmend ra bi rastî beratê­n mezin hene.
13Û ewî çiqa çandinîyên cure cureyê di zemîn da hene! (Hemû) ji bona xebitandina we ra (amade kirîye). Ji bona wî koma­lê, ku bîra xwe tînin di van da, beratên (hêca) hene.
14Ji bo ku hûn ji zeryayê goştê nû û şil bixun, ewî zerya di fermana we da amade kirîye, hûn ji wê zeryayê xemilên ku hûn li xwe dikin, derdixin. Tu kelekên mezin dibînî, ku ewan evê ça diqelêşin, diçin! Ji bo ku hûn ji rûmeta wî ji xwe ra rozînan bixwazin û ji bo hêvî heye, ku hûn sipazîya bikin ewî evan kirine.
15Ji bo ku zemin we nehejîne ewî li ser zemîn da çîyayên mezin rakutane. Ji bo ku hûn rêya xwe wunda nekin ewî di zemûn da çem û rû û rê danîne.
16Û (Yezdan) beratên mezin jî (di zemîn da) rakutane. Şixwa ewan bi siterkan jî têne re.
17Îdî qe ew (Yezdanê) ku afirandinê dike, wekî wan (tokelên) ku afirandinê bikin, dibe? Qe hên (bi ponijandin evan) bîra xwe naynin?
18Û heke hûn (gelî merivan!) qencîyên Yezdan yên (ku li ser we kirîye yek bi yek) bihijmêrin, hûn ewan deste deste jî nikarin bihijmêrin. Bi rastî Yez­dan baxişgerê dilovîn e.
19Û hûn çi tiştî veşêrin û ya jî eşkere bikin, hey Yezdan bi wan dizane.
20Ewan tiştên ku ewan (filan) ji wan ra perestî dikin hene! Ewan qe tu tiştî naafirînin, hêj ewan bi xweber jî hatine afirandinê.
21Ewan (tokelan) mirîne, zindî nînin. Ewan bi danê (rabûna hemûşkî, ji piş­tê mirinê) bê agah in.
22Yezdanê ku (hûn jê ra perestî dikin) heye! Ewa Yezdanekî bi tenê ye. Îdî ewanê ku bi danê para da bawer nakin hene! Dilê wan (filan da) ne bawerî cî daye, ewan bi xweber jî, ji bawerîyê, quretî dikin.
23Qe tu zîyan nake! Bi rastî Yezdan bi wan tiştê­n ku ewan dizî dikin ya jî eşkere dikin dizane. Bi rastî (Yezdan) ji wanê ku xwe qure dikin hez nake.
24Gava ji wan tê pirsîne, "Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bersivê didin) û dibjin: "Çîrokên berê hinartîye."
25(Aha bersiv dane) ji bo ku ewan hemî gonehên xwe û hinek jî, ji gonehên wanê bê zanîn ji rêya rast derxistine, di roya ra­bûna hemî da hildin. Hişyar bin! Çiqa barê wan sik e!
26Bi sond! ewanê berya wan da jî endeze kiribûn, îdî Yezdan jî xîmê avayê wan ji bin da anî, îdî li ser wan da banê avayan hate xarê. Di wî cîhê ku haja wan pê tune bû, şapat bi wan da hatîye.
27Paşê di roya rabûna hemî da (Yezdan ewan hemûşkan) riswa dike û (ji wan ra) dibêje: "Ka ewan hevrîyên min yê, ku we (bi bawergeran ra, di mafê wan da) tekoşîn dikirin,li kêderê ne?" Ewan (firiştan û pêxember û bawergerên) ku ji wan ra ji temtêla (filan) zanîn hatîye, gotine: "Bi rastî riswabûn û sikatî di îro da li ser filan e."
28Ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Gava firişte canê wan disitînin (aha) dibêjin: "Me qe tiştek ji riswabûnê nekirîye, îdî hemî sikatîyan davêjin." (Firişten bersiva wan didin aha) dibêjin: "Gotina we nîne, bi rastî we çi tişta kirîye, Yezdan bi wî rind dizane."
29“Îdî hûn di deryê dojê da bikebine dojê, hûn di dojê da her bimînin. Îdî (doj) ji bona quran çiqa sikê şûnan e!”
30Ji bona wanê (Yezdan) parizî kiribûne (aha) tê gotinê: "Ji bona we ra, Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bawergeran bersiv dene û) gotin "Qencî (hinartîye)." Ji bona wanê ku di vê cîhanê da qencî kirine, qencî hene. Hêj xanîyê para da (ji bona qecîkaran) qenctir e. Bi rastî xanîyê xudaparizan çiqa qenc e!.
31Ewa bihişta ku di bine darê wê da çem dikişin heye! (ewan xudaparizan) dikebine wê, ewa bihişta tijî û amade ye; ji bona wan ra, çi bivên heye. Bi vî awayî Yezdan xudaparizan xelat dike.
32Ewanê xudapariz hene! Gava firişte canê wan distînin, bi paqijî distînin. (Firişte) ji wan ra dibêjin: "Selam li ser we bin, bi sedema wan qencîyên we dikiribûne bikebine bihiştê."
33(Ewanê file hene!) Hey hêvîya vî dikin: "Gelo wê kengê firiştan werin (canê wan bistînin) ya jî gelo wê kengê fermana Xudayê te yê bi şapatdana wan were." (Ya jî arşa vê beratê aha ne: Ewa ji bona rastîya pêxemberîya pêxemberan, ji pêxemberan ra go­tine: "Ka ji bona xwe ra firiştan ji ezmanan bînin; bixne şahidê xwe, ku em jî bi we bawer bikin." Îdî qey ewan filan hêvîya hatina firiştan, ya jî hêvîya hatina şapata Xudayê te dikin, ku bawer nakin?") Bi vî awawî ewanê di berya wan da borine ji, wekî wan kirine. Bi sedema kirinê wan (Yezdan ewan teşqele kirine, bi vê kirinê) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
34Îdî sikatiya tişta ku ewan kiribûne, bi wan da ha­tîye, tişta ewan ku (bi hatina wê) tinaz dikiribûne, bi ser wan da hatîye, ewan hildane nava xwe da.
35Û ewanê ku ji bona (Yezdan ra) hevrî çê kirine hene! (Bi tinaz aha) gotine: "Heke Yezdan biva, me û bav û bapîrên xwe ji pêştirê wî, ji tu tiştî ra perestî ne dikir û me (bê wî) qe tu tişt ne durist ne dikir." Bi vî awayî ewanê berya wan da borî jî wekî wan dikiribûne. (Tu bi kirinê wan mirûz nebe) qey li ser pêxemberan ji pêştirê gotina vekirî tu tiştek heye?
36Û bi sond! Me di nava hemû koman da pêxember şandine, ji bo ku ewan (pêxemberan ji ko­ma xwe ra aha bêjin): “Hûn ji Yezdan ra perestî bikin û hûn xwe ji perestîya pelîd biparisînin.” Îdî ji wê koma (pêxember) hinek hene; Yezdan ewan anîne rêya rast û hinek jî ji wan koman hene: rêwundabûn li ser wan maf bûye. Îdî hûn mêze bikin! ka encama wanê virek ça bûye?
37(Muhemmed!) Heke tu bihewilî, ji bona hatina wan li bal rêya rast da, bi rastî evê ku Yezdan rêya rast li ber wî wunda kiribe, îdî ewa nayê rêya rast, ji bona wan ra, tu arîkar jî tune ye.
38Ewan bi sondên xwe yên mezin bi Yezdan sond xwarine; ku Yezdan mirîyan îdî ranake. Bi rastî gotina wan nîne (loma rakirina wan) li ser Yezdan mafek e. Lê pirên kesan pê nizanin.
39Ji bo ku ji wan ra, ewa tişta ku ewan têda ne wekhev bûne, bi rastî diyar be û ji bo ku ewanê bûne file hene! Bizanin, ku ewan di berê da vir kiribûne (wê Yezdanê ewan rake).
40Bi rastî gava em bivên, ku bûyerek ya jî tiştek bibe, dema em ji wî ra dibêjin, "bibe", îdî ewa heman dibe.
41Ewanê ku li wan cewr hatîye kirinê he­ne! Ku ji bona qayîltîya Yezdan, ji welatê xwe koç kirine: Emê bi rastî ji bona wan ra di cîhanê da qencîyan bikin. Heke ewan bizanin, qencîyên para da hêj meztir in.
42(Ewanê li wan hatîye cewrkirinê; ji welatê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan derketine) hew dikin hene! Ewan xwe dihêspêrne li ser Xudayê xwe.
43Me ewanê di berya te da bi pêxemberî şandine, ewan jî hinek mêr bûne, me li bal van da niqandîye. Îdî heke hûn nizanin, hûn ji zanan bipirsin.
44Me (ewan pêxemberan) bi beratên (vekîrî) û bi pirtûka va (şandîye). Me eva Qur’ana li bal te da hinartîye, ji bona ku tu ji bo kesan ra tişta li bal wan da hatîye hinartînê vekî, bi rastî hêvî heye ku ewan raman bikin.
45Îdî ewanê ku endezên sik kirine hene! Qey ewan ewle dibin, ku Yezdan ewan di zemîn da nexe xwarê, ya jî ji wan ra şapatan di cîhê qe haja wan tune be, bîne?
46Ya jî (dema ku ewan) di kar û xebata xwe da bin, heman şapat bi wan negire (ewle dibin)? Îdî ewan jî nikarin, dema şapat hatibe, bidine para.
47Ya jî ewan di tirsa hatina şapatê da bin (heman nişkêva şapat) bi wan negire (ewan ewle dibin)? Îdî bi ras­tî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e.
48Ma qey ewan li bal wan tiştên, ku Yezdan afirandine mêze nakin; ka sîha wan ça bi rast û çep xaro maro di­bin, ji bona Yezdan ra bi kurt û dirêj kunde dibin?
49Ji revaran; çi ezman û zemîn da hene û firişte hemûşk, ji bona Yezdan ra kun­de dibin, qe yek jî quretî nake.
50Ewanan ji Xudayê ser xwe ditirsin, ewan bi çi têne fermankirinê, hey ewî tiştî dikin.
51Yezdan gotîye: "Hûn du ilaha (ji xwe ra) negirin. Bi rastî Yezdanê (babetê perestîyê) yek Yezdanê bi tenê ye. Îdî hûn hey ji min bitirsin (li bal min da hûnê bi tirs bizivirin)."
52Çi di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona (Yez­dan ra ne) û ola rast û perestî hey ji Yezdan bi tenê ra ne. Îdî qey hûn parizaya pêştirê Yezdan dikin?
53Çi qencîyek bi we da were (hûn dibêjin: "eva ji Yezdan e.") Paşê dema nexweşîyek bi we bigire, dîsa hûn li bal Yezdan da zarî dikin.
54Paşê dema, ku ewa nexweşî ji we radibe, destekî ji we di wê gavê da hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin.
55Ewan, evan tiştan dikin, ji bo ku (di hemberê van) qencîyên me bi wan kirîye nankorî bikin. Îdî hûn di xweşîya xwe da bimînin. Lê hûnê di nêzîk da bizanin!
56Ewan (filan) ji wan rozîyên ku me daye wan, ji wan (pûtên) ku qe tu tiştî nizanin, par çê kirine. Bi Yezdan! Hûnê bi rastî ji wan virên ku hûn dikin, bêne pirskirinê.
57Û ewan (filan) ji bona Yezdan ra (firişte) xistine (keç). Yezdan ji wan gotinê wan paqij e. (Çiqa sodret e!); tişta ji xwe ra jî dixwazin kur in. (firişte keç in, ewan zarê Yezdan in, lê kur jî ji xwe ra hildane: eva çiqa parkirineke sodret e!).
58Gava yek ji wan bê mizgîndanê: "ku ji te ra keçek bûye," bê gotinê, rûyê wî ji hêrsa reş dibe, bi xweber jî hêrsa xwe diqurtîne.
59Ji bo sikatîya mizgînê ewa xwe ji komal xwe vedişêre. Gelo wê ewa yê, ewê keçikê bi sernegûnî xweyî bike, ya jî wê ewê keçikê di xwelyê da çal bi­ke? (Bêzar dimîne nizane wê çi bike). Hîşyar bin! Tişta ewan berewanî dikin çiqa sik e!
60Ji bona wanê ku bi da­nê para bawer nakin hecwekîya sikatî heye. Ji bona Yezdan ra jî hecwekîya balatir heye. Yez­dan servahatê bijejke ye.
61Û heke Yezdan bi sedema sikatîya kesan, heman bi wan da şapat bianîya; Li ser (ze­mîn) tu rewar ne diman, lê şapatdana wan, heya danê navdayî para dixe. Îdî gava danê şapatdana wan hatibe, qe ewa dana para û pêra nakebe.
62Tişta rikê wan ji te, ewan ewî dixne (zarê) Yezdan û zimanê wan bi vir salixê çi tiştên rind bide, bi rastî eva ji me ra ne (dibêjin). Qe tu çare tune ye; bi rastî ji bona wan ra agir heye û ewanê di agir da her bimînin.
63Bi Yezdan! Me hêj berya te da li bal gelek koman da pêxember şandibûn. Îdî pelîd kirinê wan (koman) ji bona wan ra xemilandibû (kirinê wan xweşa wan diçû, gotinên pêxemberan ne dikirin) pelîd di îro da jî serkarê wa­n e, ji bona wan ra şapata dilsoz heye.
64Hey ji bo ku tu ewan tiştên, ku ewan (ke­san) têda bi dudilî ne wekhev dibin, vekî (ewan rastîyê bizanin) û ji bo ku ewa (pirtûka) ji bona komalekî bawerger bibe rêber û dilovînekî, me pir­tûk li ser te da hinartiye.
65Û Yezdan ji ezman avek hinartîye, îdî ji piştî mirina zemîn, ewî zemîn bi wê avê zindî kirîye. Di vê kirinê da ji bona komalekî bihîstok ra (ku Yezdan ça zemîn ji piştê mirinê zindî kirîye, wusa ji merivan ji piştî mirinê dikare zindî bike) berateyên sodret hene.
66Bi rastî ji bona we ra di (tarişên) mêşînî da tiştên ku meriv jê hiş hildin, hene. Ji tiştên di zikê wan mêşînan da ku di nîveka bişkul û xwûne derdikebin: Bi şîrekî xurî em we av didin, ewa şîra ji bona vexwarya, bi hesanî di qirika wan da diçe xarê.
67Bi rastî di berê darê xurma û rêzan da, ku hûn ji wan (beran) rozîyên qenc (ji xwarin û vexwarinan) û meyê digirin, ji bona komalakî hişdarî dikin, beratên (sodretî) hene.
68Û Xudayê te û bal moza hingiv da (aha) niqandîye: "Tu ji bona xwe ra di çîya û dar û ji wan arzêlên (ku ji daran, meriv çê dikin û diçîkînin) xanîyan bigire."
69"Paşê ji hemî beran bi xwe û bi stûxarî paşê bikebe wan rêyên Xuda yê xwe (derkebe) bigere. Ji zikê wan mozan da aveke rengê wê cure cure derdikebe; ji bona merivan di wî (hingivî da) mefayek heye. Di van kirinan da ji bona komalekî ramanger ra beratên hêja hene.
70Yezdan hûn afirandine, paşê ewê canê we disitîne û ji bo ku hûn ji piştî zanînê qe tu tiştî nizanbin, hinekan ji we, Yezdan ewan heya danê xurifandinê dihêle. Bi rastî Yezdan pirzanê bişîye.
71Yezdan hinekên ji we, bi ser hinekên we da di rozînîyê da bi paydarî pir kirîye. Îdî ewanê ku para wan pir e, hene: Çi dibe, ku hinekî ji wê rozîyê; ji bona wanê bê par in di binê destê wan da mane, bidin? Loma ewan hemî jî di wê rozînîya heye da, hevpar in. Qey hûn (ji bona vê parkirina Yezdanê, ku rozînîya hinekê we daye destê hinekên ji we; ewan jî di para da rozînîya wanê bindestê xwe bidine wan, qayîl nabin) hûn bi qencîyên Yezdan nankorî dikin?
72Û Yezdan ji bona we ra ji canê we zo çê kirine, ji wan zonê we ji bona we ra kur û nevî çê kirine. Û hûn bi paqijê rozîyan dane rozînîkirinê. Îdî qey ewan bi pûçan bawer dikin û bi qencîyên Yezdan jî nankorî dikin?
73Û ewan qey ji pêştirê Yezdan, ji bona wan (tokelên) ji ezman û ji zemîn qe bi bu tiştî rozînan ji wan ra kar nakin û nikarin jî kar bikin, perestî dikin?
74Îdî hûn ji bona Yezdan ra hecwekîyan çê nekin (ji ber hişê xwe nebêjin: "Ka evan tokelan ji piştî, ku em ji wan ra perestî dikin, ewan jî paşê wekî perestîya me ji Yezdanê mezin ra perestî di­kin."). Bi rastî Yezdan (bi hecwekîyan) dizane û lê hûn (bi wan) nizanin.
75Ji bona we ra Yezdan evê hecwekîyê çêke; ewê (perestîya pêştirê Yezdan dike) wekî wî bendeyê di binê destan da ze­bûn mayî, qe nikare tu tiştî bike, ewê (perestîya Yez­dan dike) wekî wî bendayê ji binê destan derketî, ku me ji wî ra rozîneke rind dabe, îdî ewa jî bi dizî û eşkere (di rêya min da) bide xwarinê, qe wekî hev di­bin? Çiqa pesindan hene! Hemû ji bona Yezdan ra nin. Û lê pirê wan nizanin.
76Û Yezdan (ji bo­na we ra serdaborya) her du mêrikan jî hecwekî kirîye; yek ji wan lal e, qe tu tiştî nikare bike: Hey bûye barekî ketîye stûyê serkarê xwe. Axayê wî ewî kuda dişîne, qe tu karê; qencîyê nake. Evê mêrika, qe wekî wî mêrê ku di rêya rast da diçe, fermana bi dadvanî di­ke, dibe?
77Ne xûya ne di ezman û zemîn da heyî, hemû ji bona Yezdan ra nin. Fermana bi hatina danê rabûna hemûşkî li bal Yezdan, wekî çav girtinekî ye, ya jî hêj nezîktir e. Bi rastî Yez­dan li ser hemû tiştan bi hêz e.
78Gava Yezdan hûn ji zikê dîya we derxistin, we qe tu tişt nizanbû, ji bona ku bi ras­tî dibe hûn sipazîya Yezdan bikin ewî ji bona we ra (aletê bîhîstinê û dîtinê û dil) çê kirîye.
79Ma qey ewan (filan) li bal wan çûkên hewa ku ji wan ra sernerm bûne, mêze nakin? Ji pêştirê Yezdan tu tişt ewan (çûkan) di jor da nagire. Bi rastî ji bona komalekî bawer dikin, di van kirinan da beratên (mezin) hene.
80Û Yezdan ji bona we ra ji xanîyên we êwirgah çê kirîye û ji bona sivikaîya, di roya barkirin û êwrê da, Yezdan ji kelê tarişan ji bona we ra (kon) û xanî çê kirîye. Gava (ewan tarişan tê­ne kêmkirinê) Yezdan ji hirî û tivtik û mûyê wan, ji bona we ra xemil û xwakirin û raxistin çê kirî­ye; (Hûn ewan dikirin û difiroşin).
81Yezdan ji bona we ra ji tiştên ku afirandîye, sîwan çê kirîye û ji bona we ra ji çîyan ewî kozîk afiradîye û ji bona we ra kincên, ku we ji germê û kincên, ku we di qirînan da ji lêxistinan biparisîne çê kirîye. Bi vî awayî ewa qencên xwe li ser we peyweste dike, bi rastî hêvî heye, ku hûn xwe hispêrne wî.
82Îdî heke ji piştî van (beratan, ewan filan, ji bawerîyê) rû bifetilînin (ji bona te ra tu xesar tune ye) li ser te hey eva dimîne: Bi xûyayî ragihandina fermanan e."
83Ewan qencîyên Yezdan nîyas dikin (paşê dibêjin: "Evan qencîyan hinekên mayî dane," ji wan ra perestî dikin.) Bi vî awayî pirê wan nankorî dikin.
84Di wê roya, ku em ji her komê ra şahidan tînin, îdî ji bona wanê fi­le ra destûr nayê dayînê, ku herin lavaya bağişandin yê xwe bikin.
85Ewanê cewr kirine hene! Gava ewan şapatê bibînin, îdî şapata wan sivik nabe û firseta wan jî nayê danê.
86Gava ewanê hevrîçêker, ewan hevrîyan dibînin (aha) dibêjin: "Xudayê me! Ewan hevrîyên, ku me ji pêştirê te ji wan ra perestî dikir, evanan in (îdî tola xwe ji wan derxe, ewan em xapandibûn," tokelan bersiva wan aha daye): "Bi rastî hûn derewan dikin (qe tu carî me hûn gazî bal perestîya xwe ne kirine)."
87Di wê royê da ewan xwe ji bona Yezdan ra dihêspirînin, ewan tiştên ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir dixistne hevrî dest ji wan berdane, wunda bûne.
88Ewanê file ne, ku merivan ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi sedema ku ewan (di zemîn da) têkilî kiribûne, me ji bona wan ra şapat bi ser şapatan pir kirîye.
89Di wê roya em di her komekî da ji wan bi xweber şahidekî li ser wan da dişînin û em te jî li ser van (misilmanan da) şahid tînin. Ji bo ku (Qur’an) bibe beled û dilovîn û mizgîndan ji bona misilmanan ra, me ewa Qur’ana davekirina hemî tiştan, bi ser te da hinartîye.
90Bi rastî Yezdan fermana bi dadî û qencîyan û dayîna ji bona pismam û lêziman, dike û ewa fermana parisandina ji maştoqîyê û ji rikhatinan û ji cewrkirinê dike. Evan şîretan; ji we ra dike, bi ras­tî dibe ku hûn ewan şîretan hildin.
91Û gava we peyman (ji bona Yezdan) da hev, îdî hûn peymana Yez­dan pêk bînin û ji piştî, ku we sonda xwe rast dêrand, îdî sonda xwe neşikênin, loma we Yezdan xistîye şahidê xwe. Bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin, dizane.
92Hûn jî wekî wê jinika, ku rîsê xwe qenc rîstîye, paşê vedirêse, nekin. Gava hûn bi navê Yezdan pey­mana didine hev, ewa desta we ye bi hêz dixwaze ku bi hinek endezan peymana xwe bişikênin, dîsa ewanê bê hêz biherçiqînin (ji piştî ku we peyman bi hêz dabe hev, bi hinek endezan paşê di nava xwe da, peymana xwe ranekin) ku hûn sondê xwe di nava xwe da dişikênin. Bi rastî Yezdan we di van peymanan da diceribîne. Ewa tişta ku hûn di mafe wî da ne wekhev bûne, wê di roya rabûna hemû da ji bona we ra bê vekirinê.
93Heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bixistina komekê bi tenê; lê Yezdan ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast û kîjanî bivê ewî ji rêya rast wunda dike. Bi sond! Hûnê ji kirinê xwe bêne pirskirinê.
94Û hûn (gelî bawergeran!) sondên xwe, di nava hev da nexine sedem ji bona têkilkirina, peymanan ranekin, îdî ewa pêyê bi cîh hatîye danînê paşê bira ne şimite û bira hûn jî ji bona birîna rê ya Yezdan li ber kesan, sikê şapatan tam nekin. Bi rastî heke hûn (wusa bikin) ji bona we ra şapateke mezin heye.
95Û hûn (Gelî kesan!) ewê peymana we daye Yezdan (ku hûnê bibine peyrewê pêxember) bi perekî hindik nefiroşin. Heke hûn bizanin, bi rastî ewan qencîyên ku Yezdan peymana dana wan ji bona we ra daye, çêtir e.
96(Loma ewan malên cîhanî ku li bal we heye) paşya wan tên, ewan (qencîyên) li bal Yezdan hene, bê paşîne. Ewanê ku ji bona rêya me hatine cefa­danê û di hemberê wê cefayê jî hew kirine mane hene! Bi rastî emê ji kirinê wan çêtir xelata wan bidine wan.
97Çi kesê, ji mêr û jinan, bi bawerî karekî aştî kiribe, emê ewî di cîhanê da bi paqijê jînan, bidine jînandinê (lê di para da jî) bi qenctirê keda ewan dikiribûne, emê ewan xelat bikin.
98Îdî gava (Muhemmed! Tu bivê) ku Qur’anê bixûnî, tu (ji sikatîyên) pelîdê deherok, xwe bavêje ber bextê Yezdanê (dilovan; evê peyvê bixûne).
99Loma bi rastî li ser wanê bawer kirine û xwe hispartine Xudayê xwe, ji bona pelîd ra qe tu hêz tune ye.
100Hêza wî pelîdî, hey li ser wanê, ku pelîd ji xwe ra dixine serkar û li ser wanê, ku hevrîyan (ji Xudayê xwe ra) çê dikin, heye.
101Gava, ku em beratekî (ji fermanê zor) rakin, di şûna wî da (fermanê hesanî) bînin, şixwa Yezdan bi hinartinê xwe çêtir dizane; ewan (filan aha) dibêjin: "(Muhemmed!) tu van kirinan bi piz li bal xwe dikî." Gotina wan nîne, lê pirê wan bi vê kirinê nizanin (ka me çima şûna wan bi hev guhurandîye).
102(Muhemmed! tu ji bona wan ra) bêje: "Ji bo ku ewanê bawer kirine (dilê wan) bi rastî hew bike û beled û mizgîn be ji bona misilmanan ra, bi rastî evan (beratên hev guharok) Cibrîlê pîroz ji Xudayê min hinartîye."
103Û bi sond! Em dizanin ku ewan dibejin: "Bi rastî hinek (zanayên cihû û mexînan, evê Qur’anê) hînê (Muhemmed) dikin" Ka ça dibe! Ewan merivên, ku ewan goman dikin û dibêjin: "(Evan, Muhemmed hînê Qur’anê dikin.)" zimanê wan bîyanî ye û eva (Qur’an bi xweber jî) bi zara wekî ‘erebîyê ber çavî ye?
104Bi rastî ewanê bi beratên Yezdan bawer nakin hene! Yezdan ewan li bal rêya rast da nayne; ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
105Ewanê bi beretên Yezdan bawer nakin, hey ewan in (ku van) derewan bi vir dikin. Ewan bi xweber jî hey viroke ne.
106Ji pêştirê kesê ku dilê wî bi bawerîyê hewya ye, ji piştî ku hatibe zor­danê li bal filetîyê (çiqa bi devê xwe gotibe; "Ez bûme file, îdî dest ji min berdin" bi vî ra jî bawerî dilê wî da hewdabe) kîjan ji piştî baweryê bibe file û dilê wan bi filetî jî, bi şaî vebûbe, îdî xeşma Yezdanê mezin li ser wan e. Ji bo­na wan ra şapateke mezin heye.
107Eva (celata wa­nê bi vî awayî) ji ber ku ewan jîna cîhanê ji jîna para da pirtir hez kîribûne (loma ji wan ra hatîye). Bi rastî Yezdan komalê file nayne rêya rast.
108Ewan komalekî wusa nin, Yezdan li ser dilê wan û li ser gohê wan û li ser dîtina wan duruf kirîye. Ewan (ji vê kirinê) bê goman in.
109Qe (tu tişt nake!) bi rastî di pa­ra da jî ewan hey zîyan dikin.
110Paşê bi rastî Xudayê te, ji bona wanê hatine cefadanê ji welate xwe derketine, paşê dîsa bi wan (filen ra) tekoşîn kirine, li ser tekoşîn û cefadanê hew kirine, arîkarî dide. Ji piştî (van hemûyan) bi rastî Xudayê te baxişgerê dilovîn e.
111Di roya para da tê, hemû can ji ber xwe ra tekoşînê dikin (ji bo ku fereste bibin). Ji bona hemû candaran ra keda ewan kirî (bê kemasî) tê dayînê, li wan nayê cewrkirinê.
112Yezdan ewî gundê, ku gundîyên wî bi ewletî, bê tirs têda hewyane bi hecwekî tîne; gundîyên wî bê tirs têda dihewiyan, rozîyên wan bi hesanî ji her alî ji wan ra dihat. Îdî paşê ewan bi qencîyên Yezdan nankorî kirine, Yezdan bi sedema pêşeyên, ku ewan dikiribûne, xwekirina birçîbûn û tirsê bi wan daye tamkirinê.
113Bi sond! Pîxemberê wan nankoran, ji wan, li bal wan da hatine, îdî ewan, ew pêxembera dane derewdêrandinê, bi vî awayî cewra wan peyweste bûye, îdî şapatê jî bi wan girtîye.
114Îdî hûn (gelî merivan!) ji wî rozînîyê ku Yezdan daye we, bi duristî û bi paqijî biwun. Heke hûn bi rastî sipazîya qencîyên Yezdan dikin, perestîya wî bi te­nê bikin.
115Bi rastî hey ji bona we ra mirar û xûn û goştê berazan û (goştê wê gorya) ku hûn ji bo­na (qayîlbûna) Yezdan (jê nakin, lê ji bona hatina serokan, ya jî ji bona mezar û goran, ya jî ji bona ku xweyê wan goran, mafê bide nexweş û nexweşîya bi we da ha­tî, jê dikin) ne durist e. Îdî heke yek ji we (rastî tu xarinê ne hati­be, ji bona ku bijî) dikare ji van (goştên borî) xarineke nejî û nemir bixwe. Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
116Hûn (gelî kesan!) zimanê we bi vir salixê çi bide, bibêje: "Evan durist in û evan ne durist in," ji bo ku hûn li ser navê Yezdan derewan bikin (evanan duristîyên Yezdan in bêjin, wusa nekin). Bi rastî ewanê bi vir, derewan li ser (navê) Yezdan dikin, ewan fe­reste nabin.
117(Evan kirinê wan di cîhanê da) derbasîyeke hindik e (lê di para da) ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
118Ewanê cihû hene! Tişta me ji te ra di berê da (ne duristîya wan) gotîye; ji wan ra jî me ne du­rist kiriye. Me bi vê (ne duristî) li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
119Ewanê bi nezanî sikatî kirine hene! Heke ji piştî sikatîya kirinê, poşman bibin û temtêla xwe rast kiribin. Bi rastî Xudayê te li bal wan e, bi rastî ji piştî van kirinan Xudayê te baxişgerê dilovîn e.
120Bi rastî Îbrahîm (pêşrewanakî wusa ne, ku bi gotina Yezdan, hemû xûyê qencîyî di xwe da civandîye) ji hemû pûçan dest berdaye, ji bona Yezdan ra zivirîye. Û qe tu carî hevrî çê ne kirîye.
121(Îbrahîm) ji bona qencîyên Yezdan ra sipazkar e. (Yezdan, Îbrahîm) li bal rêya rast da anîye.
122Û me di cîhanê da (ji bona Îbrahîm ra) qencî dane. Bi rastî ewa di para da jî ji aştîkaran e.
123Paşê me li bal te da niqand; ku tu bibî peyrewê komalê Îbrahîm yê mafperest. (Îbrahîm) qe ne bûye ji wanê hevrîçêker.
124(Hûn roya înê ji bona xwe ra bixne roya rawestin û perestîyê) roya şemîyê; ji bona wanê ne wekhevbûnî têda çê kirine (ji cihû û mexîn û mayan) bi vê nevê bûye (roya rawestî û perestîya wan). Bi rastî Xu­dayê te ye, di roya rabûna he­mû da di wî tiştê ku ewan têda ne wekhevbûnî kirine, berewanîya wan bike.
125(Muhemmed!) Tu li bal rêya Xudayê xwe da, ewan bi zanîna retkokî û bi şîretên qencî va gazî bike. Tu bi qencê tekoşîna, bi wan ra tekoşînê bike. Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine çêtir dizane.
126Heke hûn cefayê bidine (wan nayarê xwe) îdî wekî ewan ça cefa dane we, hûn jî hewqas bikin. Heke hûn hew bikin (di hemberê cefadana wan da) şixwa (baxişandin) ji bona hewdaran ra qenctir e.
127Û (Muhemmed! Tu li ser cefadana wan) hew bike (ewan bibaxişîne). Şixwa hewa te bi xweber jî bi Yezdan e, ji bo ku ewan endezan dikin (berê xwe ji ola misilmanîyê difetilînin) tu mirûz nebe û singê xwe jî teng neke.
128Bi rastî ewanê xudaparizî dikin û bi xweber jî qencîkar in, Yezdan bi wan ra ne.
Chapter 17 (Sura 17)
1Ew Xudayê, ku bendê xwe, di şevekî da ji mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram li bal mizgevta (bi nav) Mescid ul-Eqsa ya ku me dora wê pîroz kirîye, daye birinê heye! Ewa ji hemû kêmayan paqij e. (Me eva dabirandin çê kir) ji bo ku em bi wî (bendeyê xwe yê Muhemmed ra) hinekî beratên xwe yên (sodret) bidine xûyandinê. Bi rastî (Yezdan) bîhîstokê dîdevan e.
2Me ji bo Mûsa ra pirtûka (bi nav Tewrat) anîye, ji bo ku ewa ji bona zarên cihûyan ra bibe beled û ji bo ku (ewa ji wan ra bêje: "Gelî zarên cihûyan! Hûn) ji pêştirê (Yezdan) ji xwe ra serkaran negirin."
3(Gelî ûrta, ku me hûn bi Nûh ra) hildabûne kelekê! Bi rastî (Nûh) bendekî pir sipazger bû (hûn çima sipazî nakin?).
4Me li bal zarên cihûyan ra di pirtûkê da pêk anîye; ku hûnê di zemîn da du caran tevdanî bikin û hûnê paşê bi quretî cewrên mezin bikin.
5Îdî gava danê yekem ji wan her du danan hat; me li ser we da hinek bendeyên, ku ji bona me ra xwuribûne, xweyî burha mezin û zor hêz bûne, şandîye: Ewan ketine welat û xanîyên we li wan deran da, li we digeryan (hûn ber hev dikirin, ji welatê we, hûn derxistin, bi zebûnî birin) eva (celata hanê ji bona we ra îdî) hatibû pêkanînê (paradana wê qe çê ne dibû).
6Paşê (hûn ji kirinê xwe poşman bûn) me jî hêza we ya berê (ji bona servehatina bi ser neyaran da) dîsa da we; me hûn bi mal û zaran bi hêz kirin, me hûn bi qirînvanî û nijdevanî pirtir kirin.
7Heke hûn qencîyan bikin, hûn ji xwe ra qencîyan dikin, heke hûn sikatîyan bikin, îdî şixwa sikatî ji bona we ra ne. Îdî gava danê celata mayî hatîye; (we dîsa dest avêtîye kirina sikatîyan, emê dîsa ewan bendeyên xwe yên xwurîne, bi hêz û zorbirhan, bi ser we da bişînin) ji bo ku ewan (dîsa) rûyê we reş bikin, ça di cara yekem da ketibûne miz­gevt û (welatê we, hûn bi kuştin û zebûnî, ji welat derxistibûne) dîsa wusa bi serê we bikin; ji bo ku ewan rastî çi werin kavil bikin (ewan ji we tol hildane).
8(Heke hûn ji wan kirine xwe poşman bibin) dibe ku Xudayê we, li we dilovînî bike. Heke hûn dîsa bizivirine (bal wan kirinan) emê jî bizivirîne (bal şapatdana we). Bi rastî me ji bona filan, doj xistîye zîndana niximkar.
9Bi rastî eva "Qur’an"a (ji bona kesan ra) beledîya rêya rasttir dike, ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine mizgîn dide, ku bi rastî ji bona wan ra kirêke mezin heye.
10Bi rastî ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Me ji bona wan ra şapateke dilsoz bi amadî peyman kirîye.
11Meriv ça qencîyan dixwazin, wusa sikatîyan jî dixwazin (ça hez dikin hema bira qencî bi wan da werin, wusa jî hez dikin, heke wê şapatê bi wan da were, awîl bira were). Di van xwestinê xwe da meriv pir lezoke ne.
12Me şev û ro xistîne du berate; (ji bona şîna-qudret xwe ku em dikarin têkilê wan bin jî. Ewan her du berate jî berê da wekî hev bûn, paş da) me berata şevê heşivand (ewa tarî kir) û me berata royê jî xiste dîtoker (me ronahî têda çê kirîye. Bi can têda tiştan dibînin). Û (me evan beratan xistine van rûçikan). Û ji bo ku hûn rozînan ji rûmeta Xudayê xwe ra bicivînin û hijmara salan û royan bizanin,me hemî tişt bi eşkere daye vekirinê.
13Em ji hemû kesan ra (kirinê wî wekî) çûkan di stûyê wî da darda dikin. Di roya rabûna hemû da em ji bona wî ra pirtûkeke vekirî derdixin, ewa di wê gavê da rastê wê tê.
14(Ji wî ra em dibêjin): "Ka îdî tu bi xweber pirtûka xwe bixûne. Di îro da tu bi xweber ji bona hijmartina (qencî û sikatîyên xwe) besî xwe î."
15Kîjan hatibe rêya rast, îdî ewa ji bo xwe ra hatîye rêya rast. Û kîjan rêya xwe wunda bike, îdî rê wunda kirina wî ji bona wî bi xweber e. Tu bardarê (gonehan û qencîyan û giranîyan) barê mayîyan hilnade (hey barê xwe hildide). Heya em di nava komalan da pêxemberan neşînin, ji tu komalî ra em şapatê nadin.
16Gava ku em teşqeledana welatekî bivên, em (rozînîyê wan pir dikin, ewan biryarên me bîrva dikin). Vê­ca em jî fermana wanan (bi hatina rêya rast dikin) îdî ewan ji rêya rast dûr dikebin (bi wî awayî peymana me ye) bi şapatdana wan maf dibe. Îdî em jî ewan welatan bi kavilî teşqele dikin.
17Ji piştî Nûh da me çiqa (welat) di çaxan da teşqele kirîye! Agah û dîtina Xudayê te bi gonehên bendeyên xwe, besî wî ye.
18Kîjan (evê cîhana hanê) lezoke bivê, em di cîhanê da ji bona wî ra, tişta ku em bivên, bi lez didin, paşê em ji bona wî ra dojê amade dikin. Ewa li bal dojê da, bi sernegûnî û çikûsî û rûreşî tê kişandinê.
19Û kîjan jî (di cîhanê da) jîna para da bivê û bi bawerî ji bona (wê jînê) xebata babet ya wê jînê jî kiribe, îdî kirinê van têne spaskirinê.
20Em ji hemûşkan ra jî; ewanê (jîna cîhanê va ne) û ewanê (jîna para da va ne û ewanê herduk jîn jî va ne û ewanê file û bawerger jî) ji dayîna Xudayê te ji wan ra raber dikin. Qencîyên Xudayê (te ji tu kesê va ye ra) ne hatîye birînê.
21(Muhemmed!) Tu mêze bike, ka me ça hinekên ji wan bilind û paydar û maldar kiriye, li ser hinekên wan. Bi rastî jîna para da, meztirê payan e û meztirê rûmeta ne.
22(Muhemmed!) Ji bo ku di para da bi serê xwe bi tenê bi mirûzî rûnenê, tu ilahên mayî, ji bo­na Yezdan ra beraber negire.
23Xudayê te fermana xwe pêk anîye; ku hûn hey ji bona wî bi te­nê ra perestî bikin û hûn ji bona dê û bavê xwe ra qencîyan bikin (qe li wan xirabî nekin). Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje."
24“Û tu ji bona wan herdu­kan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): “Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme.”
25Xudayê we bi tişta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aştîyê bikin (ji kirine xweyên sik poşman bibin) şixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poşmanî lava dikin, baxişkar e.
26Û (Muhemmed! Tu bi tevê kesan va) mafê bira û pismanan û belengaz û rêwîyan (ji malê xwe) bidine wan, tu (malê xwe bê perwa) bi destvekirî belav neke.
27Loma ewanê (ku malê xwe b perwa) bi destvekirî belav dikin hene! Bi rastî ewan biranê pelîd in. Pelîd bi xweber jî ji bona Xudayê xwe ra nankorekî hînçkar e.
28Heke (destê te da) ew malê ku te ji dilovanîya Xudayê xwe diva, tune bû, îdî te jî ji wan rû fetiland (ji ber ku di dastê te da tune bû, tu bidî wan) barî tu ji bona wan ra mijûlîyeke hesanî û nerm bêje.
29(Di sixwurandina ji bona hewcan ra tu ji xwe ra rêyeke nîwarî bikire); ne destê xwe li bal qirika xwe da girêde (ji bo ku tu qe tiştekî nedî wan) ne jî (destê te da çi mal hebe) hemûşkî belav neke, loma heke (tu wusa bikî) tuyê (bi rexnî) kovanan bikişînî û rûnê.
30Bi rastî hey Xudayê te ji bona bendeyên xwe ra rozînan kêm û pir dike. Loma (Xudayê te) agahdar û dîtogerê bi bendeyên xwe ye.
31Û hûn (gelî kesan!) ji tirsa xezanîyê zarokê xwe nekujin. Loma ji bona wan zar û we bi xweber jî em rozînan didin. Bi rastî kuştina ewan zaran gonehekî pir mezin e.
32Û hûn (gelî kesan!) nêzîkê maştoqîyê (zina) nebin, loma bi rastî ewa karek gelek pîs e. Ewa reyeke sik e!
33Û hûn (gelî kesan!) ewa kesê, ku Yezdan kuştina wî ne durist kirîye, bê mafî ewî nekujin. Loma bi rastî kesê bi cewrî hatibe kuştinê, îdî me ji bona mîratxurên wî ra hêz daye (ku ewa mîratxura li mafê kuştî bigere: Hez dike tola wî hilde, hez dike bira kujrawê bibaxişîne). Ji ber ku ji wî ra hêz hatîye dayînê, îdî bira (ewa mîratxura jî ji pêştirê kujrawê destê xwe dirêjî kuştina malî û bira û pismamên kujrawê) bi kuştinî neke.
34Û hûn (gelî kesan! ji bona sixurandina malê) sêwîyan, nêzîkê malê wan nebin, heya ku ewan sedra xwe nebînin. Ji pêştirê heke hûn malê wan (ji wan çêtir ji bona wan ra bisixurinin, hûn wê gavê dikarin bisixurînin). Û hûn (gelî kesan!) peymana we dayî pêk bînin. Loma bi rastî (hûn) ji peymana dayî têne pirskirinê.
35Û hûn (gelî kesan!) gava hûn (tiştekî) bi pîvayî (bidine hev, hûn) pîvana xwe rind pêk bînin, hûn bi terezîya rast kêşan bikin. Aha kirin (ji bona kirîn û firotina we) qenctir e. Şixwa dawîya wî jî qenctir e.
36Tu ji bona wî tiştê qe ji te ra di mafê wî da tu tişt ji zanînê tune ye, pey da çûnê neke. Loma bi rastî bîhis­tin û dîtin û dil, hemûşk jî (meriv) ji wan têne pirsikirinê.
37Tu li ser zemîn bi quretî negere. Lo­ma tu nikarî (bi çûna xwe) zemîn biqelêşî û tu bi dirêjî jî nagihêjî çîyan.
38Evan (kirinê borî, ku me fermana bine kirina wan kirîye) hemî jî kirina wan li bal Xudayê te sik e.
39Evan (biryarên) ku Xudayê te li bal te da niqandine, ji wan zanînê retkokî ne. Tu bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) bi xudatî, tu ilahî negire. Heke (tu wusa bikî) tuyê bi rûreşî li bal dojê da (dûrê dilovanîya Yezdan) bê avêtinê.
40(Ka eva ça dibe!) Xudayê we hûn bi zarên kurîn xurî kirine, ji xwe ra jî ji firiştan (keçên) me girtine? Bi rastî hûn mijûlîyên pir mezin dibêjin!
41Bi sond! Ji bo ku hûn (evan qedexeyên Yezdan) bîra xwe bînin, me (evan arşan) di vê Qur’anê da (bi peyvane cure cure) pir caran (gotine). Lê evê (gotina me) ji bona wan ra hey revandina (ji mafê) pir kirîye.
42(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Heke ça (hevrîçêker) dibêjin bi Yezdanê (babetê perestîyê ra) heval hene wusa bûya; wê hevrîyan (ji bona servahatina xwe li ser) xweyê arş da, xebata (rêyên servahatinê) bigeryanan."
43Ewa ji wan gotinê wan, pir bilind û paqij e.
44Ji bona wî ra heft ezman û zemîn bi tevê tiştên di wan da heyî perestî û paqijî dikin. Şixwa çiqa tişt hene! Hamû jî sipazîya bi paqijî dikin, lê hûn pisporî û sipazîya paqija ya wan nakin. Bi rastî Yezdan mêhrivanê baxişger e.
45Gava tu Qur’anê dixûnî, em di nîveka te û di nîveka wanê ku bi jîna para da bawer nakin, xêlyeke, ku xûyandin têda çê nabe, dikişînin.
46Em li ser dilê wan da sapan û di gohê wan da jî giranî datînin, ji bo ku ewan pisporîya wê Qur’anê) nekin. Di gava ku tu di Qur’anê da (dibejî): "Xudayê min yekê bi tenê ye" Ewan di para da dizivirin; rikê xwe tînin.
47Di gava ewan têne gohdarya te, ka ji bo çi gohdarî dikin, em çêtir dizanin; gava ewan têne gohdarya te, dizîka da di nava hev da (aha pistepist dikin) ewan cewrkaran (aha) ji hev ra dibêjin: "Bi rastî em bûne pêyrewê mêrekî ançkar."
48(Muhemmed!) Tu li wan mêze bike, ka ewan ji bona te ra heçwekîyan ça çê dikin? (Gotin: "Bengîyek e, ançker e, tepa dikebe, bê hiş e, nigaşe ye - xeyalperest. Îdî ewan bi van heçwekî­yan (rêyên rast) wunda kirine, nikarin werin rêya rast bibînin.
49Ewan ji hev ra (aha) gotine: "Gava em bûne hestî û arişt jî, bi rastî qey emê ji nû da bêne afirandinê, ji bona (kirinê me di cîhanê da kirî, hijmara wan bidin) emê dîsa bêne civandinê?"
50(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn hez dikin bibine kevir ya jî hesin."
51"Ya jî bibine ji wan hevînên, ku hûn ewan heyan li bal xwe meztir dikin (hûn çi dibin, bibin hûnê hey ji piştî mirinê li bal w da bicivinin)." Ewan (aha) dibêjin: "(Ji piştî mirinê dîsa li bal jînê da) kî me difetilîne?” (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewê ku di cara yekem da hûn afirandine, wê di vê carê da jî we biaferîne. Ewan serê xwe bi tinazî li bal te da dihejînin û ji te ra dibêjin: "Ka ewa dana kengê ye?" (Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî hêvî heye ku ewa dana nêzîk be."
52Di roya ku (Yezdan, di goran da) gazî we bike, îdî hûnê bi spazî (bersiva wî bidin, herne civînê) û hûnê goman bikin, ku hûn (di goran da) hindik mane.
53(Muhemmed! Tu ji bona) bendeyên min ra (aha) bêje: "Hûn (gava bi tokel perestîyan ra mijûl bibin, hûn) mijûlya qenc ji wan ra bêjin. Loma pelîd divê, ku di nîveka we da hev çûyînê çê bike. Bi rastî pelîd ji bona merivan ra neyarekî xûya ye."
54"Xudayê we, bi we çêtir dizane. Heke bivê wê li we dilovînî bike, heke bivê wê we şapat bike (di nîveka we û Xudayê we da tu tişt tune ye)." Me tu neşandî ku tu li ser wan bibî serkar.
55Û Xudayê te bi wan kesê di ez­man û zemîn da heyî, çêtir dizane. Bi sond! Me hinek pêxember, li ser hinek pêxemberan (bi zanîn) rûmetdar kirine û me ji bona Davûd ra (pirtûka bi nav) Zebûr daye.
56(Muhemmed! Tu ji bona wanê file ra aha) bêje: "(Gelî filan! Ka îdî hûn) gazî wan xudayên, ku we ji pêştirê Yez­dan, ji xwe ra bi qestî perestvan girtibûne, bikin; bira arîkarya we bikin,îdî ewan nikarin tu zîyanê ji we bidine rakirinê û nikarin bidine fetilandinê jî."
57(Evan xudayên ku ewan filan bi perestî) gazî wan dikin hene! Peyrewê wan, ji bo ku ewan ji wan ra bibine darende li bal xudayê wan, gazî wan dikin ka kîjan ji wan xudayan nêzîkê Yezdan e, ku ewa ji bona wan peyrewên xwe ra, dilovanîya Yezdan bixwaze û peyrewê xwe ji şapata Yezdan biparisîne. Bi rastî şapata Xudayê te pir tirseke zor e.
58Çiqas welatek hebe; di berya roya rabûna hemû da, ya em ewî teşqele dikin, ya jî em (rûniştîyên wî) bi şapateke zor, şapat dikin. Eva (celatdana) bi vî awayî di pirtûkê da hatîye nivîsandinê (bi vê nevê tê pêkanînê).
59Ji bona şandina beratên derhoze (mucîze) tu tiştî, ji pêştirê derewdêrandina wanê berê, ku borîne, em nedane para danê (loma me berê da çiqa berateke der­hoze şandibû, ewanê berê, dabûne derewdêrandinê, heke em naha jî bişînin we evanê jî, dîsa bidine derewdêrandnê, ji ber vî me ne şandîye). Me ji bona Semûdîya, berateke (derhozeye) ber çavî; devek dabû. Îdî ewan bi sedema wê devê li xwe cewr kirine (loma bawer nekirin, di şûna wî da rabûn, devê jê kirin). Em hey ji bona tirsdanîyê beratên derhoze dişînin.
60Di gava me ji bona te ra (aha) gotibû: “Bi rastî Xudayê te hemî kes hildane binê haz a xwe (bîra xwe bîne)." Ewa xewna, ku me bi te dabû dîtinê (di şeva bi nav Esra da) û di Qur’anê da ewa dara deherok (ku di dojê da hêşîn dibe) hene! Me ewan ji bona kesan ra hey xistîye ceribandin." Em kesan (cure cure bi wan didine) tirsandinê (evan anîna van beratan) hey quretîya wan filan bi mezinî pir kirîye.
61Di gavekî da, me ji bona fereştan ra (aha) gotibû: "Gelî firiştan! Hûn ji bona nişa kesan ra kunde beherin." Îdî ji pêştirê nişa pelîd, hemîşkan kunde birin. (Yez­dan ji wî pirsî: "Tu çima kunde nabî?" Nişa pelîd aha) gotîye: "Ez ça kunde dibim ji bona wî yê, ku te ewa ji heryê çê kirîye?"
62"Tu qe li bal wî yê, ku te ewa li ser min rûmetdar kirîye mêze di­kî (ka bi Xudê kî, çîyê wî bi ser min dane, heya ez ji wî ra kunde beherim)? Bi sond! Heke tu min heya rûya rabûna hemîtî para da bihelî, ji pêştirê hindikê ji ûrta wî, ezê ji binva ewan ji rêya rast derxim, li pey xwe bînim."
63(Yezdan ji wî ra aha) gotîye: "Bi qişte here, îdî ji wan, kî bibe peyrewê te, doj celata we hemûya ne. Doj (ji bona we ra) celateke hêca ye!"
64"Tu ji wan bi kîjanî dikarî, bi dengê xwe ewan bişimîtîne û tu bi sîyarî û pêyane xwe va êrişê behere ser wan; di mal û zarên wan da bibe hempayê wan û tu (ji bona wan ra) peymanê (cure cure) bide. Şixwa pelîd ji pêştirê xapandinê tu peymanê ji bona wan ra nade."
65"Bi rastî ewan bendeyên minê xuri hene! Ji bona te ra tu hêz li ser wan tune ye. Bi serkarî Xudayê te besê wan e."
66(Gelî merivan!) ewê ku ji bona we ra kelekan di deryayê da dide gerandinê, ji bo ku hûn ji rûmeta wî rozîyên xwe pêk bînin heye! Ewa Xudayê we ye. Bi rastî ewa Xu­da ji bona we ra dilovîn e.
67Gava di deryayê da nexweşîyek bi we digire, ji pêştirê (Yezdan) ewan tiştên ku hûn ji wan lavaya dikin, wunda dibin (ji bîra we diçin, loma ji pêştirê wî tu kes nikare we fereste bike). Dema ku Yezdan we ji deryayê li bal reşayîyê derdixe, hûn dîsa ji wê perestîya xurî rû difetilînin. Bi rastî meriv, pir nankor in.
68(Gelî kesan!) qey hûn ewle dibin (kuYezdan) ewî zemînî hûn li ser fereste bûne wernegerîne, we nede dabîulandinê, ya jî bahorekî bi ser we da bişîne (keviran rake bi serê we da neyne xwarê? Heke Yezdan evan bike) paşê hûn ji bona xwe ra rastê tu serkarî nayên.
69Ya jî hûn ewle dibin, ku (Yezdan) careke dinê wedîsa li bal deryayê da bizivirîne, îdî li ser we da bagereke hilwejok bişîne, bi sedema filetîya we, we hemûşkan di deryayê da nefetisîne? Heke (Yezdan evan bike) paşê hûn ji bona xwe ra jî rastê tu peyrewkarê, ku evîkarê we, li bal min peywestî bike (tola we hilde we ji destê min fereste bike) nayên.
70Bi sond! Me ûrte Adem li ser (heyan) paydar kirîye. Me ewan di reşayî û di deryayê da (li ser tariş û kelekan) hildaye û me ji bona wan ra paqijê dilikan daye. Û me ewan li ser pirên ji afirandinê xwe bi rûmetdarî paydar kirîye,
71Di wê roya, ku em gazî hemû ke­san bi pêşrewanê wan va dikin. Îdî ji kî ra nivîsandinê xwe bi xweber dixunin, li wan wekî takî cewr nayê kirinê.
72Kî di vî cîhanê da kor be (rêya rast ji bona xwe ra nebîne) ewa di para da jî kor e (rêya ferestebûna xwe ji aşîtan nabîne) û ji herkesî jî pirtir rê wun­da kirîye.
73Hindik mabû, ku ewan te jî ji wan biryarên me li bal te da hinarti bû, bidine paradanê (ji bo ku tu hinek mafan ji bona perestîyên wan ra bizanî û hinekî rûmetan ji bona wan ra bigirî aha ji te ra dibêjin: "Heke ji te hate pirsînê, ka tu evan kirinan, ji bona pûtan ji kur tînî?” Tu bersiva wan aha bide, bêje: "Yezdan wusa ferman kirîye." Paşê emê bi te bawer bikin, Ewan evan kirinan ji te ra dibêjin) ji bo ku tu bi vir, tişta me ne kirîye bavêjî ser me û di wê gavê da ewanê te ji xwe ra dost bigirin.
74Bi sond! Heke me ji te ra nivadin û hew ne dabûya, teyê bi tiştekî hindik li bal wan da (ji ber gotin û kirinê wan ji te ra) pal dabûya.
75Gava (te bi gotina wan kiribûya) meyê (şapata xwe) di jîn û mirinê da bi du carî bi te bida çeşne kirinê. Îdî paşê tu ji bona xwe ra (di hemberê me da) rastê tu arîkarî nedihatî (ku ewa te ji şapata me fereste bike).
76Û hindik mabû ku ewan te di zemîn da bêzar bikin, ji bona ku ewan te ji welat derxin û (ji piştî derketina te ji welat) ewan jî hidik li eiy te da (di welat da) dimînin.
77Eva rêya, rêya wan pêxemberên me ne, ku me di berya te da şandibûne (komalê wan jî ewan ji nava xwe dane derxistinê) û tu ji bona rêya me ya hanê ra rastî tu guhurandinê nayê (eva rêzikek, wusa dom dike diçe).
78Di gava roj, ji derketinê li bal rojava da diçe, heya tarîya şevê tu nimêja xwe bike û Qur’ana sibehê (ku di nimêja sibehê da dirêj tê xwendinê, bîrva neke). Bi rastî Qur’ana (di nimêja sibehê da tê xwendinê bîrva neke (loma danê, ku Qur’an têda tê xwendinê, êvar û sibeh bi hev ra dicivin.
79Tu di danekê şevê da rabe, ewa nimêja ku xurî ji bona te ra ne, bike, ku Xudayê te, te li bal paye şûnwarên pesinvan da bişîne.
80Tu (ji Xudayê xwe aha lava bike): "Xudayê min! Tu di cîyê ketina rastîyê da min bixe (cîyan) û tu dicîye derketina rastîye da min ji wan (cîyan) derxe (tu min kuda di­şim bi xwaşi bişîne u min ji keder e dem bi xwaşi derxe) tu ji bal xwe, ji bona min ra hezeke arîkar bide."
81Tu (ji bona wan ra) bêje: "Bi rastî maf hatîye û pûçî çûye. Şixwa bi rastî pûçîtî bi xweber hey çûye."
82Me ji bona bawergeran ji Qur’anê, tişta mefa û dilovîn e hinartîye. Eva (hinartîna me) ji bona cewrkaran hey zîyanê pir dike.
83Gava em ji bona merivan qencîyan dikin: (ji wî ra mal û zar didin) rûyê xwe difetilîne, ewan qencîyan li bal xwe da dide: (evan qencîyan min bi xwe­ber pêk anîne). Gava aşîtek pê da hatibe, heman (ji ferestîya wê aşîtê) bê hêvî dimîne.
84Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Her kes wekî xwe xebatê dike. Îdî Xudayê we ka kîjan di rêya rast e çêtir da ne, pê dizane."
85Ewan merivan ji te dipirsin: "Ka can çî ye?" (Tu bersiva wan aha bide): “Can ji fermana Xu­dayê min e, zanîna (ji can,) li bal we da hindik hatîye dayînê.”
86Bi sond! Heke em bivên, emê zanîna ji wan biryarên, ku me li bal te da hinartîye beherin, paşê ji bo ku tu ewê (zanînê para da bistînî) ji bona te ra di hemberê me da, rasthatina tu serkarekî tune ye.
87Ji pêştirê dilovanîyeke ji Xudayê te (hey ewa dikare dîsa ewan zanîna para da bide te). Bi rastî rûmeta Xuda 1i ser te pir mezin e.
88(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi sond! Heke meriv û meçêtir bicivin ji bo ku (pirtûkeke) wekî Qur’anê (binivîsin) bînin, heke ewan bibine piştevanê hev jî dîsa ewan nikarin wekî wê Qur’anê bînin."
89Bi sond! Me ji bona kesan ra di vê Qur’anê da ji hemî hecwekîyan car bi car anîne, îdî pirê kesan (ji wan rû fetilandin) nankorî kirine.
90Ewan (nankoran) gotine: "Heya tu ji bona me ra kanîyekî ji zemîn dernexî, em bi te bawer nakin."
91"Ya jî heya bax û rezekî te ji xurma û tirîyan, ku di binê darê wî da jî çemên avê bikişin, tune be (em bi te bawer nakin)."
92"Ya jî tu ça goman dikî, heya tu bi ser me da, ji ezmanan parên (ji şapatê) neynî xarê, ya jî tuyê Yezdan bi tevê Firiştan va di berya xwe da bînî (ewanê şahidî bidin, ku tu pêxember î, wusa nebe em bi te bawer nakin)."
93"Ya jî xanîkî te yê ji xişra tune be, ya jî heya tu bi jor da hevraz neçî, heke tu herî ezmanan jî, heya tu ji bona me ra pirtûkekî ji ezmanan nehinirinî, ku em ewê pirtûkê bixûnin (ka tu pêxember î, an ne, em bi te bawer nakin)". Tu (bersiva wan aha) bide: "Ez Xudayê xwe ji van (dilxazîyan) paqij dikim (qe mafê min nîne, ku ez evan aşîtan ji wî bixwazim) hey ez xurî merivek im li bal we da (bi pêxemberî) hatime şandinê.
94Şixwa paradana merivan ji baweryî eva ye. Gava ji wan ra rêber û beled hatine, gotine: “(Em pêxember in, bi me bawer bikim.)" Ewan jî (aha bersiva dane): "Qey Yezdan ji merivan pêxemberan dişîne?"
95(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "He­ke di zemîn da firiştên nivanên geroke hebûna, meyê di ezmanan da li ser wan da firişte bi pêxem­berî bişanda."
96(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: "Di nava min û we da bi şahidî Yezdan bes e. Loma ewa bi kirinê bendeyê xwe agahdar e, dibîne."
97Yezdan kîjanî bîne rê, îdî ewa hatîye rêya rast û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî tu ji bona wî ra, ji pêştirê Yezdan rastî tu serkarî nayê. Emê ewan di roya rabûna hemî da kor û lal û ker bi deverû bicivînin. Êwra wan doj e, çiqa agirê wê ditemire, em pêtê agirê wan pir dikin.
98Celata wan eva ye, loma ewan bi beratên me bûne file û ewan gotibûne: "Heke gava em bibine hestî û arişt jî, qey emê ji nû da bêne afirandinê, dîsa bêne civandinê?"
99Ma qey ewan mêze nakin? Ew Yezdanê, ku karîye ezman û zemîn afirandîye, dikare ku heyîne wekî wan jî biafirîne û Yezdan ji bona (afirandin û mirina) wan ra danêkî bê dudil danîye. Îdî cewrkaran, ji pêştirê filetîyê (ji he­mî beratan rû fetilandine).
100(Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "(Hûn wusa çikûsin) heke hûn ji dilovanîya Xudayê min bibûna xweyê xezînan jî, dîsa we ji tirsa xezanîye tu tişt ji wan nedi sixuradin. Bi rastî meriv pir çikûs in."
101Bi sond! Me ji bona Mûsa ra neh beratên derhoze (mucîze) bi vekirî dane. Îdî tu ji zarên cihûyan pirs bike, ga­va Mûsa (bi van beratan va) hatibû bal wan, dîsa Fir’ewn ji bona Mûsa ra gotiye: "Bi rastî Mûsa ez goman dikim ku tu hatî ançkirinê."
102Musa (ji bona wî ra) gotîye: "(Fir’ewn!) Tu rind dizanî, ku evan beratan (ji bona rast derandina min) hey Xudayê ezman û zemîn hinartîye, şixwa li ber çava ne jî. Û Fir’ewn! (îdî qe tiştekî ne bêje) bi rastî ez goman di­kim, îdî dawya te hatîye (tê werî teşqelekirinê)."
103Îdî (Fir’ewn) xwast, ku (Mûsa û zarên cihûyan) ji welatê (Misrê) derxe, me jî (Fir’ewn) û kesên bi wî ra heyî, hemî (di avê da) fetisandin.
104Me ji piştî (Fir’êwn) ji bona zarên cihûyan gotîye: "(Gelî zarên cihûyan!) Hûn li dû (fi- r’ewn da) di wî zemînê (ku Fir’ewn, diva we ji wura derxe) rûnên. Îdî gava danê para da hatibe, emê we hemîşkan li hev peçayî bînin cîyekî.
105Û me ewa Qur’ana (ji bona ku rastîyê bide derxistinê) hinartîye. Şixwa ewa bi mafî hinirîye. Me tu jî (Muhemmed!) hey ji bona mizgîn û hişyarîye bi pêxemberî şandîyî.
106Me beratên wê Qur’anê anî ji hev derxist, ji bo ku tu hêdî hêdî bi nivanî ji bo kesan ra bixunî. Me ewa Qur’ana (wekî hewcebûna kesan hindik hindik) hinartîye.
107(Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: "Hez dikin bawer bikin, ya jî bawer nekin, bi rastî ewanê hêj berya hatina Qur’anê (ji wan ra bihatina Qur’an û pêxember) zanîn hatîye dayînê hene! Gava Qur’an ji wan ra tê xendinê, ewan deverû kunde dibin."
108Û (aha) dibêjin: "Bi rastî Xudayê me ji kêmayan paqij e. Bi rastî peymana Xudayê me dayî, pêk hatîye."
109(Qur’an çiqa tê xwendinê) nermaya wan hewqas pir dibe, ewan bi deverû dikebin digrîn.
110(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hezkî bi navê Yezdan hildin gazî bikin, hezkî bi navê dilovan hildin gazî bi­kin, hûn bi kîjan navî gazî di­kin, bikin, îdî hey navên qenc ji Yezdan ra hene." Tu nimêja xwe bi dengê bilind neke û bi dengê dizîka jî neke, tu di nava her du dengan da, dengekî nîvwarî bivê. What do you plan on your 100MB of free space for
111(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Çiqa pesindanî hene, hemû ji bo­na Yezdan ra ne, ku ji xwe ra zar ne girtine û ji bona wî ra hevparên di maldaryê da jî tune ne û ji bona wî ra serkarên, ku ewî ji belengazîyê fe­reste bikin jî tune ne, tu ewî ji kêma­yan paqij û bilind bike.
Chapter 18 (Sura 18)
1Ew Yezdanê, ku 1i ser bendeyê xwe yê (Muhemmed) da pir­tûk hinartîye heye! Çiqa pesindan û sipazî hene! Hemî ji bona wîra ne. Ewî ji bona wê pirtûkê ra qe tu xarî çê ne kirîye.
2Ji bo ku (merivan) bi wan şapatên zorên li bal we hene! Bide hişyarkirinê (ewa Qur’ana) rast derandîye. (Ewa Qur’ana) ji bona wan (merivên) karê aştî kirine, mizgînî dide, ku bi rastî ji bona wan ra kiryeke qenc heye.
3Ewanê di nava wan kirênên qenc da (ku bihişt e) hey bimînin.
4Û (Yezdan bi we pirtûkê) ewanê ku dibêjin: "Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Bi hatina şapatan) dide hişyarkirinê.
5Ji bona wan û bavên wan ra jî (di mafê vê dabaşê) qe tu zanîn tune ye. Eva peyveke mezin e ji devê wan derdikebe. Ewanan hey derewan dibêjin.
6Îdî ji bo ku ewan bi vê Qur’anê bawer nakin, dibe ku tu li ser wan ji kovanan xwe teşqele bikî.
7Bi rastî tişta li ser zemîn heyî, me ji bona zemîn ra xistîye xişir, ji bo ku em kesan biceribînin, ka kîjan xebatê çêtir bike (bi vî ra jî ewan nankorya min dikin, ka tu çima ji bona wan kovanan dikişînî?).
8Û bi rastî (di royekî da) emê ewan xişirên li ser ze­mîn heye, bixine xwelîyeke zaha bihêlin.
9(Muhemmed!) Qey tu goman dikî hevrîyên şikevt û (li ser derê wê şikevtê) ku navê wan nivîsar bû, ji wan derhoze me yên sodretin? (Na, wusa goman neke, hêj ji wan betertir hene.)
10Gava ewan xortan be­rê xwe dabûn li bal şikevtê çûbûn, îdî (aha) gotîbûn: "Xudayê me! Tu ji bal xwe, dilovanîyekî bide me û tu ji bona me ra bûyera me hêsanî bike (ji bo ku em bikaribin bigehêjne armancê xwe)."
11Îdî me jî bi çend salan li ser gohe wan (perda xewê danî, ewan heya çend salan di xe­wê da mayîne).
12(Di mafÊ xewa wan da ewan bûne du deste) ji bo ku em bizanin, ka kîjan destê, danê mayîna wan e di şikevtê da rind hijmartîye, me paşê ewan (hişyar kirin) şandin.
13Bi rastî em serdaborya wan ji te ra bi mafî dibêjin: "Ewanan destek xort bûn, bi Xudayê xwe bawer kiribûn, me jî bawerî û hewa wana di hemberê cefadanê pir kiribû."
14Di gava ewan (ji civata serok) rabûne, me berdilî da berdilê wan. Îdî ewan (ji bona civatê ra aha) gotibûne: "Xudayê me, Xudayê ezman û zemîn e, ji pêştirê wî em gazî tu ilahî nakin. (Heke ji pêştirê wî em gazî hinekê mayî bikin) di wê gavê da bi rastî em tiştên bê hişî dibêjin."
15(Tu) li van komalê me yê hanênan (mêze bike!) ji pêştirê Yezdan ji xwe ra hinek ilahên mayî girtine. Ma qey ji bona ilhîtîya wan ra ne diva, ku beratên bi hêz bianînan? Îdî gelo ji wî kesê, ku derewan bi vir li ser navê Yezdan dike, cewrkartir kî heye?
16(Yekê ji wan xortan aha gotîye:") Gava we (ji (komal) û ji perestîyên wan yê ji pêştirê Yezdan (ewan ji wan ra) perestî dikiribûne, dest berdane, îdî hûn herin, xwe bavêjine şikevtê, ji bo ku Xudayê we ji dilovanîya xwe (rozîyan) ji bona we ra, bide raxistinê û ji bona ku Xudayê we bûyera we ji bona we ra hêsanî bike."
17(Piştî mijûlîya wî xortî, ewan di şikevtê da razane). Gava roj hiltê, tu dibînî tirêja rojê li kêleka rastê, gava çûna ava jî li kêleka çepê dixist, ewan bi xweber jî di firetîya şikevtê da bûne. (Ya jî gava roj derdikebe li kêleka rastê da dibore, lê gava roj ava da jî di kêleka çepê da dibire derbas dibe, ewan bi xweber jî nîveka şikevtê da raza bûne, qe tavê li wan ne xistîye). Eva temtêla wan ê hanê ji beratên derhozeyên Yezdan in. Îdî Yezdan kîjanî bîne rêya rast, ewî rêya rast dîtîye û, kîjanî (Yezdan) ji ber wî rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra rastî tu serkarê beled nayê.
18Ewan razayî bûne, te digo qey hişyar in (loma çavê wan vekirî bûye, ewan di xew da bûne) me ewan rast û çep dizivirandin û seyî wan jî herduk destê xwe yê pêşîyê (pê pêşîyî) li ber derî dirêj kiribûye (raza ye). Heke te ewan bi vê (temtêla wan) bidîta, hundurê teyê tijî tirs bûya, tuyê ji wan birevîyayî.
19(Me ça ewan razandi bûn) wusa jî me ewan hişyar ki­rin, ji bo ku ewan (demên borî û temtêla xwe) ji hev pirs bikin. Yekê ji wan (aha) gotîye: "Gelo çiqas e hûn di vira da mane?" Ewanê mayî (bersiva wî dane, aha) gotine: "Royek e û ya jî danekî ji royê ye (em razane di vira da mane." Ewanê ku rastîya mayîna xwe nizanbûne, aha) gotine: "Xudayê we bi mayîna we çêtir dizane. Îdî hûn yekê ji xwe, bi van perên xwe va bişîne bajar, bira ewa li xurekan mêze bike, ka kîjan xurek xweş e, îdî bira ji, wî ji bona we ra rozînîyekî bîne, bira wusa xalyazî bike, ku tu kes bi wî nehese."
20Loma bi rastî heke ewan bi we bihe­sin, ewanê we bi keviran bikujin, ya jî we dîsa we beherin ser ola xwe. Bi rastî (heke hûn herin ser ola wan) îdî hûn di wê gavê da fereste nabin.
21Ji bo ku (ewanê bi rabûna para da bawer nakin) bizanin, bi rastî peymana Yezdan e (ji piştî mirinê) rabûn heye, mafekî rast e û (bizanin ku) bi rastî di wî danî da, qe tu dudilî tune ye. (Me ça ewan razandin, dîsa hişyar kirin) wusa jî me komal bi wan dane hesandinê. (Loma ewan hêj di berê da, di bûyera rabûn û civandinê da, bi hev ra tekoşîn dikiribûne, gava ewa çû şikevtê, îdî bi rastî mirin e) di wê gavê da komal bi hev ra tekoşîn kirin (ji bo ku hevrîyên şikevtê ça biparisînin): Hinekan ji wana gotine: "Hûn li ser wan kumbetan ava bikin." (Hineka di mafê wan da tekoşîn kirine, gelo kî ne, navê wan çi ne? Lê) Xudayê wan, bi wan çêtir dizane. Ewanê servatîyî bûyera wan in (aha) gotîne: "Emê li ser wan mizgevtekî ava bikin."
22(Ewanê xweyê pirtûk, di nêzîk da) dibêjin: "Ewan xortan sisê bûne, çarê wan kûçikê wan bûye." Hinekî wan jî dibêjin: " (Ewan xortan) pênc bûne, şeşê wan kûçikê wan bûye;" evan (keviran) nedîtî davêjin (ji ber xwe dibêjin). Hinek jî dibêjin: "(Wusa nîne) rastîya wan eva ye; hevt bû­ne, heştê wan kûçikê wan bûye." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Xudayê min bi hijmara wan çêtir dizane. Ewanê bi wan dizanin hindik in. Îdî tu di mafê hijmara wan xortan da, ji tekoşîna berçavî pêştir qe tu tekoşînê bi wan ra neke. (Muhemmed! Tu) ji wan, di mafê xortan da tu tiştî pirs neke.
23(Muhemmed!) Tu ji bona tu tiş­tî ra ne bêje: "Ezê evî tiştî di sibehê da bikim."
24Lê tu (aha) bêje: "Heke Yezdan bivê (ezê evê tiştî bikim)." (Muhemmed!) Gava tu evê gotina, heke Yezdan bivê, bîrva bikî (ne bêjî), tu Xudayê xwe (bi paqijî û perestî) bîne bîra xwe û (aha) bêje: "Ez hêvî dikim, ku Xudayê min ji vî nêzîktir, min bigihîne mirazê min."
25Ewan (xortan di şikevta xwe da, sê sed salî mane, ewanê (sala xwe bi hijmara hîvan dihijmirînin) neh sal jî (li van salan) pir kirine (gotine: "Sê sed û neh salan mane)."
26(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Yezdan bi mayîna wan (di şikevtê da) çêtir dizane, loma zanîna bi ne xûyayên ezman û zemîn hey ji Yezdan ra ne. Ew çiqa rind dibîne û çiqa rind dibihê! Ji pêştirê Yezdan ji bona wan (xortan ra) qe tu arîkar tune bûye û tu kes di berewanîyê da nabe hempayê Yezdan."
27(Muhemmed!) Ji pirtûka Xuda yê te, çi li bal te da hatibe niqandinê tu ewî bixune. Tu guhurandin ji bona peyvên we ra tune ye, tu ji pêştirê wî jî rastê tu penahî nayê.
28(Muhemmed!) Tu li bal wanê, ku di sibeh û êvara da, gazî Xudayê xwe dikin; ji bona ku Xudayê wan bi wan qayîl be, hew bike. ji bo ku tu xişrê vê cihana hanê bivê; bira her du çavê te ji (xezanê perestok) para da nefetile (li bal wa­nê zengînda mêze neke) û tu peyrewîya wîyê, ku me dilê wî ji bîranîna xwe, bê goman kirîye, ne­ke, ewî hey peyrewîya canxwestina xwe kirîye. Bûyera wî ji hedê xwe borîye.
29Û (Muhemmed! Tu aha) bêje, "Bi rastî Qur’an ji Xudayê we (hatîye). Îdî kê hez dike bira bawer bike û kîjan hez nake bira bawer neke."Loma me ji bona cewrkaran ra agirekî wusa amade kirîye, ku ewî agirî bi gorayîya xwe, ewan hildane nava xwe. Heke ewan ji bona vexwarinê hewar bikin, hewarîya wan, aveke germe wusa tê, wekî madena bihatî, rû dixaşandin. Çiqa vexwarineke sik e û çiqa ewra wan sikê kursîya ne!
30Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Em xelata wa yên qenc bi tu car wunda nakin.
31Ji bona van ra bihiştên bi nav ‘Edn (bihiştên xurekan) heye, ku di binê darê wan da çem dikişin, ewan di wê bihiştê da bi bazinê zêr têne xemilandinê û kincên hêşîn, ku ji zîv û burqonekan hatine çêkirinê, li xwe di­kin, di bihiştê da li ser kursîyan pal dayîne. Çiqa qencê qencîya ne û çiqa qencê kursîya ne!
32(Muhemmed!) Tu ji bona wan ra bi hecwekî serdaboraya wan her du mêran bêje: "Ji bo­na yekê ji wan ra me du rezên ji tiryan dabû, me ewan her du rez bi cêrgeyên darê xurman (ku di dora wan da bûne) girtine, me di nava wan da jî (zevîyên) çandinîyê bi cîh kiribû."
33"Ewan her du rezan jî, wusa ber didan, qe tu tişt ji wan kêm ne mabû, me di nava wan da jî çem dane kişandinê."
34"Ji bona (xweyê van rezan ra) berê (semer) daran hebû (xweyê mal bû). Evî ji bona hevalê xwe yê (xezan ra) xwe qure dikir (aha) gotîye: "Tu çi­ma bi min ra (tekoşînê dikî)? Bi mal ez ji te bi hêztir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in."
35Gava diçû nava rezê xwe, xwe qure dikir, bi xweber jî xwe cewr dikir (aha) digot: "Ez goman nakim, ku dawîya van rezan bên, di hemû gavan da wê evanê bimînin.”
36"Û ez goman nakim, ku wû rabûna hemû jî çê be. (heke çê be jî) dema ez herime bal Xudayê xwe, bi rastî ezê rastê qencî yên wusa bêm, hêj ji van çêtir bin."
37Hevalê wî yê (xezan) ji wî ra bi tekoşînî dibêje: "Tu ça bi wî Xudayê, ku di cara yekem da tu ji xwelîyê afirandîye, paşê ji menya (dilmeyî) paşê tu xistî mêrekî çêkirî, dibî file?”
38"(Tu bawer nakî) lê ez bawer dikim, ku Yez­dan Xudayê min e, ez ji Xudayê xwe ra tu kesî naxime hevpar."
39"Ka, çi dibe; heke gava tu herî nava rezê xwe (aha) bêjî: “Eva hêza Yezdan e. Çiqa hezeke mezin e! Hemû hêz bi Yezdan in. Hava tu dibînî, ku mal û zarên min ji yên te kêmtir in."
40"Dibe ku Xudayê min hêj ji rezê te çêtir bi min ra qencîyan bike û li ser rezê te da jî ji ezmanan birûsk û aşîtan bişîne, îdî ewa rezê te bibe xwelyekê tirlêç bimîne."
41"Ya jî ava wî bikişe binê zemîn, îdî tu qe nikaribî li wê avê bigerî, bibînî."
42(Evan bi hev ra mijûl dibûn malê ewê file) zêr û zeber bû, qe nikarya tu tiştî bike. Îdî destên xwe da ser hev, mizda û ji bona wan xebatên xwe yên pêşîyê, ku ji bona rezan kiribû bêzar ma (ko­van dikişand). Dema rez zêr û ze­ber dibûn (ewî jî aha) digot: "Xwezîka min ji Xudayê xwe ra qe tu tiştî ne xistîbûya hevpar!"
43Ji bona wî ra komeke, ku arîkarya wî bike jî, ji pêştirê Yezdan tune bû. Ewî bi xweber jî nikarbû ku tiştekî bike.
44Di vê gavê da serkarya rast, ya Yezdan e. Çi qencîya Yezdan bike, çêtir e û encama (aqûbet) wî bi xweber jî qenctir e.
45(Muhemmed!) Tu ji bona wan ra hecwekîya jîna cîhanê (aha) veke: “Jîna cihanê wekî ava ku em jor da dihênirînin: gava tevê çêreyên zemîn dibin çêre hêşîn dibin (dema ji wan zaha dibin) ewan çêran jî hişk dibin, dema ba li wan dixe; ewan ji hev derdixe belav dike." Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e.
46Mal û ku,. xemla jîna cîhanê ne. Ewanê para da (ji bona merivan) dimînin karê aştî ne. Evan li bal Xudayê te bi qencî, çêtir e û qencê hêvîya ne.
47Di roya ku em çîyan dibin; tu zemîn (qe tu tişt li ser ne mayî) li ber çavan rût dibînî û em hemûşkan dicivînin, îdî em tu kesî ji wan nahêlin.
48Ewan hemû (wekî xêlyan-merasim) di hemberê Xu­dayê te da bi rêz nivyane. Bi sond! Me ça hûn di cara yekem da (rût) afirandibû, hûn wusa (rût) li bal me da harine. Le we goman kiribû, ku em ji bona we ra danekî (civînê) çê nakin.
49Û pirtûka (xebata wan, ji bona wan ra bi vekirî) hate danînê, îdî tu gonehkaran dibînî; (dema ewan kirinê xwe) di pirtûkê da dibînin; jê vediciniqin (û aha) dibêjin: "Xwelî li me be! Ji bo­na vê pirtûkê ra çi bûye! Qe tu tişt (ji kirinê) piçûk û mezin bernedaye: hemî kirinê me hijmartîye (nivîsîye). Loma ewan rast hatin, ku hemî kirinê wan di pitûkê da amade ne. Xudayê te li tu kesî cewrê nake.
50Û di gavekî da me ji bona firiştan ra gotibû: “Gelî firiştan! Hûn hemû ji bona nîşa kesan ra secdê bikin.” Ji pêştirê nişa pelîdê (bi nav) iblîs hemûşkan çûn secdê. Iblîs bi xweber jî ji meçêtiran bû, îdî ewa ji fermana Xwedayê xwe derket. Îdî hûn (gelî kesan! Ji quretî û pozbilindîya xwe) ji pêştirê min, hûn iblîs û ûrta wî yê, ku ji bona we ra neyar in, ça ji xwe ra serkar digirin? (Eva guhurandina hanê, ku hûn Yezdan dihêlin, di şûna wî da pelîd ji xwe ra dixine serkar) ji bona cewrkaran ra çiqa guhurandineke sik e!
51Min (îblîs û ûrta wî va) ne di gava afirandina ezman û zemîn da, ne jî di gava afirandina wan bi xweber da jî, amadeyê afirandinê ne kiribû û min ji bona xwe ra ji ewanê ji rêya rast derketî ne xistîye piştevan.
52Di wê royê da (Yezdan ji bona hevrîçêkeran ra aha) dibêje: "Ka îdî hûn gazî wan hevrîyên, ku we ji min ra goman dikirin, bikin (bira ferestîya we di îro da bikin)." Îdî ewan (filan) gazî (wan hevrîyan) kirine, qe ewan (hewrîyan) ji bona wan ra tu bersiv ne dane. Me di nava (filan û hevrîyên wan da) teşqelên mezin danîne.
53Di gava ku gonehkaran agir dîtîne, îdî goman ki­rine, ku bi rastî wê bikebine agir. Û ewanan rastî tu penahekî jî nayên, ku ewa, ewan ji wî agirî bidine zivirandinê.
54Û bi sond! Me ji bona merivan ra, di vê Qur’anê da ji hemî bûyeran car bi car gotîye. Lê meriv ji hemî tiştî bêhtir, tekoşîne divê.
55Û gava (pêxember û Qur’an) ji bona merivan ra hatine, ji pêştirê hêvîya wanê ku ewan hêvî dikirin: Ka ji bona wan ra jî şapa wan yê di berya wan da borîne, hatibû, nayê ya jî ka li ber çavan ji wan ra şapat nayê, paşê bawer bikin, tu tiştî ewan ne dabûne paradanê, ku ji Xudayê xwe lavaya baxişandin a (gonehên) xwe bikin.
56Me çiqa pêxember şandine, hey ji bona, ku ewan pêxemberan mizgîna (bawergeran bi bihiştê) û hişyara (filan jî bi tirsdana dojê) bidine kirinê (me şandine). Ewanê bûne file hene! Ewanan jî tekoşînê dikin, ji bo ku mafê, bi pûçîtîyê bê hêz bikin. ewanan ji xwe ra berate û şapatên min tinaz girtine.
57Gelo ji wî kesê, ku bi beratên Xudayê xwe tê şîret kirinê, îdî paşê pişta xwe dide wan şîretan (litê nake) û tişta kirî jî bîrva bike (bêje: "Evan kirinê min nînin") cewrkartir kî heye? Ji bo ku ewan pisporîya rastîyê nekin, me li ser dilê wan da xêlî kişandîye, di gohê wan bi xweber da jî kerayî heye. Heke tu ewana gazî bal rastîyê bikî, îdî ewan tu gavê nayêne rêya rast.
58Heke ewî Xudayê te yê baxişgerê dilovîn, heman ewan bi keda wanên kirî, bi şapatê bigirtinan, wê şapatê ji bona wan ra bi lez bihata. Lê ji bona şapatdana wan, danekî wanê wusa heye, gava ewa dana hat, ewan ji pêştirê Yezdan rastê tu penahî nayên (ku ewan ji wê şapatê biparisîne).
59Evanan, ew gundên, ku me ji bo­na cewra wan ewan teşqele kirine. Me ji bo­na teşqelekirina wan jî, danekî diyarî dabûye.
60Di gavekî da Mûsa ji bona xortê xwe (aha) gotîbûye: "Heya ez neçime wî cîhê, ku her du avşîn tevê hev dibin, ez nahew im, ya jî ezê bi salan bigerim."
61Îdî gava ewan çûn, gehîjtine wî cîhê, ku her du zerya tevê hev bûne, ewan di wura da masîyê xwe bîrva kirine. Masîyê wan di deryayê da rêya xwe girtîye çûye.
62Îdî gava ewan herduk ji wê derê borîne (Mûsa) ji bona xortê xwe ra gotîye: "Ka taştêya me bîne, bi sond! Di vê rêwêtîya me yê hanê da westandinekî em girtine."
63(Xort ji bona Mûsa) ra gotîye: "Te dît! Gava em hatibûne bal zinar, îdî min masî bîrva kirîye (masî li wura maye). Ji pêştirê pelîd tu tiştî ji bîra min nebirîye, ku ez ji bona te ra bêjim: (Ha va masî çûye avşînê).” Ewî masîyê di zeryayê da ji xwe ra rêyeke sodret girtibû."
64(Mûsa ji bona xortê xwe ra aha) gotîye: "Tişta em lê digeryan ewa ye." Îdî ewan herduk para da di şûna xwe da vegeryan, ji hev ra bûyera xwe digotin.
65Îdî ewan herduk, rastî bendekî ji bendeyên me hatin, ku me ji bal xwe da ji bona wî ra dilovanîyek dabû û me ji bal xwe da ji bona wî ra zanînek hîn kiribû.
66Mûsa ji bona wî (bendî ra aha) gotibû: "(Destûra te heye) ku ez bibime peyrewê te, ji bo ku tu min hînê wê zanîna, tu hînê wê bûyî, bikî?"
67Ewî (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî."
68"Û tuyê ça li ser wan tiştên, ku qe gura te bi wan tune ye hew bikî?"
69(Mûsa ji wî ra aha) gotîye: "Bi hezkirina Yezdan, tuyê bibînî, ku ez bi te ra hew dikim û ez (di tu tiştî da) bê gotina te nakim."
70Ewî (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Îdî heke tuyê bibî peyrewê min, gotî tu pirsa tu tiştî ji min nekî heya ez bi xweber ewî tiştî ji te ra bêjim."
71Îdî ewan herduk, bi hev ra çûn, heya çûne sîyarê kelekê bûne (ewî bendî rabûye) ke­lek qul kirîye. (Mûsa ji wî ra aha) gotîye: "Tu çima qul dikî? Wê hemî rêwîyên we, di ave da bifetidin. Bi sond! Eva tiştekî sodret e tu dikî (hemîşka rikê xwe ji me bînin.)"
72(Ewî bende î ji Mûsa ra aha) gotîye, "Maqeymin ji te ra negot; ku bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî?"
73(Mûsa ji wî bendeyî ra aha) gotîye: "Min bibaxşîne, bi sedemê bîrvakirin a min li min sîtem neke, ji bona vekirina min tu ji min ra zoritî dernexe."
74Îdî ewan herduk bi hev ra çûn, heya çûne rastê zareke kurîn hatine (ewî bendeyî rabûye) kurik kuştîye. (Mûsa ji wî bendeyî ra aha) gotîye: "Te çima ewa zaroka paqij a bê gur û goman kuşt? Qe tu tola te li ser wî tune bû. Bi sond! Te tiştekî wusa kirîye; wekî wî sik tune ye."
75(Ewî bende ji Mûsa ra aha gotîye): "Ma qey min ji te ra ne got, bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî?
76(Mûsa ji bona wî bendeyî ra aha) gotîye: "Heke ez ji piştî vî, pirsa tiştekî ji te bikim, îdî tu bi min ra hevaltîyê neke. Bi sond! Kirinên min li bal te gehiştîne baxişandina dawîyê."
77Îdî ewan herduk bi hev ra çûne, heya gava hatine wî gundê ku wan herdukan, ji komalê wî gundî, xwarin xastine. Ewan gundîyan, ji bona wan herdukan jî xwarin ne dane. Ewan (di nava gund da geryan) heya çûn, rastî dîwarekî wusa hatin, nezîk bû, ku hilşîya. (Ewî bendeyî va) ku ewî diwarî rast bike, îdî xebitî rast kir. (Mûsa ji bona wî ra aha) gotîye: "Heke te ji bona çêkirina dîwar, kirya xwe bistanda çêtir ne dibû (ku me jî bi wî ji xwe ra xarin, ji wan bikirya)?"
78(Ewî bendeyî, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Îdî ewa sedema raqetandina min û te ye. Ezê ji bo­na te ra sedemên wan tiştê ku te li ser wan hew ne dikir, pirsa wan ji min dikir, bêjim:"
79“Kelek, malê hinek belengazan bû, ewan di avşînê da dixebitînin, di berya wan da serokekî pir zor hebû, bi zorê hemî kelek ji xweyê wan distandin. Min jî rabû kelek qul kir, ji bo (ku ewa serok qula wê kelekê bibîne, îdî kêrê wî nayê keleka wan berde.)"
80"Zarok jî kurê da û bavekî bawerger bû, îdî em tirsîyan (dema ewa zaroka mezin bibe) wî da û bave xwe, ji hezkirina ku ewan ji wî hez kirine, bi quretî bixe file."
81"Îdî me jî va, ku Xudayê wan her du; da û bavan, di şûna wî kurikî da, zarekî qenctir û dilovantir û paqijtir bide wan.”
82"Dîwar, malê du zarên sêwî yên di bajar da bûn, di binê wî dîwarî da, xezîneke wan her du sêwîyan hebû, bavê wan herdukan jî aştîkar bû, îdî Xudayê te va ye (ku ez dîwarê wan rast bikim, ku hilneşe) heya ewan herduk zar bigihêjne sedra xwe, paşê xezîna xwa derxin. Eva dilovanîyeke ji Xudayê te ye bi wan kiriye. Min evan ji ber xwa ne kirine. Sedema wan tiştên me kirî eva ye, te jî li ser kirina wan hew ne dikir (tim dipirsî).
83(Muhemmed!) Ewan (kesan) ji te pirsa xweyê du qoçan (Zulqerneyn) dikin. Tu (beresiva wan aha) bide: "Ezê ji bona we ra, ji serdaborya wî hi­nek axiftina bixûnim.
84Me ji bona wî ra di zemîn da şûneke bi hêze parizvan çê kirîye û di wura da ça bivê wekî xwestina xwe xebat dike, ji bo ku bigihêje armanca xwe, me ji hemû tiştan sedem û rêyên wan, daye (Zulqerneyn).
85Îdî ewî jî (ji bo ku bigiheje rojava, ji xwe ra) rêyek girt (çû).
86Heya çûye gehîştîye (şûna) ku roj têda diçe ava.Dêna xwe daye, ku roj di kanîyeke herya reş da diçe ava. Di wêderê da rastî komalekî hat, me ji bona (Zulqerneyn ra aha) got: "Zulqerneyn! Tuyê ya ewan şapat bikî, ya jî tuyê bi wan ra qencîyan bikî (ewan bi xweşî bînî rêya rast)."
87(Zulqerneyn aha) gotîye: "Kî cewr kiribe, emê ewî şapat bikin, paşê ewî li bal Xudayê xwe da bê zivirandin, îdî Xuda ê ewî wusa şapat bike, ku wekî wî şapat ne hatibe ditin."
88"Lê kîjanî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ji bona wî ra jî qencê qencîyan heye û emê ji bona wî ra ji fermanên xwe yê hêsanî bêjin: "(Bira ewa tişta hêsanî bike, tiştê zor neke)."
89Paşê rêyeke mayî ji xwe ra girt (çû, ji bo ku bigêhêje armanca xwa ya vî alî).
90(Çûye) heya gehîştîye (şûna), ku roj jê derdikebe, rastî komalekî hat, roj li ser wan derdiket. Me ji bona wê komal ra jî bo ku xwe ji rojê biparisînin qe tu perdek çê ne kiribû.
91(Seroktîya Zulqerneyn wusa bû; ça biva, wusa dikir, wusa zana bû, rêya her tiştî dizanîya) Bi sond! Me zanîna wî hilda bû binê hêza xwe.
92Paşê jî ketîye rêyekî (çûye).
93Heya çûye gîhîştîye (şûna) her du bendan. Di rûbarî van her du bendan da rastî komalekî wusa hat, ku nikaribûne bi pisporî mijûlîya wan ji hev deerxin.
94Ewî komelê (ji bona Zulqerneyn ra aha) gotine: "Zulqerneyn! Bi rastî komalê (bi nav) "yecûc û mecûc" zemîn wêran kirine. Gelo çi dibe? Ku em kirya te bidin, tu di nîveka me û wan da bendekî çê bikî?"
95(Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Ew mal û milkê ku Xudayê min ez xistime navê ji wî (kirya ku hûn bidine min) çêtir e. Îdî hûn bi hêza (gevdê xwe) ji min ra arîkarî bikin, ku ez di nîveka we û wan da bendeke derabî çê kim.”
96“Hûn ji min ra kursîyê hesin bînin." (Dema ewan kursîyê he­sin anîn, Zulqerneyn di nîveka wan her du sermilê çîyan tijî kir) he­ya gava her du sermil bûne wekî hev, yek man. (Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Hûn pufî (agir bikin, bira agjr pêkebe." Dema agir pêket) heya hesin sor bûye (bû wekî) agir maye. (Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Hûn ji min ra sifrê biha (helya) bînin: (Dema ewan, ewa sifra ji Zulqerneyn ra anîne, Zulqerneyn ewa sifra) li ser wî hesinî sor da kirîye.
97Ewa (bende wusa zexm bû) îdî (yecûc û mecûcan) nikari­bûne derkebine ser bende û nikarbûne ku qul bikin jî derkebin.
98(Zulqerneyn aha) gotîye: "Eva (çêkirina vê ben­dê) dilovanîyeke ji Xudayê min e. Îdî heya gava peymana Xudayê min (bi hilşandina) we hat; Xudayê min ê ewê bi zemîn va bixe yek; wêran bike. Bi rastî peymana Xudayê min maf e.
99Me kesên (cîhanê) di nava hev da hîştine, di wê gavê da ewan wekî pêlê deryayê di nava hev da pêl didin (ser binê hev da derbas dibin), îdî (dema ku em ewan bicivînin) di sturî da, tê pufdanê em ewan wusa dicivînin qe yekî ji wan nahêlin.
100Em ji bona filan ra, di wê royê da dojê bi xûyayî vedikin.
101Ewan filan ew kes in: ku çavê wan ji bîranîna min, bi perde ye û ewan nikarin gohdarya (Qur’anê jî) bikin.
102Qey ewanê ku bûne file goman dikin, ku ewan ji bal min, ji xwe ra heke ji bendeyên nûn serkaran bigirin (wê ji wan ra kêr hatibin)? Bi rastî me ji bona filan ra doj bi êwirgahî amade kirîye.
103(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra ewanê, ku keda xwe (di para da pir) zîyan kirine, ka kî ne, bê­jim?"
104"Ewanan; (evê bi van salixan, têne nîyaskirinê ne) ku di jîna cîhanê da çi kirine, hemî wunda bûye loma tişta dikirin, goman kiribûne, ku ewan pêşeyên qenc kiribûne."
105"Ewanan; cw fileyên, ku bi berate û bi rasthatina Xudayê xwe (di roya para da) bawer nakin, îdî keda wan he­mû şewitîye. Em ji bona wan ra di roya rabûna hemû da, tu kêşê nadine çikandinê (ji bo ku keda wan bê kişandine."
106Bi sedema, ku ewan berate û pêxemberê min, di nava xwe da bi tinaz girtibûne celata ne bawerî û filetîya wan doj e.
107Bi rastî ji bona wanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine, bihişta rezan bûye êvirgah.
108Ewanan di wê bihiştê da her dimînin,qe naxwazin ji wura derkebin.
109(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke zerya bibe hubur, ji bo, ku peyvên Xudayê min, pê bêne nivîsandinê, wê dawya avşînê were, hêj dawya peyvên ( Xudayê min nayê. Heke em wekî wê avşînê jî di arîkarya wê da bînin (wê dîsa dawya wê jî were).
110(Muhemmed! Tu) bêje: "Ez jî merivekî wekî we me; li bal min da hatîye niqandinê, ku Xudayê we yekî bi tenê ye. Îdî kî dixwaze, ku (bi rûkî rûsipî) here rastî Xudayê xwe be, bira karekî aştî bike û bira di perestîya Xudayê xwe da, tu kesî nexe hevpar.
Chapter 19 (Sura 19)
1K.H.Y.A.S. (Arşa van têpên ji hev çûyî, hey Yez­dan dizane).
2(Evan beratên ku em ji te ra dixunin) dilovanîya Xuda yê te ye, ji bona bîranîna bendeyê xwe; Zekerîya (hinartîye).
3Di gavekî da (Zekerîya) bi dengekî dizî va, gazî Xudayê xwe kirîbûye.
4(Aha) gotîbûye: "Xudayê min! Bi rastî îdî hêstîye min (ji kalbûnê bi jarîtî) sist bûne û serê min jî ji kalîtîyê pê girtîye (sipî bûye). Xu­dayê min! Min çiqa gazî te kirîye, ez bê hêvî ne bûme (hey te bersiva min daye)."
5"Xuda! Bi rastî ez ji wan (pismamên xwe yê, ku ji piştî mirina min tiştên ne pak bikin). Ditirsim û (tu dizanî) jina min jî eremûk e (çi dibe!) ku tu li bal xwe da, ji bona min ra ûrtekî bidî."
6"Ji bo ku ewa ji min ra û ji malîyên Y’eqûb ra jî bibe ûrt (bimîne). (Xudayê min!) tu ewî bixe yekî wusa, ku tu bi wî qayîl bibî."
7(Yezdan ji bona Zekerîya ra aha qotîye:) "Zekerîya! Bi rastî emê te bi kurekî bi nav Yehya bidine mizgîndanê, me ev navê hanê di pêşya wî da, qe li tu kesekî ne kiribû."
8(Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka we ça ji min ra kur bibe? Jina min eremûk e, ez bi xweber jî wusa kal bûme temarê min îdî hişk bûne."
9(Xuda) gotîye: "Gotina te ye, 1ê eva afirandina hanê li ser Xudayê te hêsanî ye, hêj berê da, tu jî tiştek ne bûye, min tu afirandî."
10(Zekerîya) gotîye: "Xudayê min! Ka ji min ra beratekî bide (ku ez bizanibim tuyê ji min ra kurekî bidî." Xuda ji Zekerîya ra) gotîye: "Berata te ev e: Heya sê ro û şevan, hemî gewdê te jî dirust be, tu nikarî bi tu kesekî ra mijûl bibî."
11Îdî (Zekerîya) ji baboyê (mihrabê) derkete nava komalê xwe (nikarbû bi wan ra mijûl bibe, bi hinek nîşana ve ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di sibeh û evaran da ji Xudayê xwe ra nimêj bikin û ewî ji kemasîyan paqij bikin."
12(Îdî dema ewa zaroka bû, navê wî Yehya danîn. Me ji wî ra aha got): "Yehya! Tu pirtûkê bi hêz bigire (ewê ça ferman kirîye, wusa bike)." Bi rastî Yehya hêj zar bû, me ji wî ra zanîna retkokî dabû.
13(Çima me ji wî ra dema zaroktîyê da zanîn da­bû), loma Yehya li bal me delal û paqij bû. îdî ewa xudapariz bû.
14(Loma Yehya) ji bona dê û bavê xwe ra jî qencîkar bûye û ewa yekê pozbilindê, serhişkê, qure ne bûye.
15Di roya ji dayîk bûye û di roya dimire û di roya wê bi zindî rabe here civînê da, selam li ser wî be.
16(Muhemmed!) Tu di pirtûkû da (serdaborya) Mer­yemê jî bixune. Kanê, gava ewa ji malîyên xwe raqetîyabû li alîyê rojhilat ji bona xwe ra şûnek girtibû (qe li malîyên xwe mêze ne dikir, xurî perestî dikir).
17Îdî ewê di nava xwe û malîyên xwe da perdek vegirtibû (qe tevê wan ne dibû). Îdî me jî canê xwe li bal Meryemê da şandşye. Ewa cana ji bona Meryemê ra bûye wekî merivekî bê kemasî xwe daye nîşanê wê.
18(Gava Meryemê ewa meriva dît, aha jê ra) gotîye : "Ez ji te (ditirsim) xwe davejime ber bextê Xudayê dilovan, ku min ji te biparizîne. Heke tu bi rastî xudaparis î (têkilê min nebe.)"
19(Ewî rûhê, ku ketîye diliqê merivan, ji Meryemê ra aha) gotîye: "Bi rastî hey ez saîyê Xudayê te me (hatime vira) ji bo ku ez ji bona te ra kurekî tîtalê zêhirdar bidim."
20(Meryemê bersiva wî daye, aha) gotîye: Qe tu meriv têkilê min ne bûye û ez bi xweber jî ez jinekî xirab jî ne bûme, wê ça ji bona min ra kurekî çê bibe?
21(Ewî bersiva Meryemê daye, aha) gotîye: "Gotina te rast e. Lê Xudayê te gotîye: Bi van salixan va jî (dayîna kurekî li ser me hêsanîye;” (Emê ewî aha bidin); ji bo ku em ewî bixne berateke derhoze (mucize) ji bona kesan ra bihêlin (Eva dayîna) dilovanîyeke ji me ye.” Îdî bûyer (hadise) pêk hat.
22(Meryem) îdî bi wê zarê bi zar maye. Ji ber vî qasî (Mer­yem, ji kemalê xwe) çûye cîyekî dûr maye.
23(Dema gava razana wê hatîye) sancîyan bi wê girtîye, ewa çûye nava darê xurman, xwe bi çiqilê daran girtîye (aha) gotîye: "Xwazîka ez hêj berya naha da mirî bûma û hatibûma bîrvakirinê (min evan tiştan ne dîtibûyan)."
24Îdî gazî (Meryemê) kirine (aha) gotine: "Tu mirûzê xwe neke, bi sond! Xudayê te dibinê (nigê) te da nijdewanekî mezin çê kirîye."
25"Tu çiqlê darê xurman li bal xwe da bihejîne, ji bo ku li ser te da xurmên terê gihîjtî bikebin."
26"Îdî tu bixwe û vexwe û tu çave xwe ji hêstiran zaha bike (çavê te ronahî be). Heke tu ji merivan, kesekî bibînî, tu ji wî ra (aha) bêje: "Bi rastî min peyman daye, ku ez ji bona Xudayê dilovan ra rojî bigirim; îdî di îro da qe bi tu kesekî ra mujûl nabim."
27Îdî paşê (Meryemê zara) xwe hildaye hatîye bal komalê xwe. (Komalê Meryemê jê ra aha) gotine: "Mer­yem! Bi sond te tiştekî sodret anîye û kiriye."
28"Xûşka Harûn! Bi rastî bavê te merivekî xirab ne bû û dîya te jî jinekî pîs ne bû."
29"(Ka te eva ji kêdere anîye?) Îdî (Meryemê) li bal wî zarê da niqandîye (Gotîye: "Ji wî pirs bikin.)" Ewan (bersiva Meryemê dane, aha) gotine: "Ka ewa zaroka hêlanê da, wê ça bi me ra axiftin bike?"
30Ewê zarokê (bersiva wan daye û) gotîye: "Bi rastî ez bendeyê Yezdan im; ewî ji min ra pirtûk anîye daye min û ez ji xwe ra xistime pêxember."
31"Û ewî ez li hemû cîhî bi payetî rakutame û li min şîret kirîye, heya ez bijîm gotîye ez nimêj bikim û baca xwe bidim."
32"Ji bona dîya xwe ra jî qencîkar bim. (Yezdan) ez ji serhişkê pozbilind yê rêderketî ne gerandime."
33(Ji Yezdan) di roya ji dayîkbûna min da û di roya mirina min da û di roya ku ezê bi zindî rabim (herime civînê) da, selam li ser min heye.
34Rastîya wî ‘Îsayê kur ê Mer­yemê ku hûn di rastîya wî da dudil in, eva ye.
35Qe babet nîne, ku Yezdan ji xwe ra zaran bigire, ewa ji van (gotinan) paqij e. Gava (Yezdan) bivê ku bûyerekî çê bike, ji wê bûyerê ra dibêje: "Bibe." Ewa jî ji ber xwe dibe.
36Bi rastî Yezdan Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Îdî hûn hey ji wî ra perestî bikin. Rêya rast hey eva ye.
37Îdî (paşê ewan di nava xwe da partî çê kirine). Ewan partîyan di nava xwe da ne wekhev bûn çê kirine. Îdî ji dîtina roya mezin (ku roya rabûna hemû ye) xwelî li wan filan be (ka ewan ça fereste bin?).
38Di roya ku ewan têne bal me, çiqa rind dibêhin û çiqa rind dibînin! Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wê royê da di wundabûneke xûya da nin.
39Û (Muhanmed!) tu ewan ji wê roya, ku hemû bûyer têda têne pêkanînê, meriv li ser kirinê xwe kovanan dikişînin, bide hişyarkidrinê. (Gava bûyera wan pêk tê) haja wan namîne, ewan bi xweber jî bawer nakin.
40Bi rastî hey ûrta zemîn û tişta li ser (zemîn) em tenê ne. Ewan hey li bal me da bine zivirandinê.
41(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îbrahîm (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Îbrahîm) pêxemberekî pir rast bûye.
42Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bavê xwe ra (aha) gotîye: "Bavo! Ka ji bo çi tu ji wan tiştên, ku nabihên û nabînin, perestî dikî? Ewan qe te (ji tu şapatî jî) fereste nakin."
43"Bavo! Bi sond, ji bona min ra zanîneke wusa hatîye, ku ewa zanîna ji te ra ne hatîye, îdî tu bibe peyrewê min, ku ez te beherime wê rêya rast ya bê kêmasî."
44"Bavo! Ji bona pelîd ra pe­restî neke. Bi rastî pelîd li ber Xudayê dilovan da serî bilind kirîye (bi gotina wî nake.)"
45"Bavo! Bi rastî ez ditirsim, heke şapatek ji Xudayê dilovan bi te bigire, îdî tu jî bibî dostê pelîd."
46(Bavê Îbrahîm bersiva wî daye aha) gotîye: "Îbrahîm! Qey tu ji perestîya Xudayên min, rû difetilînî (perestîya wan nekî)? Bi sond! Heke tu ji wan kirinê xwe dest bernedî ezê te kevir bikim (bikujim) û (Îbrahîm) tu dest ji min berde, heya hinek gavan ji vira here."
47(Îbrahîm bersiva bavê xwe aha daye), gotîye: "(Bavo!) selam li ser te be, ezê ji bona te ra ji Xudayê xwe, lavaya baxişandinê bikim. Loma Xudayê min, ji bona min ra pir qencîkar e."
48"Bi rastî ezê ji we û ji wan tiştên, ku hûn ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikin dest berdim, ezê hey ji Xudayê xwe ra perestî bikim. Goman dikim, ku ez jî (wekî we) bi perestîya Xudayê xwe dil hişk û rê derketî nebim."
49Îdî gava (Îbrahîm) dest ji wan û ji pêştirê Yezdan, ji wan ra perestî dikirin, berdaye, me jî ji bona (Îbrahîm ra) Ishaq û Y’eqûb raber kiriye. Me hemûşk jî xistibûne pêxember.
50Me ji dilovanîya xwe, ji bona wan ra (mal, hêz û serwet) daye, me ji bona wan ra zimanekî rastê bilind daye.
51Û (Muhemmed!) tu di pirtûkê da (serdaborya) Mû­sa (ji bona koma xwe ra) bixûne. Bi rastî (Mûsa bendekî me ye) xwurî bûye, ewa bi pêxemberî (li bal zarên cihûyan da) hatîye şandinê.
52Me ji alîyê rastê çîya yê (bi nav) Tûr da, gazî (Mûsa) kirîye. Ji bo ku em bi wî ra mijûl bibin, me ewa nêzê xwe kirîye.
53Me ji dilovanîya xwe, ji bona (Mûsa ra) birayê wî yê Ha­rûn bi pêxemberî raber kirîye.
54(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îsma’îl (ji bo­na komalê xwe ra) bixûne; Bi rastî ewa di peymana xwe da rast bûye. Ewa (li bal komalê xwe da) bi pêxemberî hatîye şandinê.
55(Îsma’îl) fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê û bi baca malê xwe dayînê kirîye. Ewa li bal Xudayê xwe jî, hatîye qayîlkirinê.
56(Muhemmed!) Tu di pirtûkê da (serdaborya) Îdrîs (ji bo­na komalê xwe ra) bixûne. Loma bi rastî (Îdrîs) pêxemberekî pir rast bûye.
57Me jî ewa li bal cîyekî bilind da rakirîye.
58Evan (pêxemberên, ku navê wan borîne) hene! Ji nişa (Adem) û ji nişa wan kesên, ku me ewan bi Nûh ra hildabûne (kelekê) û ji nişa Îbrahim û Israîl (Y’eqûb) in. Me ji wan ra, rê daye nîşanê û me ewan (di nava kesan da bi pêxemberî) hilbijartîne. Gava beratên Yezdanê dilovan ji wan ra tê xwendinê ji xwe va diçin, bi giryanê ve diçin secdê.
59Îdî li pey wan (pêxemberan) ûrteke wusa maye, ewê ûrtê dest ji nimêjkirinê berdane, bûne peyrewê dilxwezîya xwe (haja wan ji fermanên me ne maye. Evanê jî celata qûretîya xwe bibînin). Wê li bal dojê da bêne avêtinê.
60Ji peştirê wanê, ku ji kirinê xwe poşman bibin û karê aştî kiribin, evanan dikebine bihiştê, qe bi tu tiştî cewr li wan nayê kirinê.
61Ewa (bihişta) bihişteke wusa ne (Yezdan)ê dilovan bi ne xûyayî ji bona bendeyên xwe ra peyman daye (ku wê ewanê bikebine wê bihiştê). Bi rastî peymana (Xudayê dilovan) tê şûna xwe.
62Ewanan (di bihiştê da) hey rastê vê peyvên "Selam" tên, qe peyvên kajî vajî têda tune ne. Ji bona wan ra di sibeh û evaran da xwarinên wan di bihiştê da hene (ewan jê dixun).
63Ewa bihişta hanê heye! Ji bendeyên me, kîjanê xudaparizî dike, em ewî dixine mîratxwarê wê bihiştê.
64(Dema niqandin, çend royan para ket, pêxember ji Cebraîl pirsîye: “Ka çima niqandin para ketîye?" Cebraîl bersiva wî daye, aha gotiye): "Em hey bi fermana Xudayê te têne hiartinê, çi di berya me da borîye û çi di pey me da maye, û di niveka van her du deman da jî çi heye, hemî ji bona Xudayê te ra ne (çi ferman bike wilo dibe). Şixwa Xudayê te (tu jî) bîrva ne kirîye.
65"Xudayê ezman û zemîn û Xudayê tiştên di nîveka wan herdukan da heye, ewa ye. Îdî tu ji bona wî (Xuda ra) perestî bike û tu ji bona perestîya wî ra binive. Qe tu bi navê yekî (ku bi navê Yezdan hatibe navdanê) dizanî?"
66Meriv (aha) dibêje: "Gava ez mirim, dîsa ezê di nêzîk da zindî (ji gorê) derkebim?"
67Qey meriv bîra xwe naynin, me ewan afirandin, qe ewan di berê da tu tişt nebûn?
68Bi Xudayê te! Emê ewan û pelîdan bi hev ra bicivînin, paşê emê ewan li dora dojê li ser çokan amade bikin.
69Paşê ji hemî koman, ka kîjan e di hemberê (Yez­dan)ê dilovan da, bi curet û serbilind e, emê di nava wan da rakin.
70Şîxwa paşê em bi xweber jî çêtir dizanin ka li bal dojê da kîjan babet e, ku bê avêtinê.
71Di nava we da yekê neçe dojê tune ye (hemûşk jî herine dojê). Eva ketina dojê li ser Xudayê te fermanek e, pêk hatîye.
72Paşê emê ewanê xudaparizî kirine hene! Ewan ji dojê fereste bikin, emê ewanê cewr kiribûne jî di dojê da li ser çokan bihêlin.
73Gava beratên me yên daveker ji bona wan ra têne xwendinê, ewanê bûne file hene! Ji bona wanên bawerger ra (aha) dibêjin: "(Ka hûn gelî bawergeran! Mêze bikin) ji van her du destan, cîyê kîjan yê çêtir e, kîjan qenctir e (ku meriv ji xwe ra bixe heval)?"
74Me çiqa welatîyên, ku hêj ji van bi mal û temtêla xwe va pir rindtir bûne, teşqele kirine, di berya wan da borîne. (Tu dibe qe evan bi teşqela wan nizanin?)
75(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kî rêya xwe wunda kiribe, heke Yezdanê dilovan heya hinek deman (mal û zar û fırsend) bide wî, çi jê derdikebe? Loma heya gavê peymanê ji bona wan ra tê, ewan ji van her du tiştan, yekê dibînin: Ya celata wan (bi destê bawergeran di vê cîhanê da ne) ya jî di roya rabûna hemî da (doj bi xweber e.)" Îdî ewanê di wan gavan da bizanin, ka şûna kî, sikê şûna ne û ka bi leşkerî, kê bêvece.
76Ewanê hatine rêya rast hene! Yezdan beledîya wan hêj pirtir dike. Ewan karên aştikarî para da mayî hene! Ewan li bal Xudayê te, qencê karan e û (evan karê, ka para da ji bona xweyê wan ra tê dayînê) qencê wan e jî.
77(Muhemmed!) Qe tu evê, ku bi beratên me bûye file (aha) dibêje: "We (di roya rabûna hemî da) mal û zarê ji min ra bêne danê (ezê jîwê gavê mafê teyê li bal min heye bidime te”) nabînî?.
78Gelo ewa bi nexûyanan (dizane, çûye ewan dîtine) ya jî ji Yezdanê dilovan peyman sitandîye (ku we ji wî ra mal û zarê bêne dayînê)?.
79Gotina wî nîne (ewa xapîyaye) ew tişta ku ewa dibêje, emê ewî binivîsin, emê şapatê ji bona wî ra bi dirêjayî dirêj bikin.
80Emê bibine ûrta wan gotinê wî (mal û zaran ji wî bistînin) ewê bi serê xwe, bi tenê were bal me.
81Ji bona ku bibine piştevanê wan, ewan ji xwe ra pêştirê Yez­danê (babetê perestîyê) hinek ilah girtine.
82Wekî gotina wan nîne! Ewan (ilahên, ku ewan ji xwe ra girtine) wê nankorya perestî ya wan bikin û wê ji wan ra bibine dij.
83(Muhemmed!) ma qey tu nabînî? Ku bi rastî me pelîdên (wusa) li ser filan da şandine, ji bo ku helanê bi gonehkarî bidine wan, ewan jî gonehan bikin.
84Îdî tu ji bona (şapatdana wan) lez neke, loma em ji bona wan ra danê (şapata) wan dihijmirin.
85Di roya (rabûna da) em xudaparizan, deste û deste li bal (Yezdan)ê dilovan da dicivînin.
86Û em gonehkaran jî li bal dojê da bi xurakandin dajon (ça tariş li bal xwê avê da dixurukin)
87Ji pêştirê wanê ku li bal (Yezdan)ê dilovan, peymana mehderyê hildane, tu kes nikare mehderî bike.
88Ewan (filan aha) gotibûne: "(Yezdan)ê dilovan ji xwe ra zar girtine."
89Bi sond! We curetekî pir sik anîye.
90(Wusa sik e) hindik maye, ku ezman ji wê (gotina we) biçire û zemîn bidire û çîyan jî biherifin.
91Ji ber ku we doz kiriye û (gotîye): "Ji bona (Yezdanê dilovan ra zar hene."
92Babet nîne ji bona (Yezdan)ê dilovan ra, ku ji xwe ra za­ran bigire.
93Şixwa çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk jî li bal (Yezdan)ê dilovan ra bi bendetî tên.
94Bi sond! (Yezdan ewan hemîşk jî) hildane binê hêz ya xwe, ji hijmara wan ra paşî hatîye.
95Ewan hemûşkê jî di roya rabûna hemû da (li bal Yezdan da) wê bi kitayî werin.
96Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Wê (Yezdan )ê dilovan ji bona wan ra hezkirinekî çê bike (her kesê ji wan hez bikin).
97Îdî ewa (Qur’an)a bi zimanê te (hinartîye) hêsanî kirîye, ji bo, ku bi wê (Qur’an)ê xudaparizan bidî mizgîndanê (ewanê felat bibin) û tu ewî komalê leçker jî (bi hatina şapatan) bidî tirsandinê.
98Me di berya wan da çiqa (komalên) çaxan teşqele kirine! Gelo qe tu ji yekê ji wan pêjnê hildidî, ya jî qe ji wan dengan dibihîsî?.
Chapter 20 (Sura 20)
1T.H. (Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane).
2(Muhemmed!) Me Qur’an li ser te da ne hinartîye, ji bo ku tu bi wê (Qur’an)ê cefa bikişinî;
3Lê me (ewa Qur’ana hinartîye ku xurî ji bo (xuda) tirsan bibe bîranînekî.
4Ewa (Qur’ana ji wî Xudayê) ku zemîn û ezmana bilind afirandî (hêdî hêdî) hatîye hinartinê.
5(Yezdan)ê dilovan, arş (wate) hildaye binê hêza xwe.
6Çi tiştê di ezman û zemîn da heye û tiştê di nîveka wan herdukan da jî heye û tiştê di nava xunava xwelyê da heye jî, hemî ji bona wî ra nin.
7Heke tu (ji bona xwastin û lavayan) dengê xwe bilind bikî (ya jî dizîka da bêjî, li bal Yezdan yek e). Loma ewa bi hemî di­zî û veşartîyan dizane.
8Yezdanê (babetê perestîyê ew e) ji pêştirê wî tu ilahek tune ne, hey ji bona wî ra navê rind hene.
9Qe (ji bûyera) Mûsa, ji bona te ra zanîn hatîye?
10Di gavekî da (Mûsa) agirek dîtibû. Îdî ji bo­na malîyên xwe ra (aha) gotibû: "Hûn li vira binivin, bi rastî agirek li ber çavê min ket (ezê herim). Guman dikim, ku ez ji wî agirî ji bona we ra kozekî bînim, ya jî ez li ser wî agirî rastê beledekî werim."
11Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) deng (li Mûsa hate kirinê, aha got): "Mûsa!"
12"Bi rastî ez Xudayê te me, îdî tu her du pêlava derxe, loma bi rastî a, di naha da tu li newala piroz ya (bi nav) Tuwa dayî.
13Û min tu (ji bona pêxemberîyê) hilbijartîye, îdî ewa tişta li bal te da tê niqandinê tu guhdarya wî bike.
14Bi rastî ez, erê ez! Yezdan im, ji pêştirê min, tu ilahek tune ne, îdî tu ji min ra perestî bike, ji bona ku tu min bîra xwe bînî, tu nimêj bike."
15"Bi rastî wê roya rabûna hemîyê were, ji bo ku hemî candar, bi kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê. em (danê hatîna wê) vedişêrin."
16"Îdî bira ewê, ku bi hatina wê bawer nake, te (ji bawerya hatina wê royê) nede paradanê, ewa hey bûye peyrewê hewasa canê xwe. Îdî (heke tu peyrewîya wî bikî) tu ê jî teşqele bibi."
17(Yezdan ji Mûsa pirsîye, jê ra gotîye): "Mûsa! Ewê di destê te yê rastê da çî ye?"
18(Mûsa bersiv daye aha) gotiye: "Ewa gopalê min e; Ez pala xwe didime li ser wî, ez pelê daran ji bona pezê xwe ra bi wî dadiweşînîm û hêj ji bona min ra di wî gopalî da hinek nîyazên mayî jî hene."
19(Yezdan ji bona Mûsa ra) got: "Mûsa! Ewî (gopalê ji destê xwe) bavêje."
20Dema Mûsa (ewa gopala ji destê xwe) avêt, dêna xweyê (ewa kopala) wekî tîremarekî direve (tu dibê qey zîhayek e).
21(Yezdan ji Mûsa ra aha) got: "Ewî bigire, tu ji wî netirse, dîsa emê li bal diliqê wî yê berê da bizirînin.”
22"Tu destê xwe bixe binçenqa xwe: destê te yê bê nexweşî sipî derkebe. Eva jî berateke mayî ye.”
23“Ji bo ku em bi te, ji wan beratên me yên mezinên (derhoze) bidine dîtinê (me evan beratan bi te dane xûyandinê)."
24"Tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî Fir’ewn ji ava rû derketîye."
25(Mûsa ji Yezdan lava kirîye aha) gotîye: "(Bêhna min teng e) tu bêhna min fire bike (ji bo singê min axiftinan hilde)."
26"Tu ji bona min ra bûyera min hêsanî bike."
27"Tu girêya zimanê min veke."
28"Ji bo ku ewan têgîhandina min bikin (ka ez çi dibêjim)."
29"Tu ji malîna min, ji bona min ra şûnmaî û arîkaran çê bike."
30"Bira ewa jî Harûnê bira yê min be."
31"Tu piştevanîya min bi hêz bike."
32"Tu ewî di bûyera min da, bixe hevparê min."
33"Ji bo ku em pir (ji te ra perestî bikin, em te) ji kêmayan paqij bikin."
34"Em pir te bîra xwe bînin."
35"Bi rastî tu bi xweber jî me dibînî."
36(Yezdan bersiva Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Xwastinê te çi hene! (hemî) ji te ra hatine dayînê."
37"Bi sond! Me carekê mayî jî ji te ra qencî kiribû."
38" (Gava tu ji dîya xwe bûyî) me li bal dîya te da eva (kirina hanê) niqandibû."
39"Ku dîya te, te bixe sursûm, paşê te bavêje ava ro ya milmilok. Ji bo ku ewa ava, ewî sursûmî bavêje kêlekê xwe, wê yekê, ku neyar e ji bona min û neyar e ji bona wê (zara te ra jî) ewê (zara te) ji xwe ra bigire. (Mûsa!) Me hezkirinekî ji xwe, berdabû ser te, ji bo ku (ewa neyara) di binê dîdevanîya min da te şayî bike."
40"(Îdî ewî te hildaye bal xwe, me şîrê biyanan li ser te ne durist kiribû, te şîr venedixwar)". Di wê gavê da xûşka te çû bal wan; ji wan ra (aha) got: "Hûn divên, ku ez yeke bikarbe ji wî (kurîkî ra şîr bide) ewî xweyî bike, bidime nişanê we?" Ewan (bersîva xûşka te dan û gotin: "Ere" (xûşka te hat, dîya te ji wan ra bir.) Îdî me tu li bal dîya te da zivirandî. Ji bo, ku çavê wê ji hêstiran zaha bibe û bi murûzî çavnêr nebe. Û (Mûsa) te (ji wan mêrek) kuşt, îdî me jî te fereste kirî. Ji ber ku me te ji wan kovanan kiriyî, me tu bi pir aşîtan ceribandî. Tu bi çend salan di nava komalên (bajarê) Medyenê da hewyaî, paşê ewan gavên, ku me ji bona te ra dan, dabûn (dema dawya wan hat) Mûsa! Îdî tu li bal me da hatî.”
41"Û min tu (bi pêxemberî) ji bona xwe ra hêlbijartî.”
42"Tu û birayê xwe bi beratên min va beheren û hûn herduk jî, sistayê di bîranîna min da nekin."
43"Hûn herduk herne bal Fir’ewn. Bi rastî ewa deliqîye ji ava rû derketîye."
44"(Gava hûn çûne bal Fir’ewn) jê ra gotina nerm bêjin, dibe ku ewa şîretan hilde, ya jî (ji hatina şapatan) bitirse."
45( Mûsa û Harûn, bersiv dane, aha) gotine: “Xudayê me! Em ditirsin, ku (Fir’ewn) êrişê bîne ser me (me bide cefadanê) ya jî îdî pirtir ji ava rû derkebe.”
46(Yezdan bersiva wan herdukan aha daye, ji wan ra) gotîye: “Hûn netirsin, ku loma ez bi we ra me (gotin û kirinê wan) dibêhêm û dibînim."
47Îdî hûn herduk herne (bal Fir’ewn, nevinin herin) ji wî ra (aha) bêjin: "Em herhuk jî pêxemberên Xwedayê te ne (Fir’ewn!) tu zarên (cihûyan) bi me ra (me) bişîne (welatê me) tu îdî li wan şapata neke. Bi sond! Me ji Xudayê te beratên derhoze (m’ucize) anîne. Xweşî û jînî ji bona peyrewê beleda ne."
48"Bi sond! Li bal me da halîye niqandinê; ewan kesên ku bi doza (pêxemberan bawer nakin) pişta xwe dane wan û ewan dane derewdêrandinê hene! Şapata (Yezdan) ji bona wan ra ne."
49(Fir’ewn ji wan pirsîye; aha) gotîye: "Mûsa! Xudayê we kî ye?"
50(Mûsa bersiva Fir’ewn daye) gotîye: "Ewê afirandina hemû tiştan daye (reng û rûçikê wan çê kirîye) paşê jî (di armancê afirandinê da) anîne rêya rast, heye! Ewa Xudayê me ye."
51(Fir’ewn ji wan pirsîye aha) gotîye: "Em (ji van doza we ra "Erê", bêjin lê) ka temtêla wan (komalên) ku di demê berê da borine çane?"
52(Mûsa bersiva wan aha daye) gotîye: "Zanîna bi wan, di pirtûkekî da li bal Xudayê min e. Bi rastî Xudayê min ewan wunda nake û ji bîrva jî nake."
53Ewê, ku ji bona we ra zemîn xistîye hêlan heye! Ewa Xudayê min e. Ewî ji bona we ra di zemîn da rêyên celeb vekirine. Û ewî ji jor da avek hinartîye. Îdî me bi wî avî, ji hemî çêreyên celeb bi zotî afirandîye. (Di vira da tê zanînê, ku çêre jî bi zotî hatine afirandinê).
54Hûn ji wan hêşînayan bixun û tarişên xwe bi wan bidine çêrandinê. Bi rastî ji bona wanê, ku fermana parisaya ji sikatîyan dikin, beratên hişhildanê hene.
55Me hûn ji wî (zemînî) afirandine û emê dîsa we li bal wî (zemînî da bimirî) bizvirînin û emê careke dinê dîsa we ji wî (zemînî) derxin.
56Bi sond! Me bi Fir’ewn he­mî beratên xwe yê (derhoze) dane dîtinê. Îdî ewî ewan beratan dane derewdêrandinê, ji bawerîya bi wan para da çû (bi wan bawer nekir).
57(Fir’ewn ji Mûsa ra aha) go­tîye: "Mûsa! Qey tu hatî bal me, ji bo ku tu bi wan ançê xwe, me ji welatê me derxî?
58"Îdî emê jî wekî wan an­çê, ku tu dikî, ançan ji te ra bînin. Îdî (Mûsa!) tu di nîveka me û xwe da, danê rademvaî dayne: Bira cîyekî wusa be, ne em ne jî tu para nekebin (ji me her du destan ra wekî hev be)."
59(Mûsa ji wan ra aha) got: "Danê hatina me li bal hev bira roya xemla (ji bona cejnê be); ji bo ku hemî meriv di gava taştê da bicivin."
60Îdî Fir’ewn para da zivirî (çû). Paşê endezezanê xwe civandin, hatine (radewa xwe).
61(Piştî, ku Mûsa jî hate wura, endezezanê Fir’evn dîtin, ji wan ra aha) gotîye: "Xwelî li we be! Li ser navê Yez­dan bi vir derewan nekin, we reha we bi şapatan be birînê. Bi sond! Ewê vira dike, bi xweber belangaz bûye."
62Îdî ewan ançkarên (Fir’ewn) di nava xwe da li ser bûyera xwe tekoşîn kirine û bi dizî ji hev ra pistepist kirine.
63(Bi eşkere ji hev ra aha) gotine: "Evan herduk ançkaran, hey divên, ku bi ançê xwe we ji zemînê we derxin, ewan divên ku ola we ya nemûşî beherin."
64"Îdî hûn hemî endezeyên xwe bicivînin, paşê deste dest, bi rêzî werin. Bi sond! Kî îro bi ser va were, ewa fereste bûye."
65(Ançkaran ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Tuyê bavejî, ya jî emê di cara yekem da bibine avêtkar."
66(Mûsa ji wan ra) gotîye: "Na, hûn bavêjin. Îdî (gava ewan gopal û kapê xwe avêtin) kap û gopalê wan, ji ançê wan (te digo qey) li bal hev da dibezyan.
67Îdî Mûsa (gava ewan) bi gewdetî (dîtin) di hundurê xwe da tirsîya.
68Me (ji bona Mûsa ra) got: "(Mûsa!) tu netirse, loma bi rastî servahatin ji te ra ne."
69"(Mûsa!) tişta di destê te yê rastê da heye, ewî bavêje. (Ewê destê te da) wê wan tiştên (ku ewan ançkaran) bi pêşetî çê kirine dabi’ulîne. Loma tişta ewan bi pêşetî çê kirine, ewan endezên ançkaran in. Şixwa ançkar ji kur hatibin, serfiraz nabin.”
70Îdî (gava Mûsa gopalê xwe avêtîye, gopalê Mûsa ewan pêşeyên ançkaran daqulandîye) ançkaran xweberdane çûne secdê (aha) gotine: "Me bi Xudayê Harûn û Mûsa bawer kirîye."
71(Fir’ewn ji wan ra aha) go­tîye: "Hêj berya min ji we ra destûr ne daye, we bi wî bawer kirîye? (Bi­ra wusa be) bi rastî (Mûsa) mezinê we ye. Ewê ku hûn hînê ançê kirine (şixwa ewa Mûsa bi xweber e). Îdî (hûnê bibînin) ku ezê dest û pa yê we bi çîloçepî jê bikim, paşê ezê we bi serê çiqilê darê xurman da darda bikim. Hûnê wê gavê bizanin (ka ji min û ji Xudayê Mûsa) kîjan ji me zor şapat e, şapata wî her heye."
72Ewan (bersiva Fir’ewn dane aha) gotine: "Tu çi dikarî bikî (xwe nede para) bi serê me bike, loma em nikarin hilbijartina te, li ser van beratên vekirî ne (berçavî) kû ji me ra hatine û li ser wî Xudayê em afirandine, bikin. Tu çi jî bikî, ewa kirina te, di jîna vê cîhanê da ne."
73"Bi rastî me bi Xudayê xwe bawer kirîye, ji bo ku Xudayê me, xeletîyên me û ewan gonehên ji ançkirina, ku te bi me bi zor daye kirinê çêbûye) bibaxşîne. Bi rastî Yezdan (ji te) çêtirê û her maîtir e."
74Loma kî bi gonehan va here bal Xudayê xwe, îdî ji bona wî ra doj heye. Ewa di dojê da, ne dimire û ne jî dijî.
75Lê kî bi bawerî here bal Xudayê xwe, bi rastî karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra payeyên bilind hene.
76(Ewan payan) bihişta rez û beran e, di binê (darê) wê bihiştê da çem dikişin, ewanê di wura da her bimînin. Xelata wan (kesên, ku) xwe ji gonehan paqij dikin ewa ye.
77Bi sond! Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu zarên cihuyan (ji misrê) bi şev da derxe rê.” (Gava Mûsa ewan di şevê da derxistin, hatine derê avê, nikaryan ji avê derbas bibûnan, bêzar mane) îdî me (ji bona Mûsa ra aha got: "Mûsa!) tu (gopalê xwe li avê) bixe, tu ji bona (peyrewê xwe ra) rêyeke zaha ji deryayê bigire, ji bo ku ewan (ji gîhandina Fir’ewn û hevalê wî) netirsin û (ji fetisandina di avê da jî kovanan) bi tirs nekişînin."
78Îdî Fir’ewn bi tevê leşkerê xwe va ketine pey wan. (Gava ewan ketine nava avê, te bidîta avê ewan) ça niximandin! Îdî ewan di ava milmilî da, fetisîn hatine niximandinê.
79(Bi vê kirina hanê) Fir’ewn, komalê xwe wud da kir, ne anî rêya rast.
80(Gava zarên cihuyan fereste bûn, me ji wan ra aha gotibû:) "Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Me hûn ji neyarê we felat kirine. (Ji bona hinartina Tewratê me ji bona we ra) kêleka rastê çiya yê Tûrê Sîna (bi êwirgahi) peyman dabû, me (ji bo­na, ku hûn birçî nebin, ji bona we ra) di jor da, gezo û goştê qarutkan hinartîye."
81"Hûn ji paqijê rozîyên me dane we, bixun, hûn ji bona van xwarinan ne deliqin (ji ava rû dernetebin) ji bo ku xeşma min bi ser we da nekebe. Bi sond! Xeşma min bi kê da hatibe, îdî ewan krtîye agir."
82“Bi rastî ez bi xweber, ji bona wî kesê ji kirinê xwe yê (sik) poşman bibe û bi hebûna girêdên me (şert) bawer kiribe, paşê jî hatibe rêya rast, baxişkar im.
83(Piştî ewan cihûyan li çola sina ê êwirîn, Mûsa birayê xwe yê Harûn di na­va wan da hîşt, ji bona peymana Xuda daye, çûne çiyayê Tûr; Yezdan ji Mûsa ra aha gotiye): "Mûsa! Gelo çi tiştê, ku tu bi lez ji komalê te (raqetandî, hatî vira?)
84(Mûsa aha bersiv daye) gotîye: "Heya ewan di şopa min da nin, min lez kirîye, ez hatime bal te, ji bo ku tu Xuda! bi min qayîl bibî."
85(Xuda bersiva Mûsa daye) gotîye: "Bi sond! Ji piştî te, me komalê te ceribandîye. Samirî ewan ji rêya rast derxistin, rêya wan wunda kirîye."
86Îdî Mûsa para da li bal komalê xwe da bi hêrs û kovan, zivirî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey Xudayê we ji bona we ra peymanekê rind ne dabû! Qey danê peymanê pir direj bibû, ku we aha kir? Ya jî we bi van kirinan diva, ku ji Xudayê we xeşmek bi we da were, îdî hûn rabûn, peymana we dabû mîn, jê poşman bûn?
87(Ewan bersiva Mûsa dane, aha) gotine: "Bi rastî em ji ber xwe da, ji wê peymana me daye te, poşman ne bûne, lê jî xişrê komalê Fir’ewn, hinek bar li me hatibû kirinê, me hildabû. îdî me ewan (xişran) avêtine (agir, me ewan bahatin) bi vî awayî "Samirî jî (xişre xwe) avête (agir bahat.)
88Îdî Samirî ji bona wan ra (tokela) golikeke, ku diore derxist, paşê ewan (ji hev ra aha) gotine: "Ilahê we û ilahê Mûsa eva ye, lê ewî eva birva kirîye (çûye li çîyayê "Tûrî Sîna" lê digere)."
89"Ma qey ewan nabînin, ku ewa golika li bal wan da tu (bersivekî) nazivirîne û ji bona wan ra qe tu kar û zîyanê jî nake?"
90Bi sond! Hêj berê da jî Harûn ji wan ra gotibû: "Gelê min! Bi rastî hûn bi wê golika hatine ceribandinê (hûıı ji rê derketine). Bi rastî Xudayê we ewê dilovîn e; îdî (hûn werin) bibine peyrewê min û bi gotina min bikin."
91Ewan (bersiva Harûn dane aha) gotine: "Bi sond! Heya Mûsa (ji çîyayê Tûr) li bal me da nezivire, neyê vira, emê hey ji bona (perestîya wê golikê) bê nivandin dom bikin."
92(Ji piştî, ku Mûsa ji çîyayê "Tûr" li bal wan da zivirî, bi hêrs, ji bona Harûn aha) gotîye: "Harûn! (Ka bêje) gava te dît, ku ewan (evan tiştên hanê dikin, ji bo çi) te ewan ji vê rêderketina haê nedane para da?"
93"Ka ji bo çi tu nebûyî pey­rewê min (wekî min hêrsa xwe bianîya, ewan ji kirinê wan bidana pa­ra?) Qey te bê gotina min kirîye?"
94(Harûn ji bona hêrs danîna Mûsa aha) gotîye: "Kûrê dayîka min bi rû û serê min negire, loma bi rastî ez (ji te tirsîyam) dibe tu gohdarya min nekî, ku tu (ji bona min ra) bêjî: Te di nava zarên cihûyan da du tîretî kirîye (ji ber vî ez têkilî wan nebûm)."
95(Paşê Mûsa zivirî ser Samirî jê ra aha) gotîye: "Samirî! (ka bêje;) te ji bona çi evan tiştan kirîne?”
96(Samirî bersiva Mûsa aha daye) gotîye: "Tişta komal ne didît min ewa didît; (gava Cebraîl ji te ra niqandin dianîya, min ewa didît) îdî min ji şopa saî qemçek (xwelî) hildaye avête nava xişrê (hatibû bihatin, eva tokela hanê jê deket.) Şixwa canê min jî wusa şîrîn dixwest."
97(Mûsa ji bona Samirî ra aha) got: "Îdî tu (ji vira) here, di jîna te ya cîhanê da, ji bona te ra eva heye;" Nêzîkê min nebin (loma bi min ra derdê bê derman he­ye)". Ji bona te ra danê (şapatê) heye. Qe tu ji wê şapatê para nakebî, tu li encama wî ilahê xwe î, ku nedihewyaî ji wî ra te perestî dikir mêze bike. Bi rastî emê ewî bişimitînin, paşê emê ewî di ava milmilî da bi hûritî bidine bayê."
98"Bi rastî ewê ku ji pêştirê wî tu ilahê bebetê perestîyê tune ye, heye! Ewa Yezdanê we ye. Ewî hemî tişt hildane zanîna xwe."
99Bi vî awayî em ji bona te ra ji serdaborîyên berê diaxivin. Bi sond! Me ji bal xwe da (pirtûkekê da bîrxistoker) daye te.
100Îdî kê ji wê rû bifetilîne, bi rastî ewê di roya rabûna hemî da barekî giran hilde.
101Ewan di binê wî barî da her diminin. (Ewa bara) di ro­ya rabûna hemî da ji bona wan ra çiqa hildaneke sik e!
102Di roya, ku di Sturî da tê pufkirinê, em nûsîtemkaran di wê royê da bi çav beloqî û şasî dicivînin.
103Di nava hev da pistepist dikin (ji hev dipirsin; gelo çend royan em di cîhanê da mane? Bersiva hev dane, aha gotine: "Hûn di cîhanê da hey deh royan mane."
104Em bi wê (mayîna wan yê cîhanî, ku ewan di nava hev da pistepist dikirin, ji hev ra) digotin, çêtir dizanin. Loma ewanê di pêşrewanê da nemûşê wan in (aha) gotine: "Hûn di cîhanê da hey royekî ma­ne."
105(Muhemmed!) Ewan ji te temtêla çîyan dipirsin: (Ka çîyayê di roya rabûna hemû da, wê ça bibin?) îdî tu ji wan ra bêje: "Xudayê min ê wan çîyan hûr bike bixe (arişt) bide bayê."
106"Îdî (Xudayê min ê) şûna wan rast bike, bihêle."
107"Tu (şûna wan da) qe tu kort û tepan nabînî.”
108Di wê roya (civînê da) hemû kes dibine pewrewê wî gazîkarê, ku ji bona wî ra xarkirina (li bal rast û çepê da çênabe). Hemû deng ji bona (Yezdanê) dilovan ra ker dibin. Îdî tu ji pêştirê mişînîyê tu dengî ji wan nabînî.”
109Di wê royê da tu mehderî kêr nayê, ji pêştirê mehderya wî kesî, ku (Yezdan)ê dilovan ji bona wi ra destûra mehderyê dabe û (Yez­dan) bi gotinê wî qayîl bûbe (mehderya vî bi tenê bi kêr tê).
110(Yezdan) bi kirinê wan ê borî û bi kirinê wan ê para tê, dizane. Ewan kesan bi tu zanînê, zanîna (Yez­dan, ya jî zanîna ji Yezdan bi xweber) hilnedane binê zanî­na xwe.
111Û hemî rû ji bona (Yezdan)ê zende û şîra zebûn bûne. Bi sond! Ewanê cewr hildane, hene! Ewan (di wê royê da) belengaz bûne.
112Û kîjanî jî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ewa ji cewr û ji maf ne danê, natirse.
113Bi vî awayî me (ewa pirtûka) Qur’aneke ‘erebî hinartîye me di wê (Qur’an)ê da (peymana) şapatan bi cure cure fetilandin (ji wan ra gotin). Loma dibû ku ewan xudaparizî bikin, ya jî ewa (Qur’an)a ji bona wan ra bibe bîrdaxistinekî.
114Îdî bi rastî serokê maf, Yezdanê bilinde. (Muhemmed!) Heya ku li bal te da niqandina wê pêk ne hatibe tu leza (xûndina) Qur’anê neke, tu (aha) bêje: "Xudayê min! Tu zanîna min pir bike."
115Bi sond! Me hêj di berê da li bal nişa kesan da peyman dabû (ku ewa ji berê wê darê nexu). Îdî (ewê ni­şa ê peymana me) bîrva kirîye, em bi xweber jî ji bona (ni­şa kesan ra) rastê tu cadê ne hatin.
116Gava me (nişa kesan afirandibû, me) ji bona firiştan ra (aha) gotibû: "Gelî firiştan! Hûn ji bona Adem ra secde beherin." Îdî ji pêştirê nişa pelîd hemî (firiştan ji bona Adem ra) secde birin, ewî secde nebir.
117Îdî me jî (ji bona nişa kesan ra aha) got: "Adem! Bi rastî eva (pelîda) ji bo te û jina te ra neyar e (haja we bira bi we hebe) ku ewa we herdukan ji bihiştê dernexe, îdî ku hûn şepirze bibin."
118"Bi rastî (di bihitê da) ji bona te ra tazîbûn û birçîbûn tune ye."
119“(Tu di bihiştê da) bi rastî ne tî dibî û ne jî tav li te dixe."
120Îdî pelîd li bal (nişa kesan da xwarina ji berê dara da zanînê (Şeceret ul-M’erîfet) daye siwêrandinê, ji wî ra (aha) gotiye: "Adem! Tu divê ku ez beledîya te bikim, li bal dara (dazanîna) her maî û li bal seroktîya bê dawîya ne rizî?"
121Îdî (ji bo ku ji mirinê felat bi­bin. tim cari bijîn, rabûn) ji wê darê xwarin (piçtî xwarinê) ji herdukan ra cîhê ‘eybên wan vebûn, herduk li bal (darê) bihiştê da revîyan, ji bo ku bi pelên wan daran pêş û paşîya xwe bigirin. Adem (bi vî awayî) ji gotina Xudayê xwe derket û jê mehrûm ma.
122Paşê (Adem bi zarîn û girîn ji wan kirinê xwe poşman bû). Xudayê Adem, ewa (ji nava heyan) hilbijart û kirinê wî baxişandin, îdî ewa anî rêya rast.
123(Xudayê wî ji wan ra aha) gotîye: “Hûn herduk hemî (ji bihiştê) berjêr bin: Hinekê ji we, wê ji bona hinekên we ra neyar bin. Îdî gava ji min li bal we da beledî hat, kî ji we bibe peyrewê beledî ya min, paşê ewa rê wunda nake û şepirze jî nabe."
124"Kîjan rû ji bîranîna min bifetilîne, îdî ji bona wî ra jîneke nemir û nejî heye û emê ewê di roya rabûna hemî da kor bicivînin."
125(Ewa di wê royê da aha) dibêje: "Xudayê min! Te ji bo çi ez bi korî civandime? Bi sond (hêj berê da) min didit."
126(Xuda jê ra) dibêje: "Wusa ne: Gava beretên me ji te ra hat, îdî te ewan beratên me bîrva kiribûn, tu jî wusa dî îro da hatî bîrva kirinê."
127Em bi vî awayî, ewê dest belavê, ku bi beratên Xudayê xwe bawer nake celat dikin. Bi rastî şapata para da jî hêj zortir û her mayîtir e.
128Qey ji bona wan ra ne bûye rêzber, ku me di berya wan da çiqa komalên çaxan teşqele kirîye? Ewan bi xweber jî di nava kavilê wan da digerin (bi çavê xwe jî ewan kavilan di bînin). Bi rastî di van (beratan da) ji bona xwe parizan, beratên sodretî hene.
129Heke ewa paymana (danê şapatdana wan) ji Xu­dayê te ne borî bûya (celata wanê, wê bi kirina wan ra) bihata. (Lê) dane (şapatdanê) hatîye navdanê.
130Îdî tu li ser gotinê wan hew bike, tu di berya roj hila û roj ava da bi sipazîya Xudayê xwe, perestî bike tu di hinekî danê şevê da û kêlekê royê da jî bi paqijîya Xudayê xwe ji kemasîyan perestîya wî bi­ke. Loma hêvî heye ku tu (bi vê kiri­nê) qayîl bibî.
131(Muhemmed!) Tu her du çavê xwe, li bal wan zonê (Fileyên) ku me ji hinekî wan ra ji bona ceribandina wan, xemla cîhanê daye wan, bi direjî zoq neke. Bi rastî rozîyên Xudayê te, qenctir û her mayîtir e.
132Tu fermana malîyên xwe bi nimêjkirinê bike. Tu bi xweber jî li ser cefayên wê berxwe bide. Em ji te rozînan naxwezin, em ji te ra rozînan didin. Şixwa encam ji bo­na xudaparizan e.
133Ewan (aha) gotine: "Gotî ewî (ji bona pêxemberya xwe) hinek beratên (derhoze) ne anîbûya (ku me bi wî bawer bikira)?" Qey ji bona wan ra di pirtûkê berê da beratên daveker ne hatibû?
134Heke me ewan hêj di berya hatina (pêxemberan li bal wan da, teşqele kiribûnan, wê ewanê bi gotinan: "Xudayê me! Qey çi dibû, ku te li bal me da pêxemberek şandibûya, îdî hêj ku em aha ser berjêr û riswa ne bibûnan em bibûna peyrewê beratên te?
135(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hemî kes dîdarî dikin, îdî hûn jî dîdarî bikin (paşê em mêze bikin) ka hevrîyên rêya rast kî ne û ka kîjan di rêya rast da nin? Hûnê wê gavê bizanin.
Chapter 21 (Sura 21)
1Ji bona kesan ra (danê) hijmara (kirinê wan) nêzîk bûye, lê ewan bi xweber jî dibe gomanîyeke wusa da nin (ji hatina wê danî) rû fetilandine.
2Çiqa berateke nû ji Xudayê wan ji wan ra hatîye, ewan hey bi tinazkirina wê beratê gohdarî kirine.
3Dilê wan hey di laqirdîyan da ne. Ewanê cewr kirine hene! Di nava xwe da (aha) kurepistî kirine; ma qey (Muhemmed) jî merivekî wekî we nîne? Îdî hûn ça li ber çavan diçin dibine (peyrewê wî) ançkarî?
4(Pêxember ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî Xudayê min, di ezman û zemîn da çi gotin hebin, bi wan dizane. Ewa bihîstokê pirzan e."
5Na, (Muhemmed, pêxember nîne, emê çima bibine peyrewê wî? Paşê aha) gotine: "Evan tiştên dibêje jî sêwrandin û xewên rojk in, dibe ku ji ber xwe jî dibêje. Wusa ne xwuzanekî (pir zana ye). Heke aha nîne, de ka bira wekî wan pêemberên berê hatî, ji bona me ra beratên derhoze) bîne."
6Çiqa (rûniştîyên) welatekî, ku me di berya wan da teşqele kiribin, ji ber ewan bawer ne kirine, loma me ewan teşqele kirine, îja evanê bawer bikin?
7Me çiqa (pêxember) di berya te da şandine, ewan jî hey mêr bûne; me 1i bal wan da niqandîye. Îdî heke hûn (bi van rastîya) nizanin, hûn ji (xweyî pirtûkan, rastîya wan) bipirsin.
8Me ewan (pêxemberan) ne xistine termekî wusa, ku qe xwarinan ne xun. Ewan (pêxemberan di cîhanê da jî) bê mirin nînin.
9Me paşê, ewan peymana, ku me dabû wan (pêxemberan) rast derxist. Îdî me ewan û bi evînê xwe va felat kirin û ewanê dest bela jî me teşqele kirin.
10Bi sond (gelî kesan!) Me li bal we da pirtûkeke wusa hinartîye, di wê (pirtûkê da) nav û nîşanê we bi abûrî heye. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
11Me çiqa ji wan welatîyên, ku cewr kiribûne bi şkênandinê teşqele kirine! Û me paşê (di şûna wan da) komalekî mayî afirandîye.
12Îdî gava ewan pêjna şapata me ye zor hildane, heman silikîne, bardarên xwe zengû kirine revîyane (ji welat derketine).
13Hûn (gelî cewrkaran! Belaş) nerevin û para da li bal wan berxwudarîyên xwe û xanîyên xwe da bizivirin, loma hûnê bi rastî ji wan bêne pirsînê.
14Ewan (cewrkaran aha) gotine: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne."
15Eva peyva (hewrê "xwelî" li me be) tim digotm; heya me ewan bi durûnî (wekî çandinan durût) dengê wan temirî.
16Me ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, bi tinazî ne afirandîye.
17Heke me biva, ku ji xwe ra pêlêyîztek bigirta, meyê ewa tişta li bal xwe hilda (ku ewa babet bûya ji bona navê me ra). Heke me bikira, meyê aha bikira.
18Na, (gotina wan nîne, lê em) mafê davêjine ser pûçîtîyê, îdî pûçî can dide (parparî dibe, namîne). Ji bona salixên wan yên, ku ji bona (Yezdan ra kêmayan dibêjin), xwelî li we be!
19Di ezman û zemîn da çi hebe! Ewan ji bona Yezdan ra nin. Ewanê li bal wî hene! Ewan ji perestîya wî, quretî nekin (ku jê ra perestî nekin) û ji perestîya wî jî nawestin.
20Ewan di şev û royan da paqijaya (Yezdan) bi perestî ji kêmayan dikin, qe nakerixin (sist jî nabin).
21Qey ewan (filan) ji zemîn, ji bona xwe ra hinek xuda girtine; wê ewan (xudayên ewan ji piştî mirinê) biweşînin?
22Heke ji pêştirê Yezdan, hinek xudayên mayî di ezman û zemîn da hebûnan, wê bi rastî herdukê jî kavil bibûnan. Îdî Yez­danê xwe yê arşê (m’ena) ji wan salixên wan, bê kemasî paqij e.
23Ewa çi bike; ji kirina xwe nayê pirsînê, lê ewan (kesan) çi bikin, ji kirina xwe têne pirsînê.
24Ewan (filan) qey ji pêştirê (Yezdanê babet ê perestîyê ji bona xwe ra) hinek xuda girtine? (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kanê (ji bona xudatîya wan ra) nîşanê we yên rastî çi hene! ewan (nîşanan) bînin (bidine ni­şanê me). Eva (doza yekatîya Yezdan) doza wanê bi min ra ne (ça jî) pirtûka bi min ra û ewan pirtûkê berya min da borîne (nîşanê vê doza me bi xweber e)." Lê pirê wan bi mafê nizanin, îdî ewan ji mafê rû fetilandine.
25Me çiqa pêxemberek di berya te da (li bal kesan da) şandîye; me hey ji wî (pêxemberî ra aha) niqandîye: "(Hûn gelî kesan! Bizanin) ku tu ilahek (babetê perestîyê) ji pêştirê min tune ne, îdî hûn ji min ra perestî bikin."
26Ewan (filan) aha gotine: "Xudayê dilovan, ji bona xwe ra zar girtine." Xuda ji wan gotinê wan paqij e. Lê (firişte) li bal (Yezdan) hinek bendeyên rûmetdar in.
27Ewan (firiştan) nakebine pêşîya gotina (Yez­dan). Û ewan hey bi gotina wî (tiştan) dikin.
28(Yezdan) bi tiştê berya wan û bi tiştê paş wan da maye (bi kirî û ne kirîyê) wan dizane. Ewan (firiştan) hey mehderya wan ê ku ewa bi wan qayîl bûye, dikin, şixwa ewan bi xweber jî ji tirsa wî cirifîne mane.
29Ji wan (firiştan) kîjan bibêje: "Bi rastî ji pêştirê (Yezdan), ez jî xuda me." Îdî em ew bi dojê didine celatkirinê. Em cewrkaran wusa didine celatkirin.
30Ewanê bûne file, ma qey nabînin? Bi rastî ezman û zemîn (di cara yekem da) bi heva bûn (paşê) me ewan ji hev fıstiqandin (ji hev dane derxistinê). Me ji avê hemî tişt zindî kirine (çiqa heyî hene! Hemî ji avê bûne gewde). Qey ewan hêj bawer nakin?
31Ji bona ku zemîn ewan ne hejîne; me di zemîn da çîyayên binecî afirandine, me di (zemîn da) gaz û rê û bêlanê bilind çê kirine; ji bo ku ewan (bi hêsanî) herne (karê xwe û werne mala xwe).
32Me ezman jî xistîye benakî parisvan, bi vî ra jî ewan (filan) ji berate û (bawerya Yezdan) rû difetilînin.
33Ewê şev û ro û roj û hîv afirandîye, heye! Ewa Yezdan e. Ewan hemî jî di şûneke dîyarî da melevanî dikin.
34Me di berya te da ji bo tu kesekî ra nemirî çê ne kirîye. Qey gava tu bimirî îdî ewanê (di cîhanê da) nemirî bimînin?
35Bi rastî wê hemî candarê çeşna mirinê bikin. Em we bi qencî û xirabîyan diceribînin (ka kî­janê ji we hew bike). Paşê hûnê li bal me da bêne zivirandinê.
36(Muhemmed!) Gava ewanê file te dibînin, ewan hey bi te tirana dikin, ji hev ra (aha) dibêjin: "Qey eva ye, ku (kêmasîyên) Xudayê we dibêje?" Ewan bi xweber jî bi bîranîna (Xudayê) dilovan bûne file.
37(Di xûyê merivan da wusa lezîtî heye, tu dibê qey) ji lezitîyê hatine afirandinê. Îdî (gelî me­rivan! Binivin), ezê beratên xwe bi we bidime dîyarkirinê.
38(Ewan aha) dibêjin: "Heke bi rastî hûn rastbêj in ka danê peymana (aşîtan) kînge ye?
39Heke ewanê bûne file ewî danê ku nikarin agir ji pêş û paşê xwe, bidine para û arîkarya wan jî nayê kirinê (bizanîyan ewa dana aha zû ne dixwestin).
40Lê ewa dana ê nişkê va bi wan da were. Îdî ewan nikarin ewî danî bidine para; şaş dibin (dimînin, nizanin wê çi bikin) li wan jî nayê mêzekirinê (ku ji wan ra hinek danê mayî bê danê).
41Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da jî hatîye tiranekirinê. Îdî ewan tiranekerê ji wan (filan) he­ne! Şapata tiranê wan, ewan hildane nava xwe da.
42(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo kê dikare; ku we di şev û royan da (ji şapata Yezdan yê) di­lovan bide parisandinê? (Bi vî ra jî) ewan (hêj) ji bîranîna Xuda yê xwe rû difetilînin.
43Qey ji bona wan ra ji pêtirê me, hinek xudayên mayî hene, ku ewan (ji şapata me) bidine para da? Ewan (xudan nikarin) arî­karya xwe bi xweber bikin (ma dora arîkar­ya wan wê ça bikin?). Ji me bi xweber jî (ji bona wan ilahan) qe tu xayîbûn çênabe.
44Me evan (filan) û bi tevê bav û kalê wan va dane jînandinê, heya jîna wan ji wan ra jî dirêj hat. (Goman kirin, ku di cîhanê da bê mirin in). Ma qey ewan (filan) nabînin, ku em zemîn tînin, ji doranê zemîn dibirin (hindik û hindik zemîn kêm dibe)? Îdî qey servahatî ewan in (ya jî servehatî em in)?
45(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez hey we (gelî filan!) bi wê niqandina li bal min da hatîye niqandinê, bi tirsdanî didime (hişyarkirinê). Lê gava li bal keran da bê gazîkirinê, ewan dengan nabihên (heya ji dengan jî) hişyarî hildin."
46Bi sond! Heke pufek ji şapata Xudayê te bi wan (filan) bigire, ewanê (aha) bêjin: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne."
47Ji bona roya rabûn a hemî ra em terezîya (daditîyê) datînin, îdî tu can bi tu tiştî nayê cewrkirinê. Heke (kirina meriva) wekî libekî hîroyê be jî, hey emê ewî bînin (bikişînin). Şixwa ji bona hijmattinê em besî xwe ne.
48Bi sond! Me ji Mûsa û Harûn ra pirtûkeke wusa anîye; ewa pirtûka (maf û pûçitîyê ji hev) radiqetîne, ji bona xudaparizan jî, ruhnaî û dabîrxistinê çê dike.
49Ewanê ku dizîka da ji Xudayê xwe ditirsin hene! ewan xudapariz in, ewan ji danê (roya rabûn a hemî, ji tirsa) diricifin.
50Eva (Qur’an a hanê) bîranîneke pîroz e, me ewa (li ser Mu­hemmed da) hinartîye. Îdî (gelî kesan!) qey hûn rikê xwe ji wê (Qur’anê) tînin?
51Bi sond! Me hêj berê da ji bona Îbrahîm ra sedra wî dabû (îdî ewî rastî û çewtî ji hev derxist.}. Şixwa me bi vê (babetîya Îb­rahim) dizanîya.
52Di gavekî da Îbrahîm ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotibû: "Ewan tokelê hanê yên çi ne, ku hûn ji wan ra bê nivandin perestî dikin?
53Ewan (bersiva Îbranîm aha dane û) gotine: "Em rastî bav û kalê we hatin; ji wan ra perestî dikirin (em jî perestîya wan dikin).
54(Îbrahim ji wan ra aha) gotîye: "Bi sond! Hûn û bi bavê xwe va, di rêwundabûneke xûya da nin.
55Ewan (bersiva Îbrahîm dane aha) gotine: "(Îb­rahîm!) Te ji bona me ra rastî anî va ya jî tu bi me dileyîzî?
56(Îbrahîm) gotîye: "Na, (gotina we nîne, ewan tokelan ji bona we ra nabine Xuda) lê Xudayê we: Xu­dayê ezman û zemîn e, ewî (ezman û zemîn) afirandîye. Ez bi xweber nêhrewanê (şahid) van tişta me.
57Bi Yezdan! Ji piştî hûn para da vegeryan çûn, ezê ji wan tokelan ra endezan bikim (ewan hûr bikim).
58Îdî (ji piştî zivirandina wan) Îbrahîm tokelê wan hûr kirîye, ji pêştirê yek ê mezinê wan hebûye (ewa hîştîye). Loma di bû ku ewan li bal wî da bizivirin (pisyara hûrkirina tokelan ji wî bikin).
59(Gava ewan para da hatin û dîtin, ku tokelê wan hatine hûrkirinê; ji hev aha pirsîne): “Gelo kî bi serê ilahên me aha kirîye? Bi rastî kî jî kiribe, ewa hey ji cewrkaran e."
60Ji hev ra (aha) gotine: "Me navê xortekî bihîstîye; jê ra Îbrahîm dibêjin (ewa ji van ilahên me, bi kêmasî mijûl dibe)."
61(Ewan ji hev ra aha) gotine: "Hûn herin ewî bîne ber çavê merivan, dibe ku hinek ewî nîyas bikin."
62Ewan (gava Îbrahîm anîne, ji wî aha pirsîne:) "Îbrahîm! Te evan, bi serê ilahên me kirine?"
63(Îbrahîm bersiva wan daye aha) gotîye: "Na, min ne kirîye; dibe ku evî tokela hanê mezin yên wan kiribe, heke ewan mijûl dibin, îdî hûn ji wan pirsa (hûrkirina wan bikin)."
64Paşê ewan ponijîn (aha) gotin: "Bi rastî hey cewrkar hûn bi xweber in."
65Paşê bi sernegûnî li bal hişê xwe yê berê da zivirîne (aha) gotine: "(Îbrahîm!) Bi sond! Tu jî dizanî, ku evan (tokelan) mijûl nabin."
66(Îbrahîm aha ji wan ra) go­tîye: "(Hûn rast dibêjin) Lê ka hûn ça perestîya wan tiştên, qe tu kar û zîyana we nakin, dikin?"
67"Ewan tiştên ku hûn ji pêş­tirê Yezdan perestîya wan dikin hene! Xwelî li we û li wan be. Îdî qe hûn (ji van bûyeran) hiş hil nadin?"
68Ewan (ji hev ra aha) gotine: "Heke hûnê tiştekî (bi Îbra­hîm) bikin û arîkarya ilahên xwe bikin; hûn (Îbrahîm) bişewitînin (bi vî awayî tola ilahên xwe, ji Îbrahîm hil din)."
69(Piştî ewan Îbrahîm avêtine agir) me (ji bona agir ra aha) got: "Agiro! Tu li ser Îbrahîm sar bibe û parizvanê wî be."
70Ewan vabûn ku ji bona (Îbrahîm ra) endezan bikin, îdî me jî ewan bi rastî xistine ji wanê zîyankertir.
71Û me (Îbrahîm) û Lût ji wan felat kirîye, me ewan birine bal wî zemînê, ku me ewa zemîna ji bona cîhanê ra pîroz kirîye.
72Me ji bona (Îbrahîm ra) ji piştî felatbûnê "Îshaq" raber kirîye, bi ser da jî ji bona Îshaq ra me "Y’eqûb" daye. Me ewan hemî jî xistine aştîkar.
73Me ewan xistine pêşrewanên wusa, ewan bi fermana me beledî dikin û me li bal wan da kirina qencîyan û nimêjkirin û bacdan, niqandîye. Ewana ji bona me ra perestvan bûn.
74Me ji bona Lût ra jî seroktî û zanîna retkokî anîye. Me ewa ji wan gundîyên, ku ewan kirinê sik dikirîbûne felat kirîye. Bi rastî ewan (gundîyan) komelêkî sike ji rê derketîbûne.
75Me ewa xistîye dilovanîya xwe. Loma ewa "Lût" ji aştîkaran bûye.
76Hêj di berya van da, me ji bona (Nûh ra jî) bersiv daye. Gava ewî (ji bona feresîya xwe) gazî me kiribû, îdî me jî (Nûh) û malînê wî ji kovanên mezin felat kirine.
77Me tola (Nûh) ji wî komalê, ku ewan beratên me didane derewdêrandinê, hil daye. Loma bi rastî ewan komalekî sik bûne. Îdî me ewan hemîşk di avê da fetisandin.
78Me (ji bona) Dawûd û Suleyman ra jî (dilovanî ki­rîye). Gava pezê komal ketibû çandinîyan, (zevî) hatibû çêrandinê, ewan herdukan berewanîya nav ya (her du destan kiribûne). Em bi xweber jî şahidê berewanî ya wan herdu­kan bûne.
79Îdî me (bi Suleyman) ewa berewanî daye zanînê (gotina Suleyman, ji gotina Dawûd çêtir hate litekirinê) me ji herdukan ra jî seroktî û zanîn anîye. Me ji bona Dawûd ra çîya ser nerm kirîye: Ewan (çîyan) bi Dawûd ra (gotinê) paqijî dibêjin. Me çûk jî (ji bona wî ra ser nerm kirîye). Em evan tiştan dikarin bikin û (dikin jî).
80Me bi Dawûd pêşetîya çekirin a zirîncan daye hînkirinê, ji bo ku ewan zirîncan we di royê (qirînê da) ji tirsa (birîndaryê) bidine parisandinê. Îdî qey, hûn sipazî nakin?
81Me ji bona Suleyman ra jî bayekî hilwejok daye. Ewa baya bi fermana Suleyman li bal wî zemînê, ku me ewa zemîna pîroz kirîye, dikişe diçe. Bi rastî em (bi ki­rina) hemî tiştan dizanin.
82Û (me ji bona Suleyman ra) jî pelîdan (cunûkan) hinek (pelîdên melevanê wusa) ser nerm kirine; ewan (pelîdan dikebine deryayê, ji bo ku di diryayê da xişran derxin. Evan pelîdan) ji pêştirê (xebat a deryayê da) xebatên mayî jî dikin: (Xanîyan ava dikin, dersê cihûyan, ji bo zanîna pêşewanî didin û dersê tişt yên mayî jî didin). Em ji bona wan (cunûkan ra ji bo ku ewan ji fermana Suleyman dernekebin) parisvan in.
83Û gava Eyûb (nexwaş ketibû, aha) gazî Xudayê xwe kirîye: “Xudayê min! Bi rastî îdî evî derdî ez bêzar kirime (ez dizanim) dilovantirê dilovanan tu bi xweber î."
84Îdî me ji bona (Eyûb ra) bersiv daye. Me ewa ji wî derdê pê va girtî, mefa (şifa) ki­rîye, me hemî malîyên (wî yên berê, dîsa) dane wî û bi dilovanîya li bal me da heyî me wekî wan jî bi wan ra dane wî. Evan dayîn û mefakirin, ji bona cîhanê ra dabîranîneke (Yez­dan e).
85Û (ewan pêxemberên ku bi serê wan da dert hatine hene!) Îsma’îl û Îdrîs û Zelkefil jî wan in. Ewan hemîşkan jî (li ser derdê xwe) hew kirine.
86Me jî ewan hildane nava dilovanîya xwe da. Loma bi rastî ewan ji aştîkaran in.
87Û (Yunûs)ê xwe yê (masî jî) di gavekî da (ji komalê xwe) xeyîdî bû (çûbû). Îdî ewî goman kiribû, ku em nikarin (dîsa ewî li bal komalê wî da bizvirinin û em ewî ji xirabîyên wan biparisînin). Ji piştî (ku ewa ji kelekê avêtine avê; masîkî ewa daquland, ewî jî) di tarîtîyê da (aha gazî) kiribûye: "(Xuda!) Bi rastî ji pêştirê te (tu ilahek babetê perestîyê) tune ne, ez te ji hemî kemasîyan paqij dikim. Loma bi rastî ez ji cewrkara bûme."
88Îdî me jî bersiva wî daye û me ewa ji kovanê fereste kirîye. Em bi vî awayî bawergeran felat dikin.
89Di gavekî da "Zekerîya jî (aha) gazî Xudayê xwe kiribûye: "Xudayê min! Tu min bi tenê nehêle; (tu ji bona min ra ûrtekî bide, lê tu nedî jî ez tu kovanê nakişînim) loma bi rastî tu qencê ûrtanî."
90Me ji bona Zekerîya bersiv da û me ji bona wî ra "Yehya" baxşîş kirîye û me ji bona wî ra, jina wî ji bo bizarmayînê amade kir. Loma ewan di kirina qencîyan da dibezyan, ewan bi goman û bi tirs gazî me dikirin. Ewan ji bona me ra bi ser berjêrî rûmeteke meziin digirtin.
91Ewa (Meryema) ku daw û zayenda xwe (ji hemî tiştan parisandîye (heye!) Me ji candarya xwe (di dawa) wê da puf kirîye (îdî ewa bi zar maye, paşê ji xwe ra kurek anîye). Me ewa (jinika) bi tevê kurê wê va, ji bona cîhanê ra xistîye berateke (derhoze).
92Bi rastî eva koma we ya hanê (ola yekatî û misilmana ne). Ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn (gelî misilmanan!) hey ji min bi tenê ra perestî bikin.
93(Evan pêxemberan wekî qulpê zincîran li pey hev peyweste bûne hatine. Ewan ola xwe ji hev hildane, hemî jî ji bona binecîtîya yek bawerîyê hatine, lê merivan bi xweber) di nava hev da bûyerên xwe ji hev raqetandine (ji ola Yezdan ra bi curecure nav da ne). Wê hemîşkê jî li bal me da bizivirin.
94Îdî kîjan bi bawerî ji karê aştîyan bike, ji bona kirina wî tu nankorî tune ye (hey ji wî ra sipazî heye). Loma bi rastî em ji bona wî ra nivîsvanok in (kirinê wî bi qencî dinivîsin).
95(Jîna cîhanê) li ser rûniştine welatê, ku me ewan teşqele kirine ne durist e. Loma îdî ewan (carekî dinê) nazivirine (cîhanê).
96Gava derê yecûc û mecûcan vedibe, hemî ji gorê xwe, ji her alî da (li bal civînê da) êriş dikin: (Derê goran li mirîyan ve­dibe hemî li bal civînê da bi xwe­ber lez dikin têne civînê).
97Îdî danê rabûnê bi ras­tî nêz bûye. (Gava meriv di roya rabûn a hemî da têne civînê), ewanê bûne file hene! Çavê wan di wê gavê da zoq dimîne (aha ji hev ra dibêjin) "Xwelî li me be, bi sond! Em ji vî danî bê goman bûne, bi rastî me li xwe cewr kiribûye, lê me (pê nizanbûye)."
98Bi rastî (gelî Mekîyan!) hûn û bi wan perestvanên we yên, ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Hûn ardûkê dojê ne, hûnê (bi hev ra) herne dojê."
99"(Hûn qe naponijin) heke evan ilah bûnan, evan ne diçûne (dojê)? Ewanê hemûşkê jî di dojê da her bimînin.
100Di dojê da ji bona wan ra qarîn û wîqandin he­ye, ewan (di dojê da ji zoraya şapatê) qe tu dengî nabihên.
101Lê ewanê, ku ji me ji bona wan ra peymana bi qencîyan hatîye borînê hene! Ewanan ji (dojê) hatine dûrxistinê.
102(Ewanê dûr ê dojê) qe pêjna wê jî nabihên, ewanan di nava (qencîyên) can xwastina xwe da tim dimînin.
103Vecinaqindana mezin jî ewan bi mirûz nake (ji piştîderketina wan ji gorê ji mirûzê xwe nakin, loma nea ewletî daye wan, ewan ji mirinê nasilikin). Di pêşnewazîya wan da firişte derdikebin (ji wan ra dibêjin): “Ewa roya, ku ji we ra hatibû peymandanê hebû! Eva roya ye.”
104Di wê royê da em ezmanan wekî pêçandina defteran dipêçin. Ça di cara yekem da me ewan afirandibûn, emê dîsa ewan wusa tune bikin. Eva kirina hanê peymaneke li ser me bi vê nevê bûye, emê evê bikin jî.
105Bi sond! Me ji piştê Tewratê di Zebûrê da jî nivîsîbû ku wê bendeyên me yên aştîkarê bibine mîratxwarê zemîn; wê (ewanê zemîn biçînin, rakin û bajon, bibine xweyê zemîn).
106Bi rastî di vê (Qur’ana hanê da) ji bo komalê perestvan ra ragihandina şîret yên hêja hene.
107(Muhemmed!) Bi rastî ji bona cîhanêra me tu hey dilovan şandîye.
108(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Li bal min da hey eva hatîye niqandinê,” Xwedayê we hey Yezdanekî bi tenê ye. Îdî (hûn ji wan bawerîyên pûç nazivirin) gelo nabine misilman?”
109Îdî heke (ji piştî van şîretan jî) ewan dîsa para da zivirîne (li bal bawerîya xwe ya berê, tu ji wan ra aha) bêje: “(Tişta hatîye niqandinê li bal min da, min ji we gotîye). Îdî em hemî (di zanîna biryaran da) wekî hev in. Gelo ewa (aştîya), ku ji we ra hatîyepeymandanê, nêzîk e ya jî dûr e, ez pê dizanim?”
110“Loma bi rastî (Yezdan) bi gotin ê eşkere û dizî dizane.”
111“Bi rastî ez nizanim, gelo çima şapatê bi we da nayne; gelo ji bona ceribandina we ye, heya hinek gavan para da hîştîye, ya jî ji bona ku hûn heya hinek danan bi kêfa xwe bijîn (para da hîştîye?).”
112(Muhemmed Pêxember aha) got: “Xwedayê min! Tu di nava me da bi mafî berewanî bike. (Ça hûn doz dikin, dibêjin: “Em servahatinê li ser we bikin di hemberê we da”) Xwedayê me yê dilaovan: wê arîkarîya me di hemberê wan salix yên we da bike.”
Chapter 22 (Sura 22)
1Gelî kesan! Hûn parizaya Xudayê xwe bikin, loma bi rastî heja danê (rabûna hemîtî) tiştekî pir mezin e.
2Di wê royê da tu dibînî, ku hemî (dayîkên) şîrvan (ji şîr vexwurên xwe) para da diçin (ji tirsa şîr nadine berbistanê xwe) û hemî (dayîkên bizar, zara xwe datînin. Tu dibînî, ku meriv sermest in, lê ewan bi rastî serxwoş jî nînin: lê ji ber ku şapata Yez­dan pir zor e (ewan di wê temtêlê da têne xûyandinê).
3Û ji kesan hinek hene, ku di mafê Yezdan (û ola wî da) qe tu zanîna wan tune ye jî, dîsa tekoşînê dikin (dibêjin: "firişte, zarên Yezdan in û roya hijmara kirinan tune ye.") Ewan (bi vî awayî) dibine peyrewê hemî pelîdên bi rik.
4Li ser wî (pelîdî jî aha) hatîye nivîsandinê: " Kê pelîd ji xwe ra bixe serkar, îdî (pelîdê) ewî (ji rêya rast derxe) wunda bike, wê (pelîdê) ewî li bal şapa­ta doj a ku ağirê wî hilopît e, behere."
5Gelî kesan! Heke hûn di rabûna ji piştî mirinê da dudil in, îdî hûn (li afirandina xwe ya cara yekem mêze bikin). Loma bi rastî me hûn di cara yekem da ji xwelîyê (bi termî) afirandine, paşê (me hûn ji ava hindikê bin mayî) afirandine; (ava şûna xwe da dimîne: sivikê wê diçe û giranê wê di şûna xwe da dimîne, me hûn ji wê ava hin-dik mayî afirandi­ne). Paşê (me hûn ji wan) zûrîyên, ku di nava wê avê da mabûne (afirandine) û paşe jî ji xerêfka avgoşt (afirandine; ava goşt gava sar dibe, dimeyî dibe xerêfk, zûrî jî gava hev digirin; wekî avgoştê dimeyîn dibine xe­rêfk). Ji bo ku em (hêza xwe) ji bona we ra dîyar bikin; em (ewê xerêfkê ya pêk) tînin (dane heyîkî dihelin) ya jî ewê (xerêfkê ji malberxka dayîk a wê davêjine) der-va. Tişta em bivên, ku ewî bixne heyî: em ewî di mal-berxka dîya wî da heya danê navdayî dihe­lin: paşê em we bi zartî (ji malberxka dîya we da) derdixin, paşê (ji bo ku hûn bigêhêjne) sedra xwe (di zanîn û his da, me hûn me-zin kirin) û hinek ji we hene! (ku hêj zar in) dimirin, hi-nek jî ji we hene! Heya danê wusa dimîne, ku (di wî danî da dixurufe) îdî ji piştî zanîna (xwe ya berê) qe tu tiştî nizane. (Hûn ça di van gavan da temtêla xwe diguhurin, wusa jî heyîyên mayî têne guhurandinê) tu dibînî, ku ze-mîn hişk bûye (mirîye) rût maye; îdî gava em avê li ser zemîn da dihênirin, zemîn diricife û gij dibe, ji hemî zone (hêşnaîyan: zone) rind hêşîn dike.
6Eva (afirandina meriv û hêşnayan) wusa ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber (hebûnake) maf e, hey ewa mirya zindî dike. Loma bi rastî ewa li ser hemî tiştî şîye.
7Û qe tu dudilî tune ye wê danê rabûna hemî tiştî were. Loma bi rastî Yezdanê hemî tiştên (veşartî) di goran da, wê rake, bişîne (civînê).
8Hinek ji kesan hene! Ku qe tu zanîn û rêberî û pir­tûk jî jê ra tune ye, dîsa di mafê (hebûna) Yezdan da tekoşînê dike.
9Ji bo ku rêya Yezdan li ber kesan wunda bike (bi quretî xwe dimilmîne, li çep û rastê xwe, xwe dihejîne, tekoşîna xwe ra dom dike). Ji bona vî ra di cîhane da riswabûneke mezin heye, di roya (ra­bûna hemî da jî) emê bi wî şapata şewatê bidine çeşne (tam) kirinê.
10Bi sedema wan kedên, ku her du destê te kirîye, di pêş da şandîye, eva şapata hanê bi serê te da hatîye. Loma bi rastî Yezdan ji bo­na bendeyên xwe ra cewrkar nîne.
11Ji kesan hinek jî hene, perestîya Yezdan ji alîyekî da dikin (bi hemî ola wî bawer nakin), heke ji wî ra qencîyek hatibe, ewa bi wê qencîyê dihewe (qînata wî pê çêdi­be). Heke ji wî ra aşîtek hatibe; hema li ser çavê xwe dikebe (dest davêje olan, bi xirabîya wan mijûl dibe). Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. Zîyana ber çavî eva ye.
12(Ewan dest ji perestîya Yezdan berdane) perestîya wan tiştên pêştirê Yezdan dikin, ku ewan tiştan jî ji wî ra ne kar û ne jî zirar didin. Rêwundabûna dûr eva ye.
13Ewan perestîya wan tiştên, ku zîyana wan ji kara wan pirtir nêzîkê wan e, dikin. Bi rastî perestîya wan çiqa sikê serkarîtîyê ye û çiqa sikê hevaltîyê ye!
14Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi rastî Yez­dan ewan dixe wan bihiştên di binê (darê wan da) çem dikişin. Loma Yezdan çi bivê, bi rastî ewî dike.
15(Bi rastî Yezdan di cîhan û di para da, wê arîkarîya "Muhemmed" Pêxember bike). Kê goman bike, ku Yez-dan di cîhan û para da jî arîkarîya "Muhemmed” nake, îdî (gava dêna xwe dayê, ku Yezdan naha da arîkarîya pêxemberê xwe dike, hêrsa wî ji arîkardanê tê) ji bona hêrsdanîna xwe ra, bira serî li hemî çaran bixe; Ji bona xeniqandina xwe bira bendekî jor da dirêj bi­ke, paşê bira xwe darda bike (xwe ji zemin raqetîne) îdî bira mêze bike; gelo ew hêrsa wî ye ku ji arîkarîya Yezdan hatîye bi vê endeza wî da, dikare arîkarîya Yezdan ji (pêxember) bide para da?
16Bi vî awaî me "Quran" bi berate-ne xwûyaî hinartîye. Bi rastî Yezdan ji kîja-nî ra biv e, ewî tîne rîya rast.
17Bi rastî ewan 6 bawerkine û ewan, 6 Cuhû û ewan 6 Mexînî û Sterk perest O Agir perest Q ewan e Hevrî çeker hene! , (ewan bira bi hev ra tekoşîn e bikin). Bi ras­tî Yezdan e di roya rabûna hemî da, we di ı nava wan da berewanî bike. Loma bi rastî Yezdan li ser hemî tiştî dîdevane.
18Maqey tu nabînî! çi kesne di azman O di zemîn da hene Q roj Q hîv û sterk û çîya ´ û dar û rawer û pire ji merivan hemî ji bona Yez­dan ra kunde di bin? Le şapat ji bona pire meri­van mafbûye. Loma bi rastî Yezdan kîjanî riswa bike, îdî ji bona wî ra tu-kes rûmet nagire. Bi rastî Yezdan çi bive, ewî dike.
19Evanan du deste-ne; di maf e Xuda e xwe da bi hev ra tekoşîn kiri-ne. îdî ji bona we (dest a) file ra kincekî j i agir hatî-ye birîn e. Li ser ser e wan da, kem û xwûna kelyaî te rokirin e.
20Bi we (kem O xwûna kelyaî) tişta di zi-ke wan da heyî bi teve çerm e wan va, tene biha-tin e.
21Ji bona (wan zebanîne doje ra) topizne j i hesin hene.
22Çiqa ewan (filan) vane, ku ji agir derkebin (îdî kovana şapat e ne kişinin, ewan zebanîyan bi wan topizan li ser e wan xistine, dîsa ewan filan) li bal we kovana agir da zivirandine (ji wan ra aha gotine,) "Hûn (gelî filan!) çeşna şapata şewat e bi­kin."
23Ewan e bawerkirine û kar e aştî kirine hene! bi rastî ew behişta, ku (di bin e dare we da) cem di kisin hene! Yezdan e ewan bixe wura, ewan di we (behişte da) bi bazinne ji zer û lalan tene xemlandin e. Kence wan bi xweber jî (di behişte da) ji hevirmûşin. bide para da?
24Ewan (bawerkeran di cihane da) li bal paqij e gotinan da; (ku ewa jî Peyva yekîtîye "laîlahe îlle-lah") e çûne. ewan li bal rîyaraste peşin van da çûne.
25Bi rastî ewan e bûne file hene! ewanan (kesan) ji rîya Yezdan didine para da (nahelin meriv vrerne rî-ya Yezdan) wusa nahelin jî ku (meriv werne sertedana we) mizgevta (binav) mescid el heram; ku me ewa miz-gevta xistîye şuna (perestîya) hemî kesan, îdî ewan ke­san çi (di bajar e Melce da) runiştîbin, çi (Welat e) dûr e (Meke da bin) hatibine (Mek e) yeke (qe tu raqetana nîvek a wan tuneye). Ke bive jî ku (di Meke da) cewre bi rik bike (merivan ji sertedana we bide para da) bira bi zane! em e bi wî şapata dilsoz bidne çeşne kirin e.
26Di gava, ku me ji bona "îbrahîm ra" şuna xenîye (miz-gevt) daye dîyarkin e (ku here ke­der e di para da li bal wura da bi fetile) me j i îbrahîm ra (aha) go-tîye; "(îbrahîm! tu) qe tu tiştîji bona min ra bi hevrîtî negire û tu xenîye min ji bona sertedanvanan û ji bona wan e li pîya (perestî di­kin) û jibona kuz (rûkû) ker û kundekeran, paqij bike."
27Û (ibrahim!) tu jî ji bo-na sertedana (xenî) eazî hemî me­rivan bike, îdî (ji pişti gazî kirin e) we merive peya û yajî siwarî di hemî alyan da (dûr u nezîk da) werne bal te.
28(Meriv e werin) ji bo ku dîdevanîya qendne ji bona wan ra hene, bikin. (Yezdan) ji bona wan ra tariş bi rozînî daye, li ser wan tarişan (dema gorîkirine da-Qurban) nev e Yezdan bira bi xwûnin. îdî hûn ji (goş-te) wan (goryan) bi xun û hûn ji bona wan hevcene xe-zan ra jî bidne xarin e.
29Pas e (sinbel û neynûk û paqijîna maî pek bî-nin) qırejîyan bavejin. Û görme xwe bi cî bînin, û (Li dora) xenîye kevin çerx bikin.
30Kîjan qedeğe û ne dirustîne Yezdan bi rfl-metî bici bine, îdî eva pek anîna van (Qedeğan) li bal Xuda e wî ji bona wî ra çetire. (Gelî kesan!) ji peştir e (wan tarişne) ku li ser we da (nav û temtela wan di beratan da) te xwandin e (goşte) hemî tan­san ji bona we ra dûrûst bûye, îdî hûn xwe ji pîsaya (perestiya) ji Pûtan ten bi parisînin, hûn xwe ji go-tin e be binî jî bi parisînin.
31(GeB kesan!) hûn xurî ji bona Yezdan ra (Peres-û") bi kin û hûn hevrîyan (di perestîya xwe da) ji bona wî ra çe nekin. Ke ji bona Yezdan ra hevrîyan çe bike, nı di­be qey ewa di jor da dikebe, çûk ewî di girin dibin, yajî "ba" wekî (kelkelokan) ewî dibe, daveje kaşekî dûr.
32(Evan biryame bön ahanin); le kîjan (bi vasati hec û gorîye xwe) wekî gotin e Yezdan pek bîne, be dndiB (eva pek anîna) ji parizaya dilane.
33Ji bona wera di wan tansan da heyadanekînavdanî (ji şîr û hirya wan) ker halin heye. Pas e şnna »an (larisne gorîye) Li bal xaıuye kevne: (û wura da goryan y bikin).
34ji bo ku ewan nav e Yezdan û ser wan tarişne, ku me ji bona wan ra bi rozinî da-ye; ewan jî (ewan tarpan bi gorin je dikin) bînin, mî ji bona her ko-mekî ra dye jddnısa wan gorîyan çe kirîye. îdî (hım bi zanin eefi kesan!) Xuda e we yet e bi teneye, hûn ji wîbi tene raperesnbi km. (Muhem-med!) tu ewan e giran e (ku perestî­ya Yezdan bi ten e dikin bi behişt e) bide mizgîn dan e.
35Evan e (giran, salix e wan ahane). Gav a (nav 6) Yezdan (te go­tin e) dil e wan (ji ursa) di lerize û gav a aşîtek bi ser wan da hatibe, di hember e we aşîte da hew dikin û nimej e dikin û ji wan rozîne me ji wan ra daye, ewan jîji bona (hew-can ra) didin.
36Me ji bona we ra deve jî asdye berata "OL"a Yezdan.(Hûn di kara ji wac devan jî goryan bi. din). Ji bona we ra di wan devan da qencî hene. (Gav a jekirina wan da-van da hûn herdu pae wan 6) peşî-yi birez giredin, nav k Yezdan li ser wan bînin (pas e \k bikin). te gav a ewan ketne xare (bi hemî can e wan derket) hûn ji goşt e wan bi xwun u bi xezan e hewce ra û bi xwastiyan ra jî bidne xwarin e. Bi vî awa e me ewa (gonyan) ji bona we ra semerin kirî­ye, loma bide, ku hûn spazî bi kin.
37LomabirastîDegoştewaDDejîXwunawaıı(goryan), na gihejne Yezdan, k ewa Xuda parizaya we heye! ewa di giheje Yezdan. Ji bo ku hûn bi mezinvanî spaaya Yezdan bikin, me (rîy´ lıildana wan goryan) bi vî awaî ji bona we ra hesaî kirîye.Yezdan) bivî awaî (riya) hildana wan (gorîyan) daye nîşan e we. (Muhem-med!) tu mizgîn k bide qendkaran (ku ji wan ra qend hene). ^´Sı-^Sn lato evanîtaveniame´nenei´îezdan ewan (ji ende zene filan) di parisîne. Loma bi rasû" Yezdan ji henû evîxan e pm file hiz nake.
38Bi rastî ewan 6 bawerkirine hene! Yezdan ewan (ji ende-zene filan) di parisîne. Loma bi rastı" Yezdan ji hemî evîxan e pir ( file hiz nake.
39Ewan (bawerkeme, ku file) bi wan ra qirîn e di­kin hene! ji bona wan ra dustûra qirîna (bi filan ra) hatîye dayîn e. Loma bi rastî li wan (bawerkaran) cewr hatîye ki­rin 6. B6 dudiu Yezdan li ser arîkarya wan di şîye.
40Ji ber, ku ewan (bawerkeran) dibêjin, "Xuda e me, Yezdan e " be mafî ewan ji Welat e wan hatine der-xistin e. Heke Yezdan hinekî merivan, bi hinek (merivne bi hez) neda parizandin e, we çûexane û kenîşte O der û mejgah û mizgevt e; ku nav 6 Yezdan di wan da pir te hildan e, bi hatina hilşandin e. Bi rastî ke arî karya (01 a) Yezdan bike, Yezdan jî arîkarya wî dike. Loma bi rastî Yezdan bihez e servatîye.
41Heke em ji bona (wan ba­werkeran ra) di zemîn da seroktî û paydarî pek bînin jî (dîsa ewan na-kebine rîya cewr karan, we dîsa ewan e) nimej bikin û baca mal e xwe bidin û ewan 6 ferman a bi qen-cîyan û parizandina ji sikatîyan bi­kin. Bi rastî encama boyeran ji bona Yezdan rane.
42(Muhemmed!) heke ewan (komaine te) te didine derewderan-din e, îdî (bi zane) bi sond! ewan e beryawan da, ku komal e NûhûAd û Semûd
43O komal e ibrahim û ko­mal e Lût
44Û komal e (nmiştîne bajar e) Medyene jî (evan Peyğembeme xwe) dane derewderandin e. (Wusa) Musa jî hatîye derewderandin e. îdî min jî j i bona filan ra fırset daye (Heya hi­nek danan ewan jîne.) Paşe min ewan (bi şapatan) girtin. (Tu meze bike) nonkorya wan bi min ra ka çane!
45(Tu meze bike) çiqa Welat hebune, ku me (runiştîne wan) tesqele kirine, ewan (rûniştîyan) li xwe cewr kiribun, îdî (me jî) Welat e wan zer û zeber kir: bîre wan be xaye mane û koşke wan xaB mane.
46Maqey ewan qe di zemîn da nagerin; ka (di berya wan da çiqa Welat hatine teşqelekirin e, ku bi çav k xwe ewan ka-vilan bi binin)? Ji boku ji wan (kavilan) dil k, wan bi pisporî his nûde, yajî ji bona wan ra gûtme wusa hebin, bi wan gu-han (şîretan bi dil û canva) bibehen. Loma bi rastî çav e (ser-yan, ji bona gîhandina tiştan) kor nabin; (meriv e be çav jî di karin li ser tiştan remana xwe diyar bikm). Le bi rastî ko-raya raste (îdî ramana li ser tiştan, be wî çenabe); koraya dil e singadane (loma pisporî ji bona merivan ra be gehîna dilan çenabe).
47(Muhemmed! ewan filan) ji te hatina şapat e bi lez di xwazin; (ji te ra dibejin, "heke tu di doza xwe da rastî, ka bira a, di naha da ewa şapata bi me da were.") Û Yezdan bi rastî ji peymana dayî, xwe para nade. (Heke hinekî ewe şapat e para bide jî, we peymana xweve dayî, be dudilî pek bîne, qe bun leza balina we Dekin). Loma royek li bal Xuda e te wekî hezar sal e hun dilûjmirin, he-ye (gav u dem li bal wî tuneye, ev hijmara han e li bal we da heye).
48Çiqa welatî hebûne, cewrkar bûne jî, dîsa me ji bona wan ra firset dabu (ewan di jîyan) le pas da me ewan (nişkeva bi şapatan) girtin. Şixwa feda da»ve jî B bal me dane.
49(Muhemmed! tu ji wan ra aha) beje, "Gelî kesan! bi rasn ez ji bona we ra hey dahişyareid ber ça-vî me."
50Ewan e bawerkirine û kar e aştf kirine nene! ji bona wan ra ba-ğisandin û rozîne be paşî hene.
51Le ewan e bi lez didine ber-hev, ji bo ku beratene me (li bal me-rivan) be zar bikin (tu keş bi wan beraten bawer nekin) hene! ewanan hevrîne dojene.
52(Muhemmed!) me çiqa di berya te da Peyğemberek (li bal ko-mal e wî da) şandibe (ewî Peyğem-berî ji bona komal e xwe ra) çivabe û (lava kiribe) Pelîd hey (di vîn û la-va kirina wî da) tevdanî çekirîye. îdî (j i piştî ve tekilkirina Pelîd) Yezdan eve tevdana Pelîd ji nav a (vîn û la-vakirina Peyğember) radike û pûç dike; pas e Yezdan beratene xwe bi hez dike. Bi rastî Yezdan pir zane bijejkeye.
53(Yezdan evan tiştan dike) ji bo ku ewan kirine Pe- ı lîd, ji bona wan e ku di dil e wan da nexwaşî heye û ji bo­na wan e dilhişk ra bixe kovan û ceribandin. Loma bi rastî " cewrkar di newekhevbûna dûr e (ji Yezdan) danin.
54Û ji bo ku ewan e, ji bona wan ra zanîn hatîye bi zanin, ku bi rastî eva (Qurana) mafeke ji Xuda e te (hatîye) îdî bi we (Quran e) bawer ´• bikin û îdî dil e wan ji bona (Quran era) rûmet-darbe. Loma Yezdan ji bona wan e bawerkirine, beledîya rîyarast dike.
55bi vîra jî ewan e bûne file hene! ewanan heya niş- L keva dan e rabûna hemîtî, yajî şapata roya bedûmda, bi wan da neyî, ewan e hey di (mafîtîya Qurane eda) dudil ^ bibin û biçin.
56Di we roye da seroktî hey ji bona Yezdan rane. Ewa (di we roye da) di nîveka wan da berewanî dike. îdî ewan e bawerkirine û kar e aştî kirine he-ne! ewan di behisla qencîyan danin.
57Ewan e bûne file û beratene me dane de-rewderandin e hene! îdîji bona wan ra şapateke ris-wabûnî heye.
58Le ewan e ji bona rîya Yezdan ji (Welat e xwe) bar kirine (çûne) pas e hatibne kuştin e, yajî (di we re da) miribin, hene! Yezdan e wana bi gen­ce rojîna bide xwarin e (ewan xam bike). Loma bi rastî Yezdan gençtir e rojîn darane.
59(Yezdan e) ewan bixe cîyekî wusa, ku ewan bi wî (d-yî) qayîl bibin. Bi rastî Yezdan pir zan e mehrîvane.
60Ewan (biryame, ku me ji bona te ra gotine, wusanin) le kîjan (keş e) ku ji bona wî ra (cefa hatibe kirin e; ewa jî (tûla xwe) wekî cefadan a xwe (ji ce­fa kar e) hilde; (ji cefadana xwe purtir tûl e hilnede) pas e dîsa cefakar) erîş, bi ser wî da anîbe (cefa dabe wî), Yezdan e bi ras­tî we arîkarya wî bike. Loma bi rastî Yezdan pir bağişkar e ve-şortekare.
61Wusane! (Yezdan ji ke ra biv e, arîkarya wî di­ke). Loma bi rastî Yezdan (hinek tiştan, bi ser hinek tiştne maîra serva tîne; çi bi-ve ewî dike. Yezdan) şev e di _________ roye da û roye jî di seve da derbas dike (li hev di peçe), bi rastî Yezdan di behe Q di bîne.
62Evan (kirine Yezdan) wusanin! Loma bi rastî Yezdan j i ber xwe heye (li bal heyan da qe hewce nîne) maf jî evaye. Le ewan tişt­ne, ku ewan (filan) ji peştir e Yezdan ji wan ra (perestî dikin) hene! ewan pûçin. Bi rastî Yezdan pir bilind e gewreye.
63Ma qey tu nabînî? ku bi rastî Yezdan aveke wusa di jor da hinartîye; îdî bi we av e zemîn heşîn bûye. Loma bi rastî Yezdan bi hûr û giran, hemûşkan ra jî agahdare.
64Çi tiştne di azman û di zemîn da hene! he-mî ji bona wî ranin. Loma bi rastî ewe pir zengîn e peşin van heye! Ewa Yezdan bi xwebere.
65Ma qey tu nabanî ku bi rastî Yezdan çi tiştîne di ze-nîn da heyî û ewa keleka bi fermana wî di derya e da di kişe ji bona we ra semerm kirîye (ewan li ferman a we ra çav nerî dikin, nûn ça biven, ewan wusa dikin), ji bona, ku azman nekebe ser zemîn, ewî azman girtîye (azman) hey bi dustûra wî dikebe (ser zemîn). Bi rastî Yezdan ji bona kesan mehrîvan e dilovîne.
66Ew e we zende dike û pas e we dimrîne û pas e (dîsa) we zende dike heye! ewa Yezdan e. Bi rastî meriv pir nonkorin.
67(Muhemmed!) bi rastî me ji bona hemî koman ra rez-berî çekirîye. Ewan (koman) di riya wan rezbeme xwe da di cin. îdî bira ewan (koman, di maf e rezberya OL e da) bi tera tekoşîn e nekin. (Muhemmed!) tu ewan (koman) gazî bal (perestîya) Xu-da e xwe bike. Loma bi rastî ewa rez­berya (ku tu li bal Xuda da di çî) ewa rezberyeke raste.
68Heke ewan (koman dîsa di maf e OL e da) bi te ra tekoşîn e bi kin tu (ji wan ra aha) beje, "Yezdan bi tişte nûn dikin, çetir di zane."
69Hey Yezdan e di roya rabû-na hemî da, di wî tişt e, ku hûn di wan da newekhevbûne we berewanî bike.
70Ma qey tu ni zanî, ku bi rastî Yezdan bi hemî tiştne di azman O zemîn da heyî di zane? Loma bi rastî eva (za-nîn a bi van tiştan) di zanîna Yezdan da parisîne. Bi rastî eva (kirina han e) li ser Yez­dan hesaye.
71Ewan (filan: dest ji perestîya Yezdan berdane) ji tişt e wusa ra perestî dikin, ku (Yezdan) ji bona perestîya wan ra, qe tu berate ne hinartîye, qe ji bona ´ wan (filan jî, di maf e perestîya wan tiştan da \ ji peştir e gumanan) tu zanîn tuneye. Ji bona cewrkaran qe tu arîkar tuneye.
72Gava beratene mene huzwartî li ser < wan tene xwendin e; tu di rûye wan e bûne fi­le da, rik O nonkorîye nîyas dikî. (wusa rik e • wan te) nezîk dibe, ku eriş e beherne ser wan e ku beratene me di xwûnin (xwe bavejne ser wan). Tu (ji bona wan ra aha) beje, "ez ji bo- ´ na we ra ji tiştne hej ji van dijwartir bejim? l Ewa (sapa) agire. Yezdan ewa (agira) ji bona wan e bûne file ra peymandaye. Ewa çiqa şû-neke şike!"
73Gelî kesan! (ji bona we ra) hecwe-kîyek hatîye anîn e, îdî hûn j i bona we (hec-wekîye ra) guhdarî bikin. Ewan e, ku hûn ji peştir e Yezdan (lavaye) ji wan dikin, hene! ewan hemî ji bona (aferandina meşekî) li hev bicivin jî dîsa nikarin meşekî bi af erinin. He-ke meş ji wan (perestvan û lavadaran) tişte-ki rake, ewan nikarin (xwe ji we meş e) bi parisînin. Xwastevan û xwastin herduk jî be-wec bûne.
74Ewan wekî babetya Yezdan, biwî nizan bûne. Bi rastî Yezdan bi hez e servahatîye.
75Bi rastî Yezdan ji fereşte û ji kesan; Saîyan hil dibejere. Bi rastî Yezdan bihîstok e dîtokere.
76Yezdan bi tişt 6, ku ewan (peş da kirine) Q bi tişt e, ku (ewane) para da bikin, di zane. Şixwa (he­mî) boyer li bal Yezdan da dizvirin.
77Gelî kesan! hûn xwe ji bona Xuda e xwe ra kuz bi kin û kunde beherin û perestîya wî bikin. Hûn qencîyan bikin, loma bi rastî hîvî heye, ku hûn bi gi-hejne armance xwe (felat bibin).
78(Gelî kesan!) hûn di riya Yezdan da wekî ba­betya wî tekoşîn e bikin. Loma ewî hûn (dinava he-yan da) hilbijartine; ji bo­na we ra di OL e da qe tu tengaî dernexistî-ye (OL a we jî wekî) OL a bav e weyî îbra-hîm (fire kirîye). (Yezdan) di berya (ve Quran e da, di wan Purtûkne bere da jî) ça di ve (Quran e bi xweber da jî) nav e we Misilman dayîne. (Yezdan eva nava li we danîye) ji bo ku Peyğember bibe Şahid e ser we û hûn jî bibine Şahid e ser kesan. îdî hûn nimejbikin û baca (mal e xwe) bidin û hûn (bi OL a) Yez­dan bigirin . Ewa serkar e weye. îdî ewa çi-qa qenc e serkarane û çiqa e arîkarane!
Chapter 23 (Sura 23)
1Bi sond ewanê bawer kirine hene! Ewan felat bûne.
2Ewan (bawergeran) di nimêja xwe da, ji bona (Yez­dan ra) rûmetdarî dikin.
3Ewan ji (mujûlîyên) bê amaç, rû fetilandine.
4Ewan baca (malê xwe) dane.
5Ewan ji bona (dawa xwe ra) parisvanî kirine (jin û mêr herdukan jî).
6(Parisvanîya wan, ji bona bîyana ra ne) ne ji bona zoya wan ra ne, ya jî ji pêştirê zo ya xwe û ji pêştirê wan ê ku (peymana mal anîne dane wan qerewaşan) bi wê peymanê qerewaş hildane binê destê xwe. Îdî (bawerger di razana tevê van hadukan jî) nayêne nav û nuçûk kidrine.
7Îdî kê ji van (salixan) pêştir, paş da li bal hinekî mayî ra here, bi rastî ewan ji tuxûbê xwe borîne.
8Ewan ji bona enamet û peymana (xwe yê dayî ra) pêkanok in.
9Ewan ça hatine fermankirinê (ji bona nimêjê) wusa nimêja xwe dikin.
10Ewanê di binê ûrt, evan in.
11Ewanê ku di binê ûrta bihişta bax û rezan hene! Evan bi xweber in, ewanê di bihiştê da jî her bimînin.
12Bi sond! Me (nişa) merivan ji melqeke ji herîyê afirandîye (ji he­rîyê parzun kirîye derxistîye).
13Paşê me ewa melqa di şûneke bi hêz da xistîye aveke binmaye tîr hîştîye.
14Me paşê ji wê ava binmaye tîr, zûrû afirandîye, îdî me ewa (zûrûya) xistîye xerêfk (wekî ava goşt dema sar dibe, dibe xerêfk, ewan zûrûyan jî wusa di binê xerêft (dimînin). Îdî paşê me ji wê xerêfkê hestî afirandine. Hêj paşê me ewan hestîyan bi goşt daye niximandinê. Me paşê ewa (hestûyê goşt lêwerger, bi reng û rûçik û candarî) ji nişa wî ya berê pêştir, xistîye afirandekî mayî hîştîye. (Tu mêze bike) Yezdanê pîroz, çiqa qenctirê afirandoka ne!
15Paşê (ji piştî vê afirandinê) bi rastî hûnê bimirin.
16Paşê (ji piştî mirina we) hûnê di roya rabûn a hemî da, rabin, ji bo (civînê) bêne şandinê.
17Bi sond! Me li stûyê we da hevt çerxê felekê, ku di rîya (xwe da dimeşin) afirandine. Û em ji afirandina (wan) bê agah nînin:(Me hemî bi zanîn afirandîye).
18Û me ji ezmana avek pîvaî hinartîye, îdî me ewa ava di zemîn da daye êwirandinê. Û (me ça şîyaye, ku me ewa ava hinartîye) em wusa dişîn, ewê (avê) beherin (wunda bikin).
19Îdî me bi wê avê ji bona we ra rezên ji tirî û xurman çê kirine, ku di wan (rezan da) ji bona we ra berên pir hene û hûn bi xweber jî ji wan beran dixun.
20Û me (bi wê avê) ewa dara, ku (li çîyayê bi nav) Tûrisîna derdikibe (heşîn) kirîye. (Ewa dara hêşîn dibe) rûnekî wusa dide (gava meriv) ewî rûnî li qote xwe dixin, pê xurina wan xweş dibe.
21Bi rastî ji bona we ra di tarişan da ponijandinek heye. Em bi we ewî (şîrê) di zikê tarişan da heye, didine vexurinê, ji bona we ra di wan tarişan da hêj tiştên kêrhatî mayî jî hene. Hûn ji wan (tarişan, goştê wan) dixun.
22Hûn li ser wan (tarişan) û li ser kêlekan têne sîyarkirinê (diçin).
23Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi pêxemberî şandîye. Îdî (Nûh ji bona komalê xwe ra aha) gotîye, "Gelî komalê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji pêştirê wî, ji bona we ra qe tu (Yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Îdî qey hûn xudaparizîyê nakin?"
24Îdî ewa desta ji pêşrewanê ko­mal ê (Nûhê) ku bûne file hene! (Ewan bersiva Nûh dane; ji hev ra aha) gotine: “Eva jî hey merivekî wekî we ye, eva divê, ku bi rûmetî xwe li ser we mezin bike. Heke Yezdan biva, wê di şûna wî da firiştek (bi pêxemberî) bihinarta. Me hêj di bavên xwe yî yekem da jî tiştên aha (ku ji merivan pêxember hatine şandinê) ne bihîstîye."
25"Ewa (Nûh) hey mêrekî tepa dikebe (bi wî ra meçêtir he­ne) ji ber vî qasî hûn hinekî dîdevanîya wî bikin (ka encama wî ça dibe)"
26(Nûh ji wê koma xwe bê goman maye aha) gotîye: "Xu­dayê min! Bi sedema, ku ewan min didine derewdêrandinê tu arîkarya min (di hemberê wan da) bike."
27Îdî me li bal (Nûh da) niqandîye: ku ewa kelekê di binê dîdevanî û niqandina me da çêbike. Îdî gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û sitîla kelekê ji (kelê) ser da avêtibe (ya jî ava kelekê wekî tendûran kelyaye, kela wê bi ser da avêtîye) me (ji bona Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) Ji pêştirê wan malîyên te yên ku ji bona teşqeledana wan ferman ji me boriye, tu ji her zoyan duduyan (nêr û mêyan) û malîyên xwe jî bixe kelekê. (Nûh!) Tu ji bo­na wanê, ku cewr kiribûne; ji min lavaya (fereste ya wan) neke. Bi rastî ewanê di avê da bifetisin.
28Îdî (Nûh!) gava tu û bi wanê bi te ra derketine ser kelekê hewyan (aha) beje: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em ji komalê cewrkar fereste kirine, sipazî dikin."
29Û (Nûh! Tu aha jî) bêje; "Xudayê min! (Te em te­reste kirin, îdî) tu min bi qencê dahêlan, dahêle êwreke pîroz (ji bo ku em bikaribin xwe xweyî bikin). Şixwa Xuda! Ewan (mexzûvanê ku li bal wan) êwir çêdibe hene! Tu bi xweber qenctirê wan î jî.
30Û bi rastî me çiqa (Nûh û komalê wî) bi van (serdaboryan) dane ceribandinê, le dîsa di wan (serdaboryan da ji bona we ra) beratên (derhoze) hene.
31Pasê me di peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandîye.
32Îdî me di nava wan (komalan da) saîyên ji wan (li bal wan da) şandîye. Ewan (saiyan ji wan ra aha gotîye: "Hûn gelê me!) Hey ji Yezdan ra perestî bikin, loma ji peştirê wî ji bona we ra qe tu ilah tune ne. Îdî qey hûn xudaparizî nakin?"
33Ji koma wî (pêxemberî) ewanê bûne file û bi rastihatina para da (bawer nakin) dane derewdêrandinê; desta ji pêşrewanê wan, ku me ji bona wan ra di cîhanê da berxudarî dabû wan, hene! (Ewê destê ji bona hev ra di nava xwe da aha) gotine: "Eva (pêxembera jî) hey merivekî wekî we ye, loma hûn çi dixun û vedixun, ewa jî, ji wan dixwe û vedixwe."
34"Û heke hûn bi gotina merive­kî wekî xwe bikin, bi rastî hûn di wê gavê da di binê (ji wanê nezanê) zîyangerê (ku hatine xapandinê)."
35"Qey ewa (pêxembera) ji bo­na we ra peymana dide, ku hûn gava bimirin û bibine xwelî û hestû, bi rastî hûnê dîsa (ji xwelyê) derkebin (herne civînê)?"
36"Çiqa dûr e! Ewa peymana, ku ji bona we ra hatîye dayînê dûr e!"
37"Hemî tişt, hey jîna me ye di vê cîhanê da ne, em (di vê cîhanê da) dimirin û dijîn, qe em (ji bona hijmara kirinê xwe li bal civînê da nayêne şandinê)."
38"Ewa (pêxembera) mêrekî wusa ne, hey li ser (navê) Yezdan derewan dike û bi rastî em bi wî bawer nakin."
39(Pêxember aha) gotîye: "Xudayê min! Tu di hemberê derewdêrandina wan da, arîkarya min bike."
40(Yezdan ji wî pêxemberî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê di danekî hindik da, wê poşman bibin."
41Îdî bi rastî dengê (birûska bêhişî) bi wan girt, îdî me ewan xistine berbirne lêmiştê. Dûrketin ji bona komalê cewrkaran e!
42Me paşê li peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandine.
43Bi rastî tu kom, berya (danê şapata xwe) nakebe (ça) bi rastî para da jî namîne.
44Paşê (ji bona şapatdana wan ra) me saîyên xwe li pey hev şandîye. Çiqa komeke, ku pêxemberê wan hatine bal wan, ewê (komê) hey ewan (saîyên xwe) dane derewdêrandinê, îdî me jî (ewan koman, di teşqeledanê da) hinekî wan xistine peyrewê hinekên wan û me ji bona wî komalê ku bawer nakin, ewan li ser zar û zimanan da xistîne mijûlî (hîştine). Îdî dûraya (ji dilovanîya Xuda) ji wan ra be!
45Me paşê (li pey wan da) Mûsa û birayê wî yê Harûn bi berate û hêza xwe yê, xûyaî va şandîye.
46Li bal Fir’ewn û koma wî yê (pêşrewan da), îdî ewan xwe qure kirin (bi wan bawer ne kirin). Şixwa ewan (Fir’ewn û koma xwe va) kome­ke (bi mal û nimet) bilind bûn.
47Îdî (ewan bersîva Mûsa û Harûn dane, ji hev ra aha) gotine: "Emê ça ji bona du merivê, ku wekî me ne û komalê wan herdukan jî, ji bona me ra koletî dikiribûne, bawer bikin?"
48Îdî (Fir’ewn û koma xwe va, Mûsa û Harûn) dane derewdêrandinê. (Fir’ewn û koma xwe va) bûne ji wanê teşqelekirî.
49Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk daye, loma hêvî heye (ku komalê Mûsa bi wê pirtûkê) werne rêya rast.
50Û me (‘Îsayê) kur ê Meryemê, bi tevê dîya wî ya (Meryem va) xistîye berateke (derhoze). Me ewan herdukan li bal topekî êwirgehê bi kanî ra anî.
51Me (ji wan ra aha got): "Gelî saîyan hûn ji paqijê xurekan bixun û hûn karê aştî bikin. Loma bi rastî hûn çi dikin, ez pê dizanim."
52Bi rastî evan komên we (di bin da) komeke bi tenê ye (loma xîmê hemîşkan jî yakatîye) ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn parizaya min bikin."
53Îdî (paş da) ewan di nava xwe da bûyerên xwe ji hev raqetandin (xistne kom û olê curecur) bi pirtûkê (curecure nav da nin) her pirtûkî jî (bi raman û rêzbera li bal heyî hez dike) pê jî şa dibe.
54Îdî (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde, bira ewan heya gavekî di wê berizandina xwe da bimînin.
55Qey ewan goman dikin, ku me ewan (di cîhanê da) bi mal û zar berxudar kirine.
56Em ji bona wan ra leza qencîyan dikin?. Na, wekî (gomana wan nîne) lê agaha wan ji van kirinan tune ye.
57Bi rastî ewanê ji tirsa Xudayê xwe vediciniqin hene!
58Û ewanê ku bi beretên Xuda yê xwe bawer dikin hene!
59Û ewan bi Xudayê xwe ra hempara çênakin hene!
60Û ewanê, ji bo ku we li bal Xudayê xwe da bizivirin, ji wî {malê) ji wan ra hatîye dayînê, ewan jî (ji hewcan ra) didin, dilê wan bi xweber jî, ji tirsa davêje (Gelo evan kirinê min hatine litêkirinê, ya jî ne hatîye litêkirinê) hene!
61(Ewanê salixê wan borîne) ew in, ku ji bona kirina qencîyan didine ber hev (ka kîjan, ji wan pirtir qencîyan dike). Evan in, ku bi kirina qencîyan pêş da ketine.
62Em ji bona her kesekî ra hey wekî hêz û burha wî (fermana kirin a qencîyan û parisandina ji xirabîyan) dikin. Loma li bal me pirtûkeke wusa heye, ewa pirtûka hey bi mafê dipeyîve (hemî kirin di wê da nivîsîne). Qe bi tu awayî cewr bi wan nayê kirinê.
63Lê di dilê wan yê (qencîkar da) ji pêştirê van (kirinê borî) hinek kirinê (bi qencî) hene. (Ewan qencîkaran) ewan (kirinê dilê wan da heyî) bi xweber dikin.
64Gava em ewanê pêşrewanê berxudar ê wan, bi şapatan digirin; di wê gavê da zarîn dikirin.
65(Em ji wan ra aha dibêjin): "Hûn (gelî pêşrewanan!) Di îro da zarîn nekin, loma bi rastî hûn ji me arîkarî hilnadin."
66"Bi sond! Beratên min ji bona we ra hatine xwendinê, îdî hûn para da direvîyan."
67"We di hemberê (Qur’anê da) quretî dikirin, di şev da (li dora mizgevtê) didvîyan (di mafê Qur’anê da) bi tirane mijûl dibûn."
68Ma qey, ewan qe di mafê Qu­r’anê da naponijin, ya jî tişta qe ji bav û kalê wan ne hatibû ji wan ra hatîye (ewan jî pê sodret dimînin)?
69Ya jî ewan (filan) saîyên xwe nîyas nînin, îdî ji ber wî, bi wî (saîyê) bawer nakin?
70Ya jî ewan (filan ji bona wî saî ra aha) dibêjin: "Eva sîya tepa dikebe." Na, (qe yek jî rast nîne) lê ewî (saîyê) ji wan ra rastî anîye, îja pirê ji wan (filan) ji bona rastîyê rikê xwe tînin.
71Heke rastî bibûya peyrewê xwastina (dilê wan) wê bi rastî ezman û zemîn û kesê di wan herdukan da heyî, hemîşkê dêriz bibûnan. Lê me ji bona wan ra bi vê (Qur’anê) av û aborya wan) anîye, îdî ewan jî (ji av û abora xwe) rû fetilandine.
72Ya jî qey tu ji bona (saîtîya xwe) ji wan kirê dixwazî (ewan filan ji ber vî bi te bawer nakin)? Bi rastî kirya Xudayê te (dide, ji kirya ku ewan bidine te) qenctir e. Loma (Xudayê te) qenctirê rozîdanan e.
73Loma bi rastî tu ewan gazî bal rêya rast dike.
74Ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Ewan ji rîya rast derketine.
75Heke me li wan (filan) dilovanî kiribûya û me ewa tengasîya bi wan da hatîye, rakiribûya, ewanê dîsa di deliqandina xwe da bi korî bimanan.
76Bi sond! Me ewan (filan) bi şapatan girtin. Îdî dîsa ewan . Ji bona Xudayê xwe ra serî berjêr ne kirine û lavaya (baxişandina xwe ne kirine).
77Heya gava me bi ser wan da deryekî ji şapata zor vekirîye, îdî ewan di wê gavê da (ji her tiştî) bê hêvî mane.
78Ewê, ku ji bona we ra goh û çav û dil çê kirîye heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûn çiqa hindik sipasîya (wî dikin!).
79Ewê, ku hûn di zemîn da (ji bona piranîyê) afirandine heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûnê bi rastî li bal wî da bicivin.
80Ewê dijît û dimirîne heye! Ewa (Yezdanê) we ye; Guhartina şev û royan ewa dike. Îdî qey hûn (li ser van kirinan naponijin) ku ji wan hiş hildin?
81Na, ewan (qe li ser van tiştan naponijin) ewan jî wekî gotinê wan yê berya xwe gotine.
82Ewan (aha) gotibûne: "Qey gava em bimirin bibine xwelî û hestû jî dîsa emê rabin herne civînê?"
83Bi sond! Hêj di berê da em û bav û kalê xwe va (bi van peymanên, rabûn û çûne civînê) hatine peymandanê. Evan (peymanan) ji pêştirê çîvanokan qe tu tişt nînin.
84(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn dizanin; ka ji min ra bêjin; zemîn û kesê di zemîn da heyî, ji bona kê ra nin?"
85Ewanê (bersîva te bidin, wê aha) bêjin: "(Ewan hemûşk jî) ji bona Yezdan ra nin." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qe hûn naponijin (ewê di cara yekem da bikaribe biafirîne, dikare ji piştî mirinê jî dîsa biafirine)."
86(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ka Xudayê heft balokan (ezman-Heft gerokerên ji sitêrkan) û xweyê arşa mezin (mana mezin) kê ye?"
87Ewanê (bersiva te aha bidin) wê bêjin: "(xayîbûna wan) ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka ji bo çi hûn xudaparizî nakin?”
88(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn bi rastî dizanin ka ji min ra bêjin; seroktî û mal xûya heyan, di destê kê dane û ewa hemî tiştan diparisîne, qe tu tişt ewî naparisîne ewa dide xebatê qe tiştek ewî nade xebatê (ewa kî ye)?"
89Ewanê (bersîva te aha bidin) wê bêjin: "(Malxwê û parisandina wan)ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Îdî ka ji bona çi hûn têne (xapandin) û ançkirinê?"
90Na, (gotina wan nîne) me ji bona wan ra rastî anî. Ewan bi rastî viran dikin.
91Yezdan ji bona xwe ra qe zar ne girtine û bi wî ra jî tu (ilah babetê perestîyê) tune ne. (Heke ewan ça dibêjin; hinek ilahê mayî hebûnan) wê her ilahîkî, çi afirandîye bi xwe ra bibiranan (ewan ilahan wê bi tenê bimanan, îja ewan ilahan wê) bi hev ra tekoşîn bikirinan (ji bona servahatina xwe, wê li hev cewr) bikirinan gerdûnê bi vê tekoşîna wan kavîl bibûya. Bi rastî) Yezdan ji wan salixê ku ewan dikin paqij e.
92Ewa (Yezdanê) zana yê bi dizî û xûyanan e, îdî ewa ji wan tiştên ku ewan (filan) jê ra dixine hevrî pir bilind û dûr e.
93(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Heke tu î bi rastî ewan peymanê te daye (ji şapata, ji bona filan ra) bidî nişanê min."
94"Xudayê min! Îdî tu min nexe nava komal ê cewrkar.
95Bi rastî em diçên ku ewe (şapata me ji wan ra) peyman daye, bidine nîşanê te.
96(Muhemmed!) Tu ewan sikatîyên, ku ewan (filan) di hemberê te da dikin, bi qencîyan bide paradanê. Em bi wan salixên, ku ewan (filan ji te ra dikin) çêtir dizanin.
97(Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Min ji sêwrandin û rexneyên pelîd, xwe avêtîye te (ku tu min ji pelîd biparisînî)."
98"Xudayê min! Ez xwe davêjime te, ku tu gava (ewan li bal min da) ama­de dikî (min ji wan biparisînî)."
99Heya gava mirina yekê ji wan tê (aha) dibêje: "Xudayê min! Çi dibe, min para da li bal cîhanê da bizivirîne (ezê ji te ra perestî bikim)."
100"Loma bi rastî ezê di wê cîhana, ku min dest jê berdabû karê aştî bikim. Na, (eva gotina wî çênabe). Loma ewa peyvek e, hey ewa bi xweber dibêje (para hatina wa yên cîhanî qe çênabe) loma di berya wan da perdeke ne xûyaî heye, heya roya ku wê bêne rakirinê, ji bo herne civînê (ewanê pişta wê perdê da bimînin)."
101Îdî gava di stûrî da tê pufkirinê, di nava wan da (pismamî û ûrt) namîne û bi ûrtî jî, ji hev nayêne pirskirinê.
102Îdî kêşa kîjana giran be, îdî ewan felat bûne.
103Û kêşa kîjana sivik be, îdî ewanê ku zîyana xwe kirine hene! Evan bi xweber in. Ewanê di dojê da her bimînin.
104(Di dojê da) agir li ser çavê wan dimalîne û ewan bi xweber jî di dojê da diranê xwe diçirikînin dimînin.
105(Gava ewan zarîn dikin, Yezdan ji wan ra aha dibêje): "Qey hûn ne bûn, gava beretên me ji we ra dihatine xwendinê, îdî we ewan beratan didane derewdêrandinê?"
106Ewan (dojewîyan aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Xudayê me! Bi rastî deleqandina me, zor dabû ser me, loma em komalekî (wusa bûn) ji rêya rast derketibûn."
107Xudayê me! Tu me ji (dojê) derxe, îdî heke em (ji piştî derketinê) çûne bal rêyên xirab, bi rastî îdî em cewrkar in.
108(Yezdan bersiva wan daye, aha) gotîye: "Hûn di wura da dengê xwe bibirin û bi min ra jî mijûl nebin."
109"Bi rastî destekî ji bendeyên min hebûn (aha) digotin: "Xuda me! Bi rastî me bawer kirîye, îdî tu jî me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike, loma tu qenctirê dilovanan î."
110"(Ji ber ku ewan aha lava dikirin) îdî we jî bi wan tirane dikirin, heya (ewan tiraneyên we, bi wan wusa pêş va çû) ewan tiranan ez bi we dame bîrvakirinê, loma hûn tim carî bi wan dikenîyan."
111"Ji ber vî, min li ser hewa wan, di îro da ewan xelat kirin, loma bî rastî ewan (di îro da) serfiraz in."
112(Yezdan ji bona dojeyan aha) dibêje: "Gelo hûn çend salan di zemîn da mane?"
113Ewan (dojeyan aha bisya­ra Yezdan dane) û gotine: "Em royekî, ya jî danekî ji royê mane. Îdî tu ji wanê, ku hijmarê dikin, pirsa (mayîna me) bike (loma em ketine derdê can ê xwe)."
114(Yezdan ji wan ra aha) di­bêje: "Xwezîka we bizanîya, bi rastî hûn hindik mane."
115Ma qey we goman dikir, ku me bi rastî hûn beredayî afirandine û hûn bi rastî li bal me da nayêne zivirandinê?"
116Bi rastî seroke; maf hey Yezdan e, ji pêştirê wî, tu (ilahek babetê perestîyê) tune ne. Xweyê arşa pîroz hey (ewa bi tenê ye).
117Kîjan bi Yezdan ra, ji hinek ilahên mayî ra jî perestî bike, ku qe ji bona xudatîya wan, ji bona wî perestvanî ra tu nîşan jî tune ye, îdî hijmara kirinê wî, li bal xudayî wî ye. Loma bi rastî file felat nabin.
118(Muhemmed! Tu aha lavaya baxişandina xwe bike) û bêje: "Xudayê min! Tu ewê (koma min) bibaxişîne û dilovanî (li wan bike) loma tu qenctirê dilovanan î."
Chapter 24 (Sura 24)
1Eva, ku me hinartîye û (me fermanê wê li ser we) bi vê nevê; kirîye, ewa ferkerek e. Dibe ku hûn ji wê (ferkerê biryarên me) bîra xwe bînin. Me di wê (ferkera da) beratên hizwartî hinartine.
2Ewan jin û mêrên karê xirab dikin hene! (Gava ewan karê xirab kirin) îdî ji bona her yekê ji wan ra, hûn sed darî lexin. Heke hûn bi rastî bi Yezdan û bi roya dawîyê bawer dikin, hûn di ola Yezdan da mêhrivanî nekin; (ola wî ça ferman dike; hûn wusa pêk bînin). Û bira desdekî ji bawergeran jî li celata wan herdukan nihrewanî bikin.
3Mêrikê zinakar, hey bi jina zinakar, ya bi jinika hevrîçêker ra, dikare kevîn bibe. Jinika zinakar jî hey dikare bi mêrê zinakar ra, ya jî bi mêrê hevrîçêker ra kevîn bibe. Eva kevînîya hanê li ser bawergeran hatîye ne duristkirinê.
4Ewan mêrên ku pizan davêjine wan jinê dawparêz, paşê jî çar nihrîvan ji bona (piza xwe yê gotî ra) nayne hene! Îdî hûn heştê darî li wan bixin û hûn bi tu carî ji wan nihrewanî litê nekin. Bi rastî evanan ji rîya rast derketine.
5Ji pêştirê wanê, ku ji piştî piza xwe poşman bibin û aştî kiribin. Loma bi rastî îdî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
6Ewan merivên ku ji bona zoya (xwe ra, eva zinakar; dibêje) he­ne! Heke ji bona wan ra ji wan pêş­tir qe tu nihrewan tune be, berewanîya wan aha ne; her yek ji wan nihrewanîya xwe wê aha bide: Çar caran her yek ji wan wê aha beje, "Bi Yezdan ez sond dixum, ku ez (di vê gotina xwe da) ji rastbêja me."
7Cara pênca da (aha bêje): "Deherandina Yezdan li ser min be heke ez derewan dikim."
8Heke jinik jî çar caran aha nihrewanî bike û bêje: "Bi Yezdan ez sond dixum, ku zoya min ji vireka ne."
9Cara penca da jî wê aha bêje: "Xeşma Yezdan li ser min be heke zoya min ji rastbêjan e." Celat li ser wê jinikê radibe.
10Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya û heke Yezdan baxişkarê bijejke ne bûya (wê gavê we yê ça bikira)?
11Bi rastî ewanê, ku bi pizan hatine (eva peyva hanê avêtine nava kesan) hene! Ewan komeke ji we ne. Hûn goman nekin, ku ewa (peyva wan anîye) ji bona we ra (li bal Xudayê we) tiştekî sik e. Lê ewa (kirina wan li bal Xudayê we) ji bona we ra qencîyek e. Ji bona her yekê (ji wan kesên ku eva peyva pizan anîye) çi ked kirine ji gonehan (hemberîya wan gonehên wan, ji aşîtan heye). Ewê mezin yê ji wan, ku aborya vê peyvê kirîye heye! Ji bona wî ra şapatek e mezin heye.
12Xwezîka gava we ewa (peyva) bihîst, mêr û jinên bawer kirine, gomana qencîyan (ji xûşka xwe) bikirinan (aha) gotîbûyan: "Eva gotina, hey pizeke xûya ye."
13Ma qey ne diva, ku ewan li ser vê piza xwe, çar nihrewan bianînan? Îdî heke ewan çar nihrewanan (ji bona vê peyvê xwe) neynin, bi rastî ewan li bal Yez­dan bi xweber derewkar in.
14Heke di cîhan û para da rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, we bi van nav û nûçikên, ku hûn têda noq bûne, şa­pateke mezin bi we bigirta.
15Loma haja we qe pê tune bû, we ewa (peyva) bi zimanê xwe ji hev ra digotin, hûn goman dikin, ku eva (gotina hanê) hêsanî ye, lê ewa (gotina) li bal Yezdan gonehekî pir mezin e.
16Xwezîka gava we ew (peyva) bihîstibû, we (aha) gotîbûya: "Babet nîne, ku em bi vê (peyvê) biaxivin. Na (wusa nîne); em te ji van (gotinan) paqij dikin, eva hey pizeke mezin e."
17Heke hûn bi Yezdan bawer dikin, ewa li we şîretan dike, ku hûn carekî dinê tiştekî aha nekin.
18Yezdan ji bona we ra biryarên (xwe bi vî awayî) hizwartî dike. Bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
19Bi rastî ewan (du rû ne) ku hez dikin, di nava wanê; bawerger da hîz û fuhûşê belav bikin hene! Ji bona wan ra di cîhan û di para da şapatek e dilsoz heye. Yezdan (bi van tiştan) dizane, lê hûn bi wan nizanin.
20Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya (wê şapateke mezin bi we da bihata) û bi rastî Yezdan mêhrivanê dilovîn e.
21Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn nebin peyrewê şopên pelîd. Bi rastî kîjan bibe peyrewê şopên pelîd, îdî bi rastî pelîd, hey fermana bi fehşa û sikatîyan dike. Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya, tu kesekî ji we (ji qirêj û sikatîya gonehan) paqij ne dibû. Lê Yez­dan evînê xwe (ji gonehan) paqij dike. Bi rastî Yezdan bihîstvanê pirzan e.
22Ewanê ji weyên, bi rûmet û maldar hene! Bira sond nexun, ku ji malê xwe qe tu tiştî ji bina pismam û belengaz û ewanê di rêya Yez­dan da ji welatê xwe koç kirine derketine, nedin. Û bira (ewan) baxişandin û borandina ji kêmayan bikin. Ma qey hûn hez nakin, ku Yez­dan we bibaxişîne? Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
23Bi rastî ewanê, ku pizan davêjine wan jinên dawpariz yên bê gomanê (ji fehşayê) û bawer kirine, hene! Di cî­han û di para da jî, ji dilovanîya Yezdan hatine deherandinê, ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
24Di wê royê da ziman û dest û pê wan bi kirinê wan li ser wan nihrewanî (şahidî) didin (gelo temtêla wana ça be?)
25Di wê royê da ne, ku Yezdan bi mafîtî xelat û celata wan bi hemîtî dide wan. Ewan jî dizanin ku Yezdan mafekî xûya ye.
26Loma bi rastî peyvên sik ji bona merivên sik ra ne û merivên sik jî ji bona peyvên sik ra nin (ewan peyvên sik dibêjin). Peyvên paqij ji bona merivê­n paqij ra nin, merivên paqij ji bona peyvên paqij ra nin (ewan peyvên paqij dibêjin). Ewanan ji wan (pizên) ku ewan (durûyan) gotine, paqij in (haja wan pê tune ye). Ji bona wanan ra baxişandin û rozîyên rind hene.
27Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! heya hûn destûrê nestînin, ji pêştirê xanî yên xwe, nekebine tu xanîyên mayî (dema we ji bona ketinê destûr stand, hûn çûne wan xanîyan) hûn selaman li wan rûniştîyê wan bikin. Bi rastî heke hûn biponijin, bi vî awayî (çûna xanîyên mayî yan) çêtir e û qenctir e.
28Îdî heke hûn di wan (xanîyan da) rastî tu kesî ne hatin, dîsa heya ji bona we ra destûr neyê dayînê, hûn nekebine wan (xanîyan). Heke ji bona we ra (aha hate) gotinê: "Para da bizvirin." îdî hûn para da bizivirin, ji bona we ra para zivirandin qenctir e. Loma tişta hûn dikin, Yezdan pir pê dizane.
29Ewan xanîyên, ku tu kes têda rûnanên, lê di wan da jî kelmelê we hebe, li ser we tu zîyan çênabe. Çi tişta hûn dîyar bikin, ya jî veşêrin hey Yezdan pê dizane.
30(Muhemmed! tu ji bona wan mêrên bawer kirine aha) bêje: "Hûn gelî bawergerên mêr! Çavê xwe (li mêzekirina ne duristîyan) bigirin û hûn dawa xwe (ji fehşayê) biparisînin. Eva kirina we (bi vî awayî) ji bona we ra paqij û qenc­tir e. Loma ewan çi bikin, Yezdan bi kirinê wan agahdar e."
31Û (Muhemmed! Tu ji bona wan jinên bawer kirine jî aha) bêje, "Gelî bawergerên jin! Hûn çavê xwe (li mêzekirên ne duristîyan) bigirin û hûn dawa xwe (ji hîz û fehşayê) bipa­risînin, hûn ji pêştirê wan xemilên, ku xûyana wan bi vê nevê ye, xemla xwe nedine dîyarkirinê (ji bona mêrên biyanî ra, ya jî hûn şûna xemla xwe rindaya xwe ji bona bîyanayî ra venekin; wekî; dest û pê û sing û qirik û goh û stû û mil û pêsîr û serî û wekî van, ji pêştirê wan şûnên dîyariya wan bi vê nevê ye). Hûn (gelî jinan!) Laçika xwe li ser pastûne xwe ra berdin. Hûn xemla xwe (ji bona meran ra) venekin, lê ji bona mêrên xwe ra ya jî bavên xwe ra, ya jî bavê mêrên xwe ra, ya jî kurên xwe ra, ya jî kurên mêrên xwe ra, ya jî birayên xwe ra, ya jî kurên biranê xwe ra, ya jî kurên xûşkên xwe ra, ya jî ji bona jinên (vanê borî ra) ya jî ewan bendeyên binê destê wan jinan da (ji mêr û jinan) hene, ya jî ewan mêrên ku îdî hewcebûna wan li bal jinan da ne maye, lê peyrewîya wan jinan dikin; (wekî xulam û kal û parsek û hewceyên arîkaryan) ji pêştirê wanê ku rawa wî hebe, ya jî ewa zaroka, ku hêj haja wî bi veşartîyên jinan çê nebûye, (hûn) dikarin xem­la xwe (ji bona van ra) vekin. (Gelî jinan!) ji bona ku hûn bi mêran bidine zanînê, ku xişrê we heye, hûn pê xwe li zemîn nexin. (Gelî, bawergeran! Hûn hemîşk ji gonehan li bal Yezdan da bizi­virin, loma dibe ku hûn (bi vî awayî) serfiraz bibin.
32Û hûn (gelî bawergeran!) xamayên xwe û bendeyên xwe û qerewaşê xwe yê aştîkar in, kevîn bikin. Heke ewan xezan bin, Yezdanê ewan ji rûmeta xwe zengîn bike. Loma Yezdan (xweyê qencî yên fıre ye) pirzan e.
33Ewan (xezanê) ku nikarin kevîn bibin hene! Heya Yezdan ewan ji rûmeta xwe zengîn bike, bira xwe ji tûlîtîyê biparisînin. Ewan koleyên (jin û mêrên) binê destê we da hene! Heke ewan ji we azadîya xwe, di hemberê (dayîna hinek baban da) bixwezin, îdî heke hûn bizanin (di azadîya wan da) qencî ji bona (wan kolan) heye, hûn ji wan (kolan ra danê dayîna bahan) binivîsin. Ewa malê (ku ewan kolan ji bona we ra tînin, bi rûmeta) Yezdan didine we, hûn jî hinekî ji wî ma­lî ji bona wan (kolan ra bibaxişandin, para da) bidine wan. (Gelî kesan!) hûn ji bona (kara) cîhanê (li koleyên) xwe yên jin, kotekî ji bona hîzê nekin; ku ewan (ko­lan) dawparizaya xwe biven. Kîjan ji bona (fehşayê) li wan (kolan) kotekî bike, Yezdan ji piştî kotekîya wan (li ser hîzîtîya ko­lan, ji bona wan koleyên jin) baxişkarê dilovîn e.
34Bi sond! Me li bal we da beratên hizwartîkar hinartîne (evan beratan) ji wanê berya we da (ji bona we ra) hecwekîyeke û ji bona xudaparizan jî şîretek e.
35Ruohnaya ezman û ze­min; Yezdan e. Hecwekîya ruhnaya wî wekî piltekî di hundurê fanoseke devgirtî da be (wusa diçilwule). Ew a fanosa jî di hundurê şûşan da hilbe, tu dibê qey ewa (şûşa ku têda fanos hildebe) stêrkeke dûr e (li her alîyê xwe da) ronahîyê bela dike (di şûna xwe da diçilwule). Ewa (fanosa) ji (rûnê) zeytûnê dara pîroz e; ne li rojhilat û ne jî li rojava da ne, pê dikeve; Heke agir bi wî (rûnî) nekebe jî, ewa (rûna wusa tase-saf) bi xweber tav dide. Eva rohnaya (bi van salixan wusa pire) dibe rohnaîya li ser rohnaîyê. Yezdan ji kîjanî ra bivê, ewî li bal roh­naya xwe ra tîne. Yezdan ji bona merivan ra (bi vî awayî) hecwekîyan çê dike, Şixwa Yezdan bi hemî tiştî pirzan e.
36Ji bona Yezdan ra di sibeh û êvaran da, paqijî û perestîya wî di wan xanîyên ku Yezdan destûr daye, ku di wan da navê: Yezdan û biryarên wî bêne xwendine, tê kirine.
37(Ewanê ku di wan xanîyan da perestîya Yez­dan dikin hene!) ewan hinek mêrên (wusa nin) ku bazirganî û kirîn û firotin; ewan ji nimêjkirin û ji dayîna baca malan, nadine para da, ewan (mêran) hey ji hatina wê roya, ku dil û çav têda weldigerin, ditirsin.
38(Ewan perestî dikin û ditirsin) ji bo ku Yez­dan ji kirinê wan çêtir, wan xelat bike û hêj ji rûmeta xwe jî (ji wan ra xelatan) pir bike. Loma Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar rozînan dide.
39Ewanê bûne file hene! Keda wan wekî leylana rastan e: Ewê tî (gava leylanê dibîne) dibê qey av e. Gava li bal da diçe, rastî tu tiştî nayê (ku vexwe) îdî (bê hêvî dimîne) li wura rastê şapata Yezdan tê. Ewa keda wî bê kêmasî dide wî. Loma Yezdan hijmaran zû pêk tîne.
40Ya jî (keda wan filan) wekî tarîtîya di derya (kûr da ne). Lêpan ewa (derya) nixima dibe, li ser (deryayê) lêp hebin, li ser lêpan jî ewrê reş ê tarî hebin, li ser hev bû­ne tarîtî (îdî kes nikare di van tarîtîyan da bimeşe). Gava ewa (di van tarîtîyan da) destê xwe derxe (derva) destê xwe jî nabîne. (Evan filan jî wusa rêya xwe di tarîtîya fıletîyê da wunda kirine, îdî nikarin bibînin). Loma heke Yez­dan ji bona kesekî ra ruhnaî çêneke, îdî ji bona wî ra qe tu ruhnaî tune ye.
41Ma qey tu nabînî ku jî bona Yezdan ra hemî kesên di ez­man û zemîn da heyî û hemî çûkên baskê xwe li hev dixin û ref digirin, perestî dikin û paqijî di­kin? Bi sond! Hemîşka jî bi nimêj û perestîya xwe zanîne. Loma Yezdan bi kirina wan pir dizane.
42Maldarî û seroktîya ezman û zemîn, hey ji bo­na Yezdan ra ne. Fetilandin hey li bal Yezdan da ne.
43Ma qey tu nabînî? Ku bi rastî Yezdan ewran pev dixe, paşê ewan (wusa) dicivîne (nava wan ewran da valatî nahêle) paşê (ewan ewran) li ser hev deste deste digevêşe, îdî tu dibînî ku barişt ji wan (ewran) dibare. Ji wan ewrên jor da wekî çîya hene, ji wan da xilolîlk (û barişt) dibare. îdî ewa (zîyana kê bivê) ewê zîpikê li çandina wî dixe (Yezdan wê zîpikê ji çandina wanê ku zîyana wan nevaye) dide fetilandinê; (Ewan berqetavê ku ji wan ewran derdikebin) nêzîk dibe ku tîrêja wan (ruhnaya) çavan behere.
44Ewê ku şev û royan (1i pey hev tîne û dirêj û kurt dike heye!) ewa Yezdan e. Ji bona wanê xweyê dîtinêne, di vê kirina hanê da beratên sodret hene.
45Yezdan hemî (candar û rawer) ji avê afirandîye. Îdî hinek (ji wan rawaran) li ser singê xwe digere û hinek ji wan jî li ser du pîyan digere û hi­nek ji wan jî hene, 1i ser çar pîyan dimeşe. Yezdan çi bivê, ewî diafirîne. Loma bi rastî Yezdan li ser hemî tiştan dişî.
46Bi sond! Me beratên hizwartîkar hinartine. Û Yezdan evînê xwe tîne rêya rast.
47Ewanê (du rû hene! Aha) dibêjin: "Me bi Yezdan û bi saî (Muhemmed) bawer kirîye û em bûne peyrewê wan." Paşê destekî ji wan ji piştî vê gotinê, ji gotinê rû difetilandine. Ewanan bi rastî bawer ne kirine.
48Û di gava, ku ewan (ji bona doza nava wan da heyî) li bal berewanîya Yezdan û saîyê wî bêne gazî kirinê, ku di nav a wan da berewanî bê kirinê, hema diwê gavê da destekî ji wan rû fetlandine.
49Heke ji bona wan ra maf bê daînê, heman bi lez li bal (Peyxember) da tên.
50Gelo qey di dilê wan da nexweşîyek heye, ya jî (ewan) du dilin û ditirsin, ku Yezdan û saîyê wî ta bigirin (mafê wan ji wan bistînin)? Na, (wekî kirina wan nîne). Lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
51Ewanê (bi rastî) bawer kirine hene! Gava ewan li bal berewanîya Yezdan û saîyê wî da têne gazîkirinê, ku (Yezdan û saîyê wî) di nava wan da berewanî bikin, gotina wan hey ev e: "Me gazî kirin bihîst û em bi gotina wan dikin."Evan bi xweber in ku serfiraz bûne.
52Şixwa kê bi gotina Yezdan û saîyê wî bike û ji Yezdan bitirse û parizîya wî bike, îdî ewan bi xweber in hey berxwedar bûne.
53Bi sonda mezin ewan sond xwarine; heke te ji bona (çûna wan, li bal qirînê da) ferman kiribûya, ewanê derketina (biçûna qirînê. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn sond nexun (tişta ji we tê xwastinê, sonda bi vir nîne, lê) hey ji we (tê xwestinê, ku hûn) bi xweşî gotina Yezdan bikin. Loma bi rastî tişta hûn dikin Yezdan bi wî agahdar e."
54(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje, "Hûn bi gotina Yezdan û saîyê wî bikin." Heke ewan ji vê gotina te) rû fetilandin, îdî tişta li ser (saî) hatîye barkirinê hey (ragîhandinî) heye û tişta li ser we jî (gelî kesan!) ku hûn bi wî hatine barkirinê (litê kirina biryarên Yezdan) heye. Heke hûn bi gotina (saî) bikin, hûnê werne (rêya rast). Li ser saîyan ji pêştirê ragîhandina hizwartî qe tu tişt tune ye.
55Yezdan ji bona wanê, ji we ne ku bawer kirine û karê aştî kirine eva peymana daye, wê (Yez­danê) ça ewanê berya (wan bawergeran) xistîye şûnmayî ji bona (fîleyên berya wan da borî) wusa jî we (bawergeran) bixe şûnmayî (van cihû xweyê ol ê mayî) di zemîn da binecî bike û ewa ola ku ji wan ra hilbijartîye û ji bona (bawergeran) litê kirîye (di dilê bawergeran da) wê binecî bike. Û ji piştî wê tirsa ku (ewan ba­wergeran têda bûne) wê ewê tirsê bi ewletîye biguhure. "Ewan (bawergeran) hey ji bona min ra perestî dikin û qe hevrîyan ji bo­na min ra çê nakin. Lê kê ji piştî vê kirine, bibe file, îdî bi rastî ewa ji rêya rast derketîye.
56(Gelî bawergeran!) Hûn nimêja xwe bikin û baca malê xwe bidin û hûn bi gotina saîyê (Yezdan) bikin, loma bi rastî dibe ku hûn bêne dilovankirinê.
57Ewanê bûne file hene! Tu goman neke, ku ewanê (Yezdan) bêzar bikin (ku nikarbe) di zemîn da (ji bona wan ra şapatê bide) bi rastî êwra wan agir e. Çiqa (agir) si­kê êwran e!
58Gelî bawergeran! Bira di sê danan da, ewan koleyên we yên binê destê we da nin û ewan (zarên we ne) hêj ne gîhîjtine sedra xwe, destûr ji we bixwazin (ji bo ku bikebine xanîyê, hûn têda nin). Ewan her sê danan; di berya nimeêja sibehê da û di gava ku hûn danê nîvro da kincê xwe derdixin û ji piştî nimêja êvarê da. Evan her sê danan, danê wusa nin hûn di wan da kincê xwe derdixin. Ji piştî (van her sê) danan tu zîyan li ser we tune ye, ku hûn bê destûr herne xanîyê wan, ya jî ewan bê destûr werne xanîyê we. Her yek ji we bê destûr dikare here, sertêdana yê mayî. Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra beratan dihezwirtîne. Loma Yezdan pirzanê bijejke ye.
59Gava zarên we gihîjtine sedrê xwe, îdî bira ewan jî wekî wanê berya xwe da (ji bona hatina xanîyê we) destûr ji we bixwazin. Bi vî awayî Yezdan beratên xwe ji bona we ra dihezwirîne. Loma Yezdan pirzanê bijejke ye.
60Ewan jinên, ku îdî rûniştine (wusa pîr bûne ji kirasan hatine birînê) îdî kevînbûna wan nayê gomankirinê hene! Heke ji bo­na xwe dîyarkirinê xemil nîşandin nebe, dikarin, ku xemla xweyê kincan derxin. Lê dîsa heke xwe biparisînin, ji bona wan ra parisandin çêtir e. Loma bi rastî Yezdan pir bihîstek û pirzan e.
61Li ser koran û li ser topalan û li ser nexweşa û li ser we bi xweber jî, heke hûn ji malê xwe û ji malê bav xwe û ji malê dîya xwe û ji malê birayên xwe û ji malê xûşkên xwe û ji malê apên xwe û ji malê metên xwe û ji malê xalêne xwe û ji malê xaletên xwe û ji wî malê, ku ji bo­na (parisandina wî malî) danîne bal we û ji malê dostên xwe î rast; hûn ji malê wan, di xanîyê wan da bi hev ra bixun, ya jî ye­ke yek bixun, tu ziyan tune ye. Îdî gava hûn çûne xanîyan, hûn ji alyê Yezdan da jîneke pîroz ya paqij ji bo­na xwe ra bixwazin û (li ser rûniştîyên xanî ji alîyê xwe da) "Selam" bejin. Yezdan ji bona we ra bi vî awayî beratên xwe, dihizwirîne, loma dîbe ku hûn ji van (beratan) hiş hildin.
62Ewanê bi Yezdan û bi saîyê wî bawer kirine û di gava (ku ewan bi peyxember ra) 1i ser bûyerekî civya bibin, heya destûr ji wî nexwazin, ji bal wî naçin hene! Bi rastî bawergerên rast ev in. (Muhemmed!) bi rastî ewanê ku ji te destûra çûnê dixwazin hene! Ewan bi rastî bi Yezdan û bi saîye wî bawer kirine. Îdî gava ewan ji bona hinek karên xwe, ji te destûrxwastin, tu jî, ji wan kîjanî ra bive, des­tûra wî bide (bira here karê xwe pêk bîne) û tu ji bona wan ra ji Yezdan baxişandina wan bixwaze. Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
63(Gelî bawergeran!) hûn gazîkirina saî, wekî hûn ça gazî hev dikin, negirin; (Peyxember gava gazî we kir, hema bersiva wî bidin, û bal peyxember da bi lez herin). Bi sond! Ewanê ji we ne, ku xwe davêjine pişt hev (ji bo ku nexûyên) hene! Yezdan bi wan dizane. Îdî ewanê ku bê gotina (Peyxember) dikin hene! Bira ewan xwe (ji vê kirina xwe) biparisînin, loma dibe ku (bi sedema van kirinê wan) ku aşîtek bi wan da were, ya jî şapateke dilsoz bi wan bigire.
64Hûn (gelî bawergeran!) bizanên, ku bi rastî çi tişt di ezman û zemin da hene! Hemî ji bona Yez­dan ra ne. Bi sond! Hûn li ser çibin (amacê we çi be û ramana we ça be, hey) Yezdan pê dizane. Di roya ku ewanê li bal wî da bizivirin, ewa tişta wan kirîye, îdî wê (Yezdanê) kirina wan ji wan ra bêje. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî pir dizane.
Chapter 25 (Sura 25)
1Ew (Yezdanê) ku li ser bendê xwe î (Muhemmed ra) pirtûka (bi nav) furqan hinartîye; ji bo ku ewa (pirtûka) bibe hişyarî ji bona gerdûnê ra pîroz e.
2Ewê ku maldarî û seroktîya ezman û zemîn ji bo­na wî ra ne heye! Ewa (Yezdan e). Ewî qe ji bona xwe ra tu zar ne girtine û ji bona wî ra tu hevrî jî, di maldarî û seroktîya wî da tune ye. Û ewî hemî tişt afirandîye, îdî (ewî hemî afirandinê xwe) bi pîvanî (danîne rêzikê wusa, ewan bi xweber pîvandina xwe pêk tînin) dixebitin.
3Ewan (kesan) ji pêştirê (Yezdan ji bona xwe ra) ilahên wusa girtine, ku ewan (ilahên wan) qe tu tiştî na-aferînin, ewan bi xweber jî hatine afirandinê. Û ewan ji bona xwe ra jî qe tu kar û zîyanê nikarin bikin û ewan nikarin mirin û jîn û (ji piştî mirinê) rabûnê jî bikin.
4Ewanê bûne file hene! (aha) gotîbûne: "Eva Qur’ana hey virike; (Muhemmed ewa) ji ber xwe bi vir bi rêk xistîye û hinek komalê mayî jî (wekî cihû û mexînî û mecûsan) arîkarîya wî kirîne (eva Qur’ana hûnandine)." Bi sond! Ewan (kesan) îdî cewr û derewê bê binî anîne (gotine).
5Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva Qur’ana hanê çîvanokê berêne (Muhemmed) ewan dide nivîsandinê, îdî di sibeh û evaran da ji bona (Muhemmed) ra tê xwendinê.
6(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê ku bi veşartîyên di ezman û zemîn da heyî, dizane, ewî eva (Qur’ana) hinartîye. Loma bi rastî ewa pir baxişkarê dilovîn e.”
7Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva çi saîyek e (ça dibe pêxember, ka mêze bikin?) xurekan dixwe û di kuça da jî digere. Heke li bal wî da firiştek bihata hinartinê, îdî ewî firişteyî jî bi wî ra hişyarî bikira (dibû ku me bi wî bawer bikira)."
8"Ya jî li bal wî da xezînek hatibûya avêtinê (ku îdî ewî derdê bê pûlî nedîta) ya jî ji bona wî ra bostanek hebûya, îdî ewî (pêxemberî) ji wî bostanî bixwara (derdê birçîbûnê nedîta, diba ku me bi wî ba­wer bikira)." Ewanê cewrkar jî (aha) gotine: “(Gelî kesan!) bi ras­tî hûn bûne peyrewê mêrekî wusa, li wî hatîye ançkirin."
9(Muhemmed!) Tu mêze bike (ewan kesan) ji bona te ra çi heçwekî çê kirine! Îdî ewan ji rêya rast) derketine, wunda bûne; ewan ji bona xwe ra qe tu rêyekî nikarin bibînin.
10(Ew Xudayê) ku heke bivê we ji van (gotinê) wan qenctir ji bona te ra qencîyan pêk bîne, çiqa pîroz e! (Ewan qencîyên Xuda, ku ji te ra dide hene!) ewa bihişta di binê (darê wê da) çem dikişe û wê (di wê bihiştê da) ji bona te ra koşkan jî bigire.
11Ewan (kesan bi tenê di mafê te da evan gotin, te­nê ne gotine; lê ewan) danê rabûna hemî jî dane derewdêrandinê. Me jî ji bona wanê ku danê rabûna hemîtî didine derewdêrandinê, doja agir ê hilopît amade kirîye.
12Gava ku ewan (kesan) ewî agirî ji cîyekî dûr da dibînin, ewan ji wî agirî hêrs û qîr û mirinîyê dibêhên.
13Di gava, ku bi hev va têne girêdanê, li cîyekî dojeyî teng da têne avêtinê, ewan di wura da gazî mirinê dikin; (ka mirin! Tu li kuderêyî, were canê me bistîne, ku em ji vê şapatê felat bibin).
14(Ji wan ra tê gotinê): “Hûn di îro da gazî mirinekî bi tenê nekin, hûn gazî pir mirinan bikin (loma çiqa hûn bişewitin werme temtêla mirinê, hûnê dîsa bêne jîtinê)."
15(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (ji bona we ra eva agir a) qencî bû, ya jî ewa bihişta her heya ku ji bo­na xudaparizan hatîye peymandanê, qencî bû? Ewa ji bona (xudaparizan) xelat û êwirgah e.
16Tişta ku ewan (xudapariz bivên) di wê da ji bona wan ra heye. Ewanê di wê da her gavê bimînin. Eva (xelat a xudaparizan) peymaneke wusa ne li ser Xudayê te bi vê nevê ye.
17Di roya (ku Xudayê te) ewan (filan) bi tevê wan (ilahên) ku ewan ji pêştirê Yezdan, ji wan (ilah ra) perestî dikirin, dicivîne; îdî (Xudayê te) ji wan perestdaran (dipirse aha) dibêje: "Ma qey we evan bendeyên min ê hanênan ji rêya rast dane wundakirinê, ya jî ewanan bi xweber rêya rast wunda kiribûn?"
18Ewan (perestdaran aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Em te ji kemasîyan diparisînin, babet nîne ji bona me ra, ku em ji pêştirê te, ji xwe ra serkaran bigirin, lê te berxwudarî da wan û bavê wan, heya ewan jî tu bîrva kirine. Şixwa ewan bi xwe­ber jî komalekî teşqele bûne.
19Îdî ka (gelî filan! bêjin;) vanê evan perestdarê we jî, we didine derewdêrandinê (ji bo çi hûn ji rêya rast derketin?) îdî di wê (gavê da) hûn ne dikarin şapatê ji xwe bidine para da û ne dikarin arîkarîya hev jî bikin. Kîjan ji we cewrê bike, bi rastî emê bi wî şapateke mezin bidine çeşnekirinê.
20Me çiqa di berya te da saî şandine, hey ewan jî xwurek xwurine û di kunça da jî geryane. (Gelî kes û pêxemberan!) me hinek ji we, ji bona hinekên we ra xistîye sedema ceribandinê. Ka (gelo hûn) di hemberê hev da hewdanî dikin? Bi rastî Xudayê te (hemî tiştî) dibîne.
21Ewanê guman nakin, ku wê (di dawiyê da) li bal me da werin, hene! (aha) gotine: "(Ji bona bawerîya me ra) ne diva (ku Yezdan) bi ser me da firiştek bihinarta, ya jî ne diva, ku me Xudayê xwe bidîta (me paşê bawer bikira)?" Bi sond! Ewan di hundurê xwe da, xwe mezin kirine, ewan bi deliqandineke mezin ji tixûbê xwe borîne.
22Di roya ewan (gonehkaran) firiştan dibînin, di wê royê da ji bona gonehkaran tu mizginî tune ye (firiştan ji wan ra aha) dibêjin: "Ji bona (we ra mizgîn hatîye) qedexekirinê."
23Me li bal wan da kirinê wan pêşkêş kirîye (loma ewan di cîhanê da guman dikiribûn, ku ewan qencî dikin) îdî me ewan kirinê wan xistîye ber bayeke ji hev çuyî, maye.
24Hevrîyên bihiştî di wê royê da, di qencê êwrandanin û di rindtirê şûnê geşt a da nin.
25Di roya ku ezman bi sedema ewrên sipî ji hev diçirin û firiştan bi hinartinekî (li pey hev) dihinirin.
26Seroktî bi rastî di wê royê da ji bona (Yezdanê) dilovan ra ne. Bi rastî ewa roya li ser filan royeke zor teng e.
27Di wê royê da merivê cewrkar her du destê xwe dixe devê xwe (digeze, aha) dibêje: "Xwezîka min bi saîyê (Yezdan) ra rêya serfırazê girtibûya."
28"Xwelî li min be! Xwezîka min evê (ku ez ji rêya rast derxistime, ji bona xwe ra) bi hevaltê ne girtîbûya!"
29"Bi sond! Ji piştî hatina rastîyê li bal min da, ewî ez ji rêya (rast derxistime). Şixwa pelîd ji bona merivan rûreşîyek e (ji piştî merivan ji rê derdixe, merivan bi tenê dihêle û diçe)."
30Û saî jî (aha) gotîye: "Xudayê min! bi rastî komalê min, eva Qur’ana ji bona xwe ra dest berdanok girtîbûne (ji vê Qur’anê bi hemîtî dest berda bûne, qe haja wan ne maye)."
31Her wusa me ji bona hemî pêxemberî ra ji goneh­karan desteke neyar girtîye. Bi beledî û arîkarî, Xudayê te besê te ye.
32Ewanê bûne file jî (aha) gotine: "Ne diva, ku eva Qur’ana li ser (Muhemmed) ra bi yek carî hatibûya hinartinê (îdî ewî ji bona hinartinê, hêvîdarî nekira,me jî çi ji wî bipirsîya, ewê hema bersîva me bida)?" Ji bo ku em dilê te bi hinartina Qur’anê binecî bikin (ez berya wê Qur’anê ji bona te ra hêsan bikin, dabaşa her bûyarekî nû bimîne) me ewa (Qur’ana, pare pare) li ser dilê te da hinartîye.
33(Muhemmed!) ewan (filan) ji bona (şikênandina) te, çiqa hecwekîyek ji bona te ra anîbin, me hey (bersiva wê hecwekîyê) ji te ra bi mafî çêtir anîye. Ewa (bisyara) rindê hezwartina ye.
34Ewanê deverû li bal dojê da têne civandinê hene! Ewanan di şûneke çiqa sik da nin û ewan ji her kesî pirtir rê wunda kirine.
35Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me birayê wî ye (bi nav) Harûn ji wî ra xistîye arîkar û şalyarê wî.
36Paşê me ji wan (herdukan ra aha) gotîye: "Hûn herduk bi hev ra herne bal wî komalê ku beratên me didine derewdêrandinê." (Ewan herduk çûne bal wî komalî, ewî komalî bi gotina wan herdukan ne kirin). Îdî me jî ewa (komala) hilşandin ka­vil kirin.
37Gava komalê Nûh jî, saîyî xwe dane derewdêrandinê, me ewan (di avê da) fetisandin, me ewan ji bona merivan ra xistine beratên sodret (hîştin). Û me ji bona cewrkaran, şapateke dilsoz amade kirîye.
38(Me komalê) Ad û Semûd û hevrîyên (welatê bi nav) Res û di nîveka wan da pir kesên borî jî (teşqele kirîye).
39Me ji bona wan hemîşkan ra jî hecwekîye (ji berya wan, bi şîretî anîye, lê ewan şîret hil ne dane) me jî ewan hemîşk teşqele kirine.
40Bi sond! Ewa (welatê) ku sikê bariştan, li ser wan hatîye barandinê heye! (Komalê te) hatine wura (gava diçûna Şamê li wura da diborîn). Îdî qey ewan nikarin mêze bikin ka çi hatîye serê wan? Na, ewan guman nakin, ji piştî mirinê wê rabin.
41Ewan gava te dibînin, hey te hil didine tinazan (aha) ji te ra dibêjin: “Eva ye, ku Yezdan (ji bona me ra) saî şandîye?"
42"Heke me li ser bawerya ilah yên xwe, hew ne kiribûya, nezîk dibû ku ewa me ji rêya ilah ên me derxe, wunda bike." Gava ewan şapatê bibî­nin, wê bizanin ka kîjanî rind rê wunda kirîye.
43Qe te dîtîye, ku kesekî dilê wî çi xwastibe ji xwe ra xistibe xuda? Îdî qey tu yê ji bona wî ra bibî cînîşt e (ji bona wî ra parisvanî bikî)?
44Ma qey tu guman dikî, ku pirên ji wan (şîretan) dibêhên û (ji rastîyê) dizanin? Bi rastî ewan (dizanîn û bihîstinê da) wekî tarişan in, dibe hêj (ji tarişan jî) pirtir, rê wunda ne.
45Ma qey tu li bal (hêza) Xuda ê xwe da mêze nakî; Xudayê te sî ça dirêj kirîye? Heke Xudayê te biva, wê sî (di şûna wê da) rawestan da. Paşê me ji bona hebûna (sîyê) roj xistîye berate; (dîtina sîyê giredayî bi hebûna tavê ye).
46Paşê (roj çiqa bilin dibû) me jî ewa (sîya) hêdî hêdî li bal xwe da kişand (hil da).
47Ewê ku şev ji bona we ra xistîye midas, xew jî ji boa we ra xistîye rawestandin (û bêhindan) û ro jî xistîye jîn û rabûn (ji bona xebat û belavbûnê) heye: ewa (Yezdan e).
48Ewê ku ba ji bona mizgîna bariştê, di berya bariştê da dişîne heye! Ewa (Yezdan e). Loma bi rastî em di jor da aveke paqij dihênirînin.
49Ji bo, ku em bi wê (avê) welatekî ku mirîye (heşnaîyên wî hemî hişk bûne, dîsa) bidine jînandinê, wusa jî ewan tariş û merivên ku me ji wê (avê) afirandine, pirê wan bi wê (avê) av bidin.
50Bi sond! Me ewa (barişta) di nava wan (welat û afirandokan da) car bi car barandîye; ji bo ku ewan (kesan) ji van (kirinan) şîretan hildin. Lê pirê kesan ji şîret hil dane para da çûne, nonkorî dikin.
51Heke me biva, me ê ji bona her welatekî (pêxemberek) ji bona hişyarîya wan bişanda.
52Îdî (Muhemmed!) tu bi gotina filan neke û tu (bi Qur’anê) bi wan ra tekoşîna mezin bike.
53Ewê, ku her du derya di nava hev da daye herikandinê heye! Ewa (Yezdan e. Ava) yek ê ji wan her du deryan, şirîne: bi hesanî tê vexwerinê; ya mayî jî (ava) wê şor e û tal e. Ji bo ku her du (av) tevê hev nebin ewî di nava (av a) her du deryan da perdeke qedexokê parisvan vekirîye.
54Ewê, ku meriv ji avê afirandîye heye! Ewa (Yezdan e), îdî (ewî meriv kirine du par): yek ji wan (paran) nijadî (para mayî jî) xilamîtî. Loma Xudayê te dişî (evan bike).
55(Bi vî ra jî) ewan (filan) perestîya tişt ên pêştirê Yezdan dikin; (ji bona Yezdan ra peresti nakin). Ewan (tiştên, ku ewan filan perestîya wan dikin) qe tu kar û zîyana wan nakin. ji bo ku ewan (filan) neyartîya Xu­da ê xwe bikin, ji bona hev ra piştevanî dikin.
56(Muhemmed!) Me hey tu mizgînvan û hişyarvan (li bal kesan da) şandîye.
57(Muhemmed! Tu ji bona kesan ra aha) bêje: "Ez ji bona vekirina xwe ya hanê (ji we) ji pêştirê rêgirtina wî kesê, ku li bal Xudayê xwe da (diçe) tu tiştî naxwazim."
58Û (Muhemmed!) ewa (Xudayê) zindîyê nemir heye! Tu xwe hispêre wî û tu bi pesnê wî, ewî ji kemasîyan paqij bike. Ewa bi agahdarya gonehên bende yên xwe, şixwa besî xwe ye.
59Ewê ku ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, di şeş royan da afirandîye paşê arş (mana) hil daye binê hêz a xwe, heye! Ewa (Yezdanê) dilovan e. (Heke tu bi van nizanî) îdî tu ji yekê zana pirs bi­ke (ku evan hemû pêşeyên Yezdan in; we ji te ra bêjin).
60Gava ji bona wan (merivan ra aha) tê gotin: “Hûn ji bona (Yezdanê) dilovan ra herin secdê." Ewan (me­rivan aha bersiv dane û) gotibûne: "(Yezdanê) dilovan çîye? Qe em ji bo­na wî tiştê, ku tu fermana me (ji bona secdebirina wî dikî) diçin secdê? (Eva fermana te, bi secdebirina wan) hey ji bona wan ra, rikê wan pir kirye.”
61Ewê di ezman da beden (burç) çê kirine û di wan bedenan da roj û hîva ruhnîdar bi cîh kirîyê heye! Ewa çi (Xudayekî) pîroz e!.
62Îja ewa (Xuda ye) ku ji bona wan ê şîret hil didin û ya jî divên ku sipazîya (Xuda) bikin, şev û ro (ji bona hev ra) xistîye peyrewê hev.
63Ewê ku (bi rastî) bendeyên (Yez­dan ê) dilovîn in hene! (Ewanan bi van salixên jêrda ku têne gotinê, hatine salixkirinê. Gava ewan li ser zemîn digerin, bi dilê şkestî digerin û gava nezan li wan bi mijûlîyan (cewrê bikin, hemberya wan nezanan bivê peyvê) didin, "Selam" (li we be).
64Ewanan di şevê da radibin, ji bo Xudayê xwe ra diçin secdê.
65Ewanan (gava xwastinan ji Xuda bixwazin, aha) dibêjin, "Xudayê me! Tu şapata dojê ji me bide fetlandinê, loma bi rastî şapata (dojê gava bi meri­van girt, îdî) ji merivan venabe."
66"Loma bi rastî ewa (doja) sik ê êwr û şûnan e."
67Ewanan (gava ji bona hewcan ra) tiştekî bisixurînin, ne dest valatî ne jî çikûsî nakin, ewanan di na­va van her du salixan da nave nav in (ne dest belane ne jî çikûs in).
68Ewan gava ji Yezdan daxwazî dikin, bi Yez­dan ra, qe gazî tu ilahên mayî nakin.Ew canê ku Yezdan kuştina wî qedexe kirîye; ewan bê mafî ewî canî nakujin, ewanan hîzîtî nakin. Şixwa kê evanan bike, ewa li bal celata wî gonehî da tê avêtinê.
69Ji bona wî ra di roya rabûna hemî da şapat duçar dibe, ewa jî di wê şapatê da bi rûreşî dimîne.
70Ji pêştirê wî kesê, ku ji kirine xwe poşman bibe û (bi Yezdan) bawer kiribe û karên aştîkarî kiribe, îdî Yezdan gonehên wan bi qencîyan diguhure. Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
71Kê ji (kirine xwe) poşman bibe û karê aştî bike, îdî ewa merivekî wusa ne; li bal Yezdan da zivirîye, hatîya litê kirine.
72Ewanê gava (ji bona nehrevanîye têne gazîkirinê) bi vir nehrevanî nakin (şahidî nadin, ewan) gava rastî (wanê) beredayî mijûl dibin, tên; ji wan (mijûlyan rû difetilînin) dev bi kenî diborin diçin.
73Ewanê gava bi beratên Yezdan têne şîretkirinê, li ser wan şîretan bi ker û kor xwuva naçin.
74Ewanê ku gava (ji Xudaê xwe, daxwazîya berxudarya dikin, aha) dibêjin: "Xu­dayê me! Tu ji bona me ra jin û ûrtê wusa bide, ku çav bi wan şa bin û (dil bi wan hêsanî bibin) û (Xudayê me!) tu me ji bo­na xudaparizan bixe pêşrewan.
75Ewanê (bi van salixên borî) hene! Bi sedema hew a wan, ewanan (di bihiştê da) bi koşknê bilind têne xelatkirinê, li ber wan da di wan (koşkan da) peyva "Bijîn" tê avêtinê ("Hûn bijîn" ji wan ra tê gotinê).
76Ewanan di wura da her dimînin. Ewa dera çiqa êwreke rind e û çiqa şûneke qenc e!
77(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke lavakirin û perestîya we nebûya, ka Xudayê mi­n ê çi ji we bikira? Bi sond! Îdî (gava min ji bona we ra ji beratan axiftin dikir, we ez) didame derewdêrandinê (ji ber vê kirina we, şapat ji bona we ra) bi vê nevê bûye.
Chapter 26 (Sura 26)
1T.S.M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane).
2Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne.
3Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî.
4Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan).
5Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine.
6Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl di­be) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were.
7Ma qey ewan li bal zemîn da mê­ze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye?
8Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin.
9Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
10Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar.
11(Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin?
12(Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê."
13"Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne."
14"Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin."
15Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin."
16"Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne."
17"(Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî."
18(Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî?)"
19"(Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î."
20(Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm."
21Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan,"
22"Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu di­xî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye)."
23Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye)?"
24(Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ez­man û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e)."
25(Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?”
26(Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî.
27(Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe."
28(Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da he­ye (ewa) bi xweber e."
29(Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) go­tîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo­na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da ha­tine avêtinê."
30(Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî?)."
31(Fir’ewn ji Mûsa ra) go­tîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin)."
32Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye.
33(Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê).
34(Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye."
35"Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin?"
36Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin."
37"Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin."
38Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane.
39(Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin?"
40"Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan,"
41Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne?"
42(Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min."
43(Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin."
44Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in."
45(Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye.
46Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê.
47(Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye."
48"(Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne."
49(Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim."
50Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin."
51"Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne."
52Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin."
53Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin.
54(Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in."
55"Ewanan bi rastî hêrsa me tînin."
56"(Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin."
57"Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin.
58Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin).
59Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt.
60Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî).
61Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me."
62(Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişa­nê min."
63Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne).
64Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine.
65Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine.
66Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine.
67Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin.
68Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
69(Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne.
70Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bo­na çi tiştî ra perestî dikin?"
71Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne."
72(Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên?"
73"Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin?
74Ewanan (aha bersiva Îbrahîm da­ne û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin),"
75(Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin?"
76"Hûn û bavên we yên berê jî?"
77"Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e)."
78"Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min."
79Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye)."
80"Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike."
81"Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye)."
82"Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye)."
83"Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran."
84“Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min."
85"Û tu min bixe nav bihişta xwarinan."
86"Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye"
87"Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke."
88"Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin."
89"Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan."
90Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe.
91Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe.
92Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin?"
93"Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin?"
94Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê.
95Hemû leşkerê pelîd jî.
96Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne."
97"Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin"
98"Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê."
99"Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine."
100"Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye."
101Û tu destê parisvan jî tune ye."
102"Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira."
103Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin.
104Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
105Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê.
106Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin?"
107"Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me."
108"Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin."
109"Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
110"Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin."
111Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te ba­wer bikin?"
112(Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim)."
113"Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne."
114"Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim."
115"Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me."
116Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan."
117(Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê."
118"Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike."
119Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin.
120Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin).
121Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
122Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
123(Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê.
124Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin?"
125"Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me."
126Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
127"Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
128"Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin?"
129"Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin."
130"Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin."
131"Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
132"Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin."
133"Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine."
134"Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine)."
135"Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were."
136Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e."
137"Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne."
138"Û em nayêne şapatkirinê."
139Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pi­rê wan bawer nakin.
140Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye.
141Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê.
142Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin?"
143"Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hati­me şandinê)."
144"Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
145"Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
146"Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê?"
147"Di nava rez û kanîyan da."
148"Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin."
149"Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin."
150"Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin."
151"Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin."
152"Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in."
153Ewanan (bersiva Salih aha da­ne û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î."
154"Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne."
155(Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (bera­teke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne."
156"Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (He­ke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire."
157Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn.
158Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
159Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
160Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê.
161Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin?"
162"Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê)."
163"Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin."
164"Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
165"Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin?"
166"Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne."
167Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan."
168(Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê."
169"Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike."
170Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin.
171Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir).
172Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin.
173Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne.
174Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
175Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
176Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê.
177Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin?"
178"Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê)."
179"Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin."
180"Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
181"Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger."
182"Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin."
183"Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin."
184"Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin."
185Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana."
186"Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî."
187"Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê."
188(Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane."
189Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye.
190Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin.
191Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
192Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye.
193Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye.
194Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye.
195Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî.
196Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye).
197Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne?
198Heke me ewa (Qur´ana) li ser hi­nekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya.
199Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir.
200Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye.
201Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) ba­wer nakin.
202Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne.
203(Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê?
204Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were)."
205Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira.
206Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya.
207Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida.
208Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye.
209Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin.
210Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine.
211Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin).
212Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê.
213(Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan.
214Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê.
215Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be).
216Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im."
217Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn.
218Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye.
219Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yez­dan ewî jî dibîne).
220Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye.
221Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire?
222(Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin.
223Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin).
224(Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin."
225Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin?
226Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin.
227Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr ­kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin.
Chapter 27 (Sura 27)
1T.S. (hey bi arşa van tîpên ji hevçûyî Yezdan dizane). Eva beratên Qur’anê û Pirtûka hizwartîne
2Ewan beratan ji bona